HELBEST
Dilgozel im Xortek çê min nas kir do Go bi kul im bi xem im Min go tu kî yî Kurdo Ez go Zel im Mordem im Go wer min bêhtir binas Bi hêza çakûç û das Ez pir mirovperwer im Dilgozel im Mordem im Licî me lê bê cî me Tijî me serhêcî me Bi hest û ramanên kûr Ez go Zel im Mordem im Karkerê çanda xwe me Bi kêferat ez heme Şêrek huseynîkî me Dilgozel im Mordem im Xweşxwîn im ez li dîrok Digihe heta Dîlok Dengê min ji Amedê Kewgozel im Mordem im Evîna weletekî Neqş kir min di qelbekî Ew dilê çê yê min e Dilgozel im Mordem im Ev dil ji te pir memnûn Ey xortê dil wek gerdûn Te jî deng kir ne wilo? Dil go Zel im Mordem im 20.05.2018 Qasimê Xelîlî Lê Lê! Ez ê îşev ji te re birêbikim Çend xewn û xeyalên pînekirî Çend hêviyên bask şikestî Û gulbazek ji kulîlkên Zel Ew kulîlkên stûxwar û çilmisî Yên bê bêhn û bê reng man e Ez ê îşev stranek qîr bikim Bi deng û awaza Zelê Şahqulî Bi qirika zûha û zimanê giran Ez ê bêjim lê lê û tu bêje lo lo 28...