KELEŞO NÛ BI DARO
Hin klam jî hene di nav civakê de bûne weke zarokek ji malê û têne heskirin, lê hezar mixabin bi çîroka wan baş nayê zanîn.
Yek ji van klaman jî klama Keleşo ye. Ev klama herêma navçeya Bazid a Agiriyê cara ewilî di radyoya Rewanê de hatiye bihîstin û paşê li her derê Kurdistanê belav bû ye.
Her çiqas navê klamê Keleşo be jî, li hin herêman weke Mele Îsa û Seyranê jî nav lê kirin e.
Keleşo, kî ye û ji kî re tê gotin?
Wekî tê zanîn çanda kurdî ya folklorîk zêdetir li ser devê dengbêjan hatiye parastin û heta roja îro ma ye.
Ji bo qeyda nivîskî tunebûye bi demê re gotinên gelek klam û stranan li gor qayde û meqamên herêmî hatine guhertin.
Klama Keleşo û Seyranê jî yek ji wan e.
Keleş, ji xortên nû dikevin dara xwe re tê gotin, di heman demê de, ji bo xortên jîr ê şimşad û wêrek jî tê gotin.
Hema hema hemû hunermendên vê klamê distrin weke Keleşo kesekî nobedar bû ye berevajî şîrove dikin, lê di rastiya xwe de Keleşo ne nobedar bû ye!
Ji xwe dûrî aqil e ku xortekî nû bikeve dara xwe nobedarî bike.
Rastiya vê hevokê "Keleşo nû bi daro" ye, û ev jî tê wateya destpêka xortaniyê.
Ji xortên nû dikevin 13, 14 saliya xwe re dibêjin nû ketiye dara xwe.
Ketina nû darê tê çi wateyê?
Wekî tê zanîn li ser erdnîgariya Kurdistanê şer û şabaş her tim hebûne û hê jî hene.
Berê şer, ne weke niha bi çek û sileh bûn, bi şûr û mertal, tûr û kevan û bi dar û keviran dihatin kirin.
Dema zarokekî bibûya xortekî 13, 14 salî digotin êdî destê wî darê digire. Yanê dikare şer bike.
Di klama Keleşo de, evîndara wî balê dikêşîne ser vê mijarê û jê re dibêje "Keleşo nû bi daro"
Rengê dildarî û heskirinên berê cûda bûn.
Keçika dildarê Keleşo, navê wê Seyran e û emrê wê li gor Keleşo mezin bû ye.
Ji bo emrê wê mezin û Keleşo biçûk bû ye, bêçaretiya xwe weke bendekî ji avê di navbera wan de hebe bilêvkiriye.
Ev jî balkêşiya heskirina wê ye.
Keleşo, nû bi daro
Wey lo lo lo lo wey lo lo lo
Lawiko, nû bi daro
Yar dilê min û emrê te
Keçik li vir dixwaze vî bêje;
Keleşo, tu hê nû ketî dara xwe û ez mezin im, ez ê çawa bikim ji dilê xwe û emrê te!
Klam wisa didome..
Keleşo, pirê çêke
Wey lo lo lo lo wey lo lo lo
Lawiko pirê çêke
Yar dilê min û emrê te
De tu kevirê mermer lêke
Wey lo lo lo lo wey lo lo lo
De tu kevirê mermer lêke
Yar dilê min û emrê te
De tu navê min û xwe lêke
Wey lo lo lo lo wey lo lo lo
De tu navê min û xwe lê ke
Yar dilê min û emrê te
Li vir peyamekî dide Keleşo ku ji heskirina wê re bibe bersiv û çareyekî bidîne.
Çêkirina pirê ya bi kevirê mermer û nav lê dan jî, bi xwe nîşana mezinbûna heskirina keçikê ye û gotineke dîrokî ye.
Lewra jî ev klam bûye yek ji klamên herî watedar.
Keleşo nû bi daro
Wey lo lo lo lo wey lo lo lo
Lawiko nû bi daro
Yar dilê min emrê te
De ji obê were xwaro
Weylo lo lo lo weylo lo lo
Tu ji hafê were xwaro
Yar dilê min û emrê te
Berê hevdîtina keç û xortan, li ser kaniyê, li ser xanî û li pişt şibakan bûn.
Di gotina "Ji obê an hafê were xwaro" de dixwaze bêje; ji nav qefleyê (ob) derkev were xwarê. haf jî di wateya cihê bilind an berbiçav de hatiye bikaranîn.
Balkêş e, hunermend dema ev beşa klamê distirin di şûna "obê" de bi nezanî "nobê" bikartînin!
Şev yek e diz hezaro
Weylo lo lo lo weylo lo lo
Şev yek e derd hezaro
Yar dilê min û emrê te
Di vê çarînê de keçik dixwaze bêje were min birevîne, lewra jî behsa şevê û hezar dizan dike.
Berê, keç û xort bi şevê direviyan. Dixwaze bêje rev bi dizî ye û şev tarî ye, ez ê li ku bizanibim bê ka kî min direvîne.
Gotineke mezinan heye dibêjin:
"Sêv li darê ye hezar kes kevirê davêjin"
Keleşo heşmet heşmet
Weylo lo lo lo weylo lo lo
De tu bajo konê pêş me
Yar dilê min û emrê te
Li vir balê dikêşîne ser îhtîşamiya Keleşo.
Gotina "Heşmet" peyvekî kevn e û di wateya heybetiyê de hatiye bikaranîn.
Dîsa hunermendên ku vê klamê distirin, peyva "Heşmet" bi nezanî û bêwate weke "Eşme" bilêv dikin!
Keleşo mele Îsa
Wey lo lo lo lo wey lo lo lo
Lawiko mele îsa
Yar dilê min û emrê te
Qeytana devê kîsa
Wey lo lo lo lo wey lo lo lo
Fîncanê dest û rêsa
Yar dilê min û emrê te
Navê Keleşo yê rastî Îsa ye û bavê wî mele bûye, lewra jî keçik van gotinan pê ve girêdide û wî dişibîne qeytana devê kîs an.
Di klama Seyranê de jî behsa heman çîrokê tê kirin.
Seyrana seyranî me
Delîlim loy loy delîlim loy
Seyrana seyranî me
Emrê min canê te
Ez kurê wî gundî me
Delîlim loy loy delîlim loy
Ez xortê wî gundî me
Emrê min canê te
Bo yara xwe keyfî me
Delîlim loy loy delîlim loy
Bû yara xwe keyfî me
Emrê min canê te
Seyrana li dora gund î
Delîlim loy loy delîlim loy
Seyrana li dora gund î
Emrê min canê te
Bazinê li bin lewendî
Delîlim loy loy delîlim loy
Bazinê li bin lewendî
Emrê min canê te
Ez heyranî vî zendî me
Delîlim loy loy delîlim loy
Ez heyranî vî zendî me
Emrê min canê te
Paşgotin..
"Bila mirov qeytana devê kîsa be zêr û zîvê qelşikê kuwaran nebe!"
Mordem Zel
22/12/2018 Licê
Yorumlar
Yorum Gönder