Pîrozgeha Efsanewî û Serdema Deqyanûs


Li herêma Licê ya Amedê û hawirdorê, 28'ê Gulanê wek rojekî pîroz û cejna xweparastinê tê pêşwazîkirin.

Bi munasebeta salvegera vê rojê, ez ê hewl bidim di vê gotarê de behsa çîroka efsanewî ya bi navê Sadilkêf (Eshab-i Kehf) û serdema Deqyanûs bikim.

DEQYANÛS KÎ YE?

Deqyanûs hukumdarekî pûtperest ê serdema împaratoriya Romayê ye.
Kesekî xwedênenas û zilimkar bûye. Kesên ku li hemberî wî serî netewandine yan wan tecrît kiriye, yan daye kuştin.

Navê bavê wî Qaqenûs e. Qaqenûs, xizmetkarê gorên qralên serdemê bûye û bi qilafetê xwe kesekî qirase û xişin bûye.
Beriya Qaqenûs bimre, behsa gorên qralan ji Deqyanûs re dike. Hukumdar û qralên berê dema mirine tevî zêr û zîv û tiştên xwe yên biqîmet hatine veşartin.
Piştî mirina Qaqenûs, Deqyanûs çend gorên qralan vedike û zêr û zîvên tê de veşartî derdixîne.

Deqyanûs, bi wan zêr û zîvên ku ji gorên qralan derdixîne li ser girekî bilind, derdora wî bi dîwar honandî bajarekî ava dike.
Piraniya hukumdar û qralên serdemên berê, bi qasî hukmê xwe tirsonek jî bûne.

Lewra cihê lê jiyane, bi taybet stratejîk û bilind in. Bajarê Deqyanûs jî li cihekî wisa hatiye avakirin û tenê di aliyekî de rê diçe nav bajêr.

Bajarê Deqyanûs ji erdê 1110 metre bilind, li ser rêya Amed û Çewlîgê, di navbera gundên Celik û Fîsê de, li ser girekî hatiye avakirin û 18 km ji navenda Licê dûr e. Cihê ku bajar lê hatiye avakirin bi sê aliyan ve derdora wî qerqeze û wekî terhê bi şikl û zinaran honandî ye. Ji vê derê re Zarg dibêjin. Zarg (Zag) hemwateyê cihê bilind ango gir û çiyayê serbixwe ye.


Li derdora bajêr çend nawis û sarinc hene. Yek ji wan, nawisa qîza Deqyanûs e. Navê qîza wî Nînûs e. Di heman demê de Nînûs (Nenyas) navê gundekî Licê yê ku nêzikî bajar e. 
Ji bo ku qîza wî, bi germahiya tîrêjên rojê ji xewê hişyar bibe, devê nawisê ber bi rojhilat ve daye çêkirin. Di her berbanga sibehê de tîrêj û zirîqa rojê li devê nawisê dixe.

Piştî Deqyanûs, bajarê xwe ava dike, li kesên ku jê bawer nakin tehda, zilm û zorê dike.

BIHUŞT Û DOJEHA DEQYANÛS

Gundê Firdeys (Firdews) bihûşt, gundê Cinezûr jî dojeha wî bûye.

Gundê Firdeys dikeve başûrê rojhilatê bajar û bi qasî 3 km dûr e. Gûndê Cinezûr jî dikeve rojhilatê bajar û zêdetirî 15 km ji bajar dûr e.

ÇÎROKA EFSANEYÊ


Deqyanûs ji Zarga Fîsê hetanî Kevirê Qer ê li gundê Cinezûr ku navbera wan zêdetirî 15 km heye, avê kiriye meşkan û weke baranê barandiye.

Armanca wî ew bûye ku xwe bi xelkê herêmê wekî xwedavendekî bide qebûlkirin.
Kesên jê bawer nekirine yan daye kuştin yan zîndan kiriye.

Şeş mîrzade û wezîrên wî hebûne. Navê wan, Yemlîxan, Mîsîlîna, Mekselîna, Sazenûş, Debernûş û Mernûs in. Di hinek çavkaniyan de jî navê wan wekî Maxîmîlîan (Mekselîan), Lamblîcûs (Yemlîxan), Martînîan, Dîonysîus, Exacustodîanus û Antonînus tê behskirin. Ev her şeş mîrzade û wezîr jî xirîstiyan bûne. Di hinek çavkaniyan de jî tê gotin birayên hevdû bûne.

DEQYANÛS ÇAWA DEŞÎFRE DIBE!

Rojekî, yek ji mîrzadeyên Deqyanûs Yemlîxan, dema ku Deqyanûs razayî ye nobedariya wî dike. Di qesrê de pisîngek kedîkirî hebûye, ev pisîng, dema Deqyanûs di xewê da bûye pil dike ser nivînên wî û bi refleksek veciniqî ji xewê radibe.

Yemlîxan vê rewşê ji hevalên xwe re vedibêje û baweriya wan pê çê dibe ku Deqyanûs kesekî zilimkar û sextekar e.

Her şeş ciwan bi pêşengiya Yemlîxan ji bo nebin qurbana egoyên wî serî radikin û bajar diterikînin.

Piştî serîrakirina ciwanan, Deqyanûs fermana girtina wan derdixe. Her şeş ciwan têne girtin û hetanî xwedavendiya wî pipejirînin li gundê Cinezûr têne zindankirin. (Cinezûr cehnema wî bûye)

Di ser girtina wan de demekî derbas dibe lê, ciwan ji biryara xwe nayên xwarê û bi paş ve gav navêjin. Her şeş ciwan, di navbera xwe de şêwra xwe dikin û bi plansaziyekî ji zindanê derdikevin ber bi çiyayê Mewkoyan ve diçin. Çiyayê Mewkoyan ji bakurê gundê Comelaş destpê dike, hetanî bakurê gundê Enehîr û başûrê gundê Şelê didome. Comelaş li ser Licê ye, Enehîr û Şelê jî li ser Hênî ne.

Zêdetirî 20 km dimeşin û digîjin binê gundê Dêrqamê. Li wê derê rastî şivanekî bi navê Kefeştetayûş tên. Ji tî û birçîna bêhal dikevin û bîstekî li ber şivan bêhna xwe didin, şivan nan û ava xwe bi wan re parvedike û ew jî ji şivan re behsa zilm û sextekariya Deqyanûs dikin. Şivan ji wan re dibêje; "ger hûn bixwazin ez jî hevaltiya we bikim, ez ê şikeftekî spartinê nîşanî we bidim."

Daxwaza şivan qebûl dikin û şivan tevî kûçikê xwe (Qutmîr) tevli wan dibin û diçin li çiyayê Mewkoyan di şikeftekî de bi cîh dibin. 

Piştî demekî ku Daqyanûs pê dihese ciwan li çiyayê Mewkoyan di şikeftekî de ne, fermana ser girtina şikeftê dide û komekî leşker dişîne ser şikeftê dide girtin.
Leşker, li ser dîwarê şikeftê nivîsekî bizmarî ya weke "Xiyanetkar bi mirinê re rû bi rû ne" dinivîsin û vedigerin.

Her şeş ciwan û şivan di şikeftê de asê dimînin û bi diayan xwe dispêrin xweda ku wan biparêze. Piştî dia kirinê dikevin xewekî dûr û dirêj...

Di navberê de zêdetirî 300 sal derbas dibin, rojekî şivanek ji ber dijwariya baranê diçe bi qasî deriyekî pêşiya şikeftê vedike û xwe dispêrê şikeftê lê, ne şivan wan dibîne ne ew şivan dibînin.

Piştî 300 salan ku ji xewê şiyar dibin, nizanin ku çend dem û dewran di xewê de mane. Her yekî ji wan tiştekî dibêje, şivan ferqdike ku Qutmîr heft cûr li xwe guherandiye, dibêje; "ev elameta cûrên Qutmîr ne ji xêrê ye."

Ji şikeftê derdikevin û derdorê raçav dikin. Mêze dikin, darekî gewdê wê qalind li devê şikeftê heye. Dema darê dibînin, şik û gumana wan zêde dibe.

Pêşengê ciwanan Yemlîxan, bi hevalên xwe re şêwra vê rewşê dikin û biryar digrin ku yek ji wan biçe bajarê Serdê (Serdêr/Newzerk) xwarin û pêxwarinê bîne. Piştî şêwr û mişêwra xwe dikin, Yemlîxan ji bo neyê naskirin kincên şivan li xwe dike û diçe bajar. (Bajarê mijara behsê, niha weke gundekî li ser navçeya Hênî ya Amedê ye. Tirk jê re Seren dibêjin.)

Dema Yemlîxan di sûka bajêr de dimeşe, bala wî dikêşîne ku behsa Îsayê lawê Meyremê tê kirin. Şik û gumanên wî zêde dibin, lê ji tirsana newêra bûye vê rewşê bipirse. Dema ji bo sandina nan diçe firnê, nanpêj li pereyê wî mêze dike ku wêneyê Deqyanûs li ser e. Ji Yemlîxan re dibêje; "Te ev pere ji ku anî, ev pere yê dema Deqyanûs e û derbas nabe!" Yemlîxan asê dimîne û ji mecbûrî rewşê ji nanpêj re dibêje. Piştre nanpêj wî dide girtin û dibin ber qralê serdemê.

Li gor baweriyê, qral jî di baweriya ciwanan de bûye. Dema qral guhdariya serpêhatiya Yemlîxan û hevalên wî dike, baweriya wî çêdibe ku ev mûcîzeyekî ye.
Yemlîxan ji qral re dibêje; "destûr bide min, ez biçim bang li hevalên xwe jî bikim, piştre em ê dîsa werin."

Qral destûrê dide û Yemlîxan, diçe ji hevalên xwe re dibêje ku; Ev demekî dirêje ew di xewê de mane û dem û dewran guheriye. Deqyanûs miriye û dema pûtperestiyê qediya ye. Her şeş ciwan û şivan li wir dia dikin û dîsa di şikeftê de wenda dibin.

Dema di şikeftê de wenda dibin Qutmîr jî bi dû wan dikeve. Şopa linga Qutmîr hê jî li ber devê şikeftê xuya ye.

Piştî vê serpêhatiyê her sal di 28'ê meha Gulanê de şêniyên herêma Licê û derdorê diçin şikefta çiyayê Mewkoyan serdaniya heft ciwanan dikin û ji wan re dia dikin.

Tê îdakirin, di dinyayê de 33 pîrozgehên bi heman navî hene û hema hema di hemû versiyonan de serpêhatî wek hev in.

Heta niha li ser bajarê Deqyanûs û efsaneya çiyayê Mewkoyan, lêkolînekî baş nehatiye kirin. Her çiqas li gelek cih û welatan pîrozgehên bi heman navî hebin jî delîlên wek Licê li cihekî din tune ne.

Di derbarê bajarê Deqyanûs û efsaneyê de çavkanî û delîlên berbiçav hene ku didin nîşan çîrok li Licê qewimî ye.

Li ser vê efsaneyê, mînaka herî kevn, di destana Mahaharata û di 17'mîn pirtûka Mahaprasthanika Parva de derbas dibe.
Di destanê de tê gotin 7 kes û kûçikek digel birçîbûnê li hemberî qraliyeta Deqyanûs pişt dizivirînin dinyayê û xwe dispêrin bextê çiya..
Ev çîroka efsanewî, di serdema yekem a baweriya Xirîstiyaniyê de çîrokek girîng bû, lê piştre Heft Razayî ji ber sedemên nayên zanîn di baweriya Xiristiyanan de ji wateya xwe dûr ket.

Di îslamiyetê de jî bi navê Eshabê Kehf (Qelşa Şikeftê) di sûreya Kehf de derbas dibe û di çanda îslamiyetê de cihekî girîng digire. Di sûreya Kehf ayeta 17'de dibêje (Resûlê min te bidîta, dema roj davêje tîrêjên wê li aliyê rastê, dema diçe ava li aliyê çepê dixe û bi dilekî rehet di xewa xwe de ne.

Li gor pênasekirina di Quranê de ku dibêje "Dema roj derdikeve, li aliyê rastê şikeftê dixe, dema ku diçe ava li aliyê çepê dixe” di nav 33 cihî de tenê şikefta çiyayê Mewkoyan îşaret dike.
Her çiqas ayeta quranê bide nîşan ku efsaneya rastî li Licê ye jî bi zanatî kes behsa Licê nake.

Dema mijar Kurd û Kurdistan be mixabin îslamiyet û ayetên quranê jî tên binpêkirin.

Hetanî sala 2015'an jî tevî rê û kolanan, bermahiyên bajar û qesra Deqnenûs hebûn lê piştî sala 2015'an dewletê qereqolek li ser ev bajarê dîrokî çêkir û navê Baregeha Binke ya Deqyanûs lê kirin e.

Nîşe: 
Navê Yemlîxan û Kûçikê bi navê Qutmîr hema hema li her gundê Licê li zarokan hatine danîn û hetanî roja îro jî ev herdû nav têne jiyandin.

Mordem Zel
28/05/2019 Licê

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

TAYBETMENDIYA KEVIRA KIR

KELEŞO NÛ BI DARO