TAYBETMENDIYA KEVIRA KIR
TAYBETMENDIYA KEVIRA KIR
Ev gotara li ber destê we, ji çavkaniyên dîrokî û berhevkariyan bêtir dê we bide fikrandin!
Bi xwendina vê gotarê, dibe ku hin tişt di serê we de zelal bibin û we bigînin hin rastiyan.
Mijara ez ê pê behsbikim, têkildarî kevira Kir, Kirs, Kils an jî Qels û navên hin bajar û herêmên Kurdistanê ye..
Her çiqas di derbarê dîroka navê hin bajarên Kurdistanê de çavkaniyên zelal tune bin jî, meriv dikare bêje navê war û wargehên Kurdistanê, dem bi dem ji aliyê serdest û dagirkeran ve hatine guherandin.
Hin nav jî hene li gor devokên herêmî bi demê re hatine guhertin û ji wateya xwe hatine dûrxistin bêwate bûn e.
Mînaka herî berbiçav navê bajarê Amedê, Diyarbakir e.
Di dîrokê de, navê bajar gelek caran hatiye guhertin. Herî dawî ji aliyê dewleta tirk ve navê Diyarbakir lê hatiye kirin.
Li gor çavkaniyên dîrokî, kevirên herî binke yên bedena Amedê (Sûr) beriya 9000 salan ji aliyê Hûriyan ve hatine lêkirin û piştre medeniyetên din lê zêde kirin e.
Sûr ango Bedena Diyarbekir di dinyayê de piştî Sedda Çînê, ya herî dirêj û saxlem e.
Wekî li jor min pê behs kir, di derbarê navê bajêr de gelek nav têne gotin lê ya herî balkêş navê Diyarbakir e!
Gelo navê Amedê çawa bû Diyarbekir û navê Diyarbakir ji ku derket?
Wekî tê zanîn di serdemên borî de navê bajarê Amedê, cûda cûda hatiye bilêvkirin.
Di qevda xincera hukumdarê Asûriyan ê bi navê Adad-Nirayî de navê bajar weke Amîdî-Amedî hatiye nivîsandin.
Di serdema Împaratoriya Roma û Bîzansiyan de bi awayekî Amîd-O'mîd-Emîd-Amîde derbas dibe.
Bi boneya keleha Amedê bi kevirên bazalt ê reşik û nuxtomuxto hatiye çêkirin weke Amîda Qer (Kara Amîd) jî hatiye bilêvkirin.
Di dema desthilatdariya Ereban de navên "Diyār" (ديار) û Bekr " (بکر) weke "Diyâr-i Bekr" anîne ber hev. Piştre "Diyar-i bekr" ango "Diyarbekir"; heta dawiya serdema împaratoriya Osmaniyan wek navê herêmê hatiye bikaranîn.
Lê, piştî Diyarbekir di sala 1867'an de statuya eyaletê digire, navê navendî, yanî Amed êdî zêde nayê bikaranîn û weke sencaxa navendî navê (Diyar-i Bekr) yanî Diyarbekir tê bikaranîn.
Başe, wê çaxê bingeha navê Diyar-i Bekr çi ye û tê çi wateyê.
Dema bajar tenê li nav Sûrê bûye, ji herêma derê kelehê re "Derbikir-Diyarêbikir" hatiye gotin. Yanî "herêma kevirî". Bi Tirkî tê wateya "Taşlık Bölge"
Herêma Amedê, herêmeke bi kevir e, her çiqas piraniya van keviran cûreyên kevira bazalt bin jî, kevira kir jî li herêmê heye. Li hin herêmên din ji vê kevirê re weke kevira Qels-Kils-Kirs jî tê gotin.
Kevirek spigewr û sivik e. Di heman demê de kevirek nerm e û ji bo neqişkirinê jî guncan e.
Li ser Sûra Amedê, gelek neqş û figurên serdemên berê hene. Ev neqş û fîgur bi taybet li ser vê kevirê hatine neqşkirin.
Qismek xwecihiyên bajarê Amedê, ji keleha Amedê re bedena Diyarbekir jî dibêjin.
Dema bajarê Amedê, li nav Sûrê bû, gundê Elîparê weke gund girêdayî nav Sûrê bû. Li vê derê dêrekî bi kevirên kirsî hatiye çêkirin hebû. Ji vê dêrê re Dêrbikir dihat gotin. Yanê Dêra bi kevirên kir hatiye çêkirin.
Der, Dever, Diyar û Herêm di heman wateyî de têne bikaranîn, weke mînak; Derekî bi kevir û herêmekî bi kevir heman tişt rave dikin. Yanî Der-bi-kir û Diyarê-bi-kir di wateya herêma kevirên kir de hatiye gotin. Ev jî îhtîmala ku Diyarbekir navê xwe ji vê kevirê û herêmê bigire zêde dike.
Têkildarî kevira "kir" navên hin jîngeh û bajarên din jî hene. Weke nimûne, Kir-manşah, Kir-cews, Kir-boran, Kir-kûk û hwd. Lê mixabin peyva KIR ku bingeha van navane ji aliyê gelek kesan ve bi awayeke KER tê telafûzkirin. Halbûkî navê tu jîngehekî jî bi navê KER'ê re têkildar nîne.
Navê hin zaraveyên zimanê Kurdî jî têkildarî vê kevirê ne. Weke mînak; Kir-mancî, Kir-dasî, Kir-mançkî, Kir-dkî.
Her weha farisî ji vê kevirê re Kirs, sumerî Gir, Îbranî Kir, Kurd jî Kils dibêjin.
Li her deverên Kurdistanê mirov rastî vê kevirê tê, lê bi taybet li herêma Amed, Mêrdîn û Botanê zêde ne.
Wekî min got, gelek bajar, navçe, gund û herêmên Kurdistanê hene bi îhtîmaleke mezin navê xwe ji vê kevirê girtin e.
Yek ji van bajaran, navçeya Mêrdînê Kirboran e. Pekî Kirboran tê çi wateyê?
Weke min got, Kir, cûreyekê kevirê ye. Boran jî, di wateya bihûrandinê yan jî derbasbûnê de tê bikaranîn.
Li ser rêyên karwanan derbasok ango neqebên borandinê yê bi kevir û zinar gelek in. Navçeya Kirboranê jî, li berpala neqebekî borandinê hatiye avakirin. Bi îhtîmalekî mezin navê Kirboranê, ji devê karwanan ma ye.
Wateya navê Kircewsê jî, nêzîkê wateya navê Kirboranê ye. Wekî min rave kir, Kir cûreyekî kevirê ye. Cews, ango Cewseq jî, ji axa bi toz û gevzik re tê gotin. Rê û toz, herdû jî têkildarî karwaniyê ne. Rêyên ku karwan tê de derbas dibin bi toz û gevzik in. Ev toz û gevzik jî, bermahiya kevirên kir in. Kir û Cews, Kircews
Her weha Kirkûk, di wateya kevira bingehîn a Kir de ye.
Kirmanşah jî, di wateya şahê kevirên Kir de ye.
Wekî din Şekir, Kirmorî, Kiras, Kirfît, Kirêc, Kiremît, Kiran, Kirko û Kirşo jî navê xwe ji kevira Kir digirin.
Kiremît: Rastiya navê Kiremîtê Kiramê ye, yanî kevira mê. Ji bo nanê baş sorkirî jî Kirmît tê gotin.
Kir-an: Meriv hema hema li her deverên Kurdistanê rastî navê Kiran tê. Ev nav bi taybet ji bo navê gund, mezre û herêman tê bikaranîn.
Kir-ko: Navê çiya ye, di wateya Çiyayê Kevirê kir de tê bikaranîn.
Kir-şo: Li hin herêman ji bo serşokê, Kirşo an Kirşok tê gotin. Berê însanan di nav xwezayê de xwe dişûştin. Ji bo cihê ku xwe lê bişonin nebe çamûr tehtekî ji kevira kirsî ya mezin davêtin erdê û xwe li ser dişûştin. Di heman demê kincên dihatin şûştin jî li ser vê kevirê dihatin şonikkirin. Kir-Şo-nik.
Mirov dikare li ser van mînakên min da zêdetir jî kûr bibe û lêkolîn bike.
Mînak; Kird, Kurd, Kirdistan, Kurdistan!?
Mordem Zel
23.08.2019 Amed

Şe-kir, yek ji şîraniya ku navê xwe ji kevira kir digire. Ji xwe ev kevir bi xwe weke şekir qels e. Dişibe heriya dimsê
Kir-morî: Bi taybet Kirmoriyên herî biçûk hêlîna xwe di nav du tehtên kevira kir ên li ser hev de çêdikin.
Kir-as: Her çiqas di vê serdemê de kiras weke bincil bê zanîn jî, di eslê xwe de navê kincê kurdan ê gelemperî Kiras e.
Kir-êc: Peyva kirêc ji bo kevira mehûkirî ku dibe toz tê gotin. Tirkan ji ber vê peyvê peyva Kîreç çêkirine.
Kir-morî: Bi taybet Kirmoriyên herî biçûk hêlîna xwe di nav du tehtên kevira kir ên li ser hev de çêdikin.
Kir-as: Her çiqas di vê serdemê de kiras weke bincil bê zanîn jî, di eslê xwe de navê kincê kurdan ê gelemperî Kiras e.
Kir-êc: Peyva kirêc ji bo kevira mehûkirî ku dibe toz tê gotin. Tirkan ji ber vê peyvê peyva Kîreç çêkirine.
Kiremît: Rastiya navê Kiremîtê Kiramê ye, yanî kevira mê. Ji bo nanê baş sorkirî jî Kirmît tê gotin.
Kir-an: Meriv hema hema li her deverên Kurdistanê rastî navê Kiran tê. Ev nav bi taybet ji bo navê gund, mezre û herêman tê bikaranîn.
Kir-ko: Navê çiya ye, di wateya Çiyayê Kevirê kir de tê bikaranîn.
Kir-şo: Li hin herêman ji bo serşokê, Kirşo an Kirşok tê gotin. Berê însanan di nav xwezayê de xwe dişûştin. Ji bo cihê ku xwe lê bişonin nebe çamûr tehtekî ji kevira kirsî ya mezin davêtin erdê û xwe li ser dişûştin. Di heman demê kincên dihatin şûştin jî li ser vê kevirê dihatin şonikkirin. Kir-Şo-nik.
Mirov dikare li ser van mînakên min da zêdetir jî kûr bibe û lêkolîn bike.
Mînak; Kird, Kurd, Kirdistan, Kurdistan!?
Mordem Zel
23.08.2019 Amed
Yorumlar
Yorum Gönder