Dîrok û Çîroka Gundê Husênikê
DÎROK Û ÇÎROKA GUNDÊ HUSÊNIK
Husênik, ango bi navê kevnare Qulî, gundek dîrokî û kevn e. Dikeve başûrê rojavayê Licê. Ji Licê 15 km, ji Amedê 78 km dûr e. Di nav gundên Licê de yek ji gundê herî kevn û dîrokî ye.
Bi navê Goma Çelebî mezreyek wê heye.
Gundê Husênikê, serê pêşî beriya zayînê di navbera 3000 û 1260'an da di serdema jiyana şikeftan da bi mirovahiyê ra hatiye nasîn. Li gundê Husênikê gelek şopên ber bi çav ê ji serdema çakûç û bizmar hene. Li gund bermahiya herî ber bi çav Nawis e. Nawis, Şikeft, Qul û Hûr di heman wateyê da ne. Tê zanîn kevira bingehîn a Sûrên Amedê ji aliyê Hûriyan ve hatiye lêkirin. Di heman demê da xelkê ku ewilî li herêma Licê bi cih bûne yek jê Hûrî ne. Hûrî, ji civaka ku di Hûr, Qul, Şikeft û Nawisan da jiyane ra tê gotin. Her weha navê xwe ji hunera xwe ya kolandinê girtine û weke Mîtanî, Ûrartû, Medî û Persiyan, ew jî bavkalikê Kurdan in. Hûrî, Qulî, Şikeftî û Nawisî hemwate ne. Piştî jiyana Qul û Şikeftan li herêmê jiyana xaniyên hişkeber a xicîkî destpê dike. Li herêma Serê Bîrê xirabe û şopên ji van xaniyên hişkeber ên kevnare hatine çêkirin hene. Li Serê Bîrê û Berê Nawisê xirabe û mezelên kevn hene. Ji bilî vana li herêmên wek Kevirê Kewan, Heslanî, Kevirê Reş û Newala Goman jî xirabeyên ji serdemên berê yê dîroka wan nayê zanîn hene.
Di derbarê jiyana gundiyên Qulî da zêde şopên berbiçav tunene meriv lê zêde bike lê Nawis bermahî û çavkaniya herî zelal e.

Di derbarê jiyana gundiyên Serê Bîrê da jî zêde çavkaniyeke zelal tune. Lê li gor gotinên mezinan û şopên berbiçav ê xirabeyan tê fêmkirin, gund ji du taxan pêk hatiye. Di derbarê dutaxbûna gund da rîvayetên têne gotin dibêjin şêniyên van herdû taxan ne ji heman mezhebî bûn e. Digel vê jî tifaqa wan tifaqeke dostanî û bêhempa bûye. Wisa bi hev bawer û bi hev ewle bûne ku tu caran deriyên xwe ji ber hevdu negirtin e.
Gundiyên Husênikê yên berê jî bi xwedîkirina pez û dewaran, bi çerçîtî û bazirganiyê, bi çandina genim û rêncberiya rezan debara xwe kirin e. Rezên Husênikê gelek in û bi nav û deng in.
Gund bi giştî herêmeke çiyayî û stratejîk e. Her çiqas tu şopên ber bi çav ê ji mirovên serdema neolîtîk tune bin jî, gelek şûnwarên wê serdemê li herêmê wek keleh, nawîs, şikeft û sarinc hene.
Li gorî dîroka Kurdên Merwaniyan, di navbera salên 985 û 1086'an ( Piştî Zayînê ) de, dema Entax sencaxa Farqînê bûye, gundê Husênikê jî şên bûye û girêdayî Entaxê bûye. Di sala 1871'ê de, gund bi Licê ve tê girêdan.
Piştî Împaratoriya Romê herêmê bi dest dixe, bi dek û dolaban bêtifaqiyê dikin nav gelê herêmê.
Hema hema piştî sala 1086'an ku Rom li herêmê hukim dikin, bi lîstikên qirêj dixwazin gundên bi kêr perçe bikin û bêtifaqiyê bikin nava wan. Tê gotin di wê demê de Împaratoriya Romê di bin desthilatdariya Keyser de bûye.
Keyserê Romê, bi plansaziyên cûrbecûr qirêj bêtifaqiyê dike nav xelkê heremê. Yek ji wan planên wî yên qirêj jî li ser gundê Serê Bîrê hatiye kirin.
Li gor rîvayetên têne gotin dibêjin; rojekê yekîneyek a leşkerî ya girêdayî Keyserê Romê diçin gundê Serê Bîrê ku ji gundiyan hêkan bistînin. Çiqas hêk di gund de hene distînin û diçin. Piştî ji gund derdikevin plana xwe ya qirêj dikin meriyetê û ji Neqeba Sor vedigerine gund. Hêkên ku ji gundiyan sandine hemûyan dîsa li gundiyan vedigerînin. Armanca wan ew e ku tifaqa gundiyan xira bikin. Ji bo ku hêk ji bo gundiyan sembola pîroziyê ne bi taybet vê dikin. Bi vegerandina hêkan jin û bûkên gundiyan pevdiçin û di navbera wan da xisûmetî çêdibe. Piştî vê plana qirêj, navbera gundiyên Serê Bîrê xira dibe û bêtifaqî dikeve nava wan.
Dîsa li gor rîvayetê tê gotin gund bi vê planê tê xirakirin û wêran dibe. Ji gund, tenê jineke ducanî ya xilas dibe. Ev jin bi eslê xwe ji gundê Tilê bûye û bûka gund bûye.
Piştî xirakirina gund, jinik vedigere gundê Tilê mala bavê xwe. Demekê şûnda xweda lawekî dide kê û navê Husên lê datîne. Husên mezin dibe û dibe xortekî çeleng û bi kêr.

Tê gotin dibêjin; Husên, rojekê bi zarokên gundiyan re pevdiçe û li zarokekî dixe. Piştî vê bûyerê, gundî bi ser mala Husên da digirin, tehdahî û heqaretê li wan dikin. Dibêjinê kes nizane mezelê bavê te li ku ye tu hatiyî li gundê me mêrxasî û heqaretê li zarokên me dikî. Husên ji dayîka xwe re vê rewşê dibêje:
- Dayîka min, ka ji min re bêje bê bavê min kî ye? Çi bi serê wî da hatiye? Mezelê wî li ku derê ye? Gundê me li ku derê ye?
Dayîka Husên jî ji serî heta binî jê re meselê dibêje û ji Tilê bardikin, diçin gundê Husênikê ji nû ve şên dikin.
Ji ber ku gundê Serê Bîrê ji Tilê xuya nake, bavkalê Husên dibêje: "Ji bo em di mereqê de nemînin xaniyê xwe li diyar çêkin, gava çira we vêketî xuya bike em ê bizanibin ku hun sax in."
Di derbarê vê dîrokê de çavkaniyeke zelal tune. Lê, li gor dîroka Entax û Kurdên Merwaniyan di sala 1100'an da di dema xelayê de bûye.
Piştî ku Husên û dayîka xwe ji nû ve gund şên dikin, Husên dizewice.
Tê gotin heft heb law, hebî qîza Husên hebûn e. Her heft lawê Husên jî zewicandî bûn e. Gava ge nangiranî û xela çêdibe, eşîr û mîrên ku li herêmê hêzdar bûne xişir (zêr û zîv) di ber genim û garis de dane. Gava ge karwanên mîr û began di gund da derbas dibin hemû bûkên Husên çi di malê de hene difroşin didin bi xişir û di kuwaran de vedişêrin.

Di derbarê qîza Husên da agahiyeke wisa ji devê mezinan maye..
Qîza Husên bi şivanê Husên ra dizewice, bi vê boneyê şivan jî êdî weke yek ji lawê Husên li gund jiyana xwe didomîne.
Tê gotin rojekî Mîrê Hezroyê bi 40 siwaran ve tê li mala Husên dibe mêvan. Husên jî dizane xwarin û pêxwarineke îkramê mêvanê xwe bike tune. Ji xem û qehran serê xwe dike ber xwe û difikire. Jina wî jê ra dibêje: "Husên! Çima te serê xwe kiriye ber xwe û difikirî? Serê xwe bilind bike. Qey tu mêrê vê rewşê yî? Bi hezaran mêvanên te bihatana serê te bilind bû. Wekî her carê bila serê te bilind be."
Nexwe jina wî hesabê rojên xirab kiriye û zexîre veşartiye. Jina Husên radibe ji mêvanan re xwarin û vexwarinê çêdike û wan bi rê dikin. Piştî mêvan diçin Husên heft bûkên xwe top dike û serê wan dike nav zêr û zîvan û dibêje: "De bixwin! Zêr û zîv nabin şîv û nayên xwarin."
Di wê demê de nangiranî û birçîbûnî li herêmê zêdetir belav dibe. Bandora xelayê li ser malbata Husên jî çêdibe û ji birçîna hemû dimirin, tu kes ji wan namîne.
Piştî Husên, dema dizî û şelihandinê destpê dike. Di wê demê de mîr û begên ku bihêz bûne li gundî û gomiyên herêmê tehdahî û heqaretê kirine û mal û milkên wan talan kirine. Tê gotin rojekê begên aliyê Hênê bi siwarî tên derdora Qişa Qeran û Kevirê Kewan ku diziya Mala Heyderan bikin. Heyder mezinê gundê Kevirê Kewan e. Du heb lawên cêwî yên Heyder hebûne. Yek Elî û yek jî Resûl bûye. Herdû jî du xortên çeleng û egîd bûne.

Gava begên Hênê tevî siwarên xwe diçin diziya Heyderan bikin, Elî û Resûl diçin li pêşiya wan kemîn datînin û siwarekî ji wan dikujin. Piştî vê serpêhatiyê cih û war li wan xira dibe û ji Kevirê Kewan bardikin tên li herêma erdê Qulî xanî çêdikin.
Piştre bûyer û serpêhitiyên bi vî rengî zêde dibin. Heyder, bi malbatên derdorê re tê gel hev û bi hev re danûstandina tifaqê dikin. Piştî danûstandinan biryar digrin ku li hemberî dizî û talanê bibine yek.
Li gor gotinên bav û kalan gundê Husênikê yê niha serê pêşî ji heft malan pêk tê.
Gundê Husênikê ji aliyê hêzên desthilatdar ve sê caran hatiye şewitandin. Cara pêşî, di dema desthilatdariya Keyserê Romê de. Cara duyem di dema serhildana 1925'an a Şêx Saîd û hevalên wî de û herî dawî di 14'ê gulana sala 1994'an de ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatiye şewitandin û valakirin.
ZIYARET
Li gund, sê ziyaret hene. Ji van ziyaretan a herî mezin ziyareta gund e. Jêre dibêjin Ziyareta Diyar. Ziyaret, li tepê gund e. Bawerî pê heye ku duayên jêre bêne kirin qebûl dibin. Gundî bi navê vê ziyaretê sond dixwin.
Ziyareteka din jî di nav mezelên Xeymecan de ku wek ziyaretgaha Eyşo Fato tê gotin heye. Ziyaret, dikeve rojhilatê gund û bi qasî kîlometreyekê ji gund dûr e. Di demsalên cûda de mirov ji bo hêviyê wan bêne cih diçin ben an paçek ji kirasê xwe bi dara ziyaretê ve dikin.
Yek ji van ziyaretan jî, ziyareta Heslanî ye. Ziyaret dikeve rojavayê gund û bi qasî kîlometreyek û nîv ji gund dûr e. Bawerî pê heye ku ji gelek nexweşiyan re dibe derman.
CIHÊN DÎROKÎ
Li herêma gundê Husênikê kelehekî kevnar û dîrokî heye. Keleh, dikeve rojavayê gund û zêdetirî du kîlometreyan ji gund dûr e.
Keleh li ser rêya karwanê xeta Erzerom û Amedê, di navbera bajarê Deqyanûs û Şikeftên Birqleynê de ye.
Li nêzî xirabe û mezelên Şahqulî nawiseke dîrokî heye. Ji erdê 3-4 metre bilind e. Li ser zinareke kilsî hatiye kolandin û wek cihê spartinê hatiye bikaranîn. Di derbarê dîroka wê de agahiyên zêde zelal nînin. Lê tê gotin ku bermahiyekê ji serdema neolîtîk e.
Li Bakur û Rojhilatê Bakurê gund, li sêgoşeya gundê Husênikê, Goma Xicîkan û Pehnavê zêdetirî 10 nawis û şikeftên ji serdema neolîtîk û ji dema nû hene.
NAVÊ GUND
Gund navê xwe ji navê Husên digire. Rastiya navê gund Husênik e. Bi wateya xwe Husênê Piçûk e. Husên wek kesekî hêja û qedirbilind hatiye naskirin. Di piçûkiya xwe de kesekî pir jîr bûye û jê re gotine Husênik.
REWŞA DAWÎ
Piştî şewata 1994'an gund 9 sal vala ma û pîştî van salên zor û zehmet bi vegera çend kesan gund ji nû ve şên bû. Niha li gund zêdetirî 30, 40 mal hene. Hejmara kesên li gund dijîn 60, 70 kes in. Berî şewata 1994'an bi navê Goma Çelebî, Goma Ahmedê Tahar û Goma Mihemedê Narê sê mezreyê gund hebûn. Niha ev her sê mezre jî xirabe û vala ne.
Piştî sala 2010'an hinek şêniyê gund li nav rezê xwe û hinek kesan jî ji gund dûr xanî çêkirin. Wekî bi navê Berê Nawisê, Mala Sebahettîn û Malê Rezan nav li van malan hatiye kirin
Mordem Zel
21 Avrêl 2018
Yorumlar
Yorum Gönder