HELBEST
Dilgozel im
Xortek çê min nas kir do
Go bi kul im bi xem im
Min go tu kî yî Kurdo
Ez go Zel im Mordem im
Go wer min bêhtir binas
Bi hêza çakûç û das
Ez pir mirovperwer im
Dilgozel im Mordem im
Licî me lê bê cî me
Tijî me serhêcî me
Bi hest û ramanên kûr
Ez go Zel im Mordem im
Karkerê çanda xwe me
Bi kêferat ez heme
Şêrek huseynîkî me
Dilgozel im Mordem im
Xweşxwîn im ez li dîrok
Digihe heta Dîlok
Dengê min ji Amedê
Kewgozel im Mordem im
Evîna weletekî
Neqş kir min di qelbekî
Ew dilê çê yê min e
Dilgozel im Mordem im
Ev dil ji te pir memnûn
Ey xortê dil wek gerdûn
Te jî deng kir ne wilo?
Dil go Zel im Mordem im
20.05.2018
Qasimê Xelîlî
Lê Lê!
Ez ê îşev ji te re birêbikim
Çend xewn û xeyalên pînekirî
Çend hêviyên bask şikestî
Û gulbazek ji kulîlkên Zel
Ew kulîlkên stûxwar û çilmisî
Yên bê bêhn û bê reng man e
Ez ê îşev stranek qîr bikim
Bi deng û awaza Zelê Şahqulî
Bi qirika zûha û zimanê giran
Ez ê bêjim lê lê û tu bêje lo lo
28/08/2018
Mordem Zel
ÇAVXWEŞIKA MIN
Çavxweşika min
Di berbanga sibehekî bi xewn û xeyal de
Ew ê dîsa roj hilbê
Ew ê dîsa zirîq û şewqa xwe bide rûyê te yê qemer û gilover
Ew ê dîsa li ber xweşikiya çavên te şermîn bibe
Û ew ê dîsa fedîkar bibe li ber kenê te
Çavxweşika min
Di tarîtiya şevekî zilamet de
Ew ê dîsa heyva çardeşevî bibe şahidê rûkeniya te
Ew ê dîsa stêrk xwe li asîmanên dilê te bigirin
Û ew ê dîsa yek ji wan bê dem û bê wext bişiqite nav dilê min
Mordem Zel
17.07.2019 Licê
LÊ
Di vê şeva qer û hîcran de
Li pişt camê qiyametê
Bi çavên şil
Bi hestên dil
Hêviyên xwe dipêçim li reşahiya asîmanan..
Dixwazim te bibînim di nav stêrkên şewqbadayî de
Dixwazim bi nêrînên xwe rûyê te xêz bikim li asoyê
Lê dibêjim qey xêzkirina rûyê te ew ê bişkîne hêviyên min
Wisa reben
Wisa melûl
Wisa ponijandî
Dikevim nav kûrahiya hestan
Tenê xunavê min dertên
Û tenê te temaşe dikim di nav bêdengiya şewata çavên xwe de..
Li dora xwe dinêrim
Bi dehan çav hene di nav xewekî kûr û dûr de
Li xwe dinêrim
Nema êdî di çavê min xunavek êşê
AMED
Li ev bajarê berxwedêr
Her tişt serobino bûye
Ne di têna rojê de germahiyek ma ye
Ne jî di şewqa wê de hêviyek
Şemalek nemaye, bide mizgîniyek ji xêrê
Kevirên şewitî yên kuçeyên fetlonek bi lome ne
Kevok û kotelên ser xanî û bircan dikin gazin ji ber fehşiyên li vî bajarî
Beq û qîrqîrokên devê çemê Dîcleyê
Kûûûr kûr dinalin di nav xezeba talankerên vî bajarî de
Lê ev bajar
Bajarek berxwedêr e
Bajarek serhildêr e
Baş tê nasîn
Û baş tê zanîn
Bi çalakiya kenê ser lêvên çend mêrxas û egîdan hatiye parastin
Û baş tê zanîn
Bi tayê porê çend çavxezalan hatiye honandin
Ew çavxezal û mêrxasên sed û çar roj û sed û çar şevan bûne taca ser an
Ji bilî fedakariyê êdî tiştek nema ye bê kirin
Li gor û goristanên vî bajarî jî cih nema bê vedan
Ez ê behsa nivîs û neqşên ser kêja qebristan bikim qurbano
Kî dizane ji bo parastina vî bajarî
Keziyên çend delalên dayîkan hatine qusandin?
Û kî dizane similên çend egîdên vî bajarî li ber zeqema zivistanê hatine badan
Naaa, na!
Behsa kîja serborî bê kirin ew ê dawiya wê bi heybet be!
Behsa kîja çîrok bê kirin, ew ê dawiya wê bi heybet be!
Ew ê dawiya wê bi heybet be!
XWEDÊYO!
Ev bû çendik û çend care
Kişandina hesreta kûr dibe para min Xwedêyo!
Ev bû çendik û çend şevin
Di nav xewn û xeyalên pînekirî de xew bi çavên min nakevin
Ev bû çendik û çend rojin
Ji belaya kela dilê rezîl tu min riswa dikî
Ev bû çendik û çend car xwedêyo!
Ev çi hal û çi hewale te ez xistime nav kûrahiya derd û xeman
Ma ji bilî min kes nîne bikêşîne axîn û ofînan
Ma ji bilî min kes nîne bifetise di nav hestên xwe de Xwedêyo!
Dilê ku ji bo qedera xwe bi şev û rojan bendewar maye
Têra çav û biriyê kîja porhinekirî nake!
Êşa ku bi deh salane li ser dil qişam girtiye
Ew ê bi dermanê kî baş bibe
Ew ê kîja çavxezal ji rondikê xwe xunavekî birijîne ser vê birinê
Ew ê kîja çavnebar tayek porê xwe jê bike û li teşiya dil birêse
Nema te min stûxwar kir Xwedêyo!
Nema!
Nema!
Nema!
Mordem Zel
22.07.2019 Amed
VÊ KÊLIYÊ
Aha vê kêliyê
Mîn hew dît heyvekî bilind bû
Li ser gundekî xir û xalî
Şewq û şemal pêça bû
Wek bûka bîst û şeş salî
Aha vê kêliyê
Min dît bûkek xemilî bû
Bi kofiya dorşîn badayî
Sing zozan û gerden zer bû
Ji bo Zel'ê çil û du salî
Aha vê kêliyê
Min dît şevşevokek fir bû
Eşq û evîn jê dibarî
Bi kelecan û şaşwaz bû
Mizgîniyê ji Zel re anî
Aha vê kêliyê
Min dît perperokek şûj bû
Wek teyrêbaz difirî
Çû bi dilê xwe geriya bû
Hat li ser dilê Zel danî
26.09.2018 Licê
Mordem Zel
Rêwiyê Dêrsimê
Car caran dibin rêwî
Dibezînim hespê şewqbadayî
Car caran dibim sêwî
Dikevim stûyê gerdenmorî
Car caran dibim hêvî
Dikevim dîwana dayîka fatma
Car caran dibim asî
Li wargeha dewrêş cemal a
Car caran dibim Minzûro
Diherikim li hawirdorê
Car car wekî Dûzgino
Dibim sonda qesemê
Car caran dibim pezkovî
Dibezim li çiyayê Zel
Car caran dikim qaqibo
Dixwînim wekî kewê zer
Car car dibim şagirtê pîran
Dilorînim li Axdatê
Car caran dibim stran
Qerîn dikim li xozatê
16.08.2018 Xarpût
Mordem Zel
ÇARÎN
Di dîwana helbestvanan de
Min tu dît bi çavên xezalî
Tu bûyî teqemeniya hestan
Di eniya min de teqiyayî
ÇARÎN
Vê kêliyê..
Karwanek bê siwar im
Li ser rê û dirban dinalim
Rêwiyê şev û rojê me
Di kaniya çavan de dizarim
ÇARÎN
Bayê evîna te,
Dîsa dîn û har bûye,
Dipekîne min,
Ber bi ezmanên tarî ve..
Delalê
Ez ê îşev..
Bi teşiya dilê Delalo
Werîsekî dûr û dirêj birêsim ji Delala dilê xwe re
Ez ê îşev..
Dilê Delalo bikim ferqatekî ji barê evînê
Û li ser pişta hespê boz girêbidim
Ez ê îşev..
Kul û keseran bipêçim û bikim boxçeya evînê li ser zînê derd û xeman
Ez ê îşev..
Dilê xwe bikim serbarek ji barê heskirinê
Û li ser pişta hespê şewqbadayî ber bi îhtîşama Delala xwe ve birêbikim
Û ez ê îşev..
Bi gulbazek sorgul
Û bi destegulek kulîlkên Zel
Dîwarê dilê Delala xwe bixemilînim
Mordem Zel
DELALÊ
Ez ê îşev, bêrîkirina çavên xezalî û lêvên lerzok ji ferhenga
dilê Delalo derxînim!
Û ez ê hespê rewan ber bi ferhenga bêxemiya dilê Delalê
ve bibezînim..
Ez ê îşev, mûcîzeya heskirina rûyê şermok û devê nermok ji
ferhenga dilê Delalo derxînim!
Û ez ê berê tûr û kevanê xwe ber bi ferhenga dilsariya
dilê Delalê ve biavêjim..
Ez ê îşev, bûyera xwepêşandana bêrîkirinê bi dirûşmên
neavêtî têxim ferhenga dilê Delalo!
Û ez ê çalakiya kenê ser lêvan li dar bixim digel xemsariya
rûyê Delalê..
02.08.2018
D E L A L Ê
Çi bikim Delalê!
Reşîşên çavên min bûne teyrik û tofan
Li asîmanên dilê te,
Lê tu tenê nebûyî xunavek
Ji çaviyên dilê min re...
Çi bikim Delalê!
Pênûsa dilê min şikestiye
Nikare derdê Delalo binivîse.
De tu bêje ji kerema dilê xwe re..
Çi bikim Delalê!
Ez ne hêjayî gotinek mûcîzewî
Û ne hêjayî çavên qehweyî me,
Lê ez layikqê bûyera heskirina te me...
Çi bikim Delalê!
Mû bi zimanê te ve nehatê!
Kuliyên zimanê min xarine,
Rondik dibarînin
Ser eşq û evîna Delaloyê te de...
De bêje Delalê!
Ka ez mirina çavên reş û belek bûm!
Ka ez mûcîzeyê dilê rezîl bûm!
Ka ez zêr û zîvêm stûyê xwar bûm!
De bêje Delalê!
Edî ez nikarim bînim zimên,
De tu bibe zimanê Delalê xwe
Û bêje
Tu Delalê min î
Û bêje
Ez Delala te me
20.05.2018 Licê
Mordem Zel
Delalê
Sed xwezî
Li ser bejn û bala te kirasekî çiftexas bûma
Bila hezar salan li ser dezgeyên dilê te li benda perçebûnê bûma!..
Sed xwezî
Di rondikên çavên te yê reşbelek de hêstirek ji agir bûma
Bila bi hezar salan li benda tefandinê bûma!..
Sed xwezî
Nexweşekî bê derman li ber mirinê bûma
Bila nexweşê bedewi û Delal'iya te nebûma!..
Sed xwezî
Hezar şev û şevbuhêrkên bê xewn û xeyal di ser çavên min de derbas bûya
Bila ez miriyê dîtina çavên te yê xezalî nebûma!..
22.09.2018 Amed
Mordem Zel
Delala min
Delala min...
Ka ji min re bêje
Kîja hevok li ber bedewiya te
Ji wateya xwe dûr nakeve?
Û kîja çirûsk
Li ber bayê kenê te natefe?
Delala min..
Ka ji min re bêje
Şewqa çavên te yê xezalî
Li qontara kîja çiyayê asê
Di berbanga sibehekî de
Bi tên û germahiya rojê diavêje?
Delala min..
Ka ji min re bêje
Hineya kîja terh û zinar
Bi qasî rengê dilê Heyrano
Rengîn kiriye porê te?
Û terş û goga kîja dem û dewran
Ber bi dilê te ve hatiye şeqandin?
Delala min..
Ka ji min re bêje
Çend Mordem
Û çend Zel hene ku
Şopa lingê wan
Li peravên çemê dilê te
Bi navê Delalo hatine nivîsandin
04/08/2018 Stembol
Mordem Zel
Hêvî
Di vê şeva qer û hîcran de
Li pişt camê qiyametê
Bi çavên şil
Bi hestên dil
Hêviyên xwe dipêçim li reşahiya asîmanan..
Dixwazim te bibînim di nav stêrkên şewqbadayî de
Dixwazim bi nêrînên xwe rûyê te xêz bikim li asoyê
Lê dibêjim qey xêzkirina rûyê te ew ê bişkîne hêviyên min
Wisa reben
Wisa melûl
Wisa ponijandî
Dikevim nav kûrahiya hestan
Tenê xunavê min dertên
Û tenê te temaşe dikim di nav bêdengiya şewata çavên xwe de..
Mordem Zel
14/07/2019 Xarpêt
Vê sihorê
Di nav bêdengiya te de
Bi çavên xilmaş
Li stêrkên ezman temaşe dikim
Bê ka tu kîja yî?
Şewqa rûyê te di kîja de ye?
Û ew ê kîja te bîne xewnên min!
Mordem Zel
***
Di nav şewatekî de wekî rê me
Dûv dirêj û bi fetlok im
Xweza bi min şanaz dibe
Ez bi xwezayê jehrî dibim
Di nav qirêjiyekî de paqijî me
Dibiriqim weke ava spî
Û mîna ava Zel
Diherikim
Di nav toz û gevzikê de
Dasiyek stûxwar im
Dilerizim li ber bayekî dijwar
Dibim bablîsoka havînê
Di ezmanê reş û tarî de
***
Şeveka tarî
Li nav bêdengiya xiyalên te
Bi kilamên dengbêjan
Şiyar dibim ji xewka şîrîn
Şeveka zilûmat
Bê deng, bê awaz
Navê te diqîrin
hemû dengbêj
Şevereş e
Ronahî wekî xiyalek e
Û bi tenêtiya xwe
Di nav hemêza şevê de
Xwe li pêsîra tariyê digirim
07/10/2018
Mordem Zel
Yorumlar
Yorum Gönder