Ana içeriğe atla

Govend û Stranên Kurdî 2


GOVEND Û STRANÊN KURDÎ -2



Bêguman dîroka Kurdistanê di warê çandî de dîrokek têr û tije ye

Yek ji van çandên pîroz jî çanda reqs û govendê ye. Wekî di beşa yekem de jî min behs kiribû, gelek stranên bav û kalên me hene ku li ber rîtm û ahenga wan reqs û govend hatine girtin û di roja me ya îro de hatine jibîrkirin.

Heta 30, 40 sal berê jî di şahî û dawetan de govend û dîlan bi neqilkirina wan stranan dihatin girtin.

Di dawetan de xortên çeleng û mêrxas mil didane milê hevdû û bi eşqa koçekvaniyê diketin reqsê.
Reqs û govendê sê roj û sê şev dewam dikirin.

Dîsa di şahî û dawetan de bûkên xêlîsor û kofîzer siwarê hespê rewan dihatin kirin û bi neqilkirina stranan dibirin mala zava.

Vê çanda bav û kalan li herêma Licê jî heta salên 80'an dihat domandin, lê hezar mixabin di roja me ya îro de bûye amûrê bercewendperest an.

Di vê bêşê de jî di heman çarçoveyê de ez ê behsa serpêhatiyên hinek klamên ku min ji devê Xalê Mihemêdê Huseynîkê bihîstiye bikim.

(XALÊ MIHEMED KÎ YE?)
Xalê Mihemed, di sala 1945'an de li gundê Huseynîk hatiye dinê, navê dêya wî Gulo, navê bavê wî Mehmûd e. (Mehmûdê Huseynê Şerîf)
Bavkalê wan ê mezin Şaban berî 200 salan ji gundê Nederan (Tawzê) ya Dara Hênê koçî gundê Huseynîka Licê kirine. Bîra Xalê Mihemed, digel temendirêjiya wî gelek kûr û xurt e. Dawet û şahiyên berê ku di zarokatiya xwe de şahidiya wan kiriye yek bi yek bibîrtîne û dibêje.
.....

(HEYRANO)
Xalê Mihemed behsa klama Heyran wisa dike..

Gava Nihikê (Naîme) ji gundê Fîsê ji Hecî Ehmed (Feqî) re anîn em zarok bûn. Dawiya meha Cotmehê bû, êdî milet ji ser rezan hatibû. Em çûn rezê Kevirê Guran eftika tiriyê me xwar û em çûn pêşiya bûkê sekinîn. Me mêze kir di rêya karwanan de bûkê li hesp kirine û Hecî Dewrêş deng li klamê kiriye û dibêje. Heta em hatin gund klama wî neqediya..

Heylo heyrano lo lo
Hespê heyrano way way
Heyranî dayê lo lo
Heyranî dayê way way
Bûkê anîne lo lo
Ber pira çayê way way

Heyran heyrano lo lo
Dîsa heyranî way way
Çemê mêrgê bi bî ye
Binê mêrgê bi bî ye
Siwar têne bi hêdîye
Pirs kir mala feqîye

Dîsa heyrano lo lo
Heyranî dayê way way
Hespê heyranî lo lo
Hespekî boz e way way
Xwestiya heyranî lo lo
Yeka çav zer e way way

Heylo heyrano lo lo
Sedcar heyranî way way
Hespê heyranî lo lo
Hespekî gewr e way way
Xwestiya heyranî lo lo
Yeka qemer e way way

Heylo heyrano lo lo
Heyran heyrano way way
Serê Huseynîk bi dar e
Binê Huseynîk bi dar e
Siwar hatin bi xar e
Pirsîn mala muxtar e

Heylo heyrano lo lo
Dîsa heyrano way way
Serê Fîsê bi bî ye
Binya Fîsê bi bî ye
Siwar têne ji Zargê ye
Çûne mala Feqî ye

Heyran heyrano lo lo
Heyranî dayê way way
Hespa heyrano lo lo
Hespek spî ye way way
Heskiriya delalo
Yeka del û dîn e way

Dîsa heyrano lo lo
Hespê heyranî way way
Hespê heyranî lo lo
Hespekî reşe way way
Xwestiya heyrano lo lo
Yeka çavreş e way way

Heyran heyrano lo lo
Dîsa heyranî way way
Hespê heyranî lo lo
Hespekî şîne way way
Xwestiya heyrano lo lo
Yeka çavşîn e way way

....

(FATIMÊ-MAMEDO)
Wekî tê zanîn di çanda hunerî ya muzîkê de klamên bi navê Mamedo zêde hene lê klama Liciyan a Mamedo bi şêweyekî cûda tê gotin.
Xalê Mihemed digot; Şevekî ez û diya xwe çûn Kaniya Birim avê, hê ez piçûk bûm, havîne êvare me mêze kir Hecî Ehmed û Mihêmedê Şêxo bi baniya beyderan ketine, de xortin serxweşin, qolê (çeng) xwe hel kirine û li ser Fatika mamê min klama Fatimê û Mamedo dibêjin. Yek dibêje yê din li dû dubare dike.

Herê hey nayê herê hey nayê
Serê min dêşê qeyra min nayê
Eyşê lê korê Fatê nemayê
Dermanan çêkin ji bez û şevayê

Herê mamedo meçe zozanan
Mamedêm kuştin bi kêr û cozanan
Herê hey nayê herê hey nayê
Serê min dêşê qeyra min nayê
Eyşê lê korê fatê nemayê
Dermanan çêkin ji bez û şevayê

Herê mamedo meçe camiyê
Mamedêm kuştin eyda rojiyê
Fincanê qehwê yeka mûmiyê
Herê hey nayê herê hey nayê
Serê min dêşê qeyra min nayê
Eyşê lê korê fatê nemayê
Dermanan çêkin ji bez û şevayê

....

(XALÊ HECÎ)
Xalê Miheme behsa klama Xalê Hecî wiha dike..
Belqika (Belqîse) qîza Sadiq û mêrê xwe bihevnekiribûn û ji hev qetiya bûn. De jinebî bûn û wê anîn ji Mihê Qîza Sadiq re.
Digot mêrê wê yê ewil Hecî bûn û Belqikê li ser mêrê xwe yê berê klamekî çêkiribû û digotin;

Vana vana vana vana
Vana vana xalo hecî
Xalo hecî tê ji nav daran
Teres hecî tê ji nav daran

Xalê hecî tê ji nav daran
Bû teqînê enextaran
Xalê hecî tê ji diyaran
Bû xurmêna enexteran

Xalê hecî ewa neke
Beyta şerîf betal neke
Xalê hecî ewa neke
Fîsê li min heram neke

Xalê hecî tê ji mixerê
Gohê wî wek gohê kerê
Hûnê lêkin cila kerê
Berî bidin ser beyderê

.....

(HERÎKENDKÊ)
Xalê Mihemed behsa serpêhatiyeke jin û revandinê wiha dike.

Di demên borî de keçikek rind û bedew hebû di gundê me de, navê wê Fexriye bû lê jê re Fexê dihat gotin. Wekî tê zanîn li her deverê Kurdistanê wek çandekî navên herkesî xwar tê gotin.

Yekî bi navê Mistê Elê Mûso jî hebûn ji gundê Cinezûr bûn, Misto dil xistibû Fexê lê dilê Fexê jê re tune bûn.
Emika meta Fexê jî li ber Mala Elê Mûsoyê Cinezûrî zewicandî bûn, di heman demê de damariya Xelê Esker bûn, (Xelê Esker kesekî navdar bûn di gundê Cinezûr de)

Emika meta Fexê ji bo wê bixapîne tê mala bavê xwe. jê re dibêje welle Fexê xaniye we hatiye berdan em biçin ji herîkendkê hinek heriyê (Ax, Xak, Xwelî) bînin em têdana xaniyê we bikin.

Fexê jî dibêje qey bi rastî dixwaze alîkarî bike, lê armanca Emikê Fexê bixapîne û wê bike dafikê. Netîce Fexê dixapîne û diçin herîkendkê ku heriyê bînin..
Gava diçin herîkendkê Misto jî wek xinzîr xwe li binê deviyê datîne.

Gava vana biliyê heriyê dibin, Misto ji bin deviyê derdikeve ku Fexê bigre û birevîne. Fexê çawa çav bi Misto dixe hewar û fîgan dike û direve, "Serîyo tu bi qurbana lingan bî" (Ev gotinek navdare li Licê) û serberjêr dike xwarê.

Gava Fexê direve yekê gundiyê me bi navê Mihê Qîza Sadiq wê çaxê li wir cotyarî dike, wê dîbîne û dibêje;
Fexê, Fexê! Çi bû çi qewimî?
Ji tirsa Misto qet deng jî naçe Fexê.
Mihê Qîza Sadîq dev ji ga û misasê berdide û bazdide. Emik û Misto çawa çav pê dixin û didin qûna qiyameya diyarê terhê û direvin, hey diçin û hey diçin.

Piştî vê serpêhatiyê xwedê rehma lê bike, Xalê Huznî stranekî şehwanî li ser wan çêkiribû û digot;

Serê herîkendkê bi çilo ye
Binê herîkendkê bi çilo ye
Tûmanê Fexikê no ye
Emikê bankir Misto ye

Serê Husênik bi dar e
Binê Husênik bi dar e
Fexê kiriye hewar e
Misto revî bi diyar de

Serê Cinezûr bi garis e
Binê Cinezûr bi garis e
Misto çavê te kor be
Tu ji Fexikê bitirse

Serê herîkendkê bilind e
Binê herîkendkê bilind e
Fexê Misto nastîne
Emik çû wê bixapîne

....

(DELÎL HEYRAN)
Xalê Mihemed, behsa strana Delîl wiha dike..

Xalê Hiznî dil xistibû Nazika qîza Hecî Mistefa, lê Hecî Mistefa Nazikê nedidanê. Li ber deriyê wan tim li ser Nazikê şer û şabaş dihat kirin.
Xalê Hiznî jî li ser vê evîndariya xwe her gav û wext klama Delîl digot.
Rojekî min dît Xalê Hiznî di niqeba Diyarê Terhê derket di pêşiya pez de û deng li klama Delîl kir û got;

Delîl heyran di ber derîkê me de mere û meçe
Way delîl way delîl way delîl hay limin
Wele kaniya gundê me bi dirince
Way delîl way delîl way delîl way limin
Wele navê min dipirsî navê min dom xec e hoy delîl hoy delîl hoy delîl hoy limin

Kaniyê binya mala me bi îca sor
Way delîl way delîl way limin
Wele xortê gundê me ketine gazûmazo
Way delîl way delîl way limin
Wele ti li kuyî xelk hatiye min dixwazo
Way delîl way delîl way limin

Lo lo piştî li pişta min girano
Way delîl way delîl way limin
Lo lo şehra serê min kitano
Way delîl way delîl way limin
Wele xelkê çav daye çavên min ê reş û belek temama jinê xwe berdano
Way delîl way delîl way limin

....

(ZÎNÊ)
Di demên borî de Feqiyê ku diçin ber Mele dersa olê dibînin dil dixin keçikekî bi navê Zînê, û li ser evîndariya Feqiyan ciwanên wê demê klamekî çêdikin.

Xalê Mihemed bi van gotinan klamê dibêje..

Zîna min xeyîdî bi çolê ket
Berê xwe da kaniyê
Eynik danî xemilî
Qorê zêran li eniyê
Dikim zînê ramûsim
Ge ez herime xerîbiyê

Zînam seknî li ser xanî
Gangolekê dihejîne
Bayê seherê lêxist
Xêzimê ji pozê dertîne
Wî mela di bextê te me
Feqiyan ji hucrê derxîne

Çûme baxê bavê te
Min du guliyê çirpandiye
Xeber hate ji bavê re
Gotin xortan keçik revandiye

Zînam seknî li ser xanî
Gangolekê li ba kir
Wî mele di bextê de me
Feqiyan hucrê xira kir

Wî mela di bextê de me
Yasînek bixwîn li erşe
Heberek çû ji bavê re
Gotiye zînê nexqeşe

Temîn kir ji mişk û maran
Bextê keçika min reşe
Temîn kirin li bavê re
Xiranê keşika min reş e

.....

(MIŞKO)
Klamek balkêş heye ku li ser mêrxasiya Mişkî hatiye çêkirin.
Ev stran ji serpêhatiyek gundiyên Hezanê û mişkî hatiye çêkirin.
Xalê Mihemed vê stranê wiha dibêje;

Mişko mişko mişkê mişkanî
Mişko mişko tu betlê mêranî

Mişko kir fîşke fişko mişkê mişkanî
Mişko kir fîşke fişko betlê mêranî
Mişk neyarê nanê hişko mişkê mişkanî
Mişk neyarê nanê hişko tu betlê mêranî

Bêst û pênc merê Hezanî mişkê mişkanî
Bîst û pênc mêrê Hezanî betlê mêranî
Li ber mişkî dest helnanîn mişkê mişkanî
Li ber mişkî dest helnanîn betlê mişkanî

Lo mişko lo lo mişko mişkê mişkanî
Lo mişko lo lo mişko betlê mêranî
Pisîngê pişke pişko mişkê mişkanî
Pisîngê pişke pişko betlê mêranî

....

1

(LEYLO)
Xalê Mihemed behsa strana Leylo wisa dike.
Klama Leylo li ser keçikekî rind û delal hatibû çêkirin. Leylo qîzekî tenê ya bavê xwe bûn, gava wê kirine bûk xort û ciwanên pêşêkevir li ser bûkîtiya wê strana Leylo digotin.

Ha leylo leylo leylo
Kanê leylokê biro

Kêranê yek di ta bû
Leylo ji bavê wenda bû
Xaniyê bavê xira bû
Leylo ji bavê wenda bû

Xaniyê gundiyan hijhijî
Kêranê nava wî derzî
Navê rindê Leylo ye
Min leylo ji bavê dizî

Ha li ser me ha li ber me
Dest hene hene hene
Siya darê da ser me
Naçim tavê tav germe

Siya dara dar mezin
Dest hene hene hene
Dest hene heta bazin
Keç digrîn em nakin jin

Siya dara dar erûk
Dest hene hene hene
Dest hene heta neynûk
Keç digrîn em nakin bûk

Dawî

Mordem Zel
07.05.2018

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Pîrozgeha Efsanewî û Serdema Deqyanûs

TAYBETMENDIYA KEVIRA KIR

KELEŞO NÛ BI DARO