SERPÊHATIYA KAMILÊ ŞEBO Û QÎZIKA MISTÎ
Dengbêjên berê pirrî wan gerokî û çerçîtiyê dikir.
Kamilê Şebo jî yek ji wan dengbêjên gerok û çerçî bû.
Berê diçûne binxetê caw û qumaş dianî li herêma Licê, Hênê, Dara Hênê, Hezro, Pasûr û heta deşta Amedê difirot.
Rojekî caw û qumaşê çiftexas dike heqîban li ser pişta qantira xwe ya boz girê dide û dikeve ser rêya herêma Mistan û Botiyan.
(Mistî û Botî du eşîrên herêma Dara Hênê ya Çewlikê ne, di heman demê de du gund in, û girêdayî Dara Hênê ne)
Demsala meha gulanê ye, dema berhevkirina pincar e. Qîz û bûkên Mistî û Botî jî diçûne pincar, gûriz û kerengan.
Kamilê Şebo, dema di rê de diçe xwe bi xwe klaman dibêje û rastî qîz û bûkên wan tê..
Qîzikekî Mistî, diçe pêşiya Kamilê Şebo, jê re dibêje:
- Dengê te çi xweş e xalo, tu bi navê xwedê bikî îşev bibe mêvanê mala axê..
Kamilê Şebo, daxwaziya keçikê qebûl dike û bi sozê mêvaniyê xatir ji wan dixwaze û di rê de dilorîne û ber bi gundê Mistan ve rêya xwe diçe.
Diçe nava gund heqîbên xwe li binê darekî gûzê datîne û banga sandina caw û qumaş dike.
Jin û qîzên Mistiyan dor jê digirin û danûstandinê dikin.
Li ser saloxdayîna qîzika diçû kerengan dipirse û dibe mêvanê axê gund..
Êvarê li mala axê qonax û şevbuhêrk çêdibe, temamê cîran û malînan dicivin, şîva xwe çêdikin dixwin û dest bi şevbihêrkê dikin...
Bi destpêka şevbuhêrkê re qîzika di rê de rastî Kamilê Şebo hatibû mînder û balgîfa xwe digire û tê li orta cemaetê rûdine.
Qîzik dibêje:
- Xalo, navê te bixêr?
Kamilê şebo dibêje:
- Navê min Kamil e, ji min re Kamilê Şebo dibêjin.
Qîzik dibêje:
-Te dît îro li ser rê te klamekî digot!
Kamilê Şebo dibêje:
- Erê, rast e min klam digot..
Qîzê berê, wekî yên îro zêde di nav civata mêran de cih nedigirtin..
Heta mirovên hof û mêrxas derneketa pêşiya wan nedizewicîn.
Qîzik dibêje:
- Xalê Kamil, em ê îşev bi stran û klaman bavêjin berhev. Hege ez zora te bibim, tu yê topekî qumaş belaş bidî min, na hege te zora min bir, tu çi bêjî ez ê bidim te!
Kamilê Şebo, dibêje:
- Heyran, ji Helebê heta Mêrdînê, ji Amedê heta Serhedê ez digerim û klaman dibêjim, ez rastî jinekî wekî te wêrek qet nehatim.
Qîzik dibêje:
- Xalê Kamil, ez qîza axa me, bi ser huzn û çalima xwe de tu kesî nabînim!
Gava qîzik wisa dibêje, hîdet Kamilê Şebo digire û destê xwe dide ber gohê xwe û deng lê dike..
Qîzika Mistî jî, bi qayde û meqamê xwe lê vedigerîne û distre...
Hetanî dîkê sibehê li wan azan dide davêjin berhev..
Bi berbanga sibehê re qîzika Mistî, ferq dike ku xewa Kamilê Şebo tê, jê re dibêje:
- Xalo klamê te pirr mane an na?
Kamilê Şebo dibêje:
- Weleh qîza min klamên min qediyan.
Qîzik dibêje:
- Çawa klamê te qediyan xalo?
Kamilê Şebo dibêje:
- Ez Kamilê Şebo me, ji Helebê hetanî beriya Mêrdînê, ji Amedê hetanî Serhedê min got, di kîsê min de tiştekî nema.
Qîzika Mistî dibêje;
- Xalo torbê min hê nêvî nebû ye..
Ez û tu heta sibê êvarê em ê bavêjin berhev, xelasiya te ji destê min tune ye.
Kamilê Şebo dibêje:
- Qîza min, te şertê topekî qumaş bi min re negirtibû?
Qizik dibêje:
- Erê xalo
Kamilê Şebo dibêje:
- Ez du top didim te dev ji min berde.
Qîzika Mistî, pê qayîl nabe û destê xwe dide ber gohê xwe deng lê dike û klama Xizna Xanimê û Bedrano dilorîne...
Mordem Zel
14/12/2018
Yorumlar
Yorum Gönder