GOVEND Û STRANÊN KURDÎ-1
Di dîroka Kurdistanê de yek ji çanda herî girîng reqs û govend e.
Reqs û Govend toleransa mirov a êşê her tim zêdetir dikin û mirovan nêzîkê hevdû dikin.
Wekî tê zanîn berî saz û tembûrê û def û zirnê, reqs û govend li ber klamên devkî dihatin girtin.
Li herêma Licê jî piraniya şahî û dawetan di vê çarçoveyê de bûn.
Di derbarê çand û hunera govendî ya herêma Licê û klamên bav û kalan de ev çendiye lêkolînê dikim.
Di vê lêkolîna xwe de min bi dehan klamên govendî, lorînî û mustehcen berhev kir û ez ê ji we re yekoyek behsa çîrokên wan bikim.
Gelek klamên kevn hene ku di nav dîrokê de wenda bûne û bi demê re hatine ji bîr kirin. Ji bo vê çendê min xwest van berhemê bav û kalan tomar bikim û bermahiyeke wisa ji bo nifşên nû bihêlim.
.....
Li herêma Licê, yek ji van klamên govendî ya herî navdar klama Nûrê ye.
Nûrê bi eslê xwe ji Engul e. Engul weke mezre girêdayî gundê Hûrê ye û li ser navçeya Hênê ye.
Nûrê li Kaniya Feyzo ango bi navekî din li Xanûq zewicandî bûye, jinekî çeleng û mêrkane bûye.
Di demekê de di navbera malbata Nûrê û malbateke din de xusûmetiya bend û hewlandina erd çêdibe û dozgeriya Licê ji bo navbeynkariyê heyetek dişîne Kaniya Feyzo.
Dema heyeta dozgeriyê diçe gund, kûçikê mala Nûrê êrişî wan dike. Sawcî jî demançe bi kûçik ve dide û wî dikuje. Nûrê, li dijî vê bûyerê bertekek tund nîşanî sawcî dide û bi dar û percînan lê dixe.
Piştî vê serpêhatiyê Nûrê tê girtin û wê dibin Licê derdixînin mehkemê. Piştî mehkemeyê, dozgerî biryara girtina Nûrê dide û wê dibin Qulpê (Pasûr) dikin hepsê.
Xort û ciwanên wê demê li ser mêrxasî û bedewiya Nûrê klamkî çêdikin û di şahî û dawetan de tim dibêjin.
(NÛRÊ)
Kaniya feyzo bi şebreq e
Nav singê Nûrê bi deq e
Hûn eslê wê bipirsin
Nûra mala şefeq e
Kaniya feyzo bi lok e
Noka da qam û çok e
Nûrê yeka xweşik e
Yeka hûr a gilok e
Kaniya feyzo bêder e
Mêrê nûrê li esker e
Xwedê bide teskere
Bi xêr û xweşî were
Kaniya feyzo papûr e
Papûra kevir hûr e
Berê dane Pasûrê
Pasûra kevir sor e
Li min rasta golêyo
Li te rasta golêyo
Xort diçine seydêyo
Li bejna nûrê dinêryo
Xort ketin pencerêyo
Li bejna Nûrê diniryo
Lê Nûrê banî banî
Çavreş kilê sibhanî
Gava xwedê li hev anî
Ez ê te bikim kevanî
Kevaniya vî canî
Nûrê çima tu digrî
Xelkê malê te birî
Barê nûrê giran e
Ajot şehera jorîn
Barê nûrê titûne
Ajot mehela jorîn
Ziftî hatin ji Licêyo
Dest kirin kelepçêyo
Nûrê li hespê kirin
Birine mehkemêyo
Nûrê li bergîr kirin
Birin hepsa Qulpêyo
......
Yek ji van klamên herêma Licê jî klama Pale ye..
Wekî tê zanîn di demên borî de çiyayî ji bo xebatê diçûn li deşta Amedê paleyî dikirin. Camêrekî bi navê Xalê Hiznî hebû ji gundê Husênik bû. Di xortaniya xwe de weke gelek gundiyên çiyayî ew jî diçe li deşta Amedê ji bo debara xwe paleyî dike. Xalê Hiznî, rojekî li gundê Bindan paleyî dike û keçika xwediyê genim aşiqê wî dibe. Xalê Hiznî kesekî mêrxas û karker bû, mêrxasî û jîrbûna wî li ser keçikê bandor çêdike û keçik dibe evîndarê wî.
Keçik, li ser evîndariya xwe û Xalê Hisnî ev stran dilorîne û dibêje;
(PALE)
Lo lo pale pale pale wî di berda
Tar û dasê te bişkiyana di celxe da
Êvarê were helawê di mala me da
Lo lo lawko ez miya miya qerim
Ez ê geriyam li mêrgan hûr nefele hûr diçerim
Wele ezê bi nefsa canê xwe dîlberim were were
Lo lo lawko sîka bedena Diyarbekir li min gêr bû
Wele dilê xelkê bi salan û bi mehan bû
Ê min û te do na pêr bû pale pale
Lo lo kuro paleyî meke tev cefaye
Beyderan mekute toz û kaye
Were sîka kofîka bi ronîke qismetê min û te belaye
Lo lo kuro çiya bilindo bi ser me da
Masîvanî wane digerin biniya me da
Ez ê ewqas geriyam min dil nedî
Bi ser dilê xwe û te da
Lo lo pale min dengî bankir dengêm ew tê
Were xwe li diyarê xanî ronî ke sîka rewtê
Wele xewa jina çê di paşila mêrê xirab da ji xwe ew tê
......
Dîsa yek ji van klaman jî klama Dînê ye..
Klama Dînê bi rîtm û ahenga govenda cîda tê gotin. Ev klam di demên borî de ji aliyê ciwanên navenda Licê ve hatiye çêkirin û li hemû gundên Licê belav bûye.
Min gotinên vê klamê ji Xalê xwe, Şukriyê lawê Sofî Rîzayê Husênikî berhev kir.
Gotinên stranê wiha ne..
(DÎNÊ)
Heylê dînê heylê dînê
Heylê dînê dîn zalimê
Dîna min ji mehla delûwan
Şemamoka nav pembûyan
Qola min ji mehla delûwan
Şemamoka nav pembûyan
Destan bigrin rakin piyan
Çepilan bigrin herin riwan
Dîna min ji mehla camekan
Rinda min ji mehla camekan
Şemomako nav genikan
Ezê bibim ber berxikan
Lê lê dînê dînê dînê
Ziyareta Tilê tînê
Kevirê reşê pişt mêrdînê
Law bimirê naçim şînê
Keç bimirê herim şînê
Heyla dînê dînê dînê
Heyla dînê din zalimê
Ne ez dînim ne duristim
Ber deriyê we diqelistim
Vê kerbavê ji aqil xistim
Dîna min hat û xumxumî
Rinda min hat û xumxumî
Kunê pozê lê xitimî
Ne awir da ne fitilî
Vî feradî xuşe xuş e
Vî xopanî xuşe xuş e
Bi xwe re tîne qal û qirş e
Memikê dînê sêvê tirş e
.......
Yek ji van klaman jî klama Hênekê ye. Klama Hênekê jî ji aliyê koçekçiyên gundên Licê ve li ser navçeya Hênê ya Amedê hatiye gotin.
Gotinên klamê wiha ne..
(HÊNEKÊ)
Hênekê me bi dolabo
Temam şob û kerabo
Xwelî li mêrê xirabo
Roniştîye ranabo
Hênekê virda wêda
Enkebîr di ortê da
Hênekê me çarşî ye
Enkebîr li qarşî ye
Hênekê bi hênê mênê
Xopanê ji gundê Şênê
........
Li rojavayê Licê li qontara çiyayê Dêrqam ji bo Liciyan ziyaretekî pîroz a bi navê Sadilkêf (Esbab-i keyf) heye.
Li ser vê ziyaretê jî klamekî hatiye çêkirin.
Gotinên vê klamê jî wiha ne:
(SADILKÊFÊ)
Sadilkêfê ti bi ava bî ti bi ava bî haylo mala min ê
Tu ji rindan xalî nabî haylo şêniya dilan
Sadilkêfê destê rezan haylo mala min ê
Çûm dikanê şehr û qezan haylo şêniya dilan
Mihane û mihane haylo mala min ê
Mihanê Hecî Elî haylo şêniya dilan
Tiriya rezan tiriya reşe li wî jeberî haylo mala min ê
Hinek bixwe hinek werîn haylo şêniya dilan
.......
Yek ji van klaman jî klama berbûriyê ye. Di demên borî de dema bi siwarî an peyatî berbûr diçûyan bûkê bînin ji aliyê keç û jina ve dihat gotin, û li gor her gundekî gotinên klamê dihat guherandin.
Taybetmendiyeke din a vê klamê jî ew bû ku, gava berbûr biçin mala bûkê bi qaydekî, gava bûkê dianin mala zava bi qaydekî digotin.
Xalê Mihemedê Mala Kal ê ji gundê Husênikê ji min re behsa vê stranê wisa dikir; Gava qîza Nîqulê ya Cinezûrî di gundê me de birin ji Hesê Nihê Îsa yê Celikî re berbûrên wê wisa digotin..
(Gava berbûr diçin ber mala bûkê)
Ax lê lê lê lê lê û lê
Ax lê û lê lê û lê hevalê
Heval hatim te bibînim
Nîşanîka te datînim
Te ji birayê xwe re bînim
Belkî bimrim qe nebînim
Heval bavê te çû çiya
Daykam bavê te çû çiya
Ji ta hanî herya miyan
Kir palasa binê ciyan
Derxe qata cilê tiyan
Bide nav çavê jintîyan
Daykam koxkoxê mirîşkan
Heval koxkoxê mirîşkan
Baznê zêvî ket henîşkan
Bila bişawtê dilê xuşkan
Bûkê rabe pir derenge
Daykam rabe pir derenge
Şala bûkê bi heftrenge
Bêhna zavê me pir tenge
(Gava bûkê di rê de dibin)
Şala bûkê bi ber bayê xin
Agir û pêtê bi dilê dêxin
Dayîkam megrî bi delalî
Êstirê gilor bide alî
Hemû çûne bi vî halî
Berfê dayê weka kayê
Zava liyaqe xwedê dayê
Huseynîkê kuçe tengo
Zêran rêkin çeng bi çengo
Bavê bûkê daye dengo
Huseynîkê kûr bi kûr e
Zêran rêkin tûr bi tûre
Bavê zava bê qusûr e
Huseynîkê me bi dolmîşo
Ser dolmîşan bûne şîşo
Ji bo na Hesen çawîşo
(Gava bûk digîje mala zava)
Gundê Celkê mêrg û kanî
Tê de diçerin hesp û ciwanî
Ew kî xwe da serê xanî
Dismal di dest da bir û anî
Gundê Celikê gundê me ye
Herya dorê giş hene ye
Şukrî keya keyê me ye
Bavê selo li pişta me ye
Tirsa me ji keskî tuneye
Ew kî xweda lêvê xanî
Hesen xwe da lêvê xanî
Ewa te got min ji ta anî
Wê bidome..
Mordem Zel
01.05.2018
Yorumlar
Yorum Gönder