SATRANÇ (Kurdî)



                                NAVEROK

BEŞ 1

(HÊDÎK)


BEŞ 2

(XETA HÊGAYÊ DEREYÎ Û MALA FARQÎNÊ)

BEŞ 3

(ÇEMÊ SARIMÊ)

BEŞ 4

(ROJA BIRYARGIRTINÊ)

BEŞ 5

(ROJA HERÎ DIRÊJ)

BEŞ 6 

(ÎSTIQAMET XIZGINOS)


BEŞ 7

(MEŞ)


BEŞ 8

(ÇEMBER)

BEŞ 9

(GUNDÊ GAZ)

BEŞ 10

(MISTON)


BEŞ 11

(HÊGAYÊ DEREYÎ)



           

 

 

 

 

 

 

 

 





                                     Destpêk

(Ev serpêhatî; bi vegotinên Şehnaz Altûn (Sakîne Batman), Akîf Guneş (Akîfê Cûmarî) û Mehmet Sogut (Rizgar Dêrxust) hatiye nivîsandin.)

Herkes wê derê wek sêgoşe diwesifîne, lê ji sêgoşeyî bêtir çargoşeya hevsan tîne bîra meriv. Di eyaleta Amedê da, qada herî zêde berxwedan lê çêbûye ev der e. Lewra jî Artêşa Tirk tim êrişê vê qadê dike. Ev qeta bejahî ya ber bi rojhilatî ve dirêj dibe, ji navçeya Qerbegon a Xarpêtê destpê dike hetanî rêzeçiyayên başûrê Torosên Mûşê û Çiyayê Hacreş û Koyê Spî digre nav xwe.

Ji bakur ve; bi navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê û Çemê Miradê, ji başûr ve bi navçeyên Erxenî, Hênê, Licê û Pasûr ên Amedê ve sînordar e. Artêşa Tirk, her demsala biharê bi tearûzek nû êrişan li ser ev qada têra xwe asê û nîvrizgarbûyî diceribîne. Lê, tu caran di vê qadê da serdestiyê ji gerîla negirtine. Di pêvajoya van operasyonan da tim gotinên wek "Me dor ji wan girt" "Doh 90 heb tevî çêkên xwe mirî hatin zevtkirin" "ji bilî radestiyê tu çareya wan tune ye" ji devê serkanên şerkerên Tirk derdiketin.. Lê beyxûde bû! Her sal wek periyodîk ev operasyon ber bi vêderê ve dihatin dubare kirin. Di vê mijarê da, meriv dikare bêje ev operasyona wan a sala 1996'an, angaşta êrişa herî bi amadekarî bû. Heta di aliyê plansazî û hunerî da, ji operasyona 1997'an a bi tevlîbûna 100 hezar leşker bêtir bêkêmasî bû. Ev serpêhatî ya lehengên ku singê xwe dane ev êrişê ye.

 

 

 

 

 

 

 

                      

BEŞ 1 (Hêdîk)


Sakîne, seet di 06:00’ê sibehê da rabû, şal û şapikên xwe girêda, kincan li xwe kir û divê bê kêmasî tevlî civîna serê sibehê bibûna. Beriya ji mangaya xwe derbikeve, nivînên xwe bi tîtizî top kir û piştra, bi ava ku di kondoyê da cemed girtibû, dest û ser û çavên xwe şûşt. Oox! Çi bêhna wê fireh bûbû. Çadira naylon a weke cihê spartinê û avahiyê, tevî hevaleka jin bikardianî. Her hevalek wan ê li çadiran diman, ji mangayekî, an ji tîmekî ra fermandarî dikirin. Lewra jî, çadir zêde ne teng bû. Lê, piştî daxistina sobeyan, derengiya şevê agir ditefiya û çadir zû sar dibû. Sakînê, yekoyek hevalên din jî ji xewê hişyar kir û her yek ji aliyekî da rabûn çek û rextên xwe girêdan, nivînên xwe top kirin û derketin derve. Van fermandaran, dê biçûna hevalên di çadirên navbera wan bi qasî sed dused metre ne jî hişyar bikirana. Lê, nobedarê efser beriya wan ketibû nav liv û tevgerê û tevahî yekîneyan ji xewê rakiribû. Para fermandaran jî ev mabû; hevalên belawela yên sermestê xewê bidin hev û wan ji bo civîna serê sibehê li rasteka biçûk rêz bikin.

Sakînê xweziya xwe pê anî û got; Aaax, ax, em ê van stargehên bin erdê kengê avabikin. Weke bi tîtizî Serok Apo jî, ji bo parastin û tenduristiyê li ser stargehên bin erdê disekiniya divê pirsgirêkên wisa ji holê rabûna. Lê, ji ber şert û mercên neyînî, di derbarê avakirina stargehên bin erdê da, hê zêde gavek erênî nehatibû avêtin. Li aliyekî jî Sakîne, li benda destpêka civîna serê sibehê bû. Bîstek şûnda hevalên gerîla hatin amadekirin û li rasta jêrê gelî kom bûn. Fermandarên tîman amade bûn. Bi hatina Sakînê ra fermana nobedarê efser hate bihîstin:

“Amade bin!”
Herkes amade bû. Sakîne jî hat, li pêşiya hevalên ji bo civînê amade bûn sekinî. Piştî fermandayîna nobedar, fermandarê tabûrê jî li hemberî Sakînê tekmîl û silav da. Pirsgirêk tune bû. Bi baldarî Sakînê lê guhdar kir û piştra dirûşma sibehê berz kir:

“An Kurdistan, an Kurdistan!”
Hevalên civînê jî, bi cidîyet û bawerî dirûşmê dubare berz kirin:
“An Kurdistan, an Kurdistan!”

Êdî dikaribûn dest bi spora sibehê bikin. Ji ber ku her der berf bû, perwerdehiya bazdanê tune bû. Piştî hin tevgerên fizîkî yên çandî, meşeka li gor şert û mercên zivistanê bi qasî nîv seetî hate kirin. Hêdî hêdî Sakîne hatibû ser hemdê xwe. Bi bîstek şûnda ew ê ji bo taştêya sibehê belav bibûna.
Berf û barana bi şevê barî bû, bi destpêka rojê ra sekinî bû. Hê bêhna axê nedihat, lê mij û dûmana bi ser gelî da girtibû nîşana hatina biharê bû. Bêguman, nîşana hatina biharê ne tenê ev bû. Berfa hin deveran hêdî hêdî bûbû xîç. Ev jî nîşaneya helandina berfê bû. Êdî bihar nêzîk bû.

Nîsana 1996’an qet li gor dilê hevalan nebû. Ji ber barîna berf û baranê hatina biharê bi derengî diket û peydakirina xwarin û vexwerinan zehmet dibû. Cebilxaneyên hin hevalên dewreya payîza 1995’an lawaz derbaskiribû jî, bi qedandinê ra rûbirû bû.
Wisa xuya bû, cebilxaneya wan li dijî îhtîmalek operasyona biharê ya leşkerên Tirk têrê nedikir. Êdî eşkere bû, dê operasyon hema hema dest pê bike. Çek û rextên wan kêm bûn. Ya erênî, tenê perwedehiya xwe bi baldarî dikirin û moralên wan di asta herî bilind da bûn. Digel her tiştî, dizanibûn dê bi hatina biharê ra van pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Di vê mijarê da tecrubeyên wan ê rojên borî hebûn. Lê dîsa jî, li dijî zor û zehmetiya zivistana dijwar qismek têgihîştina wan çêbûbû. Lê mîrata biharê bi derengî ketibû! Sed xwezî pel vebûna..

Dema heval ji bo perwerdehiyê di bin çadireke mezin da kom bûn, Sakîne, ji bo tekmîla sibehê derbasî binê çadira berpirsiyarê eyaleta Amedê fermandar Cemal bûbû. Bi bîstek şûnda dê fermandarên hemû yekîneyan bi bêtêlan tekmîlê bidana Cemal. Agahiyên bihatana topkirin dê ewilê ji baregeha navendî ra bihatana şandin û bi rêya berpirsiyarê baregehê hevalê Roj, ji serokatiyê ra bihatana ragihandin. Di vê navberê da, ew ê fermandar Cemal bi hevalê xwe yê nav ordiya Tirk ra bi rêya têlê biketana têkiliyê. Qederekî derbas nebû têla wî lê ket. Cemal, di nav meraqan da ahîzeyê da ber guhê xwe. Ev axaftina wan a hefteyî bû;

"Alo, silav û rêz; ev der Piling."

Bi piştra şîfre ketin dewrê.
Ew dengê ji ahîzeya dihat, yê hevalekî wan ê îstîxbarata nav ordiya Tirk bû. Ev heval, ji hemû agahiyên tevgera leşkerî ya li herêma Amedê bênê kirin agahdar bû. Agahiya planeke operasyona leşkerî dida Cemal, ev operasyona bihata destpêkirin, dê di demeke nêzîk da çêbibûya. Plansaziya operasyona Bihara 1996’an, li gor salên borî dê zûtir û berfirehtir bûya. Vê carê, dê bi tevlîbûna 35 hezar leşker û bi piştgiriya hêza hewayî derketana qada cengê. Li aliyekî jî, tevahî çeteyên derdorê, ji armanca operasyonê bê agahdar ketibû nav liv û tevgerê. Çimkî ew kes Cehş bûn. Car caran jî dixwestin bi boneya bidestxistina agahiyan, bi dizîka bikevin nav gerîla, lewra jî bawerî bi wan tune bû.

Wisa xuya bû, êdî operasyonê dest pê dikir. Lê ne diyar bû, bê ka leşkêrên Tirk dê kengê li herêmê bi cih bibin. Nexwe, ev di agahdariya hevalê wan ê îstîxbaratê da jî kifş bû. Bi destxistina van agahiyan, Fermandar Cemal, careke din ji Sakînê ra vegot. Qasekî fikirî û weke tinazê xwe bi serpêhatiyekî bike bi rûyê ken dest bi axaftinê kir:

"Mereq neke hevala Sakîne, ger siwar bên ew ê peya vegerin. Lê divê vêga em tedbîrên xwe bigirin. Bi raya min, em ewilî ji geliyan derkevin û vekişin ser gir û tepikan. Divê em beriya wan tepikan bigirin. Çimkî li gor agahiyên hevalê me yê îstîxbaratê da, vê carê dijmin bi operasyoneka berfireh dê bi ser me da were. Bi vê boneyê divê tevahî yekîneyên me yên eyaletê bêne hişyarkirin û em wisa li herêmê belav bibin."



Piştra di derbarê şîfreyê da agahdariyek berfirehî ji hevalên xwe yê eyaletê ra ragihand û fikrê wan jî wergirt. Hemû hevalên wî jî di heman fikrê da bûn û divê derketana ser tepikan. Hewce bû êdî bikevin nav tevgerê û beriya dijmin hemû gir û tepikên stratejîk bigirin. Gelo cihê dijmin ewilî lê bixe dê ku derê bûna?

Li başûrê geliyê ku lê diman, du girên pir stratejîk hebûn. Yek jê "Rût" bû, yê din jî tenê deviyên kijotik lê hebûn, ew jî bi berfê hatibû dûzkirin. Digel vê, bihara derengmayî hê jî nexuya bû. Dirêjbûna zivistanê vekirina pelê deviyan asteng dikir. Ji bilî van neyîniyan pir jî sar bû û ji hişkahiya şevê qeşa çêdibû. Lewra jî van tepikan ji bo kamûflajê û veşartinê dest nedidan. Çavê bêderfetiyê kor be! Lê dîsa jî mecbûr bûn bi vê rewşê qayîl bin. Ev herdû girên rêzeçiya yên herêmê, ne tenê du çiyayên biçûk, her yekî bi xetên dijwar û razberî dorpêçkirî bûn. Ew jî weke rêzeçiyayên taybet li her aliyê wan belav dibû. Bi vî hawî çiyayê Hêdîkê û Qilê Lîs, ji çiyayê Nederan û Ziktê ra bûbûn weke xetkî fetlometlo.

Lê dîsa jî, digel metirsiya demên borî, ji bo wan, bi taybet hin girên fetlometlo yên çep û rast ê xeta Hêdîkê ya bi berfê xemilandî, dê bibûna cihê spartinê. Her wiha gerîla dê gir û tepikên van geliyan jî bigirtana bin qontrola xwe. Çimkî rawestgeha leşkerên ku ji aliyê Licê û Amedê ve bihatana zêdetir ew der bû. Her çi qas daristana wê derê bê çilo be jî, devî û kijotikên çiyayê Hêdîkê ji bo gerîla cihê herî bi ewle bû.

Qilê Lîs jî, bi gir û tepikên xwe yê rût ê bê dar û devî, li dijî çavberdanan, herkesê bi dijminwarî pêşwazî dikir. Ji bilî rûtbûnê, Qilê Lîs girekî kevnar bû. Li berpalê wî tenê kevirekî xişin jî tune bû ji meriv ra bibe mertal. Di vê çarçoveyê da Qilê Lîs, ji bo tevahiya yekîneyên gerîla li dijî dijmin cihekê veşartinê an bidestxistina serkeftinê nebû. Bi îhtîmala êrişekî bê kirin jî, dibûn hedefa dijmin. Ev jî rîskekî berbiçav bû. Tenê pêşwendiyeke Qilê Lîs hebû, ew jî digel metreyek û nîv berfê bi bilindiya xwe her derê jê xuya dikir. Ev jî digel paşwendiyê pêşwendiyeke pir biçûk bû.

Qilê Lîs, her çi qas rût be jî, di operasyonên berê da hatibû eşkere kirin, dijmin ewilî li vir bi cih dibû. Ji ber ku heyetên fermandariya artêşa Tirk, beriya operasyonên xwe bikin bi jet û firokan ewilî ew der bombebaran dikirin û piştra yekîneyên leşkerî li wê bi cih dikirin. Ji bo artêşa Tirk, armanca sereke ev bû. Qilê Lîs, bi bilindiya xwe bi ser gelek gelî û mesîlan ve bû. Ev jî, ji bo wan sebebekî bi cih bûnê bû. Fermandarên wan vêderê wek cihê bidestxistina koordînasyonê bi kar dianîn. Ji ber vê yekê jî, dema operasyona artêşa Tirk bihata kirin, gerîlayan tu caran ji xwe ra vê derê esas nedigirtin..

Êdî tabûra baregehê dest bi amadekariya qavzê dikir. Li aliyekî çadirên xwe topdikirin, li aliyekî çentê xwe amade dikirin. Li aliyekî jî tev û talên xwe yên giran weke sobe û hwd kamûfilaj dikirin û vedişartin. Ji bo ku piştî demeke şûnda dîsa derxînin û bikarbînin. Di lez û beza gerîla da jî eşkere bû, zivistanê wan gelek aciz kiribû. Li gor xebata wan jî eşkere xuya dikir. Hinek jê, bêmehde ne zû aciz dibin û bi tevgerekî bêhal dixebitin. Bi vî qaydeyî amadekariyê gelekî dema wan girt. Lê dîsa jî piştî xilaskirina kar û barên xwe, êvarê kom bi kom derketin ser gir û tepikan. Gerîlayên Kurd, çiyayê Hêdîkê û milên wî yên xeta Dara Hênî, heta gundê Hegayê Dereyî girtibûn bin qontrola xwe û ketibûn sîperan. (Hêgayê Dereyî, gundekê girêdayî ser navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê ye.) Dirêjiya rêzeçiyayê van girikan û dorpêçandina wan a bi gelî û mesîlan zêdetirî deh kîlometreyan bûn. Ji bo gerîla, ya girîng ew bû, li gor stratejiya şer, bi awayekî kordîneyî derkevin ser van tepikan. Bi vî hawî ew ê li qadê belav bibûna û taqtîka lêde û bireve pêk bianiyana. Ger şervanên Kurd bikaribûna xwe tenê bigîhandana ser van girikan, dizanibûn ew ê qadê teng bikin û zêdetir ewlehiya wan çêbe. Avantajek girtina van girik û tepikên xwaromaro hebû, ebr û araziya vê derê bikêr bû. Van gir û tepikan, bi sînorên darbendên xwezayî ve girêdayî, dibe ji bo qavzê jî guncav bin. Ji bilî van gengaziyan, ev der ji bo yekîneyên bi cihbûyî jî nêzîk bû. Ji bo piştgiriya lojîstîkî Dara Hênî û Licê jî hema hema li ber wan bûn.

Berpisiyarê eyaletê Cemal, tenê 110 şervan derxistibû ser van gir û tepikan. Vana tenê pêgirên du yekîneyên leşkerî bûn. Yekîneyekî 70, yek jî ji 40 kesan pêkdihat û bi hevdû ra tabûrek baregehî ava dikirin. Fermandariya van yekîneyan Sakînê dikir. Bê guman ev koça bê demsal zêdetir astengî derdixistin pêşiya gerîlayan. Her tişt li aliyekî, derdê sar û serma û berfa virtone ya her şevê weke erkdar be dibariyan nedihat kişandin. Bi taybet di nav Kurdan de, ji barana ber êvarê ya meha Nîsan û Gulanê ra "Çilesrik" tê gotin. Ev jî meriv dikare bêje berdewamiya Çilesrikan bû. Ger tenê bi gotinekî were pênasekirin, meriv dikare bêje van gir û tepikan "Pir sar bûn" Di merheleyek kêm amadekarî da derbas bûbûn û derketibûn ser rê û dirbê van çiyayan. Tenê hin tiştên pêwist yên materyal, weke xwarin, çek, cebilxane û betanî bi xwe ra biribûn. Tevahî tiştên giran li geliyan veşartibûn. Ji xwe bandora kêmasî û amadekariyên sala 1995'an zêdetir wan lewaz kiribûn. Û vêga bêtir qels ketibûn. Qalindiya berfê cih bi cih zêdetirî navekî bû. Hela hela ew parastina li dijî êrişên hewayî û hewcedariya rêçwendakirinê wek tiştên "Kel û Pel" hene la, eyn wisa bû. Lewra jî di nav fikaran da ew tiştên "Negirîng" nedihatin qalkirin.


                                             ***


Piştî civîna serê sibehê Akîf, tevî du hevalan derbasî berpalê rûbarokê bû. Avê, pirî bi berfa helandî newalê tije kiribû, bi vê coşa xwe dikir kevir û buxrikên derdorê biqurtîne. Lê, ji ber şînahiya qiramê ber avê, vêderê zêdetir bala kewan dikişandin. Bi vê boneyê, di her berbanga sibehê da ref bi ref kew dihatin wê derê diçêriyan û zikê xwe têr dikirin. Ciwanê gundên derdorê, beriya cih û warên wan nehatibû valakirin dihatin li vêderê dafikan vedigirtin û bi hêsanî nêçîra kewan dikirin. Hevalan vê taqtîkê ji wan girtibûn. Akîf; “Ha ji te ra heval, va ye ji me ra "Kar" derket.” Akîf, dê li dafika mêze bikira, gelo qismetek heye ya na.

Erê, roja wan bi bereket bû. Çimkî pênc heb kew ketîbûn faqê.

Akîf, keniya û ji hevalên xwe ra got; "Bereket lê be, dê îro jî di xwarina me da goşt hebe."

Bi baldarî dafikan vala kirin û kewên xwe girtin di nav kêfxweşiyê da berê xwe dan baregehên xwe. Lê, li binê çadira mangayê ji bo wan surprîzek hebû. Ji ber ku seet di 10:00’an da, di derbarê ragihandina rojane ya heremî da, ji berpirsiyarê eyaletê Cemal, dîrektîf hatibû. Hewce dikir stargeha xwe terk bikirana. Divê ev dîrektîf, bi lez û bez teqez bihatana bi cih anîn.

Bi vê dîrektîfê, yekîneya ku Akîf jî di navê da bû û hê bêhna axa biharê nehatibû pozê wan, dê ji neçarî stargeha xwe biterikandana. Li gor dîrektîfên ji wan ra hatibû dayîn, divê Akîf û hevalên xwe bi gerîlayên di çeperên baregehê da ne hêza xwe bikin yek û derkevin araziyê. Fermandarê navendî yê hêza çeperan Remzî bû, Remzî hê nû ji zindanê derketibû. Hêza wan a bingehîn û sereke lojîstîkî bûn. Ew jî di asta qedandinê da bû. Piştî amadekariya dewrekî xirab û şert û mercên zivistanê, tengasiyên rojane derdiketin pêşiya wan. Bi hatina biharê ra, divê giranî û zehmetiyên zivistanê ji ser xwe biavêtana û ji bo bikaribin hin pêdiviyên xwe temîn bikin derkevin hin cihên bi ewle.

Ji ber vê yekê jî, çiyayê Qurmikê yê dikeve bakurê rojhilatê Licê pir ewle bû. (Qurmik mezreyek a girêdayî navenda Licê ye.) Ji bilî nêzîkbûna çiyayê Qurmikê û Licê, ji bo têkiliya bi Amedê ra neyê qutkirin cihekî hêsantir bû. Her wiha li lûtkeyên başûrê çiya li gor cihên din bêtir geliyên germ hebûn. Di demeke kin da çadirên xwe komkirin û zexîreyên xwe wekî her carî veşartin û ketin ser rê û dirban. Li lûtkeya çiyayê Qurmikê yê weke bûkê bi berfê xemilandî bû çadirên xwe saz kirin û tedbîrên xwe yê ewlehiyê girtin. Piştra ketin nav liv û tevgerê. Pêristina rengê berfê û çadirê wan ê naylon piçek be jî têrî kamûflajê dikirin. Li gor dîrektîfên rêxistinê; divê tevî xebatên perwerdehiyê, pêdiviyên lojîstîk û plansaziyên siberojê û ji bo çalakiyan kifşê bikin. Di milê lojîstîkî da rewşa wan qet nebaş bû. Zexîreyên zivistanê yên di depoyan da veşartîbûn jî hema hema li xelasbûnê bûn.

Di van rojan da rewşa hewayê zêdetir sar bû. Di demsaleke wisa da bi rastî rewşekî wisa serma ne asayî bû. Xilasbûna zivistanê weke di pêşbirka futbolê da hekemekê kêliyan lê zêde bike dirêj dibû. Digel vê yekê, têkoşîna gerîla li dijî jiyanê didomiya. Di vê navberê da çiyayê Qurmikê, bi çûyîna gerîla zêdetir şên bûbû. Hed û hesabê hatin û çûyînê tune bû. Baregehê wan bûbû wek ziyaretgahê. Her yek bi boneyekî dihatin. Hinek jê bi hêviya gerîlayekî xizmê xwe bidînin, hinek jî, ji bo piştgiriyê dihatin. Qismek jî, tenê ji bo dîtina gerîlayên ku ji bo wan destan dinivîsin, bi kelecanekî ber bi lûtkeya çiyayê Qurmikê ve dihatin. Agahiya van hatin û çûyînan zû gihîştibû ber destê dewletê. Dijmin, di demeke kin da bi alîkariya hin kesên wek çûkên biçûk cihê qampê wan deşîfre kiribûn. Gerîlayan, ji liv û tevgera hin yekîneyên nêzîk û ji zêdebûna kifşên hewayî vê yekê fêm kiribûn. Wê çaxê, divê yan cihê xwe terk bikirana, yan jî bi yekîneyên leşkerî yên pir nêzîkê wan bûn ra bikevin şer. Lê, Serokatiyê di demên borî da, di vî warî da dîrektîf dabû û gotibû; divê teqez gerîla ji şerekî wisa dûr be. Di gerîlatiyê da, çi dîrektîf bê dayîn ew esas tê girtin.

Ev rewş, di asta herî jor da hat nirxandin. Di van nirxandinan da encama xetereyên mayînê derket holê. Li dijî vê rewşê tu bertek nehat nîşandan û divê ji neçarî cihê xwe terk bikirana. Di derbarê cihê vekişandinê da jî nîqaş hatin kirin û biryara vikişandina mezra Evdilrehmanan hat girtin. (Evdilrehmanan, li ser gundê Heşedere ya Licê ye.) Evdilrehmanan dikeve bakûrê çiyayê Qurmikê û bi qasî du seetan jê dûr e. Mezre, di sala 1994'an da hatibû şewitandin û kes li wê derê nedijiyan. Derdora mezreyê ji bo parastinê û sîpergirtinê pir asayî bûn. Di demeke kin da amadekariyên xwe kirin û yekoyek ji çiyayê Qurmikê ber bi Evdilrehmanan ve bi rê ketin.

Çûyîna wan a Evdilrehmanan zêde ne hêsanî bû. Li gor pîvanên gerîla hêdî hêdî tevdigeriyan û diçûn. Bêguman zor û zehmetiyên zivistanê zêdetir wan bêhal kiribûn. Ev jî, di liv û tevgera wan da kifş bû. Di vê mijarê da tesîra berfa cih bi cih nîv metreyî derbas dikir jî nedihat înkar kirin. Lê, heke gerîla bihatana ser hemdê xwe, berfa nîv metreyî ji wan ra ne tiştek zor û zehmet bû. Lê, vêga dişibiyan fûtbolîstên hê nû dest bi lîstika salê bikin. Komên gerîlayan, di her nîv seetekê da bêhna xwe didan û li hawirdorê qonax digirtin. Bi vê boneyê û bi bandora veguhestina barê giran, çûna wan heta sibehê dewam kiribû. Hetanî gihîştin cihê xwe êdî roj derketibû. Hema bi lez û bez tedbîrên xwe girtin û yek jê çavdêr, yek girikvan bijartin. Bi kurtasî, êdî cihê xwe girtibûn.
Piştî vekişandina gerîla ya ji çiyayê Hêdîkê, hêzên artêşa Tirk bi firokên qobra, gelî û kendalên çiya bombardiman kiribû. Li ser vê bombardimanê gerîla bi vekişandina hemwext a ji çiyayê Hêdîkê gelekî şanaz bûbûn. Bawer dikirin, bi vê yekê dê hewesa dijmin di qursaxê wan da bimîne. Yên ji xwe ra wê demê esas girtibû, mafê kêfxweşiya gerîlayan dikaribûn rewa bidîtana. Ji ber ku tam di wexta xwe da ji wir vekişiyabûn û hêzên Tirk hatibûn wê derê bombardiman kiribûn. Lê, piştî demeke têgihîştin ku tiştên qewimî ne û hesabê wan hevdû negirtiye. Wer xuya dikir, serkanên artêşa Tirk dixwestin tevahiya komên gerîlayan komê ser hev bikin û wan bi bêbextî tune bikin. Ev piştî hin bûyeran zêdetir eşkere bû. Fermandarên gerîla di rojên pêş da ew ê bi derengî pê bihesiyana ku ev lîstik bûye..

Di vê navberê da gerîla, ji bo veguhestina mezra Evdilrehmanan serê sibehê heta êvarê di nav xaniyên xir û xalî da xebitîn. Ji ber ku çar aliyê vê mezreyê bi çiyayan honandî bû, li wê derê hema hema qet cihek raste tune bû. Her çi qas çiya û derdora mezreyê bi berfê pêçandî be jî, ji bo li başûrê çiyê hatibû avakirin, berfa nav mezreyê êdî heliya bû. Lê, her der bûbû çamûr. Meriv nikaribû di nav cebl û çamûrê da bi hêsanî bimeşe. Digel van şert û mercên neyînî, dîsa jî, ji bo parastina ji dijmin cihê herî bi ewle ev der bû.

Ew şev gerîla, her yek di hindavê xwe da li cihekî razan û şeva xwe derbas kirin. Serê sibehê rabûn, ji bo jiyana xwe ya rojane ketin nav liv û tevgerê. Hinekan nobedarî dikirin, hinekan ji bo sazkirina mangayê erdê zûha dikirin. Êdî jiyana wan a rojane bi plansazî dewam dikir. Li gor vê plansaziyê, ew roj seet di
heştan da ji bo perwerdehiya teorîk li hevdû civiyan. Hêzên tabûrê û hêzên eniyê bi hev ra beşdarî civînê bûbûn. Di ser perwerdehiyê da hê seetek derbas nebûbû, nobedarê efser bi awayek hêwirze ket hundir û hêdîka devê xwe kir binê guhê Akîf û got;

"Hevalê girikvan te dixwaze ser bêtêlê!" Diyar bû, tiştekî neyînî qewimî bû. Çimkî di gerîlatiyê da bi hêsanî civîn nayê qutkirin. Wer xuya bû, teqez tiştên pir girîng diqewimiyan. Akîf, ji binê çadirê derket û bi meraq guh da dengê bêtêlê. Hevalê wan ê girikvan digot;

"Dijmin ber bi me ve tê."

Tenê ev kêm bû ha! Di vê tofana berfê da leşker ew ê li herêmê çi bigeriyana? Tu car nehatibû dîtin, di meha Nîsanê da dijmin derkeve operasyonê. Li gor agahiya girikvan dabû Akîf, hê dijmin bi qasî seetekê dûrî wan bû. Girikvanê ser bêtêlê, ji bilî vê agahiyê tu agahiyeke din nedida. Piştî axaftinê Akîf, vegeriya cihê ku wane dihatin dayîn. Bi kurtasî vê rewşê ji hevalên xwe ra rave kir û waneya xwe bi dawî kirin. Ji xwe zêdetir agahiyên berfireh di destê wan da tune bûn. Wer xuya bû, divê êdî li wê derê nesekiniyana. Hema bi lez û bez plansaziya vekişandinê û pêşwazîkirina leşkerên Tirk kirin û berê xwe dan Mezra Miho. (Mezra Miho, li ser gundê Heşedere ya Licê ye.) Di vê navberê da Akîf, tevî yekîneyek biçûk çû gel hevalê girikvan. Ji destpêka zivistanê heta wê rojê, yekemcar ew ê şer biqewimiyana. Bi rastî ji bo pêşwazîkirina leşkerên Tirk, bi gerîla ra bêsebiriyek jî çêbûbû. Lê, dîsa jî tevî kelecanê bi wan ra tirsek jî çêkiribû.

Cihê girikvanan rûte bû. Ji bilî rûtbûnê bi berfeka qalind xemilandî bû. Bi rastî meriv dikare bêje, weke çîkên li ser hêkê bin û bêjin "Werin me bikujin" ji her derê xuya dikirin. Cihê wan ewqas bêkeys bû. Dema wan tune bû ku ji xwe ra sîperan jî çêbikin. Leşkerên Tirk, hema hema li ku derê bin êdî dihatin. Tiştê ku gerîlayên girikvan bikirana, berî dijmin wan ferq bike, li bendê bin heta leşker nêzîkê wan bibin. Piştra xwedê ji wan ra mezin bû! Ha ji te ra, leşkerên ewilî xuya dikirin. Digel nêzîkbûna wan a bi qasî pêncî metreyî, dîsa jî gerîlayan ferq nekiribûn. Ji nîşka ve meşa xwe bi dawî kiribûn û xwe avêtibûn erdê. Nexwe wan jî gerîlayan ferq kiribûn. Bi vê rewşê ra Akîf û hevalên xwe, bi dijwarî li wan gule barandin. Bi destpêka gulebaranê ra çend leşker hatin kuştin. Leşkerên Tirk jî, bi heman dijwariyê bersiva gerîlayan didan. Lê her çi qas êrişeke cidî ya şervanên Kurd çênebe jî, leşker paşve kişiyan. Di vê valahiyê da gerîlayan jî "fersend" dîtin û ji qada şer vekişiyan.

Ev şerê weke henekan ji gerîlayan ra zêdetir şik û guman çêkiribû. Bi vê rewşê ra, bi dehan pirs di serê wan da çêbûbûn. Mînak; digel vê rewşa asayî, çima dijmin bi êrişek hewayî wan bombebaran nekiribû? Çimkî gerîla, li ser girekê bi berfê pêçandî qavzê dikirin. Gelo çima dijmin bi aweyekî dijwar bi ser wan da nedihatin? Fêmkiribûn di vê rewşa awarte da taqtîkek heye. Lê nizanibûn bê ka taqtîka wan çi ye?

Bi êrişeke dijwar ra rûbirû neman û gihîştin Mezra Miho. Ji hevalên xwe yê li wir ra behsa şêweya şer û şik û gumanên ji wan ra çêbûbû kirin. Bi baregehê ra jî têkilî danîn û rewşê ji wan ra ragihandin. Her çi qas di vî şerî da encamek erênî bi dest nexin û çek ranekin jî, tu wendahiyekê wan jî çênebûbû. Yanî ne zêde kêfxweş bûn, ne jî xemgîn bûn. Di vê navberê da fermandariya baregehê, ji bo îhtîmala operasyonek berfirehî hişyarî da gerîlayan ku li dijî vê îhtîmalê amade bin. Lê hevalên li wê derê hêvî nedikirin operasyon çêbe. Ji ber ku li gor demên borî di meha Nîsanê da qet operasyon çênebûbû. Bi vê boneyê bi asayî tevdigeriyan û li wir bi cih dibûn. Çadirên seyar hatin avakirin. Ev çadir, bi qasî mangayekî têkeve wan ji bo bikaranînê gelek baş bûn. Lê, li dijî îhtîmala êrişekî, cihê wan zêde ne ewle bû. Şêwaza van stareyên bi vî rengî, ji aliyê rêveberiya serokatiya rêxistinê ve nedihat pejirandin. Heta nifret dihatin kirin. Lewra jî Rêber Apo, her dem çêkirina avahiyên bin erdê ji wan ra pêşniyar dikir. Van avahiyan, him ji bo parastina êrişek hewayî baş bûn, him jî ji bo stareyê çêtir bûn. Ji bilî vana, hê hefteyekî derbas nebûbû tabûra baregehê derketibû ser gir û tepikan. Agahiyên operasyona leşkerên Tirk gihîştîbûn ber destê gerîlayan. Wisa xuya bû, armanca fermandariya leşkerî ya dewleta Tirk, bi boneya şer, ewilî herêmê bi leşkerên xwe bide nasîn. Lewra jî, bêpiling wan derdixistin araziyê. Pirahiya van leşkeran, bi taybet ji bo "operasyona biharê" ji aliyê Mêrdînê û hin bajarên dûr anîbûn sêgoşeya Dara Hênî, Licê û Pasûrê. Van leşkeran dê piştgiriya yekîneyên ji Amedê hatibû bikirana. Dewleta Tirk, dê van leşkeran li herêma Koyê Spî, Dara Hênî, Licê, Pasûr û Şênê yên weke herêmeka hesas bi nav dikin perwerde bikirana û li başûrê çiyayên herêmê digel şert û mercên sar û sermayê bi cih bikirana.

Komek ji van mêvanên bêwext, hema hema li qada gundê Karincak a nêzîkê baregehên gerîla bi cih dibûn. Li rojavayê navenda Licê gundê Dizeynî heye, di heman demê da, ji vî gundî ra Bareman jî tê gotin. Ev gund li başûrê çiyê, li herêma Qora Berber hatiye avakirin. Ji Dizêynî şûnda çiyayên Hêdîkê xuya dikin. Li başûrê rêzeçiyayên Hêdîkê gundê Karincak heye, ev gund weke pişta xwe bide van çiyayan hatiye avakirin. Lewra jî, Tirk navê vî gundî dişibînin navê kirmoriyê (Karincak) û di şûna navê bi tirkî (Bayirli) da Karincak bikartînin. Agahiya bi cih bûna leşkerên tirk, gihîştibû ber destê gerîlayan. Bi rastî gerîlayan bi xwe wan ferq kiribû. Li gor fermandarê eyaleta Amedê Cemal, pêwistî bi pêşwaziya derbeyeka xêrhatina leşkerên Tirk hebû. Ev jî dihatin wateya piştî veguhestina leşkerên Tirk, tirsek li ser wan çêbe. Wisa xuya bû, dê bê tirs nikaribin gavek jî bavêjin. Êdî dê lîstika Kişikê (Setranç) dest pê bikira. Yek ji van lîstikvanan fermandarê ARGK'ê, berpirsiyarê eyaleta Amedê Cemal bû, yek jî serkanên şer ê artêşa Tirk bûn.

Erê erê, divê derbeyek li van mêvanên bêwext bixistana. Bi vê armancê heyeta fermandariyê ket nav liv û tevgerê. Hêza xwe ya ji 110 kesî pêkdihat, ji bo nêzîkbûna hin hedefan û bi cih anîna hin erkê xwe, ji nû ve birêxistin kirin. Ji ber şert û mercên heyî, rewşa lojîstîkî jî dest û lingê wan girê dida. Çimkî temînkirina zexîre û di nav rewşeke wek "xela" yê da, bi îhtimala pêkhatina dorpêça leşkerên Tirk, dê pirsgirêkên mezin derbiketana pêşiya wan. Ji bo guhestina zexîreyên ji cihên dûr xwestibûn jî, di van şert û mêrcan da hewcedarî bi hêzeke derasayî hebû. Ji ber vê yekê jî, hevalekî xwe yê biqewet; Serhildan, ji bo organîzeya vî karî erkdar kiribûn. Ji bo alîkariyê jî, tîmek kiribûn bin fermana wî. Qismek hevalê xwe jî, weke girikvan bi cih kirin. Hêzeke wan jî, ji bîstûyek gerîla pêk dihatin. Ev jî, ji bo leşkerên Tirk bi hêsanî li ev "gundê bê kûçik" nikaribin bigerin, divê hêza xwe nîşanî wan bidana. Him jî bê kifş û bê amadekarî..

Bi vê boneyê yekîneya di bin fermandariya Robar da, biroj xwe berda nava gund. Armanc, leşkeran xafil bigrin û ji nişka ve li wan bixin. Ji bo hewa bi mij û dûman bû, bi bêdengî ketibûn nava gund. Her çi qas bi hêsanî bikevin nav gund jî rastê leşkerên Tirk nehatin. Piştra vekişiyan ser gir û tepikan.
Fermandarê eyaletê Cemal jî, li wir hazir û amade bû.
Robar, bi kurtasî raporê vegot;

"Tu kes li wê derê tune bûn; ji bo em deşîfre nebin em vekişiyan."

Cemal, bi van gotinan tênegihîşt. Heyeta fermandariyê kom kir û civîneka nirxandinê çêkirin.

Cemal; "Tiştek wisa nabe! Devjêberdana vana qet nabe."

Divê ji nû ve çalakî bihata lidarxistin. Biryar hat girtin û vê carê dê tîma di bin fermandariya Sakînê da çalakî bikirana.

***

1’ê Nîsana 1996’an
Seet 11’ê şevê bû. Rewşa hewayê pir sar bû. Meriv dikare bêje mijeke bê eman, bi qasî "çav çavan nebîne." hebû. Ev mij bermahiya nava rojê bû. Ji gundê Dizêynî bigir heta Hêdîkê, tevahî gelî bi mijêka qalind hatibû pêçandin. Mijeka sar weke bûzê bû. Bi vê pêçandinê geliyê gundê Hêdîkê heta Karincakê, dişibiya geliyê ku zarokatiya min tê da weke avê derbas bûbû. Guewdere yê bi qasî deh kîlometreyî dûrî herêmê bû, bi nêrîna çûkekî meriv dikaribû ji kendalên çiyayê Hêdîkê, bihara derengmayî li geliyê Guewdere yê zindîbûna xwe ji Çemê Miradê digire bidîne. Di rewşên wisa bi mij û dûman da, meriv nizanibû bê ka li gelî bihar e an zivistan e. Dayîka min; ji vê mijê ra “rûkela çem” digot. Bi rojê jî zehmetî bû meriv rê û dirban derxista. Ha di şevek wisa da, dora çalakiyê hatibû tîma ku di bin fermandariya Sakînê da ye. Hedefa wan dîsa heman bû. Yanê hedefa wan leşkerên Tirk ê li Karincakê di nav kêf û şahiyê da bû. Berf û barana berêvarê jî, wek virtoneyê dibariyan û tevlî mija înadker bûbûn. Di nav nêrîn û rûkeniya Cemal da, ev tîm di bin "xunavên baranê" da derketibû ser rê.

Gerîlayên yekîneyê him dimeşiyan, him jî, ji bo çalakiyeka bi dizî û kemînê tîmên parastinê diyar dikirin. Ji bo nîqaş û nirxandineka berfireh zêde dema wan tune bû! Di nav xwe da du tîm tayîn kirin û berpirsiyariya van herdû tîman dane hevalê Ozan û Dilxwaz. Li ser tîma parastinê jî dê Memyan hebûna. Tîmeka ji şeş gerîlayan jî, piştî gundê Dizêynî derbas bikin, divê xeta rêya Licê û Karincak bigirtana û kemîn vegirtana. Rêya ku tê da piştgirî ji leşkerên Tirk ra bihata ev xet bû. Ji bilî girtina rê, divê îhtîmala êrişeka li dijî hevalên xwe jî asteng bikirana û li nêzîkê dibistana Hêdîkê kemîn vegirtan û dewriye bigeriyana.

Di têketina gund da ziyaretgehek hebû. Derdora ziyaretgehê bi goristanê dorpêçandî bû. Ev der, ji bo tîma parastinê pirr asayî bû. Ew ê Memyan û hevalên xwe vêderê wek xeta parastinê bikarbaniyana. Sakîne bi xwe jî dê li derdora vê ziyaretê koordînasyona şer bikira. Ji bo plansaziyek baş nehatibû kirin, tenê li gor tercubeyên xwe, dê rêxistinê bi rê ve bibirana.
Cihê ku lê bûn, ji wê derê gund baş xuya dikir. Mîna tasa mast li ber çavan bû. Di vê navberê da, Sakînê bang li Ozan û Dilxwaz kir û dîrektîfên dawî da wan. Dilxwaz;

"Bawer dikim ew xaniyê ronahiya wan sor xuya dikin leşker tê da ne. Texrîben di wan xaniyên valakirî da agir vêxistin e. Dibe ev sorbûnî ji vê be û dibe ronahiya di destê wan da jî tenê ev be.” Ji bo di xaniyên gund da lembeyê ceryanê vêxistîbûn baş dihatin tespîtkirin şewqa agir ji yê din dijwartir e. “Binêrin, ferqa wan baş fêm dibe"

Wisa xuya dikir mafdar bû. Li gor vê jî bi hêsanî dikaribûn bigîne hedefa xwe. Kesên weke muxtar, ajan, sixûr û hevalbendên dewleta Tirk jî, li jorê gund li derdora mizgeftê civiya bûn. Ji bo hevalbendê wan tenê van kesan bûn, bi taybet leşkerên xwe li derdora xaniyê wan bi cih kiribûn. Li gor çavdêriyên kiribû jî hatibû fêmkirin ev çirûskên agir ji xaniyên taxa jor xuya dikirin. Ev ronahî tenê ji çar xaniyan derdihatin.

Di derbarê çalakiyên bêne kirin da jî, hin hevalan xwe dabûn pêş. Ji bo vê jî, serê her koma veşarî du xanî diketin.

Sakînê, di derbarê pêkanîna çalakiyê da fikrê xwe got û piştra ji herdû fermandaran pirs kir;

"Hevalno, di nav we da yekê ku berê diziyê kiriye heye yan na?" Ozan, hem dawiya pirsê mereq dikir, hem jî bersiv dida:

"Erê, beriya tevlîbûna rêxistinê, min gelek caran "kekotî" kiribû. Ji diziyê bigir heta pêxwasiyê, çi tiştên neyînî hene di min da mewcût in. Hetanî ez dikarim têkevim nav livînê wan ku rihê wan nebihîze.

"Baş e." Weke hûn biçin diziyê tevbigerin ha, hêdî hêdî herin bila kes we ferq neke.”

"Hevalê Dilxwaz tu?"

Her çi qas Dilxwaz diziyê neke jî;
Bi henek û pêkenî got;
"Erê min jî kiriye, heta ez bi hemû detayên diziyê jî dizanim.

Bi van gotinan Sakîne parî rihet bû. Piştra bi tîma çalakger ra rewşê bi berfirehî nirxandin. Agirê xaniyan şewq dida jêrê gund. Li gor vê rewşê, ji bo leşkerên nobedar ew ferq nekin, divê tîmên veşarî di jorê gund da biziviriyana. Tiştekî din jî hebû, leşkeran li cihê tarî nobedarî dikirin. Ji bo vê jî, dema di jor da bikevin nav gund divê pir bi baldarî tevbigerin, nexwe îhtîmal zêde bû ku bi leşkerên tirk ra rû bi rû bimînin. Herî dawî, divê her koma veşarî dema gihîştin cihê xwe, ji bo agahdariyê bi bêtêlê neaxivin, tenê pên li mandala wê bikin. Her wiha bi vê rêbazê dê Sakîne bizanibûna her tişt di rê da ye û rewş baş e. Pêşniyarî êdî xilas bûbû, bi destê hevdû girtin û;

"Serkeftin!"

"Serkeftin!" Gotin û belav bûn. Her kes bi lez û bez bi cihekî ve çû.

 

Yekem koma gerîlayan, çûbû li jor, nêzîkê mizgeftê bi cih bûbû. Hema hema li ber serê leşkerên Tirk ên li wir nobedarî dikirin bi cih bûbûn. Demek, gerîlayê bi navê Celal ê ji navenda Licê;

"Ka binêrim, sîperek din jî heye yan na" got û ji cihê xwe rabû hêdîka serê xwe derxist. Çavdêriya derdorê dikirin. Tam digotin "ji bilî wan sîperekî din tune ye" bi dijwarî gule hatin teqandin. Piştra qajînî bi Celal ket;

"Aaax!"

Celal, bi guleteqandina ewilî ya leşkerên tirk ra li erdê dirêj bûbû. Bi qasî hatibû fêmkirin Celal, xwestibû binêre bê ka sîperekî din jî heye yan na û yek ji nobedarên leşkerên Tirk wî ferq kiribû. Celal, bi guleyê nobedar ji kêleka serê xwe derba mirinê xwaribû. Celal, gerîlayekî karê lojîstîkî dikir û herêmê baş dizanibû. Bi boneya ji wan ra rêberî bike wî tevlî yekîneyê kiribûn. Lê, xetayekî bûbû sebebê peywirê xwe bi cih neyne. Birîndariya Celal, hindik be jî metirsiyek kiribû nav tîma ku Dilxwaz bi rê ve dibir. Dilxwaz, bi vê metirsiyê dest avêt bêtêlê û bang li Sakînê kir:

"Sînem, Sînem, Sînem, Cûdî"

"Sînem, guhdar e Cûdî, li wir çi diqewime!"

"Hevalê Celal, bi giranî birîndar bû, divê em wî derxînin derê qada şer. Em ê bi lez û bez vegerin. Gotineke te heye?"

Piştî van gotinan, hatibû fêmkirin Dilxwaz, dixwestin çalakî bi dawî bibe. Qet tiştekî nekin û derbeyek li leşkerên Tirk nedin û di ser da jî wendahiyê wan çêbe û ji herêmê derkevin, dê ev ji bo leşkerên Tirk bibûna moral û pê "rû bigirtana." Lê bi bihîstina dengê Sakînê ku bi biryar ji bêtêlê dihat;

"Hevalekî li ber hevalê xwe yê birîndar bihêlin û çalakiya xwe dewam bikin, hat fêmkirin heval!"

Dilxwaz, ji neçarî vê biryarê pêkanî. Êdî dê hevalê xwe yê birîndar bidana qeraxekî û şer bikirana.

Bi bersiva Dilxwaz a "hat fêmkirin" ra, got; "haydê hevalno serkeftin" û deng bi çeka wî ket. Piştra hemû hevalên wî yên tîmê pêçî dan tetikê û tepînî bi wan ket.

Êdî ev tîma veşarî, li dijî dijmin ketibû nav têkoşîneke bêhempa. Ji têkoşînê bêtir, wek êrişek lezgînî bû. Çimkî, gerîlayan bi rastî jî, bi lez û bez û gelek bi bandor li wan dixistin. Di derbeya ewilî da, sîperên nobedaran bombe kirin û du leşkerên wê derê berteref kirin. Lê, ji bo zêde dema wan tune bû, nikaribûn biçin ser termê wan û çekan rakin. Êdî derfetek wan ê li benda koma duyem bisekinin tune bû. Tirkan, hundirê mizgeftê jî tije leşker kiribûn. Çend bombeyên destan bi wê derê ve jî avêtin. "Ez şewitîm dayê!" "Alîkar bin, ez mirim"
Di dengê leşkerên di mizgeftê da jî xuya bû, an pirî ji wan mirine an birîndar in. Lê hejmara wan nedihat zanîn. Li du xaniyên tije leşker ku di hedefa wan da bûn jî xistin û hevalê xwe yê birîndar girtin û bi lez û bez ji qada şer vekişiyan. Gerîlayê birîndar Celal, heta derveyî gund jî dijiyan. Piştî qederekî derbas bû nefesa xwe ya dawî da. Bi vî hawî derketibû holê ku hilgirtina birîndarekî kêrî başbûnê nayê.

Ji ber ku dengê çekan tevahiya leşkeran xistibû nav liv û tevgerê, tîma duyem ne dikaribû tiştekî bikin û ne jî gavek bi pêş da bavêjin. Di nav dengê MG-3 ên weke guregura brûskê deng derdixistin da li cihê xwe asê mabûn.

 

Hewildanek xweşhal jî zêde ne baş bû. Çimkî hejmara leşkerên Tirk, li gor wan pir zêde bûn û ji bo piştgiriyê rewşa wan asayî bûn, digel êrişekî dê rewşa gerîlayan zêdetir xira bibûna. Ji bo vê jî, tîma di bin fermandariya Ozan da jî emrê vekişiyandinê girt.

Herî dawî tevahî tîmên gerîlayan li derdora ziyaretgehê civiyan. Tu kesî nedixwestin cenazeyê Celal bikeve destê dijmin. Cenazeyê şehîdê xwe tevî tiştên wî yê taybet girtin gel xwe û birêketin. Demeke wisa meşiyan. Lê, bi lêkirina berfa bi av ra her der bûbû çamûr, ji ber ku ditehesiyan qet nikaribûn di qiyameyê da bimeşin.

Ger hilgirtina hevalê xwe yê şehîd dewam bikirana, berî bigîne ser gir û tepikan dê bi êrişeke leşkerên Tirk ra rû bi rû bimana. Xuya bû êdî bi derengî ketin e. Êdî rengê tîrbûna ezman bi rengê heşînî hatibû guhertin. Tarîtiya şevê hema hema dişkiyan û roj derdiketin. Divê di demeke kin da geliyê bi tepikên başûrê Dizêynî ve honandi bi lez û bez derbas bikirana. Lê, cenazeyê Celal bere bere li ser milê wan giran dibû. Êdî her tişt li holê bûn. Ji bêderfetiyê hilgirtina wî zehmet bûbû. Bi vê boneyê, cenazeyê hevalê xwe yê şehîd li nêzîkê rêyekî, li binê deviyekî bi baldarî nixumandin û veşartin. Piştra tiştên wî yên taybet girtin û rêya xwe dewam kirin. Ew ê di demek guncav da bihatana û bi merasimdeki wî defin bikirana.

***


2'ê Nîsana 1996'an
Refên gerîla, piştî vegera ji çalakiyan her dem hêdî tevdigerin. Li aliyekî rehtbûnî, li aliyekî bêxewî û stres. Ji bilî vana, barîna berfa avî, gav bi gav zêdetir zehmetiyan derdixistin pêşiya wan. Hela hela bi zikê birçî derketina kaş û qiyameyê, weke xwêya vê zehmetiyê bûn. Sakîne û hevalên xwe, rêya ku bi hêsanî di nîv seetî da bimeşiyana dê zêdetirî du seetan da xilas bikirana. Ev jî bi meşa gerîlatiyê..

Heta gihîştin darbenda Dizêynî êdî rûyê rojê germ bûbû. Weke nîşaneya destpêka berbangê, ew sorbûna ezman belav bûbû û bi rengê xweliyê guherî bû. Di vê navberê da bi hêzên ser tepik ra jî tim di têkiliyê da bûn. Cemal;

"Hûn hetanî dikarin zûtir hêza xwe bigînin vêderê. Em tedbîrên pêwist digirin. Ger êrişek çêbe ji bo dehfkirinê em amade ne. Mereq nekin."

Ev gotinên Cemal, çalakvanên ku bêhal ketibû hinek rihet kiribû. Di vê navberê da, ji bo ewlehiyê dîsa jî tîmekî li jêrê gelî kirin sîper an. Vê tîmê, dê parastina koma mezin a di rêya vegerê da bû bikirana. Koma mezin, ji yekîneyê pêk dihatin, ew jî bi ser tepik ve hilkişiyan. Li derdora saet 07:00'an gihîştibûn cihê xwe.

Cemal, bi ew kena xwe ya xweşik û rûgeşiya xwe ya rehtbûnî û giraniya ser laşê meriv pê radibû li benda wan bû. Piştî kurtedemeke xweş-bêj kirinê, gerîla bi şêwaza mangayê ji hev belav bûn û xwe berdan newalek biçûk. Weke rêveberiya navendî, li cihekî nelihev rûniştin û nîqaşa çalakiyê kirin. Ev civîn bûbû sebebê ku Sakîne bi berfirehî û bi devkî raporê pêşkêşî Fermandar Cemal bike. Sakîne, bi dilsozî girêdayî fermandar Cemal bû. Di heman civînê da gerîlayên weke Robar, Rizgar Dêrxust û hwd jî, ji bo pêkanîna erkên xwe yê rêveberiya eyaletê li wir amade bûn. Sakînê, şêwaza plansaziyê û şaşiyên encama çalakiyê dida ragihandin.

Li gor pêkhatina kifşek hewayî ya dijmin deşîfre nebin, ji gir û tepikên rûte yên bi berf çêtir, li newalekî biçûk, di mangayekî da hatin gel hev û taştêya xwe girtin.

Di taştê da bi taybet tiştên xweştir li wan hatin belavkirin. Qenebe ji çalakiyê vedigeriyan. Divê bi pêşkêşiyeke baş moral û kêfa wan zêdetir bihatana cih. Madê wan jî vebûbû, weke zehmetiyên kişandibûn ji bîr bikin, li ser nîmet kom bûbûn. Manga, li berpala newalekî ku ava berfa helandî tê da diherikiyan hatibû çêkirin. Bi guliyên darê hişk ê hê ji pel û vekirina wan ra demek dirêj mabû hatibû nixumandin û bi keviran hatibû honandin. Ev der cihê Fermandar Cemal bû, ew li wir diman.

Civîn, bi boneya Sakîne û hevalên xwe westiya bûn zû bi dawî bû. Çimkî, ew ê biçûna hinek rawestiyana. Hema çi rawestin! Tenê, dê li aliyê jorîn li ser berfê parî dirêj biketana û hinek çavên xwe germ bikirana. Ewqas. Di vê navberê da, roj bi qasî qama du darên hewrê bilind bûbû û her der bûbû ronahî. Ji bo vê jî, tiştên ku bi îhtîmala kifşa hewayî bêne dîtin ji ber çavan rakirin. Yên ranekirin jî bi berfê ser wan nixumandin. Vêxistina agir qedexe bû. Çimkî piştî çalakiyê bû. Divê leşkerên tirk derketibin araziyê. Di vê navberê da, gerîlayan bêhna xwe jî didan. Ji bo ewlehiyê, du heb sê heb li derdorê belewela bûbûn û weke pişta xwe bidin darek yan kevirekî ketibûn xewê..



***

Heman roj. Sakîne hê nû ketibû xewê. Weke ji nîşka ve yek wê ji xewê rake ferq kir, Fermandar Cemal û hin gerîla weke xeyalekî di ber cihê lê razayî bûn ra bi lez û bez derbas dibin. Sekîneyê bi dengekî metirsî bangî li wan kir;

"Hevalê Cemal çi bû, çi qewimî?"

Cemal, weke tinaz û henekên xwe bi pirsgirêkekê bike, bi rûgeşî got;

"Bi qasî min ji bêtêlê fêm kir, dijmin derketiye araziyê. Em ê biçin ser tepikan binêrin bê ka çi gû dixwin" û rêya xwe derbas bûn.

Her çi qas di awir û axaftina Cemal da rihetiyek hebe jî, xewa Sakînê reviya bû. Qey ewqas bêwext dihatin ev dijmin! Vana nahêlin meriv parî raze jî. Gotinek pêşiyan heye dibêjin; "Av radize, lê dijmin hişyar e." Raste, dijmin ne razayî bû. Bêhemdî be jî, Sakîne rabû tevî du hevalên xwe, ew jî derketin ser tepik an. Ew ê biçûna ser girê serdestê newala fetlometlo ya jêr û binêriya bê ka çi diqewime. Dijmin, di ev gelî ds dikişiyan. Di destê wan da dûrbînek jî hebû. Ji girê ku pê da hildikişiyan jor, leşkerên ji aliyê tepikê ser rêya gundê Karincakê da bihatana baş dixwiyabûn.

Erê, dihatin. Bi hevalê xwe yên li ser gir û tepikan ra jî ketin têkiliyê. Leşkerên Tirk ji wan aliyan da jî dihatin. Di vê navberê da, bi fermandarê eyaletê Cemal ra jî têkilî çêkiribûn, Cemal li ser girekî nêzîk bû. Sakînê, di derbarê çalakiya Karincakê da niv rastî digot, me çek ranekir û di ser da jî me şehîd dan.

"Yê me hewce ye em namûsa xwe paqij bikin." Hûn werin xwarê, em ê derkevin li wir wan pêşwazî bikin. Wisa dihat fêmkirin, vê carê armanca wan çek rakirin bû. Cemal jî, bersiveke nîv rastî, bi tinaz û pêkenî dida û ji aliyekî da jî hêdîka kevir davêtin Sakînê;

"Êêê hege çûçik were li kevirê bikeve divê"

Cemal, ji bo terikandina ser gir û tepikan îşaret dabû hemû yekîneyan. Di vê navberê da, hevalê wan ê çalakiya şevê pêk anîbûn, digel rehtbûniyê bi awayekî lez û bez amadekariya derdiketina ser rê dikirin. Ji neçarî, divê bi lez û bez girik terk bikirana. Zêde dema wan tune bû hemû tiştên xwe bi xwe ra bibin. Di rewşek wisa xeternak da bûn. Tenê dikaribûn çend tiştên xwe yên şexsî bigrin gel xwe. Hin gerîla jî, tenê hesabê xwarin û pêxwariniyê dikirin, ew jî bi qasî dikaribin hilbigirin. Tiştên xwe yên mayî jî hewce dikir bikin binê axê û ser bigrin. Ji xwe, ew jî girîftarê ev tiştî bûn. Piştî amûr û zexîreyên xwe baş nixumandin, ji bo pêkanîna erkê xwe, bi lez û bez bi ser gir û tepikan da hilkişiyan.

Ji bilî vana, yekîneya ku bi Cemal ra diman û belawela bûn jî hişyar kirin. Ev yekîneya ku ji destpêka çalakiya Karincak da li ser gir û tepikan di rewşa parastinê da bû. Wan jî, bi heman şêwazê amadekariyên xwe dikirin û dê derbiketana ser gir û tepik an. Koma yekemîn, yanê koma ku beşdarî çalakiyê bûye, Sakînê derbas kirin û li benda hevalên xwe yê komên din sekinîn. Gerîlayên girêdayî baregehê ku hevalê wan li benda wan bûn jî, bi xîretek mezin rêya xwe dimeşiyan. Hin tiştên xwe yê giran weke sobe û hwd ji neçarî li dû xwe hiştin. Mixabin nikaribûn bi xwe ra bibin! Tiştê herî giran, naylonên ku di şûna betanî û çadirê da bikardianiyan bi xwe ra birin, ew jî li dijî sar û sermayê amûrê wan ê parastinê bû. Tenê ewqas! Di nav tiştên lojîstîkî da yên herî pêwistî pê hebûna çi bûn wan digirtin gel xwe.

Di vê navberê da, xuya dikirin leşkerên Tirk hin tepikan girtin e. Ev tepik ên hember bûn û xuyadikirin. Lê, her çi qas zêdetir nêzîk nebin jî dijminê wan êdî gihîştîbû ser tepik an. Nexwe texmîn kirine ku gerîla vekişiyane Hêdîkê. An jî wan ferq kirine û bi dû şopa wan ketin e. Êdî dijmin li hemberê wan bû. Bi rastî, êdî rû bi rû bûn. Di vê rewşê da şerekî dijwar nebe jî dê pevçûnek biqemiyana.

Di mehên biharê da, him gerîla him leşkerên Tirk diketin nav rehawetê. Şer û pevçûnên ku di vê demsalê da biqewimiyana, piçek be jî dê bibûna sebebebê derketina “tirsa leşkerên dijmin” a ji zivistanê da ketibû dilê gerîlayan. Di vê mijarê da tecrube û serpêhatiyên wan ê demên borî hebûn. Gerîla, di pêvajoya zivistanê da, şer û pêvçûnên bi dijmin ra ji bîr dikin û jiyaneka nû ava dikin. Dema rastiya şer jî derdikeve pêşiya wan, demek şaşomaşo derbasdikin. Lewra jî, dîtina dijmin kêrî wan tê û ew metirsiya psîkolojîk ji ser wan radibe û pê dilşad dibin. Sakîne, him van tiştan difikiriya, him jî dimeşiya, di wê kêliyê da ji bêtêlê bangek bilind bû:

"Sînem, sînem, sînem, Rojhilat!" Sînem qoda bêtêla Sakînê bû. Yê digeriya, hevalê wan ê li jêrê darbendê hatibû bi cih kirin bû. Sakîne, di nav mereqan da dest avêt bêtêlê;

"Sînem guhdar e!"

"Ew kesên melûm nêzî me ne, em ê pirsa hal û xatirê hevdû bikin."

"Baş e, hate fêmkirin. Lê heta nekevin nav we tiştekî nekin."

"Temam, silav û rêz."

"Silav û rêz."

Di vê axaftina bêtêlê da jî xuya bû, leşkerên Tirk û hevalên li jêrê gelî di sîperan da, nêzîkê hevdû bûbûn. Gerîlayên wê derê, li benda destûrê bûn. Sakînê, vê destûrê dida. Lê dixwestin leşker têkevin nav wan ku bibandor bi wan ve bidin. Mixabin her daxwaziya meriv nayê cih! Dîsa jî wisa bû, daxwaziya wan pêk nehat. Ji bo nekevin kemînê leşkeran jî wan ferq kiribû. Êdî bêhemdî xwestin di heman şert û mercan da bikevin şer. Lê, ji bo di sîperan da bûn, li gor leşkerên ber bi wan ve dihatin dîsa jî bêtir bi pêşwendî bûn. Vê pêşwendiya xwe baş bi kar anîn û di lêdana ewilî da du leşker xistin. Di derbarê ketina wan da fikrê wan tune bûn bê ka birîndar bûne an mirin e. Tenê tiştê dizanibûn; ev herdû leşker ketinbûn erdê û êdî nikaribûn şer bikin. Li aliyekî din jî, komek gerîla hewl da ku bi leşkeran ra bikevin şer. Ev jî milê parastinê bû, Cemal wan bi cih kiribû. Yekîneyek gerîla yên li cihekî din bi cih bûbûn jî tevlî şer bû. Yanê teşxeleyek mezin çêbû û şer li her derê belav bû.

Ev şer li hin kendalê girên biçûk û li ser tepikan diqewimiya. Qismek ji van tepikan bi zinaran honandî û bi dar û ber bûn, ji bo parastinê cihekê asayî bû. Tepikên ku gerîla sîperên parastinê lê çêkiribûn, bi darên kinik bûn, lê hê rût bûn û pelên wan venebûbûn. Netîce bêxêr bûn. Di vê navberê da, bi sistbûna dijmin ra hêza mezin a gerîlayên ser tepikan girîftarê vekişandinê bûn. Berfa ku dijwariya xwe li ser gerîla ferz kiribû astengî derdixist pêşiya wan û liv û tevgera wan a vekişandinê girantir dikir, lê ev ji bo dijmin jî derbasdar bû.

Tevgera gerîlayên ser tepikên bi berf û rûte ji aliyê dijmin ve baş dixuyabû. Bi zimanê gerîla "dîmendayîn" tê gotin. Bi ev dîmenê vekirî, leşkerên dijmin cîda gule li wan reşandin û bûn hedefa doçkayan. Ev jî, hatibû fêmkirin ku di menzîla çekên asayî da nebûn û dijmin ji neçarî bi doçkayan bi wan ve didan. Lê, ji ber ku yekîneyên gerîla binavber dimeşiyan zêde bandora doçkayan li wan nedikirin.

Di pêvajoya vekişandinê da, gerîlayên di bin fermadariya Cemal da, dixwestin di aliyê yekîneyên Dara Hênî ya li silseleyên herêma Hêgayê Dereyî; nêzîkê Kortepe bi cih bûbûn da derbasî Mala Farqînê bibin. Kortepe, cihek asê bû û nêzîkê gundê Hêdîkê bû. Daristana li wê derê jî hemû bi darên kinik bû. Her çi qas hê meha Nîsanê be jî zêde berf hebûn li ser kendal û lûtkeya Kortepe. Lê, ev çiyayê bi geliyan sînorkirî, li gor herêmên din cihek bêtir baş û bi ewle bû. Gerîla dê bikaribûna bi hêsanî li wê derê sîperên parastinê çêbikirana. Yekîneyên bi vê armancê tevdigeriyan ew ê di ser gundê Hêdîkê da xwe berjêr berdana û biçûna mezreya Şêlgemînê. (Şêlgemîn, mezreya gundê Şaxora navçeya Licê ya Amedê ye.) Li Hêdîkê nesekinîbûn û derbas bûbûn. Li jêrê gund newalekî hebû, di demsalên biharê da bi coş bû û rê nedida meriv derbas bibe. Lê, ji bo di vêderê da derbas bibin, divê 6,7 gerîla ko li hevdû bianiya û bi  rêxistinî derbasê jeber bibûna. Di vê navberê da, hê nû derbasî jeberê avê bûbûn. Lê, mixabin ferq kirin ku dijmin vê darbendê jî girtî ye. Rastnehatina wan şensek mezin bû. Bi vî hawî têkiliya germ mabû "bihareka din"

***

2 û 3'yê Nîsanê, Bi Şevê
Hebûn (Hebûnê Dirêj) fermandarê yekîneyekê li qadeka Dara Hênî bû, zivistana xwe li herêma Hêgayê Dereyî derbas kiribû. Weke hemû fermandarên gerîlayan, piştî plansaziyên demsala zivistanê, civîn li ser civînê bi hevalên xwe yê rêveberiyê ra çêdikirin. Fermandarên ku ji şerê "xewa zivistanê" nû rabûbûn û plansaziyên baştir nekiribûn, bêguman salek tarî li pêşiya wan bû. Ji bo vê jî, divê pir bi nijdî amadekariyên xwe bikirana. Demek, dengê Cemal di bêtêla destê Hebûn da hat bihîstin; "tepikên wê derê bigrin, bi taybet Kortepe baş bigrin. Em ê bi wan derdoran ve bikişin. Bila dijmin nikaribe leşker daxîne û rêya me bigire.

Hebûn got; "hat fêmkirin." Ev ragihandin piştî şerê li tepikê Hêdîkê qewimî bû hat dayîn. Ev rewşek nû bû. Ne ji xêrê bû. Tu car nehatibû dîtin dijmin berî dawiya Nîsanê derkeve araziyê. Gelo çi diqemiya? Lê "tiştê bê serî, dê bê kişandin" got û hema li ser lingan cîda hevalên xwe peywirdar kir. Li gor vê jî, Hebûn dê tevî yawerê xwe biçûna tepikên nêzîk bigirtana. Li wir hevalên ge ji çalakiya Hêdîkê vegeriya bûn jî hebûn. Ev hevalana gelekî rehtbûn. Bi ser da jî birçîbûn. Di serî da pirsgirêkên ev hevalên xwe çareser kirin û zikê wan têr kirin. Pêdivîyên wan bi cih anîn û wan kirin îstirehetê. Di heman rojê da bi qasî dîtina çavan dûr, cihê yekîneya baregehê dihat bombekirin.

4'ê Nîsanê
Hebûn, tevî yawerê xwe Rizgar ber bi geliyê ge tabûra baregehê li wir bingekirîbû ve çûn. Rizgar fermandarê tîmeka din bû. Tabûra baregehê jî wê demê hatibû li Mala Farqînê, li geliyek teng ê herêma Bilûwan bi cih bûbû. Li baregehê Cemal wan pêşwazî kir. Li aliyekî çaya ge weke soringê di çaydanka reş da dibilbiliya fir dikir, li aliyekî jî nirxandina rewşê dikir. Piştî vê civînê, Rizgar ji yekîneya xwe hate veqetandin û ew kirin bin fermana yekîneya baregehê. Di şûna wî da yawerê fermandariya tîmê fermandar Serhildan hate bijartin. Rizgar jî, dê yaweriya Robar bikirana. Robar, fermandarê tîmeka girêdayî tabûra baregehê bû.

Heman rojê yekîneya di bin fermandariya Robar da, li ser fermandayînê ji hêzên tabûrê veqetiyan û ber bi Kortepe ve çûn.
Kortepe li herêma Hêgayê Dereyî bû. Ev tepikê şert û mercên xwezayî lê dijwar bûn, bi bermahiyên darê berû rapêçandî bû. Weke daristanê dihat hesibandin. Li wê derê rewşa hewayê pir sar bû. Lê, cihê avahiyên qampê sazkiribû, yanê kendalên başûr li gor wê derê bêtir germ bûn. Tenê rojek li wir man. Li ser banga Cemal, tevî Robar ew ê biçûna Mala Farqînê û li wê derê bi Cemal ra hevdîtin çêbikirana. Tabûra baregehê jî li wê derê bi cih bûbû.

Robar, vê bangê ne ji xêrê ra dîtibû. Di vê navberê da, di weşanên radyoyên tirk da dihatin ragihandin, artêşa tirk leşkerê xwe li herêmê lod dike. Li gor vê fikirî û got; "herhal dê operasyoneke bê li darxistin." Mijarê bi Rizgar ra jî nirxandin. Rizgar jî di heman fikrê da bû. Zêde derbas nebû gihîştin gel Cemal. Cemal qet wext derbasnekir û têkildarî mijarê da hin pirsan ji Rizgar kir.

"Tu araziyê baş nas dikî?"

"Erê, ev zêdetirî deh salin ez li vir im."

Piştra, li ser pirsên hatibûn kirin li gor erdnîgariya qadê kûr bû û agahiyên berfireh wergirt. Pirsên hatibû kirin bi berfirehî bûn. Cihê avahiyên bin erdê, îhtîmala dorpêçkirinê, xilasbûna ji geliyên herî bi ewle û hwd mijarên wî yên sereke bûn lê kûr dibû. Di vê navberê da, di derbarê rêyên kin û rewşa zexîreyên herêmê da hat agahdarkirin. Gelo cebilxaneyên wan li ku derê hebûn? Di derbarê depoyên zexîreyan da pirs hatin kirin. Agahiyên berfirehî girt. Piştra sebebê pirsa van tiştan rave kir:

"Hevalê me yê nav artêşê bi xeta taybet têl kir. Di demeke nêzîk da ew ê Tirk bi qasî 20 rojan derkevin operasyonê. Dîroka operasyonê ne diyar e. Xwest em di vê mijarê da hişyar bin. Dixwazim di vê mijarê da fikrê we jî bigrim, em çawa bikin."

Robar û Rizgar, bi Cemal ra bi berfirehî rewşê nirxandin. Nîqaş heta derengiya şevê domiya û hin biryar hatin girtin.

5'ê Nîsanê
Robar, di çarçoveya girtina ev biryaran da, bang li hêzên di bin fermandariya xwe da kir û wan li qada fitbolê top kir. Qada fitbolê, cihekî dûz û kevnare bû. Ji bo, di demên vala da gerîla lîstika futbol û voleybolê li wê derê dilîstin ev nav li qadê hatibû danîn. Hêzên ge di bin fermandariya wî da bûn, bi boneya dîzaynkirin û nirxandina rewşa dawî û agahdariyê li wê derê hatibû civandin. Di civînê da li gor plansaziyên pêşxistî dê komên biçûk çêbikiran û bi aliyê Koyê Spî û Çiyayê Dorşînê ve belav bibûna. Armanca wan, li dijî pêkhatina êrişa dijmin hemû bi hev ra neyên girtin û bi hêsanî tevbigerin. Lewra jî, li qada fitbolê civiyabûn û plansayiyên birêkûpêk dikirin.

Di vê navberê da, li benda têla hevalên xwe yê nav artêşê bûn. Divê heta seet 10:00’an agahiya dîroka operasyonê bidana. Seet bûbû 10:00. Gerîlayan, sobeyên xwe rakiribûn û tev û talên nikaribin hilbigirin tevî tiştên giran avêtibûn. Di destê wan da tenê betanî, çadir û her weha naylon mabûn. Di vê rewşê da, ji bo terikandina wê derê bikin divê amade bin. Êdî li gor şerekî dijwar têgiştibûn û xwe azad hîsdikirin.

Seet 22:00. Cemal çû ser têlê û bi hevalê nav artêşê ra axaftineke kurt kir. Bi bistek şûnda vegeriya. Di mijarên ji rêzê da rengê rûyê fermandar Cemal qet baş nedibû. Wisa dixwiya bi agahiyên nebaş dihat. Piştra qet nesekinî û rewşê rave kir:

"Hevalê me, xwest bi lez û bez, em cihê xwe biguherînin, çimkî operasyon dest pê dike."

Têla ge di destê wan da bû, çîrokek wê ya balkêş hebû. Nexwe meriv behsa ev çîrokê neke dê bibe sebebê nêfêmkirina hin bûyeran. Bi kurtasî be jî divê pê were behskirin. Gerîla, di tevahiya operasyonê da vê têlê bikaranîn. Lê gerîla nizanibûn ev têl girêdayî fermandariya artêşa Tirk e û tê guhdarkirin. Piştra hate fêmkirin xwedîgiravî ev hevalê têlê ji wan ra anî bû hevkarê dewleta Tirk bû. Piştî operasyon bi dawî bû, li baregeha navendî ya Zap'ê jî geriyan û cihê wan tespît kirin. Balafir cîda rabûbûn û cihê gerîlayan hatibû bombekirin. Bi vî hawî, sirê têlê jî derketibû holê. Li ser vegotinên îtîrafkerê bi navê Artêş ê ji nav gerîla revî bû du leşkerên efser ên hevalê wan jî hatibû girtin. Piştra hate fêmkirin, cîhazek biçûk bi têlê ve hatibû girêdan. Ev têl di şerê Hêgayê Dereyî da ketibû destê dijmin û jê xilas bûbûn. Wisa..


6'ê Nîsanê
Yekîneya di bin fermandariya Robar da, amadekariyên xwe ji zû ve qedandibûn. Hema bi şevê, piştî mijara têlê ji hevalên xwe xatir xwestin û ketin ser rê. Di demeke kin da darbenda Bilûwan derbaskirin û derbasî nav xirabeyên gundê Bilûwan bûn. Ji depoyekê lojîstîkî yê nêzîk bû erzaq girtin. Erkê wan ew bû xeta çiyayê Dorşînê bigirin. Xeta Dorşînê, ji herêma eşîra Ziktê ya Dara Hênî dest pê dike heta geliyê Tavsalayê Rîzî bi tepikên xwe yê bilind dirêj dibe. Ji bo gerîlayan, ev xeta ji aliyê geliyê Rîzî ve bakûr, ji aliyê başûr ve bi çemê Sarimê heta Pasûrê sînordarkirî ye, ji bo vekişandin û qavzê pir girîng e. Lewra jî divê ev der teqez bihata girtin. Berî bikişin ser tepikan divê ji depoyên veşarî îkmala erzaq bikirana. Çend hevalê xwe ji bo girtina erzaq li wir hiştin û milê mezin ê yekîneyê ber bi tepik ve kişiya.

Cihê pê da dikişiyan, herêma Qilê Lîs bû. Ev gelek balkêş e. Çimkî girtina wê derê ne asayî bû. Lê, vê carê dê vê derê bigirtana. Ev tepik ne dostê gerîlayan bû. Ji bo tevahiya tepik rûte bû, gerîlayan jê ra Qilê Lîs digotin. Li herêmê tepikê herî bilind ew bû, lewra jî hê gelek berf lê hebû. Ger firokekî di hewa da derbas bibûna "weke çîka li ser hêka spî be" dê wan ferq bikira.

Bi destpêka germahiya rojê ra nêzîkî li Qilê Lîs kiribûn. Lê bi ronahiya rojê ra, dê her tişt weke tasek mast li nav rastê xuyabûna. Lewra jî bi fikar bûn û derketina wê derê ne rast didîtin. Bi bêtêlê li hevalên xwe yên ge girekî biçûk ê Vartûk'ê girtibûn geriyan û pirs kirin bê ka li ser Qilê Lîs dost-dijmin kes heye an na. Erê, hin kes li wê derê hebûn, nexwe ev gerîla bûn. Piştra gihîştin girê Vartûk'ê. Li vir şeş gerîlayên di bin fermandariya Mistefa da hebûn. Van gerîlayan, agahiya girtina dijmin a Qilê Lîs dan. Robar û hevalên xwe yên hê di kendal da dimeşiyan, ji dûr ve dengê çekan dibihîstin. Ev deng, nîşaneya destpêka operasyoneke zûtir an siberojê bû..

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

            

                           BEŞ 2

(Xeta Hêgayê Dereyî û Mala Farqînê)

 

Du yekîneyê gerîlayan, bê wendayî hatin gel hev. Digotin "şikir me hevdû dîtin" lê vê carê qet wisa nebûn. Çimkî yê di vê operasyona bêwext da wan anîbû gel hev taqtîk û lîstika dijmin bû. Hêdî hêdî fêm kiribûn, lê tiştek ji destê wan nedihat. Ketibûn ber bayê dijmin û wisa digeriyan. Li nuqteya ku Cemal û hevalên xwe hê nû gihîştibûnê, yekîneya gerîlayan li wê derê amadekariyên lojîstîkî û nuqteyê dikirin. Ger meriv tenê bi gotinek pênase bike, xebatên wan gelek baş bûn. Yên nû hatibûn, bi hevalên xwe yên zivistanê li wir derbas kiribû ra bi berfirehî nîqaşa rewşa awarte û nirxandina zivistanê kirin. Êdî, ew ê roja xwe li wê derê derbas bikirana. Ev bû du rojin xew neketibû çavê wan. Digel vê bêxewiyê, dê xewneka bihizûr ji wan ra bibûna weke derman. Ji bo vê jî, li mangayên berî wextan hevalên wan çêkiribûn belav bûn. Bi ev yekîneya ku rastê hevdû hatibûn ra ji demsala payîzê şûnda hevdû nedîtibûn. Vêga bi hesreta hevdîtinê ligel hevdû bûn. Her çi qas şert û merc ne baş bin jî, di nav şert û mercên şer da hevdîtineke bi hesreta rojan baş bûn. Tiştên hewce dikirin heta derengiya şevê axivîn..

Hevalê wan ê li wir 45 kes bûn. Bi çûna wan ra, hejmara wan bi tevahî bûbû 155 kes. Geliyê ge lê bi cih bûbûn, bi qasî nîv seetî an li gor rewşê seetek ji hev dûr, çend mangayê wan hebûn. Weke yekîneyên biçûk li wir birêkûpêk belawela bi cih bûbûn. Ev jî, ji bo ewlihiyê hewce û girîng bû. Li dijî êrişek ji nîşka ve, ji bo parastin û têkoşînê cihên herî bi kêr bûn. Çimkî van mangayan di destpêka zivistanê da ji bo hevdû biparêzin bi rêkûpêk hatibûn çêkirin.

Sibetir xeteke din a parastinê çêkirin. Yekîneyek li Hêgayê Dereyî, li ser tepikekê stratejîk bi cih bûbû.

Ev tepik, li gor cihê wan diketin aliyê başûr. Herdû yekîneyên ji hev cihê li Kortepe xeteka parastinê çêkirin. Piştra yekîneyek parastinê jî derxistin aliyê Hêdîkê. Van herdû tîman dê parastina hêza mezin a li cihê bilind bû bikirana. Bi vê armancê, tîmên ge derketibûn araziyê serê her sê tepikên bilind digirtin. Van tepikan ji hemû şiverê û gêdûkan ra serdest bûn. Tîmên li wir hatibû bi cih kirin, dê bibûna du komên sereke; çavdêr û kemînvegir. Çavdêran, dê ji tepikên herî bilind leşkerên dijmin ê ji dûr ve bihatana raçav bikin. Dema tevgereke bi vî rengî bidînin dê hevalên xwe yên kemînvegir agahdar bikin. Ev yekîne, ji gerîlayên xwedî tercube û bibaldar pêk dihat, di derbarê îstîqameta dijmin û hetanî hejmar û teçhîzata wan da binbar bû. Çavdêr, ramekî pisporên vî karî ne. Girikvanên bi nav û deng in. Ji bo ku leşkerên Tirk derketibûn operasyoneke mezin, girtina van gir û tepikan ji bo agahdarî û ewlehiya gerîla girîngtir bû. Ji bo tavahiya gund û mezreyên herêma Dimiliyan hatibû şewitandin û valakirin, agahdariyên xwe jî bi derfetên xwe bi rê ve dibirin. Ji bilî wan kesekê wan nema bûn li vê herêmê. Ger bi baldarî tevnegeriyana, ew ê dijmin di vê valahiyê da her gav li ser serê wan bûna. Wê çaxê jî, ji aliyê dijmin da dê xafil bihatana girtin.

Her çi qas leşkerên Tirk, gerîlayan bi cih kiribin jî, hema cîda bi ser wan da neçûn. Wan jî li gor xwe hesabekê dikirin. Bi rastî jî, ger wê gavê bi ser gerîla da biçûna dê derbeyeke baş bixwarana. Çimkî leşkerên ku tenê ji milekî ve dihatin ew ê biketana kemîna gerîlayan. Gerîlayan araziyê baş kiribûn bin kontrola xwe. Xuya bû bi vê baş dizanibûn, lewra jî bi bêhna fireh tevdigeriyan.

***

3'ê Nîsanê
Bi destpêka rojê ra, çar jetên aydê hêzên hewayî ya Tirkan ketibûn dewrê. Weke komekî duheb duheb dihatin. Piştî ku du balafiran "peywirê" xwe bi cih dianîn, herdûyê din diketin dewrê. Nexwe xuya bûn ewilî kifşek dikirin. Piştî ku balafirên artêşa Tirk çend tûr avêtin, roketek bi navê "qazanê" li nêzîkê mangaya Cemal lê diman ket. Ev, lêdaneke baş nebûn! Lê weke tiştek li wir tespît bikin, çend qazanê din jî avêtin qadek 100-200 metre dûrî hev. Ev roketên giraniya wan bi qasî 250-1000 kîloyî hebûn, li erdê çal û çiqûrên zung vedikirin lê hê wendahiyê gerîla çênebûbû. Êrişa hewayî bê navber bi qasî seetî, seet û nîv dewam kir. 16 caran sortî kiribûn. Xuya bû, bombeyên wan xilas bûbûn, lewra jî piştî demeke navber dan êrişê..

Dema êrişa hewayî ya Tirkan dest pê kir, gerîlayên heyeta fermandariyê, li ser tepikên ku berî wextan ji bo kefşê derketibûnê bûn. Beriya ku êriş çêbe, bi îhtîmaleke mezin hesabê tiştek wisa hatibû kirin û li gor vê, ji serê sibehê da bi fermana derketina araziyê amadekariyên xwe kiribûn. Bi derketina rojê ra çadir hatibû rakirin, çente amade bûbûn û her kes li gor plansaziya ku berê hatibû kirin ber bi cihê xwe ve diçû. Bi awayekî rêkûpêk û belawela hildikişiyan ser tepikan, rêzeçiyayên herî bilind digirtin û diketin sîper an. Balafirên artêşa tirk geliyên jêr bombe dikirin, gerîla bi çêkirin û zeximkirina sîperên xwe ve girîftar bûn. Her tîmê tepikekî girtibûn. Ji bo ku balafiran cihê bilind îsabet nedikirin, bombeyên xwe diavêtin geliyên jêrîn û vedigeriyan. Yanê pîlotên Tirk, weke erkê xwe pêkbînin bombeyan diavêtin. Kî dizane piştî vegerê dîmenên girtibin bi çi çîrok û derewan ji serekên xwe ra didan ragihandin. An jî, çadirên ku berî wextan gerîlayan xirakiribûn, weke qampên gerîlayan bi erdê ra hatibin dûzkirin bi gotinên sextekarî di ragihînin. Kî dizane?

Piştî ku êrişa hewayî bi dawî bû, tevî heyeta fermandariyê, gerîlayan xwe ji nû ve berdan geliyê jêrîn. Dê mêzebikirana bê ka tiştek bûye an nebûye. Her çi qas bêtêlê wan hebin jî, ji bo ku di hengameya şer da agahiyeke nekeve destê dijmin bikar nedianiyan. Çimkî bikaranîna bêtêlê û pirsên weke tiştek bûye nebûye dihatin wateya eşkerekirina cihê lê ne. Bi vî hawî dê agahiyên di derbarê rewşê da bikevine destê dijmin. Agahiyên bi vî rengî ku biketana destê dijmin dê vê carê êrişeke bi bandor pêk bianiyana. Ji bo vê fersendê nedin dijmin, ew bixwe diçûn aliyê jêrîn.

Dema çûne jêr, dîtin ku bombeyên hatine avêtin çi çal û çixûrên mezin vekirin e. Ji bo xaka wê derê nermok bû bombeyên hatibû avêtin bêtir çal û çixûrên fireh û kûr vekiribûn. Kûrahiya van çalan cihbicih pênc metre hebûn. Devê wan jî zêdetirî duqatî kûrbûniyê hebûn. Ji ku ve mêze bikî, firehiya wan jî bi qasî 15 metreyî hebûn. Ewqas çal û çixûr hebûn ku rûbirû mayîna bi erdnîgariya ra ji dinyayê bêtir dişibiyan rûqalê heyvê. Tevahiya dîmen guherîbû. Li newal û mesîlan ji xwe ra hin cihê spartinê dîtin, lê ew jî bi ava berfê û bombebaranê ra guherîbûn. Bi kurtasî dîmenekê tirsnak bû. Di vê navberê da gerîlayekî sekinî:

"Min dengek bihîst"


Sakînê got: "Erê, ji binê wî tilikê biçûk tê."

Erê, ev deng ji binê girikê ku bi bombeyên qazanê çêbûbû dihat. Sekinîn. Erê, erê, baş bihîstibûn, bi pistepist dengên kûr ji binê ev tilikê biçûk dihatin. Hema bi lez û bez du gerîlayan dest bi kolandinê kirin. Bîstek şûnda, gihîştin sîperekê ku berî wextan ji bo parastinê çêkiribûn û navê "tunel" lê kiribûn. Ev sîper ketibû binê tilikê ku bi avêtina bombeyan çêbûbû. Hatibû fêmkirin ku ev tunelê kûr ê bi qasî metreyek û ser girtî jiyana hin hevalên wan ê veşartî xilas kiribû. Her çi qas dikolandin deng nêzîktir dihat. Bi hewladaneke dawî devê sîperê hat dîtin û hevalên xwe yê li wir asê mabûn derxistin. Yên ku li wir asê mabûn çar kes bûn.

Yek ji wan, gerîlayekî temendirêj ê ji Êlihê, Zinar Dersîm bû.

"Çi bû hevalê Zinar?"

Ji aliyekî da Zinar ser û cilên xwe paqij dikir, ji aliyekî da jî kûr kûr nefes digirt. Piştra şaşwaziyê ji ser xwe avêt û dest bi axaftinê kir. Ev her çar gerîla, dema hevalên wan bi ser tepikan ve kişiyabûn, ji bo bêtêla agahdariyê ya mezin bînin xwe berdabûn xwarê û di wê kêliyê da êrişa hewayî dest pê kiribûn. Ji neçarî ketibûn sîperên bin erdê. Di demeke ku xwe di ewlehiyê da hîs kiribûn bombeya qazanê ketibûn, xakê bi ser wan da lod kiribûn û li wir asê mabûn. Di dema teqîna bombeyê da tenê hinek erdhejiyê hîs kiribûn. Piştra hewl dabûn derkevin derve, lê dîtibûn ku "rê girtîye" qêrîn kiribûn. Mesele hemû ev bû..

"Merheba jiyan!" Zinar, bi henek û pêkenî digot; "Niha em kêliyên dirêjkirinê dilîzin"

Her çi qas bi rizgarkirina hevalên xwe kêfxweş bin jî, ev nedihat wateya jibîrkirina pirsgirêkên weke bi dersa taloqkirî ra rûbirû bimînin . Ji îro û şûnda dê çibikirana, vêga pirsa di serê wan da ev bû. Li cihê ku lê bûn xwe bi xwe nîqaşek biçûk kirin û li bersiva pirsan geriyan. Divê biçûna an bimana? Di vê nîqaşê da angaşta çûyînê bi ser ket, yên ku bi van rêbazên gerîla dizanin vê rewşê baş fêm dikin. Hema di cîda ji hevalên xwe yê din ra jî agahî şandin. Ew ê bi jor da bikişiyana û biçûna ser tepik an. Di demeke kin da amadekariyên xwe kirin û ketin ser rê.

Di newal û mesîlkan da bi dizîka dikişiyane jor. Sebebê hilkişîna wan a bi dizîka, piştî liv û tevgera balafiran hatina firokên kifşê bû. Van firokan elotexmînî derdorê bombedikirin û di derbarê cihê gerîlayan û fikarên wan da agahiyan berhev dikirin. Wisa dixuya bû dijmin qet dema xwe wenda nedikirin.

Li ser van hewldanên dijmin, hevalên xwe li mesîlekî teng û bi deviyan pêçandî bi cih kirin. Di wê derê da hildikişiyane jor. Hedefa gerîlayan, xwe bigînin derdora "qada fitbolê" ya li herêma Mala Farqînê bû. Ji ber ku wê derê hem qadeka fireh, hem jî cihekî bi darên berû yên qalind pêçandî bû, ji bo kamûflajê jî gelek baş bû. Milekî meşê mesîlkê girtibû, milekî jî hê li nuqtê bû. Ha di wê kêliyê da du firok li hewa peyda bûn. Hem jî firokên êrişker. Bi hatinê ra bombe barandin ser nuqteyê. Bombebarana wan bi qasî seetekî dewam kir. Hevalên li geliyê herî jêr, ji vê êrişê tu xesar nedîtin, ev jî agahiya ew ê rojê ya herî baş bû. Vê carê firokê hevalên yekîneyên ser tepikan bi cih kiribû û ber bi wan ve çû. Ev firokên wek cinawir ê di destê Tirkan de, her carê çend heb roket di carekî da diavêtin.

Bi fermandayîna fermandarê tîmê, "belavbin!" her kes bi aliyekî da belav bû û ketin sîper an. Piraniya sîperan, li ser rêyek nêzîkê wan a nedihat bikaranîn û li cihekî weke hewşê bûn. Hevalê Aryan li pişt sîperek neçêkirî û xwezayî bû. Roketek îsabetê kevira ber serê wî kir û şerapnelekî ji kevirê jê kir. Yek ji van keviran bûbû sebebê birîndarkirina hevalê Doxan ê nasnava Aryan bi kar dianiyan. Xesara ji vê êrişê dîtibûn tenê ev bû. Êrişê seetekê dewam kir û weke destpêkê bi dawî bû. Êdî dikaribûn ji bo vekişandinê bikevin nav liv û tevgerê. Birîna hevalê xwe yê birîndar paqij kirin, pêçandin û girêdan. Birîna wî ne ewqas xidar bû. Lê zêde nedikaribû bimeş e. Sakîne jî çûbû gel Aryan. Parî moral da kê û got, divê tu dikaribî bimeşî. Ji bilî meşê çare tunebû. Sakînê jê ra got; tu ne ewqas lawazî û bi te nakeve jiyana ewqas gerîlayan bikî xeteriyê. Piştî axavtineke kurt hevalê xwe yê birîndar îqna kir. Gerîlayan, Aryan jî dane kêleka xwe û çûn cihê vekişandinê. Weke Sakînê jî gotibû, ji xeynî vê çare tune bû.

Hedefa wan Mala Farqînê bû.

***

Li herêma Mala Farqînê li derdora erdekê guncav û dûz belav bûbûn. Gerîla, di demsala havînê da li vê qadê lîstika futbol û voleybolê dilîstin. Lewra jî ji vê qadê ra "qada fitbolê" digotin. Cihê ku lê bûn darek berû ya qurmê wê qalind hebû. Li binê vê darê, Cemal, Hebûn, Robar, Yilmaz (ji gundê Zoxpa ya navçeya Palo ya Xarpêtê ye.) û Sakîne di bêtêla mezin da guhdariya dijmin dikirin û li aliyekî jî nîqaşan dikirin. Hebûnê Dirêj jî, fermandarê yekîneyekî din bû. Di derbarê şêwaza tevgera xwe da nîqaşan kirin û li gor pêkhatina operasyona dijmin û rewşa biqewime biryar girtin. Diyar bû, însiyatîf di destê serkanê şerkerê Tirk da bû. Li gor îhtîmala berfirehiya operasyonê di derbarê cihê vekişandinê da jî nirxandinan kirin. Herî dawî, rewşa berfê, liv û tevgera qereqolan û derketina dijmîn a operasyonê, çi hebû nirxandin. Piştî nîqaşên hatin kirin, bawerî pê anîn ku dê di navbera rojek durojan da dijmin dest bi operasyonê bike. Ji bo operasyon bihatana kirin divê li hin qereqol û li hin hîman teqwiyeya komikî bihatana kirin. Başe, hêzên leşkerên Tirk bi berfirehî ketibûn qadê, lê ji bo operasyoneke berfireh belav nebûbûn. Di çarçoveya van îhtîmalan da biryar girtin. Bi qasî du rojan dema wan hebû. Di vê pêvajoyê da ji neçarî divê li cihê xwe biman û piştra di demeke guncav da bi plansaziyeke baş tevbigeriyan. Teqez, pêdiviya wan bi biryarekî wisa hebû. Yekîneyekî gerîla li Kortepe mabûn. Yekîneya di bin fermandariya Hebûn da li Hêgayê Dereyî bû. Divê rê û rêbazek nîşanê van herdû yekîneyan bidana. Di vê navberê da guhdariya radyoyên Tirk dikirin. Hê di radyoyê da, di derbarê şer û pêvçûneke da ragihandinek derbas nedibû. Wisa xuya bû, di derbarê operasyonê da ambargoya ragihandinê li ser çapemeniyê hebû.

***

Êdî li Mala Farqînê bi cih bûbûn. Li aliyekî civînan çêdikirin, li aliyekî jî li gor pêkhateyên ji aliyê dijmin ve bêne kirin dinirxandin û agahdariyan berhev dikirin. Agahdarî, him di şerê gerîla da him di tevahiya şeran da pir girîng e. Divê hêza dijmin bê zanîn, rewşa sîpergirtinê bê zanîn, nîyeta wan baş bê zanîn, hêza hevaltiyê û moral bê zanîn. Xulase divê her tişt bê zanîn. Nêzîkatiya li dijî pêvajoya biharê pirseke girîng bû. Vê nîqaşê jî hate kirin. Di çalakiyê da, kêmasiyên gerîla yên li dijî êrişa hewayî, lawazî û kêmasiyên dijmin hatin nirxandin. Leşkerên Tirk ên beşdarî operasyonê bûbûn bê tercube bûn. Bawerî pê hebûn ku di rewşek wisa da, ji bo bêmoraliyê amade bûn. Ger gerîla bi awayekî xurt li ber xwe bide dê leşker bikevin nav fikaran û tirs li wan çêbe. Berf û barana herêmê ji bo Tirkan jî paşwendî bû. Lê ji bo danîna leşkeran a bi firokan piçek be jî, ji bo wan pêşwendiyek bû. Lê hêza gerîlayan û wesayîta wan tenê lingê wan bûn.

Paşwendiya şervanên kurd, tenê kêmasiyên wan ê sala borî û amadekariyên wan ê di milê lojîstîkî bûn. Bi vê ra hebûna berfê û zivistanê jî zehmetî didan wan, lê ev ji bo Tirkan jî derbasdar bû. Rastiyek hebû, duqatî gerîla bêtevger û bêbandor kiribû. Tew bi ser da, hin cih hebûn ji bo ku berf tenik bûbû, bi rêveçûna gerîlayan ra şopên lingê wan ji bo firokên kifşê dîmenekî baş didan. Ev jî milê pê ve biçûna bêguman xuya dikir. Pirsgirêka wan a sereke ev bû. Paşwendiyeke jî hebû, gerîla tevahî li gel hevdû bûn. Bi vê rewşa xwe ji bo dijmin bûbûn hedefeke hêsan. Li gor qeyd û bendê şerê gerîla divê hêzên xwe li araziyeke biçûk weke yekîne belav bikin, lê li dijî şêwaza ku artêşa Tirk li wan dida derfet tunebûn ev pêk were.

Di vê çarçoveya da, nîqaşa milê rêxistina leşkerî hate kirin. Di nîqaşê da mijara sererastkirina hêzê girtin dest û bang li Yilmaz jî kirin. Yilmaz fermandarê yekîneyên xeşîm bû û perwerdehiya wan dida. Yekîneyên xeşîm, di zivistana zor û zehmet da perwerdehiya xwe li geliyê ku bi ava Çemê Sarimê dihat avdan dîtibûn. Ji roja ku şer dest pê kiribû ve li wir li benda derketinê an jî biryarek di derbarê wan da bê dayîn sekinandî bûn. Ji bo vê Yilmaz vexwendibûn civînê. Di her alî da nîqaşên dirêj hatin kirin. Herkesê fikrê xwe digotin. Herî dawî, digel hemû tiştan biryar girtin ku ji hevdû veqetin û her yekîne bi aliyekî da belav bibe. Li gor vê biryarê, yekîneya di bin fermandariya Sakînê da, dê biçûna herêma Koyê Spî. Yilmaz, jî dê yekîneya gerîlayên xeşîm bigirta û derbasî herêma Geliyê Kovî bibûna. Geliyê Kovî di navbera Pasûr û Mûşê da ye, dikeve pişt Bêçare’yê. Ev der nêzîkê cihê perwerdehiya gerîlayên xeşîm ê berê bû. Di vê navberê da yekîneya Hêgayê Dereyî jî dê biçûna cihê xwe yê berê.

Herêma ku lê bi cih kirîbûn, piranî wê bermahiyên gundê hatibûn şewitandin bû. Ev gundên ku berê şên û şeng bûn, îro hin jê hatibû şewitandin, hin jê bi dozeran hatibû dûzkirin û di nav bêdengiyê da bûn. Di demên borî da van gundan war û wargehên bav û kalên eşîrên Miston û Botiyon’an bûn. (Navê van herdu gundan, bi zaraveya Kurmancî Mistan û  Botiyan in.) Li aliyê başûrê herêmê yek du gundên nehatibû şewitandin hebûn lê ew jî zêde kes tê da tune bûn. Meriv dikare bêje tenê destûr ji kesên temendirêj ra hebû li wir bijîn. Du roj li wê derê nîqaş û nirxandinan kirin û di vê çarçoveyê da hin biryarên nû hatin girtin.

Heyeta baregehê, aliyê êvarê Avreş û gerîlayê ragihîner Hogir û du hevalên din ji bo çûna ser tepikan derxistin araziyê. Van gerîlayan ji bo bibin mêvanê ragihandinên dewleta Tirk, bêtêlên mezin bi xwe ra birin. Armanca wan ev bû ku di derbarê rewşa dijmin da agahdar bin. Her çendî diyar bû ku dê tirk bi şîfreyî jî biaxivin, gerîlayên ragihîner û xwedî tecrube bi van cîhazan bi hêsanî dikaribûn axaftinên dijmin deşîfre bikin. Bi vê boneyê, ew ê bi hêsanî axaftinên navbera qereqol, xwestina firokan û veguhestina hêzê deşîfre bikin. Ev zanebûn ne tiştekî ji rêzê bû. Heyeta baregehê jî dê li cihê xwe vê rewşê bişopandina.

Xuya bû, agahiyên ji cîhazê bi dest xistibûn qet jî baş nebûn. Li gor vê jî, hat ragihandin ku hîma Korsê ya li ser rêya Dara Hênî û Amedê, hîmên Şatos, Bawon û hîma Bawerdê tevahî tije leşker kirine. Tevgera teqwiyê ji bo Licê û Dara Hênî jî derbasdar bû. Teqwiya leşkerî zû bi zû didomiya. Hîmê Bawerdê, ji bo nêzîkê Çemê Sarimê ye zêdetir girîng bû. Wekî tê zanîn yekîneyên xeşîm ku di binê fermandariya Yilmaz da li wir bi cih bûbûn. Agahiyeke biçûk a neyînî, dê cesareta van ciwanên ku hê bi rastiya şer ra rûbirû nemabû bişikestana û hin surprîzê din ew ê bibûna sebêbê xirakirina moralê wan. Bi vê boneyê zêdetir Yilmaz ketibû nav fikar an.

Di çarçoveya agahiyên nû hatibû bi destxistin da, heyeta fermandariyê di nav nîqaşê da bûn, hesabê liv tevgera leşkerên Tirk dikirin. Encamek girîng ji van nîqaşan derket, ew jî ev bû; Vê carê operasyona dijmin dê berfirehtir bûna. Bi qasî ku li gor salên borî neyê qiyaskirin dê berfireh bûna. Teqwiyeya ku li herêmê hatibû kirin bi awayekî din ne pêkan bû bê îzahkirin! Heyeta fermandariyê li gor vê rastiyê li ser pirsgirêkên pratîkî kûr dibûn. Di çarçoveya agahiyên ji cîhazê hatibû girtin da pirsên bê bersiv di serê wan da çêbûbûn. "gelo ew ê dijmin bi tevahiya hêza xwe derkeve araziyê?", "gelo dê pêdiviya wan bi rawestandinê çêbibe?", "gelo ew ê kengê derbikevin araziyê?", "Hege derkevin, ew ê di kê derê da derkevin?" Tabî di vê mijarê da, ceribandin û tercubeyên wan ê berê dê ji wan ra alîkar bibûna.

Di vê navberê da agahiyên di derbarê destpêkirina operasyona leşkerên Tirk da dihatin. Operasyonê li herêma Sîwan’ê ya di navbera Hênê-Qerbegon-Dara Hênî da dest pê kiribû. Lê hê leşkerên Tirk bi gerîla ra têkiliyek germ çênekiribû. Li herêma Sîwanê (Herêma Apê Mûsa) du yekîneyên gerîla di nav liv û tevgerê da bûn. Timekî di nav qavzê da çep û rast digeriyan, bi vê tevgera xwe jî hewesa dijminê xwe di qursaxê wan da dihiştin. Yek ji van yekîneyan jî, di dema qavzê da ji qada operasyonê kişiyabûn û di aliyê gundê Zera'yê da derbasî deştê bûbûn. (Zera, gundekê girêdayî navçeya Licê ya Amedê ye.) Yekîneya di bin fermandariya Sînan da jî, ji bo parastinê xwe spartibûn çiyayê ku "Girê Pakrewanan" li wir e. Ev der ji ketina kemînê ra cihekî guncav bû. Çimkî leşkerên Tirk, tevî Girê Pakrewanan her derê girtibûn. Bi vê boneyê jî, ji bo tevlî hêza mezin bibin bang li wan hat kirin. Ger ev yekîne tevlî hêza mezin nebûna dê Sînan û hevalên xwe di nav operasyonê da bimana. Her çi qas, li herêma ku hêza mezin lê ye îhtîmala operasyonê hebe jî, ev zêde ne zelal bû. Jiyanê wan mecbûrî fikrên ne ji dil kiribû, ev jî bêhemdî bû. Yanê heta hêzên xwe çep û rast belawela bikin, ew ê li dijî şert mercan wan qonsantreyê şer bikirana. Yekîneya ku bihata ji 40 gerîlayan pêk dihat. Bi hatina vê yekîneyê ra hejmara wan tevahî dibûn 200 kes.

***

Gerîlayan, civîn li ser civînê çêdikirin. Li aliyekî hesabê şêwaza operasyona Tirkan dikirin, li aliyekî jî moralê xwe di cih da digirtin. Dema hesabê şêwaza operasyona dijmin dikirin, tim li gor têgihîştin û tercubeyên xwe yên berê ev hesabî dikirin, taqtîkên nû nedigirtin berçav û şaşî dikirin. Ger meriv li tercubeyên wan ê demên borî mêze bike, leşkerên Tirk 3,4 roj piştî veguhestinê derdiketin operasyonê. Wan di derbarê operasyonê xwe da şêwazek klasîk berdewam dikirin; ewilî aliyê jêr digirtin û piştra geliyan bombe dikirin. Herî dawî derdiketin ser gir û tepikên ku gerîlayan girtibûn û piştra êrişê geliyan û gerîlayan dikirin. Yanê her gav pêvajoya operasyonê di heman çarçoveyê da dihat meşandin. Heta niha surprîzek tune bû.

Lê operasyona leşkerên Tirk a vê salê ne di rewşek asayî da bû. Gerîlayan di serî da vê fêmnekiribû. Piştî şamilbûna berfirehiyê ew ê derbiketana holê. Li gor nirxandinên fermandarekê ku piştî demek dirêj di derbarê operasyonê da kiribû, êw ê dijmin him li Şam'ê li dijî serokatiyê (Abdûllah Ocalan) sûîqest pêk baniya, him jî di demên pêş da li dijî Başûrê Kurdistanê û him jî di hundir da vêga li dijî Eyaleta Amedê operasyona leşkerî pêkdianiyan. Hin leşker, siyasetmedar û kesên qontr-gerîla ku di binê sererkaniya giştî ya Tirk da bûn û kesên maceraperestên di nav MHP"ê da hatibû berhevkirin û hin cerdevan û çeteyên ku bi dirûşma "Ya em ê biqedînin, ya em ê biqedînin" hatibûn pêşxistin. Dewleta kûr, ketibû binê rêveberiya van çeteyên çavsor û li dijî rewşenbîrên kurd, karsaz, milîs û heta kurdên ji rêzê "bê îfade" înfaz dikirin, xeracê dixwarin û talankeriyê dikirin. Yek ji van çeteyan ji bo sûqestekê li dijî serokê tevgera azadiyê (PKK) Ocalan hatibû peywirdarkirin û di heman demê da tevgera leşkerî hatibû dest pê kirin. Armanc, bi kuştina serokatiyê dê tavsiyekirina rêxistina leşkerî (ARGK) bi her hawî hêsan bûna û wan tarûmar bikirana.

Bi rastî, plan bi awayekî dahiyane bû! Lê tu kesî bi zorê ji Ocalan ra nedigot "here bikeve dafikê." Ev tişt nebû, Ocalan nekete vê dafikê û ev plana sûîqestê pêk nehat. Piştî roj û salên paşê tenê "alternatîfek" wan hebû, ev jî bi înadek mezin tevgera leşkerî bû! Ev plansaziya 1996'an, di milê aliyê başûr da, di milê navnetewî û bi berxwedana gerîlayan hate pûçkirin. Plansaziya ku dixwestin hin cih dagir bikin pêk nehat û di demeke kin da paşve kişiyan. Êrişên ku berî wextan li Amedê dest pê kiribûn jî berdewam dikirin.

Di vê navberê da hikûmeta ANAYOL'ê ya bi serokatiya Mesûd Yilmaz hatibû çêkirin bi planekê ew ê li Amedê civîna lijneya wezîran pêk bianiyana. Beriya vê civînê ragihandina agahiyên serfiraziyê dê hêzeke bidana alîgirên hikumeta dewleta Tirk. Serokwezîrê dewleta Tirk Mesûd Yilmaz jî, bi plansaziya wekî fermandarekî serfîraz li Amedê paketa demokrasiyê vekirana. Bi qasî ku gerîlayan ji meselê fêmkiribû, rewşa dawî bi vî hawî dihat nirxandin.

Vêga jî, li dijî pêşxistina têkoşînekî hêzên xwe bi cih dikirin. Bi vê boneyê yekîneya di bin fermandariya Sakînê da ew ê biçûna tepikên Kortepe heta darbenda Bilûwan bigirtana. Ji bo li tepik zêde hêzdariya gerîlayan tunebû, di şûna wê derê da ew ê yekîneyekî hêza gerîlayan biçûna mezra Kancware’yê. (Kancware, li ser gundê Xosor a navçeya Licê ya Amedê ye.) Van tepikên ku heta herêma Çemê Sarimê dirêj dibin ji aliyê yekîneyên fermandar Kawa, Zerdeşt û Rûkenê ve hatin girtin. Hin gerîlayên girêdayî yekîneyên Sakînê jî, dê darbenda Bilûwan û Kortepe bigirtana. Ev jî hêzeke bi qasî du mangayan bû.

Bi qasî tîmek hêz jî, çiyayê Karatê girtin. Çiyayê Karatê dikeve aliyê başûrê gundê Bilûwan û çiyayekî bi serê xwe zincîre ye. (Karat, mezreya gundê Bilûwan a Dara Hênî ye.) Tepikên Karatê yên resen heta bêjî bi dar û berê gur pêçandî bû. Ev zincîre, bi şaxorên fireh ê zinaran tije bûn, ji bo şervanên şerê tevgerî cihekê nedihatin bi dest xistin bû. Ji bo parastinê cihekî gelek beş bû, lewra jî bi dilekî rihet gerîla li wir bi cih bûn. Di jêrê ev tepikî da şiverêyekî seyareyan derbas dibû. Ji bo dema leşkerên Tirk bi operasyona bejahî bikevin qadê, ew ê ev rê bikarbînin, divê gerîlayan tepikê Karatê baş bigirtana û ji bo parastin û vekişandinê, rê bikirana bin qontrola xwe. Sakîne bi xwe jî, wek berpirsiyarê heyeta fermandariyê li ser ev tepikê ku bi ser gundê Bilûwan ve bû.

Di vê navberê da, yekîneya di bin fermandariya Sînan da, ji herêma Apê Mûsa hatibû. Vê yekîneyê jî tepikekê wek tepikê Karatê yê ji bo qontrolkirina rê stratejîk bû girtibû. Yekîneyeke din jî, tepikekê gerîlayan jê ra "Askerleşme Tepesi" digotin girtibû. Bi rastî ev tepik jî tepikekê zincîre ye. Ji gundê Bilûwan dest pê dike hetanî Hêgayê Dereyî dirêj dibe. Yekîneyek gerîla jî Kortepe girtibû. Yekîneya dawî jî, derdora mezra Norşînê ya dikeve jêrê gundê Bilûwan girtibûn. (Norşîn, mezra gundê Rîzî ya Dara Hênî ye.) Bi vî hawî, rêya ku dijmin berê xwe bidanê û bixwestana tê da tevbigeriyana dê bigirtana. Fermandarê eyaletê Cemal, demeke bangî Sakînê kir. Pirsgirêka bi cihbûnê qediya bû. Êdî divê bi hin meseleyên jiyanî ra eleqedar bibûna. Çimkî dê serê sibehê tevgera vekişandinê dest pê bikirana. Wê çaxê di milê pratikî da birêxistinkirina hêzên din jî pir girîng bû..


 

 

 

                 

 

BEŞ 3 (Çemê Sarimê)

Gerîlayên ku di çadirên teng da razayî bûn, bi berbanga sibehê ra, bi agahiyeke nebaş ji nav nivînê xwe rabûn. Agahiyên wisa ji girikvanan dihatin. Ev hevalên ku ji bo çavdêriyê li ser gir û tepikan bûn, liv û tevgerek bêwate ferq kiribûn. Her der tije leşker bû. Gelo çi deqewimiya? Akîf, tevî tîmekî ber bi jor ve kişiya. Dûrbînê girt û li tevgera leşkeran mêze kir, dixwestin armanca wan fêm bike û rewşa wan bipîve. Ger di rewşên wisa awarte da, hûn bixwazin armanc û nîyeta dijminê xwe fêmbikin, weke gerîlayan dikir, ji bo çavdêriyê cihê herî baş Qilê Lîs bû. Qilê Lîs, him bi bilindiya xwe, him bi serdestiya herêmê û ji bo texmînkirina operasyonê weke nuqteya referansê dihat bikaranîn. Di navbera yekîneyên leşkerî da, ji bo koordînasyona çavdêriyê cihekê pir girîng bû. Lewra jî, di her operasyonê da ev tepikê bêyom ji aliyê dijmin ve weke cihê koordînasyonê dihat girtin. Ji bo vê carê jî nekeve dest tu sedemek tune bû. Bi kurtasî, ger dijmin vê derê bigirta, dihat fêmkirin operasyonekî heye. Akîf, cara ewilî berê dûrbîna xwe bi aliyê gir da kiribû. Erê, dijmin Qilê Lîs girtibûn. Hem di tevgera wan da, hem jî, ji bêdengiyê diyar bûn leşkerên Tirk bi şevê û peyatî hatibû li wir bi cih bûbûn. Nexwe bi asayî, di serî da ji hewa da bi teq û req bombe dikirin û piştra bi firokan leşkeran vediguhestin û Qilê Lîs digirtin. Akîf, fêm kir ku rewş xirab e, bi rêya bêtêlê li fermandarê tabûrê Mistefa geriya. Mistefa li aliyê jêrê gund bû. Di navbera wan da kurte axavtinek derbas bû:

"Dijmin li ser Qilê Lîs e, em çawa bikin heval?"

"Yekîneya eniyê dê li geliyê Mezra Miho bimîne, tu hêza xwe bigir û were."

"Hate fêmkirin heval"

Akîf, fermanê cîda pêkanî. Piştî yekîneya eniyê li Mezra Miho bi cih bû, hêza gerîlayan girt û ber bi jêr ve çû. Li aliyekî dimeşiyan, li aliyekî difikiriyan. Rewşa erdnîgariyê li ber çav bû, hêza di destê wan da qîm nedikirin ku di şerekî da serkeftî bin. "Ger rewşek wisa biqewimiyana dê çi bikirana?" "Ger hewceyî bi vekişandinê hebûya ew ê vekişiyana ku derê?" Weke van pirsan gelek pirsên din jî di serê wan da cirîd diavêtin. Bi fikrandina van pirsan meşiya û tevî hevalên xwe gihîştin geliyê Çemê Sarimê. Fermandarê tabûrê Mistefa jî li geliyê Sarimê bû.

Dema gihîştin nuqteyê, Akîf fêm kir ku ne bi tenê ne. Qerebalixeke gelek zêde gerîla li wir kom bûbûn. Di serî da pir kêfxweş bûbû. Lê her ku difikiriya baştir fêm dikir ku kombûna heft yekîneyên cuda fikaredar e û ji bo wan xetereyek mezin e. Weke xwekujiyê dihat hesibandin. Cihê kêfxweşiyê fikaran girtibûn. Van fikarên xwe bi hevalên xwe yên heyeta fermandariyê ra jî parvekirin, lê neçariyê van yekîneyan anîbû gel hev. Bi lêdana dijmin, yekoyek ji cihên cuda vekişiya bûn û hatibû li vir kom bûbûn. Meriv dikare bêje, ji aliyê dijmin ve ber bi li wir ve hatibû koçkirin. Di vê liva Kişikê (Satranç) da dijmin pêşwendiyeke mezin bi dest xistibûn û pergala derbasbûna pêngaveke nû û parastinê ji gerîlayan ra nehiştibûn. Ya girîng ev bû, vêga ew ê ji vê tengasiyê çawa rizgar bibin.

Fermandarê tabûrê Mistefa, cihê peywira fermandarên yekîneyên nû ragihand. Hin tepikên bêne girtin hebûn nîşanî wan da. Akîf, li gor vê fermanê yekîneya xwe amade kir û got "çi dibe bila bibe, divê hûn sîper û cihê xwe neterekînin." Bi vê dîrektîfê her komê şand tepikên ku bigirin. Çimkî terikandina van sîperan, dê sê komên gerîlayên di qavza vekişandinê da bi xeteriyê ra rûbirû bihêştana. Van tepikan serdestê hin geliyên biçûk ê li Çemê Sarimê bûn. Hevalên wan di vêderê da vedikişiyan. Ev yekîneyên ku vedikişiyan, yek jê ya fermandarê eyaletê Cemal, yek jê ya fermandara tabûra baregehê Sakînê û yekîneyekî jî ya Apê Mûsa ku ji herêma Sîwan vedikişiyan. Xulase, ji bo silametiya van hêzên girîng divê van tepikan saxlem bihatana girtin. Ger ku van tepikan baş nehatana girtin ew ê dijmin bi hêsanî biketana van geliyan. Ev her sê yekîneyan hezar zehmetî dabû ber çav û ber bi van geliyan ve dimeşiyan. Ji bo ku Akîf bi cidîyeta rewşê dizanibû, di peywirdarkirina gerîlayan da, ji bo destneberdana herêmê pergala mangayê xira nekir. Dê ev ji bo bi cih anîna peywiran hêsan bûna.

Li aliyê din, ji bo şerekî dijwar Tirkan jî amadekariyan dikirin. Li aliyekî bi firokan leşkeran vediguhestin, li aliyekî jî yekîneyên gerîlayên ku vedikişiyan bi xelebatî bombe dikirin. Di nava çend seetan da rewş wisa bû ku li ku mêze bikin rastê leşkerên tirk dihatin. Çiya û kevir tev bûbûn leşker. Tepikên ku berê li ber çavan çîl spî bûn, vêga bi hebûna leşkeran her derê reş dikirin. Dîmenek tirsnak bû. Şerkirin ne zor bû, lê piştî şerekî navxweyî, vekişandina ji qada şer xitmandineke çêdikirin û tirsnakiya fermandarên gerîla bêhemdî li ser wan qurfandineke çêdikirin.

 

6’ê Nîsanê
Gav bi gav rewş xetarnak dibû. Digel vê, kesên di fermandariya heyetê da hestên xwe nedidan nîşandan û weke qet tiştek tunebe tevdigeriyan. Bêdengî zêde nedomiya. Ji nîşka ve teşxeleyek çêbû. Her derê bi teq û reqa bombeyan alan da. Di vê navberê da yekîneya baregehê ya di binê fermandariya Cemal da jî bi sax û silametî gihaşte wê derê. Gerîlayên westiyayî rê, bê rawestin hema cîda ketin sîperan. Li her cephe şer dest pê kiribû û her goşe bûbû dojeh, agir dibariya.

***

4’ê Nîsanê 1996
Berbanga sibehê. Weke gelek gerîlayan Sakîne jî şiyar bû. Li aliyekî ketibû xetên bêtêlên Tirkan, li aliyekî jî bi hevalên xwe ra di têkiliyê da bû û rewşa wan difikiriya. Ji nîşka ve teqîneke çêbû û gule di ber gohê wê da "vîzînî" kir, veciniqiya. Hema di cîda, ji bo rewşê fêmbike bi hevalên xwe yên ragihîner ra têkilî çêkir. Çi diqewimiya? Bersiva vê pirsê, weke pirsekî xwe bi xwe fikirî. Tabî mijar têkiliya bi dijmin ra bû. Di bêtêlê da jê ra hat ragihandin ku şer dest pê kiriye û gerîlayeke bi navê Jiyan şehîd ketibû. Veciniqiya. Her çi qas di şer da agahiyên şehadetê asayî bin jî, gerîla bi agahiyên wisa têne hejandin. Ji ber ku her gerîla di nav hevalên xwe da şopeke cuda dihêle. Gerîla, bi gelemperî di nav daristanê da weke dareke tê hesibandin, lê dîsa jî ew dareke bi serê xwe ye û bêhempa ye. Her nefereke vê malbata mezin di her dîmenê mirinê da xwe dibîne û pê vediciniqe. Lê piştî demeke kin tê ser hemdê xwe û qebûl dike ku jiyan berdewam e. Bi vê baweriyê vedigere ser erkê xwe. Şer li hemberî wan diqewimiya. Yekîneya li wê derê di bin êrişek dijwar da bû. Bi vê boneyê, ji wan hat xwestin ji cihê şer vekişin û derbasî geliyê Sarimê bibin. Gerîlayên yekîneyê, bi lez û bez xwe dane hev û ketin ser rêya Sarimê. Lê piştra tê fêmkirin ev vekişandin şaşiyek bûye.

Şaşî bû, lewra jî tepikên ku gerîlayan terikandibûn ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibûn girtin. Xeta vekişandina gerîlayan û hemû cihê tevgera wan dihatin bombe kirin. Êdî, aliyekî geliyê ku gerîla li wir bûn ji aliyê dijmin ve hatibû girtin û li aliyekî jî gerîla di nav tevgera vekişandinê da bûn. Vekişandineke xeternak û bê ewlehî! Di vê navberê da, hevalek wan jî di vê bombebaranê da şehîd ket. Van wendahiyan di hawirdorekê tu derbeyek li dijmin nexistibû da dihat dayîn. Ji nîşka ve kêfa gerîlayan xira bûbû.

Sakînê, fermana serûberbûna meşandinê da hevalên xwe. Beriya ku ji aliyê dijmin ve bêne dorpêçkirin divê bi lez û bez bimeşiyan û ji vê derê derbiketana. "Lez bikin hevalno, nexwe em ê bikevin tengasiyê." Di vê mijarê da mafdar bû. Leşkerên Tirk ê li hember bi cih bûbûn, bi piştgiriya hêza hewayî dest bi sûîqestan kiribûn. Hevalên ku di ferqa rewşê da bûn jî nedisekiniyan û hemû tev û talê yekîneyê top dikirin. Xwarin, teqemenî û naylonên ku berê girtibûn gel xwe, her tişt di demeke kin da top kirin û ketin serê rê. Van tev û talê xwe ber bi geliyek jor ve birin. Wê demê Cemal jî li qadeke nêzîkê vî gelî bû. Li wir tevgera vekişandinê birêve dibir. Cemal bi hatina Sakînê parî rihet bû û bi hêza xwe ber bi jêr ve kişiyan. Sakîne jî, ew ê di şûna wî da, tevî hevalên xwe di xeta vekişandinê da ber bi jor ve biçûna.

Lê, leşkerên Tirk, li hemberê gelî cihê xwe saxlem kiribûn û bê navber wan bombe dikirin. Bombebaran pirî dijwar bû gerîla li cihê xwe asê mabûn. Bi vê boneyê, Sakînê ji hevalên jêr alîkarî xwest. Bi hatina çend hevalan ew ê darbendê baştir bigirtana û xeta vekişandinê biketa ewlehiyê. "Hat qebûlkirin" û hema cîda tîmekî hate şandin. Bi hatin û piştgiriya vê hêzê sîperên aliyê jor zeximtir kirin. Vê hêzê bersiva bombebarana Tirkan dida û hevalê wan ê jêr hêdî hêdî dimeşiyan. Hêdî be jî, bi vî hawî yekîneyên gerîlayan yê li tepikên dawiya Kortepe û berdewamiya wî bûn, hêzên "Askerleşme Tepesi" bi saxî ber hundir ve kişandin. Piştra, hêza parastinê û bermahiyên yekîneyên ku ji paşve mabû jî bi heman alî ve kişiyan.

Piştî ev kar û barên wan xilas bû, Sakîne bi van hêzan ra ji aliyekî din ve berjêr kişiya. Bi vekişandina gerîlayan, Tirkan fersendê dît û tepikên; Bilûwan, Kancware, Karat û Dorşînê tevî Mezra Miho bi lez û bez girtîbûn û ketibûn sîper an. Gerîla, di newaleke navbera van tepikên girtî da pêşve dimeşiyan. Milê xwe yê çepê dabûn Karat û îstiqamet ber bi tepikê Dorşînê ve dimeşiyan. Li aliyê wanê rastê jî, Kancware, Bilûwan, Mezra Miho û hin tepikên biçûk ê Qilê Lîs hebûn. Van tepikên ku bi darê berû girtî bûn, bi cih bûna leşkerên tirk tije bûbûn û êdî weke hevalek li wan mêze nedikir. Ji ber ku însiyatîf ketibû destê leşkerên Tirk, şervanên Kurd, di newalek bê ewlehî da dimeşiyan. Bi rastî, ji aliyê dijmin ve mecbûrê vê rewşê hatibûn kirin.


Gerîla, kom bi kom ji hevdû diqetiyan û tevgera vekişandinê pêk dianiyan. Yek ji van koman li Karat bû. Yek jî tepikên Karatê yên hê neketibûn destê Tirkan, Ozan û hevalên xwe girtibûn. Li aliyekî şer dikirin, li aliyekî jî tedbîrên rêya vekişandinê digirtin. Komeke din jî, ji bo bêbandor mabû, tevlî koma mezin nebûbû. Di vê navberê da, bere bere leşkerên Tirk nêzîk dihatin. Çi qas bi jêr ve diçûn, gerîla zêdetir diketin tengasiyê. Wisa ketibûn rewşeke nebaş ku nikaribûn şiverêya li jorê xwe jî bikarbînin. Lewra jî, ger vê şiverê bikarbianiya, weke gotina gerîla, yan ji rastê ve, yan ji çepê ve dê "dîmenek vekirî" bidana dijmin. Ev jî dihatin wateya ku bêne bombebaran kirin. Êêêê wê çaxê ber bi newalê ve! Ji bilî ava berî hezar salan weke çînê rêyeke fetlok û asê honandibû, tu çareyek wan nema bû xwe lê bigrin. Newala bi pişirînê xaka xwe wenda kiribû, ji bilî kevirên kund, xişin û tûj tiştek nemabû. Van keviran dibûn sebebê birîndariya lingê hin gerîla yên pêlavê wan qetandî. Tevî van pirsgirêkan, ava biharê ya bi berf û baranê zêde bûbûn û di newal û mesîlan da bi coş diherikiyan, ji bo gerîlayan weke îşkenceyê bû.

Têkoşerên Kurd, di van şert û mercan da, bi qasî sê kîlometreyan konvoyek çêkiribûn û tim dimeşiyan. Şervanên ku demek dirêje bêrawestandin di nav rewşeke bêbetlane da bûn diqeheriyan. Li dijî dijmineke xedar ê bi çekên giran, balafir, firok û 35 hezar leşker êriş dikirin, 200 gerîla bi berxwedaneke bêhempa têdikoşiyan û fermandarên Tirkan heyr û miheyrî xwe dihişt in.

Di wê kêliyê da, firokên dijmin li hewa peyda bûn. Tenê ev kêm bû ha! 7 firok, bê navber herêma gerîla lê bû bombebaran dikirin. Yek jê jî, "dîmen digirtin" û firokên din bi rê ve dibirin. Di van seetan da yekîneyên bejahî yên Tirkan jî, dest bi êrişan kiribûn. Êdî şerekî rasteqîn bû dihat jiyandin. Gerîlayan, meşa xwe dane sekinandin û bi lez û bez ketin sîperan, bersiva wan dan. Digel van hemû şaşaayan firokên Tirkan bi qasî 1,2 seetan tu wendayî nikaribû bidin gerîla.


Di vê navberê da, yekîneyekê dijmin ji tepikek pêşiya wan şiqitîn û dixwestin rêya wan bigirin. Rewş zêdetir cidî bû. Ger vê yekîneyê nehatibûna astengkirin dê rewşekî xeternak çêbûna û dibe gerîla bihatana dorpêçkirin.

Cemal:

"Ji bo rawestandina van adiyan, sê hevalên ji dil û can dixwazim!" Ev daxwaza Cemal, gerîlayên bi navê Sozdar, Sîdîq û Çîçek bersivandin.

"Ez heme!"
"Ez heme!" ...

Cemal: "Spas hevalno. Di wan tepikên pêş da hin leşkerên dijmin ber bi jêr ve dişiqitin, divê bêne rawestandin."

Sozdar: "Erê, min jî wan dît."

Sozdar, him diaxiviya, him jî bi pêçiyan rêya ku leşkerên ji tepik dihatin xwarê nîşan dida.

Cemal: "Hetanî heval bigîne wê derê, hewl bidin wan rawestînin.

Sidîq: "temam, em ê herin!"

Ev tîma biçûk, hema cîda derbasî cihê peywirê xwe bû. Li gor yên ku dihatin, derketin ser hin tepikên baştir û li leşkerên Tirk girêdan. Bi lêdana ewilî du leşkerên Tirk berteref bûn. Li dijî bersiva gerîlayan qurf li yekîneya leşkerên Tirk ket û sekinîn. Lê dîsa jî, Sozdar û hevalên xwe wê derê nediterikandin. Çimkî li jêrê tepikên ku girtibûn, hevalên wan tevgera vekişandinê dabûn destpêkirin. Hege şaşiyeke vekişandinê bikirana dê dijminê wan bi dijwarî bi ser wan da bihatana û şer biketa asta xitmandinê.
Di vê navberê da, dîtin ku li jêrê geliyê beriya bistekî tê da derbas bûbûn, leşkerên dijmin bi dizîka di wê derê da tên. Bi vê boneyê Cemal, vê carê hevalê Eren û tîmekî din şande wê derê. Ev tîm jî, bi gihîştina wê derê ra ketin sîperan û bi wan ve dan, leşkerên ku dixwestin bi dizîka bimeşin hatin rawestandin. Bi rawestandina dijmin, milê gerîlayên hêza mezin di rêya teng a newalê da meşa xwe berdewam kirin. Demeke şûnda, hevalek ji koma pêşeng, ji nîşka ve hişyariyeke kir:

"Dijmin, ji aliyê Bilûwan ve tê!"

Erê, kesên dihatin baş xuya dikirin. Koma pêşengên leşkerên Tirk, heta jêrê newalê hatibûn û kemîn vegirtibûn, li benda gerîlayan bûn. Têkoşerên Kurd, evcar ji bo vê komê pêşwazî bikin tîmekî din derxistin. Bi vî hawî, li aliyekî ji bo têkileyeke germ, li aliyekî jî bi baldarî dimeşiyan. Lê rastiyek hebû; dijminê wan, xetên wan ê vekişandinê baştir tespîtkiribûn. Aliyê ku pê ve diçûn li ber çavan bû. Ev, ji bo wan xetereyek mezin bû. Lê dîsa jî hetanî geliyê Sarimê şer kirin û bê wendahî gihîştin Sarimê. Tenê, yek ji fermandarên yekîneyekî, Hebûn (Hebûnê Dirêj) bi perçeyek şarapnelê ji qorika xwe da birîndar bûbû. Ev perçe di qorika wî da mabû. Gerîlayan, bi darbestekî çêker wî hilgirtibûn û heta nuqteyê anîbûn.

***

Heman roj...
Robar û hevalên xwe ji tepikê Vartûkê derbas bûbûn û bi mangayekî nav yekîneya fermandar Mistefa da bûbûn yek. Dijminê wan ji du milan da pêşvediçûn. Milê yekemîn tepikek serdestê Vartûkê girtibû, milê dinê jî ji aliyê jêr da rasterast ber bi wan ve pêşvediçûn. Cihê gerîla lê diman sîperên parastinê lê tunebûn. Ciheke rût û bi berf bû. Di dema vekişandinê da, bi gotina gerîlayan, "dijmin dîmen girtîbû." Bi girtina dîmen ra Tirkan çend lêdanên sûqestê avêtin. Lê ev lêdan bêcih bûn. Gerîla hinek paşve kişiyan û ketin sîperan. Lê bi hejmara qasî 20 kesan zêdetir bi ev tepik ve dihatin. Nexwe, ji bo girtina Vartûkê 12 kes bes bûn. Bi vê boneyê, bi taybet 8 gerîlayên jin hilbijartin û ber bi jêr ve şandin. Yên mayî jî dê dijmin pêşwazî bikirana..

Seet 09:00. Li herêma Bilûwan beriya 4 seetan şer dest pê kiribû. Cemal, bi bêtêlê li wan digeriya. Hetanî wê demê, yekîneya Vartûkê tenê bi milekî dijmin ra di nav şer da bû. Cemal, ji wan ra da ragihandin ku dijmin li her alî ve veguhestinê kiriye. Weke tê zanîn, di vê navberê da yekîneya Apê Mûsa, Karat û Dara Hênî di nav tevgerê da bû. Ji bo spartinê li stargehek pêbawer digeriyan û berê wan li geliyê Sarimê bûn. Şevekê şûnda ew ê ji qada operasyonê derbiketana û ber bi xeta Dorşînê ve biçûna. Cemal, bi bêtêlê ketibû dewreyê, lê, di vê roja dê weled diavêtin da herkes bi yekîneya xwe ve eleqedar bûn û derfetê têkiliyek rasterast tune bû. Çimkî, hemû xetên bêtêlan tije bûn.

Digel vê, piştî çend hewildanan dengê Cemal gihîştîbû wan.

Cemal: "Tu bi rewşa gelemperî dizanî heval?"

Hevalên aliyê din, ji dengê çekan heta wê kêliyê tiştek fêm nekiribûn. Tabî bersiva wan "na" bû.
Cemal: "Pekî rewşa we çawa ye?"

Rizgar; "rewşa me baş e heval, tenê yekîneyekî leşkerên Tirk ji milekî ve êriş dikin"

Cemal, stratejîkbûna tepikê Rizgar û hevalên xwe li wir bûn digirtin ber çav û bibaldarî tevdigeriya:

Cemal: "Wan baş raçav bikin û baş lêxin. Ha. Ev jî heye, teqez ji sîperên xwe dernekevin. Hat fêmkirin?"

Rizgar: "Hat fêmkirin heval"

Cemal: "Rêz û silav"

Rizgar: "Rêz û silav"

Di navberê da bi qasî nîv seetî derbas bûbû. Dîsa çirînî bi bêtêlê ket. Cemal digeriya. Dengê Cemal bi surprîzek bifikar ji bêtêlê bilind bû. Rizgarê ku bi salane wî nasdikir fêmkiribû hin qewimînê neyînî çêbûn e.

Di wê kêliyê da Sakîne jî ket dewreyê:

"Me BKC'yan derxist geliyê jor. Bi lêdanên zivirkirin-tacîz li dijmin dixin. Heval bi vê ewlehiyê darbendê derbas dikin."

Cemal: ”Hate fêmkirin heval." Vê carê xîtabê Rizgar û hevalên wî kir:

"...Tepikên derdora me tevahî ketine destê dijmin. Tenê newal di destê me da ma ye. Em ê di newalê da bimeşin. Ew jî, li tepikên qora berber ê bi ser me ve ne. Ji wir xwe berjêr berdidin. Di vê rewşê da cihê we pir girîng e. Ji cihê xwe, teqez tevnegerin. Yekoyek sîperên we bi dest bixin jî, cihê xwe neterikînin."

Rizgar: "Hate fêmkirin" "ger bi vê şêwazê werin, em ê tu zehmetî nekişînin û bi rojan li ber xwe bidin, xeman neke."

Di vê navberê da dijmin ferq kiribû, tenê nuqteya parastinê tepikê Rizgar û hevalên xwe lê ne, an jî, ji axaftina cîhazê fêm kiribû. Di kişikê (Satranç) da êdî dora pêngaveke nû bû. Hetanî ev tepikê pirahî rêya leşkerên Tirk dida girtin nehatibana xistin dê Çemê Sarimê ji bo gerîla tim cihê ewlehiyê bûna. Hege ev tepik ji aliyê leşkerên Tirk ve bihatana girtin dê rola wan biguheriyana û di şûna rêbirandina gerîla da vê carê Tirkan rêya gerîla bigirtana. Wisa dixwuya bû li dijî vê pêngava Cemal, ew ê heyeta serkanên Tirkan jî pêngaveke bi bandor bidin destpêkirin û encamên girîng jê derxînin. Karê bikirana hêsan bû; bi tevahiya hêza xwe arasteyê tepik bibin!

Seet; 10:00. Tirkan, hêza xwe ya êrişkar veguhestin ser tepik. Ji çend milan da dest bi arasteyê kiribûn. Lê bi berxwedaneke bêhempa ra rûbirû man. Gerîlayan, ji ser tepik, bersivek tund dida dijmin û bi her aliyê ku dijmin dihatin ve gule direşandin. Lê beriya du êrişên dijmin gelek cebilxane bikaranîbûn. Ji ber vê yekê, ji wê çaxê da cebilxaneyên wan li qedandinê bûn. Di vê êrişa dijwar da bi rastî jî cebilxane hema hema diqediya. Bi vê boneyê Rizgar, ji hevalên jêr teqwiyeya cebilxanê daxwaz kir. Ev daxwazî bi lez bez hate bicihanîn. Bi taybet di aliyê guleyên BKC û Qilêşan da di tengasiyê da bûn. Di vê navberê da, dijmin jî girîngiya sûîqestan ferq kiribûn û wan jî, dest bi Qirnas û M-16 kiribûn û bersivê didan. Gerîlayên ku li jêrê gelî di sîperan da bûn, ji bo piştgiriyê bidin Rizgar û hevalên wî, sê heb gerîla û bi wan ra piştgiriya cebilxaneyê şandin. Ev her sê gerîla Cemşîd, Eladîn û gerîlayek din bûn. Cemşîd, ji navçeya Bismilê ya Amedê bû. Cemşîd û hevalên xwe çend heb çêkên sûîqestê yên Rizgar ji wan xwestibûn jî bi xwe ra biribûn. Êdî di milê cebilxanê da dewlemend bûn.

Piştî nîvroyê. Bi ferqkirina lêdanên sûîqestê, Tirkan, rêbaza taktîka xwe guherandin. Vê carê di milekê din da yekîneyek veşarî şandin. Hêzên xwe yên din jî li aliyekî gelî bi cih kiribûn. Koma veşarî, ji bo tepikê di destê gerîlayan da bi dest bixin ji aliyê paş ve bi jor ketibûn. Di rastiya xwe da, vekişandina dijmîn, çalakiyeke balê ji ser xwe bidin alî bû. Gerîlayan, tevgereke bi dizî texmîn nekiribûn. Gerîlayê bi navê Doxan, ferq kir dê hevalên ser tepik xafil bêne girtin, bi cîhazê wan hişyar kir. Êdî dem nêzîkê berêvarê bû. Rizgar, bi tena serê xwe tepikê mijara axaftinê raçav kir. Di vê navberê da, ji bo ragihandina rewşa dawî bi rêya bêtêlê bi Cemal ra têkilî çêkir;

Rizgar: "Erişa dijmin zêdetir dijwar bû heval. Em çawa bikin?"

Şert û mercên Cemal têde bû jî dest nedidan. Pêdiviya wan bi demê hebû.

Cemal: "Hevalê Hebûn birîndar e, heval wî hildigrin, bîstek din jî li ber xwe bidin. Dibe?"

Rizgar: "Bi bîstek berxwedan tiştek nabe, em ê li ber xwe bidin. Lê dijmin dev ji şerê sîperan berda ye û bi lêdanê sûîqastê bi me ve didin. Ji xeynî vê, di derbarê pêşxistina tevgera veşarî da jî agahî gihîştin ber destê me."

Cemal: "Bi we bawer im, êdî çi hewce dike bikin" û cîhazê girt.

Piştra, Rizgar bi tena serê xwe, ber bi ew tepikê ku dijmin bi dizîka girtibû ve meşa xwe berdewam kir. Di vê navberê da, bi fermandarê tabûrê Mistefa ra jî têkilî çêkiribû. Di wê kêliyê da dijmin ferqkiribû. Di vê navberê da, hevalek din jî hatibû rex Rizgar. Ev baş bû. Dijmin pişt çiya girtibûn û ber bi wan ve dihatin. Lê wan hê xeteriya mezin ferq nekiribûn. Dijmin ne ji milekî da, ji du milan ve di nav tevgera nizilînê da bûn. Yanî milekî leşkeran, di nav berfê da meşiyabû û bi qasî çend gavî mabû ji wan ra bêjin "merheba! Em hatin!." Ev tîma leşkeran bi kincê berfê bûn û ji 5,6 kesan pêkdihatin. Gerîla, hema di wê kêliyê da dev ji yên tepik berdan û li vê komê girêdan. Şerê li dijî vê komê ne wek yê sîperan bû, şerek rûbirû bû. Ji bo vê derfetê wan tune bû. Ev êrişekê bû û bi ser wan da hatibû. Tenê tiştek bikin hebû; bi lêdanê paşve bikişin. Wisa jî kirin û bi sax û silametî ji vî şerî xilas bûn û vekişiyan.

Dijminê wan Qilê Lîs ê Dorşînê girtibû. Gerîla jî, li ser tepikê Vartûk ê qora Qilê Lîs bûn. Ev herdû gerîlayên paşve kişiyabû li ser tepikek rûte û heta bêjî bi berf bûn. Ji ber ku Qilê Lîs bilind bû, ji bo sûqestê jî cihek guncav bû. Dijminê wan li vê derê bi cih bûbû û bi keyf dixwestin gerîlayan ji xwe ra bikin nêçîr. Gerîla, bi vê boneyê bi qasî sed metreyan ji ew tepik paşve kişiyan. Di vê navberê da, Rizgar li cihek bi kevir dirêj ket. Xwest sîper bigire. Lê di wê kêliyê da guleyekî got "viiinnnn" û li kevira ber serê wî ket. Hê jî xilas nekiribû. Hê rewşa li holê fêm nekiribû, hew dît tevî hevalê xwe bi newalê ve giroro bû.

Rizgar, him bi bêtêlê diaxivîn, him jî derdorê raçav dikir. Dixwest bê ka dijmin ji kîja alî ve ji wan ra astengî derdixe. Lê, bi rabûnê ra ji milê xwe guleyek xwar. Birînek xidar girtibû. Milê wî hatibû şikestin. Êşeke giran dikişand. Digel vê rewşa neyînî hewl da û bi hevalên xwe ra têkilî çêkir, rewşê ji wan ra ragihand.

Rizgar: "...heval min derbe xwar."

Cemal derketibû bêtêlê.

Cemal: "derbasî be heval, te ji ku derê xwe derbe xwar?"

Rizgar: "ji milê xwe, milê min tevahî betal e."

Cemal: "we pir tengav dikin?"

Rizgar: "dixwazin bi sûîqestan encam bigirin. Di vî alî da pir tengavî çêdikin. Me êrişa milekî da rawestandin, lê van lêdanên sûîqestê pir bi bandor in."

Cemal: "tu wê derê biterikîne û xwe bigîne hevalên ku li gelî ne."

Rizgar: "fêm bû heval, rêz û silav."

Cemal: "dubare derbasî be, rêz û silav."

Di vê navberê da, dîtin yekîneya Hebûn û leşkerên Tirk jî, li Mezra Miho şer dikin. Mezra Miho, ji cihê wan baş xuya dikirin. Vê mezreya vik û vala tam li hemberî Vartûkê bû. Yanî tam li hêla hemberî geliyê Sarimê ya bi Vartûkê ve sînordar e. Kevir biteqe navbera wan sê kîlometre heye an tune.

Ji bo li derdora mezreyê zêde berf hebû, dijmin bi hêsanî nehatibû wê derê. Lê leşkerên dijmin zêdetir giraniya xwe didane ser Vartûkê. Balkişandin tiştekî girîng heye; heta wê çaxê êrişên bi qobrayan nehatibû kirin. Van firokên qobra bi êrişeke dijwar hevalên wan ê li gelî bombe dikirin. Li Vartûkê tenê lêdanê sûîqetê pêk dianiyan. Car caran jî bi lêdanê hawanê diketin dewreyê lê zêde bandora wan tun bûn. Ev jî, her hal bi boneya qewimandina şerê rûbirû bû. Lewra jî bêbandor bû.

Rizgar, ji fermandara mangayê hevala Newroz û hevalê Dogan daxwaz kir, hêzên xwe topbikin û wî bişopînin. Hemû bi hevdû ra ber bi jêr ve xwe berdan. Êdî bûbû êvar, tu fonksiyona ev tepik nemabûn û wê derê terikandibûn. Demeke kin meşiyan û gihîştin mezra Eliyê Mîran. Li wir tevlî hêzên fermandar Mistefa bûn. (Eliyê Mîran, mezreya gundê Bilûwan a navçeya Dara Hênî ya Çewlikê ye.)

Navberekê çavê Rizgar bi darbestekê li ser milê hevalan ket. Baş nêzîk bû, mêze kir lê bi çavê xwe bawer nekir. Ev fermandar Hebûn bû! Hebûnê Dirêj. Bi giranî birîndar bû. Hevalên wî darbesteke ji daran çêkirîbûn û bi hêviyeke dawî wî hilgirtibûn. Hebûn, ji Rizgar pir hesdikir. Dema bi ew birîndariya xwe Rizgar dît, bi çavên xwe yên cemidî ku êdî hema hema dihatin girtin berê xwe bi Rizgar da kir. Kifş bû, dixwestin ji Rizgar ra tiştekî bêje. Dengê Hebûn xizok derdihat. Gotinên devê wî qut dibûn û bêwate derdiketin. Rizgar, ji bo gotinên ev fermandarê emekdar (Hebûn) fêm bike, gohê xwe bir ber devê wî. Lê dîsa jî fêm nekir bê ka çi dibêje. Wisa xuya bû, Hebûn, li ser darbestê qet di rewşekî baş da nebû. Edî qediya bû. Di qirika Rizgar da bêhemdî giriyekî çêbû û şewqa Hebûnê Dirêj, hevalê wî yê bi salan, li ber çavê wî hêdî hêdî tefiya. Piştrs bê tevger bû..

Cenazeyê hevalê xwe yê qehreman, ji bo di demeke guncav da bi merasîmek bispêrin axê, li cihekî veşartin û hemû bi hev ra ber bi geliyê Sarimê ve çûn. Gerîlayên tîmarker, milê Rizgar ê ji ber êşê nedihewiya derman kirin û girêdan. Ji bo êşa wî daxînin derziyeke nowalgînê li qorika wî xistin. Şervanê deh salan Rizgar Dêrxust ê herêmê baş dinasiya di destpêka vê operasyona xeternak a 20 rojan da bêbandor mabû û dûrî şer bûbû. Lê, dîsa jî di ev şerê giran da li gor derfetên xwe ew ê di demên pêş da tiştên bikira hebûna..

***
Gerîlayên Kurd, bi hemû hêzên xwe li geliyê Sarimê, li mezra Eliyê Mîran civiya bûn. Ji bilî wan, li wê derê yekîneya di bin fermandariya Remzî da, yekîneya girêdayî eniya baregehê û yekîneyên şervanên nû jî hazir û amade bûn. Van yekîneyan li vir hêza xwe kirin yek. Lê di rewşekê asayî da, yekîneya di bin fermandariya Remzî da divê başûrê derdora çiyayê Qurmikê, heta Ziktê ya dikeve navbera Licê û Pasûrê bigirtana. Lê, ev Ziktê û ya Dara Hênî ne heman in. Ziktê ya tê behskirin mezreya gundê Zerra ya Pasûrê ye. Eniya baregehê jî divê li aliyê jêrê Ziktê ango li qadên zêdetir dikevin başûrê Ziktê bihatana bi cih kirin. Lê, ji ber terza lêdana Tirkan, gerîlayên li wê derê bi cih bûbûn jî, paşve gav avêtibûn. Bi qasî tê zanîn dijminên wan pergaleke bi bandor a nû dabûn pêşxistin. Jixwe, ew yekîneyên ji hev cuda yên ber bi wê derê ve hatibûn "şandin" cihê erkê wan ê komkirinê ne ew der bû. Tiştên ku wan li vêderê anîbû gel hev, bêderfetî û mecbûrî bûn. Bê xwestin.

Vêga hejmara wan 300'î derbas kiribû (bi texmînî 320). 7 yekîneyên cuda yên gerîla li heman nuqteyê kom bûbûn. Ev, ji bo dijminên wan fersendekî bê hempa bû. Lê, weke hate behskirin mecbûrîtiyê wan anîbû gel hev. Dijminê wan ê teknolojiya bilind bi kar dianî, di vê pêngava şerê sêgoşeyî da xuya dikir ku wan tirsandibû. Tirs! Tirsa ku hestekê mirovahiyê ye û di dema peydabûna tirsê da, bêguman hişê meriv di asta herî jor da dixebite. Leşkerên Tirk ê bi firokan hatibûn veguhestin, tepikên serdestê geliyan girtibûn. Di dawiya raûnda yekemîn da gerîlayan kiribûn rewşeka nêçîrê. Şervanên Kurd, di bin dorpêçeka dijwar da mabûn. Divê ji ev dorpêça dijwar bihatana rizgarkirin, lê çawa? Êdî hişê wan divê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bişuxuliyan.

 

 

 

                         BEŞ 4 (Roja Biryargirtinê)

 

6’ê Nîsanê 1996
Dijminê wan, ji êvarê da hemû tepikan tavilê girtibû. Tirkan, bi berbanga sibehê ra, vê carê ji hewa da bi firokan xiz dabû lodgehiya veguhestinê. Bi vê veguhestina serê sibêhê ya bi qasî du seetan, 20 hezar hêza leşkerî li derdorê bi cih bûbû. Ev jî dihat wateya ku ji sêyan didû leşkerên derketine operasyonê li wir kom bûne. Nexwe serkanên şerkerên Tirk, vê pêngavê weke "pêngava îmhakirina tevgerê" difikiriyan. Di vê pêngava Kişikê (Satranç) da hêza bêparsengî ecêb û tirsnak bû. Bi rastî jî, ji bo serkanên şerkerên Tirk, dengeyeka "têkoşîna bi merdî" hebûn. Bi piştgiriya 20 hezar leşker, nêzîkê 100 heb firok, bi çêkên giran û koma keştiyên leşkerî "Mehmetçîkê Qehreman" li dijî koma têkoşerên Kurd ku hejmara wan ji 320 gerîlayan pêkdihat û tenê çeka wan qilêş bû, dê bi hev ra hesab bidîtana. Li aliyekî şer; çend gerîlayên ku bi dirûşma azadiya welatê xwe ketibûn ser rê, li aliyekî din jî; artêşa Tirk a îmhaker ku hemû hêza xwe û piştgiriya manewî ji Îsraîl û ABD'yê digirt. Him jî bi çi çekdarkirinê.

Seet 06:00. Di şefeqa sibehê da, garana firokan her derê reş kiribûn. Ezman xuya nedikir. Wisa dihat fêmkirin, Tirkan tevahiya firokên xwe rakiribûn. Gotineke pêşiyan heye dibêjin, "weke garana tertûr an" êriş dibirin ser çiya û geliyan. Vê carê, dê gerîlayên Kurd "biqedandana." Bi rastî jî, aliyekî yaraniyê û henekiyê tune bû. Ji roja destpêka operasyonê da sinyalê vê li ser çapemeniyê hatibû dayîn. "Ji bo mehçûb nebin" çi ji destê wan dihat texsîr nedikirin. Generalên Tirk, ji xwe pir bawer û bi ewle xuyabûn, ji ragihînerên televizyonan ra digotin; di demeke nêzîk da em ê cenazeyên wan nîşanî we bidin. Di navbera du seetan da tevahiya gir û tepikên derdora wan ji aliyê leşkeran ve hatibûn girtin. Êdeta, li her derê leşker dibariyan. Di ev pêvajoya hetanî seeta 08:00'ê sibehê da, ji Pasûr, Dara Hênî û Licê bigir hetanî geliyekê li başûrê Mûşê tevahî hatibûn girtin. Ev teqtîk a şerekî nû bû. Gerîlayan, di dawiya salê da li dijî vê teqtîkê bi pêkanîna şerê Kirya Reş bersiv dan. Him jî bi hêzeke hindik û bi heman rêbazî.

Gerîla, xeta ku ji bo vekişandinê difikiriyan, tepikên li wê derê ji aliyê dijminê wan ve hatibûn girtin, lewra jî divê van tepikan bişopînin û xwe bigînin qada ewlehiyê. Ji ber ku nikaribûn xwe bigînin tepikan, ji mecbûrî dê geliyan bikarbianiyana. Niha jî, divê bi plansaziyek, di pişt rêzeçiyayên ku Tirkan xwe lê şidandibû da dolamalî bibûna û di aliyê bakur da xwe bigîhandana Geliyê Kovî. Piştî gihîştina hedefa xwe ew ê bibûna du kom. Qismek, dê biçûna herêma Dorşînê ya Pasûrê, beşa din jî ew ê vekişiyana gelî û zozanên bakurê serdestê Dara Hênî. Li gor plansaziya wan rêya biçûna vekirî xuya dikir. Ev gûmana wan hetanî nîvroyê berdewam kir.

Sakînê, aliyê nîvroyê hewcedarî bi piştraskirina rewşê dît. Tevî du gerîla ji bo sihêtiya rê bikin ber bi tepikên ku pişta xwe dabûnê ve hilkişiyan. Li wir, bi bêtêlê ji milê xeta vekişandinê, rewşa rê pirs kir. Bi qasî dîtin, leşkerên Tirk li ser rê tune bûn. Piştî çavdêriyê dîsa jî bi baldarî Sakînê ji milê kifşê xwest, pê ra bikevin têkiliyê. Lê bîstek şûnda agahiya "li bendê bûn" hat. Leşkerên Tirk, wê derê jî girtibûn. Jixwe di rewşeke dorhêl da her tişt eksî bû, kes li bendê nebûn ji bo derketinê dijmin xetekê vala bihêle. Lê, dîsa jî hêviyeke bû. Kanê. Êêê rastî tehl bû. Dijmin, ta di serî da li wir bû. Ji ber ku kincê berfê li wan bûn ewilî nehatibûn ferqkirin.

Li ser vê, Sakîne û hevalên xwe di nav hêviyên şikestî da xwe berjêr berdan. Tam jî bawerî bi bêderfetiyê anîbûn, ji ku derketin ev miriyên bi timtêl. Hêza mezin a eyaleta Amedê, li Sarimê asê mabûn û divê ji mecbûrî berê xwe bidana aliyekî din. Aliyekî, rêya wî ne girtî be. Di demeke kurt da lêkolînên xwe kirin û biryara ragihandina ji heyeta fermandariyê ra bikin dan; Divê ber bi herêma Vanka Sûr a dikeve aliyê başûr ve biçûna. (Vanka Sûr, mezreya gundê Azgilêr a navçeya Dara Hênî ya Çewlikê ye.) Dê ji Vanka Sûrê dest bi tevgera vekişandinê bikirana. Di heman demê da Vanka Sûr, herêmeke Dara Hênî ye. Ev li aqilê Cemal jî hatibû. Ji ber ku Geliyê Kovî jî dijmîn girtibû, meşa ber bi wê derê ve jî ne pêkan bû. Divê di derbarê ev rewşa nû da hevdîtin çêbikin û hedefên ku berê xwe bidinê werin eşkerekirin. Berpirsiyarê herêmê Cemal, di rewşeke zor da bû, bi van hestan bang li nobedarê efser kir. Dixwestin hemû fermandarên heyetê kom bibin. Di demeke kin da, hevalên heyeta fermandariyê ku ji Sakîne, Sînan, Yilmaz, Robar, Mistefa û Remzî pêk dihatin li cihê Cemal lê bû civiyan. Rewş pir xeternak bû. Şêwaza ku dijmin bi ser wan da dihat, ji bo belavbûna wek yekîneyên biçûk dest nedida. Dema ev pêkbihatana bi îhtîmaleke mezin ew ê yekoyek bihatana îmhakirin. Ji ber ku dijmin tevahiya têketin û derketina rêyên vekişandinê girtibû. Ger yekîneyekî biçûk a gerîla biketana kemîneke wisa, dê bi hêsanî bihatana îmhakirin. Tew, dijminatiya xwezayî jî di ser da bi zêdeyî. Darên ku bi pelê xwe wan binixumînin jî nabe pelên xwe vekin. Hevbirîna xêza asoyî ya navbera zivistan û biharê ji berekî da dirêjtir dibû. Li erdê berf hebû. Bi ser da jî çamûr. Her gava biavêjî erdê reş dikir, şopên lingan weke wêneyekî derdiketin meydanê. Her wêneyekê ku ji aliyê firokên kifşê ve bi hêsanî bihatana dîtin. Na, heger bi hevdû ra vekişin jî dê rewşeke neyînî çêbûna û ji rewşeke asayî zêdetir wendahî bidana. Ha di vê civînê da dixwestin ev rêya nabos derdasbikirana.

Di civînê da, biryareke weke hatibû çaverêkirin derket. Li gor vê jî, tespîtkirin ku di herêma Vanka Sûr a dikeve pişt Dara Hênî da, xwe bigînin Qilê Silbûs û ji dorpêçê xilas bibin. Ji bo vê jî, divê geliyekê bi aliyê bakurê pişt rêzeçiyayên geliyê Karatê ve sînordarkirî bû bişopandana. Rawestgeha wan a ewilî ew ê girê Karatê bûna. Gerîla, wê çaxê li herêma Vanka Sûrê bûn. Vanka Sûr, li derdora Sarimê û sêgoşeya Dara Hênî-Pasûr-Licê ye. Ji vir jî dê bi aliyê başûr ve biçûna, di derdora Karatê da berê xwe bidana herêma Qilê Silbûs ê dikeve bakûrê Dara Hênî.

Di civînê da biryarên hatibûn girtin, ji aliyê hemû fermandaran ve bi yekîneyan ra hatin nîqaşkirin. Digel birçîbûnî û rehtbûniyê bi lez û bez amadekariyên derketina rê dimeşandin. Di dawiyê da li bazara man û nemanê bûn. Di vê navberê da, hinek hevalên wan ê birîndar ku nikaribû bimeşiyan divê li wir bimana. Ji bilî vana, di şerê bê navber ê heta êvarê hatibû kirin da 5 hevalên xwe şehîd dabûn. Wan jî binaxkirin. 8 kes jî birîndar bûn û nikaribûn bimeşin. Pirsgirêka mezin yên birîndar bûn. Vana, ji koma mezin hatin qetandin. Ji wan ra gotin, hûnê li vir bimînin. Qismek nan û ava di destê wan da bûn jî, bi van hevalan ra parvekirin. Yên birîna wan zêde ne xidar bû jî ew ê bi hêza mezin ra bimeşiyana. Bi wan ra jî axivîn û moral dane wan. Li aliyekî din, bi boneya şerê ku hetanî êvarê domiya bû tu kesî loqmeyekî nan nexwaribû. Rehtbûnî û bêhalî di qonaxa herî jor da bû. Digel vê, bi xîretekî mezin hev bi rêkûpêk kirin. Dîtir jî çareya wan tune bû. Seet li dora 23:00'an hemû yekîne ji bo birêketinê amade bûn. Ji hevalên mayî xatir xwestin. Hevdû hembêz kirin û gotinên xwe yê dawî gotin. Kî dizane ew ê sibehê çi bibe?..

Di vê seeta şevê da meşê destpêkiribû. Lê balkêşiya şertên xwezayî li dijî wan bû, wisa: Gerîlayan, ji bo guhertina cih tim şevê tercîh dikirin. Ji ber ku tarîtiya şevê hem wan ji dijmin, hem ji êrişa hewayî ya tangazkirî diparast. Ha vê neçarîtiyê wan mecbûr dikir "niyeta xirab" a demsalê bikşînin dilê xwe. Hewaya ku bi rojê di kêf û seyranê da bû, bi şevê ji nîşka ve dibû tarî, sar dibû û berf û barana ku kes nizanibû bê ka çi ecêb e destpêdikir. Tevî van şert û mercan, gerîlayên ji birçîbûn û rehtbûniyê bi giranî dimeşiyan êdî nikaribûn zêdetir rê li dû xwe bihêlin. Bi teqwiyeya rewşa hewayî, birçîbûnî, rehtbûnî û bêmoralî. Ew ê çawa bimeşiyana? Lê Karat nêzîkê wan bû. Di rewşeke asayî da, rêya du seetan ew şev heta serê sibehê meşiyan.

***

Heta bêjî bi gavên hêdî dimeşiyan. Di vê meşê da, ji gavên bi heybet ên gerîla eser tunebû. Berê xwe bi Vanka Sûr ve kiribûn. Hêvî dikirin leşkerên Tirk li wir tune bin. Ji ber vê yekê, Vanka Sûr ji bo vekişandinê cihek nimûneyî bû. Di vê navberê da li gor agahiyên ji wan ra hatibûn, yekîneyeke gerîla Vanka Sûr girtibû bin qontrolê. Êêê, piştî gelî di destê hevalên wan da bû, demeke kin be jî cihekê bi ewle hebû. Akîf, ji bo hevalên mangayên ser gir û tepikan jî, ber bi Vanka Sûr ve bikevin rê, bi rêya bêtêlê wan agahdar kiribû.

Fermandarê tabûre Mistefa, fermandarê tîmê Sozdar, Akîf, gerîlayê birîndar Rizgar û hevalekî din piştî herkesî ew jî ketin ser şiverêyekî. Ji ber ku Rizgar birîndar bû, hêdî dimeşiya. Lewra jî, ji koma mezin veqetiyabû û ji paşve hevalên xwe dişopand. Di vê kêliyê da firokekî bi aweyekî xeternak di ser wan da tûrekî avêt. Akîfê ku li ser koma paş mabû, li aliyekî derdorê raçav dikir, li aliyekî jî bi bêtêlê guhdariya ragihandinên Tirkan dikir. Demek, ferq kir yekî got;

"Di şiverê da 5 kesan min dîtin. Ber bi ... diçin"

Yê din jî digot; "Ez dibînim"

Lê, hê tu wate nedabû vê axaftinê her der di toz û dûmanê da ma. Bi teqînên erjeng ra Akîf hejiya û li qulikeke spartinê geriya. Hinekî li pêş reşahiyek dît. Gelo ev însanek bû? An kevirek bû? Ne diyar bû. Qet nefikirî û xwe avêt wê derê. Tenê xilasiya wî ev bû. Di pekandinê da, ji ber ku bi lez tevgeriya serê xwe li ew "kevirê" xist. Lê wî bi xwe tiştekî negotibû, tişta ku kevir hesibandibû bi qêrîn got "ufff, baldar be lo!" Nexwe, ji bilî wî hinekên din jî wê derê wek cihê rizgarkirin û spartinê dîtibûn. Lê, ji ber toz û dûmana ku bi avêtina roketan çêbûbû çav çavan nedidît, lewra jî rewşê baş fêm nekiribûn. Piştî demeke ku çavên wî hînê tarîtiyê bûn, dît ku tevî hevalê Sozdar, Rizgar û Mistefa hemû di qulikeke biçûk a bi qasî cihê kesekî kom bûn e. Di vê navberê da, negirîng be jî Akîf, bi hin parçeyên şarapnelan terişî bû. Lê, li gor pîvanên gerîlatiyê van birînan zêde ne girîng bûn. Di wê kêliyê da Akîf, ji fermandarê mangayê Zinar daxwaz kir ku çend roketan bi firokê ve bidin û balê bikişînin ser xwe.


Her çi qas Akîf: "Ger hûn viya nekin, rewşa me nebaş e, dibe em bên îmhakirin" bêje jî, plansaziyeke wan a pir giring hebû, divê ev plan xira nebûna. Zinar ji wan ra rave kir;

"Em ê di bejahiyê da li dijmin bixin, ji bo vê jî, em li bendê ne hetanî leşker nêzîkê me bibin." Êêê di rewşekê wisa da, ji bilî sekinandina bombebaranê tu çareyek di destê wan da tune bûn. Di dawî da, her hal pîlotê firokê bawerî pê anî ku erkê xwe bi temamî pêkaniye û weke hatibû vegeriya çû. Fermandarên, ji neçarî xwe spartibûn ew qulika biçûk bi awayekî derasayî tiştekî bi serê wan da nehatibû.

Fermandarên heyetê, ji stargehên biçûk derketin ser rê û çûn geliyê Vanka Sûr. Hêza jêr û jor hê di rê da bûn. Fermandarê eyaletê, tevahî berpisiyaran kom kir. Ji wan ra rawestgeha duyemîn vegot; derdora çiyayê Karatê. Lê, beriya bikevin rê, hin xizmetên rûtînî û mecbûrî hebûn bikin. Divê vana bihatana cih. Hewce bû herkesê hejmara birîndar û şehîdên yekîneya xwe ragihandana. Ew ê hejmar bihatana kirin. Ji aliyê din ve, dê bi yekîneyên li cihê dûr ra biketana têkiliyê û îstiqamet bi şîfreyê bihata ragihandin. Bes, ji ber ku herkesê di cîda berê xwe da bêtêlan, têkiliya hêza van yekîneyan aşîkar bû. Tenê ev kêm bû? Heft yekîneyên ku li ev qada biçûk hatibû gel hev, bi boneya herkesê bi cihekî ra têkilî çêkiribûn, pêwendiya bi bêtêlê zehmetî dihatin kirin. Hinek jê, bi metirsî dest avêtibûn bêtêlê ku dîrektîf bidin binyekîneyên xwe, hinek jê dixwestin xwe bigînin hevalên qetiyayî. Bi vî awayî derdor bi hengameya elektronîkî tengav bûbû.

Di vê navberê da çavên Akîf, li ser Hebûn asê bûbûn. Hebûn, di şerekê Akîf tê da birîndar bûbû da, wî li erdê nehiştibû û li pişta xwe kiribû ew biribû. Hebûn, bi awirên xwe li Akîf digeriya, Akîf jî, li dijî wî xwe berpirsiyar didît û ketibû bin zextên wijdanî û xwe mehçûp hîsdikir. Di nav ewqas karê xwe da, nikaribû bi hevalê xwe yê di qoreka xwe da birîndar bûye ra eleqedar bibe. Ji ber vê jî, diqeheriya. Hebûn jî, bi nêrînên xwe weke; "heval min li vir nehêle!" bibêje. Lê, dema wan pir teng bû. Divê, komên ji hev belawela bihatana komkirin û bi lez û bez nuqteyê biterikandana. Nexwe, dê jiyana hemûyan biketana xeteriyê. Bîstek şûnda, nêrînên Hebûn zenûn bûn. Bê tevger bû. Êdî ji tu kesî alîkarî nedixwest..

Jiyan berdewam bû. Di demeke kin da heft yekîne hatin gel hev. Ji binî heta serî, di derbarê yekîneyan da tekmîl hat dayîn. Wan jî, van agahiyan ji Cemal ra didan ragihandin. Piştî her tişt hate fêmkirin, hatin gel hev û ber bi Karatê û derdora Vanka Sûr ve ketin ser rêya serpêhatiyeke ne diyar. Wê çaxê seet 23:00 bû.


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

                       BEŞ 5 (Şeva herî dirêj)

 

 

7’ê Nîsanê
Di seetên serê sibehê da, hê roj dernekitibû, li mesîlekê ava wî ji başûr ve di nêzîkê Karatê da diherike Çemê Sarimê, gihîştibûn ber Çemê Şatosê. Şatos, geliyekê rêzeçiyayên Karat û Vartûkê bi salane bi herîkîna ava xwe ji hev qetandî ye. Navê xwe ji gundek jê ra bûye qerax girtî ye. Gundekê bi êrişa Tirkan hatiye terikandin. Mesîla ku havînê hema hema zuha dibû, ji bo derbasbûnê wê demê rê nedida. Bi barana biharê ra Şatos bicoş bûbû û weke çem diherikî. Yek du gerîla ji bo ceribandina derbaskirina çem hewl dan lê encameke erênî bidestnexistin. Yanî, ew der ji bo derbasbûna jeber ne asayî bû. Divê ciheke din bidîtana.

Di vê navberê da hema hema roj derdiket. Yanî, ji bo wan kêliyên xeternak ji nû ve dest pê dikirin. Pergende, bê xew, birçî û reht bûn. Vê rewşê du her halê wan da olan dida. Di şert û mercên rewşeka asayî da hewaya wê rojê bi coş dihat hesibandin. Ezmanekê bê ewr li ser wan bû. Weke xweza bêje; "hûn derewan dikin, şeva çûyî qet baran nebariya." Hema sar bû, weke xêliya spî rûyê berfê av girtibû. Fermandar Cemal, berî wextan ji bo derbaskirina gelî, plansaziyeke guncan kiribû. Ji bo ewlehiya meşê rêbazeke kirarî bû. Ew bi xwe li pêş û Sakîne dê li paş bimeşiyana. Gerîlayên di heyeta fermandariyê da ne jî, ew ê bi şêwazekê bikevin milê hev hatin peywirdarkirin. Qefleya ku bi birçîbûn û tunebûniyê di asta herî jor da bûn, bi vî hawî pir giran dimeşiyan. Şervanên ku li ser xwe bûn, hevalên birîndar û yên bêhal kerekaşo dikirin û derbas dibûn. Car caran bi zimamekî xweş, car caran bi halan û car caran jî bi gefxwarinê wan dikişandin. Hela hela ev qerimîna xewê tune bû? Vê xewê, psîkolojiya ku bi bîstek şûnda li benda rûdana şerekê be jî ditepisand.

Digel hemû zehmetiyan, berûberê avê meşiyan û dolamalî bûn xwe gihandin rasta pişta Karatê. Ev raste, li geliyekî dirêj ê di navbera Karatê û Vartûkê da bû. Li vir, ava gelî hinek sist û vêlik bûbû, ji bo derbasbûnê dest dida. Gerîlayan, kom bi kom dest pê kirin û hêdî hêdî avê derbas kirin. Piştî demeke dirêj şervanên Kurd derbasî jeberê avê bûn. Di vê navberê da Cemal ku pêşengiya komê dikir, bi bêtêlê li Sakînê geriya:

"Heval, heta hûn bi dûrbînê derdorê raçav nekin neyên."

Her çi qas Sakîne bêje "hat fêmkirin" jî, di dilê wê da tenganiyeke hebû. Dibê qey bi dûrbînê li hember mêze neke pirsgirêk diqede, lê ger mêze bike wê çaxê tofan bû! Lê ji neçarî divê mêze bikira.

"Hevalê Serxwebûn, hela wê dûrbînê bide min!" Dema Sakînê dûrbînê girt, ji aliyekî da jî rewşa geliyê nedestdayî difikiriya. Geliyê ku li pêşiya wan diherikiya bi du tepikan ve sînordar bû. Yek jê rûte û yek jî bi berf bûn. Di heman demê da pişta xwe jî dabû tepikekî din. Gelî jî gelek kûr bû, lê ji aliyekî da jî baş dihat hesibandin. Lê ji kîja alî ve mêze bikî, di kuçeyek nabos da bû. Di çavê wê da, derketina ji wir bi şer ne pêkan bû. Bi ser da jî, di vê dorhêlê da nizanibûn bê ka dijmin li ku bi cih jî bûye. Ji ber vê jî, di dilê xwe da dia dikir, digot; "vê carê, ez van kesên adî nedînim" bes e.

Sakînê dûrbînê girt û berê xwe bi çiya ve kir. Piştra, cesaret nekir mêze bike. "Ya dijmin li wir be?" Dibê qey mêze neke ew ê dijmin ji wê derê wenda bibe û ew jî rizgar bibin. Cara duyem jî bi ser neket ku mêze bike. Herî dawî hewl da, "çi dibe bila bibe" û tepikê hember raçav kir... û dijmin dît. Tiştê ku jê tirsiyabû hatibû serê wê. Heta hevalên wê "hela mêze heval" hişyarî dan, Sakînê xwe xapand û tepikê din jî raçav kir. Ew der jî hatibû girtin. Leşkerên Tirk gelek nêzîkê wan bûn. Lê dîsa jî, bi sihûd bûn, digel nêzîkbûniya wan a bi qasî 200 metreyî jî, dijmin wan ferq nekiribûn. Ji ku ve mêze bikî li her derê leşker hatibû bi cih kirin. Yanî tepikên rût jî û bi dar û ber jî tije leşker bûn. Tepikê Dorşînê, ji xwe di destê dijmin da bû. Vaya ji berê ve dizanibûn. Di vî geliyê kûr da, tevî ewqas heval di bin dorpêçandinê da Sakîne ketibû nav fikaran. Bi rastî tirseke mezin li ser çêbûbû. Hevalên wê jî di cejn û şahiyê da nebûn lo!.

Metirsiya çavan di nêrînên wan da kifş bû. Te digot qey herkes li benda mirinê ye. 300 gerîla li geliyekê teng asê mabûn û li benda aqibeta xwe bûn. Xuya bû rêya derketinê tune bû. Nêrînên wan, dişibiyan hestên dawî yê kesek cezakirî ku li ber dara mirinê be. Qey ev car dawî bû... gelo nîv seetên wan mabû? An seetek? Di cehnema wî kim? "Weke bêjin, çi dibe bila bibe, gavek zûtir bibe."

Di demên wisa da, aqilê meriv baş dixebite. Wekî me gotibûn, bazara man û nemanê! Ew ê bi ku derê ve bikişin. Ji bo şikandina vê dorpêçê ew ê dikaribin çi bikin? Pirs li ser pirsê di serê wan da çêdibûn. Karê ewilî, divê Sakînê ji Cemal ra raporeke bişîfre pêşkêş bikira. Cîhazê vekir, kete xeta taybet û xwe gihande Cemal.

"Girikvanên we ji wan in. Girikvanên me jî, ji wan in. Girikvanên komên din jî, ji wan in."

Bi normalî, hemû girikvan gerîla ne. Lê di vê şîfreyê da bi bêjeya "Girikvan" dixwestin bêje hemû tepikan leşkeran girtiye. Cemal, rewşê baş fêm kir û ji Sakînê ra ragihand;

"Hat fêmkirin"

Vê carê dora wî bûn ku bi şîfreyek pirs bike bê ka dijmin kîja tepikan girtiye. Sakîne;

"Ew ê we, li ser girê pişt we bi hêsanî tevdigerin, pir rihet in. Yek jê vêga çû daşirê xwe rihet dike!" Cemal, rewşê baş fêmkiribû.

"Temam, hate fêmkirin."

Erê, êdî Cemal jî baş bi rewşê dizanibû. Leşkeran her derê girtibûn, lê hê gerîlayan ferq nekiribûn. Di vê navberê da, nîvê gerîlayan avê derbas kiribû. Yên ku mabûn jî hêdî hêdî derbasî jeber bûn. Derbaskirina avê hewceyî dîtinê bû. Hinekan jê hevalên xwe yên birîndar kiribûn pişta xwe, hinekan jî milê xwe dabû milê hev û dixwestin di ev geliyê "şilope" yê bi ava berf û baranê coş bûye da derbasê jeber bibin. Car caran hûn mêze dikin, deh kes ketine milê hev û bi karwanî di avê da derbas dibin. Gava hûn bala xwe didin cihekê din, mêze dikî, gerîlayekî hevalekê xwe yê birîndar kiriye heta xwe û ji avê ra alan dixwîne. Ji dîtina vî dîmenê hevkariya ji dil a malbatek mezin gelek ders dihat derxistin. Ji van hemû derbasbûyînan ra Sakîne, Mistefa û Serxwebûn raçavî dikirin. Hetanî qefle hemû derbasî jeberê avê bû jî dijmin wan ferqnekiribû. Ev jî siûdek bû!

Di vê navberê da, li aliyê jorê gelî, yanê li aliyê Xizginosê pirekî biçûk hebû. (Xizginos, mezreya gundê Tavsalayê Rîzî ya Dara Hênî ye.) Girekê biçûk ku diketin aliyê jorê pirê ji aliyê du gerîlayan ve girtî bû, ji bo sihêtiya pirê bikin hêdîka xwe berjêr berdan xwarê. Di wê kêliyê da Sakînê jî, gohdariya bêtêla dijmin dikir. Ji bêtêlê;

Dengê ewilî, "Te dît?" Bi dengê duyem ra ku got "erê" û deng bi çekan ket. Lêdana ewilî ya leşkerên Tirk ne serkeftî bû. Di vê navberê da herdû gerîlayan xwe avêtibû erdê û gule rastî wan nehatibû. Lê hetanî wê kêliyê leşker ji gerîlayan agahdar nebûn, hema bi lez û bez rewşê ji serkêşên xwe ra ragihandin. Di demeke kin da cidîyeta rewşê guherî. Bi giregir û reqareqa çekan gelî di bin rewşeka cehnemî da bû. Di vê navberê da bi destekariya firokan tam teşxele çêbû. Li ser vê rewşê, Sakîne di nav şert û mercên tê da, bi bêtêlê bi Cemal ra nîqaşê kir. Divê çi bikirana? Tenê rêyekê li pêşiya wan hebû; êriş bikin. Êriş bikin û girê Karatê paqij bikin û hetanî êvarê li wir bin, tenê ev şensê wan hebû. Cemal jî, tevlî ev fikrî bû.

Sakîne û qefleya paşî, ber bi geliyekê aliyê Karatê ve averêbûn, Cemal jî tevî hêza ji 20 gerîlayan dê xwe bigîhandana girê pişt wan. Di navbera koma gelî û ya Cemal jê ra pêşengî dikir da demeke bi qasî pênc deqeyan hebû. Fermandarên koma mezin, ji ber ku bombeyên bênavber dihatin barandin, nedixwestin ku hevalên wan bi erzanî bêne kuştin û bi vê hesasiyetê tevdigeriyan. Dema gerîla, li gor dîsiplîna meşê tevnegeriyana dizanibûn dê çi qas mirî û wendayî çêbibin, ev jî, ji tercubeyên wan ê demên borî kifş bû. Ji ber vê jî, dîrektîfên fermandaran zorayî bi cih dianiyan.

Di domahiya rê da, pêwendiya Sakîne û Cemal qet nehat birîn.

"Em niha derkevin jor?" Ev dengê Sakînê bû.

Cemal: "Na, hinek bisekinin"

Ji neçarî rawestiyan. Di wê kêliyê da li aliyê jor şer dest pê kir. Bi vê boneyê, qismekî ji jêr ber bi cihê şer ve kişiyan. Dîmenê gelî qet jî baş xuya nekir. Di binê agirê guleyan da bi şaşwazî cehnemê dijiyan. Divê tiştek bikirana. Tiştekê vê şaşwaziyê û şoqê ji ser wan bavêje. Ji ku ve mêze bikî, rewşeke tirsnak û bêhêvî hebû li holê. Cemal, li herî pêş bû. Ji nîşka ve qocikê xwe yê hêşînî ku li ser reşiyê bû derxist avêt. Bi girtina çekê ra gule da dev û ber bi sîperên dijmin ve çû. Li aliyekî jî diqîriya ser heyeta fermandariyê;

"Îro, roja mêrxas û egîdan e. Ji bilî vê tiştek bikî tune. Ji bo xilaskirina van hevalan divê em pêşengî bikin." Roja herî dirêj, bi têkiliyên germ dest pê kiribû..

***

Heman roj. Akîf jî, di dilê xwe da got "tenê rêya xilasiyê ev e" û qocikê xwe derxist avêt. Cemal, bi destpêkirina êrişê ra dîrektîfên teqezî dabû.

"Yilmaz, tu yê ji aliyê rastî ve êriş bikî, Akîf tu, baskê aliyê çepê bigir, ez jî di navê da dikevim. Hadê we bidînim! Serkeftin!"

Ji nîşka ve derdor di nav tefledûmanê da ma. Herkesê ji milê xwe ve wisa dest bi êrişê kir ku leşkerên Tirk şaş û matmayî man. Akîf, ji aliyekî da hem ji dil û can erkê xwe pêkdianî, li aliyekî jî di serî wî da kurahiya hin fikran rêz dibû. Ew bi xwe qediyabû! Di vê êrişê da bi şaşwazî xwe tune dihesiband. Ew vêga li derdorê yekîneya gerîla bû. Hebûna xwe, bi yekîneya xwe ve yek kiribû. Êdî pirsgirêka wî ya xwebawerî tune bû. Ya difikiriya, tenê ewlehiya derdora wî bû. Ji nîşka ve bûbû serok. Divê çi bikira? Divê çi bikira û vê yekîneya gerîla bi silametî rizgar bikira? Divê çi bikira ku ewqas kesî ji pençeya mirinê xilas bikira?. Pirs li ser pirsê serî wî dagirdikirin. Pirsên bi vî awayî. A rastî, tişta bikira diyar bû; çi dike bila bike, divê girik bigirtana! Lê bi çi awayî? Ji nîşka ve lehiyekî hêrsok a pêşî lê neyê girtin dît. Lehiyek bi hêrs a li ser girê dijmin biteqe.

A rastî, di aliyê mentiqê leşkerî da ya ku dikirin, ji bilî dîwanetiyê tişteke din nebû. Di nav rojê da, di dorhêla ku berfê wan bidana dest, li dijî artêşekî, bi çend gerîla û bi ser da êrişeke berjor bi ser girik da! Ev ne kareke aqilane bû. Lê, mecbûr bûn vaya bikirana, û dikirin jî. Dijminê wan jî li benda vê del û dîwanetiyê nebû. Akîf û hevalên xwe bi vî hawî nêzîkê sîpera ewilî bûn. Çar leşker hebûn di sîperê da. Yek jê bê navber diqîriya; "me nekujin, qey çi dibe!" Hevalekê rex wî demeke sist bû. Lê Akîf dizanibû tenê du rê li pêşiya wan hene. An divê ew van leşkeran bikujin, an jî ew ê leşker fersendê bidînin wan bikujin. Di şer da bawerî filan tunebû. Ev hunerek pir bêînsaf e. Bê teredût wan tasviye kirin. Ji wir bi aliyê sîperek din ve qesidîn. Di sîper da du leşker hebûn. Qurf li wan ketibû û bi çavên tirsnakî dinêriyan ev herdu eskerên reben. Kî dizane ji milê kîja evîndar bi darê zorê hatibûn derxistin û hatibûn vê derê. Lê, ji bo Akîf, dema fikrandina van tiştan nebû. Kêliyekê man û nemanê bû. Di demeke pir kin da, ji bo van herdû leşkeran êdî dem sekinî bû. Çekên wan ê bîstek berê ber bi gerîla ve hatibû rastkirin êdî dest guherandibûn. Ev "serfirazî" bûbû moraleke mezin ji bo gerîlayên ku êriş kiribûn. Ligel Akîf, Weysî, Doxan û Pêxwas Hebo û çend gerîlayên din hebûn. Pêxwas Hebûn ji Amedê bû. Beriya ku tevlî rêxistinê bibe li Amedê Kekotî dikir, lewra jî hevalên wî jê ra "Pêxwas" digotin.

Li dijî van pêşveçûnan, heyata fermandariya Tirkan zêdetir giranî dabû ser milê yekîneya ku Akîf tê da bû. A rastî, para Akîf û hevalên wî aliyê ku sîperên dijmin lê zêde ne ketibû. Piştî ku du sîperan demildest xistibûn, bêtir wêrek bûbûn. Êdî xilas dibûn gelo? Leşkerên di sîpera sisêyan da fêmkirin ew ê ji canê xwe bibin, zêdetirîn li ber xwe dan. Yên wê derê zêde diranê xwe nîşan dabûn. Herî dawî şervanên Kurd dabûn rawestandin. Hatibû fêmkirin ku hejmara gerîlayan ji bo xistina her sîperê têrê nekiribû. Di milê cebilxaneyê da jî rewşa wan baş nebû. Fişekên wan hema hema li qedandinê bûn. Ji bo vê, gerîla hinekî paşve kişiyan. Akîf, li ser tilê ku jê vedikişiyan bi fermandarê eyaletê ra têkilî çêkir û got;

"Fişek û bombeyên me qediyan. Bi lez ji me ra cebilxane bişîn in." Fermandar, têgihiştibû sira serkeftina vê têkoşîna ku ji dil û can dabû destpêkirin; çi dibe bila bibe, bi tundî berxwedan! Vaya ji wî ra jî digot:

"Bi rewşê dizanî. Li ber xwe bidin! Binêre, em jî li vir heman tişt dikin. Hema vêga ji we ra mîqtarekî bombe dişînim."

Bi van gotinên Fermandar Cemalê ku ji aliyê herkesî ve pir dihat heskirin û bawerkirin, pêbaweriya Akîf jî xwe bi xwe nû bû. Rûgeşiya Cemalê ku pirsgirêkan biçûk didît hate ber çavên wî. Ha ev camêr gavek li pêş, berê wî bi heman hedefê ve têdikoşiya û şer dikir. Wê çaxê ne dema seknê bû. Him di vê navberê da bombeyên Cemal ji wan ra şandibû tevî mîqtarekî cebilxane gihîştibû ber destê wan. Dostên herî mezin ê şerê nêzîk, bombeyên destan ji wan ra weke derman hatibûn. Hema demildest êrişeke nû dan destpêkirin. Di demeke pir kin da sîperek mezin a din jî xistin. Di vê êrişê da 12 leşker berteraf bûn!

Gerîla, di xistina sîperan da ewilî çekan radikin. Çek rakirin di şerê gerîlatiyê da serkeftina îspatkirî ye. Lê, îro wisa nebû. Tu kes ji bo rakirina çekan ne di qesidî. Herkes bi kêfçûn diketin çentikan li xwarin û pêxwarinê digeriyan. Birçîbûnî! Birçîbûniyê aqil ji serê gerîlayan biribû. Çek ji xwe yê wan bûn. Qey bi cihekî da nedireviyan. Pêdiviya xwediyên wan ê berê êdî bi wan tune bûn! Lê xwarin! Gavek zûtir bigîne xwarinê ew ê xurexura zikê wan bisekiniyana. Demek, çavê Akîf çû ser gerîlayekî. Gerîlayê bi navê Doxan hem qurtekî ji cocacolayê vedixwar, hem jî bi çeka xwe derdorê gulebaran dikir û bi ser sîperekê ve diçû.

Êdî bi dijminê xwe ra ketibû nav hev. Di ev girê bi berf û şereke sing û sing da wisa plansaziyekî kiribûn, hêjayî dîtinê bû. Em ferz bikin du kes xwarinê dixwin, du kesan jî şer dikirin. Piştî dor dihat herdûyê din vê carê wan şer dikirin. Birçîbûnî ewqas zêde bûbû nikaribûn di vê kêliyê da dev ji xwarinê berdin û şer bikin.

Tevahiya sîperan di demeke kin da hatibûn îmhakirin. Di vê da, bandora serkeftina gerîlayan û hêviya di sîperan da xwarineke bê bi destxistin zêdetir bû. Divê ev mijar bihata nîqaşkirin. Lê herî dawî, bi gotina leşkeriyê; derdor hatibû paqijkirin. Gelek çek hebûn divê bihatana topkirin. Ji aliyekî da wan topdikirin, li aliyekî jî didan hevalên xwe yên nû hatibû rex wan û hêdî hêdî dibirin nuqyeyek bi ewle. Di vê navberê da, bi cesedên leşkeran li girê Karatê ji xwe ra sîperan çêdikirin. Yên fişekên wan qediya bû çekên xwe bi G-3 yên ji leşkerên Tirk bidestxistibû ra diguherandin. Yên herî balkêş MG-3 bûn. Li gor mentiqê şerê dikirin nikaribîn leşkeran êsîr bigrin. Divê kîja dijmin derkeve pêşiya wan mecbûr wan tasviye bikin. Ji aliyê din ve, bidestxistina cebilxaneya leşkeran, ji feqîriyê ketibû asta dewlemendiyê. Hela hela xwarin. Bi hebûna van xwarinan, ji kêfa wan ra gotin tunebû meriv bêje.

Bêmoralî û metirsiya îmhakirinê ya seetek berê, bi kêfxweşiyê ra cih guherandibû. Sefiraziyeke mezin bû. Bi lez û bez bi hevalên xwe yên din ra jî têkilî çêkirin û agahiyê belav kirin. Ji her derê wan dewlemendî diniqutiya û derdihat. Mesela Akîf, deh bombe kir bêrika xwe û veşargeha xwe bi du qarton cixare tije kir. Tevî vana, bi ser da, ji bo xelatekî bide hevalên xwe xwarinên qutiyan (konserve) jî têxist çentikê xwe. Di vê navberê da Cemal bi hevalên ser tepik ra têkilî çêkir. Li gor fermana hat dayîn, divê Akîf, penç kesan li wir bihêle û bi yên din ra xwe berdin jêr biçin nuqteya ku Cemal lê bû. Ev nuqte, ji aliyê firokên Tirk ve bênavber dihat bombekirin. Li gor fermanê Akîf, dê hevalên rex Cemal bigirta û derbasî jeberê avê bikirana. Girê Karatê yê bîstek berê ji aliyê gerîlayan ve hatibû xistin, vêga ji aliyê Tirkan ve bi roketan bênavber dihat bombekirin.

Akîf, dema ragihîşte jêr herkesî di nav kêfxweşiyeke mezin da dît. Di vê navberê da xwarinên qutiyan, bombe û cixare ku weke xelatê hatin belavkirin jî, li balê maqûl dibû. Dikirin ji kêfa bifirin. Yê bidîta ew ê bigotana qey ev serfiraziyeke paşîn e. Bi qasî dihat fêmkirin ev kêfxweşî û bimoraliya wan dê demeke bidomiya. Zêdetir xwe berjêr berdan, lê dîmenên ku dîtin qet ji xêrê nebûn. Qada ku bîstek berê bi berfê pêçandî bû, bi bandora teqîna bombeyan reş bûbû û têde çal û çixûr çêbûbûn. Hevalên wan kom bi kom ketibûn ser hev û di nav şaşwaziyek da bi fikarek mezin derdorê raçav dikirin. Ji çavên wan ê xeternak ne pêkan bû meriv van pirsan fêm neke; "divê em çi bikin, em ê ku ve biçin?"

Heyeta fermandariyê, ewilî xwestin baweriyê ranavîş bikin. Piştra hewl dan, yekoyek an bi tevahî wan derbasî jeber bikin. Li heman cih cenazeyên du rêhevalên wan ê pakrewan, hevala Siltan û Avareş jî hebûn. Herdû cenaze bi kefiyê hatibû pêçandin û ji bo merasîma binaxkirinê dihatin amade kirin. Akîf, ji bo demeke dirêj bi Siltanê û Avareş ra rêhevaltî kiribû, cesaret nedikir nêzîkê cenazeyan wan bibe. Dizanibû, dê bi dîtina cenazeyên van herdû pakrewanên hê du sê seet berê bihevdû ra bû hêstir bi çavên wî biketana. Berê xwe vegerand aliyekî din. Di qirika wî da girêyeke kor çêbû û daqurtînî pê ket. Piştra ji bo pirsgirêkên hevalên din ji wir dûr ket. Ji bo cenaze nekevin destê dijmin, wan raspartin ava coşdar a Şatosê. Ew roja dirêj hê jî didomiya.

***

Heman roj. Eniya şerê fermandar Cemal. Cemal qoçikê xwe avêtibû û bi biryar pêşve diçû. Ev bibiryariya wî, ji nîşka ve di nav gerîlayan da tengezariya xwebaweriyê jî berteref kir. Yekten herkes bi tevger û zindî bûbû. Bi halan û dirûşman girtin ser hedefên xwe. Rewş, yekten çep geriya bû. Rizgar jî, bi birîndarî û bê çek bi koma êrîşkar ra hevaltî dikir. Di vê navberê da gerîlayan bi hevdû ra tinaz û henekê xwe bi rewşê dikirin.

"Dibe tepik vala be.."

"Dibe jê ra zêde ye, vikûvala ye."

"Dev ji wî berde, a rastî tepik di destê hevalan deaye!"

"Na heval, di destê dijmin da ye, lê hejmara wan ne zêde ye, tenê çend kes in.."

Axaftina wan wisa domdirêj dibû. Hevalek wan ê ji yekîneya Apê Mûsa, tevî çar gerîlayan bi aliyê kêlekê ve ketin nava tevgerê. Li kêleka kaşê gerîla lê qesidîbû zinarek hebû, bi wê ve bilind bûn û li wê derê ketin sîper an. Vê carê ji wir xelebatî dane ser ew tepikê ku şerê dijwar lê diqemiya. Ji zinarê lê bi cih bûbûn, bi sûqastên bi bandor lê didan. Bi van lêdanan, dijmin mecbûrî parastinê dihat kirin û tengazariya li ser koma êrişê asteng dikirin. Bi hatina tîmekî ji yekîneya Apê Mûsa bêhna wan fireh bûbû. Ber bi gir ve bêtir bi lez û bi bawerî dest bi hilkişandinê kirin. Rizgarê bê çek, berî hemû hevalan xwe bi erdê rankişandibû û ewilî ew gihiştibû ser tepik. Hema li serê gir sîperek hebû. Sê leşker tê da bûn. Ji wê derê hinek deng dihatin. Guhdarî kir:

"Ay dayê, ez birîndar bûm! Xwe bigînin min!"

"Gule, li çaqa min ket!"

"Hewarêêê ez dimirim, dixtorekî tune!"

Mêze kir, ev her sê jî birîndar bûn. Bi dest û hejandinê hevalên xwe ji rewşê agahdar kir. Hema bi lez û bez gerîla kişiyan pêş û van sîperan bêbandor kirin. Yek du sîperên ser rê jî bêbandor kirin û bi jor ve qesidîn. Di vê navberê ds Rizgar, tevî Cemal bi aliyê jor ve hildikişiya. Rizgar, dîsa berî herkesî xwe gihand lûtkeya tepik. Dema gihişte wê derê, fêm kir ku leşkeran tam bi sîper xwe avêtine erdê. Ji lerzandina lûleyê çekên wan ê bi hewa da bilindkirî fêmkiribû. Hema hinekê paşve kişiya û hat rex hevalên xwe. Bi pêçiya xwe serê lûleyê çekan nîşanî wan da û fermandarê xwe hişyar kir;

"Ha wayê li wir hinek leşker ketine sîper an. Tu serê lûleyê çekê wan dibînî?"

"Baş e, em ê çareser bikin, tu here xwarê:"

Lê fikreke din ê Rizgar hebû:

"Ez ê, çend hevalan bigrim û biçim wî rûqalê pêş bikevim sîperê. Hevalê min ew ê çekdar bin. Ji ber vê jî, bê çekbûna min ji aliyê ewlehiyê ve nabe pirsgirêk.."

Wisa xuya bû, Rizgar nedixwest hevalên xwe bi tenê di nav şer da bihêle. Cemal, fikirî û heq da hevalê xwe. Ji bo, ew ê komeke qerebalix a gerîla hebûna li cihê bikeve sîperê, xeteriyeke ji bo Rizgar tune bûna. Hem, dibe bi cih bûna ev gerîlayê xwedî tercube kêrî wan jî bihata.

"Baş e, bila wekî te be."

Tam di wê kêliyê da lêdanên sûîqestên dijmin destpêkiribûn. Bi M-16'an lêdanê xwe dikirin. Gule ji dûr ve dihatin lê hingaftin dihatin avêtin. Pir bi şêwazek lawaz, weke kevirê bavêjî gule tep û rep li ber wan diketin. Xuya bû, yên van guleyan davêtin nîşangirên hosta bûn. Di wê kêliyê da Cemal, di destê wî da çeka Karnas tevî Rizgar dimeşiyan. Tevî Karnasa di destê xwe da û hin materyalên ji sîperê leşkeran bi dest xistibû nîşan da:

"Vana ji hevalên jêr ra bişînin. Piştî ku me aliyê din ê gir jî paqij kirin, ez ê werim jêr hin tertîpkirinên nû bikim."

Lê Rizgar ne rihet bû. Di dorhêlek wisa lêdanên sûîqetê yên hingaftin da divê fermandarekî li ber çavan negeriyana.

"Hevalê Cemal, binêre lêdanê sûîqastê dikin. Tu xwe bide cihekî ewle û li wir tevgerê birêxistin bike. Pir lêdanê bibandor dikin." Cemal, guh nedayê. Rizgar, di serê xwe da got, "gelo, fermandar sermestê serfiraziyê ye?". Piştra bi baldarî li sûreta hevalê xwe mêze kir. Na, Cemal sermestê serfiraziyê filan nebû. Lê, bi awayekî li ser nuqteya serfiraziyê kûr bûbû û nedixwestin vê xeteriyê bigire ber çav. Bêrê nêrînên xwe yê bibiryar bi Rizgar da kiribû:

Hê digot, "Na, na, ez ê hinek jî bisekinim." "Hinkênî" jê çû û li cihê xwe lerizî. Ji xeynî vî dengî hes jê nedihat. A rastî dixwest reng bide. Tenê di meşa kulekî da kifş bû xwe dida dest. Fermandar birîndar ketibû. Gule li qoreka wî ketibû. Ji vê rewşê tu hevalekê tevgerê agahdar nekir. Ji xwe moralê gerîlayan wek girêdayî benê ji pembû be, lewra jî birîndariya xwe ji wan veşartibû. Rizgar jî, ewilî fêm nekiribû fermandar birîndar bûye. Hetanî di derketina qiyamekê da ferq kiribû ku dikule. Netîce rewşê "fêmnekiribû."

Piştî Cemal dît, Rizgar rewşê fêm kiriye, bi dengekê jidandî lê temîn kir;

"Teqez, bila hevalên din pênehisin, temam?" Rizgar baş têgihiştibû fermandarê wî çi dixwaze. Erê, erê, wisa baştir bû. Divê ev rewş nehatana eşkere kirin. Rizgar, berpirsiyarekê mezin girtibû ser milê xwe. Bê teredût, ji tu kesî ra behsa sira fermandarê xwe nekir. Bi vî hawî, hetanî dawiyê piraniya gerîlayan bi birîndariya fermandar Cemal nehisiyan.

Bîstek şûnda, li ser girê ku paqij kiribûn ketin sîperan. Cihê têkoşîn lê diherikî sirta çiyê Karatê bû. Cihê lê bûn, lûtkeya ev tepik nebû. Tenê li hêlekî qora wî bû. Lê derkenareke serdestê gelî bû. Beşa gerîlayan a mezin hê jî, bi hemû hêza xwe tevgera paqijiyê didomandin. Ber bi tepikan ve dikişiyan û heta pêkan bûna ji bo ewlehiyê dixwestin hawirdorê berfireh bikin. Di vê navberê da, gelek çek rakiribûn. Di seetên esrê da agahiya paqijkirina tevahiya tepik ji wan ra hat.

Li ser vê, Rizgar, fermandar Cemal li wir hişt û ji bo vekolandina rewşa sîperan bi jor ve kişiya. Piraniya gerîlayan, kar û barê xwe yê li sirta çiyê xelas kiribûn û li gor fermanê tevî materyalên bi dest xistibûn vekişiyabûn. Ji bo şerkirinê li jor tenê heft gerîla û Rizgar mabûn. Rizgar, li aliyekî berjor dikişiyan, li aliyekî jî bi baldarî derdorê raçav dikir. De ka, neheq jî nebû. Çimkî, çekeka G-3 û çenteyek materyal ên hevalên wî li kenarekî hiştibûn dîtibû. Vana, bi destê xwe yê saxlem li dû xwe kişand û hetanî şûna hevalên xwe bir. Dema çente vekir, rûyê wî geş bû. Xwarin, cixare û hwd çi bixwazî!

Hema hema dibe êvar. Tam di vê kêliyê da Tirkan dest bi êrişeke Kobrayan kir. Berê xwe dabûn ser gelî û hemû êrişên xwe bi wî alî da dikirin. Bi vî hawî, cihê lêxistinê nîyeta wan a esasî eşkere kiribû. Bomberdimaneke bi tolhildanî û tengezarî bû. Ev jî dihat wateya têkçûna ser tepik, lewra ewqas har bûbûn. Di vê navberê da, yên ser tepik, bi helandina berfê ra li berpalên aliyê başûr ketibûn sîparan. Ji ber ku ji hewa ve neyên dîtin, ji bo bergiriyê cihê herî baş ew der bû. Lê xuya bû dijmin wan li wir jî rihet nedihişt. Bi firokên Skorsky, li berpalên aliyê bakur dest bi veguhestuna leşkeran kirin. Yên hatibûn veguhestin, tîmên taybet bûn, wan ji Amedê anîbûn. Xuya bû, serkanên şerker ên Tirk, dixwestin îmkanên xwe yê dawî baş bikarbînin. Şervanên herî buha yên Tirk, yên ji nav MHP'ê hatibû bijartin û polêsên li dijî kurdan sondxwarî bûn. Bi wateya gotinê meriv dikare bêje, di perwerhehiyê da serê hemûyan hatibû şûştin. Her yek bûbû wek makîneyeke mirinê. Yên nû hatibû qet nesekinîn û ji du sê milan ve êrişê ser tepik kirin. Hema di cîda sirtê Karatê yê hatibû paqijkirin bi dest xistin. Teknolojiyeke giran bi kar dianiyan. Heft gerîlayên ser tepik, bi çekên xwe yê sînordarkirî nikaribûn li dijî dijwariya vê êrişê têbikoşin. Bi bandora lêdana ewilî ji hin cihên girîng ê tepik vekişiyabûn. Dema yek ji şarvanan got; "Tepe ket destê dijmin, paşve bikişin!" Vekişandineke bê rêk û pêk dest pê kir. Herkes ber bi newalê ve dikişiyan. Dême ew derê tepik dihat valakirin. Nexwe, vekişîna newalê mirin bû. Çimkî, van tîmên taybet bi destxistina tepik çend gerîlayên ku li newalê tengezar bûbûn dê bi hêsanî ji xwe bikirana nêçîr. Rizgar bi dîtina vê rewşê, hevalê Doxan ê di tîma wî da şand ji bo di çûyîna newalê da bibûrin. Lê kesê wî guhdar nekir. Tenê digotin; “fermana vekişîna newalê hatiye dayîn, ev ferman ji jor hatiye" ji bilî vê gotinê tiştek nedigotin. Lê Rizgar, axaftinên bêtêlan dişopand û dizanibû dîrektîfeke wisa tune. Di tevahiya vê pêvajoyê da cîhaza Kalenderê hatibû şopandin. Na;

Tu kesî negotibû "Divê hûn bi newalê ve bikişin.."

Ji Qilê Lîs ê bi qasî 3 km dûr bi doçkayan, ji tepikekî bi qasî kîlometreyekî dûr bi karnas û G-3'an lêdanên sûîqestê dihatin kirin. Ew hawirdor pir xeternak bû. Di ser da jî, ger li vê newala kûr xwe asê bikin, de were tê çawa xilas bî! Bi ser da jî êrişa firokan. Li ser vê, Rizgar, ji bo rawestandina hevalên xwe yê bi nezanî ketibûn rê xwe avêt pêş. Hetanî yarê tepik û newalê ji hev diqetîne çû. Bi birîndarî zêde nikaribû pêş ve biçe. Ji wir deng li hevalên xwe kir:

"Ka bisekinin hevalno, bila herkes bi jor ve bikêşe!"

Lê te digot qey dijmin dengê axaftina wan dibîze û ber bi wê nuqteyê ve lêdanên sûîqestê dan destpêkirin. Bi xelebatiya vê lêdanê herkes li cihê xwe asê bû. Tu kes nikaribû gavek biaêje. Di vê navberê da, linga Rizgar tehesî û şewşibî xilolo bû newalê. Di ketandinê da, pirî çep û rast li zinaran qelibî bû hemû canê wî hencilî bû. Êdî ne pêkan bû bi tena serê xwe ji wir bikêşe jor. Pîlotê firokê jî, ketandina wî ferq kiribû û bi vê boneyê qesidî newalê. Vê tevgerê jê ra fersendekî çêkiribû. Fersendê baş bikar anî. Bi lez û bez dest bi êrişê kir û roketan avêt wê derê. Tam lêketin! Di encama vê lêdanê da du gerîlayên bi navê Çiya û Cemşîd bi hev ra ketin. Çiyayê ji Hezroyê û Cemşîdê ji Bismilê, di vê newalê da xatir ji jiyanê xwestin. Tu dengeke ji wan nehat.. van herdû hevalên hêja li ber çavê Rizgar ê di nav êşa xwe da digeviziya dirêjketibûn. Yek ji van pakrewanan Cemşîd, di heman demê da di rêveberiya eyaletê da bû. Ji nîşka ve du wendahiyê girîng dabûn. Vê carê lêdana firokê, ji aliyê pîlot ve gelek serkeftî bû. Rizgar jî, derbe xwaribû. Yanî birîneke wî ya din jî çêbûbû. Êdî bi temamî rewşa wî xeternak bû. Di vê navberê da, li ser tepik jî hin şehadet çêbûbûn. Fermandarekê bi navê Rizgar ku fermandarê tîmekî bû hatibû şehîdkirin. Yek jî birîndarê wan hebû.

Van wendahiyan, têra xirakirina moralê gerîlayan kiribû. Ji bo bi ewlehî tevbigerin, li benda tarîtiyê bûn ku fersendê bi kar bînin. Li aliyekî din jî, gerîlayên ku berpalên çiyê girtibûn hê şer dikirin û êrişa Tirkan a li dijî koma mezin asteng dikirin. Êdî tepik bûbû du alî. Berpalên bakur di destê Tirkan da bû, yê başûr di destê gerîla da. Di vê navberê da Rizgar hê jî li newalê bû.

Tarîtiya şevê dîsa girtibû ser newalê. Êdî divê biketana nav liv û tevgerê. Ji ku ve mêze bikî bi pelejanê ber bi jêr ve dikişiyan. Ji her derê bêhna barût û xwînê dihat. Bistek şûnda gihîştin gel hevalên ku pirê girtibûn. Li wir pê hisiyan ku hevalê Kîndar gihîştiye şehadetê û hemû bi hev ra çûn gel hevalên ku li aliyê nuqteya jêr di sîperan da ne. Roja dirêj hê jî didomiya..

***

Heman roj. Sakîne, bi fermandar Cemal ra tim di têkiliyê da bû. Di wê kêliyê da, wek hawê dengê qijeqija bêtêlê tamijî.
Cemal got;

"Me şeş heb çek rakir" lê Sakînê ji vê bawer nekir. Got qey her hal Cemal ji bo moral bide wisa dibêje. Hê negotibû "Tinazê xwe neke heval! Ji nû ve qajênî bi bitêlê ket;

"Hejmara çekê me rakirin bû 20!" Sakînê dîsa bawer nekir. Herî dawî Cemal got;

Me 36 heb çek rakir." Ev tenê hejmara çekên ji eniyek rakiribûn. Ewqas jî nabe. Li ser vê Sakînê li ber xwe neda û got;

"Em jî derdikevin jor."

Cemal, bi cidîyetî got; "Na, hûn li hevalên wê derê miqate bin. Piştî me tepik bi tevahî xistin êm ê bang bikin hûnê werin. Di demeke kin da tepik bi tevahî hate xistin. Ha, wê çaxê Cemal destûra derketina jor jî da. Tam hewl dan ber bi jor ve hilbikişin firok hatin. Firokên hatibûn 12 heb Kobra bûn. Wê çaxê, li newaleke dirêj a tepikên Karatê diman. Mileke biçûk ê Şatosê. Dîmeneke tirsnak û xofdar bû. Dema di geliyê ku her aliyê wî bi berfê pêçandî da, ber bi jor ve dikişiyan, Cemal, rewşê fêm kir û ji wan daxwaz kir ku ji cihê xwe tevnegerin. Bi hilkişandina wê derê ve, pêkatina xetereyeke mezin teqezî bû. Hema di cih da, Sakîne û hevalên xwe ketin sîperan û li bendê sekinîn. Hetanî ji vê pêngavê encam nehata girtin, ji bilî seknandinê çare ya wan tune bû.

A rastî, ev lîstoka kişikê (Satranç) herbeke mezin bû. Li aliyekî, çend gerîlayên kurd ên di hîmayeya fermandar Cemal da, li aliyekî jî firok, jet, 35 hezar leşker û tevî cerdevanan Serkanên şerker ên Tirk, her tim hevdu diceribandin. Dema aliyekî pêngavek bi ser biketana, aliyê din diketin nav amadekariyên pêngaveke nû. Ev, kişikeka tirsnak bû, li ser jiyana merivan dihat lîstin. Ji bo Cemal, hemû pêngavê dijmin ferq dikir û li hemberî wan bergiriyê digirt, yê din har dibû û ji bo pêngaveke bibandor bidin destpêkirin, tevahî hêzên sereke û teknîkên teknolojîk dikirin meriyetê. Di vê kişikê da serdestiya êrişê û însiyatîf di destê serkanên şerker ên Tirk da bûn. Carekê, dostê wan bi xeta taybet geriya bû û gotibû, serkanên şerker ên Tirk, ji bo Cemal gotibûn; fermandarekî dahî, jîr û gelek têgihiştî ye û wî pîroz kiribûn...

Sakînê, di çarçoveya fermana hatibû dayîn da hevalên xwe bi awayekî ewle kir sîper an. Divê li wir bimana. Di vê navberê da Cemal, çêkên hatibû bidestxistin ji wan ra dişandin aliyê jêr. Gerîlayên li wê derê jî, dê van çekan bikişandana ciheke bi ewle. Di nav van çekan da, bi taybet G-3 balkêş bûn. Gerîlayan wan ji destê hev direvandin. Ji ber ku fişekên qilêşên gerîla qediya bûn, çek, di destê wan da bûbûn weke çovek ji darê. Êêê, di vê wateyê da, rakirina G-3'yan ji "derdê" wan ra bûbû derman. Erzaq û cebilxane jî di nav gerîlayan da hatibû parvekirin. Li aliyê din jî, êrişa firokan bê navber didomiya. Carekê firokên ku hatibûn, wekî ji bo kişandina dîmenekê bên wêneyên gerîla kişandibûn. Komên li hawirdorê digeriyan jî, ji hewa da bi awayekî eşkere xuya dikirin.

Bîstek şûnda, bi hêzekî hatin û xelebatî dane ser cihê wêne girtibûn. Weke baranê êrişa bi roketan dest pê kiribû. Tam jî van mîratan bi aliyê cihê Sakînê ve qesidî bûn. Di wê kêliyê da tevî Sakînê çend hevalên din li ser tilikek çirtik, li cihek vekirî guhdariya bêtêlê dikirin. Sakîne, li guhdarkirina bêtêlê kûr bûbûn, bê navberdayîn gotinan digihandin Cemal. Wisa dixuya wê li ber çavan bihata lêxistin. Hevala Salihe û hevala Delal wê ferq kiribûn û xwe avêtin pêş;

"Baldar be!" Bi qasî çav girtin û vekirinê Sakînê qelibandin. Lê tiştê ku bûbû yekcarî bû. Yek ji van gerîlayên fedakar Salihe bi parçeyeka şarapnelê ji pişta xwe da derb girtibû. Di vê kêliyê da, Sakînê, serê xwe yê ji ber lêdanê êşiya bû rakir û qîriya;

"Hûn çima wisa dikin hevalno?"

Dema rabû, li kendaleke aliyê rastê mêze kir, berfa wê derê bi xwînê sor bûbû. Li aliyê çepê jî, ji bo xwe avitibû erdê şarapnelên li wan neketibî çal û çixûran çêkiribûn. Rewşê fêm kiribû. Ji ber gotinên xwe yê çors, bi nêrînek fedîkar, wek ji hevalên xwe lêborîn bixwaze li wan mêze kir. Lê, ji bo zêdetir serê wê li ser sîperên hevalan kûr bûbû, li ser şopên xwinê û çal û çixûran zêde nesekinî. Ji ber ku mijara axaftinê ewlehiya jiyana nêzîkê 200 gerîla bû.

"Bila herkes xwe berjêr berde! Zû!"

Sakînê, hem bi pêçiya xwe cihê pê da biçin nîşan dida hem jî diqîriya:

"Divê hûn avê derbas bikin."

Hin jê di cihê xwe da, hin jê jî, di pira jêr da dixwestin derbasî jeberê avê bibin. Di berava newalekî dirêj da bi dehan gerîlayan dixwestin derbasî jebêrê beravê bibin. Ger derbasî jeber ê zêde berfireh û ewle nebin, dê bi lêdana 12 firokan bihatana îmhakirin. Ji xeynî komeke biçûk hemû derbasî aliyê jêr bûn. Ji bo, cihê lê bûn weke qefê çiyê bilind bû, yekoyek hevalên xwe anîbûn jêr. Koma mayî jî, dê hem cebilxaneya ji tepik bihata bigirtana, hem dê li benda Cemal û hevalên din bûna û hem jî piştî bi venêrînek dawî bihatana jêr. Bîstek derbas nebû, Cemal jî hat. Tevî Sakînê, ew ê derbasî jêr bibûna. Lê, berî çûyîna jêr Sakînê bang li hevalê Zerdeşt û Kîndar kir:

"Hevalno, hûn li cihekê guncav ê newalê sîper bigirin. Pêşwaziya hevalên ji ser tepik werin bikin û wan di gelî da derbas bikin bînin gel me. Temam?"

Zerdeşt, "temam" got û bi jor ve qesidî.

Lê, di vê navberê da, cihê xwîn lê rijiyayî bû bi baldarî şopandin. Şopên xwînê heta newalê anîn. Hema li binê qef cenazeyê du gerîlayên jin di nav avê da dirêjkirî dîtin. Yek ji vana, Hevala Siltan bû. Siltan, ji navçeya Curnê Reş a Rihayê bû. Hemû taybetmendiyên jina kurd di Siltanê da mewcût bûn. Vê gerîlaya rû qemer, bejn ziraveke laşgir bû. Porê wê yê reş, dirêj û kezîkirî bû. Bi guliyên wan ve jî du qomçeyên sor girêdabû. Di nav şert û mercên vî şerê qehrker da tenê xwediyê vê şemlê bû. Vê gerîlaya xwerû ya gundî, beriya salek û nîv tevlî ARGK"ê bûbû. Ha vêga, li wê derê! Bombeyek bêhîs û "bênavûnîşan" wê girtibû biribû. Siltana bedew, li ser piştê ketibû ser axa bi berf a jê pir hesdikir. Destekî wê li bin serê bû. Porê wê yê bi kezîyan honandî bi ser singê wê da ketibû. Te digot qey, nemiriye û wisa mêze dikir. Avareş jî, hema li kêleka wê ketibû xewa dawî û bi ser dev û rû li erdê bû. Avareş, ji navçeya Bismilê ya Amedê bû. Fermandara mangayekî bû. Dilkêş û xweşik bû. Di kûrahiya newalê da herdû gerîla jî, li gel hev dirêj ketibûn. Laşê wan, bi ava geliyê ber serê wan şil bûbû. Ava berjêr diherikiyan jî, bi xwîna ji laşê wan sor bûbû. Erê, erê, gelî bi xwîna sor diherikiya. "Weke di çîrokan da tê behskirin." Di heman demê da berf jî bi xwînê sor bûbû. Li dijî vê rewşê, Sakîne, bi êrişa xunavên li hemberî çavkaniyên hêstirên xwe têk çûbû. Giriyek ketibû qirika wê. Di nav bêdengiyê da hejiya.

Herdûya jî girtin ji wê derê rakirin û cenazeyê wan radestî ava biharê ya bi coş kirin. Ji ber ku cenazeyan li wir bihiştana dê biketana destê dijmin. Lewra jî wan bi avê ra berdan. Piştî kar û barê "definkirinê" bi lez û bez, dîsa dest bi xebata vekişandinê kirin. Vê carê berevajiyê tişta serê sihehê kiribû, ji jor ve xwe berjêr berdidan. Dema bi aliyê pirê ve pêşvediçûn, vê carê firok bi wî alî ve ketin nav tevgerê. Dîsa bi xelebatî dihatin. Di vê navberê da Cemal, qet goh nedida bombeyan û bi pêş ve dimeşiya. Sakînê, hesabê birîndariya wi ya her kêliyê kir. Dizanibû, ger tiştekî bi fermandar bibe, ew ê jevketin jî çêbibe û dest avêt milê wî;

"Bi vî hawî, tu nikarî bi cihekî ve jî biçî hevalê Cemal."

Piştra, ji bo girtina sîper wî tehm da binê kevirekî. Ew bi xwe jî, li wir ket sîperê. Di vê navberê da, firokê bênavber derdora wan bombe dikir. Perçeyên ji ber bombeyan difiriyan ber serê wan, xetereya rewşê baştir rave dikirin. Bi vî hawî bîstek sekinîn. Hevalên jin, Salihe, Delal û Siltana ji Rihayê li heman cih, di sîperan da bûn. Hevalên derbasî jeber bûbû jî, bi hemam şêweyî di sîperan da bûn. Li tepikê Karatê zêde kes nemabû. Yên mayî jî, bi hevalên birîndar ve girîftar bûn.

Di vê navberê da, ji hevalên sîperên jor agahiyeke nebaş dihat. Di kêliyên êrişê dijwar da, firokan hevalê li derdora pirê di sîperan da jî bombekiribû. Di vê êrişê da hevalê Kîndar gihîştîbû şehadetê û Zerdeşt, Şoreş û hevaleka jin jî birîndar bûbûn. Ev agahî ji bo Sakînê weke derbeyeka nû bû. Lê pirî zêdetir derbe li dû derbeyê dihatin kirin, meriv nikaribû wext bidîne rasterast xemgîn jî bibe. Ev jî, tiştek wisa bû. Dîsa jî, ber bi wê derê ve derbeyekî kir. Dê parî li rewşê mêze bikira. Lê, firokan wisa êrişekê dijwar dikirin nayê gotin. Bivê nevê, ji ev fikrê xwe bihurî. Di sîperê da xwe bi xwe ma.

***

Heman rojê. Akîf jî, li newalê, ji bo derbasbûna çemê Şatosê alîkariya hevalan dikir. Dê van hevalan veguhestina aliyê jeber di şaxorên zinaran da bi cih bikira. Ji ber ku li wê derê firok zêde bibandor nebûn. Wisa dixuya bû, dawî li van êrişên dijwar ê li ser hemû eniyan nedihat. Şeva dirêj dirêjtir dibû. Akîf fikirî û got; "Yahû rojek çend seet e gelo?" Piştra bi ev fikrê xwe keniya. Yê wî bidîta dê bigota qey dîn e. Bala wî, ji nû ve xurt bû. Bîstek din jî derbasbûyîn domiya û bi dawî bû. Piştî herkes di çem da derbas bû, Akîf jî, xwe li cihekî xist û derbasê jeber bû. Ber bi jêr ve meşiya. Hin li pêş rastê Sakînê, Remzî û Yilmaz hat. Wan jî gerîlayên gihîştîbûn li wir sewqî aliyê çepê û rastê dikirin. Remzî, bi dîtina Akîf, kêfxweş bû:

"Hela wan cixareyên te ji ser dijmin rakir bîne em dûjêderxînin."

Wekî bêdil be destê xwe li bêrika xwe gerand. Cixareyekî dirêj a Marlboro derxist. Dirêjî Remzî kir:

"Ha ji te ra, lê vê çê ya min ji bîr neke! Hebek narincok (bombeya destan) bidim te jî hevalê Yilmaz."

"Off be, bêhna Enqerê jê tê! Saxbî spas."

Di nav rojeke xemsar û kêliyên tengezar da, bi afirandina sehneyên kêfxweşiyê gerîla wek pisporan bûn. Te digot qey bîstek berê, yê du hevalê xwe bi ava har û hêrsok a Şatosê ra berdabû ne Akîf bû. Rastiya jiyanê ev e. Dê bihevhenekkirina wan zêde nedomiya. Bi bêtêlan, bênavberdayîn rewşa hevalên li eniyan dişopandin, lê bersivên bi rengê "tiştekî nû tune" têra dil û rihetkirinê nedikir. Yanê di nav rojekî bêhntengî da, ev tenê aliyê henekî bû. Dibe bîstek şûnda agahiya şehadeta hevalekî din jî bigrin. Dibe tiştekî bi serê wan da jî bê. Kî dizane?

Di rewşa têdeyî da pirsgirêkên ewlehiyê nediqediyan. Ji bo girtina tepikekî, Cemal, bi bêtêlê li wan geriya. Divê tîmekî ber bi wê derê ve bihata şandin. Sakînê got;

"Hevalê Akîf, tu here." Lê Akîf gelek westiyayî bû, bêdil tevgeriya;

"Yekî din biçe nabe heval? Ez parî bêhna xwe bidim."

"Temam, ne pirsgirêk e hevalê Akîf, hevalekî din jî dikare derkeve."

Hevala Rojda, Sozdar û hevalekî jin a din, vî erkî girtin ser milê xwe. Hema di cîda zêde dem derbas nekirin û ber bi tepik ve bihurîn. Zêde na, bi qasî kişandina cixareyekî derbas nebû, Rojda di nav xwîn û xirarê da mayî vegeriya. Singê hevala wan vekirî sor û sorçiko bûbû. Gule bû, şarapnel bû ne diyar bû, bi awayekî giran birîndar bûbû hevala Rojda. Hat. Gihîşte gel wan. Her çi qas nêzîk bû baştir hate ferqkirin ku ji singê wê perçeyekî sor û sorçiko goşt hatibû derve. Li hevalan dinêriya dixwest tiştekî bêje lê nikaribû devê xwe li hev bixe. Tenê tiştê dikir, devê xwe vedikir û digirt. Akîf velistî bû. Xweziya xwe pê anî, sed xwezî ez biçûma! Her çi qas li rewşa hevala xwe dinêriya, dilê wî dikir xwe bixwe. Gule bû, şerapnel bû, her çi bû li ser dilê wê ketibû. Bi qasî dihat dîtin, ew bi xwe jî di ferqa giraniya birîna xwe da bû. Yanê rewşa wê qet ne baş bû. Weke Rojda, bi çavên xwe bêje, êdî "Ez dimrim!" Di nav êşa wijdanî da Akîf, pênebawer dixwest moral bide Rojda’yê;

"Tiştekî te tune Heval! Me ji vê rewşê xirabtir jî rewş dîtin. Teqez tu yê baş bibî" filan bêvan digot. Lê, êdî Rojda’yê wî nedibihîst. Tenê, weke bixwaze bi tiştekî bigire destê xwe dirêj dikir. Ewqas. Serê wê bi kêlekê da xwar bû. Sihêtî kirin hê dijiya. Tenê di xwe ra çûbû. Hema cîda bang li dixtor kirin. Dixtor, birîna wê derman kir û pêça. Piştra wê li cihekî asayî dirêj kirin. Akîf, ji bo nikaribû lê binêre, revî çû rex Yilmaz û Sakînê.

Bi awayekî metirsî digot, "ev heval çûndox e."

Yilmaz, bêhêvî serê xwe kir ber xwe û got, "wisa xuya ye." Lê Rojdayê, bi înyadî li ber xwe dida. Wê jî, birin rex hevalên birîndar. Ew roj û siberojên din jî ew ê bijiya. Bi înyad.

Ew roj, dê di nav hengemeya şer û pêvçûnan da wisa derbas bibûna hetanî êvarê. Di seetên êvarê da dîrektîfekî nû hat. Her fermandarekî, dê yekîneya xwe li gor meşê amade bikirana. Piştî nîvê şevê dê meşek dirêj bihata destpêkirin. Çekên zêde yên di destê gerîlayan da hatin topkirin. Derfeta girtina wan tune bû. Van çekan, yên hevalên hatibûn şehîdkirin û yên ji ser dijmin hatibûn rakirin tev bûn. Ji bo vî karî Akîf, çar hevalên xwe erkdar kiribû. Van hevalan, bi awayekî pûtepêdayîn van çekan veşartin.

Piştra bi berpalekî da ber ji jor ve kişiyan. Ji bo zêdetir westiyayî bûn, giran giran dimeşiyan. Ji bo rehtbûniyê ji bîr bikin pêdiviya wan bi moral hebû. Bi mijarên cûr bi cûr nîqaşan dikirin û kom bi kom dimeşiyan. Car caran zehmetiyên hatibû jiyîn diaxiviyan, car caran jî sedemên şehîdbûna hevalên xwe. Di vê navberê da, li bin darekî ser rêya xwe reşahiyekî dîtin. Ev merivekî bû. Xuya bû, dixwaze xwe veşêre. Parî jî nêzîk bûn, sûreta wî hat xuyakirin. Reşahiya hatibû dîtin, hevalê Şoreş bû. Şoreş, ji milê xwe da birîndar bûbû. Di rewşekî dev ji xwe berdayî da bûn. Kêfa wî qet tune bû! Akîf qîriya;

"Tu li vir çi dikî hevalê Şoreş, hadê rabe em biçin."

Şoreş bi biryar got: "ez bi cihekî da nayêm."

"Çima?"

Ez ê li vir bimînim. Nikarim bimeşim.."

"Mêzeke heval, ger tu nemeşî tu yê bikevî destê dijmin. Hadê rabe parî xîret bike. Bimeş."

Lê Şoreş, mirinê filan nedifikiriya. Psîkolojîkî qediya bû. Hêza jiyanî wenda kiribû. Ji bilî, tenê "min li vir bihêlin" tiştekî din nedigot. Zêde xwîn jî jê çûbû. Piştra bi hezar gotinan rabû ser xwe. Rabû û bê xwestek be jî dest bi meşê kir. Ji bo, pê ra eleqeder bibin, Akîf, yek du hevalan erkdar kir û ji bo eleqedariya bi hevalên din ra, ji wir dûr ket.

***

Heman rojê. Hemû hevalên xwe yê birîndar derbasî jeberê avê kiribûn. Çekên wan girtin û li cihekî bi ewle wan kirin sîperan. Di vê navberê da, materyalên ku bidestxistibûn di qefê zinar da veşartin. Gerîlayan, bi lezahî li geliyê navbera Vartûk û Karatê têkoşîna man û nemanê ber dewam dikirin. (Vartûk, mezreya gundê Şatos a navçeya Dara Hênî ya Çewlikê ye.) Dijminê wan ne disekiniyan û di binê siya firokan da bênavber di bejahiyê da bi lez û bez ber bi wan ve dimeşiyan. Leşkerên Tirk, di aliyê Dorşînê da derbasî Vartûkê dibûn. Ji bo aliyê Karatê di destê gerîlayan da bû, ew der ji bo dijmin ne bi ewle bû. Bi vê boneyê hêza xwe didan ser hemberî gelî, aliyê Vartûkê.

Hêzên heyeta fermandariya gerîlayan, li aliyekî plansaziyên navendî dikirin, li aliyekî jî digel şert û mercên zehmetiyan nîkaşên cihê vekişandinê dikirin. Lê dijminê wan nedisekiniya û gav bi gav nêzîktir dibû. Sakînê, xeteriya rewşê fêm kir û tevî du hevalan bi ser tepik ve hilkişiya. Raçavkirina tenê bi dûrbînê têra dîtina rastiyê kiribû. Her kêliya derbas dibû, dijmin zêdetir nêzîkê gelî dibû. Erê. Cihê dahelîna wan tepikên aliyê Vartûkê bûn.

Di wê kêliyê da, li ser rêya leşker têde dimeşiyan; sê milên gerîlayan ê ji hev cûda yê di bin fermandariya Ozan, Hesen û hevalekî din da, ketibûn sîperan. Sakînê, bi bêtêlê wan hişyar kir. Ozan derketibû ser bêtêlê:

"Rêz û silav heval!"

"Rêz û silav."

"Dijmin, ji aliyê tepikên Dorşînê ve xwe berda Vartûkê. Di aliyê pişta gund da ber bi we ve dimeşin. Baldar bin, temam."

"Hate fêmkirin! Temam."

Sakînê, got; "Baş e, rêz û silav" û girt. Komên din jî, bi heman şêweyî hişyar kir. Ew bi xwe jî li wir rûnişt û encamê raçav kir. Ji bo, pêşveçûna dijmin baş didît, dubare hişyarî da hevalên xwe. Demek, dijmin ji ber çavan wenda bû. Sakînê wan nedidît. Nexwe guhdariya bêtêlê kiribû. Teqtîka xwe guherandibû û ber bi wan ve dihatin. Bîstek şûnda dengê çekan hat. Êdî têkiliya şer çêbûbû. Ev şer, ji bo yên wê derê, şerê man û nemanê bû. Ger ew nuqte biketa destê dijmin, deriyê kendal û qeracên hevalê birîndar lê ew ê vebûna û jiyana hemûyan bi qasî neyê pêşbinî biketa xetereyekî mezin.

Li aliyê rastê Şatosê bû. Lê, hevalê ku bi bêtêlê têkilî çêkiribû, agahiya ji aliyê çepê Şatosê, li Karatê jevketin çêbûbû û dijmin ber wê derê ve dişiqitiyan. Jevketineke temamî nebû. Lê, dîsa jî rewşekî xeternak bû. Sakînê, li dijî ev agahiya nû weke tedbîrê sê heval li milê çiyayekî nêzîk kir sîperan. Ger dijmin ji aliyê Vartûkê ve bi dîzî bihata ew ê li dijî wan çalakiyên sûîqestê pêk bianiyana. Sê hevalê din jî, bi heman armancê, li dijî hatina leşkerên ji aliyê jeberê çem û Karatê ve bên peywirdar kir. Van hevalan, ew ê milê jêrê Karatê bigirtana. Herkesî li derdora xwe, li bin kevirekî gir sîper girtibûn û li bendê bûn. Birçî bûn. Bi rojane biserûber xwarinekî nexwaribûn. Bi fikar bûn. Te digot qey, bêxewî wek hevalekî wan e! Hevalekî bê xêr ê ji pêsîra wan nediqetiyan. Nikaribûn bi cihekî da tevbigerin. Ji sê aliyan ve gule û roket li ser wan dibariyan. Bi ser da jî, êrişa firokan. Lê, Sakînê kêfa xwe xira nedikir, divê xira nekira jî. Wek fermandareke, vî mafî di xwe da nedidît. Rewşa hevalên xwe di cih da tespît dikir, guhdariya pirsgirêkên wan dikir û hin çareseriyan diafirand. Bi taybet, ji bo dêrûniya hevalên birîndar xira nebe divê xîretekî derasayî nîşan bidana. Bi vê boneyê, Sakîne ber bi cihê hevalên birîndar ve qesidî. Cara ewilî ber bi hevalekê kevn, Mîran ve nêzîk bû:

"Merheba Heval?"

Mîran, weke tiştek nebe, hewl da ji cihê rabû û biken got; "Merheba Heval."

"Tu çawa yî?"

"Saxbî, spas dikim, ez baş im."

"Çend heb gule li te ketine heval?"

"Çar!"

"Pêdiviyek te heye?.

"Na, saxbî Heval, spas dikim!"

Sakînê, ji Mîran ra derbasî got û ber bi hevalê Behza ve qesidî. Behza, nû tevlî rêxistinê bûbû. Di ruçikê wî da xuya bû, tu wate nedida şer û pêvçûnan û birîndariya xwe. Perçeyên gule û şerapnelên li sing û pêçî û çaqên wî ketibûn wî qutifandibûn. Xwe dabû goşeyekê û hema wisa li derdorê dinêriya. Bêwate. Guleyek û çend perçeyên şarapnelê ku li laşê wî ketibûn têra xemsariya wî kiribûn. Halbûkî birîna hevalê Mîran zêdetir giran bû, lê nêzîkatiya wî asayî bû. Qutifîn li aliyekî hê kêfê dida hevalên derdora xwe. Serboriyên wan ê şer, têgihîştinan bi xwe ra çêdikirin. Şervan jî, di ceribandina ewilî da rejîdarî diket bîra wî. Di pevçûna ewilî da ava xwe dida der. Yên ava xwe digirt dibû weke pola û dibû şervanekê heqîqî. Ha ji te ra Mîranê ku ava xwe girtibû û Behzayê ku nû ava xwe digirt. Ferqa navbera wan, girêdayî jiyandina bûyerên berî wextan bûn. Aşîkar bû. Sakînê, berê xwe bi aliyê Behza ve kir û bi hestên hevaltiyê destê xwe li laşê wî gerand. Li aliyekî jî behsa bûyerên bi vî rengî dikir:

"Mêze Heval, ev tiştên em dijîn, şerekê ye. Di şer da serfirazî û têkçûn, jiyan û mirin birayê hev in. Vêga, tenê çend birînên te hene. Lê mirin jî hebû. A rastî, fêmkirina têgihîştina te ya armanca jiyanê ye. Ger, tespîta hedefa tu lê qesidî rastî be û di wê oxirê da tu têkoşiyayî, dême tu pir mezin jiyayî. Te hovîtî û wehşîtiya dijmin bi çavê xwe dît û tu jiya yî. Em, li aliyekî ji bo şikandina vê hovîtiyê têdikoşin. Dema di vê çarçoveyê da mêze bikî tu neferek vî şerê gerdûnî yî. Tu dibînî, serkanên Tirk ji bo tunekirina me, ji bilî hêza ji me zêde, hemû derfetên teknîkî jî bikartînin. Eviya baş dizanin, ger me tune bikin ew ê xewn û xeyalên gelê Kurd jî binax bikin. TC, li Kurdên ji kesayetiya xwe dûr digere. Sedema van êrişên hovane yên li dijî me ev in."

Her ku gotinên Sakînê dirêj dibûn, Behza dihat ser hemdê xwe û rengê sûreta wî bi erênî diguheriya. Hinek avê pê dane vexwarin. Piştra zêde xwe ragirt û li jiyanê vegeriya. "Bi xêr hatî Behza." Sakîne, pêbawer kir ku qurfa li ser laşê wî rabû, vê carê ber bi Welat ve qesidî. Ev jî, şervanê nû bû. Hê ewqas nû bû, cil û bergên gerîlatiyê jî li xwe nekiribû. Gule li çaqa wî ketibû.

"Tu çawa yî Hevalê Welat?"

"Ez, baş im, heta tu bêjî ez baş im. Tu gotin kêfxweşiya min pênase nake, êdî ez jî bûme gerîla!"

"Çawa?"

"Ez birîndar bûm û wisa bûm gerîla. Pir kêfxweşim pir!"

"Qey, meriv bi birîndariyê dibe gerîla Hevalê Welat?"

"Erê, bi birîndariyê meriv di rêya kin da têdigihîje. Têgihîştin jî gerîlatî bi xwe ye. Ez xwe wisa hîs dikim."

"Tiştekê ji min bixwazî heye? Tu çi bixwazî ez ê bidim te..."

Welat, wisa axîneke kişand û bi ser Sakînê da zivirî;

“Niha meriv cixareyek bikişanda heye ya!"

Cixareyên Sakînê jî xilas bûbûn. Lê, yek ji pakêtên hevalan, ji ser leşkeran bidestxistibûn dabûn Sakînê jî. Ha ji te ra, dema kişandina van cixareyan hatibû. Hema cîda pakêtê dirêjî wî kir:

"Ha ji te ra Heval!"

"Saxbî Heval, ha ev di ber da hat! Bi girtina cixareyê rengê wî xweş bûbû..

Ji heft nuqteyên şer lê diqewimiyan, tim birîndaran dikişandin qada ku lê bûn. Sakîne, ji bo cihek diyarkirî, bi van birîndaran ra girîftar bû. Ji bo wê êvarê dest bi vekişandinê bikirana, divê hin amadekarî bihatana kirin. Sakîne, piştî xilaskirina amadekariyan tevî du hevalan bi tepik ve hilkişiya. Cemal jî, li heman tepik bû. Ji bo, hevalên heyeta fermandariyê bi boneya girîftariya çêkirina sîperan li hawirdorê belavbûbûn tenê ew herdû li wir bûn.

"Em ê karibin çi bikin? Vekişandina me şert e." Cemal, bi van pirsan difikiriya. Sakîne jî di nav heman fikr û ramanî da bû. Lê, êdî pêwistî hebû tiştek bikira.

"Ez, bi xwe araziyê baş nasnakim, lê divê em vî cihê bêyom biterikînin. Beriya her tiştî, ya girîng, divê em zikê hevalên birçî têrbikin. Birçîbûnî gihîştiye asta herî bilind. Bi vê bêhaliyê zêde dem derbas nabe hemû ew ê bê tevger bibin."

A rastî, Cemal, dizanibû di nav rê û kuçeyek bêdawî da ne. Di halê wî yê bi fikar da jî ev kifş bû. Erê, divê bi cihekê ve bikişiyana.

"Divê hetanî sibehê em xwe bigînin Xizginosê. Ev der ji aliyê bakur ve li serê geliyê hetanî digihîje Pasûrê ye, ciheke bi ewle ye. Dibe tu zanibî, Xizginos nêzîkê Nederan e. A rastî, di navbera Ziktê û Nederan da ye. Qenebe li wir em ê dikaribin hinek xwarin çêbikin û bidin hevalan. Ev jî heye; tim di dorpêça operasyonan da wendahiyê me jî çêdibin. Divê em xwe ji vê jî rizgar bikin."

"Tu mafdar î."

"Wê çaxê, tu here jêr hevalan amade bike. Ez ê tevî komekî heval derbasî jeber bibim. Em ê derbasî çeprastê gelî bibin û hevalên li wir amade bikin. Hege rewşeke asayî hebe em ê hişyarî bidin hûn jî werin. Em ê hemû ji wê derê biçin."

Sakînê got, "hat fêmkirin."

Cemal, tevî komekî gerîla yên bi qasî yekîneyekî ber bi wî gelî ve ji ber çavan wenda bûn. Lê, gelî di binê êrişa sûîqestan da bû. Digel hemû hewldanan nikaribûn gaveke pêş ve biçin û bi lez û bez bi paş da vegeriyan. Edî, ji bilî parastina wan tepikên biçûk di destê wan da tiştek bikirana tune bû. Di vê navberê da, yek ji serbazê berpirsiyarê sefermandariya giştî ya Tirkan, di derbarê şer û pevçûnan da encamên ewilî da ragihandin. Ji rojnamegerên bi firokan veguhestibûn ser tepikan ra bi xwe bawer vedigot, hetanî niha me 90 heb terorîst kuştine, di demeke nêzîk da em ê cenazeyê wan nîşanî we bidin û di demeke kin da em ê paqijiyê bikin. Ew şev, ragihandinên televîzyonên Tirk, behsa vê qehremaniya mehmetçîk a derasayî dikirin û di nav kêf û şahiyê da cenazeyê gerîlayekî nîşan didan..

Halbûkî, ew roj tenê li tepikekî 37 çekên giran ê artêşa Tirk hatibû rakirin û cenazeyê 50 leşkeran hatibû jimartin. Hejmara yên tepikên din jî di nav da nebûn. Hela hela, wendahiyên ji destpêka şer hetanî wê kêliyê bihatana hejmartin zêdetirî 100 kesan hebûn. Heyeta fermandariyê, ji bilî şervanên ser tepikan, hemû hevalan li qadekî bêtir bi ewle komkirin. Tepikên hawirdorê jî hetanî êvarê bi awayekî baş parastin. Dihatin hesibandin, êdî şer, di cihek asê bû. Ne gerîla dikaribûn pêş ve bimeşin, ne jî leşker dikaribûn. Hela hela, berxwedana li Karatê hêjayî teqdîrê bû. Ger dijmin wê derê bigirtana dê tevahiya qadê bigirtana bin qontrola xwe. Gerîlayan, zêdetir girîngî didan wê derê. Komên êrişker, komên kemînê û tevî hin komên şervanên jîr, zêdetir hevalên xwe ji bo parastinê ber wê derê ve şandibûn. Van komên şerker tepikan baş diparastin û bernedidan.

Hatina êvarê, di tevgera ewr û di banga gerîla ya ser tepikan da jî diyar bû. Hê hewa nû bi lacîwerdî bûbû, barana bi marîfetî bûbû belaya serê wan, ew ê şevê ji nû ve dest pê kiribû.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

                          BEŞ 6 (Îstiqamet Xizginos)



8’ê Nîsanê
Nîvê şevê. Dema hilkişiyan jor, mêze kirin herkesekî ji xwe ra cihek dîtiye û razaye. Her wiha hemû di xwe ra çûbûn. Nexwe, di nav şert û mercên berf û baranê da razan ne pêkan bû. Hela hela li dijî bayê bakur ê weke sîleyê li sûreta wan bixe! Kurd ji vî bayî ra Bareş dibêjin. Car caran bayê dijwar ê ji bakur ve tê dibe Bareş. Dema vî bayî bê, ger meriv derketibe meşeke dirêj divê bizanibe sûreta meriv çawa ditevize. Bi kurtasî sûreta meriv fecr dibe. Lê, ew weke di Hîltonê da razayî bin. Li ser tepik, tenê fermandarên heyetê hişyar bûn, ewqas. Dibe jî, tenê ew ne razayî bin. Akîf, bi gihîştina wê derê ra hema cîda tevlî cîvina didomiya hat kirin. Îstiqameta meşê û tespît dihatin kirin. Ji ber ku Akîf, herêmê baş dizanibû, hewcedariya wan bi nêrînên wî bêtir hebû. Dem zêde derbas bûbû. Di vê navberê da, pirsgirêk li ser pirsgirêkê çêdibûn. Bifikirin, hê yekîneyên nehatibûn nuqteyê hebûn.

Bistek şûnda, yên razayî ji xewê hatin rakirin. Tiştê wan hatin girtin û merş hat dayîn. Ber bi îstiqameta Xizginosê ve yekîneyên ewilî dest bi meşê kirin. Digel Bareşê, berfa bi av û ji serî hetanî binî bi kincê şil di nav çokekê berf da divê bimeşiyana. Fermandarên weke, Cemal, Remzî û Akîf di pêşî da dimeşiyan. Peywirê pêşengan pir giran bû. Di nav çokekî berf da, bi zikê birçî ji hevalên paş ra çixirê çêdikirin. Ev jî bareke din bû li ser pişta wan. Carekê çavê Akîf çû ser Remzî. Remzî li pêş dimeşiya. Ev fermandar bûbû weke xwe gêr bike. Ji navê jortir hişkobiringo bûbû. Lingên wî tim diliviyan, bûbû wek makîneyek otomatîk bixebite. Carek, qapa wî ya fişekan ket erdê. Akîf wê dît û hevalê xwe hişyar kir;

"Qapa te ya fişekan ketiye Hevalê Remzî." Remzî, wekî tiştekî negirîng be, an jî ne aydê wî be leqeleqê kir:

"Ket bila qe bikeve, ez çi bikim?" Erik yah! Gelo ev Remzî bû? Na na, Remzî ne li ser hemdê xwe bû. Di serî da vê şêla wî, ji bo Akîf bêbersiyariyekê neyê efûkirin hatibû dîtin. Tu fermandarekî girsehêz bî û şarjora te bikeve tu bê jî "ji min ra çi." Ev tiştê ne efûkirinê bû. Lê, xwe jî kir şûna wî û fikirî. Jiyandina ew roja dirêj anî ber çavê xwe. Rewşa Remzî yê ku ew rojê bênavber dixebitiya û hê jî di refê herî pêş da dimeşiya fêmkir. Nedibû bêje, ji cihekî şûnda dibe meriv têk jî biçe. Akîf qapa fişekan ji erdê girt û dirêjî hevalê xwe kir. Wî hembêz kir. Bi vê tevgera Akîf, Remzî weke ji xewê hişyar bibe. Piştra parî xwe da paş û meşa xwe berdewam kir.

Demek, piştî vê meşa zor û zehmet gihîştin darbendekê ber geliyekê nû. Qiyamekê biçûk bû, divê derbasbikirana. Lê, herkes ji taqet ketibûn. Tu bikujî kes nikaribûn gavek jî biavêje! Di vê navberê da hevalekî wan ê ji serî da tûrek spî li ser pişta wî bû xwe avêt pêş. Ev heval nû tevlî rêxistinê bûbû. Navê wî Egîd bû. Xuya bû, Egîd bi xwe pir bawer bû. Tûrê xwe danî û hereka çengek şekirê toz li wan belav kir! Vê tevgera wî, di nav gerîla da bandoreke pê neyê bawerkirin çêkir. Ev gerîlayê nû, bi sekn û tevgera xwe wan heyaranî xwe hiştibû. Bi wateya tam a peyvê, vê helwesta wî ya digel ne tênegiştina gerîlatiyê, li ser herkesî bandoreke newaze çêkiribû. Te digot qey, rihê herkesî ji nû ve ganî bûbû. Her gerîlayê ku şekir digirt tevî kulmek berf dikir weke qatix û dixwar. Bi vê kêf û enerjiya rasteqîn hema hema bêqusûr hilkişiyan ser tepik.

Li ser tepikekê bi derbend bûn. Derbendeka çemanbar bû. Şefeqa sibehê hema hema davêtin. Di ew berbanga sibehê da derketina wan a ser tepik dîmenekî pir ecêb bû. Li erdnîgariyeke bêsînor xuya dikir bûn. Dîmenek pir xweş bû, tepik li dû tepik rêzbûyî li pêşiya wan bû. Her der çîlspî bû. Tam li ser geliyêkê fetlometlo bûn. Geliyê bindestê tepik, ji nîşka ve mijekê girt. Ev ji bo wan, gelek baş bû. Ev mij, dê peywirê mertaliyê bianiya cih. Êdî li serê rêya Xizginosê bûn.

Akîf, bi kêfxweşî qîriya; "Em ji dorpêçê xilas bûn hevalno, me dorpêçê şikandin." Mijê wek xilasî didîtin. Bîstek şûnda gihîştin rasteyekî jêrê gelî. Di nav kêfxweşiyê da ji wir şemitîn jêr. Bi vî hawî gihîştibûn nuqteyê. Rojeke çêtir û nû destpêdikir..

***

Şeva 7-8’ê Nîsanê
Rizgar, di geliyê bêhna barûtê bi ser ketibû da tiştek nedidît û tevî hevalên xwe bi zehmetî dimeşiyan. Birînên wî hetanî bêjî diçiziyan. Bi ser da jî, rehtbûnî û bêxewî. Hin hevalên wî li ser piya ketibûn xewê. Hem wan dihejand û hem hewl dida bimeş e. Demek, hew mabû rêya xwe şaş bikin. Lê, piştra hatin ser hemdê xwe û rêya xwe sererast kirin. Tabî, dê xwe bigîhandana cihekî. Rizgar, bi hêrsbûyî fikirî û got; " Vê baranê jî hema wexta xwe dibîne û dibare." Demek, bêarmanc bi aliyê jêr ve meşiyan. Li wir rastî hin gerîlayan hatin. Hin gerîlayên ser tepikan girtibûn jî gihîştibûn wê derê. Di nav wan da çend heb birîndar jî hebûn. Lê birînên wan zêde ne xedar bûn. Rizgar, bi vê rewşê kêfxweş bû;

"Hevalên din li ku ne Heval?"

Rizgar, dixwest xwe bigîne koma mezin, pirsa wî di vê çarçoveyê da bû.

Gerîlayekî got; "Li jeberê avê ne. Tepik derbas bikî ew ê xuya bikin." Divê xwe bigîhandana hevalên jeber. Rizgar, fikir kir ew ê xwe di pira ser çemê Şatosê da derbasî jeber bike. Pire, nêzîk bû. Ji hevalê Zana ra got;

"Hûn ê jî werin wê derê."

"Temam Heval."

Zivirî û meşiya. Pirê derbas kir û hinek pêş ve çû, rûnişt. Ji bo li cihekî navendî bû, ew ê teqez hevalên wî di wê derê da derbas bibûna. Pişta xwe spart kevirek û sekinî. Bê çek û bi tena serê xwe bû. Demek, xewê zor dayê û li ber xwe neda. Ji xwe ve çû. Bivê nevê. Bîstek şûnda weke yek wî bihejîne bi xwe hesiya û mereqa dem û seetê kir. Lê, mîrata seetê di qevda qolê xwe da nedît. Ji ber ku seet bi xwîna birînê wî lewitî bû, hevalên wî ji çengê wî derxistibûn. Wisa xuya bû, dem zêde derbas bûbû. Kifş bû, divê hevalên xwe bidîta. Ger di demeke kin da xwe negihîne wan ew ê bi tena serê xwe bimana. Ji bo herêmê weke nav destê xwe nasdikir, texmîn dikir ew ê di kîja xetê da vekişin. Rabû û ber bi wî alî ve meşiya. Bîstek şûnda tepikekê derket pêşiya wî û ber pê ve hilkişiya. Dengek du deng bang kir. "Kes heye li van der an!" Filan bêvan got lê deng neçû tu kesî.

Bêçare ji tepik hate xwarê. Carekê din dest bi meşê kir. Bi qasî nîv kîlometreyî meşiya û reşahiyekî dît. Bi tedbîrî hinek jî nêzîk bû. Sê kes bûn, ber bi wî ve dihatin. Hema di cihê xwe da, li pişt kevirekî ket sîperekê û melisî. Dibe yên dihatin dijmin bin jî. Ji bo heval werin wê derê, Rizgar, tu sebebekê jî tune bû bidîne. Lê, di vê seetê da dijmin jî bi aşkerayî bihatana wê derê surprîz bû. Bere bere, ev her sê kes zêdetir nêzîkê wî bûn. Hinek jî sekinî. Navbera wan bi qasî 50 metreyî mabû. Ji nîşka ve qîriya;

"Tu kî yî! Xwe bide nasîn!" Bi kurdî axivî bû. Ger yê bihatana dijmin bûna ew ê biketa sîperê. Lê, yê bersivê dabû yekê nas bû. Mistefa:

"Ez im heval, Mistefa. Tu li vê derê çi digerî?"

"Ez, di avê da derbas bûm, hinek ji xwe ve çûm. Her hal hevalan min nedîtine û derbas bûn e. Vêga dixwazim biçim gel yê din. Dikarim di ku da biçim?"

"Bi tena serê xwe li vir î?.

"Erê, bi serê xwe me."

Mistefa, rê nîşanî wî da û ji ber çavan wenda bû, çû. Rizgar jî, ji bo dîtina hevalên xwe yê din ketibû ser rê. Li wir, rastî hin hevalên wek Zerdeşt, Şoreş û wd hatibû. Birîndar bûn. Bi wan ra eleqedar bû, lê, ji bo ew jî bêtaqet bû zêde li ber xwe neda. Xwe sparte goşeyekê. Ya dibariyan çi dibe bila be, ne xema wî bû. Ji xwe ve çû, Wisa ma.

***



Şeva 8’ê Nîsanê
Berf bû, baran bû, her çi bû, bênavber dibariya û mesafeya dîtinê qet nemabû. Xulase, mijeke bi dûman bû, meriv nikaribû pêşiya xwe bidîne. Ewilî hevalên xwe yên birîndar top kirin anîn gel hev. Piştra, her fermandarekî hewl da, tabûra xwe, yekîneya xwe, tîma xwe an jî mangaya xwe amade bike. Di ew şeva tarî û zilamat da herkesê bi xîretekî mezin çav li hevalên xwe digerandin, bê ka wendayî hene an na. Hevalên wendayî hatin tespîtkirin. Piraniya vana, ji bêhalî, rehtbûnî û birçîbûnê virda wêda li cihekî ketibûn. Di vê navberê da hat tespîtkirin ku komek ji (30) kesan ê girêdayî yekîneya Hebûn û Kalender bi tevahî wenda bûn. Di asta mangayê da nebin jî, derket holê hin tîmên din jî nexuya bûn. Ji bo, di destê her yekîneyê da bêtêl tune bû vê hengameyê çêbûbû. Piştî girîftariyeke dirêj, çend komên lêgerînê derxistin hin deveran û ji bo tevgerê xwe amade kirin. Van komên veqetandî jî demeke şûnda xwe gihandin wan. Komekê ya ji şeş gerîlayan pêkdihat, piştî şeş rojan xwe gihandibû hevalên xwe.

Hinek li jor rêyekî şose ya seyareyan hebû. Ji cihê xwe, hinek di berpalekî xwar da hilbikişiyana ew ê derketana serê vê rê. Biryar hatibû girtin dê hemû yekîne li wir kom bibûna. Her fermandar yekîneya xwe dikir nav tevgerê û ber bi wê derê ve sewq dikirin. Gerîla, li vê nuqteya bijarte ya berfireh a wek qada navendî belav bûbûn. Ji her milî ve dikaribûn bi qesidin wê derê. Lewra jî cihê herî bi ewle ev der bû.

Ji bo herkes reht bûn, bi gihîştina wê derê ra hemû ji xwe ve çûn û her yek li goşeyekî ket. Cemal, di vê bêpergaliyê da ji bo tespîtkirina rewşê, Sakînê û Mistefa erkdar kiribû. Van herdû fermandaran jî, piriya reht bûn, li ser piya nedisekiniyan lê berpirsiyariya wan ne ji rêzê bû, divê erkê xwe bi cih bianiyana. Sakînê, "temam" got û bêhemdî rûnişt li cihê xwe sekinî. "Rewşa min nebaş e hevalê Mistefa!" Berf û baranê li ser kincê wê nuqteyekê zuha nehiştîbûn. Lê, laşê wê tu hişyarî qebûl nedikir. Di cih da ji xwe ve çû. Kete xewê.

***

8’ê Nîsanê
Beriya şefeqa sibehê. Dema bi xwe hesiya, ferq kir bênavber çar seetan ji xwe ve çûye. Hêrs bû. Xwe bi xwe digot "çima tu razayî!" û disekiniya. Wisa dihat fêmkirin, bi cih ne anîna erkê xwe diqeheriya. Lê, Mistefa erkê xwe û wê tev anî bû cih. Di vê çarçoveyê da tiştekî awarte tune bû li holê. Lê, vê "sedema sivikker" ji xwe ra esas nedigirt û dikir xwe bi xwe..

Êdî her tişt amade bûn. Yanê ketibûn rewşa tevgerandinê. A rastî rewşa hewayê jî pir tarî, sar û serma bû. Berfa bi av a bênavber dibariya herkesî şilopolo kiribû. Bi vê boneyê barê wan zêde giran bûbû û divê hereka çend kîloyên zêde hilbigirtana. Lê, dijmîn jî dev û dev li dû wan bû. Divê bimeşiyana. Dibe ev şensê wan ê dawî be. Di vê navberê da, virtoneyeke tirsnak û sar dest pê kiribû. Sira bayê wek sîleyekî li sûreta wan bixe dihat. Sûretên wan ê aliyê bayê tevizî bûn. Vê carê, ew ê rêya wan zêdetir dirêj bibûna. Berfa bi av di bin lingê wan da bûbû virtone, di her gav avêtinê da hetanî çokê tê da diçûn xwarê. Yên li pêş dimeşiyan piriya tê da diçûn xwarê û derdiketin nikaribûn bi qasî nîv seetekî li ber xwe bidin. Timî hevdû diguherandin. Herkes birçî. Herkes reht. Lê divê bimeşiyana. Ji bilî vê çareyekê tune bûn. Hela hela, ger tu di heyeta fermandariyê da bî, bi tu awayî heqê te tunebû. Ger tu gazincan bikî, ew ê kî vê artêşa biçûk bi rê ve bibe?

Hetanî gihîştibûn jêrê tepikê Şatosê, di gelek rêyan da derbas bûbûn. Li jêrê ev tepik qereqola gundê Şatosê hebû. Ev qereqol li ser girekî, wek cihê koordînasyonê hatibû avakirin. Qereqoleke gelek tirtire bû. Derketin ser tepikê hemberî qereqolê. Li nav zinarên wê derê ketin sîperan. Derketina wan a ser tepik, bi qasî çar seetan wext girtibû. Cihê derketibûnê gelek bilind û girekî rûte bû. Ne pêkan bû di nava rojê da, meriv li ser vî girê bi berfê pêçandî nehata dîtin. Ev der, -ji bo cihekî serdestê qereqolê- bû, texmîndikirin ew ê dijmin hesabê sîpergirtina wan a vê derê neke. Lê, ev fikrekê şaş bû! Yên di qereqolê da bûn, di cîda wan ferqkiribûn. Di guhdarkirina bêtêlên dijmin da jî ev eşkere dihat fêmkirin. Ji ber ku yekî bi bêtêlê ji yê hember ra digot;

"...komeke ji 100, 200 kesan pêk tê, ber bi bakur ve pêşve diçin."

Ji serê sibehê ra zêde wext nemabû. Êdî, divê li wê derê nesekiniyana. Divê paşvekişandinê berdewam bikirana. Lê, ew ê ku ve biçûna?. Hema ku derê dibe bila bibe! Di vê navberê da, gerîlayên li ser tepik bi cihkirî, piriya bêhal ketibûn rakirina wan jî pirsgirêkeke mezin bû.

Bi gotinên, "Hadê Heval!. Hadê birayê min" û car caran bi tehdît û tehmdanê wan radikirin. Netîce yekîne hemû ketibûn nav tevgerê. Derbasî geliyekî bêser û bin ê li jêrê tepik ê fetlometlo bûbûn. Di vî gelî da ew ê derbasî Xizginos bibûna. Di gelî da piriya fetlanek hebûn meş li wan bûbû weke îşkenceyê. Piştî derbasbûna fetlanekî yekî din derdiketin pêşiya wan û wî derbas dikirin yekî din..

***


8’ê Nîsanê bi rojê
Seetek û nîv wisa meşiyan. Êdî roj derketibû. Ji bo qefleya gerîlayan, ev dihat wateya destpêka demên xeternak. Dê çawa nebûna? Weke sêniyê li ber çavan, di araziyê da dimeşiyan. Her gav îhtîmal hebû firokekê kifşê wan bidîne. Tam di wê kêliyê da pêşbirkeke xerîb dest pê kir. Li aliyekî ewr girt ser ezman, li aliyekî jî, li jêr mijekî giran çêbû. Herdu "xweşînekên" xwezayî jî, ber bi wan ve dihatin. Li dijî hêviya van herdû xweşînekan, guregura firokekê bêyom ji dûr ve dihat û bere bere dengê wê nêzîk bû. Lê, mija bi ser wan da hatibû, demeke kin be jî wan veşartibû û pêşbirkê qezenç kiribûn. Hê gerîla xwe negihandibû herî jêrê newalê. Di binê sîwanoka mijê da bêtir bi ewlehî dimeşiyan. Di araziyekê her derê wê bi berfê pêçandî da timî dimeşiyan. Bi vê boneyê jî, du qatî zêde reht bûbûn. Bi ser da jî, wek sêniyê li ber çavan bûn. Yên nikaribûna bimeşin bi destê wan dihatin girtin, yên ji xwe ve çûbûn sîle dikirin û li dû xwe dikişandin. Ji bilî vê çare tune bû! Piştra, ser wan bi mijekî qalind hate girtin. Ji ber çavan wenda bûn. Tabî ji bo demeke kin.

Bi vî hawî hatin serê araziyeke xwar a nêzîkê geliyê Xizginosê. Pêçandina berfê li aliyê bakur zêdetir qalind bû. Ev berpalê hindik xwar ji bo tehsandinê gelek asayî bû. Zarokatiya wan kete bîra wan. Çawa xwe berdidan, di nav kêfxweşiyê da cîda digîştin jêrê newalê. Weke xwe bi tawikê berdin. Dema xwe berdidan, di binê wan da naylonên baranî yên ji wan ra "panço" dihat gotin hebûn. Van naylonan ji ser leşkeran rakiribûn. Van baraniyên sermil Meksîkiyan dikirin bîra gerîlayan, lewra ji wan ra panço digotin. Ev bi hengameya tehsandinê bi qasî seetekî dewam kir. Edî li newalê bûn.

Di demeke kin da li newalê belav bûn. Barana ku tim û daîm dibariya zêdetir wan bêzar kiribû. Bi şiklê rîtm û ahengê, lêxe bavê min lêxe. Her yekîneyê li cihekî cuda "Baregeha xwe" saz kir. Ji bo xwarinê, vêxistina agir û xwe zuhakirinê nîvdiyar gerîla bi xwe ve hatibûn. Akîf, ji bo birêkûpêkkirinên di bin qontrola Cemal da hatibû kirin hazir û amade bû. Tabî, ji bo ku araziyê dizanibû. Sakînê jî, hevalên xwe girtibû û baregehekî demborî li rasteyekî biçûk a berpalê avê sazkiribûn. Tam di wê kêliyê da, dîsa dengên wek ava sar bi ser wan da bê hate bihistin. Ev dengê dibihîst, guregura firoka bêyom bû. Saw û kabûsa xewnên şervanên bêparastin mayî. Di wê kêliyê da, li derdora 250 gerîla ji bo xwe bigînin newalê di bejahiyê da dimeşiyan. Hewa dîsa vebûbû. Vaya jî heyeta fermandariyê diqeherand. Ger firok di ser wan da derbas bibûna, bivê nevê dihat wateya dîtina wan. Ne pêkan bû, garana kirmoriyan li ser berfa çîlspî nehatana dîtin?

Tam di wê kêliyê da, deng ji bêtêlê hat:

"Rêz û silav Heval. Komekê heval li paş man e. A rastî ketin e. Îhtîmala biqerisin zêde ye. Dibe pir şehadet jî çêbin. Divê hêzeke piştgiriyê xwe bigîne wan."

"Rêz û silav Heval. Hate fêm kirin."

Cemal, li derdora xwe mêze kir. Hema hema tu kesî li holê xuya nedikir. Piştra berê xwe bi Akîf da kir.

"Heval, vêga hesa kesî tune. Çend hevalan bigir û here hema çavekê li wan bigerîne."

Akîf, hema li girsehêza koma 250 kesan çavê xwe gerand. Çavê wî kesî nebiriya. Alayekî kesên bêhal dirêj ketibûn li kûrahiya newalê. Her yekê ji xwe goşeyekî dîtibûn û li cihekî dirêj ketibûn û bêhna xwe didan. Tenê kesekî li ser piya nedît. Dîsa jî 5 kesan ji nava wan hilbijart. Hê bi qasî sed dused metreyî neçûn, du heb jê xwe veşartin. Reviyan paşve çûn. Di rewşeke asayî da sûcekî mezin bû. Lê Akîf, bi belengaziya ku bi rojane van hevalên wî dikişandin dizanibû, lewra jî vê reva wan ji nedîtî ve û wan xweşhal dît. Bêçare tevî hevalên din qesidî ji bo alîkariya van hevalên xwe. Lê, mixabin ew jî kêrî tiştekî nedihat!.

Hetanî gihîştin cihê van hevalên ku ji ber sermayê, birçîbûnê û rehtbûniyê ketibûn erdê, firokan wê derê girtibûn bin bombardimanê jî. Ger bi gotinekî bê pênase kirin, dîmenekî pir bi saw bû. Gava 6 hevalê xwe li erdê wek cenaze dirêjkirî dîtin, dema wan çênebû xemgîn jî bibin. Hema yekoyek van hevalên xwe ji xewa mirinê bihorandin. Li aliyekî wan diniçandin, li aliyekî jî bo bêne ser hemdê xwe bi sîleyan li wan dixistin. Divê neketana xewê. Ji ber ku xew mirin bû. Bi vî hawî yên razayî yekoyek hişyar kirin.

Di vê navberê da, yên ji xewê radibûn, bi çavekî vala li wan mêze dikirin û dipirsiyan:

"Çi bû? Ez li ku me?" Piştî dihatin ser xwe, bi hêviyekî mezin digotin "min xilas bike." Hestên oryantalîstî wenda kiribûn. Hişmendiya wan lîşo bûbû. Hela hela, gerîlayê nû yên weke Dixtor Welat û Elîşêr pirsgirêkê girantir dikirin û dibûne sebebê belavkirina rewşekî metirsî. Piraniya gerîlayên nû di demên wisa da zêdetir zehîf dibûn. Ev jî, bêguman ji kêmasiya bêtecrubetiyê pêk dihat. Qîrînên wek "Emanêê, min xilas bike." "Min bigîne cihekî germ" filan dihatin wateya hin tênegihîştinê û nîşaneya pêdiviya wan a bi demeke dirêj hebûnê. Vê carê avê dane wan. Ger bijiyana, ev garantiyekî bûn ew ê carekê din cûda bûna. Di nav demê da asin sert bû. Vana, hevalên xwe yê xwedî tercûbe yê bi hewariya wan da çûbû weke dêw didîtin. Her yekî weke dêwê têk neçe, reht nebe û pê ne sar be didîtin! Ya eksî, mendîlekî wan a zuha jî tunebû bidin van hevalên li erdê, yên wan wek dêw didîtin! Digel vê, pêbaweriya wan, ji bo van gerîlayên li nuqteya dawî ne ew ê bibûna sebebê destpêka jiyanekî nû. Ji ber vê jî, divê gotinên pêbawerî ji wan ra bigotana. Dema wan ne bê dawî bû. Ji bo ew jî tevî van hevalên xwe neqirisin divê derbasî jêr bibûna. Lê ne ewqas hêzdar û qerebalix bûn wan hilbigirin û bibin. Hewcedarî bi piştgiriyê hebû. Hevalên xwe yên qufilandî li naylonan lefandin û li ser berfê dirêj kirin. Ji wan ra;

"Em ê vêga we li vêderê bihêlin. Bîstek şûnda em ê bi komeke qelebalix û tevî çay û xwarinê werin. Mereqa nekin, li wir sobe filan têne sazkirin. Hawirdor tê zuha kirin. Em ê teqez we bibin nuqteyê."

Piştra bi ser Dixtor Welat da zivirîn. Dixtor bi milê Akîf ve zeliqiya û digot û digot;

"Qey çi dibe, min li vêderê nehêle. Bi xwe ra bibe! Mêze me bi hev ra gelek kotûkêş bi paş xistin. Em di heman yekîneyê da bûn. Tu fermandarê min bû. Min nehêle li vêderê" Ketibû binê bandorekê giran a rihî. Lê, ji bo fêmkirina vê rewşê divê meriv bi vê dêrûniyê bizanibe. Akîf; "dibê qey derfetê min heye wî nabim, lewra li vir dihêlim." Meriv carekê nebîne metirsiyên wisa. Ew ê di dawî da xwe bi xwe bihatana. Ha wisa! kêliya mirinê. Ji bo meriv nekeve dêrûniyeke wisa, divê di dehan kotûkêşan da derbas bibe. Tiştekî hevalên wî bikirana qet tunebûn. Vêga dema fikirandina vî tiştî nebû. Gelo ew ê kî bifikiriyana? Ger bixwazin wan bibin, divê wan li pişta xwe bikin. Ji ber ku birîndar bû, hem ji çaqa xwe. Qufiliyê an ji birçîna bêhal ketiye. Wî hilbigire dê ji demek şûnda ew ê jî bêhal bikeve û herdû jî bi hev ra bimirin. Akîf, pançoyê ser xwe li Dixtor kir. A rastî, dixtor li panço lefand û pêça. Hetanî dibe, dê wî li cihekî ewle danî bike. Li jêr bi qasî metrekareyeyekî reşahiyekê hebûn, wî danî wê derê. Ew der hema li ber avê bû. Hin gotinên erênî jê ra got.

Beriya Akîf û hevalên xwe biçin, bi ser hevalên xwe yên cara dawî didît ve zivirî;

"Em ê biçin û tavil vegerin. Li ber xwe bidin hevalno" û piştra dirûşmê berz kirin.

"Bijî Serok Apo! Bijî Kurdistan!"

Van dirûşman hêz dabûn yên li wê derê mabûn jî. Te digot qey, ji nîşka ve hatin ser hemdê xwe. Weke ji xewê rabin, di halekê sermest da bûn. Êdî cihê fikar û metirsiyê bayê qîjker girtibû. Ew jî tevlî dirûşman bûn. Hemî bi coşekê bilind. Êdî mirin ne xema wan bû. Li dû hevalên çûyî nîşana serfiraziyê kirin. Lê zêde xewna wan dihat. Pêdiviya wan bi xewneke bê dawî hebû. Bîstek şûnda, vê xewa bêrîkirinê laşê wan hembez kir. Êdî rihet bûn. Serma, ne di xema wan da bû. Êdî, ew ê carekê din çavê wan venebin, heta hetayê duheb duheb hatin girtin.

Ji rewşa yên mayî bê agahdar Akîf û sê gerîla xwe berjêr berdan û derbasî cihê baregeha demborî bûn. Edî bûbû êvar, firok filan jî li hawirdorê xuya nedikirin. Rasterast çûn rex Cemal. Akîf, silav da û lê dirêj kir;

"Rewşa hevalan di xetereyê da ye. Divê em komeke piştgiriyê ya din jî bişînin. Hin tiştên xwarinê jî bi xwe ra bibin ew ê baştir be."

"Baş e, tu bêhna xwe bide." Vê carê bang li Yilmaz kir.

"Hevalê Yilmaz, komekê heval bigire gel xwe. Divê hûn biçin hevalên jor werînin."

Yilmaz, "temam" got û zivirî. Nexwe li jor şeş pakrewan hebûn ew ê bidîta...

Ha ji te ra jiyan, dîsa didomiya. Di baregeha demborî ya newalê da gerîlayan xwarin û pêxwarinan amade dikirin. Gotineke heye dibêjin "Ew ê mehde kêf û şahiyê bike" ha tiştekê wisa bû. Ji ber ku ji bilî xwarina qutiyan ên di şerê tepikê Karatê da qet tiştek nexwaribûn. Bi çar çavan li benda pehtina xwarinê bûn. Di vê navberê da, têkildarî leşkerên hatibû kuştin, materyalên hatibû bidestxistin, wendahîyên çêbûbûn û kesên birîndar da, divê lîste bihata çêkirin. Her fermandarê yekîneyekê ew ê di derbarê yekîneya xwe da lîsteyê çêbikirana. Ji bilî vana, ew ê di derbarê cebilxaneya di destê xwe da agahdarî bidana. Cemal, dê tevahiya van lîsteyan bikirana yek û wek fermandarê eyaletê ji baregeha navendî ra ragihandana. Bîrokrasiya gerîlatiyê jî tiştekê wisa ye ha. Baregeha navendî, li ser van raporan bi baldarî disekiniya. Îhtîmala tasviyekirina leşkeran zêde be jî, heta gerîla, neçûna ser cesedên wan nikaribûn di rapora xwe da "hatiye kuştin" bêjin. Tenê dikaribûn bêjin, "texmîn dikim hatibû kuştin." Ji bo fermandarekî bêje "me ewqas leşker tasviye kir" delîla wî ya herî mîsoger çek û rakirin bû. Ev karana, bi vî hawî dihatin kirin.

Akîf, di demeke kin da, lîsteya xwe amade kir û pêşkêş kir. Di vê navberê da, peywirdarên lojîstîkî, şîva ji nan û savarê pehtibûn û amade kiribûn. Weke di ziyafetê da bin, gerîlayan çong dan ser sifreyê. Edî xuya bû, ji bilî barana bi rojê dibariyan tiştekê wan ê bêhizûr bikirana tune bû. Ji baranê jî nebûna, tu gotinekî kêfa wan pênase nedikirin. Hetanî êvarê tenê bêhna xwe dan. Zêde westiyayî û bêxew bûn, lê şaşwaziyek ecêb bû xewa kesî nedihatin.

***

Dê agir bihatana vêxistin, xwarin çêbûna û cihê mangayan bihatana diyarkirin. Şandeya fermandariyê hetanî vî karî orgînîze nekirana nediketin îstîrhetê. Sakînê, ji vî karî para xwe girt û tevî hêza di bin fermandariya xwe da berjêr bi aliyê newalê ve qesidîn. Li cihê baregeha demborî mij filan tune bû. Li aliyekî din, ji ber şilbûna êzing û erdê, vêxistina agir gelek zehmet bû. Lê bi qaydeyek agirê xwe vêxistin. Herkes li derdora agir kom bû û kêliyekî be jî kêfa germa agir derxistin. Lê, kêf çi digere! Weke bêhnê bigirin, cîda firok niqutin wê derê. Ufff ya! Ev çi sihûd e. Di serê herkesî da heman pirs hebûn; "ma ewqas jî qelaşî dibe? Tam me xwe germ dikirin." Lê ewlehî ewlehî bû, dijmin jî dijmin. Çentikê xwe girtin û hetanî karibin bi lez û bez li nav erdan qesidîn. Ew ê li cihên asayî biketana sîperan. Êdî, ji bilî seknandinê û xwe bi xwe şabûna dijmin û vegera wan tu çareya wan tune bû bikin. Bombardimanekê tund dest pê kiribû. Hejmara firokên bomberdimanê dikirin bi qasî 5,6 hebî bûn û hemû yê Super Kobra bûn. Yanî yê herî dijwar di destê tirkan da ev bûn. Bi seetan araziyê dan ber bombeyan.

"Yekem car e heta jêrê newalê tên û topbaran dikin, nexwe berê araziyê ewqas fireh nedidan ber xwe. Ne pêkane ev pîlot Tirk bin. Dême hevkariya Îsraîl û Tirkan ketiye meriyetê, û cara pêşî li hemberî me dixebitînin. Teqez van pîlotan Îsraîlî ne! Tu nabînî çawa nawaze qavzê dikin. Qey di navbera çend rojan da pîlotên Tirk di xewa xwe da dîtin vê qabîliyeta qavzê û girtin? Na na, ev Îsraîlî ne." Ev gotin û fikrên gerîlayên nîqaşê dikirin bûn.

Bi qasî fêmkiribûn û ji destpêka şer da tercubeyên wan çêbûbûn, van firokan zêdetir tiştên di nav tevgerê da bi hêsanî ferq dikirin. Dema tevgereke biçûk jî li erdê ferq bikirana, cîda wê derê didan ber bombeyan. Ji bo vê jî, dîrektîfên teqezî hatibû dayîn. Çi dibe bila bibe, di dema bombardimanê da divê tu kes ji cihê xwe tevnegeriyana. Lê her hal, hin amûran bi firokan xistibûn. Mesela, amûrên li gor germahiya meriv. Ji ber ku dema ji bo sîpergirtinê tu diçî binê darekê hema cîda dihatin wê derê bombe dikirin!

Bombardiman hetanî êvarê domiya. Berêvarê jî, wekî her şevê avêtina topan dest pê kir. Bi kurtasî, berdana bi rihetî tune bû. Ser û cilê gerîlayan hê jî şil bûn û li benda amadekirina xwarinekî bûn. Topên hawanê nedigîştin nuqteyê. Timî li derdorê diketin. Nezaniya hawangerên Tirkan parî rihetî didane wan. Sakîne parî jî sekinî. Piştî bawerî pê anî lêdanê wan ketoberin, ji bo herkes ji xwe cihekê zuha bidîne dîrektîf da hemû hevalên mangayan. Divê ev şev jî, li ev cihê bê ewle bimîn in. Ji xeynî vê tu çareya wan tune bû. Ji ber ku hetanî niha sar û sermayê û birçîbûnê şeş can ji wan girtibûn. Li dijî jiyandina wan a vê birçîbûn, rehtbûn û bêhaliyê bi gotinê ha û ha guhertina cih ne pêkan bû! Hela hela rewşa birîndaran. Bi terikandina cihê xwe, dê tenê bibûna sebebê zêdekirina şehadetan. Hemû ewqas! Beriya her tiştî divê bêhna xwe bidana. Hinek jî tişt bixwarana..

***

9’ê Nîsanê
Ew şev, her gerîla bi qasî çend seetan raketibûn. Meriv dikare bêje, ne xeweke asayî bû, tenê kurtedemekî ji xwe ve çûbûn. Dev ji xewa asayî berdin, şert û mercên têde bûn, merivên hişyar rihet nedihiştin. Ji neçarî li ser berfê radiketin. Ava berfê weke çem di binê wan da, bê navber diherikiya. Bi ser da jî, hûr hûr lêkirina baranê û virtone. Ger ji rehtbûnî û bêhalbûnê nebûna, ne pêkan bû di van şert û mercan da rakevin.

Bi destpêka rojê ra hawirdorê bi guregura firokan deng ve da. Her fermandarekî yekîneya xwe bi aliyê zinarekî ve qesidandin û li cihên asayî wan kirin sîperan. Firok çawa gihîştin vê derê, li nuqteyê reşandin. Akîf, ji xwe ra cihekê baş girtibû. Lê, demekî bi gurmîniyeke mezin bombeya roketê li aliyê jorî wî ket. Bi ketina roketê ra veciniqî û çeprast serê wî li derdorê ket. Piştra reşahiyekî di ser serê wî da bilind bû û bi gurmînî li newala pêşiya wî ket. Di ser da jî kevireka mezin..

Ji newalê dengê hewariyekê bihîst, "Ayyy dayê! Ez mirim! Hema di cîda bi vê derê ve pekiya. Dîmenekê tirsnak bû. Ew tiştê dîtibû hevalekî wan bû. Roket li cihekê bi kevir, li jêrê cihê spartina hevalê wan ketibû. Ketina wê ewqas dijwar bû, tevî axê hevalê wan jî ji erdê bilind kiribû û avêtibû. Akîf, hema di cîda bi pencikê xwe diraxeyê ve da. Piştî girîftariyekê xwe gihand laşê hevalê xwe. Li aliyekî ji ber birindariyê ev gerîla bi metirsî hewarî dikir, li aliyekî jî, Akîf, bi ava çem ê bi xwînê sor bûbû hejiya û li cihê xwe asê ma. Lê zûtir hate ser hemdê xwe. Hevalê xwe yê birîndar ê di bin kevir û axê da mayî hembêz kir. Ev gerîla, hê nû tevlî rêxistinê bûbû. Ji Licê bû. Ev gerîlayê ji Licê, bi hembêzkirina Akîf, qeneatê pêanî ku xilas bûye û hinekê pê kêfxweş bû. Lê timî dinaliya. Bi kurtasî hincilî bû. Pişta wî nedihat ber û xwar û rast nedibû. Akîf, ew kişande binê zinaran û li cihekê bêtir bi ewle wî danî kir. Demek, ew teskîn kir. Lê digel êş û nalîna wî xuya bû ne kesekê pirsgirêkê derxîne.

Di vê navberê da, êrişên firokan bi dawî nedibûn. Kobrayek diçû yek dihat û her carê bi tonan bombe diavêtin. Lê, digel her tiştî, dîsa ji bo spartinê cihekê bi "ewle" yê herkesî hebû. Akîf, sehkir li ser tepikan guhertinekî heye, bêtêla xwe girt û ber bi wê derê ve kişiya. Tevî fermandarên tabûrê, hema hema şandeya fermandariyê hemû li wê derê bûn. Hema wisa, rewşê li ser piya dinirxandin. Demek, wisa temaşeya rewşê kirin. Piştra derdor asayî bû. Firokan bi dilê xwe bomberdimanê kiribûn û navberê dabûnê. Bi qasî xuya dikir, cihê gerîla dîsa hatibû eşkerekirin. Hemû fermandar di derbarê guhertina cih da di heman fikrê da bûn. Divê gaveke zûtir dorpêçê bişikandana. Çûndinê ew ê biçûna, lê cihekî wan ê bi ewle tune bû. Her der bi berfê pêçandî bû. Ber bi ku ve biqesidin ew ê şopa wan xuya bike. Nikaribû li cihê xwe jî bimana. Ya teqezî ev bû, dijmin ji her derê wan dişopandin. Lê ji ku derê? Xulase di nabosekê teng da bûn. Di vê navberê da xijînî bi bêtêlê ket. Yê digeriya Cemal bû:

"...hema yekîneyên xwe bigirin û li ser tepikan bikevin sîperan. Li gor agahiya gihaşt ber destê min, bîstek şûnda dê bi jetan êriş bikin."

"Hat fêmkirin heval, rêz û silav."

"Rêz û silav."

Akîf, li ser vê dîrektîfê, tevahiya hêzên di destê xwe da, da hev. Bi qasî du tîman hêz li wir hebûn. Tîmekî ji hevalên jin, yek ji hevalên mêr pêk dihat. Ji bo di demeke kin da van hêzan li cihekî asayî bi cih bike fikirî. Gerîlayan, li dijî êrişa balafiran, di şûna newalan da sîpergirtina li sirtê çiya tercîh dikirin. Di êrişa firokan da jî berevajî. Vana bibîranî û hevalên xwe ber bi zinarên gazê gir û tepikan ve qesidan. Hêza di destê xwe da jî dê li vê derê bikira sîperan. Sehkir ku hin fermandar û tevahiya hêzê xwe bi aliyê hundirê newalê ve diqesidin. Dê vana jî, li vê derê biketana sîperan. Akîf, fikirî û got "sîpergirtinekê şaş e." Ew jî, tevî hevalên xwe li zinarekî tepik ê asayî ketin sîperan. Her mangayê, ji xwe ra cihekî asayî dîtibûn û li ser berfê dirêj ketibûn.

Bîstek şûnda jetan xuya kirin. Bi xuyakirinê ra geliyê jêrê Akîf û hevalên wî dane ber bombeyan. Dîsa bomberdimanekê dirêj dest pê kiribû. Ev bomberdiman heta nava rojê bê zayiat dewam kir. Bomberdimana piştî nava rojê dijwartir derbas bû. Di vê navberê da, jet û firokan xwe bi aliyê cihê hin gerîlayên girîng da berdan xwarê. Gumînekê mezin çêbû û piştra dengê hewar û fîzanan bilind bû. Akîfê ku tirs û fikar li ser rûyê wî çêbûbû, berê xwe bi hevalên xwe da kir û got; "weke di deng da jî diyar bû, pir bi dijwarî li wê derê xistin." Hevalê wî jî anî ziman, di heman fikrê da bû. Piştra bi qasî hat fêmkirin, yek ji van roketên qazanê li nava hin gerîlayên jin ê di sîperan da ketibû. Bi îhtîmalekê mezin mirî û birîndar jî gelek çêbûbûn.

Hingavî li ber serê Akîf, hevalekê hê zarok ê 12 salî yê bi navê Ozgur di sîperê da bû, tirsekî pir mezin lê çêbûbû. Ozgurê ku bavê wî jî gerîla bû ketibû qrîzeka tirsê û qarîn pê ketibû.

"Bîstek şûnda ew ê li me jî bixin. Dê qazan li nava me bikeve! Em ê tev bimirin. Ez vê dizanim."

Bi van gotin û qarînan Ozgurik bûbû çavkaniya tirs û fikaran. Ger dev jê berdin, ew ê rabe bi qêrîn û gazinan bang bike û bireve. Akîf, xwe bi xwe "Tenê ev kêm bû" got. Vêga dev ji tirsa xwe berda bû û bi aşbûna Ozgur ve eleqedar bû. Ewilî ji bo were ser hişê xwe sîleyekê da ber guhê wî. Piştra ev hevalê ciwan hembêz kir û got:

"Tiştekî nabe hevalê Ozgur. Xwe top bike. Binêre cihê me gelek baş e. Tu nabînî, li me naxin? Hadê, êdî dengê xwe neke."

Ev qavza aşkirina nîv hêrsok, di demeke kin da cihê xwe girt. Êdî Ozgur dengê xwe birî bû. Lê, vê carê jî xwe bi Akîf ve zeliqandîbû. Belaya rîşikkirî bû. Qet nedixwest jê biqete. Akîf, di çavê Ozgur da bûbû weke dêwekî. Ozgur, bi awayekî şidandî pê girtibû. Carek, di serê Ozgur da nemirîna fermandar çêbûbû. Ji bo nemire divê xwe bi wî ve bişidandana. Çare tunebû, divê Akîf derdê wî bikişanda.

Wisa xuya bû, di yekîneya Akîf da zêde zaiyat çênebûbû. Jetan, li yekîneya gerîlayên jin ku li newalê bi cih bûbûn xistibû. Ev yekîne girêdayî Sakînê bû. Di wê kêliyê da firokên bi ser wan da hatibûn, weke ji bo paqijkirinê sondxwarî bin, bi dijwarî êrişên xwe berdewam dikirin. Ji bo Akîf û hevalên wî, ev kêliyên herî xeternak bûn. Ev êrişa bi hevkarî ya jet û firokan heta êvarê domiya û weke destpêkirinê bi dawî bû. Piştî êrişa hewayî wekî her caran, leşkeran dest bi avêtina topên hawanê kirin. Van topan zêde bibandor nebûn lê dîsa jî bêhizûrî çêdikirin. Di vê navberê da gerîlayan biryara çûna aliyê Dara Hênî dabûn. Her hal, tenê xilasiya wan ev der bû, divê bi awayekî xwe bigihandana vê derê. Divê hema bi lez û bez dest bi amadekariyan bikirana û biketana rê. Hem jî, ew şev. Rêwîtiyekê dirêj û ne diyar li benda wan bû.

***

Heman rojê, sibehê. Sakînê hemû hevalên xwe ji xewê rakir. Bomberdimana firokan a roja berê anî ber çavan û texmîn kir dê îro berfirehtir êriş bêne kirin. Bi vê boneyê, ew ê hêzên gerîlayan yekîne bi yekîne bikirana sîperan. Hêza di bin fermandariya Sakînê da, ji sê tîman pêk dihat. Ev tîm, yek ji gerîlayên jin, yek ji gerîlayên mêr pêkdihat. Ya din jî tevlihev bû. Bi lez û bez hevalên xwe kir sîperan. Ji bo sîperan serboriyên roja berê anî berçav û hetanî pêkan bû cihên herî bi ewle bijartibû. Piştî hevalên xwe kir sîperan, dor hatibû pêşwazîkirina mêvanên bêwext. Sekinina wan a bi kelecan zêde nedomiya. Firokên ku bi guregura xwe metirsiyekî çêdikirin, bi hatinê ra bombeyên xwe bi ser gelî da barandin. Hawirdor dîsa di teflûdûmanê da ma.

Di vê navberê da, birçîbûnî di asta herî jor da bû. Digel berdewama êrişa hewayî Sakînê bang li hevalê lojîstîkvan Barzan kir. Barzan, hevalekî wan ê pirsgirêkên wî yê takekesî hebû. Lewra jî, tenê li karê lojîstîkî mêze dikir. Barzan, ji erkê xwe xweşhal bû. Ewqas xweşhal bû, wek evîndarê karê xwe bû. Di van rojan da derdekî Barzan hebû; ji hevalên xwe ra bi hevîrekî mayagirtî nanekê sorkirî pêşkêş bikirana. Nanê ku bi hevîrê helatî çêbe he! Off be. Sakîne:

"Hevalê Barzan, li hemû yekîneyan bigere hetanî dikarî rûn û ard bide hev. Ji me ra nanê nav rûn (felqik-çaqik-kilor) çê ke. Îro, jet jî bên, firok jî bên, qiyamet jî çêbe divê tu zikê me têr bikî. Baş e?"

Bi xwînşîrînî got "Başe hevala Sakîne, temamî ferzbike" û wenda bû. Li hemû yekîneyan geriya. Ard, rûn çi dît da hev û di binê barana bombeyan da dest bi xebatê kir. Bi xebatekî sivik nanê nav rûn amade kir û pêşkêşî hevalên xwe kir. Ji bo gerîlayên ku ji 5'ê mehê şûnda tiştekî nexwaribûn ev nîmet wek ziyafeteka nedîtî bû. Nan dixwarin. Tew bi ser da, nanê germ ê di nav rûn da hatibû sorkirin! Her çi qas felqik, çaqik û kilor biçûk bin û meriv têr nekin jî, nanekê bi rûn dixwarin. Di bin êrişa firokan da vê ziyafetê di nav gerîla da kêfxweşikê mezin çêkiribû. Lê şervanên Kurd, digel xwarina nanê nav rûn qet rihet xuya nedikirin. Ev tiştekî bi heyr bû. Piraniya gerîlayên vê derê, ji xwe bêtir mereqa hevalên xwe dikirin û dipirsiyan;

"Hevalê birîndar xwarinê xwar?"
"Filan heval li ku ye, wî jî xwar?"
"Para hevalê nobedar hate hilanîn?"

Weke malbatekî bûn, malbatekî mezin û têkneçûyî. Malbateke neyê tunekirin! Sira ku li dijî êrişa leşkerî wan li ser piya digirt ev bû. Nexwe 350 kes, li dijî ewqas hêza teknîkî, 35 hezar leşkerên ziktêr ê bi balafir û firokan hatibûn arastin, ew ê çawa bikaribana bi zikê birçî û rehtbûnî li ser piya bisekinin?

***

Xuya bû firokên Tirk, ji lêdana beşa sibehê têr nebûbûn û piştî nîvroyê dîsa li ezman peyda bûn. Sakînê, hemû hêzên xwe wekî berê birêkûpêk kir. Di vê navberê da, gerîlayên jin, li erdê mabûn. Wan girt û derbasî beravê bû. Li wê derê wan kir sîperan. Li dijî êrişên firokan cihê herî xeternak yê gerîlayên jin bû. Firokan, rasterast berê xwe bi wê derê ve kirin. Gerîlayên jin li qadekî pir teng dihatin bicihkirin. Hevalên xwe li çepûrastê zinarê beravê dikirin sîperan. Demek, Sakîne ji bo bicihkirina hin hevalê xwe derbasî jeber bû. Tam di wê kêliyê da firokan cihê hevala Ronahî, Newal û Siltanê bombe kir. Bi gumîniyeke mezin hawirdor hejiya. Topekî qazanê rastî nuqteya van her sê hevalê jin hatibû. Bi dîtina vê rewşê, Sakîne hema di cîda ber bi wê derê ve qesidî. Dema gihîşt nuqteyê dît ku hevala Ronahî ji çaqa xwe birîndar bûye û nikare bimeşe. Hevala Newal jî, perçeya şerapnelê li linga wê ketibû. Nikaribû bide ber xwe. Hin hevalên wan ê din jî, bi hin birînên negirîng şermixî bûn. Lê, vana zêde ne girîng bûn. Ronahî, sê rojan berî destpêka şer tevlî nav refê gerîla bûbû. Hê kincên gerîlatiyê jî li xwe nekiribû. Ev qîzika ter û ciwan ji zanîngehê mezûn bûbû. Ji rojavayê başûrê Kurdistanê bû. Her çi qas yeka bi xwe bawer be jî, di bin bandora bûyera birîndariyê da mabû. Ji ber birîndariyê, tirsa terikandinê û hêviyê wê qedandibû. Sakînê, di nêrîna ewilî da fêmkiribû. Ji bo vê jî, Sakînê, temînata dê wê li erdê nehêlin dayê û parî wê sêwirand.

Di vê navberê da, Rizgarê ji çend cihê xwe da birîndar bû jî, hate wê derê. Bi wî halê xwe, xwest alikariya hevalên xwe bike. Lê, yê din xwestin Rizgar rêya xwe here û ji xwe cihekî spartinê bidîne. Li ser vê, di rêya beravê da meşa xwe dewam kir. Hinek li pêş rastî hin hevalên ku li bin qehfikê zinar di sîperan da bûn hat. Rizgar, pirî xwîn jê çûbû diricifiya. Li dijî sermayê nikaribû li ber xwe bide. Pançoyek hevalê Nedîm ê yek ji gerîlayên li bin qehfê zinar di sîperê da hebû. Nedîm ev pançoyê xwe da Rizgar. Ji bo dê bi şevê tevgera vekişandinê bidana destpêkirin, xwest Rizgar parî raze û bêhna xwe bide. Jê ra, di qelşikekê da cihekê razanê hat amadekirin. Di wê kêliyê da, êdî rojê serê xwe derxistibû. Parî germ bûbû. Li vê derê çiviyabûn û ketibûn xewê. Di vê navberê da du hevalên din jî xwe spartibûn wê derê.

Bîstek şûnda, bi dengek tirsnak û bi pêla vecinîqê ji cihê xwe firqizî. Roketeke qazanê li nêzikê wî ketibû. Li jor mêze kir, jetê, qazanekî din jî berdabû. Roket hêdî hêdî ber bi wan ve dihat. A digot ez wayê têm, mirin bû. Ligel wî, Nedîm, Cûdî û Firazê ji Pasûrê hebûn. Vana dikaribûn rabin û birevin. Lê şansekî wî yê wisa tune bû. Seqet bû. Rewşa wî, ji revê ra dest nedida. Hevalên ligel wî, rabûn wekî çêlikên qupikê her yek bi cihekî ve reviyan. Ew bi xwe jî, li cihê xwe rûnişt. Wisa heyirî ma. Bombeya qazanê li ber serê yên reviyayî ket. Hawirdor yekcarî reş bû. Rizgar xwe bi xwe fikirî: "Dême ew ê dawiya min jî wisa be." Parçeyên ku ji ber qazanê firiyabûn rastî her aliyê wî hatibûn. Parçeyên ji kevir û axê bûbûn şerapnel û hawirdorê kiribû wek dojehê. Li derdora xwe nihêrî, Cûdî, hema li ber çavê wî ketibû. Giraniyekî li ser pişta Rizgar jî hebû. "Her hal, min derbeya mirinê ji vir xwar." Guh nedida hawirdorê û xwe bi xwe digot.

Birîna Rizgar, hem di aliyê dêrûniyê da, hem di aliyê fîzîkî da wî hilweşandibû. Êvarê dê tevgera vekişandinê bihata destpêkirin. Lê, ew di rewşekî wisa da bû, qet nikaribûn ji cihê xwe tevbigere. Di plansaziyê da jî rewşa Rizgar hatibû nirxandin. Di rewşeke asayî da nikaribû bi komê ra here. Lê gerîlayekê kevn û xwedî tercube bû. Divê xwe bi xwe biryar bigirta. Rizgar jî, ewilî di nav çûn û neçûnê da bêbiryar mabû. Lê di dawî da, biryara çûyînê da. Ji ber ku herêmê baş dizanibû, di vê tengasiyê da pêdiviya hevalên wî pê hebû. Rizgarê ku kincê li ser bi xwînê bi laşê wî ve zeliqî bûn, dîsa jî alîkariyê pêşniyarê hevalên xwe dikir. Di kesayetiya Rizgar da asin avê girtibû.

***

Heman rojê. Piştî nîvroyê. Sakînê, Ronahiyê rakir ser piya. Lê, Ronahî nikaribû linga xwe bide ber xwe. Dîsa bi baldarî ew danî kir cihê wê. Piştra, ji bo mêzekirina birînên wê, şalê hevala xwe derxist. Li çaqa wê mêze kir, 15 birînê wê hebûn. Bi qasî dihate dîtin çaqa wê ji ber birînan di rewşekî xirab da bû. Ji bo alîkariyê, Sakînê bang li hevalekî din jî kir. Herdû bi hev ra ketin binê çengê wî û ew birin cihekî bêtir baş. Bi vî hawî, li dijî perçeyên şerapnelan wê muhafize kirin. Di vê navberê da, hevala Newal a ji çaqa xwe birîndar jî bi zorê û heft belayan girt gel xwe. Êdeta wê "hilgirt" û kete rêyekî şose. Ew rojê, hawayekî dilê meriv germ dikir hebû. Dûkela ku virda wêda radibû, nîşaneya germbûna hawirdorê bû. Lê ew bi dîtina vî dîmenî berevajî kêfxweşiyê xemsar dibûn. Di van seetên ku herka hewayê bê navber dihat kirin da, dê derketina rojê çawa wan kêfxweş bikira?

Tevahiya hevalên li nuqteyê, seranser di rêya şose da dibirin. Her ku dimeşiyan hejmara wan zêde dibû. Herî dawî hejmara wan gihîşte 15 kesan. Bi vî hawî zêde bûn û xwe gihandin gel hevalên xwe yên din. Li cihê gihîştinê dîtin ku hevalên wan, li çar aliyê gelî û li nuqteyên mezin ketine sîparan. Li tevahiya qada berpalekê gelî, duheb sêheb rûniştibûn. Sakînê, li gor vê pergalê hevalên xwe bi cih kir. Piştra seranserê newalê pêşveçûna xwe domand. Hinekê pêşve çû, dît ku li kêleka tilikekî Cemal û hin heval li benda wê ne.

Sakînê, li ser piya silavê da fermandarê xwe. Bûyer û wendahiyên ku çêbûbûn weke qewimî bû ragihand. Behsa wê derê kir û got ji bilî Ronahiyê tu kes nemaye. Cemal, bang li hevalên din ê şandeya fermandariyê kir. Ev hevdîtin wek civînekê ser piya derbas bû. Fermandar, di derbarê rewşa qewimî da pirsan dikir û fikrê wan digirt. Divê çi bikirana? Rêya aqil yek bû. Herkes di heman xalê da bûbû yek; çi dibe bila bibe, divê îşev vê derê biterikînin. Ev fikr, di demeke kin da kete meriyetê. Êvarê, bi hemû şîrîniya xwe bi ser gelî da xwe berdidan. Di wê kêliyê da herdem wek rûtînî radyoya BBC'yê dihatin guhdarkirin. Dor hatibû guhdarkirina radyoyê. Hema cîda radyoyan anîn û li freqansa BBC'yê geriyan. BBC'yê daxwiyaniyeke girîng û rêpêşander a serfermandariya leşkerî ya Tirk di ragihand. Serkaniya şerkerên Tirk, digot me komeke gerîla li qadekî rût û bi berf asteng kirine û di demeke nêzik da em ê wan tune bikin. Ev daxwiyaniyeke hişyariyê bû. Dême di terikandina wê derê da mafdar bûn. Hem jî divê demildest ev qada bêyom biterikandana. Îşev!

***

Bi girtina xêliya reş a ser êvarê, dê vê qadê biterikandana. Cemal, Sakîne, Yilmaz û Sînan bi vê armancê li hevalên hawirdorê di sîperan da bûn geriyan. Sedemên girtina vê biryarê bi hevdû ra ji wan ra didan ragihandin. Demek, di ziyaretkirina sîperan da ji şiverê derketibûn û di newalê da dimeşiyan. Hin hevalên xwe yên li lêvê rêbejê di sîperan da, derbas kirin. Hinek jê jî, li cihê bi berf sîper digirtin. Çi sîper! Di wê kêliyê da jetê Tirkan helaye tûr diavêtin. Bi kurtasî, kifşê dikirin. Her hal, dê bîstek şûnda dest bi avêtina roketên qazanê bikirina. Cemal, tevî hevalên li gel xwe ji bo derbasî rex hevalên di sîperan da bin biryar girtibûn. Lê, rewş ne asayî bû. Hela hela, ji bo ewlehiya berpirsiyarê eyaletê Cemal qet asayî nebû!

Li ser vê, di şûna averêbûna rêbejê da xwe berdan newalê û bi cihekî din ve qesidîn. Gelo jeberê avê bêtir asayî bû? Avê derbas kirin. Tam di wê kêliyê da li hewa dawerina qazanê ferq kirin. Nexwe jeta Tirkan qazanê berdabû. Sakînê hesabê ketandina bombeyê kir ku dê li cihê wan bikeve. Got "baldar bin!" û xwe avêt. Bi hemleyekî Cemal jî xist erdê. Remzî jî hatibû. Herdûya bi hev ra xwe avêtin ser Cemal û wî nixwaftin. Bombe bi qasî 10 metre dûrî wan ket û bi gumînî erd û ezman hejand. Ji nîşka ve her der di nav tefledûmanê da tarî bû. Çamûr, kevir û wd çi hebûn roketê bi ser wan da dipûkand. Lê vê bombeyê tiştekî bi ev her sê kesan nekiribû, li cihekî nêzîk ketibû û bûbû sebebê şehadeta hevalê Nedîm. Bi vî hawî canekî jî dabûn. Di vê navberê da Cûdî û Firaz jî birîndar bûbûn. Yê Firaz, çene, dest, ling û pişta wî hemû seqet bûbûn. Yekê bawer nedikir xilas bibe. Bîstek şûnda tevî Cûdî di nav bêdengiyê da can dan. Tiştekê bihata kirin tune bû. Hişk û biringo bûn. Piştra hatin ser hişê xwe. Ji bo hevalên xwe rêz girtin. Hevalê xwe yê birîndar Firaz, dan cihekî bi ewle, hevalekê xwe ligel hiştin û piştra hilkişîna ber bi jor ve berdewam kirin. Bazara man û nemanê bû. Sersariyeke biçûk dê bibûna sebebê hin şehadetên din jî. Bi kurtasî, bixwazin nexwazin dema wan tunebû û nikaribûn kêliyekî jî şîna hevalên xwe bigirin.

Latê ku derketin ser, hêvî dikirin ew ê ji wir şêwaza tevgera dijmin baştir bişopînin. Di vê navberê da cihê hevalên xwe yên li ser rê dîtibûn hemû guherandin. Ji ber ku ew der êdî tam hatibû deşîfrekirin. Ev jî, di liv û tevgera hewayî da eşkere xuya bû, her heba ku dihatin "Barê xwe" li wir vala dikirin. Hin cihê nû û bêtir bi ewle dîtin ji bo hevalên xwe. Roketên qazanê yên jetên Tirkan, tu car ewqas hingavtinî nebûbûn. Meriv nikaribûn, zêdebûna hingavtina wan bi bandora Îsraîl, an bi pêşketina pîlotên Tirk ve girê bide. Tenê sebeb ev bû, gerîla bi teqtîkekî şaş li cihekî eşkere û deşîfrekirî bi cih bûbûn. Yanê di avêtina her bombeyê da êdî cihekê vala nemabû!

Li dijî bombardimana hingavtin a roja dawî pêkerek din jî hebû, ev pêkera bi bandor jî; erdnîgarî bû. Gerîla di newalekî fetlanok da bûn. Bi sedan rûbarokê biçûk diherikiyan vê newalê. Bi helandina berfê ra van rûbarokan tije av bûbûn. Di vê rewşê da, ew ê gerîla ji neçarî di şerîdeke pir teng da biketana sîperan. Tew bi ser da jî, hemû erdnîgariyê bikar nedianiyan. Hetanî niha mecbûrê sîpergirtineke wisa nema bûn. Bi boneya jetên Tirkan, tespît kiribûn gerîla di şerîdekî teng da ye, bi hewldanek bipergal ji jor ve berjêr bombeyê xwe ber didan. Yek ji bombeyê qazanê li rûbarokek aliyê rastê, yek li berpalê aliyê çepê ket. Ji ber ku ev şêweya bombardimanê cih bi cih li ser hemû rûbaroka bûn, li gelî tu cihekî saxlem nehiştibûn. Her çi qas ev ji bo Tirkan kirariyek bimesref be jî kêrî wan dihat.

Piştî jetan karê xwe qedand, dîsa dor hatibû firokan. Wan jî bi ser bombardimana jetan da hetanî êvarê bomberdimanê domandin. Wekî her gavî piştî tarîtiya êvarê vê carê bombeyên hawanê ketin dewrê. Lê, gerîlayan vê rojê tenê bi zirara bombeyên qazanê derbas kirin. Di wan seetan da ji bo civîneke duyemîn ew ê bihatana gel hev û amadekariyên xwe yên dawî di ber çavan ra derbas bikirana.

 

 

 

 

 

                          BEŞ 7 (Meş)

 

 

Şeva 9-10’ê Nîsanê
Hemû yekîne, bi qasî ji destê wan bihatana, bi lez û bez dest bi amadekariyên rê kiribûn. Akîf, ji bo giraniyê ji wan ra çênekin hin tiştên wek pirtûk, nivîstek û wd dişewitand. Ger li gor şert û mercan guhertineke çênebe dê hedefa wan dîsa cihekê derdora Dara Hênî be. Ji ber vê jî, ji bo 25 kesên li wê derê bimana divê hin pêdiviyên lojîstîkî bihatana pêdandin. Sakîne û Akîf, li aliyekî tespîta wan dikirin, li aliyekî jî tiştên ku nikaribûn bi xwe ra bibin, an dişewitandin an jî bi baldarî vedişartin. Bi taybet di şerê dawî da tiştên ji ser leşkeran bidestxistibûn divê di destan da derbas bikirana. Ji ber ku ev materyal gelek zêde bûn. Piranîya wan nedihatin bikaranîn. Qismek, ji vana jî dişewitandin. Di vê navberê da, kî geşbûna agir didît ber wê derê ve diqesidî. Hin gerîlayên dihatin wê derê, bi dîtina geşbûna agir ra bi xwestek dipirsiyan;

"Heval, em ê îşev li vê derê bimînin?"

Akîf, nedixwestin kêfa wan xira bike. Lê, ji bilî rastiyê tu gotinekî wî tune bû.

"Na Heval, divê em îşev vê derê biterikînin."


"Bi dîtina geşbûna agir!"

"Em, hin ewraqên nexwazin bikevin destê dijmin dişewitînin. Pirtûk û hûrnêrînên rêxistinî filan.." Bi bihîztina van gotinan kêf û rengê hin gerîlayên rehtbûyî diçûn û çîlspî dibûn. Dîsa rê? Eman xwedêyo! Qey tu çareya ev karî tuneye?

Di seetên derengê şevê da, qefle dîsa ket ser rê. Bi rêketina wan ra dîsa barînê dest pê kir. Bi ser da jî, bi aliyê bakur ê bêtir avhewa sar bû ve qesidî bûn. Ev, ji bo wan, kêliyên herî tengezarî bûn. 6,7 rojan ji bilî ronahiya agir tu ronahiyekî nedîtibû. Ji xeynî leşkeran sûreta tu zindiyekî nedîtibûn. Tenê tiştê dîtibûn, xwîn, barût, laşên perçekirî, mirin, heskirin, parvekirina hestan û jiyan bûn. Lê her yek di binesaziya xwe da. Di nav xwe da bûbûn wek cîhanek ser girtî. Wer xuya bû, belkî demeke din jî wisa bimînin.

Yekîneya Akîf, li pêş dimeşiya. Ji bo kifşê hin komên pêşeng jî derxistibûn lê ev rûtînî bûn. Pûka berfê, wekî her caran dîsa bi qasî tevgera wan asteng bike berfê bi ser hev da qelibandibû. Ji ber ku yên li pêş dimeşiyan çixirê çêdikirin zû reht dibûn. Dema ew reht dibûn hin hevalê din xwe didan pêş û çixirê çêdikirin. Her çi qas bi bakur ve diçûn ev mîrata berfê bêtir dipûkand û qalind dibû. Carekê piriya pûkand hevalên li paş dimeşiyan çixira rê  şaş kirin. Koma gerîlayan hê tênegihiştibû çi diqewime, bûbûn 2,3 kom. Her çi qas hatina wan a gel hev bi zorê be jî, yekcar ducar hat dubarekirin. Sînan, li pêş bi hêza pêşeng ra dimeşiya. Akîf, li navê bi komekê mezin ra diçû, Cemal jî, bi hevalên herî paş ra dihat. Bi bêtêlê "hêdî bimeşin, em hevdu wenda dikin filan digotin." Lê bi meşa hêdîka meriv bi qefilandinê ra rûbirû dima. Bi lezgînî jî veqetandin çêdibû. Her du alî jî wekî gopala bikeve gendeliyê bû. Her çi qas bi bakur ve diçûn berf zêdetir dibû. Bi zêdebûna berfê serma jî zêde dibû. Ne tenê yek du, tavahî bi xetereya qefilandinê ra rûbirû bûn. Di vê navberê da agahî li dû agahiyê dihatin; "filankes li paş ma." "bêvankes li paş ma." Bi zimanê were fêmkirin, yê li paş mayî; "mirî" bû. Hetanî serê sibehê hejmara yên li paş mabûn gihîştibûn 14 kesî! Ev rekorekî bû. Di şer da 12 wendahî dabûn, di şertên xwezayî da 20 qurbanî didan. Erik! yah! Di tu êriş û şerekî dijwar da ewqas wendahiyê wan çênebûbûn.

Akîf, wek çareserî xwest, yên bi lez dimeşin di cihê xwe da bi lez bijmêrin. Dema didît yek li cihê xwe sekiniyê bi ser da diqîriya; "Heval" livdar be! Ji ber ku livok û tevgerdar nebe dê ji sermana biqefile. Ev teqez bû. Car caran dimêziya yek li ber çavê wan qefilî û wek qota darê qelibî û bê tevger ma. Xulase, mirin dewriye digeriya. Rewşekî liberxwenedanê dijiya. Akîf, demeke vekişiya qeraxekî. Di frekansa taybet da li Cemal geriya û bi dengekê wek êşê rave bike pêşniyarekî kir:

"Hevalê Cemal, ev hevalên ku nikarin bimeşin em wan bikujin!. Bi taybet hin hevalên birîndar hene, tevî xwe hin hevalên din jî bi xwe ra dibin mirinê. Erê, ew jî dixwazin xilas bibin. Lê, ji bo xilaskirina wan, hevalên li ser xwe ne jî ji para ve dimînin. Vê carê ew jî dimrin. Di vê rewşê da, ger em yên zehîf bikujin em ê zêdetir hevalan xilas bikin.."

Cemal, veciniqî û di bêtêlê da qîriya; "tu çi dibêjî Heval, tiştê wisa nabe!. Ev fikrên wisa ji serê xwe derxîne. An em hemû, an tu kes. Hate fêmkirin?."

"Hate fêmkirin Heval, teqez ew ê wisa be!"

A rastî, di nav zor û zehmetiyan da, derûniya Akîf xira bûbû, lewra pêşniyazên dûrî aqil dikir. Dême, di rewşeke nedihat kişandin da bû. Li vê derê, ji bo Akîf fikarên takekesî tune bûn. Akîf, zêdetir jiyana qefleya jê berpirsiyar bû difikiriya. Ya wî anîbû vê merhelê, di vê rewşa awarte da, ji bo xilasiya qefleya mezin dixwestin hin kes bêne fedakirin. Ev jî dihat wateya bi bûyerên çi qas mezin ra rûbirû ne. Cemal jî, xwe berpirsiyarê hemûyan û wek bavê wan dîdît. Nikaribû zarokekî xwe yê lawaz bike qurbana yê hêzdar. Tabî, ev pêşniyazî tu caran nekete meriyetê û hat jibîrkirin.

Demek, weke tevahiya koman bibin yek. Erê, ji jêr da komên di bin fermandariya Cemal, Yilmaz û Akîf da hatibû gel hev. Her sê fermandar li cihekî asayî civiyan. Gelek di astengiyê da bûn. Nabosa tê da bûn merivan anîbûn asta harbûniyê. Çi dibe bila bibe dixwestin ji vê kêseyê rizgar bibin. Ji ber vê jî, di nav gerîla da li yekî erdnîgariyê baş bizanibe digeriyan. Dixwestin, li hawirdorê rê û dirbên diçin qereqol, gundê cerdevanan û hwd terîf bikin. Her çi dibe bila bibe, ew ê bêteredût êriş bikirana. Çare tune bû. Navend be jî ferq nake. Ew ê bi êrişê zift bikirana. Lê şêngeheka nêzîkê wan hebe tune bû. Di nava erdnîgariyek hatibû bê meriv kirin da bûn. Ji bilî meşê çareyekî wan tune bû. Meşiyan. Kaşekî derbas kirin. Yê pişt wî jî. Piştra yekî din jî. Di her gavavêtina meşê da hêza kêfxweşiyê didan gerîlayên ku lawaz ketibûn. Ji bo hêviyên wan neyên şikestin û bimeşin "Pişt vî kaşî em ê xilas bibin" filan bêvan digotin. Her çi qas derew be jî, bi zanebûn van ranavîşa diqurtandin..

Bi vî hawî yekoyek hevdu xapandin û derketin ser kaşekî bilind. Bi derketinê ra çavê wan çar vebû. Erê, dîmenên rizgarkirinê bû didîtin! Ev çendî ye bi hesreta ronahiyek biçûk bûn, lê vêga li pêşiya wan bi qasî lehiyê şewqa ronahiyeke li ber çavê wan bû. Ronahiya Çewlîgê! Dîmenek bi heybet bû. Herkes ketibû nav kelecanekî. Ev dîmen ji bo wan bûbû weke xwarin bixwin û bêhna xwe bidin. Ji nîşka ve kêfa wan gihîştibû asta herî jor. "Em rizgarbûûûn!.." Akîf, dikir biqîre. Hege fedî nekirana ew ê biqîriya. Herî xirab dê hin însanan bidîtana. Ji bilî gerîla û leşkeran, însanên sivîl! Hêviyekî mezin li hawirdorê belav bû. Teqez, li vir veguhestina dijmin tune bû. Êdî ew ê rêyekî bidîtana.

Ew ê kêliyê, di şûna nediyariyê da ber bi hêviyê ve diqesidiyan. Li vê derê leşker tune bûn. Herî zêde ew ê bi qasî sê çar kîlometreyan dûr biçin gundekî. Di nav koma pêşeng da xew bûbû bela serê Akîf ê westiyayî û ji pertavketî. Her gavê dihênijîn. Hevalan bi zora qirmûçika wî hişyar dikirin. Gelek nêzîkê nuqteyê bûbûn. Di vê navberê da tiştekî balkêş bû. Gerîla, di nav leşkeran da derbas bûbûn. Lê, ne leşkaran wan dîtibûn û ne jî gerîlayan leşkeran dîtibûn. Bi surprîzekî wisa ecêb gihîştibûn nuqteya xwe. Li ser koma pêşeng Akîf, li ser koma paşî Sakîne hebû. Hema li ber poza wan jî, gundekî meskûn ê meriv lê dijîn hebû..

***

Heman şevê. Sakîne, dizanibû pirsgirika wan a ewilî bihatana çareserkirin ewlehiya hevalên nikaribû bimeşin e. Ji bo li wê derê bimînin, ew ê bi xwe pêşniyar kir. Lê, ji bo ew bi xwe berpirsiyara duyem bû, destûra mayîna wê nedihat dayîn. Pêdiviya koma mezin a vekişandinê pê hebû. Hêza bi qasî tîmekî mezin a ji 25 kesên lawaz ê nikaribûn bimeşin pêkdihat jî kirin bin fermandariya Apê Mûsa. Apê Mûsa, tevî ewlehiyê, divê tedbîrên bicihanîna pêdiviyê wan jî bigirta. Çend gerîlayên heremê baş dizanibû jî kiribûn bin fermana wî. Zexîreyên di destê wan da hebûn, hemû ji hevalên li nuqteyê diman ra hiştin. Ji xwe zêde tiştekî di destê wan da nemabû. Hinek ard, savar, rûn, fesûlye û hin jî loqmikê nanê pehtî hebûn. Hemû ewqas. Lê, bi qasî du seetan dûrî wan, li aliyê herêma Dorşînê, li nuqteyeka depoyê lojîstîkî lê bû tiştên wan gelek hebû. Yek ji depoyê wan ê herî girîng li vê derê bû. Hevalê wan ê li ser xwe bûn ew ê di demeke guncav da ji bo hevalên birîndar, hêdî hêdî bikaribûna biçin erzaqên Dorşînê bianiyana.

Êdî, dema veqetandinê hatibû. Dêrûniya yên mayî pir xirab xuya dikir. Hin ji wan hîsdikirin bi mirinê ra rûbirû hatine hiştin. Lê, ji wan ra behsa tevgera plansaziya vekişandinê ya li gor demên berê dijwartir be hat kirin. Birîndar bûn. Gelo, bi vî halî dê bikaribana çend kîlometre li ber xwe bidin? Gelo, ew ê bikaribûna sar û sermaya dijwar, berfa cih bi cih bi qasî sê metreyan û virtoneya sûreta meriv diqerisand bikşînin singê xwe. Teqez ew ê di seeta ewilî da biketana. Tevî ketandina xwe dê hevalên din jî bi xwe ra bibirana mirinê. Ji van hevalan ra hat behskirin, divê di nav şer da mantiqê şer bigrin dest. Di şer da hestiyarî tunebû. Bi pêbehskirina van tiştan, elematê nermbûnî bi van hevalan ra çêbû. Piştra van elametan zêde bûn. Herî dawî hatin îqnakirin. Hetanî hin jê digotin em ê rojeva xwe bigrin û binivisînin. Di vegerê da dê ji hevalên xwe ra bixwendana..

Yên biçûna, plansaziya xweavêtina cihekî dikirin û bi lez û bez tevdigeriyan. Vê carê ji bo xwe eşkere nekin bibiryar bûn. Ji ber vê jî, pêwist bû gavek zûtirîn bikevin rê. Beş bi beş li devê rê ketibûn rêzê. Bi yên mayî ra destê xwe dan hev. Piştra bi berzkirina dirûşman dest bi meşê kirin. Dîsa meşeke ber bi nediyariyê ve hatibû destpêkirin. Dibe ku ev plansaziya wan a meşa qederê be jî. Meriv dikare bêje ev pêngava lîstika kişikê (Satranç) ya di navbera wan û dijmin da, ya herî girîng bû. Qet dema xwe derbas nekirin û "pên li merşê kirin." Ha ji te ra, tam bi meşê ra rêya wan germ dibû û dîsa dijminê wan ê veşartî rûyê xwe nîşan dabû. Erê, ev bareş bû. Hê 15 deqe di ser meşa wan da derbas nebûbû virtoneyekî dijwar rabûbû. Berf û bahozê jî pê ra hevaltî dikirin. Hewa bûbû weke bûzê. Li ezman geremoliyeke tevlihev a meriv ji canê wî aciz bike çêbûbû. Wer bûbû, ji du gerîlayên li dû hev dimeşiyan, yê paşî yê pêşî nedidîtin û car caran li hevdû diqelibiyan. Di bapêça berfa çav çavan nedidîtin da ber bi nediyariyekî ve diçûn. Rasterast. Ev rêwîtî, ji bo hinekan dê ya dawî bûna. Bi ketandin û ranebûnê ew ê kendal, kaş, an zozaneke ji bo gerîlayên lawaz bibûna goristan. Herî kêm metreyekî berf hebû di rêwîtiyê da.

Çiya, yek ji gerîlayên nû beşdarî rêxistinê bûbû. Ji navçeya Pasûra Amedê bû. Xwarzê fermandar Cemal bû. Ew jî nikaribû bimeş e. Sakîne bi xîreteke mezin li kêleka Çiya pê randimeşiyan. Lê, çi kir nebû. Wî sîle kir nebû, bi erdê ra kişand nebû. Nedibû ha. Sakînê jî bi xwe ra li paş hiştibû. Divê çareseriyekî bidîtana. Herî dawî biryara çêkirina komekî ji gerîlayên lawaz girtin. Ev ê Rizgar komê bi rê ve bibira. Bi vî hawî yên lawaz ê ji koma mezin qetiyabûn, divê bi şêwazekî her yek bi yê pêşiya xwe bigire û bimeş e. Lê, ji bo destê wan tiştekî hîsnedikirin ev jî nebû rêbaza çareseriyê. Dîsa herkes bi serê xwe meşiya. Di vê navberê da di derbasbûna kaşekî da Çiya li erdê ket. Çiya, yê yekem bû ketibû. Êdeta bûbû weke textek ji darê. Careke din ranebû.

***

Gerîlayê birîndar Rizgar, li nuqteyê neket nava yên mayî. Ew jî di nav yê meşê da bû. Hetanî, wî kiribûn serê koma gerîlayên lawaz. Di kêliyên ewilî da, ji gerîlayên nû beşdarî rêxistinê bûbûn baştir dimeşiya. Lê, di navberê da sê seet derbas bû nebû rehtbûniyekî zêde di xwe da hîs kir. Bi ser kaşekî da dikişiyan. Rûnişt û got; "Ez ê parî bêhna xwe bidim." Bi rûniştinê ra giraniyekî kete çavê wî, bêhemdî li ser laşê wî bi giyansûzî xwesteka xewê çêbû. Ew ê razana. Xewekî kûr a jê ranebûna. Hevalên wî yên razabûn û ranebûbûn wek şerîda fîlmekî hatin ber çavê wî. Lê, dîsa jî li dijî xwesteka vê xewê nikaribû li ber xwe bide. Dême dawiya wî jî wiha dibû. Serkeftina ku balafirê bidestnexistibû xewê bidestdixistin. Gelo bimana dê baştir bûna? Lê, bi pergal nedifikiriya. Yên di serê wî da derbas dibûn, qetiyayî qetiyayî bûn. Di vê navberê da Sozdar hat bi ser ve sekinî.

Sozdar, daberizî û got; "Tu çi dikî heval! Rabe! Divê tu bimeşî. Nexwe tu yê biqerisî." Rizgar, ji rewşa xwe xweşhal bû.

"Na, ez ê nikaribim werim. Tu here."

"Divê tu rabî! Qet çare tuneye!"

"Here ji ser serê min! Te çi bela xwe di min da daye?"

Ji ber ku pir bi biryar axivî, Sozdar dev jê berda. Herî dawî dixwest li rûyê wî mêze bike. Rizgar, ev nêrînên wî, weke li miriyekî mêze bike hîs kir. Tije dilşewatî û dilrehmî. Lê Rizgar xwe bextewar hîs dikir. Sozdar, bêçare xwe da aliyekî û li benda dawiya gundiyê xwe sekinî. Lê, xuya bû "kurê xelkê" ew ê Rizgar rihet nehêle. Vê carê Bêrîvan hat wê derê. Bixwaze nexwaze wî ji erdê rakirin. Dîsa dest bi meşê kir. Parî weke zindî bibe. Hetanî, carekê dît hevalên pêş rê şaş kirine, agahî ji wan ra şand:

"Hûn bi aliyê şaş ve diçin, rêya rast....."

Rizgar, herêmê baş dizanibû. Lê, ev birînên qehrker tunebûn! Yên li pêş dimeşiyan mereq dikirin û bi ser ew kesê li paş galegalê dikir da hêrs dibûn ku çima nayê xwe nade pêş. Ji birîndariya wî bê agahî xeberê dişandin û digotin; "Çima li pêş nameş e." Bi vî hawî bi seetan meşiyan. Di dawî da gihîştibûn herêma Ziktê. Li Qilê Silbûs ê herêma Mezra Eliyan bûn. (Mezra Eliyan, ango bi navê xwe yî resen Mezreyî Eliyo li ser gundê Xosor a navçeya Licê ya Amedê ye.) Ger ji ev kaşê hanê xwe berjêr berdana dê yekemcar kesên sivîl bidîtana. Lê, dîsa jî cihê hatibûnê şaş bû. Gotina Rizgar, li ber yên pêş pere nekiribû.

***

Heman şevê. Qefleya gerîlayan pir hêdî di rê da diçûn. Di tevahiya şevê da, piriya derketibûn ser tepikan û hatibûn xwarê, encax xwe gihandibûn tepikê Şatosê. Piştî, li ser tepik bi qasî seetekî bi rê da çûbûn êdî roj li derketinê bû. Nexwe gerîlayan, di rewşeke asayî da, pêvajoya vekişandinê bi lezgînî pêkdiniyan. Lê, berf, serma û virtoneyê zêdetir wan asteng dikirin. xwezayê bend kişandibû pêşiya wan. Sakîne, vêga difikiriya; girtina biryara di derbarê koma 25 hevalan a li paş hiştibû, li cih didît û pê kêfxweş bû. Ji ber ku van 25 kesan bi xwe ra bianiyana dê bibûna sebebê mirina 25 kesên din jî. Tam qirkirinekî.

Sakîne, gihîşt ser tepik û li wê derê li benda hevalên ji koma mezin veqetiyabûn sekinî. Bi seknandinê, bi awayekî cidî bi xeteriya qefilandinê ra rûbirû ma. Ji bo necemide dest bi avêtina lotikan kiribû. Lê, dîsa jî divê li benda wan bisekiniyana. Ji ber ku cihê vêga ew li wir bû, rê dibû du alî. Ger, rêya rast nîşanî wan nedana dê ji ber mijê rêya xwe wenda bikirana û biqesidiyana rêyekî şaş. De were di vê sar û sermayê da, vî kerî di vê bihurê da derbas bike! Herî dawî serê qefleyê xuya kir. Piştî Sakînê rê nîşanî wan da, bi alîkariya hevalekî wan ê nû dest bi meşê kir. Êdî, vê fermandara berxwedêr, bê alîkariya yekê din nikaribû bimeş e.

Demek, Sakînê ji hevalên derdora xwe pirsî; "hetanî niha çend şehadet çêbûn e." Hevalekê li paş got "14 kes." Hevalên li ber wê şehîd ketibû jî hebû lê hejmara wan nizanibû. Piştra sekinî û fikirî. Ketibû nava şerekê piralî. Şerekê li dijî birçîbûniyê, rehtbûniyê, sar û sermayê, dijmin, demsal û hwd çi bêjî. Her yekî xwe weke pêşbazek dihesibandin. Ji bo nekevin tevahiya van zehmetiyan, her yekî ji wan jiyana xwe derxistibûn pêşbirkê. Mafê ketandina tu kesî tune bû. A rastî, piştî ketandinê mafekê ji nû ve tevlî pêşbirkê bibin tune bû. Ger tu ketî, rabûn tune. Hemû ewqas!

Alîkariyeke bêhempa dihatin kirin di vê pêşbirkê da. Bûbûn wek civakeke ji malbatê bipergaltir. Wisa derdorê raçav kir, dît ku her hevalekî wan bi yê din ve aleqedar e. Hevgirtineke mezin hebûn li gazê ev çiyayê bê serobino. Bi serboriyên xwe bûbûn malbateke mezin. Rihê hevgirtin û yekîtiyê gihîştibûn asta herî jor. Ji ku ve binêrî ev malbat bûbû kozmîkeke mirovî. Yên wan bi hevdû ve girêdabûn şert û mercên zehmetiyê bûn. Piştî şer û pevçûnên bi rojê, bi şevê jî vekişandin. Piştra bi destpêka ronahiya sibehê ra li nuqteya nû, bi xiyal û zewqa ji berçav dûrketî lihevdan. Û piştra dîsa vekişandin. Careke din. Careke din. Serma.. Berf. Weke Apê Mûsa, di helbesta xwe ya Qimil da dibêje: "Ho rebiyo, ewqas zilm ji ku tê!"

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

                                   BEŞ 8 (Çember)

 

 

10’êNîsanê
Gerîlayan, ew ê rojê yekemcar bi şêweyekî cidî hesabê têkiliyekî germ bi dijmin ra nedikirin. Ew ê biçûna gundê herî nêzîk. Ji wê derê çay û xwarinê bianiyana, bipehtana û bixwarana. Dê herkesê bêhna xwe bidana. Xeyala wan a rojane ev bû. Ji niha ve bêhna nanê germ dihat pozê wan. Hela hela ew ava bilbilandî ya çaydanka reş!

Dema ji sirtekê çiyê da xwe berjêr berdan hê roj hilnehatibû. Lê, heşînî li ezman peyda bûbû. Newala ber pê ve diqesidîn, berî wextan mijê wê derê ziyaret kiribûn û belav bûbû. Li hemberî wan tepikekî hebû. Komakê gerîlayên bi wir ve qesidî bûn, ji fermandara komê Sakînê ra gotin;

"Heval, li ser tepik leşker hene."

Sakînê bawer nekir. Çawa dibe! A rastî ev ne tiştê nebawerkirinê bû. Nedixwestin bi bêyomiyeke wisa bawer bikin. Tu kesên ji komê bi vê bawer nedikirin. Edî bese yawo!!!

"Heval, hevalên vê derê dizanin, wan me anîn vê derê, leşker filan li wir tunene."

Lê, Rizgar bi awayekî din diaxiviya.

"Li vêderê gundê cerdevanan hene, çima hûn ji hebûna leşkeran bawer nakin? Min ji we ra gotibû, em di rêya şaş da ne. Lê, kesî guhdariya min nekir."

Rewş, ketibû asta cidîyetê. Sakînê, hema bi lez di freqansa veşarî da bi bêtêlê agahî ji Cemal ra şand. Cemal, li ser koma pêşeng bû. Divê gelekî baldar bûna. Li hawirdorê dijmin hatibû tespîtkirin. Bi girtina agahiyê ra, hema bi lez çavdêran derxistin ser kaş û tepikan. Erê, hemû tepikên xuya dikirin ji aliyê dijmin ve hatibûn girtin. Li ku mêze bikî leşker! Hin cihên din jî cerdevanên Ziktê girtibûn. Hetanî tepikê ku jê hatibûn xwarê jî di destê dijmin da bû. Ne dijmin wan dîtibûn, ne wan dijmin dîtibûn. An jî, dijmin wan ferq kiribûn lê bi teqtîkî tevgeriyabûn û deng nekiribûn. Di encamê da, li vê derê bûn. Xwe berdabûn cihekî derdora wî ji aliyê dijmin ve hatibû dorpêçkirin. Bi kurtasî, di nav xelekê da bûn. Bi bêdengî û serkeftineke mezin ketibûn nav xelekê. Hela bala xwe bide vê xilasiyê!

Cemal, bi agahiyekî hemû fermandarên gerîla anî gel hev. Destûra rûniştinê neda û hema li ser piya erkê lêbelavî hat kirin. Dê her yekîneyê eniyekê diyarkirî bigirtana. Fermandarên erkdar nesekinîn û hevalên di binê berpirsiyariya xwe da li eniyekî dikirin sîperan. Yekîneya ku ewilî derket, ya tabûra baregehê bû. Ev yekîne di binê fermandariya Sakînê da bû. Divê tepikekê nêzîkê xwe bigirtana. Bi awayekî pir bi baldarî û bi lez kişiyan ser tepik. Ji wê derê, sîperên ku leşkeran girtibûn baştir xuya dikirin. Qismekî dijminê li hemberî wan jî cerdevan bûn. Hemû tepikên serdestê gelî ji aliyê dijmin ve hatibûn girtin. Ev ê dîtin. Dîmenekê pir bi saw bû.

Sakîne, li ser tepikê lê, vala nedisekiniya, li aliyekî hêza xwe bi rêkûpêk dikir, li aliyekî jî ketibû freqansên dijmin û li wan guhdarî dikir. Di şer da guhdarkirina dijmin gelekî girîng e. Agahiyên ku ji bo parastinê bandor çêbikin têne bidestxistin. Vê carê jî wer bûbû. Fermandarê Tirk, bang li firokan dikir. Dême êrişeke dijwar a hewayî di rê da bû. Bi ronîbûna hawirdorê ra firok cîda hatin wê derê. Li ser ezman tûr diavêtin. Leşkerên aliyê jêr pirs kir:

"Tu tiştekî dibînî?" Ev pirs gelek baş bû. Di encamê da dê bizanibûna cihê sîperê wan baş e an nebaş e. Yê li jor bersivand:

"Tenê şopa hin lingan dibînim. Ji bilî wan tiştekî tune." Ev bersiv baştir bû. Dême nehatibûn dîtin. Dîsa jî tedbîrên xwe ji dest bernedidan. Dibe ev rêbazekî xapandinê be jî.

Erê, zêde derbas nebû hat fêmkirin, pîlotê fîrokê derewan kiribû. Li ser texmîna guhdarkirina cîhazê ya ji aliyê gerîlayan ve ji bo şaşmîtiyê derewan kiribû. Gerîla jî vala nesekinî bûn û ji vê derewê bawer nekiribûn. Di pêvajoya kifşa pîlotê firokê da, gerîlayan sîperên xwe yên parastinê bêtir xurt kiribûn. Şerê herî dijwar dê îro biqewimiyana, ev teqez bû. Ji destpêka şerê ewilî hetanî îro, Sakîne, ji vê rojê ditirisiya. Dibe ku qirkirinekî çêbe. Li herî jêr çavdêriya wê ya ewilî ev bû. Cihê çav pê diketin tev dijmin bû. Erdnîgariya ku di destê gerîlayan da mabû pir teng bû. Ji ku mêze bikî, bi qasî nefesê negirin teng bû. Tepikên herî bilind di destê dijmin da bûn. Ji wan ra jî, hin kaş û tilikên serê tepikên dijmin girtibû û hin newal û mesîlên bêkêr mabûn. Leşkerên Tirk, weke li şaneşînê rûnî bikin û wan temaşe bikin. Hejmara gerîlayan, ji ber wendahî û veqetînan bi qasî 250 kesî mabû. Rehbûyî û birçî bûn. Di vê rewşê da, nîvê gerîlayan jî xilas bibûna baş bû.

Tepikê ku Sakîne û hevalên xwe derketibûn ser, bi qasî 300 metreyî dûrî cihê wan ê ewilî bû. Cihekê epey bi kevir bû. Li wir hin hevşikê gundiyan ê bi keviran hatibû çêkirin jî hebûn. Dême berî wextan ev der weke zozanan hatibû bikaranîn. Van bermahiyên hevşikan, baş xirab dê ji bo wan bibûna cihê sîperan. Ew ê çend keviran ji binê berfê derxînin û bidin ser dîwar, ha ji te ra rê û rêbaza sîperekî pratîk! Qenebe li dijî lêdanên sûîqestê dê wan biparêzana. Di vê navberê da cihên nû jî amade kirin. Bi vî awayî, sirtê çiyê ji serî hetanî dawî "zexm" kirin û li aliyekî bi cih bûn. Wisa dihat fêmkirin dê post bi bihayî bifirotana. Ji bilî çalakiya Karincakê, di tevahiya şerên qewimî da însiyatîf di destê leşkerên Tirk da bû. Wan timî ser gir û tepikên bilind digirtin. Ji ber vê, li dijî şerê bin dorpêçê û tepikan, bi qaydeyekî bûbûn pispor. Dibe pisporiyekî ecêb be lê neçarî bi meriv gelek tiştan dide kirin. Li gor vê jî, divê tepikên bêne bidestxistin zexm bikin û bernedin. Ger dijmin van tepikan jî bigire bin kontrola xwe, ew ê zêdetir wendayî bide gerîlayên li newal û mesîlan asê mayî. Hetanî dê wan tune bikirana. Ji şerên dawî, waneya herî girîng a derxistibûn ev bû. Ji bilî vê, perwerdehiya ji zivistanê da, bi rihê êrişkarî, rihê hevdu parastinê û rihê bi cih anîna dîrektîfan, hetanî pêkan bû dîtibûn û derxistibûn asta herî jor. Dema rewşa îroyîn dianiyan berçav, ev xisûseka girîng bû. Hela hela xisûsa teqezî ya bicihanîna dîrektîfan bihata dayîn, jî bo gerîla pêşwendiyekî pir girîng bû.

Sakînê, bi qasî ku tespît kiribû, hêzên ser tepik, li gor rewşa sîpergirtina dijmin markaj bikin, wan kir sê komên mezin û jiv hev cûda belav kir. Tîma yekem li aliyê navenda gazê ku ewilî lê bi cih bûbûn kiribû sîparan. Tîmeke din jî, li tepikekê bi zinar ê li aliyê rastê cihê Sakîne lê, kir sîper an. Tîma dawî jî, bêtir bi aliyê çepê ve hat qesidandin. Ev tîma aliyê çepê, hetanî pêkan bû, bi aliyê jêrê gazê ku di bin venêrîna dijmin da bû pêşveçûn û wê derê girtin. Berê van hemû tîman, bi aliyê tepikên bilind ê ji êvar da di bin venêrîna dijmin da bûn. Bi qasî dihat fêmkirin, li dijî her tepikekî komeke gerîla kiribûn sîperan. Hemû hêzên xwe, bi şêweya xetekî dûz li hemberî van tepikan kiribûn sîperan. Ji aliyê din ve, cerdevanan jî, gazekî bilind ê bi dar û ber û bi zinarê diket aliyê wanê rastê girtibûn. Ev geliyê bi gazê biçûk, wan ji rêzeçiya diqetandin. Ev tepik, ji jor ve serdestê cihê sîpergirtina yekîneyên gerîlayan bû. Rasterast di bin kontrola yên li ser tepik da bû. Divê pêşwendiya van çeteyan bihata şikandin û di pêvajoya şer da wan bêtevger bikirana. Ji bo vê jî, komekî di bin fermandariya gerîlayeke jin da, li cihekê tepik bê raçavkirin bi cih bû. Peywirê vê komê, hem çeteyên wê derê girîftar bikin û hem jî ger derfet çêbe tepik bigirin binê venêrîna xwe. Meriv dikare bêje erkê herî girîng vê komê girtibû ser milê xwe. Ji ber ku tepikê çete lê di sîperan da bûn cihekê pir stratejîk bû. Her hal, dijminê wan nirxandina rewşa ev tepik kiribû, lewra jî qismekî leşkeran ber bi wê derê ve qesidandibûn. Ev eşkere xuya dikir. Veguhestina wê derê jî, mijara axaftinê bû. Ger, ew li ser wan tepikan bi hêsanî tevbigeriyana, dê jiyana hevalên wan ê li newalê jî biketana xetereyê. Di vê navberê da hevalên xwe yên ku şandibûn gund jî mijara axaftinê bûn. Ew jî dê rasterast ber bi gelî ve biçûna. Tevahiya vana, ji bo nîşaneya girîngiya erka wê komê bes bûn.

Koma di bin fermandariya Doxan da, li tepikekê stratejîk ê ji kêlekê ve serdestê cihê Sakînê û hevalên wê bi cih bûbû. Ji vê derê bi awayekî, dê pêşveçûna leşkeran a ber bi hêza Sakînê û hevalên wê ve asteng bikirana. Lê, di demeke kin da ji wî alî ve dengê teqereqa çekan bilind bû. Bi qasî hatibû fêmkirin, Doxan û hevalên xwe, bi dijmin ra ketibûn têkileyekî germ a pêşwext. Teqereqê zêde berdewam nekir, vê komê tepikê girtibû terikandin û ji wê derê vekişiyan. Hem ketibûn bin êrişa çeteyan, hem a leşkeran. Lê, terikandina tepik şaşiyekî bû. Ji ber ku bi vekişîna wan ra dijmin bi lez û bez li wê derê bi cih bû û li vê komê girêdan.

Di vê navberê da, komeka gerîla ji bo ewlehiya rêgeha hevalên ji gund vegerin, aliyê jêr girtibûn. Li cihekî asayî sîper girtin û li bendê sekinîn. Lê, ev kom ji aliyê çeteyên li jor di sîperan da bûn ve hatibû dîtin. Ji nîşka ve, van çeteyan bi aliyê jor ve tevgeriyan. Sakînê, vê liv û tevgera wan ferq kir. Lê, ji ber ku van çeteyan qurmê darên mezin ji xwe ra dikirin sîper û bi dizîka bi jêr ve diqesidiyan, ji aliyê hevalên di xetereyê da nehatibûn dîtin. Vana, li qûntara çiyê sîper digirtin û li benda gerîlayên ji gund vedigeriyan bûn. Li ser vê, Sakînê, koma di bin fermandariya Tofan da hişyar kir. Bi têgihîştinê ra, koma hevalê Tofan bi sîpergirtineke plansaziya wan li valahiyê derxîne pêşxist. Bi vî awayî, koma ku ji gund vedigeriya vekişiya derveyî eniyê. Piştî asayîbûna rewşê, koma di bin fermandariya Tofan da ber bi çolterê ve kişiya û li wê derê sîper girtin. Êdî şer, bi pêkhatina êrişên bejahî û hewayî dijwar bûbû.

***

10’ê Nîsanê
Koma pêşeng bê pirsgirêk gihîştibû nuqteya xwe. Xuya bû, gelek bêhna wan derketibû. Piştî ewqas şer û zor û zehmetiyan, piçek be jî, hêsabûnî çi tiştekî xweş bû? Gerîlayan, ji bo pêşwazîkirina destpêka vê roja xweş, her yek li aliyekî çep û rast belav bûbûn û dirêj ketibûn. Yê wan bi vî halî bidîtana, dê bigota qey zarokên mêrga hişkobiringo ne. Qefle bi qefle ji hev qetiyabûn û bi şanazî suhbetê dikirin. Hema li nêzîkê wan gundekî hebû. Cemal, ber bi Akîf ve hat û bi rûkenî got;

"Em ê, hema bi lez komekî bişînin ew gundê hanê. Vana ew ê ji wir nan, çay, çi xwarin hebe ew ê werînin. Bila heval bixwin û pê kêf bikin."

Van gotinan Akîf jî anîbûn ser xwe, "Ez ê, hema zû komê amade bikim. Di vê mijarê da pirsgirêk dernakeve."

Tam di kêliya çûna komê da, ji aliyê paş yek qîriya:

"Heval, li ser hemû kaş û tepikan dijmin heye!"

Van gotinan, weke bombeyekî bibandor ket nava wan. Dîsa xewn û xeyalê wan bûbûn ax û tiraf. Di wê kêliyê da 250 gerîla bi tevahî di gelî da ketibûn rewşeke asê. Tepikên hawirdorê yên bilind hemû ji aliyê dijmin ve hatibûn girtin. Xwe weke şîva li ser sifreyê hîsdikirin.

Loqmeyeke hêsan..

Lê, di wê kêliyê da, tiştekî ecêb bû. Tevahiya gelî bi mijekî qalind hat pêçandin. Weke xêliyekî ser wan pêça bû. Lê, hema vêga, weke ji qirkirineke bibandor bi erzanî xilasbibin hisiyat bi wan ra çêbû. Mijê, bi qasî pênc deqeyan demkurt dewam kir. Gerîlayan vê dema kin, heta saniyeya wê bi erênî bikaranîn. Hatibû destnîşankirin ew ê kîja tepik ji aliyê kî ve bê girtin. Hema bi lez hatin gel hev û lihevparkirina erkdariyê kirin û bi ser tepkikan ve derbas bûn. Akîf jî, tevî hevalên xwe ji bo girtinê kişiya ser tepikekî. Ew der vala bû. Qismekî hêza xwe li hin cihên asayî kir sîperan. Fermandarên tabûrê Mistefa, Remzî û fermandarekî din jî, li wê derê bûn. Piştî hevalên xwe bi cih kirin, vê carê ji bo xwe dest bi kolandina sîperan kirin. Rehtbûnî filan qet ji wan ra ne xem bû. Wekî me gotibûn, bazara man û nemanê! Di kurtedemekî da sîperekî ji daxwaziya xwe çêtir bidestxistibûn.

Tam di sîperê da xwe dirêj dikirin, ji Cemal dîrektîfekî hat. Divê biçûna hin hevalên ji paşve mayî bianiyana û bi jor ve bikişiyana. Akîf, hema cîda rabû. Di bêhnekî da xwe bi gelî ve berda. Hevalên wê derê girt û bi jor ve kişiya. Di wê kêliyê da firok ketibûn dewrê û çi hedefê bidîtana bi lezgînî lê dixistin. Ew jî, ji bo firokê hedefekî li berçav bûn. Dihatin gulebarankirin, lê bêîsabet. Bi gelek zor û zehmetiyan derketin jor. Yên nûhatî jî li cihên asayî kirin sîperan. Li ew tepik jî, hin bermahiyên xirabeyên xaniyan hebûn. Yên nû hatibûn, ji xwe ra van xirabeyan kiribûn sîper. Her çi qas têrî parastinê nebin jî, ji dirêjketina ser berfê baştir bûn ev sîperên serobero. Firokê, bê navber bombeyan bi aliyê wanê çep û rastê ve berdida. Sîpera nû ya Akîf tê da, tevî du fermandarên bêlikê û fermandarê tîmekî tê da bi cih bûbûn; yanê Sozdar, Robar û Hebûnê Kinik. Li wê derê heyetekî fermandariyê ava kiribûn. Dev ji heyeta fermandariyê berde, bi dijwariya bombeyan nikaribûn serê xwe bilind bikin ku derdorê raçav bikin. A rastî, lêdanê qobrayan zêdetir bi saw bûn. Qajîniya canxiraş a van mîratê firokan û dengê gumîna bombeyan hevdu temam dikirin. Dengekê cergebaz ê meriv ker bikirana li holê bû.

Di demeke nava rojê da Akîf, carekê di serê xwe da pêşniyara ber bi tepikê hember ê baştir stare xuya bû kir. Hin pirsgirêkên Robar ên fizîkî bibîranî û dev ji vê pêşniyarê berda. Lê, vê carê jî Robar heman pêşniyariyê neke?

Akîf, "Ger tu heta wê derê bazdanê bigirî ber çav, wê çi xweş be!" Got û tevgeriya. Hema di binê gulebaranekî wisa da, wê li ku bizanibûya seqetekî bazdanê wê bibûna sportvan! Robar, qet jî, ji wan kêm nebû. Di nava wan da epeyî navber hebû. Lê, Akîf û hevalên xwe xwarovîçko û çivanokan dan xwe û di demeke kin da bi saxî û silametî gihîştin ser tepik. Yên wê derê, eksê wan bêtir sekan rûniştî bûn. Bi rastî, firokan li wê derê jî dixistin, lê bi heman dijwariyê nebû. Di vê fersendê da hereka cixareyekî kişandin. Hin hevalên wan ê birîndar hebûn. Çûne gel wan û parî kêfa wan anîn. Bi wan ra henekan kirin. Di vê navberê da Akîf, li tevahiya sîperan geriya. Dixwestin rewşê bi çavê xwe bidîne. Hema li kendalekê aliyê hemberê gelî, şiverêyekî hebû nedihat bikaranîn. Dijminên wan, li wê derê 12 heb tanqên timî agir dibarandin bi cih kiribûn. Bi wateya tam a peyvê, van tanqan ji aliyê tepikên ber bi wan ve nedihiştin nefesê bigirin. Lê, gerîlayan qeraxê geliyekî biçûk ê aliyê rê wek cihê sîperê bikardianiyan. Ev geliyê biçûk, bes wan ji kulîlkên tanqan diparastin. Bi qasî di bêtêlan da jî dişopandin li eniyê din jî zêde wendahiyê wan ê cidî tunebûn. Bi qasî dihat fêmkirin, leşkeran vê carê jî zêde wan tengezar nedikirin. Ger wan tengezar bikirana, dê dubarekirina rewşa li Karatê qewimî bû, bi derengî bûna jî dê bihatana fêmkirin. Ji bo zêdetir wendahiyan nedigirtin berçav, di binê siya teknolojiyê da dixwestin li gerîlayan bixin. Vê carê, şer hevkêşeyî bûbû.

Dema behsa teknolojiyê dihatin kirin, pîlotên Îsraîlî diketin bîra gerîlayan. Van adiyan pir bi îsabet lêdidan. Digel her tiştî, êdî şer ketibû asta dengeyek û bi vî awayî hetanî êvarê dewam kir..

Êvarê ew ê dîsa biketana rê. Akîf bi vê dizanibû. Li ser dîrektîfa Cemal tevahiya hêzê da hev. Yên pakrewan û birîndar hebûn. Ew ê vana bihatana tespîtkirin. Vê carê dîrektîf teqezî bû. Divê teqez di nava veşarîtiyê da ji vê derê derkevin û beriya roj hil bê helqê bişkînin. Hetanl niha şaşiya herî mezin a kiribûn, meşa ku bi şevê dabûn destpêkirin, di berbanga sibehê da jî domandibûn û li gor ravekirinan weke tasa mast li ber çavan çûbûn nuqteyê xwe. Vê carê divê teqez meş îşev bi dawî bibûna. Berdêl çi dibe bila bibe, îşev!

Bi van şert û mercan, di kurtedemekî da amadekariyên xwe kirin û...

***


10’ê Nîsanê.. Bi aliyekî şaş ve qesidî bûn. Berevajiyê geliyê xwestibûn biçin, bi geliyekê gundên cerdevan lê zêde bûn ve çûbûn. Cemal, bi cih bûna li ev geliyê nû ra bang li Rizgar kir. Rizgar erdnîgariya herêmê baş dizanibû. Dixwestin têbigihîje bê ka li vê herêmê çi qas di ewlehiyê da ne. Berevajî pirsên hûrgilî hin pirsên bersiva wan kin û qutebir bin kir:

"Hevalê Rizgar, ev der ji bo ewlehiyê cihekî çawa ye? Nêzîkatiya gelê vê derê çawa ye? Leşker hene gelo?" Rizgar, gelek tengezar bû. Ev tengezariya wî, êdeta agahdariya tiştên bîstek şûnda biqewimin bû:

"A rastî Heval, ev der tije çete ne. Ger îro em nekevin şer, sibê teqez e. Ji ber ku bi qasî nîv seetan dûrî me gundê cerdevanan heye. Ew gundê jêr bi wan ra xweşbêş û canecanî ne. Ha ji te ra binêre, li pişt ew tepikê pêşiya me yê xuya dike qereqol heye. Ew tepikê dibînî bê derbaskirin rê diçe Dara Hênî."

Van bersivan têra rûtehlkirina Cemal kiribû. Dême hê jî bela nehatibû dehfkirin. Lê bi awayekî bibiryar:

"Baş e, wê çaxê em ê jî xwe berbidin gund, gundiyan rehîn bigirin û em ê dîsa bêhna xwe bidin." Hawirdor dîsa tevlihev bûbû. Bîstek şûnda dengê yek ji gerîlayên li paş hat bihîstin;

"Hevalê Cemal, ser kaş û tepikan tije leşkerên dijmin in. Dîmenê me girtin." Êdî dîsa bi tişta ku jê ra qeder tê gotin ra rûbirû mabûn. Bêçare divê li ber xwe bidana. Divê ji bo şerkirinê biketana sîperan. Ji bo parastinê li her qadê fermandarekî erkdar kirin. Şîret li wan hat kirin ku di her şert û mercan da xetên parastinê neterikînin. Van koman, hema zêde dema xwe derbas nekiribûn û zûtir li sîperên xwe belav bûbûn. Di vê navberê da Rizgarê ku bi erdnîgariyê baş dizanibû, bi derketina ser tepikekî ra, di mijara belavbûna gerîlayan da ji Cemal ra alîkar dibû. Di vê navberê da dijminê wan jî vala nedisekiniyan. Di liv û tevgera awarte ya Gerîlayan da, têgihîştin ku kemînê ferq kirine, destûra bi cihbûniyê nedan û bi firokên xwe dest bi lêdanê kirin. 12 firok beşdarî vê operasyonê bûbûn. Li ser vê Rizgar, tevî hin gerîlayan xwe bi newalê ve berda. Ji ber kû dizanibû gera wan a nav lingan şaşiyekî ye û dê karê şervanên din jî bidin asteng kirin. Dê wê navberê da, li newala bêr pê vê qesidî bûn û hin şervan ji bo sîpergirtinê bi aliyê nuqteyên jorê gir û tepikan ve dikişiyan.

Rizgar, texmîn dikir, ger şaşiyên cidî neyên kirin dê wendahiyê wan zêdetirî 10 kesan çênebûna. Ev gerîlayê xwedî tercube yê bi erdnîgariyê baş dizanibû, di rojekê wisa da bi rûniştinê ra rûbirû, bê çare diqeheriya. Rewşa wî ya taybet a birindariyê ji hişê wî derket û ji nû ve li ser şerê ku nû bihatana destpêkirin kûr bû. Di nêrîna ewilî da xuya dikir pêşwendiya dijmin hebû, lê dema di çarçoveya tecrubeyên xwe da difikirîn, tevgera wan a di vê erdnîgariya teng da jî, ne bi hêsanî bûn. Ev li holê bû. Erdnîgarî, gelek çal û çixûr bûn. Di vî milî da, ji bo veşartinê zêde cihê wan hebûn. Dema tepikekî bigirtana, tu sedemeke tunebû ku nikaribin heta êvarê xwe lê bigrin.

Li aliyê jêrê sîperên Rizgar û hevalên wî yê ji şer dûrxistî, mezreyekî hebû. Ev şervanê kevn nedixwest kêliyekî jî vala bisekine û vê carê bi wî milî ve qesidî. Ew ê binêriyana bê ka li mezreyê leşkerên dijmin hene an na. Hê nû xwe gihandibû mezreyê ferq kir ku leşker bi wî milî ve tên. Lê, tam li ser tepikekî serdestê mezreyê hevalê Kalender û hevalekî ji tîma wî sîper girtibûn. Ji bo pêşwazîkirina yên ji aliyê gund ve bên ketibûn sîperan. Leşker ketin vê kemînê. Bi ketina kemînê ra wan jî li dijî gerîlayan dest bi şer kirin. Bi vî hawî, fersendê nedîtin gavek pêşve biçin û di cihê xwe da hatin bûne terik. Rizgar, tam di nava şer da mabû. Hêdî hêdî ber bi cihê Kalender û hevalên xwe yên di sîperên da bûn çû. Ji vê kêliyê şûnda, tu şensekî wî yê ku cihê xwe biterikîne nema bû. Hetanî dema êvarê, yanê heta fermana kombûna hemû yekîneyan a li heman nuqteyê bihatana dayîn divê li wê derê bimana.


***

Heman rojê.. Cemal hesab kir, qada di destê wan da, ji bo stratejiya parastineke cidî zêde teng bû. Bi destxistina hin deveran, dûrketina bi xeteka parastinê dê çêtir bûna. Erdnîgariya di destê wan da, pir teng bû. Dijmin ji gelek aliyan da bi ser wan da dihatin. Di vê navberê da hêzên hewayî yê Tirk, bi kêfxweşî li qadekî bêtir teng dixistin. Ev sekinandina wek nêçîrekî, ji bo Cemal û hevalên din ê di heyeta fermandariyê da, stratejiyeke bê mentiq dihatin. Ji bo vê jî, çav berda bû tepikên hember ê weke du ziguratan yên Sakîne û hevalên xwe di sîperan da bûn. Van tepikan hinek dûr bûn. Lê, bi destxistina van tepikan, him di aliyê derûnî da, him di aliyê stratejiya parastinê da dê bêhna wan zêdetir fireh bibûna.

Ev fikr, di kurtedemekî da di nav heyeta fermandariyê da jî hat pejirandin. Êdî divê tiştekî bikirana. Cemal, hevalên gel xwe girt û li gor pênasekirina rewşa Sakînê û komên dê derbasî jeberê gelî bibin, bi aliyê bakurê Darê Hênî ve qesidîn. Komek, gerîlayên berê di bin fermandariya Serhildan da bûn, ber bi wê derê ve hatibû şandin. Vana dê li dijî êrişên ji aliyê "zigurat" ve çêbûna bergirî bikirana. Dema çû, ji Sakînê ra got;

"Em ê hewl bidin, ber bi wan tepikan ve herin. Ger em dikaribin biçin, wekî hêzên din em ê we jî bi wê derê ve bikişînin. Amade bin. Bi girtina dîrektîfê ra hûnê tevbigerin.”

Erdnîgariya jêrê van tepikan, ji bo parastinê gelekî asayî bû. Di navê da, çend tepikên piçûk ê weke zixur hebûn. Ev erdnîgariya bi kurtik û mesîl, hetanî qontara tepikên mijara axaftinê, wisa didomiya. Ger di vê erdnîgariya pêşiya xwe da, zêde wendayî nedana û derbas bibûna aliyê din, êdî hêsan bû. Hetanî dê hêzekî bikaribûna bi awayekî çewalêhato biketana şerekî dijwar jî.

Serkanên şerker ê Tirk, şaşîtiya ku di çalakiya Karatê da kiribûn, di şerê li Dara Hênî diqemiya da dubare nekiribûn. Yanê wer araziyê girtibûn, ji gerîlayan ra qulikeke nefesgirtinê jî nehiştibûn. Kifş bû, bi hişyara "Teqez îmhakirinê" tevdigeriyan. Ev, di nêrîna ewilî da, ji bo gerîlayan epey tengasî çêdikir. Lê, di hûrnêrîna paşîn da, dibe ku ji ber tirsa canê xwe, weke şerê Karatê rêya nivîsandina destanê jî vebikirana. Wer xuya bû, vê carê jî dê wisa bibûna. Cara ewilî ji jêr da pêşdestî dikirin. Dibe ku ev ji bo gerîlayan bibe pêşwendiyekî jî. Ji bo bijîn bi hemû hêza xwe mecbûrî şer dibûn û ji bo xilasiyê dê teqez rêyekî bidîtana. Qey ji bilî vê çareyekî hebû?.

Şerê îro jî wek dubarekirina yê Karatê berbijar bû. Ha ji te ra, ev îkîztepeyê hanê, di navbera du seetan da çi xweş tepikê Karatê yê hatibû xistin bi bîra meriv dianiya. Ew tepikê ku ji tevgereke birûskî û ji bêbandorkirina 50 leşkerên tevî çekê wan ra şahidî kiribû.. Sakîne, vêga xweştir ketibû rewşa hevberîna şerê Karatê û yê îroyîn.

Di kêliyên destpêka şer da, ew tirs û xofa li ser çêbûbû, berevajî cihê xwe bi hêviyan ra gûherandibûn.

Teqez ew ê rizgar bibûna. Di wê kêliyê da baweriya wê, bi qelaştina çemberê tam bû.

Di vê navberê da, cih bi cih agahiyên çalakiyên serkeftî dihatin. Li derdora tepikê ku Hebûn û hevalên xwe ew diparastin, têkiliya ewilî çêbûbû. Gerîlayan, li dijî sîperekî nêzîk çalakiyekî pêkanîbûn û çar leşkerên wê derê bêbandor kiribûn. Ev koma êrişkar du heb jî çek rakiribûn û dê bê wendayî vegeriyana sîperên xwe.

Li ser tepikê stratejîk ê di venêrîna koma Doxan da û li rêzeçiyayên ku Sakîne û hêza xwe lê jî, têkiliyên germ çêbûn û şer qewimî. Lê, cihê sîpergirtina Sakînê û hevalên wê qet baş nebû. Li gorî cihê wan, sê tepikên bilind ê dişibiyan şaneşînê hebûn, di destê leşkeran da bûn. Leşkerên ku li ser tepik di sîperan da "piknîk dikirin" bi kêfxweşî li dijî gerîlayên jêr lêdanên sûîqestî dikirin. Ev bêjeya "Piknîkê" aydê leşkeran e. Gerîlayan, vê gotinê di hevpeyvîneke radyoyê da bihîstîbûn. Di hevpeyvînê da leşkerekî digot; "Em li vê derê weke piknîk bikin, kêfa xwezayê derdixînin." Ji ser vî tepikî hema wisa zêde lêdanê dikirin ku kes nikaribû cesaretê bike serê xwe derxîne. Hetanî ragihandinî jî ketibû xetereyê. Sakîne, ji bo xebitandina bêtêlê carek ducar xwest destê xwe rake. Lê, bi awayekî tund lê reşandin û cîda destê xwe paşve kişand. Ger nekişandana dê ji dest "bêtir girîng" bêtêlê derbe bixwara. Ji bo bêtêlê di çarçoveya ewlehiyê da bikarbianiyana tenê rêyeke li pêşiya wê hebû; li erdê dirêj biketa û bi xebitanda. De ka, encameke baş jî digirt.. Di ragihandinê da ya herî girîng, şopandina bêtêlên dijmin in. Sakînê, demekî bihîst, leşker ji hev dû ra behsa dîmengirtina cihê komekî pênase dikin. Ewilî fêm nekir ku derê ye. Lê, piştî bi baldarî guhdarî kir, têgihîşt ku cihê ew lê ne tê pênasekirin. Dême, pêbehskirina şer, bêtêl û filan bêvan hatibûn dîtin û bihîstin. Li ser vê, hema cîda xwe berjêr xilolo kirin.. Li cihekê din ê epeyî li jêr ketibûn sîperan.

Pîlotê firokê bi girtina cihê "Koordînatan" bi hunerweriyekê mezin weke berê dest bi barandina roketan kiribû. Li hawirdorê kevir li ser kevir nehêşt, derdorê kir nav tefledûmanê û weke hat vegeriya çû. Piştî çûna firokê Sakîne û hevalên xwe dîsa vegeriyan cihê xwe yê berê. Li wê derê ragihandinê domandin. Di heman demê da koma ku li jêr di sîperan da bû, bi leşkeran ra têkiliyeke germ çêkiribûn. Vê komê di bin fermandariya Leylanê da bû. Ev koma cihê, ger cihê xwe ji dest bidana û leşker li wê derê bi cih bibûna, dê gerîlayên di bin fermandariya Sakînê da biketana xetereteke mezin. Leylanê, bi vê zanatiyê berxwedanekê bêhempa nîşan dida. Digel bikaranîna teknolojî û serdestiya dijmin heta êvarê bûstek jî paşve nekişiyan. A rastî, ev pevçûn dîmenê şerê wê rojê bû. Hem jî weke giriya serê ta û hevda.. Ji bo dijminê wan nikaribûn vê girêk û girêyan vekin, plansaziya wan a îmhakirinê di qursaxê wan da mabû. Erê, wekî vê bi deh nuqteyan di nav berxwedanê da bûn. Di tu eniyê da paşvekişîn tune bû. Ji ber ku paşvekişîn mirin bû. Ji xwe cihek wan ê pê ve biçûna jî tune bûn!..

Meriv dikare bêje, îradeya ku bi berxwedana wê rojê hatibû nîşandan, ji îradeya 1'ê Nîsanê vir da hatibû nîşandan zêdetir bi erênî bû. Ya dixuya ew bû. Gotinên wek birçîbûnî, rehtbûnî filan bi hêsanî ji devan derdiketin. Hetanî bi dubarekirinê, ji meriv ra weke karê wêjeyî dihat.

Lê, vê çîroka heyî ji bo ravekirina wateya van gotinan hemû bes e.

Demek, Bêrîtanê ji ber rehtbûniyê çeka xwe danî. Bêrîtan di sîpereka nêzîkê Sakînê da bû. Ketibû wisa rewşekî, êdî nikaribû giraniya çeka xwe rake.. Bi qasî çend deqeyan xwe bi xwe istirehet dabû xwe. Ji pertav ketibû, rengê wê çûbû. Piştra, ji kevira pişta xwe dabûnê jî hêz girt û bi xîreteke mezin pozîsyona xwe girt. Li çeka xwe ya erdê nihêrî, xweziya xwe daqurtand. Lêvên wê zipzuha bûn. Destê xwe dirêj kir, bi çeka xwe girt. Paşê xwest ji erdê rake. Wê kêliyê wek destê bi ceryanê bibe lerizî. Ji bo lerizandina destê xwe yê bi çek bide sekinandin, bi destê din alîkar bû. Bi qasî deqeyek du deqeyan şûnda encax lerza destê wê sekinî. Ha ji te ra, tişta ku vê lerzandinê afirandibû zelal bû; rehtbûnî û birçîbûnî. Kêliyên jiyabû wisa bûn. Piraniya gerîlayan bi vî hawî ev berxwedana bi heybet birêvedibirin.. Di nava wan da yên negihîştibûn vê merheleya têgihiştinê jî hebûn. Ji yên tepikên xwe terikandîbûn bigirin hetanî yên radestî bûbûn. Ev, lawaziyên beşerî bûn. Di her civakê da meriv tiştên wisa dibîne. Lê, zêterîn dengê wan yek bû: Vîn û viyan! Yanê vîna berxwedanê! Gerîlayan vê rewşê bi gotina "vîna polabûnê ya şoreşê" diwesifandin.

Zêde hindik wekî ji hefteyekî berê da, şerê 10'ê Nîsanê yê di bin însiyatîva leşkeran da hatibû destpêkirin, bi pêşveçûna demê ra gerîlayan xwe dabû hev û bi pêkanîna êrişên hember êdî gihîştibûn asta dengebûnê. Êdî, xeyalên Tirkan ê "îmhakirina tevahî" qediya bûn. Nikaribûn êrişan bikin, hetanî nikaribûn ji cihê xwe tevbigerin.

Êdî, gerîla bi hevgirtineke yek gewdeyî rihet bûn.

***

Demek, koma ku Wedat û Ozan tê da, li ser tepik di sîperan da bû, bi şerkirinê epey tengezar bûbûn. Teknolojiya dihat bikaranîn, ji bo gerîlayan bêsînor dixuya. Tirkan, car caran dest bi hewildanên daketina sîperên kompn gerîlayan jî kiribûn. Demek, rewşa wan epeyî dijwar bûbû. Ozanê ku ji ber birçîbûniyê car caran dewxa wî diçû, çavê wî tarî dibû, bi ser Wedatê ku bi xîreteke mezin şer dikir ve zivirî û jê pirs kir:

"Tu çi dibêjî hevalê Wedat, vê carê dawî ye gelo?.

Wedat jî, heman bêhaliyê dijiya. Bi ser Ozan da zivirî, xwest bikene û bersiva hevalê xwe da; "Dibe ez şehîd bikevim, lê xwezî min carekî jî zikê xwe têr bikira û wisa şehîd biketama. Xwesteka min hemû ev e. Wisa tirşikek cûredar a bi nanekê helatî yê sorkirî û li ber jî dewê meşkê.."

"Ev çend rojin te tiştek nexwariye?"

"Herhal bû şeş roj. Yaw me wisa goşeyekê cihê razanê bidîtana, herê herê! Dev ji wî jî berde, ji bo bêhndayînê çend seet jî têrê dikir. Lê, kara çi halê çi?"

"Tu gotî çi Heval, zanyarî jî di vî şerê me da têk çû ha!"

"Erê weleh. Rast e heval!"

Wedatê ku hesreta xwe bi xwarineke wisa dianiya, di rêzeşerên deh rojan da yek ji gerîlayên herî fedakar bû. Hestên xwe yê birçîbûniyê wisa dianiya ziman.

Lê, bi xîreteke mezin, te digot qey guleyê xwe li dijî birçîbûniyê diteqînin, hetanî êvarê şer kirin. Bi vî hawî hewildanên dahelînî yên dijmin vala derxistin û ew di cihê wan da kirin terik. Êdî, di wê eniyê da jî dengeyê guherandibûn.

***

Ew rojê, hetanî êvarê hem şerên germ qewimiyan û hem jî êrişa 12 firokan ji ser serê wan kêm nebû. Bi îhtîmaleke zêde ev pîlotên Îsraîlî bûn. A rastî, vê berxwedanê, serkanên şerkerên Tirkan dîn û har dikir, wan heyranê gerîla û fermandar Cemal dihîştin. Li gor ragihandina dostê wan, di nav xwe da digotin:

"Ev zilam vana çawa perwerde kiriye? Hela li îradeya wan mêze kin. Me anîn asta lîstikvanekê liv û tevgera wî ya kişikê (Satranç) li valahiyê derkeve. Bi rastî jî, helal be jê ra. Divê ev meriv were pîroz kirin."

Di vê navberê da, ji Cemal dîrekîfekî hat. Cemal, li ser hêzên ber bi îkîztepe ve qesidî bû. Ew ê vana hêzên di destê xwe da hêdî hêdî ber bi îkîztepe ve biqesidana. Divê ev pêngav zûtir bihata destpêkirin. Bi boneya destpêkirina tarîtiya şevê, xeteriyeke şopandina wan ne pêkan bû. Dîsa jî, karê xwe li gor ewlehiya tepikan ku nekevin xetereyê dikirin. Ji ber ku valakirina tepikan dê bihatana wateya ketina wan a navbireke teng. Ev jî bi xwe mirin bû. Şiverêyeke hebû, yekoyek hevalên xwe tê da derbaskirin. Ev şiverê, diketin hemberê ew tepikê ku cerdevan li wê derê di sîperan da bûn. Ew tepikê ji aliyê yekîneya hevaleka jin ve hatibû gulebarandin. Van çeteyan, gerîlayên di vê şiverê da dimeşiyan eşkere didîtin. Bi dîtinê ra, ji "fermandarên" xwe ra dan ragihandin. Li ser îstîxbaratê, bi fermandayîna fermandarê Tirk firok dihatin wê derê bombe dikirin. Ji ber vê jî, veguhestina gerîlayan a sîperên nû demeke dirêj digirtin.

Demek, 12 gerîla bi hev ra derketin ser vê şiverê. Bi navberdayînî dimeşiyan. Lê, zêde derbas nebû firok li ezman peyda bû. Sakîne, hema ji hindav da rabû ser xwe û qarîn pê ket:

"Heval, firok tê! Xwe bi newalê ve berdin!"

Lê, guregura dengê firokê dengê wê ditepisand. Sakînê nebihîstin. Tepikek biçûk ê di navbera wan û firokê da, dîtina wan a firokê asteng dikir. Lewra jî bi hêsanî dimeşiyan. Vê cinawira şer, li ber çavê Sakînê xwe berjêr berda û dest bi lêgirêdanê kir. Her gerîla bi aliyekî ve belav bûn. Sakîne, wekî biqutife.. Çend kes mirin? Gelo, kes ma nema? Xwe bi xwe berî nava xwe dida. Rûyê wê bêhemdî sorçiko bûbû û hetanî bêjî diricifiya. Yekemcar ev şerê dilneşewat li ber çavê xwe wek şerîda fîlmekî ditît û temaşe dikir. 12 heval, li ber çavê wê şehîd ketibûn. Ew bi xwe jî, ji bilî temaşekirinê nikaribû tiştek jî bike. Paşê, dilê wê bi hestên raperînî tije bû.. Êdî, hestên xweteqandina bombeyî serdestê kesayetiya wê bûn. Xwe ranegirt û heta jê hat bi hemû hêza xwe qîriya:

"Bêbextnooo! Hûnê hesabê viya bidin rezîlnoooo!!!

Aliyên hember di nav tefledûmanê da bûn. Sakîne, bi hemû hêza xwe bi wê derê ve baz da. Demek, dûman belav bû. Bi qasî hatibû dîtin tevahiya gerîlayan bi xilolobûnê berjêr serberz bûbûn.. Lê, helbet ne diyar bû. Ev, tiştek giyansûzî bû. Bi dîtina vê rewşê pîlotê firokê dîn û har bû. Dixwestin zêdetir xwe bi aliyê jêr da berde û li qefleya gerîla girêbide, lê bi derengî ketibû. Gerîla, bi tecrubeyên di pêvajoya şer da bi dest xistibû van êrişan bihurandin û derbasî cihek bi ewle yê jêrê gelî bûn. Tam da li jêrê tepikê ku Sakîne û hevalên xwe lê di parastinê da bû bi cih bûbûn. Êdî, dûrahiya navbera wan bi qasî rasterast biaxivin bû. Sakînê, di nav diltirsiyekê da pirsî:

"Gelo wendahî hene Heval!"

"Na hevala Sakîne. Mereq neke, em wek bacana tehl in. Ew ê ku xwedê da ye ser, ji vê xirabtir ew ê bi ku da here."

"Baş e. Lê, nebe hûn ji cihê xwe tevnegerin. Li benda agahiya me bin."

"Hat fêmkirin Heval."

Ji bo wendahiyê wan çênebûbûn, asta kêfa Sakînê bilind bû. Dê ev kom hetanî êvarê li wê derê bimana.

Demek, dîsa xijînî bi bêtêla Sakînê ket:

"Sînem, Sînem.. Sînem, Memyan..."Ev bernavka Sakînê ya şer bû. Yê digeriya Cemal bû.

Dengê fermandar zêdetir bi fikar bû.

"Sînem guhdar e."

"Îro, rewş pir xeternak e. Teqez, pêwistî bi kirina hin tiştan heye. Pêwistiya xistina hin tiştan heye. Hema zû ji me ra roketavêjekî bişînin. Di heman demê da, yan tu, yan hevalek din bila were gel me. Tu gotî çi, hûn çi difikirin"

"Hate fêmkirin Heval. Erê, pêwistî bi kirina hin tiştan heye. Nexwe dê dijmin rihetî nede me."

Sakîne, di rewşa terikandina cihê xwe da nebû. Eniya lê parastinê dikirin, ciheke stratejîk bû. Devjêberdanê neda berçav. Ji bo vê jî, li Mistefayê di eniyeka din da bû geriya û rewşê jê ra ragihand. Li gor eniya ku girtibû bêtir girîng, ew ê Mistefa biçûna. Di vê navberê da, pirsgirêka herî girîng şandina ewlehiya roketavêjê bû. Herhal Cemal, roketavêjê ji bo xistina firokekî filan dixwest. An jî dê hedefekê pir girîng tar û mar bikirana. Divê hevalên roketavêjê dibirin di nav ewlehiyê da bigîne cihê xwe. Ji ber ku ev barekê bi qedr û qîmet bû. Çekê dane hevalê xwe û ew birêkirin. Lê, di her sed metreyî da carek, bi nîşanê destan, çeng, serî û bi gewde bê çawa tevbigere jê ra da ragihandin. Her gavê îhtîmal hebû ji aliyê cerdevanan ve bê dîtin. Vana jî, bi elimandinên xwe dê cîda ji fermandaran ra ragihandana. Çek, piştî bi rêwitiyekê dûr û "dirêj" gihîştibû ber destê Cemal.

Bi qasî hatibû fêmkirin B-7 ê bandora xwe nîşan dabû. Ev bûbû sebebê qurfandina leşkerên ku wê derê girtibûn. Şer û pevçûn, di hemû eniyan da bê navber hetanî êvarê bi awayeke teşe girtî dewam kir. Hetanî tarîtiya şevê ya dihat wateya agirbestê hawirdorê tarî kir, hevûdû gewixandin. Ji bo leşkeran, qerimîna tarîtiyê dihat wateya istirehetê. Lê ji bo gerîla qet. Ji ber ku vê carê jî di seetên ewilî yê şevê da tevgera kombûnê dan destpêkirin. Dîsa qey rê dixuya bû.. Lê, çawa?

 

 

                           BEŞ 9 (Gundê Gaz)

 



Şeva 10-11’ê Nîsanê
Li gor şert û mercan li nuqteyê xebateke bêetlahî hebû. Ev tevger di çarçoveya girtina dîrektîfa teqezî da bû.. Vê carê ew ê hemû yekîne di dema xwe da amade bûna. Derengîman tune bû. Fermandarên manga û tîman yekoyek bi hevalên xwe ra eleqedar dibûn. Ew ê vê carê ji tu kulekiyê ra qet cih nehiştana. Vê carê dê her yekîne, ji qada tevahiya rojê lê tekoşiya bûn biketana rê. Yanê wekî berê ew ê nehatana gel hev. Lê hedef heman bû, her berpirsiyarê koman vê eşkere û baş dizanibûn. Akîf, piştî amadekariyên yekîneya xwe qedand çû silav û tekmîl da fermandarê xwe. Freqansên bêtêlê xwe jî eyar kirin. Êdî dikaribûn bikevin rê.

Bi tevgerandinê ra bi kemîneke ra rûbirû man. Kemîneke pir lawaz bû. Dibe ku li nuqteyên tepikên serdestê rêya tê da diçûn da, dijmin di sîperan da bi dûrbînên şevê tevgera wan ferq kiribin. Di ser tevgera wan da hê bîstek derbas nebûbû gulebaraneke bêbandor destpêkiribû. Lê vê gulebaranê tenê bêhizûrî çêdikir. Gelo dîsa îstiqameta tevgera wan dihat eşkerekirin? Hela hela, ronahiya ku bi guleyên ji sîperên dijmin dihatin avêtin çêdibû, qet baş nebûn. Lê, dîsa jî bi boneya ji dûravêtinê, gule nedigîhaştin cihê wan. Ji ber vê yekê biguhnedarî rêya xwe dewam kirin.

Di kurtedemekî da herêm li paş mabû. Ewilî, divê rêya bi qîr a navbera Çewlîgê û Amedê derbas bikarana. Lê, li seranserê vê rê hin kemîn hebûn. Bê pirsgirêk vana jî derbaskirin. Yekê wan bişopanda tune bû. Di vî alî da rihet bûn. Lê, faktorên wek rehtbûnî, birçîbûnî, sar û serma û hwd li ser wan dewam dikirin. Ji ber vê yekê, di gundê derbas dibûn da hinek tengasiyê kişandin. Ji ber ku her kesî dixwestin têkevin malan, parî xwe germ bikin û xwarinekî bixwin. Ji ber vê yekê serî li fermandaran didan. Lê hedefa wan eşkere bû. Averêkirina wan a hedefên serê rê, di çarçoveya hêza wan da bû. Ji ber ku vê carê, fermandar Cemal jî bêtawîz hewl dida bi hemû hêza xwe, di wextê da xwe bigînin nuqteyê van hedefan. Bi kurtasî dê bimeşiyana.

Digel devjêberdana odeyeka germ û xwarinê, hin gerîla her çi qas hêrs bibin jî rengvenedan. Akîf, demekî parî li paş mabû. Bi fedakiriyeke mezin alîkariya gerîlayên birîndar û lawaz dikir û moral dida wan. Lê herkes bi heman xweşhaliyê ji van hişyariyan ra nedibûn bersiv. Yek ji vana Siltana Reş bû. Siltana Reş li aliyê paşîn dişewşibiya û dimeşiya. Akîf, bi awayekî stemkar nêzîkê bû:

"Ew çi ye, tu jî li me xwedî dernakevî?"

Siltana Reş birîndar bû. Lewra jî ji paşve mabû. Xuya bû, fikrê dê birîndar bi qedera xwe bêne terikandin di serê wê da cemidî bî û bi temamî wê girtibû bin bandora xwe. Ev fikrê wê ewqas li ser bandorê çêkiribû ku fedakariyên bihevbeşî yên hetanî niha hatibû kirin ji nedidî ve didît. Êdî dinya bi wê dest pê dikir bi wê diqediya. Akîf, vê bêhntengiyê zû ferq kir.

"Tu çi dibêjî hevala Siltan! Qey bi aqilê te tê em ê bi te ra eleqedar nebin? Hem tu dibînî, her heval çi bikeve ser milê wî dixwaze zêdetir bike." Paşê bi ser hevalên xwe ve zivirî û pirs kir:

"Yekê di bêrika wî da tişteke xwarinê mabe heye?"

Yek du gerîlayan destên xwe li bêrika xwe gerandin. Piçek şekir mabû di veşargeha wan da. Vana dan Siltanê. Hinek jî gotinê şanaziyê jê ra gotin. Siltana Reş, weke parî bê ser hemdê xwe. Lê ji bo îqnabûnê tu nîşaneyekî têde tune bû. Lê dimeşiya, ev bes bû. Bi vî hawî, yên mayî ji nû ve dest bi meşê kirin. Meş, hetanî tepikekê nêzîkê nuqteyê bê pirsgirêk dewam kir. Di wê demê da komeke pêşeng, bi boneya tedbîrgirtina ewlehiyê ber bi tepikek pişt gund ve dikişiya. Heta koma pêşeng li ser tepik bi cih bû kes ji cihê xwe tevnegeriya. Koma mayî ya Akîf jî di nav da, li pişta gundê Gazê disekiniya. (Gundê Gaz, girêdayî Dara Hênî ye, di nav sînorê herêma Sîwan da ye û nêzîkê Çemê Miradê ye. Di çapên ewilî yên berhema Satrançê ya bi Tirkî da weke Mezra Qaz hatiye behskirin.) Tam di vê kêliyê da, bi bandora dilê lihevketî wekî herkes bi xwe ve biçe. Li cihê xwe kewişîn û ketin. Lê, wê rojê hîsiyata xilasbûnê di dilê Akîf da çêbûbû.

Piştî sîpergirtina girikvanan, de bi de hevalên xwe yê din jî rakirin ser piya û hetanî nuqteyê birin. Her gerîlayê ku gihîşt nuqteyê ji xwe ra cihekê spartinê dît û bi cih bû. Digel cihê nerm û rihet, ji bo rûniştinê zêdetir cihên bi kevir û zinar ê wan ji guleyan biparêze tercîh dikirin. Elimandin tiştekî wisa ye. Hema wisa sîperek jî bigirin wurşedariya wan temam bû! Tevahiya manga, tîm, her kî hebûn, li deverekî bi cih bûn. Di vê kêliyê da Mistefa hat. Akîf, pê ra hin nîqaşa rewşê kir û hin jî henekan kir.

Bi vî hawî strêsê ji ser xwe avêtin.

Paşê, pişta xwe dan hev û demeke razan. Ev gelek baş bû. Dema hişyar bûn seet didu bû. Ji ber ku di çend seetên dawî da tiştek neyînî neqewimî bû, digel birçîbûniyê rihet bûn. Bîstek şûnda dîrektîfekî hat, divê daketana nava gund. Erik yah! Dême di dawî da, dema germbûniyê, xwarin xwarinê û bêhn dayînê hatibû. Hemû yekîne cîda amade bûn û bi gund ve hatin şandin. Akîf jî, tîma xwe bir li hin malan bi cih kir, ew jî tevî hevalek xwe yê komê derbasî malekê nas bû û ji "neçarî bû mêvan." Bi awayekî germ hat pêşwazîkirin. Di vê navberê da, Akîf beriya xwarinê weke dixtorek şîreta li hevalên xwe dikir:

"Hevalno, ev hefteyekî ye ji bo we tiştek nexwariye mîdeya we biçûk bûye. Ji ber vê yekê hindik hindik bixwin. Bila parî mîdeya we hînê xwarinê bibe."

Ewilî çayekê kelandî vexwarin. Ger di şûna wan da ez bûma ew ê serê min biêşiya, lê ev ji bo wan gelek baş hatibû. Paşê hinekî şîr hat, wî jî daxistin mîdeyê. Xwarineka germ li ser sifreyê bû.. Oxxxxweş! Dinya çi xweş e. Paşê sifreya ewilî hat raxistin. Xwarineka germ û kelandî li ser sifreyê hebû. Ev tiştek pê neyê bawerkirin e. Di dawî da xwarin dixwarin! Di bêhnekê da sifreyê paqij kirin. Akîf bi xwe jî, şîretan ji bîr kiribû û ketibû pêşwaziya xwarinê. Dû ra sifreyek din jî hat amadekirin. Yeka din, yeka din.. Tam çar caran li wê malê xwarinê xwarin. Herkesê zikê xwe têr kiribûn, lê hê jî çavê wan birçî bûn. Rihet bûbûn. Lê ew ê rihetî ji wan ra tune bûna. Ji ber ku di derbarê hatina leşkeran a gund da agahî gihîştibû ber destê Akîf. Tam jî dora viya bû ha!

Di vê kêliyê da, gerîlayên demeke dirêj bê xwarin mabûn, bi xwarina zêde, şekirê wan derketibû û ji nîşka ve hişê wan çûbû. Akîf wan tehn da. Lê ne pêkan bû hişyar bibin. Di vê demê da leşker jî hêdî hêdî pêşveçûna ber bi gund ve didomandin. Tabî hevalên xwe bi tenê nedihiştin. Ger hewl bidana hevalên xwe li pişta xwe bikirana ew ê ji binê vê giraniyê ranebûna. Qey hevalên xwe yê bi sax û silametî ji ewqas berxwedanê derxistibûn ji gur û çeqelan ra nedikirin xwarin. Hema cîda hevalên xwe yên saxlem ji bo pêşwazîkirina van mêvanên bêwext şandin derê gund.

Di vê navberê da Akîf, ji bo hişyarkirinê girîftariya bi wan ra dewam kir. Di dawî da hemû hevalên xwe yên razayî ji xewê rakir. Bi lez û bez wan derxist derveyî gund. Bi derketina derveyî gund ra Akîf, xwe nêzîkê Cemal da:

"Hevalê Cemal, dixwazim 50 heval bidim kêleka xwe û li dijmin bixim."

Akîf li ber xwe, leşkerên hinek li pêş li ser rê di nav fikaran da sekinandî weke xwarinekî hesibandibû. Li seranserê rê cemse, panzer û tanqan rêz kiribûn, lê ji bo êrişê tiliya xwe nedileqandin. Bi dûrbînê li wan temaşe kir.

"Li wan binêre, hemû qediya ne. Ger em hewl bidin êrişekê bikin, em ê hemûyan bi hêsanî tune bikin."

Lê, xuya bû vî fikrî li hesabê Cemal nedihat:

"Nabe Heval. Ne dema vê ye. Ji ber ku rewşa me jî pir baş nîne"

Akîf, têgihîşt ev fikr nayê pejirandin, vê carê pêşniyara ber bi Mistonê ve kir:

"Madem ji bilî çûna Mistonê rêyekê me tune, wê çaxê; em bibin du alî. Em, yên ku hêdî û zû dimeşin ji hev veqetînin û bila bi du milî bimeşin."

Ev pêşniyarî bi aqilê Cemal hatibû. Hema cîda vî fikrî birêkûpêkkirin. Rêveberên her milî û rêkûpêka meşê hate tespîtkirin. Di kurtedemekî da amade bûn û bi du milî dest bi pêşveçûnî kirin. Cemal, Sînan û Akîf li pêş dimeşiyan. Qey vê carê bi siûd bûn. Ji ber ku di rê da bi tu pirsgirêkekî ra rûbirû nediman.

***


10-11’ê Nîsanê, şev..
Bûbû êvar, milê hêza mezin hatibû gel hev û civiyabûn. Ji bo dîsa bi êrişekî ra rûbirû nemînin hewce bû lez bikin û beriya derketina rojê derbas bibin. Lê çawa? Dorpêçandina derdora wan hê jî dewam dikir. Di tu goşeyekî da vê dorpêçê neşikandibûn. Tenê rêyekî dima bigirin. Ew ê vê biceribandana. Li aliyê jêrê cihê wan, rêya Çewlîgê û Amedê hebû. Ji bo xilasbûnê divê wê derê derbas bikirana. Ger vê rê derbas bikirana ew ê biketana nav erdnîgariyeke epey fireh û bi tevgereke hêsanî derfetê wan ê qavzê çêbûna.

Lê, vê xetê seranser bi kemînan tije bû. Ji bilî vana li seranserê rê, tanq, panzer û maşînên zirxî wekî dîwarekî hatibû rêzkirin. Divê, vê derê bi şerkirinê biqelişandana qey. Ger di tevgera qelişînê da bi ser neketana ew ê di nav helqeyê da bimana û roja dinê bi awayekî zikbirçî, bêxew û rehtbûyî mecbûrî şer bibûna. Nexwe êdî hatibûn asta bêtaqetiyê. Divê çemberê bişikandana. Erê, erê li dijî tankan, panzeran, digel karîyerên profesyonel û kemînan helqeya herî zehîf ev bû. Helqeya ku herî bi hêz dihat hesibandin ya herî zehîf bû. Ew ê çemberê di wê derê da bişikandana.

Cemal, plansaziya xwe li gor rêzkariya têkoşîna gerîlayan saz kiribû. Fermandar viya vedigot:

"Hevalno, em ê vê rê derbas bikin. Hûn hemû li ser yekîneyên xwe bisekinin û bi awayekî herî asayî wan bi rê ve bibin. Di şeveke wisa da, tiştê me xilas bike rêkûpêkkirin, rêzkarî, ji tarîtiya şevê feydedîtin, ji hev qetandin û perçebûn e. Dema dijmin bi ser me da were, divê em berxwedaneke bêhempa nîşanî wan bidin. A rastî, çi dibe bila bibe, em ê teqez li ber xwe bidin. Ji bîr nekin, em mecbûrin vê helqeya wan biqelişînin û derbas bin. Haydê serkeftin!"

Hevalên wî bê nîqaş û teredût van gotinan erê kirin. Fermandaran hemû "serkeftin" gotin û bi lez zivirîn ser yekîneyên xwe. Axaftinên li wê derê hatibû kirin, bi temamî ji hevalên xwe ra ragihandin. Nîqaş çênebû. Bi pejirandina wan jî, hema qet nesekinîn û derbasî şerê birêkûpêk bûn. Di vê navberê da dîsa hin çek û çenteyan li dû xwe hiştibû. Xwediyê van çek û çenteyan hinek şehîd ketibûn, hinek birîndar bûbûn, hinek jî ji komê veqetiya bûn. Tabî vana hatibû veşartin. Lê di nava wan da du çente hebûn ku di van şert û mercan da devjêberdana wan ne pêkan bû. Ji ber ku di wan da hin tiştên jêveneger ê wekî gule, şarjor û materyalên din hebûn. Sakînê, tiştên di van çenteyan da li hevalên xwe parî kir. Bi vî hawî ev barê girîng li dû xwe nehîştin. Berpirsiyarên qefleyan dîrektîfên dawî didan:

"Hevalno! Di vê pêngava meşê da, divê zêdetir hûn binavberî, bêdengî, birêzkarî, veneqetandî û bihişyarî tevbigerin. Hate fêmkirin?"

Bi bersiva qerebalixê ya "hat fêmkirin" fermandar cihê xwe girt û bi gotina "serkeftin" îşaretê da. Bi vê bibiryardariyê meşê dest pê kir.

Ji merheleyekî şûnda qefle ji nîşka ve sekinî. Sakînê tu wateyekî nedabû vê seknandinê. Bi awayeke fikare wisa li aliyê çep û rastê xwe nihêrî, tiştekê tune bû. Di navberê da hê bi qasî 4-5 deqe derbas bû, tu liv û leqênî di nav qefleyê da tune bû. Sakînê xwe ranegirt û derket pêş. Herkes li cihê xwe sekinî bû, hevalek wan bi dirêjahî li erdê dirêj ketibû. Li gor dîrektîfên girtibûn divê tu kes ji cihê xwe tevnedigeriyana. Bi vê boneyê kes nikaribûn here mêze bike û jê ra bêje "ev çi hale" Lê, ev hebû, madem heval li erdê dirêj ketibû, dême tiştekê girîng hebû. Sakîne bi hêdîka nêzîkê hevalê li erdê dirêjkirî bû. Wî tehn da, deng jê nehat. Dîsa tehn da, vê carê ji cihê xwe çindik da.

"Bi çavên tije xew nebêje "çi bû?" Sakîne bi ser ve sekinî û gijê kir:

"Heval, yê li erdê dirêj ketiye tu yî, divê tu bêjî çima ez li erdê dirêj ketîme"

Heval, bi şaşwazî li derdora xwe dinêriya. Paşê wekî bê ser hemdê xwe. Vêga bi bîr anî rewşê. Di meşê da bûn. Ew bi xwe pêşengê vê meşê bû û li ser piya raza bû!.. Fedîkar û rûsar rabû. Di nav bêdengiyê da li hevalên xwe mêze kir. Piştî Sakînê rewşê fêmkir hestên wê di nav hêrs û dilrehmiyê da hatin û çûn. Di dawî da zor û zehmetiyên tê da anî berçav û tu gotineke şikandin û biçûkxistinê jê ra negot. Di nav bêdengiyê da rêya xwe dewam kirin. Piştî demeke qefle dîsa sekinî. Dîsa wateyekî neda vê seknandinê. Hevalek wan ê din jî di xewê da çûbû û ketibû. Di vê rewşê da nikaribûn meşê bidomînin. Yên rê dizanibûn li pêş bûn. Lê, ji bêxewîtiyê ew jî tepetepa wan bû. Li ser vê yekê her çi qas rê nizanibû jî Sakîne derket pêş. Bi vî hawî dest bi meşê kirin.

Êdeta bi destpelkê û pelêjanê dimeşiyan. Lê demeke şûnda dît tu şopekî li erdê tuneye. Ne pêkan bû bi şêwekê fîkandinê yan bi dengderxistinê hevalên xwe hişyar jî bike. Ji ber ku di nav kemînên leşkeran da derbas dibûn. Dengek herî kêm jî dê bibûna sebebê şer û pevçûnan. Ev jî, di van şertan da daxwaziya wan a herî dawî bû.

Di vê navberê da, kemînên dijmin jî pir balkêş bûn. Van kemînan yê wan mecbûrî şer an kuştinê bikin nebûn. Qey, bi serboriyên ji şerê Karatê derxistibûn, ji bo gerîla mecbûrî çalakiyekê fedayî nekin bi baldarî tevdigeriyan û nedixwestin halana li wan bikin. Berevajî ser gir û tepikan, cihê bêtir nizim ji bo kemînan bijartibûn. Vê carê tenê ji bo tirsandinê bû. Ji ber vê yekê, leşker li cihê zêdetir bi ewle ji xwe ra ketibûn sîperan. Gerîlayan jî, dê di şiverêyekê da xwe berjêr berdana û bidîtana ku ji her derê gule tên. Van guleyan ji tepikan nedihatin. Berevajî adetî kemînê xwe li cihên dûz û raste danî bûn. Ji ber vê yekê guleyên diavêtin di ser gerîlayan da derbas dibûn, lê rastî wan nedihatin. Çirçirsokên ku danîbûn jî wisa bûn. Ronahiya van çirçirsokan gerîlayan nedidîtin, zêdetir cihê jor ronî dikirin. Te digot qey, kemînan ji bo danûstadina dostaniyê bê dîtin danîbûn. Bi vî hawî bi hêsanî 9-10 kemînan derbas kirin.

Di dawî da nêzîkê rê bûbûn. Şîverêyeke şose derdora wê daristan dişopandin û pêşve diçûn. Ji bo nêzîkê nuqteyên xeternak bûn dilên wan bi awayeke tirsnak lê didan. Newaleke biçûk derket pêşiya wan. Newal bi darê dirîreşkan tije bûn. Serê xwe dadianiyan û wisa hêdî hêdî pêşve diçûn. Ew ê rê derbas bikirana. Kelecan di asta herî bêxemiyê da bû. Kelecana wan, ji bo dibe li vê derê tank filan hebin. Ji ber vê yekê, ew ê gelek hevalên xwe wenda bikiranana. Ha ji te ra, rêya bi qîr. Hevalê wan ê ewilî bi lez derbas bû, yê didûya jî, yê sisêya jî.. Tu tevgereke dijminê wan tune bû. Dême li vêderê jî heman tişt mijara axaftinê bû. Sendroma Karat! Her hal dijmin şer û pêvçûnan nedabû berçav.

Li wê derê nesekinîn. Hedefa wan gundê Gazê bû. Gundê Gazê, li pişt qûntara îkîztepe bû. Ev der bi qasî du seetan ji qada şer dûr û bêtir cihek bi ewle bû. Ev qada tepikên wî bi dar û ber û daristan, ji bo parastinê gelek baş bû. Di qadeke fireh da bi zêdebûna tepikên biçûk firehiyeke eşkere jî bo erdnîgariyê bidest dixistin. Vêga ji cihê wan jî ev der xuya dikir. Ji xwe, ji cihê ku bi rojê şer kiribûn jî vê herêmê dîtibûn. Teqez li wê derê ew ê bêtir xwe bigirtana ewlehiyê. Bi ser da jî, ger pêwistî bi vekişandinekî çêbûna, herêmeka wisa dê bêtir derfetên berfireh bidana wan.

 

Rêya bi qîr (Asfalt) derbas kiribûn û ber bi îkîztepe ve qesidî bûn. Meşa wan a îro, ya herî bi pirsgirêk bû. Ji ku ve mêzekî di her pênc deqeyan da komek gerîla ji qefleyê diqetiyan. Dîsa baraneke hûr hûr dest pê kiribû. Heta bêjî rê bûbû çamûr. Ji xwe kesên di qefleyê da bûn bi zorê dimeşiyan, bi ser da jî tekoşîna li dijî çamûr û ceblê barê wan girantir kiribû. Giraniya çamûrê ya bi kîloyan pêlavê wan girtibû jî bi lingê xwe ve dibirin. Sergêjiya bi bandora bêhna barûtê tevî dengê guleyan li ser wan çêbûbû hev temam dikirin. Ev jî dibûn sebebê rêlêvekirina li hawirdorê bêhemdî bikevin. Sakîne, dema dimeşiya, di rê da timî dengê qajîna însanan, qêrîna hevalekê xwe yê birîndar ku timî alîkarî dixwest û ew dengê tirsnak ê bombeyên diteqiyan dibihîst. Bênavber çeperastî li derdora xwe dinêriya bê ka tiştekî bû gelo. Ev hemû bandora şerê giyansûz ê bi rojê qewimî bû. Ev ji serê wê derneketibû! Lê, ger ji vê xewa bêînsaf nebûya ev hemû dihatin kişandin.

Êdî, rêzkariya meşê xira bûbû. Rêkûpêkiyeke yekîtiyê nemabû. Vêga bi awayekî tevlihev dimeşiyan. Her ku dem derbas dibû hejmara yên xewar zêde dibûn û bi vê ra seknandin jî zêde çêdibû. Bereke tê da be, bi ketina her hevalekê xwe disekiniyan. Ger wisa nekirana, di wê kêliyê da ew ê nîvê qefleyê veqetiyana. Demek, Sakînê dengan ne dibihîst. Têra xwe rihet bûbû. Te dît wekî meriv di xewê da be û hişyar bibe, eyn wisa.

Kurd ji bo vê dibêjin "Xayîz çû" an jî "jihalçûyî" Lê ev rihetiya wê kurt domiya. Yekê bênavberdayîn wê tehn dida:

"Hevala Sakîne, rabe sibeh e!"

Di dawî da ew jî radestî xewê bûbû. Koma li pişt wê hemû li benda hişyarbîna wê sekinî bû, lê yên pêş ji rewşê bêagahdar çûbûn. Dîsa rabûn û ketin rê. Di vê navberê da piştî meşa 5,10 deqeyan rêya xwe wenda kirin. Lê dîsa jî di kurtedemekî da îkîztepe ji xwe ra esas girtin û xwe gihandin hevalên xwe yê din û bi hevdû ra rêya xwe dewam kirin. Meşiyan, meşiyan, meşiyan. Rêya du seetan heta sibehê encax qedandin.

Demek, çavê wê bi reşahiyekê li ser kevirekî ket. Êdî dem berdestî sibehê bû. Sakînê, bi baldarî mêze kir, ew reşahiya ku dîtibû yek ji şervanên nû Nîhal bû. Nîhal’ê herdû destê xwe dabû ser zikê xwe û şidandibû.

Sakînê, got qey nikare bimeş e, nêzîkî wê bû:

"Çi bû hevala Nîhal, tu nikarî bimeş î?"

Nîhal’ê, bêbîr mêze dikir. Bi dengek mekanîk got:

"Erê, nikarim bimeşim" û bi çavên vala nêrîna xwe dewam kir. Di vê navberê da Nûman (Nûman Amed) nêzîkî wan bû. Sakîne bi ser Nûman da zivirî:

"Heval, ji kerema xwe alîkar be, em hevala Nîhal ji vêderê bikêşînin."

Herdû bûn yek û xwestin Nîhal’ê ji cihê wê rakin ser piya. Lê, Nîhal ji cihê xwe tevnedigeriya. Sakînê bi baldarî li sûreta hevala xwe mêze kir û fêm kir ecêbekî heye. Rûçikê Nîhal’ê çîlspî bû. Çavên wê wekî bikevin kûrahiyê nikaribû wan zeft bike ku li nuqteyekî binêre. Ev ji bîrçîbûniyê bû! Wisa xuya bû, birçîbûniyê bedena ev hevala wan helandibû.

Sakîne, ji neçarî kelogirî bû. Lê pêwist bûn wê bidin meşandin.

"Divê tu bimeşî Heval, ka binêre gund hema wayê li rasta jor. Em ê hetanî wê derê biçin.

Li gund xwarin û vexwarin jî hene. Tu yê li wê derê zikê xwe têr bikî werî ser hemdê xwe."

Nîhal, radestî şert û mercan bûbû. Nikaribû xwe bilivîne. Ew daxwaz jî pê ra nemabû. Bi zorê got;

"Êdî nikarim xwe bilivînim. Min li vêderê bikujin û herin. Ez nikarim werim"

Nîhal, yek ji şervanên nû bû. Bi qasî xuya bû hê neketibû asta polabûnê ya vîna gerîla ku di her şert û mercan da bi jiyanê ve girêdayî be. Paşê maratoneke dirêj a îqnakirinê dest pê kir. Di dawiyê da, êdî îqna bû, an li dijî ewqas gotinên jê ra hatin gotin li berxwe neda, çawa bû, bi alîkariya Sakînê û Nûman rabû ser piyan. Bi alîkariya wan hetanî nuqteya ku ji xwe ra esas girtîbûn wê birin. Êdî nikaribûn xwe tev bide. Dîsa bêhêz ketibû. Lê, êdî di ewlehiyê da bû. Tu pirsgirêk tune bûn ku demeke li wê derê bimana. Piştî baweriya xwe pê anîn, bi baranparêzekê ser hevala xwe girtin û bi hevalên xwe yê din ra girîftar bûn.

Navbera nuqteya lê û qefleya hatibû aliyê geliyê jêr bi qasî 15, 20 deqeyan hebû. Lê, tu kes nikaribû vê dûrahiyê derkeve jor, herkes li geliyê aliyê jêr sekinî bûn.. Bêhalî gelemperî bû. Lê, ji neçarî divê bihatana wê derê. Çare tune bû. Yê hinekan bi destê wan girtin, hinek bi erdê ra kerekaşo kirin û bi hinekan ra jî hêrs bûn, hemûya derxistin jor. Di ev rêya 15 deqeyan da operasyoneke giyansûz pêk hatibû!

Piştî herkes derket, ji bo avakirina pergala ewlehiyê Cemal, Yilmaz û Sakîne hatibûn gel hev û nîqaşan dikirin. Lê, xuya bû parî lez dikirin. Tam di wê demê da ji jor agahî hat; dijminê wan ketibû nav tevgerê û ber bi wan ve dihatin. Ha ji te ra, mêze!

Tam hêviya xilasbûnê dikirin, ha ji te ra belayeke nû. Qey ji nû ve xeyalên wan dibûn ax û tiraf. Êdî hêviyê wan têra xwe hatibû şikestin. Ger îro jî bikevin şer, difikiriyan ew ê vê ranekirana.

Ji paşve hêwirzeyên ewilî zû derbas bûn. Berevajî cihê hestiyariyê û fikrandinê, fikrê mantiqî derket pêş. Tiştê bê serî ew ê bê kişandin. Tedbîrên bêne girtin fikirîn û di navbera deqeyekî du deqeyan da her yekê komekî çêkirin û ber bi ser tepikên jor ve hatin şandin. Ev hemû gerîlayên jîr û xwedî tercube bûn. Hêzdarbûniya wan a wê rojê dihat wateya jêhatîbûna wan a xwe girtina ser piyan. Ev komên ku xwe li ser piyan girtibûn dê tevgera leşkeran bişopandana û bi hatina wan ra têkiliyeke germ a pêşwext çêbikirana. Piştra jî, hevalên heyeta fermandariyê tevî hevalên mayî ew ê derbiketana jor û tevlî şer bibûna.

Lê, dijminê wan nehat. Piştî hinek sekinîn destûra razana qefleyê hat dayîn. Birçî bûn.

Di rewşekê asayî da divê raneketana. Lê, çi digere. Kî serê xwe danî ji xwe ve çû..

***

11'ê Nîsanê
Bû nîvro, derbas bû. Seet bû dudû. Baraneke dijwar dibariya li ser gerîlayên li erdê dirêjketî. Gotineke heye dibêjin "her der di binê laserê da ye" eyn tiştekî wisa bû. Êdî tam bihar bû. Li cihê xwe şilopilo bûbûn. Xweş bêj, ji şevê da wisa bûn de. Lê dîsa jî ew ê ne bi hêsanî hişyar bibûna. Sakînê, bi hişyarbûnê ra dît ku hin hevalên wan ber bi gund ve xwe berdidin. Xwe bi xwe fikirî, "Dême êdî dem hatibû û li hawirdorê xeteriyekî tune bû."

Fermandar Cemal beriya herkesî xwe berdabû nava gund. Bi cih bûbû û daxwaz kiribû ku hevalên mayî jî derbasî wê derê bibin. Ji ber vê jî herkes bi xwestek û kelecan ber bi wê derê ve diçûn. Gotina çûyînê ne têrê dike êdeta difiriyan. Her hal gundê Gazê, di dîroka xwe da civateke wisa bi heybet nekiribû mêvan û ne hewandibû.

Gaz, gundekî biçûk ê ji 15,20 malan pêk dihat û şêniyên wê derê jî, ji gerîlayan filan xweşhal nebûn. Lê dîsa jî, ev gundikê biçûk ew ê rojê ji wan ra wek gundê herî welatperwer dixwiya bû. Hela hela ew kepira ku ketibûnê ji wan ra wek qesrê bû mîratê, wek qesrê! Hê xwarin û şîv çênebûbûn û nehatibûn ser sifreyê bêhna wan dihatin. Ev xwarina sifreyê ya şah û qralan bûn divê. Sobe vêxistî bû!

Oofff bee! Kêf kêfa min e. Ev çend rojin xwe germ nekiribûn? Êdî ji bîr kiribûn.

Mala ku Sakîne ji neçarî lê bûbû mêvan, bi 12 kesan tije bûbû. Ev mêvanên nevexwendî yê ketibû nav ev gundikê biçûk, ji wan ra gelek zêde hatibû lê weke "tiştê bê serî" bivê nevê ew ê bihatana kişandin. Ne nanê wan ê amadekirî hebû ewqas gerîla têr bike, ne jî xwarina wan hebûn. Ji bo amadekirina hin tiştan divê hinek bisekiniyana. Êêê, sobeya ku bi gumegumê vêxistî vêga têrê dikirin. Bi sekinandinê dê çi bibe!

Dema gerîlayan xwe zuha dikirin, kevaniya malê leganek dabû ber xwe û bi lez û bez hevîr dieciland. Li aliyekî hevîr dieciland li aliyekî jî davêtin ser sobeyê û dipehtin. Gerîlayan vî nanê zêde nehatibû pehtin ji ser sobeyê digirtin li hevdû parve dikirin û dixwarin. Her çi qas nîv hevîr û helatî nebe jî pê aciz nedibûn û li wan nediket. Di wê kêliyê da ji bo wan, çi dibe bila bibe ne xem bû, bes bila nan bûna. Rewşa wan a li xweşînekan bigeriyana tune bû. Di demeke kin da xwarin jî hat. Hema çi xwarin bû! Nepixandî tişt hatibû amadekirin.. Lê, gerîlayan vê xwarinê wek xwarina herî lûks be dixwarin. Yên xwarina xwe diqedandin, an li goşeyekê xwe dida serhev û radiza, an jî li derdora sobeyê kom dibûn xwe zuha dikirin. Êdî mîda wan girîftarê hezmkirina tiştên xwarîbûn bû.

Heta seetên êvarê xwe zuha kirin û bêhna xwe dan. Ji bo nebe êvar dia dikirin. Lê, netîce di seet didûyan da hatibûn gund. Ji ber wê jî derbasbûna rojê ya asoyê zêde dem negirtibû. Êdî tarîtiya şevê girtibû ser gund. Seetên wan ê xebatê dîsa dest pê kiribû. Ji xwe ew ê gund biterikandana. Lê, li gor agahiya ku ji koma li derê gund kemîn vegirtibû hatibû, hewce bû ev kirarî bi lez bihatana cih. Li gor vê agahiyê leşker ber bi gund ve di nav tevgerê da bûn. Wek konvoya karwanan di têketina gundê Gazê da sekinî bûn. Li wê derê wer sekinandî bûn. Hema cîda agahiyê ji hemû hevalên nava gund ra şandin, xwe amade kirin û ji gund derketin. Dijminê wan dîsa xwe ji têkiliyeke germ dûr dabûn. Bi van kirinê xwe vêga vana weke mînak, bila dost di danûstandinê da hevdû bidînin tevdigeriyan. Li dijî gerîlayên ziktêr û bêhnvedayî, dizanibûn bi têkiliyeke germ ew ê wendahiyên mezin bidin, hetanî dê tarûmar bibûna.

Gerîla, ji gundê Gazê bêpirsgirêk derketibûn û vê carê hedefa wan herêma Miston bûn.
(Miston, hem navê gund, hem navê herêmê û hem navê eşîrê ye. Kurmanc ev gund û herêmê weke Mistan bilêv dikin lê şêniyên herêmê bi zaraveya Kirmançkî Miston dibêjin)


***

 

10-11'ê Nîsanê, şev..
Şerê bi rojê qewimî bû hetanî seetên êvarê jî bênavberdayîn domiya bû. Li gorî sîpera Rizgar tê da, leşker li jêr diman. Yên di sîperan da hetanî dawiyê kêfa xwe kiribûn. Bi dijminê xwe yê li jêr jan dikişandin ra êdeta lîstikê dilîstin. Bi têkariya vê peşwendiyê, pêşketina dijmin a li jêrê mezreyê ji xwe ra kiribû war, rawestandin û eniya jêr kirin bin ewlehiya xwe. Bi destpêka êvarê ra fermana teqezî hat. Gerîlayên her eniyan, ew ê li eniya xwe biciviyana û ber bi îkîztepe ve biçûna. Vê carê ew ê bi veşarîtiyeke mezin ber bi nuqteyeka nû ve tevbigeriyana. Ji xwe di sîperên ku tê bûn û yên hawirdorê da zêde gerîla tune bûn. Hema zû xwe dan hev. Ew ê xeta Tarçûrê bigirtana û ber bi îkîztepe ve biketana rê. Tevahiya yekîneyan ew ê li quntara îkîztepe biciviyana. (Tarçûr, gundekê girêdayî navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê ye.)

Dema gihîştin heremeka nêzîkê îkîztepe dengê Cemal ji bêtêlê bilind bû. Fermandar digot, hevalên ku bîstek berê di kemînên ser rêya Çewlîgê û Amedê da derbasdibûn hê negîştine nuqteyê.. Van hevalên wan ji komê qetiyabûn. A rastî wenda bûn. Divê an ew ê li benda wan bisekiniyana, an jî, ji bo Rizgar erdnîgariyê baş dinasiya ew ê li wan bigeriyana. Her çi qas demeke li benda wan bisekinin jî hatî û çûyî tunebû. Ji neçarî lêgerînê ceribandin. Ji rêya têde qetiyan û bi îhtîmala dîtina vê komê, ber bi geliyekê bilind ve qesidîn. Ev gelî, li hemberî du tepikên ku leşkeran gelek baş lê sîperan digirtin bû. Yek jê diket rastê gelî, yek jê li çepê van tepikan bû. Di kêliya derdasbûna gelî da, ji aliyê dijmin ve hatin dîtin. Di cîda du hawan avêtin.

Van hawanan bêîsabet bûn. Ji bo derdora wan ax û herî bûn şerepnelan jî tiştek bi wan nekir. Di hêwirzeya ewilî da parî paşveketibûn. Lê, bîstek şûnda dîsa noqî gelî bûn. Divê, ji bo dîtina hevalên xwe teqez gelî derbasbikirana.

Di ceribandina duyem da bi hêsanî gelî derbas kirin. Bi derbasbûnê ra rastî hin hevalên xwe yên li pêş dimeşiyan hatin. Rizgar, hinek bi baldarî li wan nihêrî, fêm kir ku vana ew hevalên ji komê veqetiyabûn in. Ev hevalên wan bi bêtêlan bi Cemal ra têkilî çêkiribûn. Cemal, ji wan ra gotibû, Rizgar û komeke gerîla li wan digerin û texrîben cihê vê komê ji wan ra bi şîfreyê ragihandibû. Hevalên ji komê qetiyayî li gor pênasekirina Cemal meşiya bûn û rê sererast kiribûn. Vêga ev koma ku rastê wan hatibû ew kom bû.

Êdî, li dijî çûna wan a ber bi îkîztepe ve tu astengî nemabû. Hemû bi hev ra ji vê derê ber bi eniya Gundê Gazê ve dimeşiyan. Rizgar, bi yekîneya Sînan ra bû. Ji bo Delîl jî bi wan ra bû û herêmê baş dizanibû, bi dîtina rêyeka çolbir zêde zehmetî nekişandin. Delîl, bi xwe ji vê herêmê bû û li vê derê mezin bûbû. Yanî Kirmanç bû. Herêmê wek nav destê xwe dizanibû. Ji zarikan bigir hetanî mezinan hemû gelê herêmê nasdikir, hetanî navê hemûyan jî dizanibû. Rêya wan di nêzîkê gundekî da diçû. Dengê rehtbûniyê ji qefleyê bilînd bû. Ev nîşaneya gerîlayan xwesteka wan a bikevin malan bû. Ew ê biçûna bêhna xwe bidana, xwe germ bikirana, ya herî girîng dê xwarinê bixwarana. Bêhna xwe dan. Lê, destûra têketina gund nedihat dayîn. Ji ber ku Delîl gundiyan nasdikir, di şûna çûyînê da xwestin tenê Delîl biçe ji wan ra tiştekî xwarin û pêxwarinê bîne. Delîl, hema bi lez di parêzkariya hin hevalan da kete nav mezreyê. Bîstek şûnda tevî hinekî nan û xwarin vegeriya. Ev xwarinên sivik ji bo Rizgarê ku ji destpêka operasyonê da bi awayekî muxtelif birîndar bûbû ra gelek baş bû. Rizgarê ku di tu merheleyekî da ji hevalên xwe neqetiya bû û bi îradeyekî xurt di demên herî zehmet da alîkariya wan kiribû.

Piştî "xwarina" xwe xwar giraniyekî li ser çêbû. Bêhemdî ji xwe ve çû û parî çavên xwe germ kir.

Lê, ew ê bîstek şûnda bihata şiyarkirin û tevî komên din bi aliyê tepikek jorê gund ve dîsa biketana nav tevgerê. Ew ê bi tevahiya hêzê ra li ser ev tepikê wek şaneşînê yê serdestê gund binkebigirtana. Ji ber ku agahiyeke di derbarê liv û tevgera leşkerî da gihîştibû ber destê wan. Kurtedemek, li ser tetikê sekinîn. Lê kesekê hatî çûyî tunebû. Li ser vê, ji Fermandar Cemal destûra bêhnvedanê hat dayîn. Digel xunivîna baranê herkes bi goşeyekî ve kişiya û weke di Hîltonê da bin raketin. Tew bi ser da, yê Rizgar, naylonekê wî yê li ser rakeve jî hebû!

Li wê derê heta seet 2'yê piştî nîvroyê razan. Ger kesek ji wan negotana;

"Bes hûn razan, haydê rabin herkes daket gund jî" û yekoyek wan tevnedana, ji xewê hişyar nekirana ew ê hê jî razayî bûna. Bi rabûnê ra dîtin hema hema ji bilî wan kesekî nemaye. Bi lez û bez xwe dane hev û ew jî daketin malekî. Cemal jî li heman malê bû. Li derdora sobeya gurmegurm jê dihat hem xwe germ dikirin, hem jî kincên xwe yên bi rojane şilopilo bûbûn zuha dikirin. Kincê ser Rizgar, bi lêketina guleyan û şerapnelan hemû fîtolo bûn û bi xwînê reş bûbûn. Heval bi vê rewşa Rizgar pir xemgîn bûbûn. Te digot qey cara ewilî ye wî dibînin.

"Hevalê Rizgar, wan kincê fîtolobûyî ji xwe derxîne em ê li gund ji te ra kincê nû bidînin." Xuya bû, Rizgar, qet guh nedida vê mijarê.

"Ne hewce ye. Piştî em bigîjin nuqteyê, ez kincên xwe biguherînim dê baştir be. Pêwîstî bi tedawiyê jî heye."

"Cemal got, "tu dizanî." Di vê navberê da xwarin hat. Lê, Rizgarê ku du sê caran li ser hev birîndar bûbû nikaribû tiştek bixwe. A rastî birçî nebû. Ew xwarina sivik a li ser tepik xwaribû têra wî kiribû. Tenê pêdiviya wî bi xwê hebû. Têr avê jî vedixwar. Yanê xwe bi xwe serûmeke xwê disepandin. Bîstek şûnda ji Rizgar ra dewê bi xwê anîn. Du tasan vexwar. Ev gelek baş bû.. Êdî dikaribûn bikevin nav liv û tevgerê.

 

 

 

 

                         BEŞ 10 (Miston)

 

 

12’ê Nîsanê..
Tevahiya şevê meşiyan. Tu rewşeke awarte tune bû. Weke du koman ji hevdû qetiya bûn; koma yên nikarin bimeşin û ya dikarin bimeşin. Herdû kom jî, ji herêma xeternak derketibûn. Li gor hesabê wan qada operasyonê epeyî li paş mabû. Weke her carê qefle hêdî pêşve diçû. Lê, vê carê berevajî birçîbûniyê û rehtbûniyê, ji ber xwarina zêde bû.. Êê, weke pêşiyan gotiye, bila mirina hesp ji xwarina ceh be.. Bila sedema hêdîbûniyê ji têrî be. Di rê da hinek jê bi boneya xwarina kal vereşiya bûn. Hinek jê jî dewxa wan diçû.

Demek, Cemal ê ji koma pêşî ra serkêşiyê dikir, bi rêya têlê bi Sakînê ra têkilî danî. Jê ra da ragihandin ku Siltana Reş a divê di koma pêşeng da bûna wenda bûye. Pirs kir, bê ka di nav koma paşî da ye an na. Di koma paşî da du yekîneyên hevalên jin hebûn. Li nava wan mêze kirin, Siltan nexwiya bû.. Ev şer û cenga neyeksan, operasyona ewilî bû Siltanê tê da cih girtibû. Birîndar bûbû. Piştî rihetiya li gund jî dîtibû, di hişmendiya xwe da li dijî zor û zehmetiyan têk çûbû û reviyabû radestî leşkeran bûbû.

Hetanî xwe gihandin nuqteyê hawirdor bi tevahî ronî bûbû. Di derbarê rewşa leşkeran da ji derdorê saloqatî berhev kiribûn. Li hawirdorê leşkerên Tirk tune bûn. Li derdora gundê nêzîkê nuqteyê ji bo bicihbûniyê gelek cihên asayî hebûn. Sakîne û hevalên xwe, ji bo sazkirina mangayan, herêmeke bi gotina gerîla jê ra "Jorî rastê" digotin bijartibûn. Qada lê bi cih bûbûn qişe bû. Hê jî bi berf bû. Lê ava wê derê zêde hebû. Hindik li pêş, li qadeka belekî gula bêmiraz Berfîn vebûbû. Dême bihar hinek jî nêzîk bûbû. Koma din li nêzîkê mezreya Ezînan, li cihekî parî raste û dûz a jê ra Nuqteya Rêkûpêkkirinê digotin bi cih bûbûn. (Ezînan, mezreya gundê Bawon a Dara Hênî ye. Bawon, di heman demê da gundê navendî yê Botiyon-Botiyan e.) Qismek, ji endamên vê komê jî ketibû nava mezreyê û "kêfa xwe dikirin". Ew ê li vê derê, rojek jî bêhna xwe bidana, hêz bigirtana û piştra bi rêkûpêkkirinê nû li herêmê belav bibûna.

Lê dîsa jî hesabê malê û yê sûkê li hev derneket. Vê carê jî bi guregura esman baraneka dijwar dest pê neke? Gerîlayan, naylonên di şûna çadirê da bi kar dinayan negirtibûn gel xwe. Bi vê boneyê ne pêkan bû li cihek vekirî, li binê baranê bêhna xwe bidin. Halbûkî, dê ji bo rêwîtiyekê dûr û dirêj a sibê serî bidana zor û zehmetiyan û divê îşev di nêvengeke asayî da bêhna xwe bidana. Yekser hatin gel hev û bi nîqaşeke kurt biryara têketina gund girtin. Ew şev, ew ê li gundê Miston bimana û roja din biketana rê.

Li gund sê malbatê xizan û feqîr tenê diman. Hemû jî pîr û extiyar bûn, tiştekê wan ê pêşkêşî gerîlayan bikirana tune bû. Ev kesana, pîrên bifanî yên di halê xwe da bûn. Malên paşvemayî jî, ji aliyê leşkeran ve bi darê zorê hatibûn valakirin. Kî dizane vêga li kîja bajarê mezin, di kîja kuçeyan da dikişkişiyan.

Gerîla kom bi kom li van malê vala belav bûbûn: êzing û percikan anîn û sobeyê daxistin. Li mezreyên hawirdorê belav bûn û ji xwe danûstandina tiştên xwarinê kirin. Li ser zor û zilma artêşa Tirkan, yên ji tirsana tiştê xwe nedifirotin jî bi buhayî ji wan disandin. Li hin malên vala yên xwediyê wan bi lez û bez jê derketibûn jî, hin tiştên xwarinê li dû wan mabûn. Bi topkirina vana, êdî ji aliyê xwarinê da bi awayekî meriv dikare bêje dewlemend bûn. Piştî ewqas rehtbûnî û bêtaqetiyê xwarina goşt jî dê baş bûna. Li gund, mêşin-mî, bizin çi dîtin sandin û serjêkirin. Goştê vana û xwarinên din radestî hevalên xwarinpêj kirin. Hetanî wan xwarinê amade kir, hevalên din fersendê dîtin parî bêhna xwe jî dan. Hejmara yên li goşeyekê dirêj ketibûn û raza bûn ji nîvî zêdetir derbas dikirin.

Şev, bi rihetî derbas bûbû. Lê baran bênavberdayîn dibariya. Bi rojê jî hewa qet venebû. Piştî êvarê jî tarîtî bêtir qer bûbû. Virtoneyeka dijwar jî tevlî baranê bûbû. Di vê rewşê da, liv û tevgerandin ne pêkan bû. Ji xwe newa dijminê wan jî, li cihê xwe asê mabûn û dest û lingê wan qefilî bûn. Ew ê jî, ji neçarî li ev gundî bimana. Lê dîsa jî ditirisiyan. Mêvaniya wan a li vî gundî gelek dirêj bûbû. Ji ber ku qereqola Bawon herî zêde bi qasî seetekî dûr bû. Ger yek ji wan bireviya û radestî dijmin bibûna, ev nîşaneya tunebûna wan bû. Hela hela, di rojên wisa zor û zehmet da revên bi vî hawî teqez çêdibûn. Ji ber ku piştî serkeftina çalakiya Karatê jî, sê hevalê wan, piştî xilasbûna şer, çavşikestî bûbûn û rê li radestîbûna wan vekiribû. Tektûk hevalên wan ê ji komên xwe veqetiya bûn jî, negîştibû koma mezin û radestî leşkeran bûbûn. Lê, bi pêşketina hişmendiya pêşverû, ev qutifandin û çavtirsînî bi hunerî dihatin derbas kirin.

Sakînê ji hevalên xwe ra digot; "Hestên tirsonekî û lehengiyê, hestên berxwedan û teslîmiyetê herdem di hişmendiya meriv da têdikoşîn." Bi têgihîştinê ra meriv, ji bo gerîlayên şervan tiştên neyînî derbas dibin û tenê aliyê erênî dimîne." "Divê em hesabê hebûna van hevalên bi van hestan dijîn bikin û em vê bigrin ber çavan."

Ji bo ragihandina fikrê xwe, li Cemal geriya. Cemal, di van mijaran da pir bi hessasiyet bû. Fermandar got, "tu mafdarî hevala Sakîne." Bîstek şûnda tevî Sakînê, li hemû berpirsiyarên yekîneyan geriya û bi şêweyekî fermanê teblîx kir; "divê nobet û nobedariya efser a îşev hevalên rêveberiyê bigirin ser xwe.

Li ew gundî wek rêveber, Sakîne, Mistefa, Sînan, Robar û Remzî hebûn. Vana di nav xwe da erkê belavî kirin. Li gor biryargirtinê, divê her yek ji wan, bi qasî du seetan li nav gund bi şêweyeke pagerî nobedarî bikirina. Ji bilî vê jî, divê hevalên xwedî tercube yên hatibûn bijartin, di vê pêvajoyê da erkê xwe yê nobedariya asayî bi cih bianiyana. Sakîne û hevalên din ê di rêveberiyê da jî, ew ê hetanî sibehê nerazana û li nuqteya xwe nobedarî bikirina. Ev karê nobedariyê, ji bilî erkê pagerî, yê du seetan bû. A rastî karê xwe ji dil dikirin. Bi vî hawî qadroyên rêveberiyê bêhna xwe nedan, lê, ji bo hevalên wan di nav ewlehiyê da rakevin li wan xwedî derketin.

Hetanî sibehê ev wisa domiya. Yên di rêveberiyê da, tenê piştî seetên sibehê biryara razanê dabûn. Lê, di wê kêliyê da bi belavbûna hewayê ra, firok di wan da derketibûn. Li gerîlayan digeriyan. Ev çi heskirin bû gidî! Pîlotên Tirk, tehemûlê hesreta rojekî jî nekiribûn. Bi tûravêtina firokan, Sakîne û hevalên xwe bi metirsiyên wek "me dîtin", "ew ê dijmin were" dîsa jî raneketin. Hem jî hetanî êvarê.. Ew rojê jî li gund man. Ji ber ku rêyeka revê tune bû gundiyan berneda bûn. Ev jî îhtîmala îxbarekî bê kirin zêde kiribû. Tevnegerandina leşkeran a ber bi aliyê wan ve, vexuyaniya nekişandina şik û gumanan bû. Welhasil dême, xeterî tune bû.

***

12’ê Nîsanê
Bi pêşengiya Cemal, Sînan û Akîf qefle gihîşt Mistonê. Ev rêwitiya wan a yekemcar bêpirsgirêk derbas dibû bû. Cemal, mala ku li gund tê da bû, Akîf jî vexwend wê derê.

"Hevalê Akîf, ji bo belavbûna li malan hevalan raçav bike. Divê tu şîretê li wan bikî, bila gundiyan aciz nekin. Em ê serê sibehê zû vekêşin qada ku Sakîne û hevalên din li wê derê binkegirtî ne."

Akîf, "temam" got û tiştên jê ra hatin gotin bi cih anî. Di nav gerîlayên li malan belavkirî da kêfxeşî û xemsarî tevlihev bûbûn. Xemsariya wan ji bo hevalên wendabûyî bûn. Ev ne hêsan e, ji destpêka pêvajoyê da nêzîkê 40 hevalên xwe wenda kiribûn. Bi piraniya van hevalên xwe yên ji dil û can ra, demên xwe yê herî baş derbaskiribûn û êdî ew ê paşve nehatana. Belkî jî, piraniya wan di şerekî dijwar da, bi alîkariya van hevalan xilas bûbûn û canê xwe deyndarî wan bûn. Akîf fikirî, pirî caran bi kûrahiya hestên xwe yên di dema vê operasyonê da xwe bi xwe neda îfadekirin. Demeke dirêj li gotinên ravekirina vê bûyerê geriya, lê, di kîsê wî da gotin tune bûn. Dû ra, xwe bi xwe got, "Hinek tişt hene nayên îfadekirin, tenê têne jiyandin." Gerîlayên li wê derê jî, li ser heman fikran kûr bûbûn. Tiştên hatibûn jiyandin qut qut dihatin ber çavê wan. Carcaran dibûn wek bîranîneke bi bîra wan bê, lê, paşê mêze dikirin fikrê wan bi aliyê bîranînek din ve qesidî.. Tiştên di van rojê dawî da qewimî bûn nedihatin gotinê.. Bi wendahiyê xwe bawer nedikirin. Yek caran jî, te digot qey ew ê derî vebe û wan hevalên li ber çavê wan can dabûn ew ê biketana hundir.

Hin hevalên wan ên birîndar ku ji ber birînên xwe jan dikişandin jî, wan tengezar dikirin. Lê, di rastiyê da, dîsa jî rihetiya wan a vêga weke serfiraziyê bû. Diyar bû, dijminê xwe yê ji bo tunekirina wan, demeke dirêj di nav amadekariya da bû, kiribû nav xeyalên qetûbirkirî. Digel nêzîkê 40 wendayî dîsa jî dijiyan. Hem jî herî kêm çar qatî wendayî dabûn dijmin.

Koma ewlehiyê, navnîşên xwe amadekirin. Ber bi cihên asayî ve nobedar û girikvana derxistin. Tiştên xwarinê hatin komkirin û ji vana xwarinên xweş amadekirin. Xwarin û vexwarin. Bi vî hawî, şeva xwe, di nêvengekê asayî da derbas kirin. Akîf û hevalên xwe, di seetên sibehê da bi lez û bez amadekariyên xwe kirin û derbasî nuqteya hatibû diyarkirin bûn. Lê, berf û barana tevlihev a ji roja berê ve bi dijwarî dest pê kiribû, bênavber didomiya. Naylonê wan jî tunebû di wê sermayê da çadir vegirtana. Ji neçarî li ber barînê mabûn. Akîf heyfa xwe pê anî û xwe bi xwe got, "Pêşwendiya yekîneya baregehê heye li malan bimîne." Dema viya difikiriya bi hêrsokî digot "bêedaletî ye." Lê, ji neçarî dê li wê derê bi cih bibûna. Hewce dikir cihê xwe li gor "bê jiyandin" çêbikin. Hin binê zinarên baran pê nediketin ji xwe ra dîtin. Van deran fireh dikirin û bi cih dibûn. Bi naylon û pançoyê di destê xwe da jî çadiran çêdikirin. Di vê navberê da, yên ji koma mezin veqetiyabûn, hêdî hêdî dihatin nuqteyê. Ji bo derbasbûna demê, bi wan ra henekê xweşbêjî dikirin û bi vî hawî herikîna yekahengiya demê asteng dikirin.

Di pêvajoya li wê derê da, rêkûpêkkirinê navendî di ber çavan ra derbas kirin. Tertîpkirina mangayê ji nû ve avakirin. Mangayên ku bi wendahiyan kêm bûbûn tevîhevkirin. Parîkirina çekan pirsgirêkeke girîng çêdikir. Tiştên wek çenteyê piştan, çek, panço û hwd biketana destê kî nedida. Te digot qey ketine dikanekî û danûstandinê kirin e.. Di vê navberê da, bi derketina hin tiştên weke makîneya potrafan, dûrbînê şevê, seet û gerdeniyan nîqaş zêde dibûn. Ev hatin çareserkirin.

Di vê navberê da, ji bo rêkûpêkkirinên gelemperî rêveberiya eyaletê li hev civiya bûn. Di civînê da, biryara ji niha û şûnda ew ê bi kîja aliyan ve belav bibin girtin. Li gor vê yekê, yekîneya ku Akîf jî tê da cih digirt, ew ê vekişiyana zivinga xwe ya berê ya li Hêgayê Dereyî. Yekîneya Dara Hênî, ew ê pêlepaş vegeriyana "nuqteya rêkûpêkkirinê" ya li derdora îkîztepe. Yekîneya di bin serdariya Apê Mûsa ds jî, ew ê vekişiyana herêma Sîwanê. (Herêma Sîwanê, li sêgoşeya Licê, Hênê û Dara Hênî ye. Di heman demê da ji vê heremê ra Herêma Apê Mûsa jî tê gotin.)



 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

                      Beşa 11’an (Hêgayê Dereyî)

 

13’ê Nîsanê
Hêza Şehîd Remzî ya ku Akîf jî di nav da cih digirt û di bin serdariya Mistefa da bû, tevî hêza baregehê û hêza baregehê ya eniyê, ew ê li qada Hêgayê Dereyî bi şêweyekî hevparastinî biêwiriyana. Hetanî ku dibe mangayê xwe binavber sazdikirin. Guhertina demsalê û berdewamkirina operasyonê digirtin ber çav û vê carê xwe ji tiştên çirsok ê wek çadiran dûr didan. Ji bo stareyê bêhtir li cihên bi şîkeft digeriyan. Dema cihên wisa nedîtana jî, qulik û qelşikan diristandin û lê bi cih dibûn.

Van yekîneyan, dê bibûna nimûneyê ewilî yê stargehên bin erdê. Hingî keysa wan lê hat, jî nû ve perwerdehiya rojane dan destpêkirin. Lê, bi boneya bi rêxistinê ra hê têkilî çênekiribûn, bêhizûr û dilnerihet bûn. Hetanî meriv dikare bêje diltengiya wan a mezin ev bû. Ji bo derketina fersendekî wisa li hêviyê sekinî bûn.

Dema ji bo rêkûpêkkirina jiyana rojane, di nav xebatekî bêatlehî da bûn, ji herêma Koyê Spî agahiyeka ne ji xêrê gîhîşt ber destê wan. Li wê derê 38 gerîla şehîd ketibûn! Çîroka şehîdbûna van gerîlayan hetanî bêjî balkêş bû, wisa ku:

Yekîneya Koyê Spî, li dijî êrişên li ser gerîlayên xeta Licê-Dara Hênî ku bi rojane dihatin kirin bêdeng nema bû. Di xwe da nebuharindibû û li cihê xwe nesekinîbû.
Divê tiştekî bikirana. Erê, erê.. Hevalên wan, li wê derê di nav têkoşîna cenga giran da û xwe avêtina wan a ser piştê qet rewa nebû. Ev bawerî, li ser hêza gerîlayên Koyê Spî dê bandoreke erênî çêbikirana. Cih bi cih, êdî dest bi tengezarkirina berpirsiyaran kiribûn jî. Ger bitevahî plansaziya hewldana çalakiyekî nekiribana, ew ê çalakiyên takekesî pêk bikatana. Li ser vê yekê, heyeta rêveberiya qadê hatin gel hev. Di civînê da weke eyaletê li ser pêvajoya dijwar nîqaşê kirin. Bi kurtasî vana dianiyan zimên: "Bi rojane hevalên me di nav agir da têdikoşin, em jî bi ser piştê ketine radikevin. Ev wiha nabe. Ev îxanet bi xwe ye. Divê, ji bo hevalên me parî ji vê tengezariyê derkevin, em çalakiyekî pêşbixin." Di dawiya civînê da biryara lêdana hin nuqteyan hat girtin. Ji bo vê biryarê bikin pratîkê, komeke kifşê derxistin ser girekê leşker li wê derê bicihkirî. Li ser agahiyên serobero yên koma kifşê dabû, biryar girtibûn û êrişê ser ev tepik kiribûn. Ew ê tepik di kurtedemekî da bihatana bidestxistin. Li vêderê gelek wendayî dabûn dijmin, hetanî hinekî çek jî rakiribûn. Lê, leşkeran di dema tevgera vekişandinê ya yekîneya Koyê Spî da, bi israr û berkî dest bi şopandina wan kiribûn. Digel şopandina vana, bi hêsanî şopa xwe dabûn wendakirin, lê, vê carê di îstiqameteke din da êdeta rastî yekîneyek din a leşkeran hatibûn.. Tu cihekî wan ê revê tune bû. Ha ji te ra, ev 38 gerîla, di herikîna şerên vêderê da gihîştibûn şehadetê..

Hêzên Hêgayê Dereyî, bi bihîstinê ra, vê carê wan sonda tolhildanî xwarin. Ev, ew ê tolahildana tolhildanî bûna. Ev jî, qey şaşiyeke din bû.. Hê di derbarê dawîbûna pêvajoya vî şerî da nîşaneyekî bi dest nexistibûn. Ji bilî rehtbûniyê, bandora dêrûniya bi êrişên dijwar jî li ser wan çêbûbû. Di vê rewşê da hewldaneke çalakiya tolhildanî bêwate dixuya bû. Lê, ev biryar di asta rêveberiya eyaletê da hatibû girtin û bêçare ew ê bihatana tetbîqkirin. Ji bo çalakiyê erkê kifşê dabûn Akîf. Tevî çend hevalên xwe, ew ê li derdora tepikekê nêzik kifşê bikirana. Ev tepik di destê leşkeran da bû.

Koma kifşê, li vêderê bi sersariyeka şaşwazî ra rastî hev hatin. Leşker, weke derkevin geşta çolê li hawirdorê kê bi kî digeriyan. Te digot qey dinya ne di xema wan da ye.

Di vê navberê da, her hal ji gerîlayan, êrişeke bi dîn û harkî hêvî nedikirin.. A rastî, ev bêtirsî hinek rûmeta koma kifşê pelandibû. Netîce, ew jî bi ewqas mirin, sar û serma û berfê ra rûbirû mabûn û têra xwe zehmetiyan jiya bûn. Lê, dîsa jî digel tedbîrgirtinê, leşker devjêberdanê dijiyan. Gelo tiştekê wan ê pêbawer hebû?

16'ê Nîsanê sihehê.. Koma kifşê ji pênc kesan pêk dihat. Nobedarên xwe derxistin. Yên mayî jî kamûflajê xwe çêkiribûn û; dixwestin tevgera leşkeran, cihê kemînên wan, hejmara wan, cihê çekên wan ê giran, rê û dirbên jê teqwiye bigirtana, hêz û şêweya sîpergirtinê (hejmara sîperan) tespît bikin. Li gorî seetên sibehê ew ê operasyon nehatana destpêkirin, ne hewce bû di seetên nava rojê da vegeriyana. Çawa be, cihê baregehên xwe lê sazkiribû nêzîk bû. Ji bo kifşê demeke baş ji bo xwe veqetandin. Ew ê hetanî êvarê li wê derê bûna û rewşê baştir fêm bikirana.

Akîf, li pişt zinarê ku li wê derê di sîperan da bû, wisa demeke xwe dirêj kir û xwest hinekî rakeve. Lê, ev behndayîna wî zêde nedomiya. Ji ber ku hevalê li pêş di sîperan da nobedarî dikir cihê xwe terikand û bi lez û bez ber bi wan ve hat. Cîhazê bi kar neanîbû. Têr bi kelecanî nêzik bû û got; "Heval, dijmin ber bi me ve tê.." Akîf, bi çavên xilmaş hê fêm nekir bê ka çi qewimiyê, dengê qareqara leşkeran bihîzî ku nêzik dibû û ji hevalê xwe ra got, "vegere cihê nobedariya xwe Heval!" Êdî nikaribûn li wê derê bimînin. Di nav bêdengiyê da xwe dane hev û hema cîda paşvekişiyan û bi lez û bez vegeriyan baregehê.

Akîf, pêwistî bi bêhndayînê nedît û hema cîda derbasî mangaya rêveberiyê bû û silav û tekmîlê da Cemal. Cemal, li wê derê li benda wî bû. Piştra nêrînên xwe lê zêde kir; "ez bawer dikim, em ê ew tepik bixin." Lê, fermandarê xwedî tecrube Cemal îhtiyadkar bû. Ji bo rewşê baştir zelal bike vê carê komeka kifşê ya din derxist. Dema vana jî heman qenaetê anîn zimên, pergala şer û cengê kirin meriyetê. Kom hatin diyarkirin. Ew ê biçûna.

Di vê demê da Akîf ketibû tayê û li erdê xwe dirêj kiribû. Sibetir, ji baregeha navendî, jê ra mizgîniya gotebêja bi têlê hat dayîn. Akîf, bi vê dengûbehsê gelek kêfxweş bûbû. Lê, ji ber ku hê jî agirê wî zêde bû, di dema vê gotebêjê da amade nebû. Lê, piştra xwendina nivîsarî, bi qasî pesindayînê rê li ber bixwevehatina wî vekir.

Şeva ku çalakî bê kirin, Cemal, bang li Akîf kir:

"Hevalê Akîf, dîrektîfa partiyê heye. Tê xwestin, yên di operasyonê da zêdetir serkeftî bin ew ê bi terfîkirinê bêne xelat kirin. Me jî, bikêrî û pêşketinên te nirxand û biryara payebilindiya te ya serliqiyê (Fermandarê bêlikê) girt. Ji ber ku li herêma Koyê Spî zêde wendayî çêbûn, fermandarê hêza Dara Hênî Yilmaz jî, tayînî Koyê Spî hat kirin. Di şûna wî da, em fikirîn te bikin ser hêza Dara Hênî. Tu çi dibêjî?"

Bîbikên çavê Akîf, bi pêleke şanazî tije bûn. Bi dilşadiyeke mezin kêfa dinyayê dikir. Di dawî da, ji aliyê partiyê ve payeya xewnê wî hatibû ecibandin.. Vê biryarê, bêteredût û bi kêfxweşiyeke berçav qebûl kir. Bi çûyînê ra jî, xwest nîvê hêza Dara Hênî jî li wê derê cihêbibin.

"Dijmin dizane, em li vê derê ne. Ew ê bi vî alî ve operasyonê bikin. Tu nîvê hêzê bide min. Em ê li wê derê bicihbibin. Ger tiştekî bibe hûnê min agahdar bikin. Çawa be, di navbera me da bi qasî nîv seetî dûrahî heye."

Cemal; "Na heval, tiştek nabe. Em ê tedbîr bigirin. Tu here cihê berpirsiya xwe û birêkûpêkkirinên xwe bike. Serkeftin!" got û devê wî ji xwe birî. Ew maçî kir, jê ra serkeftin got û wî bi rê kir.. Ew ê kî bizanibûna ev hevdîtina wan a dawî ye?..

***

14'ê Nîsanê.. Rizgar, bi hêza gerîla ya di bin fermandariya Cemal da ji Mistonê bi rê ketibûn. Xuya bû dijminê wan jî rawestiyabûn, lewra jî, bi şêweyeke bê pirsgirêk xwe gihandibûn nuqteya Hêgayê Dereyî. Dema xwe gihandin wê derê, wext êdî derengiya êvarê bû. Qismek zêde ji komê, li mizgefteke hatibû terikandin bicihbûbûn. Kom bi kom xwe dikirin binê çadirên naylon û hewl didan rakevin. Ev şeva wan a ewilî bû li vê derê. Ji bo Cemal, fermandarê eyaletê bû, di mijara çadirên naylon da piçek îmtiyaziya wî hebû. Ji ber ku tenê naylonekî ji wî ra ketibû. Lê, ji bo di nav qefleyê da tenê Rizgar bi giranî birîndar bû, dê ew şev bi fermandarê xwe ra naylon parîbikirana û wî ji vê îmtiyaziyê bêpar bihiştana.. Rizgar bi tenê bû, ji ber ku kesekî birîna wî ewqas giran tevlî vê meşê nebûbû, bi tevahî wan li cihekî ewle hiştibûn.

Roj û dem bi cih bûna wan a li herêmê derbas dibûn. Têkiliya bi têlê ya bi Serok û serkêşên tevgerê ra mijara axaftinê bû. Rizgar, vê axaftina pesindayîna wan bi bextewariyeke mezin guhdar kir. Dema ev axaftin dihat kirin hê 38 wendahiyên Koyê Spî nebûbû mijara axaftinê. Ji bo tolhildana van wendahiyan, ji aliyê rêxistinê ve, li Qilê Mûngûr çalakiyek hat lidarxistin. Piştî vê çalakiyê hejmara birîndaran tevî yên hatî bûbû 4 heb. Vana di çadirên cuda da diman. Ji ber ku hevalê wan ê din, dema bi şevê radizan, bêhemdî dest li birînê wan dikirin. Ev jî sedema êş kişandineke wan a felaket bû. Ji ber vê yekê, ji wan ra çadirên cuda veqetandibûn.

***

14'ê Nîsanê.. Hêza baregehê ya ji Mistonê bi rê ketibû bê pirsgirêk xwe gihandibû Hêgayê Dereyî. Hema cîda dest bi xebata bicihbûnê kiribûn. Hedefa wan asayî bû-normalîzasyon bû. Pirsgirêka herî mezin a li pêşiya wan, vegerîna jiyana rojane, plansazîkirina biharê, navberdayîna demeke dirêj a perwerdehiyê ya ji nû ve bidin dest pê kirin û çareserkirina zehmetiyên di milê piştgiriya lojîtîkî da bûn. Yek jî, têkiliya wan a bi partiyê ra hetanî ew ê rojê tevahî qutkirî bû. Te digot qey, di teoriya partiyê da nedijiyan. Ger têkiliyeke çêbikirana ew ê vegotineke bidana navendê. Ji ber vê yekê, hewce bû zêdek û kêmekê xwe baş hîsab bikirana. Kêmasiyê wan, tiştên wek amadekariyên pirr xirab ên derbaskirina dewreya payîzê, wendahiyên hatibûn dayîn û qutbûnî bûn. Beriya her tiştî, di mijara wendahiyan da hejmarên berevajî yên dûrî rastiyê ji aliyê Tirkan ve dihatin dayîn wan bêhnteng dikirin. Lê, demeke disa di radyokî Tirkan da, agahiyeka bi awayekî; "Li Licê, me lêxistin, an em hatin lêdan" ji bo gerîlayan mijara şanaziyê bû. Dema li Hêgayê Dereyî hinek bêhnfireh bûn, fersenda şopandina rewşa dijminê xwe jî dîtin. Di ragihandinan da heroj şer û pevçûnên li Licê mijara axaftinê bûn. Dême kêfa wan qet li cih nebû.

Di vê navberê da, hinek mufrezeyên gerîla çûbûn hin mezreyên biçûk û derfetê wan ê temaşekirina TV’yan jî çêbûbû. Li ser temaşekirina bernameyan, hevalên wan ragihandin ku hê jî nîqaşên li ser operasyona Amedê têne kirin. Tabî, ji bo wan ev jî dibû mijara şanaziyê. Weke tolhildana 14 rojan bigirin ji her alî ve li ragihandinan guhdar dikirin û dixwestin ji qadê parî dûr bikevin. Di vê navberê da, bi hejmara wendahiyên dijmin jî hesiyan. Tenê li Karatê zêdetirî 50 leşker hatibûn kuştin. Di şerê Mezra Miho da jî, 48 mirî, 16 birîndarê şerkerên Tirkan çêbûbûn. Ligel vê, di şerên virdawêda da jî bi tevahî zêdetirî 100 wendahiyên leşkeran çêbûbûn. Digel berîdaniyeke ewqas mezin, wendahiyên serkanên şerkerên Tirk, li dijî gerîlayên bê amdekarî ketibû şer ne asayî bûn. Li gor şerê gerîlayê asayî ev hejmar gelekî zêde bû. Lê, nehatibû tasviyekirin, digel ketina bêhntengiya cih bi cih, danîşana têkçûnê nedabûn. 8 heb hevalên xwe bi lêdanên sûîqestê, 12 heb jî di êrişa hewayî da wenda kiribûn. Wendahiyên di nav şert û mercên xwezayî da jî çêbûbû ne hejmareke kêm bûn; 20 kes! Ev 20 kes ji ber sar û serma û birçîbûniyê hatibû wendakirin.. Di van şehadetan da, ya herî zêde gerîlayan bêhnteng dikir, şehadeta şervanên ku ji ber sar û sermayê şehîd ketibûn bû. Van şervanan hemû şervanên nû bûn. Pir bi ber şehadeta van hevalê xwe diketin pirr! Yên digotin "xwezî em şehîd biketana bila hevalên me neketana" gelek zêde bûn.

Piştî ku hatin û li nuqteyê baş bi cih bûn, hêzeke tîmê ji bo anîna 25 gerîlayên birîndar ê di geliyekê di navbera Xizginos û Geliyê Kovî da hiştibûn erkdar kirin û şandin. Vana hema zûtir tevgeriyabûn. Ligel vê, hin hevalê nikaribûn bimeşin jî virdawêda hiştibûn. Ji bo anîna wan jî mufrezeyekî erkdar kirin. Dixwestin tevahiya hêza xwe gavek zûtir bidin hev û bi awayekî asayî birêkûpêk bikin. Di vê navberê da, ji bo binaxkirina cenazeyên hevalên xwe yên berî wextan ku şehîd ketibûn û di binê berfê da hatibûn veşartin çend kom peywirdar kirin. Bi vî hawî, di nav hengemeya şer da, dê ji bo van hevalan erkên xwe yên dawî pêk bianiyana. Ji bo leşkerên Tirk, hebûna xwe ya li herêmê bi şêweyekî dijwarî ferz dikirin, kar û barên bi vî hawî bi şevê dihat kirin.

Di wê navberê da, rewşa hewayê vekirî bû. Gerîlayan, bi hîskirina biharê ra, bi awayekî herî baş ji vê hewayê fêde didîtin û bêhna xwe didan. Her hal ji ber rehtbûniya şer û hewayê bûn, li ser herkesê "nexweşiyeke" xewê serî dabû. Gotinek heye dibêjin "Dilketiyê biharê" ha nexweşîneke wisa misaletê qadê bûbû. Te li ku mêze bikira yekê razayî dihat dîtin. Di vê navberê da, sparişên xwarinên hatibûn dayîn jî hatibûn û navrast tije xwarin bûbû. Her çi qas van xwarinan dihatin pehtin jî kesê ku bigotana "ez têrbûm" tune bû.. Hê her kes birçî bûn. Welhasil, ger bi gotineke bê pênasekirin, sêbareyek fizyolojîk baregehê radestî girtibû. Meriv dikare bi kurtasî bêje, vana; xwarin, vexwarin û "nexweşiya" razanê bûn...

Li dijî vê, rêveberiyê ev xeteriya pêşketina sistî û giraniya bedenê ferq kirin. Ji bo tepisandina nermijokiya hawirdorê "di ser hev da dibir" têkoşîneke bêhempa didan. Her tim civînan li dar dixistin, axaftinên dumend pêş dixistin û hişyariyan dikirin. Bi taybet, li ser şêweya nêzîkatiya dijmin, di çarçoveya waneyê ku ji operasyonê derxistibûn kûr dibûn û jê encam derdixistin. Lê, dîsa jî tu kûrbûniyekî vê xewa şîrîn têk nedibirin..

***

Ew koma ji bo lêgerîna hevalên xwe yên birîndar, bi aliyê Xizginos û Geliyê Kovî ve çû, zêde zehmetî nekişandin û hevalên xwe dîtin. Fermandarê wan Apê Mûsa bû. Apê Mûsa, bi liv û tevgerî wan pêşwazî kir. Hemû hevalên xwe yekoyek ko kir û nava çavê wan ramûsa. Ev însanên di hezar qotûkêşan da derbas bûbûn bi çavekê tije û bi heyranî van gerîlayên birîndar palandin. Yên hatî, rewşa hevalên birîndar yekoyek pirs kirin. Ronahî ne tê da hemû bi saxî û silametî xilas bûbûn. Tenê ew di nava wan da nebû. Roja piştî terikandina hêza mezin a ji Geliyê Kovî, xatir ji jiyanê xwestibû. Hevalên wê bi merasîmekî wê binaxkiribûn û erkê xwe yên dawî bi cih anîbûn.

Apê Mûsa, ji bo hevalên xwe yên birîndar dilfireh bike çi ji destê wî hatibû kiribû. Ne wan tî hiştibû, ne jî birçî. Piştî tevgerandina qefleyê, leşker jî ji herêmê kişiya bûn û pirsgirika wan a veşartinê jî nema bû. Bi vê sûdwergirtinê piçek baş li gelî bi cih bûbûn. Lê, di mijara xuyanekirinê da, fermandarên wan dîsa rê û rêbazên dîktatorî li pêşiya wan danî kiribûn. Pêdiviyên wan ên rojane yên wek vêxistina agir, paqijî, ger û hwd bi qeydên dijwar girêdabûn. Di mijara anîna xwarinên ji embarên derdora herêma Dorşînê da jî pirsgirêkeke wan çênebûbû. Ji ber ku di derbarê tiştên xwarinê da, ji berê da dewlemend bûn. Ya jê ra ketibû, tu kesî nekiribû tengasiyeke bejnûbalî û teqwiyekirina vê dewlemendiyê pêkanîbû.

Di vê navberê da, yên hatin pirsa Firaz kirin. Hevalê wan ê bêhal di nav wan da nexuya bû. Qey ew jî?.. Bi rastî, ji xwe çaverêkiriyê şehadeta Firaz bûn. Beriya tevgerandinê hevalan wî li cihekê din veşartibûn. Lewra jî di nav koma 25 kesan da nexuyabû. Hevalan, pêdiviyên weke, berbarank, xwarinên qutiyan ê ji ser leşkeran rakiribûn, şekir, helaw, çend heb betanî û tiştên wek avê dabûn ber Firaz. Lê, dîsa jî tu kesekî ji jiyandina wî bawer nedikirin.

Hema di gavê da tîmekî derxistin. Gihîştin nuqteyê. Firaz, li wê derê bû û dijiya!

Bi gotina "Merheba Heval" ra rûçikê wî vebû. Kêfxweş bûbû. Ev cara duyem bû xilas dibû. Lê, ev gerîlayê berxwedêr nikaribû xwe tev bide. Cihekê wî yê bê birîn tune bû. Hê jî estiyên wî germ nebûbûn. Bi qasî dixuya bû, ji bo baş bibe divê demeke dirêj di ber destan da derbas bibe.. Hevalên wî di rewşeke bikaribin wî hilbigrin da nebûn. Ji ber vê yekê, hewce bû vegerin cihê lojîstîkî û ji wir qantirekî bînin. Ji Firaz ra, rewşê rave kirin û bi sozê heman rojê vegerin wî li wê derê hiştin û paşve zivirîn.

Lê, di wê wextê da ji bo li Hêgayê Dereyî şer dijwar bûbû heval di heman demê da venegeriyan. Ne ew ê rojê û ne jî roja din tu kes li asoyê nexuya bû. Li ser vê yekê, Firaz, bawerî pê anî ku hatiye jibîrkirin û ji cihê xwe rabû wê derê terikand. Ji bo hevalên xwe, hebek jî nîşe li dû xwe danîbû. Gotibû "Ez diçim qada ...." Piştî şer û pevçûn xilas bûn hevalan vê carê qantiran jî girtin û li qadê vegeriyan. Lê, Firaz ne li wê derê bû. Tenê nîşeya danî bû dîtin. Vê carê bi cihê di nîşeyê da hatibû diyarkirin ve çûn. Cihê hatibû pênasekirin dibistaneke vala û terikandî bû. Herî dawî, li ev gundê terikandî wî dîtin û paşve anîn baregehê. Firaz, hebe tunebe vêga li cihek ne diyar tê tedawîkirin..

***

15-16'ê Nîsanê
Dema ev dihatin jiyandin, di 15'ê Nîsanê da ji hevalê Roj dîrektîfekî hat. Dixwest bi lez û bez bi partiyê ra bikevin têkiliyê. Ev dîrektîf, ji bo cîhaza mezin nedixebitiya, bi rêya cîhaza biçûk hatibû dayîn. Ji ber ku di hengameya operasyonê da akûya wan qediya bû û fersendê nedîtibûn akûyê dabigrin. Wekî her caran ew ê têkiliyê bi rêya têlê çêbikirana. Di destê hevalên li heremeke din da akû hebû.

Bi navbeynkariya vê akûyê ew ê têla satalîst bidana xebitandin. Ji hevalên xwe akûyê xwestin. Hema cîda anîn. Ji bilî jiyana xwe ya ARGK'ê, ev cara ewilî bû dê têkilî çêbikirana. Ji destpêkê hetanî roja 16'ê gewixandina şerê mezin, yanê di 16'ê Nîsanê da dê dengê Serokê partiyê Abdûllah Ocalan di têlê da bibihîstana. Ji ber hin pirsgirêkên teknîkî, ew rojê hevalê Roj bi herêma Serok lê bû ra têkilî çênekiribû. Axaftin ew ê rasterast bi Roj ra bihata çêkirin û dengê Serok ê qeydkirî jî bi hevalan bidana guhdarîkirin. Ew ê rojê, rêveberên eyaletê yên pêşeng bi kelecanekî xuricîn ser têlê. Kelecaneke bi metirsiyê ra tevlihev bû.

Pirsa "Gelo, em ê çawa bikaribin hesabê bidin partiyê" mejiyê wan dikojandin.. Dê gotina ewilî ya Serokatî çi bûna? Dê ewqas şehadet û wendahiyan çawa ji partiyê ra rave bikirana. Bi ser da jî digel dîrektîfa Partiyê; "ji şer dûr kevin" ketibûn şer, lê ji neçarî ji aliyê dijmin ve ber bi vê îstiqametê ve hatibû kişandin.. Dîsa jî şad û bextewar bûn. Ji ber ku têkiliya ewilî bû bi Partiyê ra.

"Silav û rêz Heval, ez Cemal."

"Silav û rêz, heval. Ji dil û can em we pîroz dikin."

"Saxbin spas."

"Êêê, piştî ewqas kotûkêşan hûn çawa nin? Hemû heval li wê derê ne?"

Piştî destpêkirina van gotinên asayî, banda dengê Serokatî hat lêxistin. Dest bi gûhdarkirina peyama li bendê bûn kirin:

"Ji ber serkeftina we ya asta herî bilind em we pîroz dikin... Hemû  wendahiyên me wendahiyê şer in. We berxwedaneke lehengî pêş xist. Em hemû hêza we ya şer pîroz dikin."

Ha, ev baş bû. Şahane bû! Ev demeke dirêj e yekemcar van gotinên xweş dibihîstin! Pir kêfxweş bûbûn pir! Lê, dîsa jî rêveberiya Amedê xwe efû nedikirin. Bê guman tiştê efûnekirinê, ne kirinên pêvajoya operasyonê bûn. Ji ber ku di tevahiya pêvajoya şer da performanseke bêhempa nîşan dabûn û Serkaniya giştî ya Tirk şaşwaz kiribûn. Heta wê kêliyê, lîstikeke mezin a kişikê (Satranç) lîstibûn û ligel jiyandinê kuştina xwe dabûn ber çav û bi ser ketibûn. Lê, la pêvajoya amadekariyên beriya operasyonê? La kêmasiyên amadekariyên demsala payîzê? La, tedbîrgirtinên divê pir beriya operasyonê bihatana girtin? Ha, di van xalan da ne rihet bûn. Mînak; Di dawiya sala 1995'an da başûrê Mûşê û herêma Dorşînê baş bi teçhîzat nekiribûn. Ger di milê erzaq, lojîstîk û binesaziyê da wê derê tije teçhîzat bikirana, dê ewqas hêz li qada Şehîd Remzî kom nebûna. Berevajî ew ê li qadeke biçûk tengezar bibûna. Ew ê bikaribûna hêza xwe li Dorşînê an li cihek cûda belav bikirana. Li aliyê din dikaribûn hê serê zivistanê hêzên xwe baştirîn belav bikirana.

Axaftina bi têlê, yanê dîrektîfa Serokê Partiyê wekî her caran qeyidê bandê hat kirin. Piştî axaftinê li hev civiyan, li bandê guhdar kirin û li ser dîrektîfên hatibûn dayîn hûr bûn. Dîrektîfên hatibûn dayîn derbasî ser qaxiz hat kirin û ji hemû yekîneyan ra xwendin. Serok Apo, di vê nirxandina xwe ya dirêj da, ji bo serkeftinê tevahiya rêxistinê pîroz dikir. Her yekê ji wan, wek mêrxas û qehremanekê netewî silav dikir.

Destsivikiya wan, wek pratîkeke qehremanî dinirxand.

Ev dîrektîf, ji aliyê hemû yekîneyan ve bi awayekî giyansûz hat pêşwazîkirin. Dême, ger li qadekî ked were dayîn, ev ked li tewşê naçe û ji aliyê meqamên herî bilind ve hêjayî teqdîrê tê dîtin.

Ev, baweriya wan a xwe bi xwe zêde kir. Bi ser kêfxweşiyê da dilşanaz bûn.

***

Bihîstina dengê Serok, hemû yekîneyan rihet kiribû. Bi têkariya kêfgirtinê ra dest bi nîqaş û nirxandinên pêvajoyê kirin. Operasyona dijmin birêvedibirin hê jî didomiya. Erê, divê ji neçarî hesabê viya bikirana. Welhasil hawirdor tije leşker bû. Di gerîlayan da jî, bi boneya wendahiyên Koyê Spî hestên tolhildanî derketibûn asta herî jor. Wendahiyên çêbûbûn ew ê tu car ji ber çavê kesî neçûna. Divê teqez tola wan bê girtin. Divê derbeyeke neyê ji bîr kirin li dijmin bixin. Hesabê wendahiyan bê pirsîn, hem jî gavek zûtirîn.

17'ê Nîsanê
Van fikr û ramanan; Di civîneke ku Mistefa, Sînan û Sakîne lê hazir û amade bûn da, bi Cemal ra hatin nîqaşkirin. Nîqaş pir zêde nedomiya û piştî nîqaşê biryarekî hate girtin. Erê, divê li dijmin bixistana! Ji ber vê yekê, Qilê Mûngûrê yê nêzik di çavên xwe da kiribûn. Ewilî komeke kifşê hat bijartin. Ev koma ku Piling jî tê da, di bin fermandariya Akîf da bû. Komê, qenaeteke bingehîn pê neanî û paşve ziviriyan. Hê piştra komeke din a di bin fermandariya Mistefa da ji bo kifşê derxistin. Piştî ku ev koma nû ya kifşê bi agahiyên erênî vegeriya, vê carê hêzên tevlî vê çalakiyê bibin hatin birêkûpêkkirin. Ew ê sê tîmê veşarî derketana serê tepik. Di vê navberê da, wekî her caran yek tîma piştgiriyê û yek a parastinê hatin bijartin. Li ser komên veşarî; Ew ê Bêrîvan, Sozdar û Kalender hebûna. Tîma piştgiriyê dê Hebûn birêvebibirana, yek ji komên parastinê Zinar, ya din jî gerîlayekê din ew ê birêvebibirana. Ji bilî vana, bi armanca karê tacîzkirinê jî komekî derxistin û ev kom ew ê ji aliyê Bager ve bihata beralîkirin. Ev koma tacîzê, dê ji aliyekê cûda ve lêdana û leşkeran şaşwaz bikirana.

18-21'ê Nîsanê
Koma çalakiyê çû li nêzîkê Qilê Mûngûrê kemîn danîn. Ji bo girekê zinarî bû, cihê veşartinê li wê derê gelek bûn. Tam sê rojan li nêzikê hedefê, ji bo çalakiyê, li benda şert û mercên hewayî sekinîn ku hetanî asayî bibe. Di vê maweyê da li hedefên xwe nedan. A rastî, nexwestin lê bidin. Sedema vê jî, bêewrbûna hewayî û ya herî girîng hin pirsgirêkên teknîkî rû dabûn. Pirsgirêkên teknîkî, girêdayî sazgêriya îdarî bûn û ev bi hêsanî hatin çareserkirin. Lê, şert û mercên hewayî ne bi destê wan bûn.

21-22'ê Nîsanê
Çalakî, di berbanga sibeha wê şevê da, bi tevgerandina komên veşarî û bi serdegirtina koma tacîzê dest pê kir. Bi lez û bez xwe avêtibûn sîperan. Sakînê, di tevahiya şevê da bi cîhazê şopandina çalakiyê kir. Ji bo lidarxistina çalakiyê hewayekî mij, tarî û bi baran hatibû bijartin. Li benda hewayeke wisa bi taybet sekinî bûn. Çimkî di hewayên wisa da, ji çalakiyên bi vî hawî encamên erênî dihatin derxistin. Dema çalakiyê, bi taybet li gor seetên destpêka sibehê hat eyarkirin. Li gor têgihîştinên xwe, dizanibûn di ev seetan da leşker pir laşgiran û tamara xewê dibin. Ji ber vê yekê bû seetên sibehê bijartibûn.

Bi lezgîniyeke mezin giraniya xwe dan ser hedefên tepik û di demeke kin da çend sîperên girîng bi dest xistin. Dema komên veşarî ketibûn nav tevgerê, yek ji fermadarê komê Kalender birîndar bûbû û ji derveyî şer mabû. Hema cîda hevalan Kalender, kişandin derveyî eniyê. Di şûna wî da hevala Aytan hatibû erkdarkirin, Aytan, alîkara Kalender bû. Di domahiya pêvajoya operasyonê da, wekî gelek caran çalakiya Qilê Mûngûrê jî dihat wateya birêvebirina gerîlayên jin. Di lêdana ewilî da gelek çek û cebilxane hatibûn rakirin. Van tiştên hatibûn bidestxistin, ji aliyê hevalên peywirdar ve bêrawestandin bi derveyî eniyê ve dihatin kişandin û ji wir neqlê binkeya asîmanî dihatin kirin. Di vê navberê da çûbûn ser cenazeyê 15 leşkerên hatibû tasviyekirin. Hin wendahiyên leşkeran ên din jî çêdîbûn, lê neçûbûn ser cenazeyê wan. Lê, leşkeran jî da nîşan ku ji surprîzên wisa ra amade ne. Hema cîda li hevdû civiyabûn û bi aliyê sîpêrên xwe yên berê amade kiribû ve kişiyabûn û ketibûn nava berxwedanê. Bi vî hawî, rê nedan gerîlayan ku tepik bi tevahî bigrin. Li ser vekişîna leşkeran a sîperên nû, êdî şer ketibû asta hevsengiyê û li wê derê wateya rihetbûniyê zêde nemabû.

Destê sibehê tevgera vekişandinê dan destpêkirin. Tevger, bê pirsgirêk dest pê kir û hetanî seet 10:30 an bê pirsgirêk domiya. Çimkî hetanî wê demê mijeke tarî xwe berdabû hawirdorê û ji ber vê yekê heta bêjî hewa girtî bûn. Bi vê sûdwergirtinê piraniya gerîlayan hetanî wê seetê kişiyabûn binkeyê xwe. Lê, hê jî komên dihatin hebûn. Tîma ku Kalender jî bi xwe ra dianiyan, ya herî paş bû. Ji ber ku Kalender birîndar bû hêdî hêdî dimeşiyan. Çar gule li Kalender ketibûn. Ev kom, bi vê boneyê bi derengî ketibû. Jixwe tê zanîn, tevgera vekişîna gerîlayan hergav hêdî hêdî ye. Pêkera ku vê bandorê çêdike; rehtbûniya şer û bêntengiya jiyanê ye. Di çalakiya Qilê Mûngûrê da, bi domahiya sê rojan, bêxewî û birçîbûnî lê zêde bûbûn. Ji bilî vê, bi ser da jî, bi rojan di binê baranê da mabû.

Gerîlayên li qampê diman, ji bo bi rewşa hevalên xwe dizanibûn, ji beriya şevê da dest bi amadekariyên xwe kiribûn. Remzî û tîmeke gerîla, ji bo anîna erzaq ber bi hin aliyan ve hatibû şandin. Di demeke kin da, hevalên wan, têra sifreyeke pir xweş bi tiştên xwarinê vegeriyan. Hevalên xwarinpêj, bi van tiştan sifreyeke têr xweş sazkirin. Ew ê çawa nebe, ji goştê sorkirî bigir hetanî nanê helatîbûyî her tişt hebûn li ser sifreyê. Yên hatî, di nav xwarin û xewê da bê biryar bûn. Lê hevalên wan ê baregehê pêşikî dabûn xwarinê. Beriya her tiştî, ewilî zikê wan têr kirin. Piştra, li hin cihên zuha yên hatibûn amadekirin wan dane razanê. Di vê navberê da, ji ber serkeftina wan a bi berz, ji aliyê rêveberiya asta herî jor ve eşkere hatibûn pîrozkirin.

Li çiyayan, bi hewaya biharê bawerî çênabe. Ne mija wê demdirêj e, ne tava wê, ne jî baran. Yên wan çiyayan nasnekin, ji bo wan pêderxistina seetek şûnda jî pêmefer e. Vê carê jî wisa bû. Ew geliyê ku ji sibehê da bi mijeke tarî sergirtîbû, di seet 10:30'an da hema di cîda roja vekirî ya biharê hembêz neke? Ha, ev hişyarî bû.. Bi çavên teqezî zanîbûn ku ew ê makîneyên şer ên Tirkan miheqeq bihatana serdaniya wan. Wisa jî bû. Di demeke kin da, vê carê ezman bi garana firokan reş bû. Ji aliyê herî jorê gelî destpêkirin, hetanî nuqteya herî jêrê gelî, di bombardimaneke dijwar da derbas dikirin. Êdî, şer û ezabeke nû hatibû destpêkirin.


***

22'ê Nîsanê
Akîf, hê ev çend roj bû berpirsiyariya hêzên Dara Hênî girtibû ser xwe. Vê yekîneyê qet zêde nas nedikir. Lê, çavdêriya ku di dema operasyonê da kiribû, hêzên Dara Hênî di şer da pir tengezar dibûn. Gerîlayeke xwedî tercube jî da kêleka xwe û bi armanca hevnaskirinê wisa li derdorê geriya. Gerîlayê ku dabû kêleka xwe, tevahiya hevalên yekîneyê nasdikir, hetanî bi hemû qabiliyetê wan ê takekesî jî baş dizanibû. Vana ji Akîf ra vegot. Ji bo di pêvajoyeke bi lez qewimî da derbas bûbûn, fermandarê nû agahiyên dihatin dayîn baş guhdar dikir û weke biqurtîne digirt dest. Piştî kurtedemeke hevnasînê ji nû ve hevalên xwe bi rêkûpêk kir. Hin mangayên ku lawaz ketibûn bi awayeke tevîhev hin tîmên nû çêdikir. Akîf, hetanî şêwaza gihîştina nuqteyê jî her tiştî di ber çav ra derbas kiribû.

Di vê navberê da, ji girikvanekî di derbarê tespîtkirina liv û tevgera dijmin da agahî hat. Dengên guregura firok û çekan ji geliyê bi cihkirîbûn jî dihatin bihîstin. Akîf, vê tevgerê weke êrişeke li dijî yekîneya Dara Hênî şirove kir. Hevalên wê derê ketibûn bin dêrûniyeke pir mezin. Hêzên di destê xwe da girt û hema cîda derxist ser gir û tepikan. Lê, bi derketina wan deran dîtin ku operasyon bi aliyê Hêgayê Dereyî ve tê kirin. Di navbera ew girê ku Akîf û hevalên xwe kişiyabûn ser û Hêgayê Dereyî da geliyekê kûr û fireh hebû. Bi dûrbîna çavdêrî kirin, erê êrişeke dijwar li wê derê dihat kirin. Xwestin bi cîhazan pêwendî çêbikin. Lê, di wê hengameyê da pêwendî ne pêkan bû. Demek, wisa wek dengekî bibihîzin, lê ev jî qut bû. Fikirî, "Her hal, dijmin ji bo tolhildana çalakiya Qilê Mûngûrê êrişê dike"

Piştî ji hevalên baregehê dengekî nehat, vê carê xwestin bikevin cîhazên dijmin û pêşveçûna şer di ser wan da guhdar bikin. Leşkerên Tirk, weke sermestî serfiraziyê diaxiviyan.

"Tu baş lê dixînî!"

"Ev dîmen bi dest nakeve."

"Bila firok zû werin. Başewaliyek-Frîkîk baş heye!"

"Te sortiyek bi heybet kir şêro!"

"Noqî dayika wî bike!"

Van gotinên ku Tirkan di nav xwe da dikirin, Akîf dîn û har dikirin. Her çi qas di nav ARGK'ê da dijûn û çêr qedexe bin jî, nema çêr û dijûn li efserên dijmin rêz kir. Ji destê wî tiştek nedihat ha! Ew, tenê temaşevanekî bû.

Piştî nîvroyê, li derdora seet 2’yan, ji cîhazên gerîlayan timî lêgerînên "Memyan, Memyan!" hate bihîstin. Ev qoda bêtêla Cemal bû.. Lê.. Lê bersiv tune bû. Weke baranê anons dihatin kirin. Ev hewldanên bêyxûde bûn, bersiva wan nedihat girtin. Kulekî ketibû dilê Akîf. Gelo tiştek bi serê Cemal da hatibû? Ji ber ku Cemal, xwedî kesayeteke çalak bû, hetanî niha her bangê bersivandibû. Lê vê carê... Paşê xwe bi xwe got, "na, na tiştek wisa nabe" û wî fikrê xirab ê serê wî tevlihev dikir li serê xwe derxist. Ew ê tu tiştekî bi Cemal nebûna. Her hal, dema wî çênebûye yan jî tiştek bi serê cîhazê da hatiye lewra bersivê nade. Ew roj, dê hetanî êvarê di sîperan da bi şêweyek dirêjketî li bendê bisekiniyana.

23'ê Nîsanê
Wek tedbîrek şeva xwe li ser tepikan derbas kirin û piştra vekişiyan nuqta xwe ya berê. Ji ber ku operasyon wekî pêşbiniya wan derneketibû û bi herêma lê ve tu kes neqesidî bû, vegeriya bûn cihê xwe yê berê. Ew ê ji cihê mayî jiyana xwe ji nû ve saz bikirana. Êdî giraniya xwe dabûn ser pêdiviyên lojîstîkî û sazkirina stargehan. Ji ber vê yekê, hetanî nuqteyên herî dûr ê jê hêvîdar bûn merivan dişandin ji bo temînkirina malzeme û dianiyan depo dikirin. Di vê navberê da, fermandarê komê yê nû Akîf, bi rêya cîhazê bi baregehê ra jî pêwendî çêkir. Ev qenaleke pir veşarî bû. Dîsa jî, yê di cîhazê da diaxivî bi awayekî şîfreyî diaxiviya.. Agahiya girtibû qet baş nebû. Ji ber ku di şerê rojek berê da Cemal gihîştibûn şehadetê!.. Vêga hevalên wî, li derveyî herêma operasyonê bûn.

A rastî, vê agahiyê Akîf şaşwaz kiribû. Her çi qas hevalê wî yê baregehê bênavber bi qasî pênc deqeyan wî anons kir jî, Akîf bersiv neda û neaxivî. Tenê bi çavên vikûvala li derdora xwe dinêriya.. Beriya çend rojan Berpirsiyarê Eyaletê wî serbilind kiribû. Vêga jî bi şehadeta wî hetanî bêjî hejiya bû û rê li ber rûniştina wî hatibû vekirin. Akîf, dikir nedikir nikaribû biaxive ku bersivekî bide. Xitimî bû. Wekî bersivê bide bêje "ez li vê derê me" tenê pên li mandalê dikir. Fermandarê ciwan li hember hêstirê çavên xwe têk çûbû û wan serbest berda.. Ev hêstir, ji bo hevalê wî, ji bo fermandarê wî û ji bo kekê wî yê tekane yê nav malbatê bûn. Xwe bi xwe digot, "Berde bila birijîn!"

***

22'ê Nîsanê
Rizgar, demeke çadira xwe ya li "qampê" ya ku ji bo birînên wî zûtir baş bibin dima terikand. Derket derve û wisa li derdora xwe mêze kir. Rewşa hewayê pir xweş bû. Ji her derê bêhna biharê dihat. Piştî demsala payîzê yekemcar bû bêhna axê digirt. Lê, ji serê sibehê da gelî bi mijeke tarî pêçayî bû. Dîsa jî baş bû. Demek, hevalekê ji çalakiyê dihat ber bi çadira rêveberiyê ya ew jî tê da bû ve qesidî. Wî mereq dikir. Ev çadir nêzîk bû. Bi hevalên rehtbûnê çalakiyê ra hevdû silav kirin. Reht bû, lê li ser wî dêrûniya insanekê bi dilekê rihet erkê xwe pêkanîbû hebû. Cemal jî li wê derê bû. Bênavber fişekên ji çalakiyê rakiribûn dijimart. Li pêşiya wî gelek tişt hebûn. Hela hela şirîdê van MG-3 an zêdetir mehdê Rizgar dikişandin.

Di vê navberê da, seet bûbû 10:30. Cemal hê taştê nekiribû, jê ra şorbeyê anîn. Lê, ew bi xwe li ser hejmartina guleyan kûr bûbû û hema dijmartin. Di vê kêliyê da hawirdor ronî bû. Rizgar, derket derve. Erê, mij belawela bûbû. Gelo ji vê bû tengasiyekî kete dilê wî. Zêde dem derbas nebû, bê dilê wî be jî di tengezariya xwe da mafdar derket. Bi vekirina hewayê ra hingî keysa firokên Tirkan çêbû û bi guregurê di goşeyekê gelî da xuya kirin. Xuyakirina wan û teşebusa bombardimanê yek bû. Êdeta bûstek ji ew geliyê fetlok nedihiştin.

Di vê kêliyê da firokan li ew çadira bîstek berê Rizgar têde bû xistin. Hevalê Mehmet Can (Jiyan) ê li wê derê bû êdî derneket der. Di vê êrişê da herdû çaqê wî jê bûbûn. Hewildana xilaskirina wî bêfeyde bû. Zêde dem derbas nebû, wî birin cihekê bi ewle û li wê nuqteyê jiyana xwe ji dest da. Ev hevalê wan ê cangorî, ji bo bi hevalên birîndar ve eleqedar bibe hatibû peywirdarkirin. Lewra li wê derê bû. Hevalek jin a ligel wî jî bi heman roketê lingeka wê jê bûbû.

Bi destpêka bombardimanê ra her kes bi lez û bez ji çadiran şiqitîbûn der. Hawirdor dîsa bûbû weke roja mahşerê, dê weledê xwe diavêtin. Ji her derê dengê qêrînê bilind dibû, kesî guhdarî li kesî nedikirin. Di vê hengameyê da rêveberan hewl didan şervanên bêmebest li hawirdorê digeriyan birêkûpêk bikin. Ji bo wan li sîperên asayî belav bikin, ji neçarî xîreteke derasayî nîşan didan. Cemal, bi xwe xîretên dihatin kirin kontrol dikir. Rizgar jî, Cemal bi tenê nedihiştin û tim fermandarê xwe dişopand. Cemal bi ku ve biçûna, Rizgar jî li wê derê bû.. Çimkî, vê gavê di derbarê heremê da ji fermandarê xwe ra şêwirmendiyê dikir. Hela hela, ji ber rûdana vê rewşa nû, pêşniyarên Rizgar ji bo berpirsiyarê Eyaletê mijara man û nemanê bûn. Ji ber birîndariya xwe, her gavê nikaribû li gor fermandarê xwe gavê xwe biavêje. Lê, ji bo bi hêsanî texmîn dikir Cemal li ku derê ye, şiverêyeke çolbir dişopand û hema hema bi hindik derengmayî be jî li ber Cemal peyda dibû.

Di vê pêşbirka xerîb da, carekî ketibûn newaleke gelî ji hevdû dibirand. Li wê derê ferq kirin ku dijmin ji du milî ve êrişê komeke gerîlayan dikin. Sakînê ev ê komê bi rê ve dibir. Bi dîtina vê ra Cemal, bi boneya ji jor ve leşkeran tengezar bikin, tîma di bin fermandariya Mistefa da şand jorê girekî. Ew bi xwe jî ket sîperê û ji aliyê din ve lêda. Rizgar, fêm kir dê rewşa fermandar nebaş be, hewce dît Cemal hişyar bike:

"Hevalê Cemal, hevalekê mangayê jî dikare vê derê bigire. Ev der, ji bo te pir xeternak e. Ji vê derê vekişe."

Cemal, bi bihîstina van gotinan pir hêrs bûbû.

"Hûn îxanetê li ser min ferz dikin heval! Dema di ev gelî da 100 hevalê min çûn mirinê, tu çawa behsa "ewlehiya min" dikî!

Bi hêrseke mezin van gotinan ji devê wî derketibûn.. Rizgar, vê peyamê baş girtibû. Qet tiştek negot û wisa sekinî. Bi dostanî çavgeş bûn. Cemal, bîstek şûnda têr sekan bû. Fermandarê wî, hesasiyet û hestgermbûna hevalê xwe fêm dikir. Lê, vê gavê pêdiviya qefleya gerîlayan bi şanaziyê hebû. Ev şanazî, encax bi têketina fermandar a pêş eniyê ew ê bihatana bi dest xistin. Di vê kêliya suhbetek bê deng da, bi çavnêrînî hevdû zêdetir baş fêm dikirin. Herî dawî, bêdengî xira bû. Cemal, bîstek şûnda bi qasî 10 hevalan da kêleka Rizgar û lê temîn kir; "Tu herêmê baş dizanî hevalê Rizgar. Van hevalan bigir û di vê xetê da derbas bin, ew ê alîkariya hevala Sakîne bikin"

Rizgar got "temam." Hema di cîda ketin rê. Remzî, ji komê ra fermandarî dikir. Tepik zivirîn û xwe berdan newaleke aliyê din. Lê, her hal hatibûn dîtin ku di cîda firok hat. Bi hatina firokê ra bombardimanê dest pê kir. Di van şert û mercan da hewldana derbaskirina jeberê newalê bi xwe, xwekujî bû. Wendayî nedan û di heman îstîqametê da qesidîn newaleke din. Vê carê nehatibûn dîtin. Bi hêsanî derbas bûn û ber bi latekî ve kişiyan. Cihê gihîştibûnê latekê gelek bilind bû. Dema ji wê derê mêze dikirin, nuqteya geliyê ku ji Cemal veqetiya bûn bi hêsanî xuya dikir. Ha geliyê bîstek berê terikandibûn, ha nuqteya Cemal lê şer dikir, her der di bin gulebaranê da bûn. Dema gerîlayan sîperên xwe baş diparastin, Serkanên Şerkerên Tirk, ji bo encamek teqezî jê derxînin hêzên xwe vediguhestin derdora hêlînên berxwedanê. Di vê navberê da, ev berxwedana gerîla ya di asta herî jor da, dibû sedema ku dijminê wan bi awayekî harûdîn hêza xwe ya hewayî bikar bîne.

Qederekî şûnda, latê ku lêbûnê ji nîşkav da ket binê gulebaranê. Ew hevalên ku Rizgar wan bi xwe ra anî bû, tu fersendeke amadekariyê nedîtibûn û pê ra xwe di nav şer da dîtibûn. Herwiha, hê çekê xwe ranegirtibûn ketibûn bin gulebaranê. Digel vê, di kurtedemekî da xwe dan hev û bi şêwazek nîv helqeyî sîper girtin. Bi vî hawî, bi dijwarî ji sîperên xwe dest bi gulereşandinê kirin. Ji ber ku ji bilî berxwedanê tu çareya wan tune bû, wekî çêlikeka pisîkê li goşeyekî tengezar bibe êrişê leşkeran dikirin. Bi hatin û tevlîbûna hevalên li paş mayî şer û pevçûn berfirehtir bûn. Bi vî hawî leşkerên Tirkan li cihê wan kirin terik û di gazê çiyê da zivirîn.

Bi gihîştina pişt tepikî, gelek hevalên xwe li wê derê dîtin. Sakîne jî li wir bû. Tevî yek du hevalên xwe qesidî bû tepikekê nêzik û parastina wê derê dikirin. Hema hema bi tena serê xwe bû. Ji milekê din ve bi hatina Bêrîvan, Rizgar û serkêşê komê Remzî, li wê derê hêzeke ji 20 kesan çêkirin û ligel Sakînê tevlî şer û pêvçûnan bûn. Bi girtina tepik re, êrîşa wê derê hat hevkêşekirin. Di dawî da hevalên wan ê li gelî jî gihîştibûn diyarê tepik. Ev jî dihat wateya ku xetereyê derbas kiribûn. Êdî, mayîna wan a li vê herêma xeternak nepêwist bû, Cemal û hevalên xwe hema bi lez wê derê terikandibûn.

Li aliyekî din, di nav koma jêrîn da ji bo xeta vekişandinê tevliheviyek gêr û kêşeyî rû da bû. Rizgar, ji bo herêmê baş nasdikir mudaxileyê vê bûyerê kir û pêşiya hevalên bi newalê ve diçûn birî û wan da rawestandin.

Rizgar; "Heval hûn şaş averê dibin."

Piştra ji bo kifşkirinê ew bi xwe di vê newalê da pêşve çû. Ew ê binêriya, bê ka ev newal çi qas ewledar e. Ger ewledar be, ew ê bang li hevalên xwe jî bikira û herkes di wê derê da derbas bibûna. Lê, her ku pêşve çû ewilî asêbûna vê newalê bala wî kişand. Qederekî jî pêşveçû û tam derket hemberî dijmin. Yanê bi qasî hatibû fêmkirin, ev der bi tevahî bê ewle bû. Paşve zivirî û rewşê ji hevalên xwe ra vegot. Di vê gavê da, yek ji hevalên wan ê girikvan hatibû lêdan û yên din jî cihê xwe terikandibûn. Ev girê stratejîk ê wek cihê çavdêriyê bikardianiyan ji aliyê Serkanên şerkerên Tirk ve di kurtedemekê da hat bidestxistin û veguhestineke zêde kirin. Newal, ji vî alî da jî ketibûn bin gef û gura dijmin. Weke ev jî têrê neke, ew roj bombardimana hewayî ya herî dijwar di wê kêliyê da hat destpêkirin. Firok, bi qasî ewr li asîman peyda bûbû û dihat. Tenê, ji bilî newala ku Rizgar û hevalên xwe li wê derê bû, hemû newalên hawirdorê di heman demê da bombe dikirin.

Dema firokên kobra hatin û herêmê bombardiman kirin, Rizgar û hevaleke jin li herêmeke rûte bûn. Di navbera wan û beşa gerîlayên mayî da bi qasî 100 metreyî hebûn. Rizgar, hevala jin bi herêmeke zinarî ya bêtir bi ewle ve şand rex hevalan. Ew bi xwe jî, digel dijwariya gulebaranê, qavzê da xwe û pêşve çû, xwe gihand Qilê Kosê. Derket jorî qilik. Lê, her çi qas derkeve ser ev qilê di bin dijwariya gulebaranê da jî, cihekê wek sîpergirtinê li wê derê tune bû. A rastî, çêkirina xeteke parastinê ya li ser ev qilî ne asayî bû. Di mayîna wê derê da bihurî. Dîsa vegeriya ew geliyê ku li wê derê rastî Sakînê hatibû. Bi dîtinê ra, Sakînê ew mereq kir û pirsî:

"Ew ê vekişandin çênebe? Rewşa newal û mesîlan çawa ye?"

"Neyînî ye. Ne pêkane heval" got û lê zêde kir; "lê em dikarin li vê derê hetanî êvarê hevalan biparêzin. Piştra em ê rêyeke bidînin."

Piştî ku rewş wisa bû, komên parastinê derxistin û li hin tepikên dijmin lê tune bû bi cih kirin. Her hal, Tirk di bin bandora tedbîrgirtinên gerîla da mabûn lewra di bejahiyê da bi ser wan da neçûn, tenê bi bombardimana firokan qîma xwe anîn, ew jî bêbandor bûn.. Bicihbûna li tepikên hawirdorê, komên parastinê ewqas baş bersiv didan lêdanên sûîqastê ku tu leşkerek nikaribûn serê xwe ji sîperan derxîne. Demek, bombardimana hewayî wek bê birînê sist bû. Bi sûdwergirtina vê sistbûniyê, şervanan hewl dan li qada fitbolê xwe bidin hev. Çimkî li hawirdorê pir belawela bûbûn.

Ji ber ku parastina wan bê pergal dihat meşandin, dê karê xwe baştir birêkûpêk bikirana.

Lê, zêde dem derbas nebû dîsa li ser gelî firok peyda bû. Fermandarên koman dîtin ku pîlotê firokê bi destan ji hevalên xwe ra tepik nîşan dide. Ji ber vê yekê hema di cîda helwesta xwe guherandin û li ser pot û pertalan, bi şêweya sirta masî derbasî hemberî tepik bûn. Hetanî bi qavzê firok bi ser wan da bên, carekî jî cih guhertibûn û bi derbasbûna hemberê tepik êrişê li valahiyê derxistibûn. Lê, hin gerîlayên li berpalên tepik di sîperan da bûn, xwedî heman siûdê nebûn. Bi xweberdaneke ra li sîperê xistin û hevalekê wan ê bi navê Rojhat li wê derê şehîd ket. Ew roj û rojên paşê ev şehîdê wan ê dawî bû. Di nav hêza wan a baregehê ya 100-150 gerîlayan da tenê 30 kesê saxlem mabûn. Ev hejmareke tirsnak bû. Bi ser da jî fermandarê xwe Cemal qurbanî dabûn!

***

Li cihekê bê dar bi cih bûbûn. Hin darên ku hebûn jî, piriya serê wan hatibûn birîn hê kok nedabûn û pelê xwe venekiribûn. Tek tûk kevirên virdawêda yên bi qasî însan ji ber çavan veşêrin ne mezin hebûn. A rastî, tevahiya şervanên Kurd weke tasa mast li ber çavan bûn. Bi gotina gerîlayan; "pir eşkere xuya" dikirin.

Cemal, Mistefa, Sakîne û çend hevalên xwe yên din, di vê kêliyê da li nuqteyeke navenda rêveberiyê bûn. Ev der, ji her derê bêtir dihat xuyakirin. Halbûkî ewlehiya rêveberên qadê, ji bo hêza li paş mayî mijara man û nemanê bû. Sakînê got:

"Hevalê Cemal, hûn tevî hevalê Mistefa bi aliyê jêrîn ve biqesidin. Hindik be jî ew der li gor vê derê bêtir bi ewle ye. Ew ê wisa baştir be. Ger hûn li vê derê bimînin ew ê bi hêsanî hûn bêne lêdanê." Cemal, van gotinan erê kir û xwest Sakîne jî bi wan ra here. Lê, Sakînê got: "Nabe, ez ê li rewşa ewlehiya hevalên vê derê binêrim û piştra werim"

Di nav bêdengiyê da ji hev qetiyan. Gelo ev hevdîtina wan a dawî bû? Sakîne, piştî Cemal û hevalên xwe ji wê derê cihêbûn, bi lez û bez bi aliyê qada roket lê ketibû ve berjor qesidî. Di rawestgeha ewilî da bi mangayeke bi erdê ra yeksan bûbû ra rûbirû ma. Ev manga ya hevalên birîndar bû. Ew dîmenên li wê derê dîtibû bi saw bûn. Yek ji wan roketan tam li ser mangayê ketibû, çixûreke qirase li wê derê vekiribû. Parçeyên şerapnelan bûbûn sebebê jêkirina du lingê Mehmet Can (Jiyan) ê di çadira xwe da kar û barê çapemeniyê dikir û lingek gerîlayeka jin Axînê. Her der di nav xwîn û xirarê da mabûn. Gerîlayên din ê mangayê, bi bihîstina dengê firokan ra li mesîlên hawirdorê belav bûbûn û tiştekê bi serê wan da nehatibû. Sakînê, piştî têkilayî ya ewilî, van hevalên xwe ji wê derê girt û li cihekê baştir di sîperan da bi cih kir. Sakînê, yek ji xwarziyê Cemal, Bêrîtanê da kêleka xwe û serlêdana mangayên jorîn kir. Di nav tiştên wê derê da, yên weke naylon, çewalê spî û tiştên hêsinî yên biriqî ku ji hewa da bêne dîtin, yan ji derdorê da rakirin, yan jî dan nixwaftinê.

Di vê gavê da dît, ji tepikên jor du gerîla bi lez û bez têne xwarê. Di rûçikê wan da jî kifş bû di nav fikarên mezin da bûn. Bi helkehelkê diaxiviyan:

"Hevala Sakîne, agahiya te jê heye, dijmin bi aliyê jorîn ve daxistin kiriye?"

Dême ji aliyekî da bi qobrayan lê didan, li aliyekî jî bi sûdwergirtina vê lêdanê li heremê dest bi veguhestinan kiribûn.

Sakîne, xwe bi xwe fikirî û got: "Tu lê binêr, dema xwe jî qet wenda nakin."

Piştra bi ser hevalên nûhatî ve zivirî:

"Na, agahiya me jê tune. Lê, divê girikvanan bi cîhazê me hişyar bikirana. Qey agahiya wan ji vê tune ye, li herdû hêlan jî girikvan hene, çima me agahdar nekirin?"

"Çend caran hewl dan. Lê kirin nekirin pêwendî çênebû. We çawa hejmarên xetê da ye?"

"Baş e hat fêmkirin, hûn vêga rasterast herin qada ku hevalê Cemal li wê derê ye. Em ê jî werin."

Dême hejmarên ku dabûn girikvanan şaş bûn. Yanê hejmarên ku pê bi cîhazê bigerin.. Ji ber vê bû çavdêrî û tespîtên kiribûn bi cîhazê ji rêveberiyê ra ne ragihandibûn. Ha ji we ra berdêla şaşwaziyê! Rewş teqebez bû. Girikvanan, bixwe hevalekî şandibûn qadê, lê ew hêzên ku firokan daxistibûn ser gir û tepikan, dest bi lêdanên sûîqestê kiribûn jî. Digel vê rewşa awarte, Sakînê ji hemû hevalan daxwaz kir ku ber bi aliyê jêrîn ve, yanê cihê şer lê diqewimiyan ve biqesidin. Bênavber bi ser wan da diqîriyan; “Yên dikarin çeka xwe, yên dikarin çentikê xwe, yên nikarin tiştek jî bigirin bila bi lezgînî xwe derbasî jêr bikin.”

Sakîne, hê li ew nuqteyê bû, dît ku leşkerên dijmin ji du milan ve ber bi wan ve tên. Leşkeran, ji tepikekê bi dar û ber xwe berjêr berdabûn û bi dizîka dihatin. Di wê gavê da Sakîne, li cihê dima, bi derxistina tîma gerîla ya jin ve girîftar bû. Derfet nedît bêje, "Zû, em ji vêderê derkevin" şer dest pê kiribû jî. Dijmin, wan tengezarî qada mangayan kiribû. Li vê derê di binê lêdana çeperastî da bûn. Li aliyekî, tevî qismek hevalên ku dabû kêleka xwe, li dijî êrişa leşkeran di nav berxwedanê da bû, ji aliyê din ve jî fermana şemitandina aliyê jêr dida hevalê mayî. Piştî ku herkes ji ber çavan wenda bû, vê carê tevî çend hevalên ku pê ra mabûn xwe berjêr berdan.

Dema xwe berdan nuqteya jêrîn, dîtin ku vê carê leşker ji milekê din ve ber bi wê derê ve dikişin. Vana dixwestin rêya Sakînê û hevalên wê bigirin. Di vê navberê da, du hevalên ku bi giranî birîndar bûn bi xwe ra nebiribûn, wan li cihekî parî bi ewle veşartibûn û hatibûn. Lê, wisa xuya bû leşkeran wan rihet nedihiştin. Leşkerên "Rêgir" ber bi rêya wan ve dihatin. Têgihîştin ku bê şer û pevçûn xilasiya wan tune, weke du koman ji hevdû qetiyan. Sê kesan, rasterast li wê derê sîpergirtin û lêdan. Sakîne jî, tevî du hevalan mesîlkê derbas kirin, li wê derê sîpergirtin û li milê leşkeran ê duyem xistin. Bi vî hawî, qada şer berfirehtir dikirin. Fermanê da hevalên paşvemayî ku di gelî dê berjêr vebikişin. Sakînê, piştî bawerî bi vekişîna wan anî, hevalên din jî da kêleka xwe û ji nû ve di gelî da dest bi pîvandina rê kir. Lê, vê carê ne di besterobarê da, di gir û tepikan da terciha pêşveçûnî kiribûn. Newal, hem bi kevirdar bû, hem jî bi barîna berf û baranê hetanî bêjî coşdar bû. Ji ber vê yekê, rêveçûna wan a vê derê, hêdî û bi pîvanek berfirehtir bû. Tepik û berpal, di vê mijarê da baştir xuya dikirin.

 

Lê, leşkeran mizgefta gund a li berpalê aliyê wan ê çepê ji xwe ra kiribû binke jî. Vê binkeyê îstiqameta wan birî bû û leşkeran li vê derê têr baş sîpergirtibûn. Li derdora mizgeftê sê heb jî nobedar peywirdar kiribûn. Di navbera wan da, bi qasî 300 metre dûrahî hebû. Wê gavê, hê Sakîne û hevalên xwe di berpalê newalê da, dixwestin di şerîdeke teng da pêşvebiçin. Firokên qobra jî hatin. Li aliyekî leşkerên li jor di mizgeftê dabsîper girtibûn, li aliyekî din jî, ji hewa da qobrayan bi xelebatiya bombardimanê girtin ser wan. Di vê navberê da Cemal û Sakîne bi rêya cîhazê, bi şêwazekî tim hevdû agahdar dikirin. Cemal, rewşa wan, wan jî rewşa Cemal û hevalên wî mereq dikirin.

Cemal, nesekinî bû û li dijî koma ku ji jor da Sakînê û hevalên wê tengazar kiribû da êriş li ser êrişê pêkanîbû. Van êrişan, ji bo astengkirina hatina dijmin a ber bi nuqteyê ve pêkdianiya. Ji aliyekî da hewl dida bi van êrişan bala dijmin bikişîne ser koma mezin, ji aliyê din ve jî, gerîlayên ku di bin fermana Sakînê da ne, bi boneya ji nuqteya ku Tirk li ser kûr bûbûn dûr bixe, dîrektîf li ser dîrektîfê dida Sakînê. Sakîne jî, "Temam Heval. Çi ji destê me were em dikin." Li aliyekî vê bersivê didan Cemal, li aliyê din jî, vala nedisekiniya û hemû hunera xwe bikardianiya. Hewl dida yekoyek hevalên ji nuqteyê derxistibû derbasî jor bike û bigîne ser tepik.

Cih bi cih şer kirin û tevî 30 hevalên xwe derbasî nuqteyeke jorê gelî bûn. Ji ber tefledûmana, bi bandora bombeyên êrişa hewayî çêbûbû çav çavan nedidîtin. Li her derê bêhna barûtê belav bûbû. Vîzevîza guleyên sekvanên ser gir û tepikên serdestê gelî, bi xwişexwişa newala bicoş a biharê ra tevlihev dibûn. Di vê dengderxistina orkestraya sosret da kesî dengê kesî nedibihîstin. Her çi qas Sakînê bi hemû hêza xwe bang dikir jî, hevalên ligel jî wê nedibihîstin. Daxwazên xwe bi nîşana dest û çavan bi hevdû didan fêmkirin. Wisa dihat fêmkirin, Tirkan, li wê derê êrişek gotina "felaket" jê ra kêm bimîne dikirin.

Derdora wam tevahî hatibû girtin. Tenê rêyekî derketinê xuya dikir; ew jî tepikê berdewamiya darbenda çiya bû. Ger bi wê derê da nekişin û bidestnexin tunekirina wan teqezî bû. Lê, Sakînê dikir nedikir hevalên xwe ji bo derketina ser ew tepik îqna nedikir. Çimkî berî wextan du hevalên wan hewl dabûn derkevin ser ew tepikê hanê. Yek ji vana tavil hatibû şehîdkirin, yê din jî hema di cîda xwe bi gelî ve paşve berdabû. Hem jî, ev bûyer bîstek berê li ber çavên hevalan qewimî bû. Lê, tenê rêya xilasiya wan bi girtina wê derê pêkan bû. Ji ber ku hem dijmin û hem hevalên wan ê koma mezin her çi bûbû ew tepik negirtibûn. Sakîne, têgihîşt ku kesekê derkeve wê dere tune ye, hema zû ew bi xwe derket pêş:

"Binêrin hevalno, ez ê vêga derkevim ser ew tepikê hanê. Li çûyîna min baş mêze kin û hûn jî wisa werin."

Yên di komê da "temam" gotin. Di her destpêka rûdana metirsiyan da, timî wisa dibû. Ger kesekî dernekeve û pêwistî bi seknekî çawa hebe nîşanî hevalên xwe nede, ne pêkan bû tu kes gavek jî tevbigere. Lê Sakîne nikaribû wan tehm bide, bi kurtasî divê wan li dû xwe bikişanda.

"Mêze hûn werin ha, temam?"

"Temam."

Fermandar Sakîne, tevî sê hevalên xwe bi şêweyek xwarovîçko bi lez û bez bi jor ve kişiyan. Bi gihîştina ser tepik, bi çavên xwe dît li dijî geliyê ku pêwist bû derbas bikin êrişekî dijwar heye. Bi hezaran guleyên MG-3 hemû di careke da bi aliyê ew newala teng a xwaromaro ve diçûn û vala dibûn. Ev newal, ya ku mecbûr bûn tê da derbas bibûna. Lê digel vê, rê û rêbazeke tunebûn. Yên derketibûn jor, li ser tepikên herî asayî sîpergirtin û ketin rewşa parastinê. Bênavber bersivên ku didan, hêlînên gulebaranê yên li ser qadê bûn. Bi wan ra, çekên sûîqestê yên parastinê weke Karnas, M-16 filan hebûn. Bi ketina dewrê ya van çekan, serdestiya leşkeran a ser gelî hat sînordarkirin. Êdî, lêdanên wan bi qasî berê bi îsabet nedihatin kirin. Ev gelek baş bû. Bi vî hawî, qismek gerîlayên li jêr tengezar bûbûn bi saxî û silametî derketibûn jor. Lê 5 hevalên wan derketina jor red kirin. Piştra pê hesiyan ku ev her pênc hevalên wan ê derketina jor red kiribûn di êrişekî hewayî da hatibûn şehîdkirin. Bê emrî, bûbû sebebê fedakirina canê ew hevalan..

Koma ku derket jor, vê carê bi tepikê hê jortir ve dest bi hilkişandinê kiribû. Gir û tepikên vê derê weke lingikên silimê bere bere bilindtirîn dibûn. Tepikekî hildikişiyan, yekî din derdiket pêşiya wan. Bi hilkişîna ew tepik ra rasteyeke biçûk an rûbarokeke derbas dikirin û piştra dîsa tepikekê din derdiket pêşiya wan. Piştî ku parî vê heremê derbas kirin, têgihîştin ku êdî ji venêrîna dijmin derketin e. Pirsgirêka wan a vêgayî, pişta xwe di ewlehiyê da hîs dikirin. Li pêşiya wan Qilê Lîs, Mala Farqînê û Qada Fitbolê hebûn. Divê xwe bi awayekî biavêtana yek ji van qadan.

***

Sakînê, bi qasî ku di cîhazê da dişopand dizanibû li 20 cihên jêr têkiliyên germ çêbûne. Gerîla, li qadeke epeyî fireh belav bûbûn û bi dijminê xwe ra şer dikirin. Ev belavbûn ji şervanên Kurd ra pêşwendiyeke mezin dabû bi dest xistin. Fermandar Cemal, di cihê xwe da tevahiya şer bi rê ve dibir. Di nav ewqas hay hayî da texmîn dikir bê ka kî li ku ye û wisa hêzên gerîla bi cih dikir. Cemal, hem şer dikir, hem jî bi şêweyeke herî asayî hevalên xwe dida şerkirin. Hetanî serkanên şerkerên Tirk jî, weke qabîliyeteke derasayî pesnê wî didan. Ew, vêga wek pêşengê orkestrayê bû.

Di vê navberê da hatibû eşkerekirin, serkanên şerkerên Tirk plansaziya êrişa 22'ê Nîsanê ji berê da kiribûn. Êrişa Qilê Mûngûrê, tenê pêvajoyê lezandibû. Ew ê kîja hêz li ku derê bi cih bibe û ku derê bigire, bi hemû hûrgiliyan hatibûn eşkerekirin. Ev jî dihat fêmkirin ev operasyon piştî amadekariya dewreyeke baş hatiye destpêkirin. Lê, di vê êrişê da Cemal dîsa zîrekiya xwe dabû nîşandan. Cemal, li dijî Serkanên şerkerên Tirk ku herêmê bi hûrgilî nirxanidibûn, hevalên xwe ji vê tevgera dorpêçandinê bi herzanî rizgar kiribû û ji aliyê dijmin ve hêjayî teqdîrê hatibû dîtin. Piştî demeke li gor agahiya hevalê wan ê nav artêşê dabû, di nav xwe da digotin; "Ev camêr nebûya, tu kes nikaribû ji nav vê helqeyê derkeve.."

Sakînê, ji serî hetanî dawiyê vî şerî bi cîhazê şopandibû. Di vê rewşê da, ya herî zêde şahidê zîrekî û jîrbûniya Cemal kiribû ev gerîlaya jin Sakîne bû. Careke, ji hevalên xwe yên di sîperan da şer dikirin ra, bi cîhazê, dîrektîfa " Zû cihê xwe biterikînin" dabû Cemal. Di ser terikandina van hevalan da, du sê deqe derbas nebûbû sîper ji aliyê firokên Tirk ve hatibû îmhakirin. Cemal, hem bi hêza xwe û hem bi hêza dijmin dizanibû. Nîyeta Tirkan cîda fêmdikir û zêde dema xwe derbas nedikir tedbîran digirt. Wekî hostayekê lîstika Kişikê (Satranç) serwext bû. Ji ber vê yekê jî, ji aliyekî da şer dikir, ji aliyê da jî hevalên xwe yên herî dûr bi awayekî baş dikir sîperan. Ev jî bivê nevê heyeta fermandariya Tirkan dîn û har dikir.

Dijminê wan, di şerê ew rojê da wan di rewşeke bê amedehî da girtibû. Bi boneya têkilî bi girikvanan ra çênekiribûn, ev xeflet tewqtewqî bûbû. Dijmin, bi êrişeke demildestî plansaziya xwe ya operasyonê pêşvexistibû û zûtir dabû destpêkirin.

Bi pêşveçûneke lez û bez berê xwe dabûn herêma gerîlayan. Hem jî bi çi hawî berê xwe dabûn! 12 firok bênavber li ew geliyê gerîla lê bi cihkirî dixistin, li derdora 20 firokan jî bênavber veguhestina ser 20 gir û tepikên serdestê herêmê dikirin. Yên veguhestî jî bi piştgiriya hêzek giyansûz ji du milan da êrişê nuqteyên komên gerîlayan dikirin. "Aslan Mehmetçîk" dîsa, di vî şerî da ew wekheviya binavûdeng bi dest xistibû. Ev "wekheviya" bi dest xistibûn, tevî serdestiya dêrûnî, çekên cûr bi cûr û serdestiya hejmara leşkeran bû. Ev serdestiya derûnî ya leşkeran hetanî seet didûyan dewam kir. Di nav vê demê da bi xîreta Cemal gerîlayan xwe dan hev. Baweriya bi fermandarê wan hate nûkirin û hêviyên wan ê silametiyê zêde bûn. Ev bawerî, ji fermandarê tabûrê bigir hetanî gerîlayên bê serpêl, li her qedemeyê belav bû. Di şer da hevkêşe hatibû bi dest xistin.

 

Seet; 13:30. Piştî nîvroyê.. Dîsa dengê Cemal di cîhaza Sakînê da bilind dibû:

"...Rewş çawa ye? Hûn ji çemberê xilas bûn?"

"Erê Heval. Vêga ji bo derketina hevalên din em şer dikin."

"Hat fêmkirin. Piştî hemû heval derketin, derbasî ew tepikê hanê bibin û wê derê bigrin."

"Hat fêmkirin, silav û rêz."

"Silav û rêz."

Di kurtedemekî da hevalên din jî ji çemberê hatin derxistin. Sakînê, dîrektîfa ku girtibû ji hevalên xwe ra jî ragihand û got, divê em ev tepikê hanê bigrin.

Lê tu kesî nedixwestin bi tepik ve biqeside. Di rêxistinê da acizbûniyek mezin hebû.

"Heval, hewce ye em biqesidin ew tepikê hanê. Girtina wê derê ji bo ewlehiya hevalên din pir girîng e."

Lê, kesê ku guhdarî bikira tune bû. Ferman dida, hêrs dibû, rica dikir. Lê kesê ku guhdarî bike tune bû.. Hin kesan digot; "Ez bê xew im" û xwe davêtin erdê, hin kesan jî digot; "ez birçî me" û bi zikê xwe digirtin. Sakînê di dilê xwe da got; "Berî wextan jî, zehmetiyên wisa çêbûbûn, lê hevalan tu carî wisa nekiribûn." Divê çi bikira? Çi bikira dê van hevalan xwe bilivandana? Ev devjixweberdana dêrûnî ew ê çawa bihata derbaskirin?

Sakîne, piştî têgihîşt ew ê kes dernekeve, bi hêrseke mezin çeka xwe girt û bi tena serê xwe qesidî ser tepik. Li ser tepik ket sîperê û dest bi girtina wê derê kir. Bi derengî be jî yek du hevalên din jî li dû hatibûn. Di vê navberê da dîsa dengê Cemal di bêtêlê da bilind bû:

"...Hûn li ku derê ne hevala Sakîne? Hûn çi dikin? Hewce ye hûn tepik baş bigrin. Nexwe, ew ê dijmin hergav daxistinê bike. Bila hevalên wê derê baş sîperan bigrin."

Lê, di dengê Sakînê da eşkere dihat fêmkirin, qet di rewşeke baş da nînin:

"Hevalê Cemal, digel hemû hewldanan, min çi kir nekir tu kes tevnegeriya, vêga hema bêje bi tena serê xwe li serê tepik im. Hewl didim vê derê bigrim!"

Cemal hêrs bû: "Çawa dibe? Çawa bi tena serê xwe tu çûyî? Çima kes bi te ra tune ye?"

Li ser vê, Cemal bi xwe ji aliyê hember da hêzeke bi qasî mangayeke birêxistin kir û şand. Di nav vê hêzê da Bêrîvan jî hebû. Hevala Bêrîvan di êrişa Qilê Mûngûrê da ji koma veşarî ra fermandarî kiribû. Qismekî vê hêzê ji şervanan jin, qismekî jî ji mêran pêk dihatin. Bi hatina tîma nû ra hema cîda li cihên asayî sîper girtin. Êêê, êdî Sakîne bi tena serê xwe nebû. Cihê ku lê diman, ji bo xeta parastinê cihekê pir asayî bû. Ji vê derê; ji aliyekî da tepik, ji aliyê din ve jî parastina hevalên hember girtibûn ser xwe. Di vê navberê da, li wê derê li benda hatina Cemal bûn...

Lê, Cemal nehat.

Seet; 14:00. Piştî nîvroyê.. Sakînê, ji aliyekî da dixwest sîperan hêzdar bike, ji aliyekî da jî tim guhdariya cîhazê dikir. Demek, Sakînê bihîst di cîhazê da timî nasnava bêtêla Cemal tê dubarekirin:

"Memyan Memyan, Memyan ...!" Deng tune.. Bersiv tune. Gav bi gavê ev lêgerîn zêde bû. Bersiv tune.. Bersiv tune.. Di vê navberê da yên ku têkilî bi Cemal ra çênekiribûn dest bi lêgerîna Sakînê kirin:

"Sînem Sînem!"

Sakînê, ji nîşka ve çok da.. Tiştên xirab ê nikaribû xwe bi xwe îtiraf bike dest bi dagirkirina serê wê kiribû. Van fikrê bêyom ji serê xwe dûr dixist, lê ne pêkan bû vana têk bibe.. Fikrekî diçû, yekî din dihat. Gelo çi qewimî bû? Ew ê Cemal ber bi wan ve bihata. Nehatibû ha! Cemal, ne zayendekê nehata bûn ha? Timî li ser sozê xwe sekinî bû fermandarê wê.. Deng ji Mistefa jî nedihat. Remzî jî lêgerînan nedibersivand.

Sakîne, xwe bi xwe fikirî, "Qey hemû?" "Ez ê vêga çawa bikim?!"

Di demeke hevalên wan li 20 nuqteyên gelî belawela digerfitiyan da.. weh, ev çawa dibe?! Sakîne, di wê kêliyê da, di milê hestiyarî da serobino bûbû. Ew roj, gelek şehadet çêbûbûn. Xuya bû hevalekê wan ê bê birîn nema bûn. Şer, hê jî bi hemû dijwariya xwe didomiya.. Ew bi xwe jî bêçare û hetanî ku weke fermandar bi tenê! De were dîn û har nebe!..

Têgihîşt ku çalakiya herî dawî, temamî bi sedemên hestiyarî kiribûn meriyetê û di milê leşkerî da tu girîngiya diyarkeriya vê çalakiyê tune bû. Li gor Sakînê, rêzeşaşiyan ji vir dest pê kiribûn. Ji bilî vê, li dijî operasyona serdegirtinê bêamadehî jî xetayekî neyê efûkirin bû. Bi dawîbûna operasyonê ew ê ji Parti'yê daxwaz bikira rêveberiya eyaletê bi tevahî ji erkê xwe bêne dûrxistin. Têgihîşt ku ji heqê vî karê nehatine der.. Lê, vêga dibe ku ji ber tenêtiyê hin erkên nû li pêşiya wê bin. Piştî, şer û hesapgirekê wijdanî ya xwe bi xwe, biryar girt, ew ê peywirê koordînasyonê, yanê rêveberiyê bigire ser milê xwe. Êdî berpirsiyariya eyaletê bi tevahî li ser milê wê bû. Ew bi xwe jî, ji vê berpirsiyariyê nedireviya û bêfikar diket binê ev barê giran. Mecbûr bû, bi layîqî ev barê giran hilbigirta ser xwe. Ew ê bigirta jî.


***

Cîhazê, bi biryar girt destê xwe û yekoyek tevahiya koman tespît kir. Kî li ku şer dike, kî bi çend kesî ra ye, kî li ku çi dike jê agahdar bû. Lîsteyên wendahiyên koman xwest. Bi vî hawî pê hesiya ku di tavahiya şerê 22'ê Nîsanê da 18 kes wenda bûn e. Di çarçoveya van agahiyan da rewşa koman yekoyek nirxand. Li gor taybetmendiya her komê, xetên vekişandinê tespît kir. Li gor axaftina bi cîhazê ya berî wextan bi Cemal ra kiribû, plansaziya vekişandina aliyê Bilûwan dikir. Vê nîyeta xwe pêşxist û wisa biryar girt.

Biryarê yekoyek ji hemû koman ra bi zimanekî şîfreyî da ragihandin. Di têkildariya taybetmendiya bîranînan da ji bo herkesî şîfreyek pêşxistibû. Mînak, ji yekî ra wisa bibîrdianiya, "cihê ku me nû hev dîtin." Ji yekê din ra; "cihê em bi hevdû ra çûn nuqteya depo" filan digot û bi vî hawî derbasbûna aliyê Bilûwan vedigot. Bi bersiva "Hat fêmkirin" a her berpirsiyarên koman, di cih da fermana tevgerandina ber bi nuqteyê ve, yan Mala Farqînê yan Bilûwan ve dida.

Seetên dawiya esrê bûn. Lê ji êvarê ra hê wext hebû. Qismek, ji koman ketibûn serê rê, ber bi herêma Mala Farqînê ve diçûn. Sakîne, derbasî ber hevalên xwe yên nuqteya berê bû. Gelek hevalên xwe yê nasdikir li vê derê dît ku hê neketine rê. Bi çavekê xemgînî li hevalên wê derê dinêriya. Piştra hat ser hemdê xwe û mijarê vekir:

"Hevalno, herî dawî kî bi Cemal ra bû?" Çend hevalan xwe da pêş:

"Em li wê derê bûn hevala Sakîne."

"Baş e. Vêga em ê bi hevdû ra biçin cenazeyê wî werînin."

Erê, divê cenazeyê fermandarê xwe li wê derê li erdê nehêlin. Ji ber ku li wê derê bimîne, îhtîmal heye bikeve destê dijmin. Divê cenaze li wê derê nehiştana. Mijara cenazeyê Cemal ku nekeve destê dijmin mijara namûs û şerefê bû. Sakînê dida hîskirinê, di vê oxirê da amade bû jiyana xwe feda bike. Lê, her çi qas hin hevalan balê kişandin ser îhtîmala dijmin li wê derê be jî, gotinên wan di serê Sakînê da neçûn xwarê. Divê teqez biçûna wî bianiyana û çûn jî..

Lê, cihê ku fermandarê wan şehîd ketibû zêde ne dûr bû. Dema gihîştin wê derê hê roj neqelibî bû. Cenaze, bi qasî 200 metre dûrî tepikekê leşkerên Tirk li wê derê di sîperan da bûn. Ger neçûna, ew ê dijmin ji cihê xwe biçûna jêr û cenaze bidîtana. Cenaze, spartiyê berpalekî bû û piçekî xwar rûniştî bû. Hebî destê Cemal li ser zikê wî, hebî jî, bi şêla ku çeka xwe bigire bûn. Bi dîtina wî ra bi xemgîniyeke mezin kewgirînek li ser Sakînê çêbû. Ewilî, wisa sekinî û lê temaşe kir.. Çavên wî vekirî bûn. Bi heyr û miheyrî dît, ew kenê wî yê ser lêvan ê tinazê xwe bi serpêhatiyan dikir wenda nebûye. Ji ber ku devê wî nîvekirî bû, hîsîyetekî hê nemiriye li ser Sakînê çêbûbû. Wê çaxê, te digot qey ew ê niha tiştekî bêje. Bi vê dîtinê ra Sakîne ferqizî, bi awayekî şidandî ko li laşê bê rih anî û qîriya:

"Dijî!! Dijî!!!"

Di wê kêliyê da, bi bandora şidandinê ku ji qirika Cemal xirîniyek derket bêtir hêvîdar bû.

Sakîne.. Lê, bîstek şûnda ku hate ser hişê xwe têgihîşt ku cesed ji zû da cemidî ye.

Ew ê kêliyê, hêstir di çavên wê da nesekinin. Xunavê wan berda û kûrekûr giriya.. Di nav hevalên xwe da herî zêde bi Cemal ve girêdayî bû, bi wî wateyê dida jiyanê, ev xunav ji bo însanekê hetanî bêjî, bi hemû heskirina xwe pê ve girêdayî bû.. Ya digiriya Sakîne bû. Gerîlayên ligel wê, tu caran ev fermandara xwe ya xwinsar wisa nedîtibûn. Ew bi xwe jî ketin binê hestiyariyeke erjeng û hêstirên çavên xwe azad kirin..

Li hêla din, êdî bûtikên dara mazî teqiya bûn.. Lê pir bi derengî ketibûn!

 

 

 

 

 



                                    DAWÎ


 

 

 

 

 

 

 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Pîrozgeha Efsanewî û Serdema Deqyanûs

TAYBETMENDIYA KEVIRA KIR

KELEŞO NÛ BI DARO