LORÊYA FÎSTAN SOR

LORÊYA FÎSTAN SOR



Di derbarê strana "Lorê" an bi navekî din "Fîstan Sorê-Kiras Sorê" de gelek tişt hene bêne gotin, lê ez ê bi kurtegotareke çend gotinan li ser vê stranê bêjim..


Di dîroka hunera kurdan de hin stran hene heta çerxa dinyayê bizivire dê ji aliyê hunermend û stranbêjan ve bêne gotin. Lorê jî yek ji ew stranên vê çêrxê ye..

Strana Lorê, weke bi sedan stranên folklorê gelerî tê zanîn. Di gotinên stranê de jî kifşe stran aydê herêma Wêranşarê û derdora wê ye.

Bi raya min ji salên 90'î vir de kirasê hunera kurdan ewqas li stranekê xweş nehatiye..

Wekî tê zanîn folklora Kurdan di dinyayê de bi nav û deng e. Folklora Amedê li gor herêmên din bêtir pirrengîn e. Lê govenda herî zêde tê lîstin bêguman giranî ye. Her wiha li Mêrdînê milanî û cîda, li Botanê şêxanî, li Serhedê eyşokê û şemamê, li Dersîmê jî qereçol û sê ling zêdetir têne lîstin.

Li herêma Wêranşar, Girê Sor, Qerecdax, Dêrikê, Erxenî û derdora Rihayê jî govenda Şewqo navdar e. Li herêma Amedê ji vê govendê re Dizo tê gotin.

Reqs û govendên bi navê Delîlo, Esmerê, Eyşokê, Keşeo, Şêrizdîn, Çaçanê, Meryemo, Şemamê, Şewqo û hwd hemû navên xwe ji navê bedewiya keç û mêrxasiya xortên kurdan girtin e..


Bi hezaran stran hene li gor rîtm û ahenga van reqs û govendan têne gotin, lê di salên dawî de kêm stran hene mohra xwe li rojeva reqs û govendê xistin e..

Stranên şoreşê ne tê de, herî dawî stranên salên 90'î yê ji aliyê çend komên kurdan ve hatibûn xwendin mohra xwe li dîroka reqs û govendê xistin e..

Weke mînak tu hunermend û stranbêjekî di dawetan de bê stranên salê nodî nikare bernameya xwe biqedîne.

Strana Lorê, ji bilî herêmên weke Dêrikê, Wêranşarê, Girê Sor heta Erxeniyê û hwd gelek bi derengî hatiye kifşkirin..

Rîtm û ahenga strana Lorê, li gor govenda Şewqo an bi navekî din Dizo ye û di demên dawî de li Amedê ev govend weke Lorê tê binavkirin û lîstin..

Stranbêjekî kurd ê bi navê Tekîn Bozkurd ji bo strana Lorê vîdeoklîbekî çêkiriye. Dibe ev ciwanê kurd ne profesyonel û navdar be lê xebata wî hêjayî teqdîrê ye.
Eferim jê re!


Mordem Zel
22.11.2019 Amed

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Pîrozgeha Efsanewî û Serdema Deqyanûs

TAYBETMENDIYA KEVIRA KIR

KELEŞO NÛ BI DARO