SEKVAN (Beşa Yekemîn)

SEKVAN
Metîn AKTAŞ

Werger: Mordem ZEL



...
Di meha Hezîranê ya sala 1974'an de li hala Xarpêtê, min û Şêxmûs hevdû nas kir. Kelekela germa havînê bû; weke bizota agir, bi dijwarî rojê girtibû ser ezmanê Xarpêtê û bajar diqijqijandin. Hal, wê çaxê ne weke îro li derê bajêr, li nav bajêr, li jêrê hala genim a îroyîn bû. Derdora halê bi avahiyên duqat sêqat honandî, li diyarê halê jî, bi çend qelasên qalind û bi kiremîtan serbanek hatibû çêkirin. Li wir bi hezaran kevok dihatin xwedîkirin. Heke, tenê bi gotinekî bê pênasekirin, ev hala ku her roj bi hezaran însan dihatinê, weke pêşangeh û marezê bûn.. Ji her polê, pîşeyê, di her tîpê de dîtina mirovan pêkan bû. Ew roj, tevî Celalê kurê meta xwe em çûbûn halê. Celal yekî qeşeng di temenê min de bû û li halê karê selekan dikir. Min, li lîseya Colemêrgê dixwend. Celal, qet neçûbû mektebê, lê ciwanek pir jîr, jêhatî û xêrxwaz bû. Bavê wî, di dema zarokiya wî de ketibû binê aşîtê û jiyana xwe ji dest dabû. Li hala zerzewatan bi karê selekan ji meta min a qerwaşî dikir re dibûn alîkar. Ez û Celal em li halê digeriyan, ji nişka ve me xwe di nav hengameya lihevxistinê de dît. Heft ciwanên temenê wan 18,20 salî, di destê wan de çov, texte û qelasên qalind, li camêrek temenî wî 65, 70 salî, li pişta wî seleka bi qamûşan çêkirî, li ser wî kincên kevn ê qirêj, delingê wî helkirî, li serê wî şewqeyekî reş a heştgoşe ya serê wê bi potekî sor dirûtî, dev û çeneya wî bi similên spî girtî, kesekî dirêj û bejnzirav dixistin. Bi rastî hêz û wêrekiya camêrê kalepîr min matmayî hişt..

***

Her çiqas heft ciwan bi dar û text û qelasan bêwijdanî êrişê kalepîr bikin jî nikaribûn pişta wî bidin erdê; ew jî li dijî derbên li laşê wî yê tenê estî û post mabû diketin li ber xwe dida û ciwanê biketa destê wî poşman dikir ku ji dayîka xwe bûye. Ji bo ciwan jî bi vê dizanibûn dixwestin xwe dûrî wî bidin û weke qefleya gurên birçî hemûya bi hev re ji çar aliyan da êriş dikirin. Her çiqas hal bi dev re tije însan be jî, tu kesî nedigot ev çi ye û qarişê wan nedibûn, hemû bi temaşekirinê têra xwe dianiyan. Her ku pêvçûn dirêj dibûya qelebalix jî zêde dibû. Hin kes hebûn ji bo pêvçûnê baş temaşe bikin sindoqên textikan didan ser hev, hinek jî bi qelasên qalind ê li binê çadira ser halê nuxaftibû ve dikişiyan jor. Sê heb simsar jî zarokek 7,8 salî yê boyaxvan dabû ser milê xwe û jê agahiyên şer digirtin. Dema em nêzîkê pevçûnê bûn Celal bi qîrînî got: " Ev apê Şêxmûs e! Li apê Şêxmûs dixin!" û textekî sindoqa şikandî ji pêşiya dikanê simsarekî girt û fersendê neda ez tiştekî bêjim qîriya û got "ez hatim apê Şêxmûs!" û tevlî şer bû. Ciwaneke wêrek bû; çawa kete nava şer bi textê ku serê wî perçe kiribû ciwanekî zirtepoz li ber lingê apê Şêxmûs dirêj kir. Bi dîtina vê rewşê sê ciwan bi hev re li stûyê Celal siwar bûn û xwe avêtin ser. Min zêde sebir nekir; Nedibû ez kurê meta xwe tenê di şer de bihêlim. Bi vî hawî, ez ketim nav şerekî bi sedema wî nizanim. Ew heft kes bûn, em sê. Dema min Celal ji nav sê ciwanan derxist xwîna ji serê wî hatibû rûçavê wî girtibû. Piştî çar simsar jî piştgiriyê dane ciwanan îşê me xirabtir bû. Celal, çawa bi qîrînî got "werin alîkariyê, faşîst me dikujin!" însanên derdora me jî tevlî şer bûn.

***

Hinekî ji bo alîkariya me bikin, hinekî ji bo lêdana me tevlî pêvçûnê bûbûn. Pêvçûneke ji rêzê cihê xwe bi wesfê siyasî nixumandi bûn. Yên tevlî pêvçûnê bûbûn bi qîrîna "Bimre faşîzm!", "Bimre Komunîzm!" hala zerzewatan dihejandin û bi bêmerhametî li hevdû dixistin. Pevçûn di kurtedemekê de li tevahiya halê belav bû! Însanên wê derê weke gurên birçî dizûriyan, dirûşman digotin, sindoqên mêwe û zerzewatan perçe dikirin, tiştên di wan de bû di hevdû de wer dikirin. Di vê kêliyê de camên dikanê sîmsaran yekoyek dihatin xwarê. Weke ev hengame têrê neke, bi hezaran kevokên li çatiya halê di nav qelasên qalind ê çam de dijiyan jî, metirsî li ser wan çêbûbûn û qutifî bûn. Weke însanên tevlî ayînekî bibin bi tevahî diqîriyan û difiriyan. Bi dehan însan di nav lingê yên li hevdû dixistin de dihatin pelçiqadin. Hema li ber min jinekê extiyar ketibû erdê. Ger min wê ji erdê ranekirana newa ji zû ve çûbû ber rehma xwedê. Jinik ewqas tirsiya bû, dema min wê ji erdê rakir, te digot qey mêşineke ji nava qefleya guran rizgar bûye bi xirxavî demekê li sûreta min nihêrî û piştre reviya. Edî nizanibûm ez ê çi bikim. Ji lêdana yekî bêtir min parastina xwe dikir. Bi dîtina mirovekî têgihîştî ku bi darek dixwest li min bixe paşve reviyam. Ev mirovî, bi ew darê qalind li sîmsarekî zikmeşko yê digel simêlê qusandî, rûyê wî yê reş ê hejgol bi ser singê wî de hatibû xwarê xist û qîriya; "Bimre komunîzm!" Sîmsarê xwîn ji serê wî dipijiqîn qîriya û got: "Ez mirin dayê!" Her çiqas piştre herdû destê xwe rakir got, "Ez ne komonîst im!" jî ji lêdana çovekê din xilas nebû û li erdê dirêj bû.

***

Esnafên halê yên dîndar, ji bo mêwe û zerzewatên xwe xilas bikin diperpitîn. Devê xwe yê bimbarek ê ji bo xapandina însanên feqîr û belengaz her roj hezar derew li ser lingî dikirin bi dijmîn û çêrên kirêt xira dikirin. Lê hewldana wan a ji bo malê xwe xilas bikin bêhûde bû. Êdî tu hêz nikaribû van însanên har bide rawestandin. Sê heb sîmsaran fêm kirin ku êdî nikarin malê xwe xilas bikin, her wekî zabitayan pevçûnê derxistiye, te digot qey yên malê wan perçe kirine û pê li hev xistine ew in, te digot qey camê dikanan wan şikandî ye û malê tê de ye wan pê li hev xistî ye, wekî ezîzên xwe vê dinê û wê dinê mîsoger bikin zabitayê xeracê girtibûn çipuryan kiribûn û lê dixistin. Yek ji sîmsaran têra xwe bi lêdana zabita nedianî û boriya demir a di destê xwe de bi hewada dikir, weke kerekî nêr kerekî mê bidîne diziriya û bi ser kesên li hev dixistin ve diqîriya, "Li zabitayan xin! Li zabitayan xin!" Lê, kesên li hev dixistin wî nedibihîstin. Jin û mêrên parsek ku ji serê sibehê heta êvarê mêwe û sebzeyên sîmsaran diavêtin tenekê çopê ji xwe berhev dikirin bi boneya vê pêvçûnê fersendê dîtibûn û torbeyên xwe tije dikirin û dipekiyan. Sîmsarên ku nikaribûn mêwe û sebzeyên li ber çavên wan dihatin revandin asteng bikin jî din û har dibûn. Bi vî hawî kî biketana pêşiya wan êriş dikirin. Sîmsarekî bi qilafetê xwe qirase bû, yekî parsek ê di nav qirêjiyê de wenda, ji bilî pişta stûyê wî tayek por bi serî ve nemabû bi torbeyê tijî ku dixwestin ji halê derbikeve girt. Nîyeta parsek a tiştên kiribû torbe wenda bike tune bû. Weke pisîkek gurrî û çeqelok li hemberî kûçikek xişin bisekine li binê poza sîmsar xwe rep kir. Ji nîşka ve tevgeriya û êrişê sîmsar kir. Milê wî kir devê xwe. Bû hewar hewara sîmsar û temamê halê bi xwe hesandin. Ji aliyekî de sîmsar dixwestin milê xwe ji devê parsek derxîne, ji aliyekî de jî lê dixistin.

***

Lê, parsek weke zelûyê xwînê bidîne diranê xwe yê zingarî ji qolê sîmsar dernedixist. Devê wî bi xwîna sîmsar tije bûbû. Jineke şîşman, camêrekî qama wî normal dirêj, kincên taximî li ser wî bû li erdê dirêj kiribû, bi qûna xwe ya wek distarê li ser singê camêr rîniştibû bi nikûkê xwe yê weke bêran sûreta camêr pencûriko dikir. Qûna xwe wek kevira aşê li ser dibir û dianî parsûyê camêr diperçiqandin. Çavên camêr ji çalika wan şiqitî bû der. Ji bo nefesê nedigirt wek kûçikek ji germa havînê tengezar bibe bostek ziman dirêj kiribû. Hema li nêzîkê min camêrekî wek mêşa ku çêle derxîne qîriya û ji bo xwe ji kevokên hawirdorê digîfiriyan biparêze bi dev û rû avêt erdê. Kevok jî, firîyan û xwe li dikanê sîmsarekî yê camê wî hûr û herafo bûbû qelibandin. Li aliyekî min ê din, digel lêdanê nexwaribû jî jeneke di binê sindoqan de diqîriya. Ciwanekî kincên ser wî fîtolo bûbû, bi du kesan re şer dikir. Ji nîşka ve zebeşekî ji cihekî ne diyar ve hat li nav pişta vî ciwanî ket û wî li erdê dirêj kir. Ev ciwan hema cîda xwe da hev û rabû ser piya û qîriya: "Bimre faşîzm!" Lê zêde li ser piya nema; herdû mirovên pê re şer dikirin qîriyan û gotin "Bimre komunîzm!" û weke qijikên alik û keçelokan bi ser ciwan ve cil bûn. Min hewl da alîkariya vî ciwanî bikim, lê Celal bi qolê min girt û got "Hadê em diçin." Dev û poz û cil û bergên Celal di nav xwînê de mabû, îçlikê ser fîtolo bûbû. Seleka ji qamûşan çêkiribûn û wek çavê xwe lê miqate dibû ji çend ciyan ve hatibû şikandin. Di nav şer û pevçûnên li tevahiya halê belav bûbû de me bi destê hevdû girt û reviyan. Dema em reviyan ji para ve bi dehan firingî û xiyar li nav pişta min ketin. Dema em ji nav hengameya şer û pêvçûnan derketin û ber bi deriyê halê yê aliyê başûr ve hatin, dengê sîrenê wesayîtê polês û ambûlansan hat.

***

Kalepîr, li devê deriyê aliyê başûr li benda me bû. Kincê ser fîtolo bûbû, di nav xwînê de mabû. Şalê wî yê bi deh cih an pînekirî ji aliyê rastê ve heta qorekê bişkivî bû. Yek ji papûçên wî yê kevin di linga wî de nebû. Dihat fêmkirin di nav hengameya şerê halê de papûça xwe wenda kiribû. Seleka li pişta wî ketibû wisa rewşekî ku êdî kêrî tiştekî nedihat. Ji bêrika xwe desmala xwe derxist da ser serê Celal ê şikandî. Dengê sîrenên polês û ambûlansan her diçû nêzîkê halê dibûn. Çend deqe şûnda dê bigîştana hala zerzewatan. Kalepîr got:
"Hadê, xortno em birevin polês tên!"
Em her sê jî reviyan. Bîstek şûnda em gelek ji halê dûrketin. Dema me qenaet pê anî ji halê dûr ketine, di siya darekî darcêwî ya guliyê wê bi qasî avahiyeke du qat rabûbû weke sîwanokê dirêjî ser cadeyê bûbû em sekinîn. Ez û Celal, bênefes mabûn, te digot qey Kalepîr bi me ra baz nedaye qet xema wî nebû. Li binê dara darcêwî çong da û seleka xwe danî kir ber xwe. Papûça xwe ya mayî jî derxist avêt selekê û lingê xwe yê ji qirêjiyê reş bûbû dirêj kir. Heta bêjî rihet bû. Te digot qet ne li kuçeyê li odeyekî qralan a hotelekî pênç stêrk e. Ji nêzîk ve min li kalepîr mêze kir; di nav rûçavên wî yê xwîn û xirarê de, çavên wî weke kevirek almasî dibiriqiyan. Nêrînên wî kûr û bi zanyarî bûn. Cûda bû. Te digot qey ji nêrînên wî zanyarî, heskirin û mezinî diniqutî dilê min. Dilê min bi pêtek germahî tije bû. Bi tirsnakî çend gavan paşta kişiyam. Kalepîr, çeneya xwe ya werimandî xurand û bi ser min de zivirî û got, "Ooo çavên te pir reş bûne xorto." Bi ser Celal de zivirî: "Ev hevalê ciwan kî ye?"
Celal got, "Kurxalê min e" û li kêleka wî rûnişt. Bi destekî xwe bi destmala dabû ser birîna serê xwe digirt. Xwîn sekinî bû.

***

"Navê te çi ye?"

"Metîn."

Kalepîr destê xwe yê bi xwîn û qirêj dirêj kir:
"Bi xêr hatî Metîn. Navê min Şêxmûs."

Min jî bi destê wî girt û jê re got, "Bi nasîna te xweşhal bûm." Çavên min şil bûn, çiziyan û şewitîn. Êşa zikê min her diçû zêde min diêşandin.

"Di rûçikê min de te lêdanê xwar. Lêborîna xwe dixwazim."

"Wan mirovan çima li te dixistin? Te çi kiribû bi wan?

"Ez wan ciwanan nasnakim. Texmîn dikim çend sîmsarên sofî yên di halê de ji min hesnakin wan bi ser min de şandin."

"Çima? Sîmsar çi ji te dixwazin?"

“Ji fikr û ramanên min ditirisin."

"Çima fikr û ramanên te ewqas xeternak in?"

"Nizanim. Li gor xwe xeternak dîtine ku xwestin min ceza bikin."

Celal got, "Xwe biparêze. Dê van kesan dîsa êrişê te bikin." "Kesên xeternak in."

Di wê kêliyê de kamyonetekî derbas bû û bêdeng bû. Di serê kuçeyê de di destê wê de gopal jineke xuya kir.

Kalepîr got::
"Tu mekteb dixwînî Metîn?"
Bi zanatî mijara axaftinê guhertibû.

"Erê. Li lîseya Colemêrgê dixwînim."

“Tu ne ji Dersîmê yî?"

"Erê."

“Pekî çima ne Dersîmê, li Colemêrgê dixwînî?"

“Piştî dibistana seretayî, min şeş salan lîseya Dersîmê ya razanê qezenç kir. Piştî sê salan min koçî lîseya Colemêrgê kirin."

"Çima? Te li mamosteyan xist?”

“Na ezbenî. Ji ber sedemên siyasî min koçî lîseya Colemêrgê kirin.”

“Ooo! Di vî temenî de! Ka hela rûnî li kêleka min kurê min. Weke tu ciwanekî têgihîştî bî. Bi nasîna te şanaz bûn." Bi destê xwe qolê min girt û min da rûniştin. Bêhna cixareyê jê dihat. Weke dostê wî yê dehsalan bim destê xwe da ser milê min û porê min firikand. Çavên wî çirçirsok û şewq didan.

"Em diçin."

Kalepîr zivirî ser Celal: "Hûn diçin ku?"

“Em diçin malê.”

“Ger hûn bi vî halê xwe biçin malê dê dayîka te diltirsî û xemgîn bibe. Hadê em biçin malê me. Dest û ser û çavên xwe bişonin, birînên xwe paqij bikin, ez ê seleka te jî tamîr bikim wisa herin malê."

Celal, li rûçikê min mêze kir û serê xwe hejand:

“Tu dibêjî çi Kurxal?”

Min got: “Tu dizanî.”

Celal, rabû ser piya û got:
“Baş e, em biçin.”

Di wê kêliyê de du ciwanên heskiriyên hev di ber me de derbas bûn û li me mêze kirin. Celal bi nêrîna wan bi fikar bû. Piştî Celal, Kalepîr jî rabû.

“Em herin.”

Me dest bi meşê kir. Mala Kalepîr, li jêrê xeraca trênê, li nêzîkê kerxaneyê bûn. Mala lê diman bi perçê textikên kevn çêkirî bû. Pir biçûk bû, tenê bi qasî cihê doşekekê mezin bû. Niha bi çend avahiyên bêtonî tije bûye ev tax. Wê çaxê bi bax û baxçeyan rûgirtî bû. Ji bilî kozik û kepirên nav bax û baxçeyan li taxê tu xaniyek tune bûn. Tabî ger em kerxaneyê nehesibînin. Derdora kerxaneyê bi qasî qama du însanan bilind, bi dîwarê keviran honandî, li devê deriyê wê du kesên gir û qirase heta êvarê nobedarî dikirin. Newala ku tevahiya ava qenalan diherikiyanê, derdora wê bi qamûşan rûgirtî, weke belat bêhn didan, ji tunêlê tarî yê binê xeraca trênê destpê dike bax û baxçeyan ji hevdû diqetîne ber bi Vartatîlê ve diherikiyan.

Beq û qirqirokên vê newalê bi şev û rojan bênavber biqîreqîr xewê li xwecihiyê taxê û kesên kerxaneyê heram dikirin. Vinevina beq û qirqirokan weke har bibin û trênê dikevin xeracê bi dûdikên xwe erd û ezman dihejandin. Kozika Kalepîr lê diman, di nav baxçeyekî darên sêv, hirmî, tû, qeysî, hinar, biyok, gûz û erûkan de bû. Guliyên daran bi giraniya fêkiyan xwar bûbû gihaştibûn erdê. Qeysî û erûk bi guliyan ve zer bûbûn. Dema em ketin nava bexçe, dengê çûkan bi dengê beq û qîrqîrokên li qenalê başûrê bexçe bû ketibûn pêşbirkê. Giya û çîçekên wê derê qama me derbas dikirin. Di nav ev bexçeyê giya û çîçekan de bi sedan cûreyên kêzikan, mêş û perperok di nav tevgereke bêatlehî de bûn. Şaşwaz bûm bi ku derê ve bimêyzînim. Ev der weke cinetê bûn...

...

Hevnasîna bi Şêxmûs re wisa destpê kir. Beriya hevnasîna pê re yekê ji min bipirsiya bigota xortekî 20 salî û kalepîrekî 70 salî dikarin bibin heval. Min ê bigotana na. Lê Şêxmûs mirovekî cûda bû. Hem zarok, hem ciwan, hem jî, weke zanyarekî mezin hezaran salan jiya bû. Di her hatina min a Elezîzê de miheqeq diçûm serdana hevalê Şêxmûs. Herî dawî di hefteya destpêka meha Îlonê de min ew dîtin. Rojekê bi baran bû. Li halê min ew nedît û çûm kepira wî. Li wir bû. Deriyê kozikê yê bi darên qalind ê mazî çêkiribû dabû ser piştê û li ser kursiya lingekî wê şikestî rûniştî li baranê temaşe dikir, guhdar dikir. Bi dîtina min kêfxweş bû, rabû min hembêz kir, maç kir, weke hergavê porê min ê şil firikand. Min ew baş nedît; diltirs bû.

Weke yek wî bişopîne diqirqiliyan. Her çiqas dixwestin bextewar û rehet xuya bike jî di veşartina diltirsiya xwe de bi ser neket. Min ev sedemên vê diltirsiya wî pirsî, bersivê neda. Em ketin hundir; dostê min ê kalepîr deriyê kepirê negirt. Texteyekî biçûk û kursiyek girt û li devê deriyê kepirê sekinî û temaşekirina barîna baranê domand. Xunavên baranê bi ser darên mêweyan ê weke lafokê kepirê pêça bû ve dilop dikir û weke çîniqro li sacê kevin ê zingarî yê ser kepirê dixistin. Demekê dirêj li ser piya li benda behskirina derd û kul û axaftina dostê xwe yê kal sekinîm.

Dostê min ê kal zivirî li rûçavên min mêze kir û got; "Baş bû min tu dît. Ez jî li benda dostek wek te bûm. Niha min baş guhdar bike Metîn. Tu ciwanekî têgihîştî yî. Ez ê tiştekî radestî te bikim. Tu yê sozê veşartina wê bidî?"

Baweriya Şêxmûs a bi min û parvekirina sirên wî, zêdetir min şanaz kir. Çimkî ji naskirina ev camêrê kalepîr û şûnda, min fêmkiribû ev mirovekî cûda ye û li pişt jiyana wî ya sefaletî sirek wî ya girîng heye. Lê ji tirsan min jê nepirsîbû. Çimkî min fêmkiribû dê ev kalepîr sira wî her çi be ew ê bi min re parve bike. Niha jî wê demê bû, qet nefikirîm û min bersivê dayê:

"Dikarî bi min bawer bî."

Di nav lêvan de got, "Pir baş e," û ji cihê xwe rabû; sandoqa kevn a li kêleka doşeka xwe ya singêr a li ser çend perçeyên textikan raxistibû vekir û lênûskek qalind a di nav caketekî kevn de pêçayî derxist dirêjî min kir. "Vê lênûskê bigir veşêre. Kengê roja wê hat bide weşangerekî û bide weşandin."

Bi girtina lênûskê min got; "Çi tê de nivîsandî ye?

Min lênûskê vekir û li rûpela ewilî çav gerand. Bi tîpên mezin, "LI BIN SÛRA AMEDÊ EZ MIRIM!" nivîsandî bû.

Got; “Bîranînên milîsekî serhildana Şêx Saîd tê de ne. Azadî û hebûna gelekî ya tê înkarkirin tê de te ye. Destaneke evîniyê tê de ye. Lênûskê baş biparêze. Dixwazim rastiyên hatine berevajî kirin bêne zanîn." Zêde neaxivî, niqirîskan qirika wî xitimand. Min qet wî ewqas hestiyar nedîtibûn Ev camêrê zanyar ê ku di demên herî xirab de hestên xwe diparast niha weke zarokek xwezayî û bêkontrol bû. Dema min lê nihêrî, fêm bû ku xalên zehîf ê kesên zanyar jî heye. Min dît çavên kalepîr tije rondik bûn û bi ser rûyê wî yê spî ve hatin xwarê. Ev rewşa wî hem min hestiyar kir hem jî tirsand. Heta îro li ser vê sira wî, bi hezaran kurgu min di serê xwe de çêkiribûn; lê di nav tu kurguyek de ez nefikirîbûm ku milîsekî serhildana sala 1925'an a Kurdan û Şêx Saîd be. Sed sal bifikiriyam tiştek wisa nedihat aqilê min. Min serhildana 1925'an a bi pêşengiya Şêx Saîd bihîstibû. Bi rastî ne di derbarê Şêx Saîd de û ne jî di derbarê serhildanê de zêde xwedî agahî nebûm. Lewra jî, zêde nefikirîm û ji bo di demên pêş de biweşînim min lênûska dostê xwe girtibû.

Şêxmûs, destmalek bi dîmenê kulîlka Berfînê neqişkirî ji bêrika xwe derxist û got; “Pir xemgîn dibim ku min nivîsandina bîranînên xwe temam nekir. Heke ez nemirim, neyêm kuştin, ez ê nivîsandina bîranînê xwe bidomînim." û hêstirên xwe paqij kir.

“Tiştên di lênûskê de ne, te nivîsandî ye?”

“Erê dostê min. Min nivîsand."

“Tu di serhildana Şêx Saîd de milîs bûn”

“Erê. Ji serî heta dawiyê ez di nav serhildanê de bûm.”

“Tu ji ku yî?”

“Ez ê ji te re nebêjim ez kî me û ji ku me. Ev nayê wateya ez bi te ne bawer im. Li dijî gelekî ez xwe berpirsiyar hîsdikim lewra nabêjim.”

“Navê te ne Şêxmûs e?”

“Na.”

“Yaa! Baş e, tu ji bo çi hatî vî bajar î?”

“Ji bo kuştina kesekî hatim.”

“Kî?”

“Ji bo kuştina Bînbaşî Kasim hatim.”

“Bînbaşî Kasim kî ye?”

“Ew xayînê ku damezrînerê rêxistina Azadî Mîralay Xalid Beg û hevalên wî îxbar kiribûn û Şêx Saîd kiribû kemînê dabû girtin. Zavayê Mîralay Halid Beg û hevçengê Şêx Saîd e."


“Baş e, te ew kuşt?”

“Na, min nekuşt.”

“Çima? Te ew nedît?”

Şêxmûs kir pistepist û got, “Min dît!”

Dema trênekî kete garê û dengê dûdika wê bi ser taxê ket, bêdeng bû. Baran her diçû dijwar dibû. Ne barîna baranê, ne ava ku newalê bi dev re kiribû têra tepisandina dengê beq û qîrqîrokan kiribû. Wekî her carî bêar û bêfedî diqîriyan. Dengê lihevxistinekî li devê deriyê kerxaneyê heta şûna me dihatin. Bi sekinandina dengê dûdika trênê Şêxmûs axaftina xwe domand.

“Di efûya 1928'an de ji girtîgehê derketim bi Zel'ê re zewicîm. Piştî zewacê bi destpêka serhildana Agiriyê re em herdû jî tevlî serhildanê bûn. Bi têkçûna serhildanê re, dewletê ji bo min û Zel'ê biryara girtinê derxist. Demekê em li çiyayan qaçax geriyan. Piştî ku bi hezaran leşker ketin dû me, ez û Zel derbasî Sûrî bûn.

***

Piştî jiyana çend salên di nav şert û mercên xirab de min dest bi ticaretê kir. Karê min gelek baş bû. Di demeke kin de dewlemend bûn. Ketim nava kesên aqilmedên bajarê lê dijiyam lê li wir bextewar nebûm. Ji jiyana xwe ya borî neqetiyam. Min îxaneta Bînbaşî Kasim ji bîr nekir. Herî dawî li dijî hestên xwe têk çûm. Min hemû destkeftiyên xwe li wir hişt û ji bo kuştina Bînbaşî Kasim ez û hevala xwe di rêyên qaçax de vegeriyan welêt.”

Min axaftina Şêxmûs birî û jê pirsî;
“Qet zarokên we çênebûn?” Şêxmûs, serê xwe bilind kir û li sûreta min mêze kir. Min hew dît rûçikê wê tehl bû, destên wî lerizîn, çavên wî biçûk bûn. Texmîn dikim pirsa min wî pir aciz kiribû. Piştî çend deqe fikirî û şûnda bêdil be jî bersiva min da. Got; “Bi Zel'ê re weke tu difikirî em nezewicîn. Ez û ew di heman malê de me jiyanek derbas kir lê tu caran li ser heman doşekê em nerazan. Ji bo ez ji gotinên wî bawerim an nebawerim li rûçavên min nihêrî. Çimkî gotinên wî dûrî aqil bûn. Însan bi hevjina xwe re jiyanekî derbas bike û di nav heman nivînan de neraze ne pêkan bû. Di wê kêliyê de pirsa ewilî hat aqilê min ev bû:

“Qey mêraniya te tune?”

Bi awayekî xemgîn keniya û got; “Xwezî sebeb ev bûna!”

Şaşwaz bûm, min got; “Başe, sedem?”

Gelo tiştek wisa pêkan bû? Du însanên zewicandî bi dehsalan bi hevdû re bijîn û şa nebin çawa dibe? Heke min Şêxmûsê dostê xwe nasnekiran û bi duristiya wî nizanibama ez ê ji gotinê wî bawer nebama. Texmîn dikim bawer nekir ez jê bawer dikim. Demekê bi awayekî bê biryar li min nihêrî û piştre dest bi axaftinê kir.

“Gelek tiştên hewce dikir min ji te re got kurê min. Tu bûyî hevparê gelek sirên min.

Texmîn dikim êdî dem hatiye ku bi yekî re sirên xwe parvebikim. Çimkî dema min çênebû ez ev parçeya jiyana xwe ya niha ji te re behsdikim binivîsim. Û dibe ku ji bo nivîsandinê qet jî dema min çênebe. Lewra divê ez vana ji yekî re behsbikim. Ne bawerim ji te çêtir kesekî bidînim. Zêde heznakim behsa tiştên xwe yê taybet bikim lê di pêbehskirina vê mijarê de mezhûrekî nabînim. Piştî têkçûna serhildanê ku ez hatim girtinê, ji bo xilaskirina min Zel, li Amedê bi efserekî saloxgêr re raza. Bi boneya vê bûyerê min wê efû nekir!” Dema behsa vê mijarê kir ji hundir de axînekî kûr kişand.

“Sedema ku min pê re jiyanekî derbas kir û pê şa nebûm ev bû! Tu min fêm dikî ne wisa Metîn? Dizanim, ji bo ciwanên nûjen ev tiştekî ecêb û sosret e. Ez te fêm dikim Metîn. Ne famkirina te ya ji min jî fêm dikim. Di dorpêçkirina Amedê de min milîsekî nas kir. Ne şaş bim navê wî Haydar bû. Dema pê re hatim naskirin diketin 50 saliya xwe. Di 19 saliya xwe de li ser keçikekî del û dîn bûye û keçik jî aşiqê wî bûye. Haydar, ewqas ji keçikê hezkiriye ku digel xwesteka keçikê pê re nezewicî ye. Çimkî tirsiya ye. Li gor xwe gotiye qey ez bi qîzikê re bizewicim dê hezkirina min a jê re kêm bibe. Bes ji bo hezkirineke bêdawî... Heke mîrov îro behsa tiştekî wisa bike, dê kes pê bawer neke. Ev hemû hatin jiyîn û derbas bûn kurê min. Bûn çîrok. Tu behs bikî ne kes ji te bawer dike, ne jî kes guhdariya te dike. Dibe ku tu min derewçîn bihesibînî û ji min bawer nekî ku ez û Zel emrekî bi hevdû re jiyane û şa nebûn e. Çimkî ji dema me tiştekî nema roja îro. Tiştên aydê me çi hebûn dewletê şewitand û tune kir. Me weke xayîn û paşverû bi zarokên me da nasîn. Halbûkî, ji bo hûn bextewar û azad bijîn me li ser vê erdnîgariyê her tişt kir!..” Ji ber çi bû nizanim, bêdeng bû. Bi destmala di destê wî de bû hêstirê xwe paqij kir û piştre destmalê da ber pozê xwe û bêhn kir.

Di navbera me de kurtedemekê bêdeng çêbû. Min nizanibû çi bêjim. Ji bo rizgarkirina Şêxmûs, razana jinikê ya bi efser re dihatin fêmkirin, dême ji Şêxmûs pir hezkirî ye. Gelo ez bûma minê wê efû bikira, demekê fikirîm. Ji bo tiştekî wisa hewce dike mirov bijî.

“Hevala te ji bo xilaskirina te bi wî efserê saloxgêr re raza ye. Divê tu wê fêm bikî.”

Axaftina min biriya û got; "Dizanim, çi hewce dikir min ji te re got kurê min. Di vê mijarê de zêde pirsan ji min neke, naxwazim biaxivim.”

“Dikarim pirsekî dawî ji te bikim?”

“Bipirse?”

“Te ji Zel'ê hezkir”?

“Bi qasî min ji wê hezkir ji tu tiştan min heznekir kurê min. Min ewqas ji xwe jî heznekir. Di vê mijarê de tu pirsek jî bikî ez ê bi te re bixeyîdim.”

Min got; “Başe, paşê te Bînbaşî Kasim dît?

A rastî aqilê min li ser mijara Zel'ê mabû. Min pirsên xwe yê di derbarê vê mijarê de hişte demekî din. Lê, dê ew dem qet tunebûna.

“Erê, piştî lêgerîna demekê dirêj min ew li Xarpêtê dît. Tevî birayê xwe Elî û kurê wî li pêşiya dikanê xwe rûniştî li çûn û hatina rêwiyan mêze dikirin. Kûr kûr ketibûn nav xeyalan û xwe dabûn ser behra aqil. Her çi qas ez du caran di ber de derbas bûm jî qet serê xwe ranekir û li min mêze nekir. Pîr bûbû, pişta wî weke pişta deveyê qilûz bûbû, postê wî perik perik heliya bû, çavên wî di çalên xwe de wenda bûbûn. Ez dikaribûm wî bikujim. Lê min ew nekuşt; min dixwestin beriya ez wî bikujim çend tiştan pê re biaxivim. Berêvarê ji dikan rabû. Bi gopala di destê xwe de giran giran dest bi meşê kir; Te digot qey nameşe, li her tiştên wenda kirî digere. Herî dawî di kuçeyekî teng de min ew sekinand. Min demançeya xwe derxist û rêya wî birî. Min got 'Bisekine!.' Got, 'Tu kî yî?'

Bînbaşî Kasim, serê xwe bilind kir û li sûreta min nihêrî. Balkêş bû, di çavên ew mirovê tirsonek da eser tune bû. Li rûçavên min nihêrî û di nav lêvan da keniya. Tenê di çeneya wî ya jorîn da du heb diranê wî yê qirêj û zingarî mabû. Netirsiya wî hewesa min di qursaxê min de hişt. Min dixwest, xwe bavêje lingê min, bigirî, tikan bike û lêborînê ji min bixwaze. Lê tiştekî jî nekir. Gelo çi bi serê vî mirovî de hatibû? Ez şoke bûbûm. Piştî bersivê ji min negirt, çend caran li ser hev pirs kir 'Tu kî yî?.' Min nasnekiribû. Dê li ku nas bike, piştî ewqas sal şûnda ez jî pir extiyar bûbûm.

‘Emîn.’

‘Emîn? Min nasnekir?’

‘Bifikire. Dê were bîra te. Ew milîsê kû li ser pireya Evdilrehman Paşa ji ber xiyaneta te xwe berda bû ava har a çemê Miradê.’

‘Haa! Hate bîramin, tu ew xortê qaçax ê li kêleka Şêx Saîd î. Tu jî pir extiyar bûyî Emîn. Tu çawa xilas bûyî?’

‘Ez heft rih im.’

‘Bawer bikî bi xilasbûna te kêfxweş bûm. Beriya tu min bikujî were ez te hembêz bikim Emîn. Min pir bêriya wan salan û wan însanan kiriye. Ax Emîn ah! Heke derfetê vegera wextê hebûna ez ê jî di refên pêş de bi we re bimeşiyama. Xiyaneta min bi dost û gelê xwe re kir min xwar qedand. Hembêza xwe vekir û min ko kir. Li hemberê wî min xwe ranegirt. Wisa, li cihê xwe sekinîm bûm kevir. Sûreta min maç kir. Hêstir ji çavên min melûl bûn û hatin xwarê. Piştî min berda, ji bêrika şalê xwe destmalekî derxist û hêstirên xwe paqij kir. Got, 'Niha tu dikarî min bikujî Emîn! Nizanibûm ez çi bikim, şaşomaşo bûbûm. Kîn û nefreta bi salan min jehrî kiribûn û helandibûn firîbû çûbû. Ev camêrê hanê li hemberî min qediya bû, gunehê min pê dihatin. Hadê Emîn. A niha ku kes nehatiye karê xwe biqedîne. Tu şaşwaz bûyî ne wisa? Netirsîna tirsonekek wek min te şaşwaz kir. Edî ji mirinê natirsim Emîn. Ez bi salan berê mirim e. Ev bû 35 salin hevala min Gulê Xanim doşeka xwe ji ya min veqetandî ye. Fedî dikim li rûçikê wê û zarokên xwe û gelê xwe mêze bikim. Wêrekiya ez xwe bikujim bi min re çênebû. Başîyekî ji min re bike, min bikuje. Min ji vî ezabî xilas ke. Hadê Emîn, hêzdar be min bikuje! Tu dizanî çima ez bûm mirovekî wisa Emîn? Tu qet fikirî? Sedema tirsonekî û xayîntiya min bavê min e. Heke bavê min di heşt saliya min de, min neşandana Mektebên Eşîretan ê li Stembolê ku ez tenê peyvekî Tirkî nizanibûm dibe ku ez bibûma mirovekî din. Tiştên li mektebê jiyame ji te re bêjim tu yê rûnî bikî bi min re bigirî Emîn. Li wir, bi me tirs û xofê û îbadetkirinê dan fêrkirin. Şûçdarê ev kesayetiya min bavê min e. Ji ber vê min jê nefret kir, min wî jî îxbar kir û da kuştinê. Dema leşkeran wî ji malê girtin ez li gund li malekî din bûm. Ez dizanibûm dê leşker ew bibin li çiya bavêjin ber singûyan û bikujin. Bawer bikî, qet heyfa min pê nehat. Min tenê rondikek jî, ji bo wî nerijand. Ez çima ji te re behsa van mijaran dikim nizanim? Ka êdî çi hewcedarî pê heye. Piştî ku jiyanek hat tunekirin êdî kişandina ezaba wijdanî mirovên çûyî venagerîne kî? Hadê, min bikuje Emîn!' ”

Di vê dera axaftina xwe de Şêxmûs bêdeng bû. Çavên wî bi derekê de asê mabûn.

Min got; “Te ew kuşt?” Min mereq dikirin.

“Na, min ew roj wî nekuşt. Di salên pêş de jî bi sedcaran min hewl da wî bikujim lê ez nikaribûm.”

“Başe, îxbara te nekir?”

“Na. Di derbarê jiyana min de tu gotinekî ji hevala xwe Gulê û zarokên xwe re negot. Piştî ku min îxbar nekir baweriya min pê çêbû ku bi rastî jî êşê dikêşîne.

***

Dema neçûma hevdîtina wî li min digeriya. Rojekî min nediyana dîn dibû. Pirî caran ji malê derdiket rasteqîn dihat halê gel min. Dema karekî derdiket jî giran giran li dû min dihat.”

“Paşê?”

“Ji bo kuştina Bînbaşî Kasim min welatê Sûrî terikand û hatim welatê xwe yê ku weke girtiyê siyasî lêgerîna min hatiye derxistin. Di nav şert û mercan neyînî de ku dijiyam li Bînbaşî Kasim geriyam û min ew dît. Lê nikaribûm wî bikujim. Di nav demekê de ku li dû kuştina wî digeriyam bi Bînbaşî Kasim re em bûn dost. Di her hevdîtina me de lava dikir ku ez wî bikujim. Lê min jê re digot, mirin ne çare ye, ji bo telafîkirina şaşî û kêmasiyên xwe divê tu bijî. Lê fikrê mirinê di dilê Bînbaşî Kasim de bûbû weke nexweşiyekî. Ji bo ku xwe bi xwe nikare bikuje dema nexweş diket jî bi rojan di nav êşa xwe de digeviziya û nediçû nexweşxaneyê. Bi salan ji bo girtina rihê wî li benda Azraîl an jî yek were wî bikuje sekinî lê ne Azraîl rihê wî girt, ne jî yekî ew kuşt. Ji bo yek wî bikuje piştî çend salan şûnda vegeriya Gimgimê.”

“Baş e, tu çima li ev bajar mayî? Tişta ku te bi ev bajar ve girê da çi bû?”

"Min amadekariya derketina ev bajar dikir lê ji nîşka ve hevala min a jiyanê û têkoşînê Zel çû ser dilovaniya xweda. Me wê li goristana Gulmezê ya li jorê bajar spart axê. Gelek caran min xwest ev bajar biterikînim, lê ez nikaribûm; nikaribûm hevjina xwe ya hêja û hevala xwe ya têkoşînê biterikînim û biçim! Li van deran bi tenê bû! Tu kesan ew nas nedikir. Qenebe heftê carek be jî dikarim destegulek kulîlkên Çiyayê Zel bibim û pê re biaxivim! Ax jiyan ax! Min hergavê ji te dixwest beriya Zel'ê bimirim. Lê, te berevajî xwesteka min, ewilî Zel'ê ji min girt!”

Birûskek ket, kepir di cihê xwe de lerizî. Şêxmûs, axaftina xwe birî û rabû çû devê derî li derve mêze kir.

***

“Niha ku nederengî ye, hadê rabe ji vêderê here. Hewce dikir, ji te re behsa parçeyek biçûk a jiyana xwe bikim, min kir. Wekî din çi mereq dikî, dê bi xwendina bîranînên min hîn bibî. Hatim dawiya birê ya salan. Gîhaştin şopa min. Li ku bin dê werin. Defterê veşêre. Ji tu kesan re pê behs neke.”

“Yên werin kî be?”

“Hadê tu here!”

Min defterê di boşetek naylon de pêça û kir binê parkeyê xwe yê heşîn, bi Şêxmûs ra me hevdû hembêz kir û derketim derve. Ew jî bi dû min ket, di baxçe de gihaşt min.

“Daxwaziyeke min a dawî ji te heye Emîn.”

“Çi ye daxwaziya te?”

Destmala xwe ya derdora wê honandî, li nava wê kulîlka Berfînê neqişandî nîşanî min da û got;

“Ev destmala di destê min de dibînî?”

“Erê dibînim.”

“Heke roj bê ez bimrim, an jî ji aliyê hêzên tarî û veşarî ve bêm kuştin tu yê werî merasîma cenazeyê min, vê destmalê bi min re bike gorê. Ji bîr neke, destmalê danî ke ser dilê min!”

“Ev destmal, çima ji bo te ewqas girîng e?”

“Dema li zindana Amedê girtî bûm, vê destmalê Zel'ê bi destê xwe çêkiribû û ji min re şandibû. Dibe tu bawer nekî, lê di rojên herî tirsnak û xofdar ên jiyanê de vê destmalê min li ser piya girt. Ev destmal ji bo min pir girîng e Metîn. Heke tu jî rojek wek min li ser keçikekî del û dîn bibî, dê ew çax min fêm bikî çima ewqas girîng e. Ev destmal timî li ser dilê min e. Tu dikarî wê li wir bidînî! Hadê, niha here,” got û dîsa min hembêz kir.

“Here. Li ku bin dê werin!”

Her çiqas bi bazdanê ji wir dûr ketim jî hişê min li ser dostê min Şêxmûs mabû. Bi rastî jî di milê fêmkirina wî de min zehmetî dikişand. Tu caran min rast nedidît, çawa bi heskiriya xwe re jiyanekî di heman malê de derbas bike û bi hev şa nebin.

***

Çawa biserketibû. Ji bo vê serkeftinê divê bi însan re îradeyek derasayî hebe. Metirsîdariya dostê min, min jî diltirsî kiribû. Yên wî tirsandibûn kî bûn? Gelo li benda kî bûn? Min ew roj behsa van tiştan ji Celal re kir. Rojek şûnda ez û Celal em çûn kepira ku Şêxmûs tê da diman, lê ne li wir bû; ew roj û rojên şûnda jî em li bajêr lê geriyan lê me ew nedîtin. Sal li dû salê herikîn. Piştî derbeya 12'ê Îlonê ya 1980'an hatim girtin. Gava tême girtin beriya leşker biçin mala me, bavê min xebatên min ê piraniya wan çîrok û helbest bûn hemûyan veşartî ye. Piştî çend salan ku ez vegeriyam gund, bavê min jibîr kiribû û nizanibû li ku veşartî ye. Em pir geriyan, lê me nedîtin. Di meha Kanûnê ya sala 1994'an de ku leşkeran gundê me şewitandin û me bi darê zorê derxistin em li Xarpêtê bi cih bûn. Bavê min, li dijî şewata xaniyê xwe û gund zêde li ber xwe neda; ji qehran û fikrandinê jana giran lê peyda bû. Me ew li serwîsa Nexweşxaneya SSK ya Okmeydaniya Stembolê razandin. Beriya hefteyekî ku bavê min li ser hişê xwe bû cihê dosyayên min veşartibû got. A rastî, cihê dosyayan jibîr nekiribû, li gor xwe gotibû tiştên xeternak in û ji bo parastina min negotibû. Li dijî vê helwesta wî şaş nebûm; çimkî kesekî zîrek ê wek bavê min ne pêkan bû tiştekî bi destê xwe veşêre jibîr bike. Dewletê têra xwe tenê bi şewitandina malê me û koçkirina me neanîbû, têketin û derketina gundê me weke herêma qedexekirî îlan kiribû û rê girtibû. Ji bo dosyayan ji cihê veşartî derxînim çend caran min serî li rayedarên dewletê da lê daxwaziya min nehat qebûlkirin. Herî dawî di Payîza sala 2003'an da, bi şertê vegerê min destûra rojekî girt û ez çûm gundê xwe yê şewitandî û xirabe ku ev deh salin ji çûn û hatinê re hatibû qedexekirin. Bavê min, dosyayên min di şikeftek baş de veşartibû, lewra jî tiştek bi wan nehatibû.


***

Dema min dosyayên xwe ji cihê vaşartî derxist, çavê min bi deftera ku Şêxmûs dabû min ket û min ew bibîranî. Halbûkî bi salane min Şêxmûs û deftera wî ya dabû min jibîr kiribû. Dema min defterê girt destê xwe çavên min tije bûn. Gelo dostê min ê hêja li ku derê bû? Gelo hêzên tarî ew kuştibûn? An reviyabû û xilas bûbû?

Min defterê vekir û dest bi xwendinê kir...

***

BEŞA YEKEM

Ev demekê dirêj e kûçikê me Reşo di nav êşekî de direhiya; car caran dengê wî li devê derî, carna jî li dûrî malê dihat. Min fêm kiribû xetereyekî heye lê pirî westiyayî û bê xew bûm çavên min venedibûn; tevahiya rojê bi bergîrê me yê bêxulq ê min pê erd ajotibû û bi qewirandina çûkên reş ku êrişê genimê mîn reşandibû dikirin û dixwarin canê min derketibû; ger bihêştana ez ê bi mehan razama. Pêdiviya kûçikê me bi alîkariyê hebû. Weke xilmaşê xewê ez ji nav cihê xwe hilpekiyam; ji bo derketina derve li derî geriyam, lê min derî nedît; te digot qey ketime bîreke bê binî. Bi ku derê ve diqesidîm li dîwar diqelibiyam. Ronahiya heyvê ya lîşo ku di şibaka odeya tarî de ketibû hundir, hêdî hêdî di ser darên dehlên ku ji jor de pelê wan rût dibûn û di dîwarê kevir ê ku bi axê hatiye têdanê de dilîstin. Dema li derî digeriyam, linga min li cerê tije av qelibî û cêr şikiya; ava jê rijiya palasa ku ji mûyê bizina hatibû çêkirin û li erdê raxistî bû şilopilo kir; bibe nebe min derî nedidît. Ev mîratê derî li ku bû? Piştî min derî nedît ez hêrs bûm û min çêrr û dijûnê Reşo kir. Her ku dem derbas bû dengê kûçik hat birîn û di nav bayê payîzê de ku weke pêxasan difîkîne tepisî çû. Wê çaxê tirseke pîs kete dilê min, vê carê bi rastî jî serê Reşo di belayê de bû. Dêya min û Şîrîn'a xwişka min a li odeya din razayî bûn beriya min ji malê derketibûn; dayîka min, bi lez û beza xwe diqîriya digot; “Tooy, tooy!”

***

Şîrîn jî diqîriya û bang li min dikir; “Cem, Cem derkeve der kûçikê me xilas ke, wî xwarin!” Piştî çend deqeyan şûnda min derî dît û derketim îwanê. Min bivirê li pişt deriyê derve girt û ez beziyam. Dayîk û xwişka min ji malê pêncî metre berjêr ber bi bostan ve baz didan. Garana wehşan kûçik di nav bostan da tengezar kiribûn. Her yek ji wan bi qasî nîv ton giranî ev wexşên hanê li dora kûçik helqeyekî çêkiribû û fersendê nedidan ku bireve. Bi şevê tarî bû; di nav şitlên firingî, garis, fesûle û kartolan de kûçik û wehş an xeyalî be jî, min ji hevdû derdixistin.

Dayîka min li dû min bang kir; “Ev ne gur in, wehş in!”

“Xwe nêzîkê wan nede, dê te perçe bikin!”

Min guh neda dayîka xwe û bivirê xwe bilindî hewa kir û weke mexluqatekî wehşî min dengê pîs derxist û bi pêhnê pêxas û ji jor de tazî bi ser garana wehşan ve meşiyam. Dayîka min û Şîrîn bi dû min ketin. Dema gihaştim nêzîkê bostan, yek ji wehş an kozika ku me bi darên mazî çêkiribû xira kir û bi ser min de hat. Ewqas serê wî mezin gewdeyî wî xişin bû di tariya şevê de dişibiya girekî biçûk. Dema bi ser min de hat ez reviyam, bi dû min ket. Çivîkên Beytik û Qijikên Alik ji hengameya kûçik û wehş an ditirisiyan û di nav tariya şevê de elotewşî virda wêda difiriyan. Yek ji qijikan li serê min qelibî û ket erdê. Nîyeta wehşî tunebû dev ji min berde; serê xwe bilind kiribû ji poza xwe ya dirêj dûmanekî pîs bêhn didan derdixist û li dû min xirexir û fişefiş dikirin. Ewqas zû dihat ne pêkan bû xwe jê rizgar bikim. Tam xwe digîhandin min kûçik ji para ve di boçê de wehşî girt. Wehşî çawa xwe zivirand ku êrişê kûçik bike, min fersendê dît û bivir li nava serî xist.

***

Wehşekî din ji para ve hat û zikê kûçik qelaşt, kûçik li erdê dirêj bû. Wehşê ku min bivir li serê wî xistibû jî bi wê derbeyê çend deqeyan li derdora xwe dolamalî û bi ser kûçik de ket. Bi hewldaneke dawî xwest êrişê min bike lê bi ser neket. Zêde dem derbas nebû mir. Wehşên din jî weke evîndarên biçin seyranê giran giran meşiyan û di binê siya darên gûzan de wenda bûn. Dema min kûçik ji binê wehşî derxist êdî miribû. Bi mirina kûçik xemgîn bûm; ew, ji bo min ne tenê kûçik bû, dostekî hêja û hevalekî dilpak bû. Gelek caran min û dewarên me li gur û herç û beraz an parastibûn. Mirina wî ji bo mala me wendahiyeke mezin bû. Reşo, kûçikeke pir wêrek û qurnaz bûn; kûçikê ku bi sedan xeteriyên qotûkêş derbas kiribû bi awayeke erzanî li ber deriyê me bihsta kuştin, bi rastî jî ne li benda tiştekî wisa bûm; lewra jî di tarîtiya şevê de min ji mirina Reşo'yê bê rih li erdê dirêjketî bawer nedikir. Min kûçik avêt ser milê xwe û heta qeraxa erxê ya li ber mala me bû min wî anî. Xwîna wî di nav pişta min de heta timanê min dilop kiribû hatibû xwarê. Timanê min tev bi xwînê sor bûbû. Dêya min û xwişka min jî li dû min bi girînî dihatin. Herdû jî nikaribûn li kûçik binêrin û hema wisa di derî de têketin hûndirê malê. Min jî li kêleka kûçik çong da erdê û lingê xwe yê tazî di binê tava heyvê de di ava weke zêr û zîv diherikiyan de şûşt û xwîna ser kincê xwe paqij kir. Min fêm kir ku bi vî hawî ez nikarim paqijiyê bikim, hema min hemû kincên xwe der anî û bi çipuryan di nav avê de dirêj ketim. Av pir sar bû. Dayîka min dema li hundir lembeya qazaxiyê vêxist ronahiya wê da derve jî. Bi hezaran beqên li derdora avê dijiyan weke gotina xwe bikin yek, hemû bi yek dengî dikirin qîreqîr û dengê kundên li ser darên dehlan bang didan ditepisandin.

***

Tarîtî weke dêwekî tirsnak bi ser xwezayê de rûniştibû. Bayê, porê min ê reş û dirêj li hev diqeliband û tevî pûş û palaxê erdê bi ser min de dibarand. Bi vî hawî tirs li ser min çêbû. Di nav avê de tenê çend deqeyan min li ber xwe da. Dema ji avê derketim canê min bûbû weke qalibê cemedê. Dîsa min li ber serê Reşo çong da; bi destê xwe min serê wî firikand. Serê wî cemidî bû. Tirsiyam. Ji mirîbûna kûçik tirsiyam. Rabûm ser piya û ji wê derê dûrketim. Tirsa mirinê min hişkobiringo kir. Qasek min fêm nekir bê ka çi bû bi min; canê min lerizî; li derdora min bi hezaran tişt zindî bûn, dara biyê li ber min bû weke çiya, bû dêw bi ser min de hat. Ew zindiyên xulqtehl ji çar aliyan da dor ji min girtin; diqîriyan, bang dikirin, dinaliyan, hîşahîş dikirin, dikeniyan, dengên tirsnak ên sosret derdixistin, weke gurên har ê zivistanê dor ji mala me digirtin û dizûriyan. Min li ber xwe neda û destê xwe da ser guhê xwe û reviyam malê. Min dexîloka derî ji para ve kişand û demeke wisa li ser piya sekinîm û min guhdariya şevê kir. Gelo çi bi serê min de hatibû? Gelo ew dengên min bihîst û tiştên min dît rast bûn. Dilê min, dikir ji qefesa singê min derkeve di devê min de were der. Nesekinîm, ji wê derê jî reviyam. Dayîka min agirê kuçikê zindî kiribû; ji aliyekî de ji bo kûçikê me digriyan, ji aliyekî de xwêya di çenga xwe de diavêtin nav pêta agir û dia dikirin. Hêstirê dayîka min, ji çavên wê yê kesk weke laserê bi ser sûreta wê de dihatin xwarê û tevlî agirê kuçikê dibûn. Şîrînê jî pişta xwe dabû dîwarê ber kuçikê, weke mirovek têgihîştî yê sed sal li dû xwe bihêle li dayîka min dinêriya û ew jî digiriyan. Ev halê Şîrînê min hestiyar kir. Xwişka min a delal êdî mezin bûbûn û berpirsiyariyên giran ê nav malê bi me re parvedikirin. Halbûkî hê zarokek sêzde salî bû. Weke şîlanê qam avêtibûn; weke şîlanê bejnzirav û nazenîn bû.

***

Porê wê yê reş ê dirêj bi ser pêl û rûyê wê de hatibû xwarê. Çavên wê jî wek yê dayîka min kesk bûn. Çend roj berê marekî reş ê weke qîr ku dirêjiya wî bi qasî du qat qama min hebû, bi ser dara mazî ya ber mala me de xwe berdabû xwarê. Min kursiya rûniştinê tê de wer kiribû û lingekî kursiyê şikiya bû. Min ew kursiya lingşikestî girt û li binê şibakê rûniştim. Guliyên dara biyê ya bi hêza bayê dileqiya, camê şibakê dihekandin û dengekî wek qirçêniya diranan derdixistin. Dayîka min, piştî xwê bi ser terafa agir wer kir, bi melkisa ji gezikan çêkiribû û hê gulên gezikê heşîn bû ser agir baweşîn kir.

“Çav. Çavê xirab li ser mala me heye.”

Min axaftina dayîka xwe birî û got; “Wisa neke dayê.”

“Tu bêbawer î, ew Silêmanê bazirganê dewaran te jî şiband xwe. Divê min destûrê nedan ku tu pê re hevaltî bikî." Piştî karê wê yê paqijiyê xelas bû, teplika ku hefteyekî beriya xwekujiya xwe, bavê min ji postê mêşinê ji bo min çêkiribû girt û di nav malê de çû û hat. Ji aliyekî de digriyan, ji aliyekî de li demirqeyê dixist. Ev hal û rewşa ku dayîka min têde bû, digel halê min ê bêkêf dîsa jî min da kenînê. Ev urf û adet û şêweyên îbadetê, ji min re xerîb û bêwate dihatin, lê zêde bi ser de neçûm. Felaketên di navbera hefteyekî de li dû hev qewimî bûn, min bi fikar dikirin; ewilî hirçan gayê me xwarin, rojekê şûnda guran du heb bizinê me birîndar kirin, mêşinekî me li raste ya erdê bi nefel de linga wê şikest, ev hemû têrê nedikir, bi ser de jî, birûskê dara me ya gûzê ji binî de qijihandibû, îşev jî kûçikê me yê ev deh salin bi me re dijiyan ji aliyê wehşan ve hatibû kuştin. Bûyerên di salekî de nehatibû serê me di navbera hefteyekî de li dû hev hatibûn serê me. Dayîka min, di çend deqeyên lêdana demrûqeyê de çi ziyaret û ewliya û sehabe hebûn navê wan zikr kir û piştre weke di demrûqeya ku bavê min ji bo min çêkiribû de kerametekî hebe sê caran wê maç kir û da ser eniya xwe. Piştre axa ku di tûrikê naylon de pêçayî, bi mîxê ji dara hevrisê yê li dîwarê mala me daliqandî bû danî û sê caran maç kir da eniya xwe û dîsa daliqand. Ew axa ku di tûrikê naylon de li dîwarê malê daliqandî bû, gundiyekî me ji pîrozgeha Dizgûno ya Dersîmê anîbû.

***

Pirî van tiştan bi tîtizî û ji dil dikir ez qimîşê wê nebûm jê re tiştekî bêjim. Piştî ku ew heriya ji pîrozgeha Dizgûno hatibû bi mîxê li dîwar ve daliqand derbasî gel xwişka min bû. Destê xwe di serê Şîrînê de da û porê wê yê reş firikand.

“Bû derengî keça min. Here raze.”

Şîrînê serê xwe da ser singê dayîka min û got; “Ditirsim dayê!”

“Çima ditirsî qîza min?”

“Nizanim dayê. Ez îşev pir tirsiyam. Kêliyekî min got qey dê wehş Kekê min Cem bikujin. Dilê min di devê min de hat. Hindik mabû bikevim bimirim. Qirika min zuha bû, zimanê min hat girêdan lal bûm, min xwest biqîrim lê nikaribûm.”

Ez rabûm ser piya, min hembêza xwe vekir û got; “Binêre spîsax im”

“Ne di destê min de ye, pir tirsiyam.”

“Hadê keça min here raze, divê tu serê sibehê zû rabî dewaran bibî çolê.”

“Bi zorê neke dayê, bikevim nav livînan jî xewa min nayê. Jê veger, ez jî jixwe ligel we rûnîkim.”

“Jê veger dayê, bila ligel me bimîne.”

“Li çolê raze, dê gur û herç dewaran bixwin.”

“Ez ranakevim.”

“Jê veger bila bixwin dayê.”

Dayîka min bi ser min de qîriya û got; “Tu çi tewşomewşo xeber didî Cem?”

“Qey ji me re tunene dewar.”

“Kî dewaran dide me, dê merivên bêxêr ê bavên te bidin, piştî xwekuştina bavê te tenê carekî derî li me venekirin, dê dewaran bidin me Cem?”

***

“Ez behsa merivên me nakim dayê.”

“Tu behsa kî dikî?”

“Ez behsa bazirganê dewaran, Silêman dikim. Camêr ji bo te del û dîn bûye, qayîle hemû mal û milkê xwe raxe ber lingê te.”

“Tewş xeber nede Cem. Dema henekan nîne.”

“Henek nakim dayîka min, tu ciwanî, delalî û jinebî yî, ew jî bê jin e û mêrebî ye.”

“Hiş be. Tu pir çenebaz bûyî. Bi wî bêbawerî re di dinyayê de nazewicim?”

Bi devlikenî min got; “Wê çaxê em te bidin yekî kalepîr dayê”

A rastî ji qehran hundirê min dişewitiyan. Kuştina Reşo min gelek xemgîn kiribû. Min bi çenebaziyê dixwestin agirê dilê xwe vemirînim. “Dê ji te re têr û tijî diayan bike.”

Dayîka min bi awayekî hêrsok pirsî; “Ew bazirganê dewaran dê kengê bê te bibe?”

Min got: “Heke eksî tiştekî çênebe gotibû ez ê sibê êvarê werim. Heta sibê êvarê divê  ez karê xwe yê cot xilas bikim. Lê hesp pir bêxulqî dike.”

Piştre min li dêya xwe mêze kir û mizicîm. “Qey kêfa te hat dayê?”

“Ji çi re kêfa min hat?”

“Ji hatina Silêmanê bazirgan re.”

“Cem, te lingê xwe pir dirêj kir! Ez ê li çapa devê te xim ha!”

Min got; “Hêrs nebe dayê.” û ji ber dûr ketim.

Di demên wiha de, ne diyar bû dê dayîka min çi bike. Bêdeng bûm. A rastî ez dizanibûm dilê dayîka min ji Silêmanê bazirgan re hebû. Heke Silêman li gor dilê dayîka min kesekî oldar bûna bawer dikim dê pê re bizewiciyana. Her çiqas min henek dikir jî, bi pêbehskirina zewaca dayîka xwe pir bêkêf û nerihet dibûm. “Qey dê tu ji Silêmanê bazirgan çêtir yekî bidînî?”

***

Melkisê girt û bi ser min da qîriya; “Cem, Cem!” ji tirsana min xwe da paşiya Şîrînê.

Min got; “Ez li pey Dizgûno me.”

Dema dayîka min navê Dizgûno bihîst melkisa di destê xwe de maç kir û danî. Di demên wiha de, girêdayîbûna wê ya bi baweriyê pir kêrî min dihatin.

Şîrînê bi devkenî got; “Cem, tu dilê dayîkê dihêlî.”

“Ê de başe, ez ê êdî neaxivim.”

“Dê baş be, nexwe tu yê ji dayîkê lêdanê bixwî.”

Niha Şîrîn ewqas rind, ewqas şîrîn bû, min dikirin ez wê hembêz bikim. Ne ji bo xwişka min e, Xwedê şahid e, di dinyayê de weke Şîrînê xweşik, xwînşîrîn, bi kêf û eşq kêm qîz têne dîtin. Weke çîçeka berfînê di nav berfê de qam avêtibû; saf û teze; ji çav û sûretên wê bextewarî û jiyan dipijiqîn.

Hêdî hêdî çavê min dihatin girtin û min ji Şîrînê re got; “Li ser doşeka min xwe dirêj ke”

Gotina min kir û li ser doşeka ku li ser sedra aliyê dîwarê rojhilatê malê raxistî bû bi cilên xwe ve dirêj ket û lihîfê kişand ser xwe. Zêde derbas nebû di xewê ve çû. Dayîka min li ser şeltika ber kuçikê raxistî bû pişta xwe da dîwar, çavên xwe girt û kir pistepist, “Sibeh e.”

Qasek şûnda jî di xwe ve çû. Piştî razana dayîka min, mal bêdeng bû. Ronahiya tava heyvê cih guherandibû û şewq didan ser dîwarê jorê pixêriyê. Demekê min li derve mêze kir; rûviyekî nêzîkê belatê kûçik dibû. Rûvî, di derdora kûçikê mirî de dolamalî dibû, lê ditirsiyan xwe nêzîkê wî bide. Rûviyekî dûvdirêj û boz bû. Navberekê ez fikirîm derkevim der wê biqewirînim, piştre min dev jê berda. Paşê ez dayîka xwe û Silêmanê bazirgan fikirîm. Bi fikrandina çûyîna Amedê kêfxweş bûm. Beriya salekî jî em çûbûn Amedê. Gelo çiqas mezin bû û çiqas însan li wir dijiyan? Hat bîramin, bi Silêmanê Bazirgan re li Derê Mêrdînê me pêşbirka hespan çêkiribû. Bi vê bîranînê devken bûm.

***

Li deşta Amedê, min hespê boz weke bayê bezandibû. Ji cihê xwe rabûm li binê lingê Şîrînê min xwe dirêj kir. Dengê zûrazûra guran ji dûr ve dihatin, bi guhdarkirina dengê wan di xwe ve çûbûm.

“Cem, Cem!” Min çavê xwe vekir ku dayîka min li ber serê min e. Ji tirsiyê diricifiyan.

“Çi bû dayê?”

“Rabe Cem, hin kes li ser xanî digerin! Ya Xizir! Di vê seetê de dê kî bin gelo?”

Ez rabûm ser piya û min got; “Netirse dayê, dibe ajalên çolê bin.” Her aliyê min tevizî bûn. Çavê min hê jî girtî bûn.

“Na Cem, ev însan in, ji giranî û gavavêtina wan kifş e.”

Her çiqas bêjim, “Dayê, bilesebeb neqirqile, ev ajalên çolê ne" jî, ji gotinê xwe ez jî bawer nebûm. Yên li ser xanî digeriyan însan bûn. Bi xaniyê me yê yek qat ê sê ode û salonekî biçûk ve axurek me ya kayê hebû. Ji bo dîwarê axura me ji aliyê bakur ve bi darên mazî yê li berpalê tepik dorpêçandî bû, pirî caran ajalên çolê derdiketin ser xanî û axurên me; dema ez heft heşt salî bûm hirçekî weke ûc û dêw nîvê şevê xwestibû di şibaka mala me de têkeve hundir lê tengezar bûbûn û bi awayekî tirsnak, bi zûrezûra xwe me ji xewê şiyar kiribû. Bavê min, encax bi şeş guleyan ew hirç kuştibû û ji bo derxistina wî ya ji şibakê nîvê dîwarê xanî xira kiribû. Derxistina wî ya ji şibakê zirarekî mezin dabû me. Niha jî bi guhdarkirina dengê van lingên ser xanî min wê demê bibîranî û heman tirs li ser min çêbû. Min guhdariya deng kir, dibêjim qey dayîka min mafdar bû, yên ser xanî însan bûn.


***

Pekî, ev kesên di vê seetê da li ser xaniyê me digeriyan kî bûn? Bêhemdî min xwe nêzîkê dayîka xwe da.

“Tu mafdarî dayê! Ev ne ajal...” Bi xilaskirina gotina min re min hew dît di binê şibakê de siya mirovekî derbas bû.

“Te dît Cem?”

“Erê dayê, min dît!”

“Gelo kî ne?”

“Nizanim dayê! Dibe ku diz bin!” Min ewqas hêdî got ku min bi xwe dengê xwe bi zehmetî bihîst.

“Em ê çawa bikin Cem?”

Piştî çend deqeyan fikirim û min got;
“Çeka bavê min ji sindoqê derxîne dayê.”

“Na! Na Cem! Behsa sîleh neke!” got û qîriya paşve reviya. “Nebe, nebe!”

Ber bi dayîka xwe ve meşiyam û min got; “Sîleh derxîne dayê! Heke ev diz bin dê me bikujin!”
Dayîka min ji sîleh ditirsiya, heta nifret dikir. Dema sîleh didîtin, an jî navê sîleh dibihîziya xwe wenda dikir, weke bi edrê bikeve dileriziyan. Sedemê vê jî bavê min bû; bavê min ji Alayên Hemîdiyê re pênc salan milîsî kir. Piştî meheke şûnda ku vegeriyabû malê, car caran bi girînî behsa kuştina bi hezaran Ermenî dikirin. Bi ew çekê xwe jî kuşt. Wê çaxê hê ez zarok dihatim hesibandin; gelek tiştên li malê dihatin xeberdan min fêm nedikirin. Çima dê û bavê min li ser heman doşekê ranediketin, çima bavê min xwe diavêtin lingê dayîka min digiriya û tika jê dikir, piştre çima li dayîka min dixist û çima bi seetan li ber kuçikê rûdinişt û difikiriyan, û piştre çima bi çeka xwe dawî li jiyana xwe anîbû min fêmnekiribû. Piştî ez parî mezin bûm û hinek têgihîştim, di serî de min xwest ji bo li hemberî bavê min tevgera xirab a dayîka xwe fêm bikim. Piştre jî weke dayîka xwe ez jî ditirsiyam dest bidim ew çeka bavê xwe ya pê Ermeniyan kuştibû.

***

Dema min destê xwe didan wê çekê, diketim kûrahiya hestên ku te digot qey ew qetl û qitûlan min kiriye. Dayîka min, ev çeka jê re "Kujer" digotin, kiribû sindoqa cêz a ji mala bavê xwe anî bû. Sindoqa ji dara gûzê ku bi neqşê gul û guldanka xemilandî û li kîlerê ji bo nivîn û pel û potên nav malê bide ser, kilît kiribû û potekî reş bi ser de berda bû.

Dema ez zarok bûm ji vê sindoqê pir ditirsiyam, ne mecbûr bûma nediçûm kîlerê; dema ez têketam kîlerê jî, ji bo oberiya reş a li ser sindoqê nebînim min çavên xwe digirtin û navê hemû ewliya û sehabeyên dizanibûm rêz dikirim. Te digot qey di hûndirê ew sindoqa ku bi salan bû ditirsiyam lê binêrim de ne çekek, bi hezaran cin û perî hene. Te digot qey em destê xwe bidinê, vekin û lê mêze bikin dê pîrebok û cin û perî jê derkevin me bixwin. Ji zarokatiya min heta niha tu tiştekî bi qasî vê sindoqê min ewqas netirsandibû. Dema diketim kîlerê ji sindoqê min dengên ecêb û sosret û qîrînî dibihîst û ji tirsan ji malê derdiketim û bi seetan nedihatim malê. Hê jî ji sindoqê ditirsim; dema diketim kîlerê bêhemdî be jî navê hemû ewliya û sehabeyên dizanim min digot û ji bo sindoqê nebînim çavên xwe digirtin. Dayîka min bi vê rewşa min dizanibû. Bi vê wêrekiya xwe şaşwaz bûbûm. Gelo min kilîtê sindoqê ji dayîka xwe bigirta dê cesareta min a vekirina wê çêbûna, ne bawer bûm. Bi zêdebûna dengê lingê însanan ê li ber derî tirsa li ser min zêde bû. Dayîka min, ji min bêtir ditirsiya. Niha pêdiviya min bi ew çeka bavê min a weke beho jê ditirsiyam û bi hezaran Ermenî pê hatibû kuştinê hebû.

“Dayê çekê derxîne!”

Dayîka min bi qîrînî got; “Na Cem çekê ji bîr bike.”

Bi dengê dayîka min re Şîrîn jî, ji xewê şiyar bû. Ji nav livînan rabû û li ser piya sekinî.

***

“Çi qewimiye dayê?”

“Cem, kilîtê sindoqa ku çeka bavê te tê de ye dixwaze qîza min.”

“Çima Cem? Tu yê çi bikî bi kilîtê sindoqê?”

Min got; “Hişşş! Bêdeng be. Li ber derî hin kes hene!” û Şîrînê hişyar kir.

Şîrîn ber bi dêya min ve nêzîk bû û got; “Li ber derî kî heye Cem?”

Min got; “Nizanim.”

Min bi herdû destan bi destê dêya xwe girt û lava û tika jê kir. “Sindoqê veke çeka bavê min bide dayê!”

“Kilîtê sindoqê bi min re nîne Cem.”

“Li ku ye dayê, kilît li ku ye?”

“Min kilît li cihekî dûrî malê veşartî ye.”

“Tu derewa nakî ne dayê?”

“Rast dibêjim. Ez nikaribûm kilîtê sindoqê Ii malê bihêlim.”

Min ji dêya xwe bawer kir. Kilîtê sindoqê pê re nebûn. Baş e, minê niha çi bikira? Me, dê çawa xwe ji van însanê dor ji xaniyê me girtine biparasta? Tenê vebijarkek min hebû, sindoqê bişkînim û çekê jê derxînim. Lê, ez ê bikaribûm sindoqê bişkînim gelo? Ez ê bikaribûma çeka bavê xwe bigrim û bikarbînim? Bi xwe ne bawer bûn van tiştan hemû bikim.

Şîrînê got; “Yên dor ji mala me girtine gelo leşkerin Cem?”

“Nizanim.”

Dayîka min bi herdû destan li çokê xwe xist û got; "Ev diz in, hatine dewarên me bidizin." "Ya Xizir tu alîkar be!"

Dibe ku dayîka min mafdar be; li gor min jî ev diz bûn. Pirsgirêkek me ya bi tu kesî re tune bû. Dijminê me jî tune bû. Bi salane ji gund seetekî dûr li mezreyekî biçûk em ji xwe di halê xwe de dijiyan û me jiyana xwe derbas dikirin. Însan ji hebûn û tunebûna me hayîdar nebûn. Tenê ji bo fitîlên çireyê pîr û ji bo girtina bacê tehsîldar salê carekî dihatin mala me.

***

Bes, Silêmanê bazirgan ne tê de, ji destpêka xebata min a li gel wî, ev sê salin bênavber dihat mala me û diçûn. Ew jî gava dihatin, bang dikir û li derî dixistin.

Xwişka min bi awayek kelogirî got; “Ger dewarê me bibin em ê çawa bikin? Em ê çi bixwin û vexwin, em ê ji birçîna bimirin!”

Mafdar bû; tevî hev hîvde bizin, heşt ximximk, çar mêşin, du berxik, yek çêlek, yek hesp, çar mirîşk û yek dîkê me yê kor ê azanê ji bîr kiribû hebûn. Heke diza wan ji me bidiziya em ê ji birçîna bimiran. Divê bi awayekî min wan bi parastan. Min şalwar û îçlikê xwe li xwe kir û satorê li ser sedrê bû girt û ber bi derî ve qesidîm. Armanca min ew bû bi sator sindoqê bişkînim û çeka bavê xwe jê derxînim. Dayîka min, li devê derî herdû destên xwe vekir, xwe li pêşiya min rep kir û lava ji min kir: “Dernekeve der Cem! Tu bi qedrê donzdeh meleyan dikî ji odeyê dernekeve!” Çavên wê tije bûbû.

“Ez ê biçim odeya din dayê.”

“Çima?”

“Ez ê sindoqê bişkînim û çeka bavê xwe jê derxînim.”

Şîrînê xwe li pêşiya min rep kir û got; “Nebe nebe! Nebe nebe Cem! Nêzîkê wê sindoqê nebe, ew sindoq cinûsî ye! Di hundirê wê de pîrebok hene! Qey te ji bîr kir ku dengên ecêb û sosret jê dihatin.”
“Ji ew sindoqê xwe dûr bide, ji wê çekê xwe dûr bide! Dayîka min mafdar e.”

“Em mecbûrin mala xwe û dewarên xwe biparêzin.”

“Li derve bi dehan kesên çekdar digerin, tu yê çawa bi wan re serî derxînî Cem? Kerîtî neke.”

“Qey te ji bîr kir ku ez nîşangerekî baş im dayê?”

“Tu hê zarok tî hesibandin Cem. Ew bazirganê dewaran te tê dike, jê bawer neke.”

Ji nav ew kesên li ber derî civiyabûn bi qîrînî dengekî bilind bû: “Derî vekin!”
Min ew deng nas kir, yek ji milîsên Hesen Axa, hevalê bavê min ê herî baş ê Alayên Hemîdiyeyê Ehmed bû. Min qet ji Ehmed hesnedikirin lê li gor diza bi hatina wî kêfxweş bûm.

***

Min satorê di destê xwe de hêdîka kir binê sedrê.

“Yê bang dike Ehmed e dayê.”

“Erê, ew ê îblîs û fenek e.”

Dayîka min çû ber şibakê û bi dengekî bilind qîriya; “Tu çi dixwazî?”

“Hesen Axa we dixwaze.”

“Di vê seetê de? Qey hûn nikaribûn li benda sibehê bisekinin?”

“Hesen Axa nesekinî.”

Bi awayekî pistepistî min got; “Em ê çawa bikin dayê? Ez derî vekim?”

Piştî çend deqeyan şûnda dayîka min fikirî û got; “Veke”
Ji xwe ji xeynî vekirinê tu şensekî me tune bû. Me derî venekiran dê wan bişkandan. Dema min derî vekir yê ku ewilî ket hundir Ehmed bû; berê çeka wî bi awayekî teqînî bi me ve rast kiribû; kesekî nîvkam ê hê nû ketibû pêncî saliya xwe, nav pêlê wî fireh, çavên wî yê reş ji çalikê wan firqizî bûn der, pozek wî ya xwaromaro hebû. Gava têket hundir bi qolê ceketê xwe sûreta xwe ya bi xwêdan paqij kir. Piştî Ehmed, Elî'yê ku emrê wî li dora sî salî, weke rewtê dirêj û tûle bû, riyê wî yê zerik ê ta bi ta dihatin jimartin ket hundir; pirî şalwarê wî hatibû pînekirin jê re biçûk bûbû û delingê wî heta çokê kişiyabûn jor. Bi vî halê xwe, reben û pêşkenî dixuya; ji milîsek bêtir dişibiyan şanogerekî. Piştî wî, Welî êrişê hundir kir. Welî sê çar salan ji min mezintir bû. Mehekî berê li gund, di dawetekî de em pê re lîstika çirê lîstibûn û min têr û tijî lê xistibû ew rezîl kiribû. Ji wê rojê şûnda navbera me qet tune bû. Ez dizanibûm ji bo tola lîstika çirê ji min bigre di pêşiya fersenda xwe de bû.

Bi têketina hundir re got; “Kî kûçikê we kuşt?”

"Wehşan"

***

“Tu lê binêr! Kûçik kirine weke kuna seradê.”

Di demeke kin de sêzdeh milîs têketin hundir; yek ne têde min hemûya nasdikirin. Min yekemcar ev milîsê emrê wî zêdetirî şêst salan, çavekî wî kor, bêbîçim û qirase, weke qelas didîtin. Bi têketina hundir re bi çavê xwe yê kor reben reben li min, dayîka min û xwişka min nihêrî. Piştre jî bi ser Ehmed de zivirî û çavê xwe yê saxlem lê şikand.

“Kurê Cemal ev e?”

Ehmed got; “Erê, ev e.”

Korê yekçav weke bazirganê dewaran min pîva û got; “Hê zarok e.”

Dayîka min got; “Hûn çi ji me dixwazin?”

Xwişka min ko kiribû. Weke mirîşkekî çêlikên wê bi êrişa rûviyan re rûbirû bin xwe ji bo parastinê gij kiribû.

Milîsekî ciwan ê qûna xwe dabû ber dîwarê şibakê û cixareya xwe dipêca got; “Hesen Axa we dixwaze.”

Dayîka min, qîriya û got; “Çi danûstandinên Hesen Axa bi me re hene?” dayîka min qet ji Hesen Axa hesnedikir. Ji destê wê bihata dê wî bixiniqanda. Çimkî yê ku bavê min bi darê zorê kir milîsê Alayên Hemîdiyê leşker û Hesen Axa bû. Gelek caran dayîka min pê behs kiribû, bavê min milîsiyê qebûl nekiribû, leşkeran û Hesen Axa, milîsiyê bi darê zorê, bi tehdît û êşkenceyê pê dabûn qebûlkirin.

Milîsê kor ê yekçav got; “Em zêde tiştek nizanin, Hesen Axa dê ji we re rave bike.”

Min got; “Ger em neyên?”

Ehmed qîriya û axaftina min birî; “Wê çaxê em ê bi zorê we bibin.” Ber bi min ve çend gavan avêt û ji milîsan re got; “Destê viya ji para ve girê bidin!” Yekten pênc şeş milîs bi ser min de kumişîn; her çiqas li hemberî wan min hewl da li ber xwe bidim jî biser neketim. Pir bi qewet bûn. Gavek mabû di binê wan de bifetisim. Erê min qam avêtibû lê hê ez xortek nû ketibûm hijdeh saliya xwe.

***

Ne pêkan bû, bi van kesên qirase re biçim serî. Dema destê min bi benekî qirêj ê bi xwîn girêdan qajînî bi dêya min û Şîrînê ket. Xwişka min qîriya "Cem! Li Cem nexin!" Û xwest xwe bavêje ser min, lê ew milîsê kor ê yekçav bi awayekî hovane tîzikek li ser dilê xwişka min xist, xwişka min hewarî kir û çend metreyan ji me dûr, ket erdê.

Heta li dinyayê hebim, ez ê ew tîzikê ji bîr nekim. Her çiqas ji dev û pozê wê xwîn were jî xwişka min ne giriya û ne jî, ji wan re lava û tikan kir; fistanê wê yê sor ê gulgulî û şalwarê wê yê ji qumaşê Amedê çêkiribû di nav xwînê de ma. Dayîka min bi dîtina halê Şîrînê dîn û har bûbû; pênc milîs nikaribûn wê zeft bikin. Dayîka min, dev li destê milîsekî bi navê Elî kir û bû hewar hewara Elî. Ji bo wî ji destê dayîka min derxînin çend milîs bi kulmik û tîzikan li dêya min dan; kofiya serê dêya min a bi xêliyekî kevin pêçayî bû ket xwarê. Porê wê yê dirêj û bi kezî ku hê nû tek tûk spî ketibûnê derket der. "Ûşşş!" Dayîka min bi awayekî hêrsok xwarê erdê bû kofiya xwe girt da serê xwe û qîriya; "Li zarokê min nexin!" Niha di rewşekî wisa dirrinde û tirsnak de bûn min bi xwe wê nasnedikir.

“Wisa nekin!”

Ehmed sîleyekî da bin guhê min û got; “Tu yê werî?” Piştre bi çeneya min girt û bi kînaye li nav çavê min nihêrî; bêhna titûn û pîvazê ji devê wî dihatin.

“Li dê û xwişka min nexin. Ez ê werim.”

“Baş e. Wisa aqilî be.”

“Min bibin, bila dê û xwişka min bimînin.”

Milîsê kor ê yekçav got; “Nabe. Hesen Axa xwest em we her sêyan jî bibin.”

“Heke hûn me hemûyan bibin dê dewarên me di axurê de ji birçîna bimirin. Dê kî li dewarên me mêze bike?”

***

“Em ê dewarên we jî bibin.”

“Çima?”

Ehmed kulmika xwe bilind kir û; “Tu pir pirsan dikî!” “Ez ê devê te bişkînim ha!. Dewaran ji axurê derxînin em birêkevin. Derengî ye.”

Dema em ketin rê hê roj derneketibû; serê tepikê hember mala me yê bi darên mazî yê pel weşandî dorpêçandî bû, bi ewrekî reş ê barînê hatibû girtin. Hewa sar bû. Bayê ku hêdî hêdî dihat daran dihejandin, pelê wan ê hişk û gevzikê bi serhev de diqelibandin û bi ser me de lod dikirin. Ji dûr ve çiyayên Cebexçûrê (Çewlik) yên bi berfê pêçandî bi ser Gimgimê ve wekî dêwek birîndar dinaliyan, car caran jî weke bergîrekî hêç dikir hîşehîş. Her çiqas êvarê baran nebarîbû jî, ax, dar, giya û zinar tev şil bûn. Dema em birêketin hişê min li ser kevokên min ê di axurê de mabûn ma. Çend rojan em ji wan dûr bûna dê çawa ba gelo? Ya heke rûvî bi şevê di şibaka vekirî de bikevin hundir û wan bixwin? Min li ber xwe neda, ji bo vekirina destê xwe, min ji Ehmed re lava û tika kir. Dema destê min ê ji para ve girêdayî hat vekirin û azad bû min bi awayekî dirêj fîkand, di navberê de deh deqe derbas nebû her sêzdeh kevokên min jî, li ser me peyda bûn û dest bi zivirandinê kirin. Bi vê pir kêfa min hat. Kevok di dora min de diçin û tên, li ser serê min, destê min, nav pêlê min û carna jî bi ezman de diçûn dibûn bi qasî xiçekî biçûk û teqle diavêtin. Hemû milîsan bi hesûdî û bi heyranî li kevokên min temaşe dikirin. Kevokek li ser serê Şîrînê ku destê wê ji para ve girêdayî bû danîbû û weke bixwaze pê re biaxive dikir çîvaçîv. Sê milîs di pêşî de bizin û mêşinan dajotin, milîsek li dû mange û mirîşkan dimeşiyan. Bi çova mazî ya di destê wî de ji cihê belesebeb de li heywanan dixistin û dijmînên pîs didan.

***

Milîsekî li hespê min siwar bûbûn û dîkî jî kiribû hemêza xwe. Ez li dû hesp dimeşiyam, Ehmed jî hema li dû min bû; dema dimeşiya berûyê di rê de berhev kiribû dixwar, ji bo tehl bûn rûyê xwe diqirmiçandin, carna jî tif dikir ji devê xwe derdixistin. Çeka xwe çepkanî avêtibû ser milê xwe, rextê xwe yê tije gule jî weke xişir bi ser kincên xwe de avêtibûn stûyê xwe. Dê û xwişka min li dû Ehmed dimeşiyan. Dêya min di rê de kûrr kûrr digiriya. Dev û pozê xwişka min werimî bûn. Di nav daristanê de em gihaştin rastekî biçûk a bi qasî bêderê, yekî gundiyê me yê bi gayan cot dikirin rastî me hat. Ew gundî bi ser gasin de lingê xwe berdabû, bivir hesan dikirin. Bi serê xwe silav da me, tenê gotinekî nekir û lêxist çû. Dema tevî gayên bi gasin ji ber çavê me wenda bû tîrêjên rojê yên ewilî ewr qelaştibûn û derketibûn ser rûyê erdê. Di wê kêliyê de hem milîs, hem dê û xwişka min ber bi rojê ve çong dan û dia kirin. Min jî, pişta xwe spart darekî mazî û li wan temaşe kir. Bi derketina rojê re Ehmed ji hesp hat xwarê, li hemberî rojê bi ser herdû çongê xwe de sijdeyê erdê bû destê xwe di axê de da û piştre di rûyê xwe da û kir pistepist. Nizanim çi digotin, lê heke destê min vekirî bûna min ê tehtekî mezin bigirtan li nava serê wî bixistan. Yek ji kevokên min ê bi me re rêwîtî dikirin çû li ser milê rastê yê dêya min a dia dikir danî. Navberekî ez fikirim ji vê rewşê sûd werbigrim û birevim. Ez dizanim, ger bireviyam min ê xilas bikiran lê ez dê û xwişka xwe fikirîm û min ev fikrê xirab ji serê xwe derxist. Piştî ku wexta diakirinê xilas bû dîsa em ketin rê. Her ku diçû rê bilind û asê dibû; di rêya ku di nav daristana darên mazî de diçû de pelên hişk û giyayê stirî û helegotikan didan ser çonga me; daristan bêdeng û xir û xalî bûn; weke bê terikandin. Dema ji darên mazî berû diketin dikirin şelpênî û deng derdixistin.

***

Ji dengê çûk û çivîkên ku hê nû ji xewê rabûbû nebûna mirov dê bigota qet tu zindiyekî li vê daristanê najî. Dema em ketin gundê Çorsanê yê li qûntara çiyayên Çebexçûrê avakirî ye çîkên baranê hatin xwarê. Ji çar aliyan de ewr dihatin hev û mezin dibûn, weke balonekî bê pifkirin berfireh dibûn û li ezman belav dibû. Ji lûtkeya çiyayên Çebexçûrê bi navberî ewr brûskê diavêt, bi awayek heybetî gurînî pê diket, çiya dihejand û ji aliyê rojava de jî ewrekî bi mij û dûman bi ser daristanê ve bilind dibû. Li gundê Çorsanê pêncî şêst mal hebûn û gundekî xweş bû. Di gund da tenê xaniyekî du qat hebû di nav xaniyên bi axê hatibû çêkirin de, ew jî dişibiyan qonaxa Hesen Axa û qesrê dianiya bîra mirov. Silêmanê Bazirgan ji min ra behs kiribûn, di komkujiya Ermeniyan a 1915'an de bazirganekî Ermenî kuştibû û tevî jina wî ya bi qasî dinyakî xweşik dest dabû ser qonaxa wî. Qonaxekê mezin û xweşik bû; mezinbûna bexçeyê qonaxê bi qasî pênç çapan hebû. Di navê de jî cuda cuda cûreyên darên mêweyan hebûn; derdora bexçe bi qasî du metreyan bilind, metrekî fireh bi dîwarê keviran hatibû honandin. Dema em gihaştin ber deriyê ku bi qasî erebeyekî bergîran tê de derbas bibe, dê û xwişka min û dewaran ji min veqetandin, min kirin bexçeyê qonaxê. Kevok, demekê bi şêweyek bêbiryar li derdora min geriyan û piştre bi min re têketin baxçe. Yek ji nava wan firî hat li ser milê min ê rastê danî. Bi têketina qonaxê re Ehmed destê min ê ji para ve girêdayî vekir. Demekê min qolê xwe hejand. Te digot qey hemû estiyê min şikestî ne. Ji bo xirab girêdabûn ben postê destê min hemû şimitandibû. Kevokeke din hat li ser porê min danî. Piştre tevahiya kevokan bi ser min de girtin û belav bûn. Ev rewşa hanê bi xweşa milîsên min anîbûn neçû. Milîsê kor ê şeqetir bi awayek hêrsok bi ser min de meşiya û kevokên li ser min danî bûn qewirand.

***

Nav bexçe tije milîs û leşker bûn. Bi dîtina ewqas leşker û milîsan tirsek weke bûzê ket dilê min. Rewşeke derasayî bûn. Ewqas leşker û milîs çima li vêderê civiyabûn, Hesen Axa, dîsa ketibû pêşiya çi, gelo herb derketibû? Du heb leşker derketibûn ser darek hirmiyê ya qirase, hirmiyên jê dikirin didan leşkerên li binê darê bûn. Leşkerên binê darê, bi avêtina hirmiyan re hev û du digewixandin û qijînî û qîrînî bi wan diketin. Neh, deh leşker çekên xwe avêtibûn guliyên darên mêweyan û bi awayekî helqeyî civiyabûn diaxiviyan. Deriyê qonaxê yê qata jêrîn bi aliyê bakur ve, yê qata jor bi başûr ve bûn. Derketina qata jorîn bi derenceyek ji textan çêkirî pêkan bûn. Li devê derî holikek derketinê ya bi kevirên xişt hatibû mihevze kirin hebû. Li pêşiya derencê du heb, li hundirê holikê sê leşkerên çekdar nobedarî dikirin. Hin guliyên dara gûzê yên weke sîwanê ser qonaxê girtibû ketîbûn hundirê holikê. Ehmed, bi dîtina qijikên li ser guliyên dara gûzê dikirin qîjeqîj li hêrsê siwar bû; "Herin li ciheke din bikin qîjeqîj! Mexlûqatên bêyom!" Û bi kevirên ji erdê berhev kiribû bi ser qijikan de avêt. Gava qijik firiyan çûn, weke serfiraziyek bi dest bixe bi quretiya fermandarekî meşiya çû rex leşkeran.

“Diçî ku derê?”

Ehmed got; “Hewce dike Hesen Axa û xwenga wî bidînim.”

Postê canê wî yê qemer wek komirê reş bûbû.

“Çima?”

“Xwengê û Hesen Axa ji min xwestibûn ez Cem werînim, min wî anî.”

Milîsê kor ê şeqetir serê xwe leqand û got; “Rast e.”

Leşkerê dirêj ê ser biçûk got; “Hûn li vêderê bisekinin. Ez ê bi Xwengê re hevdîtin çêkim.”

Dema di derenceya ji textan çêkirî de bi jor diket weke sûtên kuçeyê lingê xwe li textikan dixistin û dikirin terpaterp.

***

Dema pê hesiyam ku mîralayekî min daxwaz dike nizanibûm çi bikim. Çi karê mîralayekî bi min hebû? Gelo yekî min îxbarê wî kiribû? Ez fikirîm lê min encameke bi mentiq bi dest nexist. Ev nediyarî zêdetir min qirqiland û tirisa li ser min zêde kir. Gelo, min û dê û xwişka min ji bo kuştinê anîbûn? Ev fikir wek êşek tûj ket nav damarên min, tê de çû hat û min hişkobiringo kir; hindik mabû bikevim erdê bimrim. Ji bo mirinê hê ez ciwan bûm, min hê nû jiyanê naskiribû û ez ê bimiriyam. Ev neheqî bû. Ji bo min bikujin tu sedemekê tune bû. Heta niha min zerarê nedabû tu kesan. Niha min ê çi bikira? Min li derdora xwe mêze kir. Gelo şensekî min ê xilaskirinê hebûn ku ez birevim? Di nav ewqas leşker û milîsan de tu şensekî min ê xilaskirinê tune bû. Hê min çend gavan neavêta dê min bikujtan.
Ehmed li min nihêrî û bi devkenîn got; “Çi bû bi te Cem? Rengê te çû."
“Netirse.”

“Hûnê me bikujin?”

“Na.”

“Tu hevalê bavê min bûn, ji min re rastiyê bêje.”

Destê xwe da ser pêlê min û got; “Mêze ke Cem, ez jî nizanim çima bangî we kirin lê ne bawerim we bikujin.” “Tenê ji me xwestin em we bi saxî bînin.”

Ev gotinên Ehmed parî min rihet kirin. Bi bîstek şûnda leşkerê ku ketibû qonaxê derket der. Destê xwe bi aliyê min de kir û got; “Tu were”

Ehmed got; “Ez jî werim?”

“Na.”

Milîsê kor got; “Ya ez?”

“Na, divê hûn li vêderê bisekinin.”

Dema di derenceyê de dadiketim jor çongê min dileriziyan.

***

Beriya min bikin hundirê qonaxê, nobedarên li bin holikê bûn, ji serî heta binî min hul û cil kirin. Dema ketim hundirê qonaxê Hesen Axayê li kêleka mîralay rûniştî ji ser sedrê hindav da xwe û rabû ser piya; Hesen Axa, yekî nîvbejnî û ser mezin bû. Serê simêlê xwe yê spî û dirêj weke derziyê bi jor da tûjik kiribû. Rûçikê wî yê qemer çiqirî bû, çavên wî ji rengê hingiv û biçûk bûn. Birûyê wî yê gurr û bi hevdû ve weke şewqeyê serçavê wî girtibû.

Li min nihêrî û bi devkenîn got; “Bi xêr hatî Cem;” yek ji diranên wî yê jorîn zêrhelî bû.

Min serê xwe hêdîka xwar kir û kir pistepist; “Nav xêrê de bî.” Min bi xwe jî dengê xwe nebihîst.

Mîralay, ji ser sedrê rabû, ber bi min ve meşiya û got; “Ev hê zarok e!” Miradê wî di ber de ma. Mîralay, yekê qama wî dirêj û ziravik bû. Li dora pêncî pêncî û pênc salan bû. Yekî zerik ê sûreta wî deqdeqo, çavên wî kesk bû.

“Li temenî wê mêze nekin ezbenî. Hûn di vî welatî de bi ser wî de nîşanger nabînin.”

“Di vî emrî de nîşangeriyê li ku fêr bû ye?”

“Bi Silêmanê bazirgan re digere û pê re dixebite, Silo ew fêrî sekvaniyê kiriye ezbenî.”

Mîralay li rûyê min nihêrî û got; “Raste Cem?”

Bi dengekî nizim min got: “Erê, rast e.”

Bi rastî, ji bo Hesen Axa behsa nîşangeriya min ji mîralay re kiribû ez aciz bûm. Ev mirovê bobelat piştî felaketên nedîtî anîbûn serê bavê min, vê carê dikirin serê min bike belayê.

“Tu bi tirkî dizanî Cem?”

“Erê.”

“Dizanî binivîsî û bixwînî?”

“Erê.”

“Baş e. Tu xwendin û nivîsandinê li ku fêr bûyî?”

“Min li medreseyê perwedehî dît ezbenî.”

***

“Tu çend salîn î Cem?”

“Hijdeh salî me.”

“Hesen Axa got, tu nîşangerekî baş î. Bi rastî jî tu nîşangerekî baş î?”

“Ez ne nîşangerekî başim ezbenî. Hesen Axa pir çirandî ye.”

Hesen Axa ket navberê û got; “Dilnizm tevdigere ezbenî.” “Di çarsed pênçsed metreyî de gule di qula derziyê de derbas dike.”

Mîralay got; “Ciwanbûniya wî pêşwendiyeke girîng e. Dê bala kesî nakêşîne.” Rûçikê wî yê çiqirandî bi awayekî şanazî vebû, çavên wî yê kesk weke terafa agir di nav xweliya kuçikê de biriqîn. Li hemberî min rûnişt û ji serî heta binî min pîva. Weke keçikek xwazgîniyê wê werin sor û sorçiko bûm; ji rûyê min xwêdanê dikir xwarê.

Mîralay kir pistînî û got: “Zirara ceribandinê tune.”

Bi guregura ezman re bêdeng bû, di bacê de li der nihêrî. Ji ber gurrêniya ewr qonax weke bêşîka dergûşê hejiya. Niha baran bi dijwarî dibariya. Çîkên barana bi dijwarî dibariya li diyar û camê qonaxê diketin, ba û bagera bi baranê re dihatin difîkandin û darên di bexçe de virda û wêda dihejandin. Di wê kêliyê de kevokek min di ber şibakê de derbas bû û min xwe nêzîkê şibakê da. Ava baranê ya di camê şibakê de dihat xwarê dîtina min a derve asteng dikir. Di wê navberê de zirrîna kerekî li nav gund û dengê guregura ezman tevlihev bû. Hê jî min fêm nekiribû bê ka ji bo çi min û dê û xwişka min anîbûn. Difikiriyam, lê min encamekî bi dest nefixist. Gelo dê bi zorê min jî wek bavê min bikiran milîs? Ev fikir, min dîn dikir. Na, berdêl çi dibe bila bibe, min ê milîsiyê qebûl nekira. Di vê mijarê de bi biryar bûm.

Piştî guregura ezman qediya mîralay got; “Tu dizanî ji bo çi me te anî ye vêderê Cem?”

***

“Na.”

“Başe, tu texmîn nakî?”

“Na. Tu çi ji me dixwazî? We çi kir bi dê û xwişka min?”

Hesen Axa got; “Dayîka te û xwişka te başin Cem. Wan mereq neke. Vêga li gund mêvanê me ne.”

Mîralay diranê xwe qîc kir, mizmizî û got; “Tu ji dê û xwişka xwe hesdikî?”

Bi awayek hêrsok min axaftina mîralay birî û ez qîriyam; “Ji wan pir hesdikim.” Min bi zanatî wisa kir. Bertekek refleksî bû.

Mîralay got; “Heke tu ji dê û xwişka xwe hesdikî dê ji me re alîkar bî û bi me re bixebitî.”

Hat pêşiya min li ser piya sekinî û li sûreta min nihêrî, hema hema poza wî li poza min diketin. Di bin çavên wî yê nermik ê dikeniyan de min dilhişkî û dilneşewatiyê didît. Di nav xwêdanê da, postê wî yê zerik sor û sorçiko bûbû.

“Dixwazî çi bikim?”

Mîralay got; “Tê yekî bikujî!” Ewqas rihet digot ku yekî nizanibe dê bigot qey dibêje, ji bexçe kîloyek sêv berhev bike bîne.

Min xwe bi qasî çend gavan dûrî mîralay da û qîriyam; “Ez nikarim kesî bikujim!”

Bi dîtina nêrînên wî yê dijwar ê weke nêrînên teyrêbaz bibiryar bûn tirsiyam. A rastî bêhemdî ez qîriyabûm û paşve kişiyabûm; xwesteka mîralay a kuştina yekî min şoke kiribû; bêhemdî min xwe dûr dabû û qîriya bûm. Çend deqeyan şûnda poşman bûm. Mîralay, ji min re çi bêje divê bi ya wî bikim, wî hêrs nekim. Bi hêrsbûna mîralay dizanibûm dê çi felaket bînin serê dê û xwişka min. Li ser vê erdnîgariyê qîmeta tu însanan tune bûn; her tişt di nav lêvê rêveberekî de bû. Bi rewşê dizanibûm, ji felaketên dihatin serê însanên derdorê jî agahdar bûm.

***

Digel her tiştî min ê kuştina kesekî qebûl nekira. Di ber xwe de min got; “Ez nikarim yekî bikujim, na ez nikarim bikujim!” û ber bi şibakê ve meşiyam. Kevokên min dizanibûn ez di qonaxê de me, lewra jî digel dijwariya baranê dihatin di ber şibaka odeya tê de bûm dikirin çîveçîv û difiriyan.

Mîralay, gotinên xwe di devê xwe de jidand û got; “Ez ê bi te re vegirî û eşkere biaxivim Cem. Ya dê tu bikujî, ya jî tê bî kuştin. Alternatîfeke te ya din tune ye!”

Nêzîkê min bû, stûyê min kir nav pêçiyê xwe û bi nêrînên xwe xwest bandora destgiriyê li ser min çêbike.

“Min bikujin fermandarê min! Ez nikarim yekî bikujim!”

Hesen Axa kete navê û got; “Dê tu bikujî Cem!”

“Ev erkê welatperweriyê ye.”

“Ez nikarim însanekî bikujim! Min bikujin!”

“Em ê ewilî dê û xwişka te bikujin, piştre te!”

“Dê û xwişka min çi kirine bi we ku hûn wan dikujin?”

“Wan tiştekî bi me nekirine Cem. Ne em, tu wan dikujî. Welatê me di xetereyê de ye. Ji bo rizgarkirinê û yekîtiyê em peywirekî didin te, tu jî ev peywira pîroz a em didin te qebûl nakî. Ev ji welat re xiyanet e. Cezayê vî sûcî mirin e. Tu lawê ew bavê welatperwer ê ku pênc salan ji Alayên Hemîdiyê re milîsî kiriye. Çawa erkê ku dewlet bide te tu red dikî? Heke bavê te bi vê bihesiya dê ji qehran bimira. Tu jî wek bavê xwe wêrek be, welatperwer be, bavê te qehremanekî bû.”

“Bavê min kujerek bû ezbenî. Ji ber qetl û qitûlên kiribû wijdana wî nerihet bû lewra xwe kuşt.”

Hesen Axa qîriya ser min û got; “Tewşomewşo xeber nede Cem. Bavê te qehramanek bû. Carek din ji devê te gotinên wisa nebihîzim!”

Sûreta wî şipşîn bûbû, çavên wî ji çalikên xwe der hatibûn. Min ferq kir ku weke gaboxeyek rengê sor bidîne dîn û har bûye ez bêdeng bûm û sekinîm.

***

Ez dizanibûm bavê min ne qehreman bûn. Lê di vê mijarê de nîqaşa pê re bêfeyde bû; yê ku niha min teşvîkê kuştina mirovekî dikirin, Hesen Axayê ku bavê min jî mecbûrî kuştina însanan kiribû. Ewqas bêçare bûm, ji fediya nedibûna min ê rûnîbikira û bigiriyam. Behsa kuştina dê û xwişka min dikirin. Ez dizanibûm dê vê pêk bianiyana. Camêran bi biryar û ji dil bûn. Tirsa min ew bû ku heke tiştekî wisa bikin dê yek tune be hesabê ji wan bipirse, bi vê jî dizanibûm û tirsa min zêde dibû.

Mîralay got; “Tê gotina me bikî?”

Ez nizanibûm bê ka çawa bersivê bidim mîralay. Min, çend deqeyan li barîna baranê temaşekir û fikirîm. Dizanibûm, ji bo biryarê zêde dema min tune bû. Di wê kêliyê de xwekuştina bavê min a li pêşiya eliyê hat bîra min, wekî wê kêliyê lerizîm. Gule, li binê çeneya bavê min de ketibû, qaqotika serê wî perçe kiribû, çûbû di qurmê dara mazî de giç bûbû. Porê wî, postê serê wî, goşt û mejiyê wî li hawirdorê belav bûbû. Sûreta wî nedihat naskirin. Te digot qey hemû xwîna canê wî li erdê rijiya ye. Çaqa wî ya rastê ketibû binê zikê wî. Qefleya mêş, moz û zerqetikan li ser cesedê wî kom bûbûn.

Mîralay got; "Milîsan agahdar bikin, bila dê û xwişka Cem werînin vêderê."

Hesen Axa got; “Temam fermandarê min.”

Weke tiştekî ji hundirê min derxînin min got: “Hunê çima dê û xwişka min werînin vêderê?”

“Em ê wan bikujin!”

“Mekin!”

Bi vekirina derî re ku Hesen Axa bang li “Nobedar” kir, çokê min şikiyan. Herî dawî min bi dîwar girt û neketim erdê.

“Hûn dixwazin kî bikujim?”

Hesen Axa, got; “Haa wisa aqilî be, ne xwe xemgîn bike ne jî me aciz bike, derî girt û hat rex Mîralay.

***

Sûreta ku bîstek bêrê mirûz bû niha rûken bûbû û dikeniya. Bi destê xwe yê rastê xincera dûvzîv a di ber şûtika li nava wî lefandî de veşartî girtibû. Tam xwe xwarê binê guhê miralay kir ku jê re tiştekî bêje bi awayekî metirsî guregur bi ezman ket. Hesen Axa, weke gule lê bikeve ji cihê xwe bilind firiya. Dengê ezman bi dirêjahî olan da, camên qonaxê kirin zingezing û lerizîn.

“Hûn dixwazin ez kî bikujim?”

Mîralay got; “Em dixwazin tu Şêx Seîd bikujî.”

Ez qîriyam; “Ooo!..“ Devê min vekirî ma. Ez nizanibûm çi bêjim. Şêx Seîdê ku dixwestin wî bikujim salekî berê li hala heywanan a Çebexçûrê min ew dîtibû. Li dora wî bi sedan însan hebûn. Silêmanê bazirgan, Şêx Seîd bi min nîşan dabû û gotibû; “Şêxê Tarîqata Neqşebendî Şêx Seîd e. Camêrekî pir navdar e.”

Şêx Seîd, hatibû gel mêşinên me yê ku ji bo firotinê me anîbû bazara heywanan, destê xwe di serê min de dabû, porê min firikandibû û gotibû; “Navê te çi ye?” Gava min navê xwe jê re gotibû, ew xwedana ku bi ser min ketibû qet ji bîra min neçûbû. Bi ev şêxê ku Kurdan jê rê rêz digirtin, jê hesdikirin û di oxira wî de diçûn mirinê wisa hatibûm nasîn. Niha jî Mîralay ji min dixwestin ez ew şêx bikujim. Başe, gelo çima dixwestin ew şêx bikujin?

Mîralay got; “Tu Şêx Seîd nasdikî Cem?”

“Erê. Min Şêx Seîd sala par li bazara heywanan a Çebexçûrê dîtibû. Li derdora wî bi sedan însan hebûn.”

“Niha tu wî bidînî nasdikî?”

“Erê nasdikim.”

Mîralay, li Hesen Axa mêze kir, keniya û mizmizand; “Pir baş e, pir baş e.”

“Dê ev bi ser bikeve.”

“Ez jî wisa difikirim, Cem, ciwanekî wêrek û welatparêz e.”

“Hûn çima dixwazin Şêx Seîd bikujin?”

Mîralay got; “Ez dizanibûm dê ev pirsê bikî Cem.”

***

Weke teyrekî dirrinde li dora belatekî baskan biçirpîne hemêza xwe vekiribû û bi kêfxweşî di dora min de diçû û dihat. Piştre çû ber xaliya şîfon a li dîwar daliqandî û bi pêçiyên xwe wê firikand. Pişta wî bi min de bû û dest bi axaftinê kir.

“Şêx Seîd xiyanetkar e, dixwaze welatê me perçe bike û dewletekî Kurd ava bike; Şêx Seîd û hevalên wî bi navê Azadî rêxistineke veşarî ava kirine û di nav amadekariya raperîn û serhildanê de ne. Dewlet wan dişopîne; me beriya demekê kin sergerdeyê rêxistina Azadî, serokeşîrê eşîra Cîbranî Mîralay Xalid, Ûsiv, Ziya, Hecî, Mûsa û bîst endamên rêxistinê li Erzeromê girt sewqî dozgeriya leşkerî ya Bilîsê kir. Ji bona Şêx Seîd jî me tezkereya girtinê derxist. Hindik mabû em Şêx Seîd bigrin, lê ji destê me xilas bû. Her çiqas Şêx Seîd serokê rêxistinê nebe jî, weke serokê Tarîqata Neqşebendî di nav Kurdan de gelek bandora wî heye û tê teqdîrkirin. Divê em gaveke zûtir dengê wî bitepisînin. Heke em Şêx Seîd tune nekin ew ê di demên pêş de ji bo me bibe xeteriyekî mezin .”

Min axaftina mîralay birî û got; “Çima hûn bi leşkeran Şêx Seîd nadin kuştin?”

“Şêx Seîd, serokek oldar ê Tarîqata Neqşebendî ye; ev terîqat di nav Kurdan de pir berbelav û xurt e. Em naxwazin bi leşkeran ew bidin kuştinê û gel bikin dijminê xwe. Divê ev kar bi yekî sivîl bê kirin, siyaseta herî rast ev e ku Şêx Seîd di qurimtiyê de bê kuştin. Heke leşker ew bikujin dê bibe qehreman, her dem bibe pirsgirêk û derkeve pêşiya me. Te min fêm kir?”

“Erê, min fêm kir.”

“Tu yê Şêx Seîd bikujî?”

Bi awayekî xemgîn min got; “Qey ji bilî kuştina Şêx Seîd alternafîkekî min heye?”

“Na. Welat erkê kuştina Şêx Seîd daye te. Divê tu ev erkê xwe bi serkeftî werînî cih. Piştî ku tu bi ser ketî dê dewlet sed heb zêr û li ku bixwazî li wir araziyeke mezin bide te.

***

Heta ku tu bijî dê dewlet te biparêze û dê hetanî mirinê jî miaşê te bide. Bi kurtasî şens û fersend hatiye ber lingê te.”

Min got; “Divê ez vî karî kengê bikim?”

Pêveberdanên ku mîralay pêşniyar dikirin di xema min de nebûn. Jixwe ez bi van gotinên wî jî ne bawer bûm. Derdê min dê û xwişka min bû; min digot ez ê wan çawa ji kuştinê xilas bikim.

“Piştî girtina serokê rêxistina Azadî Mîralay Xalid, Şêx Seîd di nav tevgerê de ye. Digere, xelkê fît dike, dixwaze wan li hemberî dewletê bi rêxistin bike. Dewlet gav bi gav li dû ye ew dişopîne. Li gor îstîxbarata me girt Şêx Seîd, dê sibe biçe gundê Madragê. Tu yê beriya wî biçî gundê Madragê, li cihek asayî bikevî kemînê û li benda hatina Şêx Seîd bisekinî; bi têketina wî ya nav gund re tu yê pê ve bidî. Ji bîr neke, divê di guleyê ewilî de tu wî bikujî. Çimkî bi awayekî baş tê parastin, dibe şensekî te yê guleyê dudûyan çênebe. Te min fêm kir Cem?"

“Min fêm kir. Lê çeka min tune.”

Hesen Axa got; “Mereq neke Cem. Plansaziya her tiştî hatiye kirin. Dê çekekî nû, rextekî tije gule û dûrbînekî nû bidin te. Her tişt amade ye û li benda te ye.”

“Te gundê Madragê dîtiye Cem?”

“Erê, dema me dewaran biribû Mûşê em du caran di ew gund de derbas bûbûn.”

“Tu rê dizanî?”

“Erê, ez rê dizanim.”

“Tu yê di çend seetan de biçî?”

Piştî fikirandina qasekî min got; “Di heft heşt seetan de ez ê biçim”

“Wê çaxê piştî nîvroyê bikevî rê destê sibehê tu digîjî gundê Madragê?”

“Erê, heke pirsgirêkek dernekeve di wan seetan de ez ê bigîjim gundê Madragê.”

***

Mîralay got; “Eferim ji te re Cem. Tu vî erkê xwe pêk bîne û heta dawiya emrê xwe di rihetiyê de bijî.”

“Heke Şêx Seîd neyê gundê Madragê, ez ê çawa bikim?”

“Erê Cem, tu mafdar î. Pirî caran Şêx ji bona xapandinê naçe cihê diyarkirî. Di demên dawî de bênavber vê teqtîkê bikartîne. Camêreke zana û aqilmend e! Herhalde dizanê em ê jê re sûîqestê bikin. Lewra jî pir bi baldarî tevdigere, tê parastin, li derdora wî bi sedan nîşanger û kesên wêrek civiyan e. Tu heta rojavayî li bendê bisekine, heke nehat gund, tu vegere, te fêm kir?”

“Erê. Li dê û xwişka min baş mêze kin.”

Mîralay; “Mereq neke Cem, dê li dê û xwişka te baş bê mêzekirin. Dibînî, gavek nema bû ez ji bîr bikim. Ji bo parastina te ya ji leşker belgeyek taybet hatiye amadekirin. Dema tu ev belgeyê bi leşker nîşan bidî dê li hember te bikevin rawesta amadehiyê. Çimkî di vê belgeyê de hatiye diyarkirin ku tu ji bo karekî pir girîng û veşarî hatî peywirdarkirin, lewra jî divê hemû yekîneyên leşkerî ji te re alîkar bibin. Bi kurtasî ji niha û şûnda tu kesekî pir nestêle û navdar î." Piştre bi ser Hesen Axa de zivirî: “Hesen Axa, ew belgeya hatibû amadekirin bide Cem.”

Hesen Axa, ji cêba şalwarê xwe kaxizekî di nav muşembeya findkirî de hatibû pêçandinê derxist da min.

“Ev ê belgeyê baş biparêze. Heta dikarî wenda neke. Çimkî dê pir kêrî te bê.”

Wexta min kaxiz ji Hesen Axa girt kir bêrika xwe, te digot qey marekî jehrî dikimê, hesteke neyînî bi min re çêbû. Ez derbasî ber şibakê bûm û min baskek xwe vekir, dirêj dirêj fîkiyam. Bîstek şûnda hemû kevokên min li pêşiya şibakê civiyan.

Mîralay; “Ev çi ne?”

“Kevokê min in.”

***

“Tu kevokan xwedî dikî?”

“Erê.”

Hesen Axa; “Çend heb in?”

“Sêzdeh.”

“Yê Husên nêzîkê sed heb kevokê wî hene. Çend rojan berê yek jê mir, camêr heta êvarê ji bo kevoka xwe giriya. Ev jî cûreyek nexweşiyê ye.”

“Ez dikarim kevokan bigrim hundir?”

Hesen Axa; “Na, lê tu dikarî di bexçe de êm bidî wan.”

***

Dema roj, di nav ewrên reş û tarî yên girtibû ser lûtkeya çiyayên Çebexçûrê yên bi berfê pêçandî de wenda dibû ez ji gundê xwe gelek dûr ketibûm. Şiverêya ku tê dimeşiyam di pişta çiyayan de carna serberjêr, carna berbijor, carna di newalên kûr û fireh de, carna di hevraz û kendalên bê ser û bin de teng dibûn, rê nedidan derbas bibim; tewra hinek cih hebûn ji bilî kulmek ewr ti tiştek nedihat dîtin. Di kêliyên wisa de, tenêtiyeke ecêb û tirsa tunebûnê min vediciniqandin, difetisandin. Ji bona kes min nedîne, heta pêkan bûna di daristanan, mêrg û zevî û di dûlêr û hendefan de dimeşiyam. Ji bona ez dizanibûm erkê min erkeke xeternak e, bi baldarî tevdigeriyam. Divê tu kesî min nedîtan û min Şêx Seîd bikujtan û vegeriyam. Ji aliyekî de dimeşiyam ji aliyekî de difikiriyam. Emrê min biçûk bûn, lê mîralay çima erkê kuştina Şêx Seîd dabû Kurdekî Elewî ez dizanibûm. Mîralay, dê lêlê bikiran lolo lê bihatan; hem dê Şêx Seîd bida kuştin, hem dê eşîrên Kurd ên Elewî û Sunnî bi sedsalan bikira dijminê hev û rê li pêşiya yekîtiya wan bigirta.


***

Ev plana mîralay a bi awayekî dahî, ji min re pir tirsnak dihat. Di rûçikê min de, bi salan dê însanan hevdû bikujtan. Her ku ez vê difikiriyam xwîna min di damarên min de dicemidî, lingê min bi mi re nedikişiyan. Ev çûyîna min, dê bibûna destpêka pevçûnekî û sebebê kuştina ne tenê kesekî, kuştina bi sedan kesan. Lewra jî tengezar dibûm û dikirin biteqiyam. Ji destpêka ketina min a rê de baranê navberekî biçûk dabû, lê ewrên reş û tarî ezman girtibûn, dihevde diçûn û berfireh dibûn, dikirin guregur û uf û kuf, dengên tirsnak derdixistin û xwezaya xir û xalî dikirin tenganiyê. Roj çûbû ava, lê ewrên bi ser çiyayên Çebexçûrê de girtibûn weke rengê zer ê zêrê dibiriqiyan. Tarîtiyê, weke hebûna sirdarek reş hêdî hêdî xwezayê dinixumand û dipêçandin. Dengê bayê di nav daristanê de weke bibeze li zinar û daran diqelibiya û dengên ecêb û sosret derdixistin; ba, carna weke gurên birçî dizûriyan, carna weke bûkek evîndar bi eşq dikirin miremir, carna weke dêwekî ji bo tunekirina rûyê erdê were dikirin nirînî. Her çiqas ez dizanibûm ev dengên xerîb û derasayî ji ber bayê dihatin jî ditirsiyam, min bi çar çavan li derdora xwe guhdarî û bêhn dikir û dimeşiyam. Weke pizan şilopilo bûbûm; ji her derê min av diniqutiyan. Diqerisiyam. Her ku şev diqeriyan hewa zêdetir sar dibû, ba bêtir dihat, lê min ne sermayê, ne aciziyê, ne jî bêxewiyê hîsdikirin. Demekê piştre bi rêveçûnê ez ketim nav xeyalan. Wê kêliyê ez hebûm, an tunebûm nizanim. Bi tevahî ez li ser Şêx Seîd kûr bûbûm. Êdî tu tiştekî di xema min de nebû. Ne barîna baranê, ne qerbûna şevê, ne bayê weke bûzê ku dengên ecêb derdixistin, ne dengê zîrezûra guran... Tu tiştekî di xema min de nebûn. Weke kidûnekî şereba Xarpêtê vexwim. Xwezî bimiryam neketama vî hal î.

***

Min dikir nedikir ev çûyîna ji bo kuştina însanekî min qebûl nedikir, dilê min dikirin xwe bixwe. Ez têk çûbûm. Xirabiyê min jî têk biribû. Hesen Axa û leşkerên ku bavê min kiribû milîsê Alayên Hemîdiyê êdî min jî kiribûn bin fermana xwe. Ez diçûm ji bo kuştina Şêx Seîdê ku tu zerareke wî ji min re çênebûbû. Dibe ku baweriyên min cuda bin lê ez Kurd bûm. Weke her însanên li ser vê erdnîgariyê min jî êş dikişandin, çand û ziman û baweriyên xwe azad nedijiyam. Temenê min biçûk bû, lê ez vana hemû ji Silêmanê bazirgan fêr bûbûm. Ez pê hesiyabûm ku Şêx Seîd hewl dide van pirsgirêkan çareser bike. Ji ber vê yekê ev demekî dirêj bû bi awayekî veşartî eleqeyekî min û heskirina min jê re çêbûbû. Ez ê çawa bikaribûma Şêx Seîd bikujim? Min bawer nedikir ez vê pêk bînim. Lewra jî, xemgîn dibûm, dê û xwişka xwe difikiriyam û bi kuştina Şêx Seîd min dixwestin xwe mafdar bidînim û dengê dilê xwe ye serhildêr min ditepisandin. Xwe bi xwe di nav lêpirsîn û şerekî hestiyarî de dimeşiyam. Ewqas di xwe ve çûbûm ku ez nizanibûm di ku derê de û bi çi qaydeyî dimeşim. Weke pelek ji ber virtone û tofanê bifire, hestên xweajoyî min girtibûn dikişkişandin. Bi xwe dîtina li nav xirabeyên gundekî mezin, ji dinyaya xewn û xeyalên têde bûm şiyar bûm. Ez pê hesiyabûm ev gund, gundekî Ermeniyan e û navê gund Axdat e. Her çiqas bêbawer be jî, Silêmanê bazirgan bi xwe jî nexwestibû em bi şevê di ev gundê hanê de derbas bibin. Çimkî digotin, bi qerbûna şevê re xeyaletên însanên vî gundî yên hatine kuştin di nav xirabeyan de digerin. Bi sedan însan hebûn sond dixwarin ku di nav xirabeyan de xeyaletên wan dîtine. Qet ji bîr nakim, dema ez panzdeh salî bûm, xalê dêya min carek hatibû mala me mêvaniyê û behs kiribû. Ew şev ez ranezabûm û ji tirsan min bi xwe de kiribû. Têkildarî van xeyaletan tişt nemabû min bihîstibû ku bi şevê di nav xirabeyan de derdikevin...

***

Bi şewat û xirakirinê dîwarên xaniyan bi ser hev de ketibûn, di nav xirabeyan de hin tepikên biçûk çêbûbûn û darên maz, hevris û dehlan qam avêtibûn. Di nav gund de cobarekî derdora wî bi dehl, bî, narewan gûz, sêv, hirmî, qeysî, hêjîr û tûyan pêçayî hebû. Xirabeyên dêrê ku li lêvê cobar bû di tarîtiya şevê de weke dêw xuya dikir. Dibe ku sedema ev dîmenê hanê, dara biyê ya ku di gewdeyê wê de şaxorek mezin çêbûbû û wek sîwanê guliyê wê vebûbû be. Tawana dêrê hilweşiya bû, lê her kevira wê ji dil û bi hostayî hatibû çêkirin, bi nexşên gul û xaçê hatibû xemilîn û dîwarên wê yê fireh hê li ser piya bû. Bi tirs û hof ez nêzîke xirabeyên dêrê bûm. Her çiqas şil bibim, ji serma biricifim jî, min xwêdanê dabû. Bi hatina dengekî ji nav xirabeyan, weke dilê min jê be û bikeve hundirê min. Min xwest birevim, lê nikaribûm birevim. Wisa li cihê xwe asê mam, bûm kevir. Min hew dît keroşkek û pênc çêlê wê ji nav xirabeyan derketin, bi dîtina wan ez parî rihet bûm. Keroşk û çêlê xwe çend deqeyan li min nihêrîn û reviyan di newalê de wenda bûn. Ev cobarê ku berjêr hindik xwar diherikiyan, di vê şeva qer, bêdeng û xir û xalî de te digot qey ji xirabeyan re klamekî hewariyê miremir dikirin. Çend deqeyan li pêşiya dêrê li ser piya sekinîm, min ji xwe lê mêze kir û fikirîm. Demekê li ev gund bi hezaran Ermenî dijiyan, dixebitîn, çêdikirin, hesdikirin, dihonandin; hêviyê wan, xeyalê wan, eşqê wan, fikrê wan, urf û adet û baweriyê wan hebûn. Demekê li vêderê jiyanek hebû. Niha ji wê jiyanê tenê xirabe mabûn. Gelo, dema van însanan kuştin bavê min jî bi wan re bû? Gelo, bi rastî jî her şevê xeyaletên miriyên vî gundî di nav xirabeyan de digeriyan? Van pirsan min tirsandin, hilweşandin. Divê gaveke zû ji vêderê derkevim. Min li derdora xwe mêze kir.  Di nav xirabeyên hema li hember min de dareke dirêj a narewanê hebû. Min got qey li bin darê qeretûnekî xuya kir.

***

Tirsekî sar di damarên min de çû hat û min hejand. Ev çi bûn gelo? Ew qeretûne û reşahî mezin bû û hêdî hêdî tevgeriya. Ya min didît rastî bûn gelo? Min dest bi rêve kir, seriyo bi qurbana lingan bî. Reviyam û reviyam, te digot qey niha bi hezaran pîrebok û şevreşk bi dû min ketin e. Qîrîna wan çingînî ji guhê min dibirin. Piştî seetekî şûnda ku sekinîm xirabe gelek ji para ve mabûn. Ne spêle ne pîrebok ne jî ew dengê wan ê bêhna min teng kiribû dihatin. Ez pir westiyabûm; qelbê min dikirin ji qefesa singê min derkeve der. Min nefes nedigirtin. Ew tiştê ku li nav xirabe û xirban min dît çibûn gelo? Gelo hirçekî bûn, gelo şevreşk û spêleyên bi sedan însanan pê behsdikirin, an guliyê darekê bû bi bayê dileqiya bûn? Li bin darekî mazî li ser erda şil, bi ser piştê dirêj ketim; min çek û heqîba xwe kir bin serê xwe. Kûr kûr min nefes girt û da. Li nêzîkê min, di nav daristana tarî de dengekî dihat. Dengê lingê heywaneke çiyayî û kûvî bû. Demekî min guhdarî kir, piştre min li heyva ku weke lembeya bi qazaxiyê li pişt perdeyên tûl vêketî be di pişt ewran de diniziliyan min temaşe kir. Hinek bêtir li jor bi zûrezûra du guran re ji cihê xwe rabûm, min çeka xwe girt, pişta xwe da dara mazî û weke heywanekî kûvî ya derkeve nêçîrê min bêhna şevê û tarîtiyê girt. Bayê bêhna axê, avê, kulîlkan û pelên rizandî didan. Bi çîk avêtina barana bi bayê re destpêkir ez meşiyam. Min ji heqîba xwe felqekî bastêxê derxist ku bixwim, lê di qirika min de neçû xwarê; te digot qey qirika min xitimî ye. Ewqas bextreş, ewqas bêçare bûm, min dikirin kûrekûr bigrîm. Bîstek şûnda barîna baranê dijwar bû. Daristana tê de dimeşiyam bi dengê baranê re dikir vizînî û orînî jê diçû, newal û rûbarên hawirdorê bi ava laserê re tije bûbûn û xwişaxwiş dikirin. Niha guran nêzîktirê min dikirin zûrazûr. Car caran difikiriyam, min digot qey hema li pay min in.

***

Heta çend caran min got qey guran ji para ve êrişê min kirin, ez derketim ser darên mazî. Pirî caran bi Silêmanê bazirganê dewaran re bi şevê meşiyabûm. Wan çaxan jî tirsiyabûm lê tiştên vê carê ez jiyabûm di tu rêwîtiyekê de nejiyabûm. Ez nesekinîm, meşiyam. Piştî rêwîtiyeke dijwar ji sibehê re du seet mabû ez gihaştim zinarên jorê gundê Madragê. Hal di min de nemabû. Ji her derê min avê dikirin xwarê, bi boneya sermayê weke canê min xwe bispêre agir dişewitiya û pûrtê canê min gijgij dibû. Te digot qey ji çar aliyan de derzî û şûjin di canê min de diçin. Şikefta min xwe spartibûnê biçûk bû, lê ji dijwariya baranê û vîzevîza bayê min diparastin. Te digot qey ezman qelişiyê, bi kurtenavber birûskan diavêtin, tarîtiyê ronahî dikir û bi dengekî tirsnak şevê dihejandin. Min heqîb û çêka xwe, rextê fişekan û dûrbîna xwe bi dîwarê şikeftê ve daliqand û xwe çipuryan kir cilê xwe esirand û piştre li xwe kir. Li devê deriyê şikeftê sekinîm û min li gundê Madragê ku bi qasî çarsed pêncsed metre li jêr bû guhdarî û temaşe kir. Tarîtiyê gund quritandibû. Li gund tu nîşaneya jiyanê tunebû. Car caran kûçik û se direhiyan dikirin ewtênî, lê dengê wan di nav dengê ezman, baran û bayê de wenda dibûn diçûn. Şêx Seîd ket bîra min ez fikirîm. Bi destpêka rojê re min dia kir ku neyê gund. Halbûkî ev demeke dirêj bû min qet dia nekiribû. Ewqas di rewşeke bêçare de bûm, ji bilî diayê tu tiştekî bikim û bifikirim tune bûn. Bîstek şûnda weke zarokek bê biçûkxistin, kêmî xwe were dîtin kûrekûr giriyam. Wisa di xewê ve çûbûm.

Niha li malê me. Nizanim, şeve an roj e? Lê, mala me şevereş û zilûmat e. Ji nîşka ve ronahiyeke birqok a çav li ber venedibû girt nava mala me. Sindoqa ku çeka bavê min tê de veşartî vedibû û mirî jê derdiketin; bi hezaran mirî; hinek jê serê wan, hinek gewdeyê wan, hinek qolê wan, hinek çaqê wan; hinek jê rodiyên wan hatibûn der, hinek jê weke laserê hêstir dibarandin, hinek jê dikirin zarezar, hinek jê qajînî pê diketin dilê însan pê perçe dibû... Li ber xwe nadim û bi qîreqîr dest bi revê dikim...

***

Dema bi xwe hesiyam canê min diricifiyan. Dengê zirîna kerekî li nav gund dihat min. Rabûm ser piya, êdî rojê xwezayê ronî dikirin. Baran sekinî bû, ax, giya, dar û devî û zinar bi barana bi şevê barî bû re têrpaqij bûbûn û dibiriqiyan. Te digot qey yekî bi şevê xwezayê bi rûnê teze şûştî ye. Tîrêjên rojê, rûyê erdê bi cimbûşa rengan xemilandibû. Gundê ku bi şevê wek mirî bêdeng bû, êdî zindî bûbû, weke qoşikekî kîsoyê girtibûn berpalên çiyayê Çebexçûrê, malên biçûk weke kuwarên mêşan derketibûn der, însan û heywan vereşiya bûn. Bizin, mêşin û garana pez û dewarên gund li qûntara tepikê darên mazî belav bûbûn. Min nîskokên dûrbînê paqij kir û dest bi temaşekirina tepikên derdora gund girtibû kir. Li gund, liv û tevgereke derasayî tunebû. Weke li her gundî rojekê ji rojên rêzê bûn. Bi vê kêfxweş û hêvîdar bûm; heke Şêx Seîd bihata gund, dê li gund tevgerekî hebûna. Heta niha min kesekî çekdar nedît li nav gund. Dîsa jî, ji bo kêfxweşiyê divê min lez nekirana. Hê roj pir dirêj bûn. Şêx Seîd û hevalên xwe her gavê îhtîmal hebû derbiketa û bihatana. Li aliyê rojavayê gund, derdora wî bi devî û kijotikan pêçayî newalekî kûr derbas dibû. Kalepîrekî rîdirêj li ser pireya ji dara hatibû çêkirin rîniştibû, lingê xwe pê de berda bû, bi çova di destê xwe de ava di bin pireyê de diherikiyan re dilîstin. Min kalepîr baş didîtin. Li qeraxê newalê hespeke kihêl û dehşê xwe diçêriyan. Ji hespê berjêrtir zarokek neh deh salî mangeyek û du bizin diçêrand û li binê dareke biyê rûniştî gû dikirin.

***

Bi dûrbînê, min çavdêriya nav gund û hawirdorê kir. Kesên bihatana gund tune bûn, lê gelek însan hebû derdiketin derê gund. Hinekî diçûn nav erdê xwe, hinekî diçûn rezan, hinekî jî diçûn ber dewaran. Camêrekî bi barê qantirê ji gund derdiketin ket ber dûrbîna min. Yekî qama wî dirêj bû. Dinyakî pot û pertal li serê xwe pêçabû. Dema gihaşt fetlanoka newala jêrê gund, qantira xwe sekinand û bi darekî ve girê da, pişta xwe da darekî û sekinî. Di navberê de çend deqe derbas nebû, jinekî derket hat. Jinik jî yeka qama wê dirêj bû. Bi gîhaştina ber mêrik re li hevdû lefiyan û hevdû maçkirin. Piştre mêrik, jinikê girt hemêza xwe û wê bir cihekî bi devî û gezik bûn. Li wêderê min wan nedîdîtin. Piştî nîv seetan ewilî jinik ji nav devîstanê derket. Mîna qet tiştekî nebe xwe li ba xist û çû. Piştî jinik ji wê derê dûr ket, mêrik jî hat, qantira xwe ya bi darê ve girêdayî girt û ji fetlanekê berbijêr ve meşiya. Li ciheke din, sê jinên di bin piştiyê êzingan de bûn li dû hev dimeşiyan. Ev jinên hanê, di bin giraniya piştiyê êzingan de tewiya bûn. Kûçikek lingek wî kulek jî li dû jinan dimeşiya. Li jêrê gund çend heb gundiyan jî guzan diweşandin. Ciwanekî di temenê min de û yekî dirêj ê têgihîştî bi diyarê dara gûzê ya weke dêw bi ezman ketibû ketibûn û dihejandin, bi rewtên dirêj hewl didan gûzan ji guliyan bikin xwarê, sê jin û du zarok jî gûzên diketin erdê berhev dikirin. Pisîkek jî bi zarokên gûza top dikirin re dilîstin û dolamalî dibû. Piştî ku ez aciz bûm, min dev ji mêzekirina dûrbînê berda. Min heqîba xwe ya ji mûyê bizinan hatibû çêkirin vekir, desmala xwe jê derxist û pê lûleya çeka xwe ya ji êvar de li ber baranê şil bûbû paqij kir. Piştî paqijkirina çekê, min guleyên di rext de bûn derxist, wan jî yekoyek paqij û zûha kir. Dema min ev kara dikir, ez kûr kûr fikirîm; gelo dê dawiya min jî bibe wek a bavê min, gelo ez ê jî weke bavê xwe mecbûr bimînim dawî li jiyana xwe bînim? Rêya ez tê de diçûm ber bi wir ve bû.

***

Ji van nêrînan tirsiyam. Xewa ku min şeva çû dîtibû hat bîra min, min xwest şîroveya wê bikim, lê negîştim encamekî. Te digot qey, ya min dîtibû ne xew bû, bîranîneke bîstek berê jiya me bû. Kuştina Şêx Seîd pêngava ewilî bû. Bi vê pêgavê re, dê hin qetlên din jî çêbin. Ew ê roj bê qetlên min kiriye dilê min bixwin biqedînin, ez ê jî weke bavê xwe li ber xwe nedim û xwe bikujim. Divê min fersendê nedana ew kesên şikil dabû jiyana bavê min, bidin jiyana min jî. Ax, ax! Heke dê û xwişka min di destê wan de nebûna, kija hêz dikaribû singû têxe stûyê min?
Qeflekî quling ji aliyê rojhilat ve hatin demekê li ser gund geriyan; ewqas pir û ewqas xweş diziviriyan min xwe negirt û li wan temaşe kir. Qefleya qulingan bi qasî deh panzdeh deqeyan li ser gund geriyan û piştre bilind bûn bi aliyê rojava ve dan dû hev û çûn.

Min hew dît ku di şiverêyek aliyê rojava de du kes derketin ez bi kelecan bûm, ji tirsa dilê min kut kut lê xist.

Xwe bi xwe min got; “Ya Star tu mezinî, bila ew ê tê Şêx Seîd nebe!”

Min nedixwestin ez tu kesî bikujim. Min dûrbînê girt destê xwe, lê ji tirsan newarabûm pê mêze kim. Ya ew ê ku dihatin Şêx Seîd be, minê çi xwelî li serê xwe bikiran? Gelo min ê Şêx Seîd bikuştana? Dema min dûrbînê da ber çavê xwe, destê min dileriziyan. Min dît ku Şêx Seîd ne di nav wan de ye, kêfxweş bûm û min ji kûr da oxîneke kişand. Heke Şêx Seîd bihatana gund, min ê wê çaxê çi bikira? Bi vê dêrûniyê min ê Şêx Seîd çawa bikuşta? Min ew kesan heta ketin nava gund jî şopand. Yek jê temendirêj, yek ciwan bûn. Yê ciwan çiwalekî giran dabû ser pişta xwe dikişandin. Kûçikek xişin ê li pêşiya xaniyekî yek qat ê deriyê wi ber bi min ve bû û li pêşiya derî sê darên kevnare yên hewran hebû êrişê wan kir. Ew xortê ciwan reviya xwe da pey ew ê kalepîr, yê kalepîr jî, qet ji cihê xwe neleqiya û tevnegeriya.

***

Bi sedan çivîkên beytik û qijikên di nav guliyên spîndaran de bûn ji tirsan firiyan bi hewa ketin û li ser malê geriyan. Tam li nava gund di nav bexçeyekî darên fêkiyan de mizgeftekî hebû, mozinê mizgeftê derketibû ser minareyê azan didan, dengê wî heta zinarên ez tê de bûn jî olan didan. Li ber xaniyekî nêzîkê mizgeftê şeş heft zarokên emrê wan deh donzdeh salî li hev civiyabûn û kevokan difirandin. Bi dûrbînê min li kevokan temaşe kir. Di nav wan de du heb jê hebûn pir xweş teqle diavêtin. Kevok bi awayekî lez û bez bi hewa diketin, piştre weke miriyan xwe berjêr berdidan, gava nêzîkê erdê dibûn dîsa bi ezman de dikişiyan jor. Zarokên bi wan re dilîstin difîkandin û bi kêfxweşî destê xwe li hev dixistin. Niha min dixwestin ez jî bi wan re bim. Dema min li wan mêze dikir kevokên min ketin bîra min; gelo çi bi serê kevokê min de hatibû, geîo vegeriyabû malê? Li aliyê rojhilatê gund li qontara tepikekî goristanekî hebû, di nav goristanê de çend heb darên biya, di têketina goristanê de pîrozgehek hebû. Çend heb jin li bexçeyê pîrozgehê civiyabûn û destê xwe di kevirên dîwarê wê de didan dia dikirin. Yek ji wan jinan xwe di çamûrê de weke bangeranê lox dikirin, du heb jî bi destan li çokê xwe, singê xwe û serê xwe dixistin. Gaboxeyekî li nav goristanê diçeriyan jî, dev ji çerê berdabû û bi sebra dewrêşekî li wan temaşe dikirin. Êdî roj, giran giran ber bi rojava ve diqesidî, bi vê kêfxweşiya min zêde bû. Dême Şêx Seîd nedihat. Pir bextewar bûm. Ji avabûna rojê re bi qasî çend seetan mabû. Di navbera çend seetan de ku Şêx Seîd nehatana ji kuştina însanekî xilas dibûm. Lê hê ji avabûna rojê re çend seet mabûn. Pirî tengezar bûm di hundirê şikeftê de de parî geriyam. Te digot qey dem sekiniya ye. Bi zehmetî min nefesê digirt û dida.


***

Car caran min dikir dev ji kuştina Şêx Seîd berdim, ji şikeftê derkevim heta av di qûna min de bavêje bibezim. Di kêliyên wisa de min dê û xwişka xwe yên di destên leşkeran de bû bibîrdianî û xwe zeft dikirin. Ber êvarê ewrê li ezman hate hev mezin bû, bû tarî û tirsnak bû. Siya çiyayên Çebexçûrê girt ser gund, hê roj neçûbû ava gund hêdî hêdî ket binê tarîtiyê. Bi lezgirtinê re, bayê bi awayekî dijwar li zinarên tê de bûm xist. Bizin, mêşîn û garana pezên li qontara tepikê hember diçeriyan ber bi gund ve qesidîn. Çar çav bûbûm. Bi dûrbînê min çavdêriya gund û hawirdorê dikir. Min hew dît, ji dûr ve, ji aliyê rojhilatî ve însanekî ber bi gund ve tê, bi ferqkirinê re min lê temaşe kir. Piştî wî yekî din jî xuya kir, piştre yekî din jî, yekî dîn jî... Min ew jimartin, şeş mêr yek jin bû. Ji bo siya çiya li ser wan rûniştîbûn min ew baş nedidîtin. Ji çokan de ketim; yê dihatin dibe ku Şêx Seîd be. Min bi baldarî mêze kir, pişta wan bi min d bûn. Di destê tu kesî de mim çek nedît, mîralay ji min re gotibû Şêx Seîd ji aliyê bi dehan milîsên çekdar ve tê parastin, ji bilî wan bi dehan şêx û mele jî pê re digerin. Ez fikirîm, min got dibe ku ji para ve werin. Niha min ê çi bikira? Bi seknê min ê destûra têketina Şêx Seîd bida ku bikeve gund? Başe, gelo ji nav ew ên dihatin de kîja Şêx Seîd bû. Ji vêderê min baş fêm nedikirin, divê ez baştir nêzîk biçûma. Ji şikeftê derketim, ber bi şiverêya ku rêwî tê de dihatin ve çûm û li wir di nav kutleya deviyê de ketim sîperê; min berê lûleya tifinga xwe bi şiverê de kir û sekinîm. Heke Şêx Seîd di nav wan de be felata wî ji destê min tune bû. Ger min bixwesta di guleyekî de dikaribûm ew bikujim. Ji bona dê û xwişka min bijiyan divê min Şêx Seîd bikujtan. Yezdan şahid e, ew êşa ku min di çend deqeyên di sîper de kişand tu însanekî nekişandî ye.

***

Hemû rewî yekoyek di şiverê de, di ber min de derbas bûn çûn; min dît ku Şêx Seîd ne di nav wan de ye, min dikir ji kêfa ji cihê xwe rabim rêwiyan hembêz bikim û maç kim. Bi qasî min ji axaftina wan fêm kir, diçûn xwazgîniyê. Min bihîst dibêjin bavê qîzikê panzdeh mêşin qalind xwestî ye. Piştî ku rêwî derbas bûn, ez ji sîperê derketim, piçek evdalî, piçek bi zarokî, bi awayekî kêfxweş di derdora xwe de çûm hatim û leyîstim. Dema roj di lûtkeya çiyayên Çebexçûrê de nîvco bû bi bayê bezê ez ji gund derketim min gund terikand. Te digot qey bi sedan kesên çekdar bera min dane. Beriya Şêx Seîd bê divê ez ji vêderê biçûma. Dema tarîtiyê girt ser xwezayê dîsa baranê destpê kir. Di vê şeva tarî û xir û xalî de, ji bilî dengê guregura ewr, barîna baranê, bayê û dengê gurşagurşa lehiyê tu dengekê tune bû. Weka xeyalan min rê didîtin. Tengezariya ku dema ketim rê li ser min bû êdî rabûbû û ez parî rihet bûbûm. Niha di şivereyeke asayî de dimeşiyam. Piştî ku min Şêx Seîd nekuştibû, ne hewce bû di çiya, daristan û cihên sape de bimeşim. Lê ez weke tedbîrî nediçûn gund û mezreyên ser rêya xwe û di derveyî wan de derbas dibûm. Piştî çar, çar seet û nîv ku ketibûm rê gundekî derket pêşiya min; min xaniyên gund nedidît lê ronahiya lembeyên bi qazaxiyê vêketî ji dûr ve jî xuya dikirin. Herhalde gundekî mezin bû. Çimkî pêla ronahiyê li qadekî fireh belav bûbû. Berî wextan ku ez hê dûrî gund bûm, se û kûçikên gund bêhna min girtîbûn û bi ewte ewtê welweleya şevê rakiribûn. Ez neketim nav gund û di nav erdekî jêrê gund de min dest bi meşê kir. Pir derbas nebû min fêm kir ku min biryareke rast da ye; hin cihên ku axa sorik lê hebû, ez heta çokê diketim çamûrê û bi zehmetî dimeşiyam.

***

Hezar poşmanî bi min re çêbû ku ez berevajî tepikên jorê gund, di nav erdên jêrê gund de çûbûm. Weka benîşt çamûrê bi lingê min digirt, rêveçûna min asteng dikir. Nîv seet şûnda di nav xwêdanê de man. Ji gund gelekî dûrketibûm ku min dengekî bihîst. Ewilî min got qey dengê bayê ye bi min re dilîze. Çimkî, dema di çiyayan de derbas bûbûm car caran ba bi min re lîstibû, tiştên wisa anîbû serê min û min tirisandibû, dilê min di devê min de der anî bû. Her ku meşiyam deng zêde bû, zelal bû; na, ev deng ji dengê bayê bêtir dişibiyan dengê jinekî êşkişandî. Min dest avêt tifinga xwe ya li milê min ê rastê bû û ber bi deng ve meşiyam. Kûçik çawa bêhnê digire û digere, ez jî wisa di tarîtiyê de, mîna şînkê baran û bayê, di navberê de jî weke dengê guregur û şêrqîna ewr bi dû şopa dengê jinikê yê carna dihat carna nedihat ketim. Min, jineke bi qurmê darek hirmiyê ya kevnare ve girêdayî dît. Di tarîtiyê de ku min jinikê weka xeyalan didîtin, bi şêrqîna brûskê re baştir xuya dikir. Li ber jinika bi dara hirmiyê ve girêdayî çar heb mêr hebûn. Di nav wan de yekê rîdirêj û extiyar hebû. Berika xwe bi keviran dagirtibû. Her sêyê din ciwan bûn; yek jê ji min jî biçûktir bû. Hemêza hemûyan bi keviran tije bûn. Ewilî, min fêm nekir, bê ka di vê seetê de çima hemêza wan bi keviran dagirtî ye û dor ji jinikê girtine. Lê ev bûyera min dîtibû bala min kişandibû. Êdeta min xwe bi erdê ve zeliqand û bi kerekaşoyî nêzîkê wan bûm; hema li nêzîkê wan di nav darek hêjîrê de min xwe veşart û li wan guhdarî û temaşe kir; min mereq kiribû, van însanan çi dikirin? Çima jinikê bi dara hirmiyê ve girêdabûn, jinik çima digiriya û dinaliya? Niha min jinika bi dara hirmiyê ve girêdayî baştir didîtin. Porê jinikê yê dirêj, di xwîn û çamûrê de bûbû weke egalê û sûreta wê girtibû.

***

Ji bona dest û lingê wê girêdayî bûn, nikaribû ji ber ew mêran bireve, tenê di nav êşa xwe de dinaliya û lavayan dikirin.

“Ûy bavo! Min nekuje qey çi dibe? Qurbana te me bavo!”

Lê weke wê nebihîze, yek du kevirên di berika xwe de li jinikê xist.

Dengê jinikê ku weke “Ûy... Ûy!” dinaliya dilê min perçe kir.

Dengê wê, ewqas bi êş û ewqas hewcedariyê alîkariyê bûn ku... Gavekî nemabû ji cihê xwe rabim û biqîrîm bêjim; “Wiha nekin!”

Yê extiyar qîrîya; “Sebî ji kî ye?” Kevireke din jî li jinikê xist.

Jinikê kir zarînî; “Ûy! Ez mirim bavo!”

“Sebî ji kî ye?”

“Min got ya, sebî ji Mihemed e! Bavê wî/wê Mihemed e!”

Ciwanekî ji nav wan kir qîrînî: “Orispî qehpe! Te namûs û şerefa malbata me kir nav lingan, te em rezîl kirin!” û kevirekî li nav serê jinikê xist: “Bicehime!”

“Kekê Ûsiv, qey dê çi bibe min nekujin! Ez qurban! Ez xwişka we me. Qey heyfa we bi min nayê! Canê min diêşe ûy!”

Dengê jinikê ewqas bi êş, ewqas bê hêvî bûn ku, pûrtê canê min bû weke stiriyê jîjoyek di ser laşê min de derbas bibin. Weke bikevim tayê canê min ricifiya. Min ê çi bikirana? Dê li ber çavê min însanekî bihatana kuştin û ez ê jî bêdeng bûma?

“Bimire! Biceheme!”

“Gava te zîna kir tu fikiriyana!”

“Ji bona em bijîn, hewce ye tu mirî.”

Êdî ez bawer bûm, van her çar zilaman bi kevir û beran jinikê recim dikirin. Niha her çara bi hevdû re berê keviran dabûn jinikê. Nizanibûm ez ê çi bikim. Gelo divê min ev qetla nav malbatî ya ku min jê re şahidî dikir ji nedîtî ve bidîtana û rêya xwe biçûma? Ez nikaribûm vê bikim.

***

Zêde derbas nebû, min biryarê da ku ev mêrê hanê zêde zirarê nedin jinikê û mudaxale bikim; li pişt dara hêjîrê ketim çeperê û qîriyam.

“Bisekinin! Keviran li jinikê nexin!”
Bi bihîstina dengê min re, her çar mêra kevirên di hemêza xwe de avêtin û bi awayekî şaşwaz li hevdû mêze kirin.

“Ji jinikê dûr kevin.”

Yê extiyar, piştî şaşwaziya wî derbas bû û xwe da hev got: “Tu kî yî?”

“Ez rêwiyekî me.”

“Başe, tu bi çi heqî qarişê me dibî? Ev qîza min e.”

Bi awayekî hêrsok ez qîriyam û min got: “Dibe qîza te be, lê ev nayê wateya ku tu xwedî mafê kuştina wê bî!”

Yek ji ciwanan got: “Namûsa kiriye nava lingan!” Dengê wî ewqas nizim bûn, bi zehmetî min ew bihîst. Ji nîşka be ba û bablîsok rabû, toz û gevzik û pelê daran berhev kir û anî bi ser me de lod kir. Ji bona ez bi ser çokan di nav çalekî bi ava baranê tije bûbû de bûm, lingê min qerisî bûn, weke bitevizin pûç bûn. Di vê rewşê zêde min li ber xwe neda û rabûm ser piya, min berê çeka xwe di weziyeta teqandinê de meşiyam.

“Destê xwe bilind kin!”

Yê extiyar destê xwe bilind kir û got: “Tu dixwazî çi bikî?”

Ez bi ser ew ên ciwan ve qîriyam û min got: “Hûn jî destê xwe bilind kin!”

Camêrê extiyar bi hêrs got: “Destê xwe rakin kurê min!”

Yên ciwan bê xwestek be jî destê xwe rakirin.

Yê extiyar got: “Tu dixwazî me bikujî?”

“Ez ê çima we bikujim, gava hûn gotina min bikin ez ê zerarê nedim we.”

“Tu dixwazî em çi bikin?”

“Qîzikê nekujin!”



Bi sedan çivîkên beytik û qijikên di nav guliyên spîndaran de bûn ji tirsan firiyan bi hewa ketin û li ser malê geriyan. Tam li nava gund, di nav bexçeyekî darên fêkiyan de mizgeftekî hebû, mozinê mizgeftê derketibû ser minareyê û bang didan, dengê wî heta zinarên ez tê de bûn jî olan didan. Li ber xaniyekî nêzîkê mizgeftê şeş heft zarokên emrê wan deh donzdeh salî li hev civiyabûn û kevokan difirandin. Bi dûrbînê min li kevokan temaşe kir. Di nav wan de du heb jê hebûn pir xweş teqle diavêtin. Kevok bi awayekî lez û bez bi hewa diketin, piştre weke miriyan xwe berjêr berdidan, gava nêzîkê erdê dibûn dîsa bi ezman de dikişiyan jor. Zarokên bi wan re dilîstin difîkandin û bi kêfxweşî destê xwe li hev dixistin. Niha min dixwestin ez jî bi wan re bim. Dema min li wan mêze dikir kevokên min ketin bîra min; gelo çi bi serê kevokê min de hatibû, gelo vegeriyabûn malê? Li aliyê rojhilatê gund li qontara tepikek goristanekê hebû, di nav goristanê de çend heb darên biya, di têketina goristanê de pîrozgehek hebû. Çend heb jin li bexçeyê pîrozgehê civiyabûn û destê xwe di kevirên dîwarê wê de didan dia dikirin. Yek ji wan jinan xwe di çamûrê de weke bangeranê lox dikirin, du heb jî bi destan li çokê xwe, singê xwe û serê xwe dixistin. Gaboxeyekî li nav goristanê diçeriyan jî, dev ji çerê berdabû û bi sebra dewrêşekî li wan temaşe dikirin. Êdî roj, giran giran ber bi rojava ve diqesidî, bi vê boneyê, kêfxweşiya min bêtir zêde bû. Dême Şêx Seîd nedihat. Pir bextewar bûm. Ji avabûna rojê re bi qasî çend seetan mabû. Di navbera çend seetan de ku Şêx Seîd nehatana ji kuştina însanekî xilas dibûm. Lê hê ji avabûna rojê re çend seet mabûn. Pirî ez tengezar bûm, parî di hundirê şikeftê de geriyam. Te digot qey dem sekiniya ye. Bi zehmetî min nefesê digirt û dida.


***

Car caran min dikir dev ji kuştina Şêx Seîd berdim, ji şikeftê derkevim heta av di qûna min de bavêje bibezim. Di kêliyên wisa de min dê û xwişka xwe yên di destên leşkeran de bû bibîrdianî û xwe zeft dikirin. Ber êvarê ewrê li ezman hate hev û mezin bû, bû tarî û tirsnak bû. Siya çiyayên Çebexçûrê girt ser gund, hê roj neçûbû ava gund hêdî hêdî ket binê tarîtiyê. Bi lezgirtinê re, bayê bi awayekî dijwar li zinarên tê de bûm xist. Bizin, mêşîn û garana pezên li qontara tepikê hember diçeriyan ber bi gund ve qesidîn. Çar çav bûbûm. Bi dûrbînê min çavdêriya gund û hawirdorê dikir. Min hew dît, ji dûr ve, ji aliyê rojhilatî ve însanekî ber bi gund ve tê, bi ferqkirinê re min lê temaşe kir. Piştî wî yekî din jî xuya kir, piştre yekî din jî, yekî dîn jî... Min ew jimartin, şeş mêr yek jin bû. Ji bo siya çiya li ser wan rûniştîbûn min ew baş nedidîtin. Ji çokan de ketim; yê dihatin dibe ku Şêx Seîd be. Min bi baldarî mêze kir, pişta wan bi min de bûn. Di destê tu kesî de mim çek nedît, mîralay ji min re gotibû Şêx Seîd ji aliyê bi dehan milîsên çekdar ve tê parastin, ji bilî wan bi dehan şêx û mele jî pê re digerin. Ez fikirîm, min got dibe ku ji para ve werin. Niha min ê çi bikira? Bi seknê min ê destûra têketina Şêx Seîd bida ku bikeve gund? Başe, gelo ji nav ew ên dihatin de kîja Şêx Seîd bû. Ji vêderê min baş fêm nedikirin, divê ez baştir nêzîk biçûma. Ji şikeftê derketim, ber bi şiverêya ku rêwî tê de dihatin ve çûm û li wir di nav kutleya deviyê de ketim sîperê; min berê lûleya tifinga xwe bi şiverê de kir û sekinîm. Heke Şêx Seîd di nav wan de be felata wî ji destê min tune bû. Ger min bixwesta di guleyekî de dikaribûm ew bikujim. Ji bona dê û xwişka min bijiyan divê min Şêx Seîd bikujtan. Yezdan şahid e, ew êşa ku min di çend deqeyên di sîper de kişand tu însanekî nekişandî ye.

***

Hemû rewî yekoyek di şiverê de, di ber min de derbas bûn çûn; min dît ku Şêx Seîd ne di nav wan de ye, min dikir ji kêfa ji cihê xwe rabim rêwiyan hembêz bikim û maç kim. Bi qasî min ji axaftina wan fêm kir, diçûn xwazgîniyê. Min bihîst dibêjin bavê qîzikê panzdeh mêşin qalind xwestî ye. Piştî ku rêwî derbas bûn, ez ji sîperê derketim, piçek evdalî, piçek bi zarokî, bi awayekî kêfxweş di derdora xwe de çûm hatim û leyîstim. Dema roj di lûtkeya çiyayên Çebexçûrê de nîvco bû bi bayê bezê ez ji gund derketim min gund terikand. Te digot qey bi sedan kesên çekdar bera min dane. Beriya Şêx Seîd bê divê ez ji vêderê biçûma. Dema tarîtiyê girt ser xwezayê dîsa baranê destpê kir. Di vê şeva tarî û xir û xalî de, ji bilî dengê guregura ewr, barîna baranê, bayê û dengê gurşagurşa lehiyê tu dengekî tune bû. Weka xeyalan min rê didîtin. Tengezariya ku dema ketim rê li ser min bû êdî rabûbû û ez parî rihet bûbûm. Niha di şivereyeke asayî de dimeşiyam. Piştî ku min Şêx Seîd nekuştibû, ne hewce bû di çiya, daristan û cihên sape de bimeşim. Lê ez weke tedbîrî nediçûn gund û mezreyên ser rêya xwe û di derveyî wan de derbas dibûm. Piştî çar, çar seet û nîv ku ketibûm rê gundekî derket pêşiya min; min xaniyên gund nedidît lê ronahiya lembeyên bi qazaxiyê vêketî ji dûr ve jî xuya dikirin. Herhalde gundekî mezin bû. Çimkî pêla ronahiyê li qadekî fireh belav bûbû. Berî wextan ku ez hê dûrî gund bûm, se û kûçikên gund bêhna min girtîbûn û bi ewte ewtê welweleya şevê rakiribûn. Ez neketim nav gund û di nav erdekî jêrê gund de min dest bi meşê kir. Pir derbas nebû min fêm kir ku min biryareke rast da ye; hin cihên ku axa sorik lê hebû, ez heta çokê diketim çamûrê û bi zehmetî dimeşiyam.

***

Hezar poşmanî bi min re çêbû ku ez berevajî tepikên jorê gund, di nav erdên jêrê gund de çûbûm. Weka benîşt çamûrê bi lingê min digirt, rêveçûna min asteng dikir. Nîv seet şûnda di nav xwêdanê de man. Ji gund gelekî dûrketibûm ku min dengekî bihîst. Ewilî min got qey dengê bayê ye bi min re dilîze. Çimkî, di dema borî de gava di çiyayan de derbas bûbûm car caran ba bi min re lîstibû, tiştên wisa anîbû serê min û min tirisandibû, dilê min di devê min de anî bû der. Her ku meşiyam deng zêde bû, zelal bû; na, ev deng ji dengê bayê bêtir dişibiyan dengê jinekî êşkişandî. Min dest avêt tifinga xwe ya li milê min ê rastê bû û ber bi deng ve meşiyam. Kûçik çawa bêhnê digire û digere, ez jî wisa di tarîtiyê de, mîna şînkê baran û bayê, di navberê de jî weke dengê guregur û şêrqîna ewr bi dû şopa dengê jinikê yê carna dihat carna nedihat ketim. Min, jineke bi qurmê darek hirmiyê ya kevnare ve girêdayî dît. Di tarîtiyê de ku min jinikê weka xeyalan didîtin, bi şêrqîna brûskê re baştir xuya dikir. Li ber jinika bi dara hirmiyê ve girêdayî çar heb mêr hebûn. Di nav wan de yekê rîdirêj û extiyar hebû. Berika xwe bi keviran dagirtibû. Her sêyê din ciwan bûn; yek jê ji min jî biçûktir bû. Hemêza hemûyan bi keviran tije bûn. Ewilî, min fêm nekir, bê ka di vê seetê de çima hemêza wan bi keviran dagirtî ye û dor ji jinikê girtine. Lê ev bûyera min dîtibû bala min kişandibû. Êdeta min xwe bi erdê ve zeliqand û bi kerekaşoyî nêzîkê wan bûm; hema li nêzîkê wan di nav darek hêjîrê de min xwe veşart û li wan guhdarî û temaşe kir; min mereq kiribû, van însanan çi dikirin? Çima jinikê bi dara hirmiyê ve girêdabûn, jinik çima digiriya û dinaliya? Niha min jinika bi dara hirmiyê ve girêdayî baştir didîtin. Porê jinikê yê dirêj, di xwîn û çamûrê de bûbû weke egalê û sûreta wê girtibû.

***

Ji bona dest û lingê wê girêdayî bûn, nikaribû ji ber ew mêran bireve, tenê di nav êşa xwe de dinaliya û lavayan dikirin.

“Ûy bavo! Min nekuje qey çi dibe? Qurbana te me bavo!”

Lê, camêrê extiyar weke wê nebihîze, yek du kevirên di berika xwe de li jinikê xist.

Dengê jinikê ku weke “Ûy... Ûy!” dinaliya dilê min perçe kir.

Dengê wê, ewqas bi êş û ewqas hewcedariyê alîkariyê bûn ku... Gavekî nemabû ji cihê xwe rabim û biqîrîm bêjim; “Wiha nekin!”

Yê extiyar qîrîya; “Sebî ji kî ye?” Kevireke din jî li jinikê xist.

Jinikê kir zarînî; “Ûy! Ez mirim bavo!”

“Sebî ji kî ye?”

“Min got ya, sebî ji Mihemed e! Bavê wî/wê Mihemed e!”

Ciwanekî ji nav wan kir qîrînî: “Orispî qehpe! Te namûs û şerefa malbata me kir nav lingan, te em rezîl kirin!” û kevirekî li nav serê jinikê xist: “Bicehime!”

“Min nekujin kekê Ûsiv, qey dê çi bibe! Ez qurban! Ez xwişka we me. Qey heyfa we bi min nayê! Canê min diêşe ûy!”

Dengê jinikê ewqas bi êş, ewqas bê hêvî bûn ku, pûrtê canê min bû weke stiriyê jîjoyek di ser laşê min de derbas bû. Weke bikevim tayê canê min ricifiya. Min ê çi bikirana? Dê li ber çavê min însanekî bihatana kuştin û ez ê jî bêdeng bûma?

“Bimire! Biceheme!”

“Gava te zîna kir tu bifikiriyana!”

“Ji bona em bijîn, hewce ye tu bimirî.”

Êdî ez bawer bûm, van her çar zilaman bi kevir û beran jinikê recim dikirin. Niha her çara bi hevdû re berê keviran dabûn jinikê. Nizanibûm ez ê çi bikim. Gelo divê min ev qetla nav malbatî ya ku min jê re şahidî dikir ji nedîtî ve bidîtana û rêya xwe biçûma? Ez nikaribûm vê bikim.

***

Zêde derbas nebû, min biryarê da ku ev mêrê hanê zêde zirarê nedin jinikê û mudaxale bikim; li pişt dara hêjîrê ketim çeperê û qîriyam.

“Bisekinin! Keviran li jinikê nexin!”
Bi bihîstina dengê min re, her çar mêra kevirên di hemêza xwe de avêtin û bi awayekî şaşwaz li hevdû mêze kirin.

“Ji jinikê dûr bikevin.”

Yê extiyar, piştî şaşwaziya wî derbas bû û xwe da hev got: “Tu kî yî?”

“Ez rêwiyekî me.”

“Başe, tu bi çi heqî qarişê me dibî? Ev qîza min e.”

Bi awayekî hêrsok ez qîriyam û min got: “Dibe qîza te be, lê ev nayê wateya ku tu xwedî mafê kuştina wê bî!”

Yek ji ciwanan got: “Namûsa me kiriye nava lingan!” Dengê wî ewqas nizim bûn, bi zehmetî min ew bihîst. Ji nîşka ve ba û bablîsok rabû, toz û gevzik û pelê daran berhev kir û anî bi ser me de lod kir. Ji bona ez bi ser çokan di nav çalekî bi ava baranê tije bûbû de bûm, lingê min qerisî bûn, weke bitevizin pûç bûbûn. Di vê rewşê de zêde min li ber xwe neda û rabûm ser piya, min berê çeka xwe di weziyeta teqandinê de rast kir û meşiyam.

“Destê xwe bilind kin!”

Yê extiyar destê xwe bilind kir û got: “Tu dixwazî çi bikî?”

Ez bi ser ew ên ciwan ve qîriyam û min got: “Hûn jî destê xwe bilind kin!”

Camêrê extiyar bi hêrs got: “Destê xwe rakin kurê min!”

Yên ciwan bê xwestek be jî destê xwe rakirin.

Yê extiyar got: “Tu dixwazî me bikujî?”

“Ez ê çima we bikujim, gava hûn gotina min bikin ez ê zerarê nedim we.”

“Tu dixwazî em çi bikin?”

“Qîzikê nekujin!”

***

Yek ji ciwanan qîriya û got: “Ji te re çi, çi îşê te pê ketiye!

“Çawa yanê, ez ji qetla we re bêdeng bimama?”

“Ev ne qetl e, em namûsa xwe paqij dikin.”

“Li ber çavên min hûn qetlê dikin!”

Camêrê extiyar ciwanê bi min re diaxiviyan biçûk xist û jê re got: “Hiş be!” piştre berê xwe bi min de kir û bi awayekî kelogirî ji min re lavayan kir; “Jê veger, em qîzikê bikujin! Em niha nekujin, paşê em ê bikujin! Ev qîz hatiye qirêjkirin. Divê bê kuştinê. Tu hê pir ciwanî, tu nizanî ev tê çi wateyê. Were li min guhdarî bike eleqeya me neke, jixwe rêya xwe here. Ne te me dît, ne jî me te dît.”

“Bavê min mafdar e, encax mirin vê qîzê paqij bike.”

“Biteqize here!”

“Ew xwişka we ye, wê bibexşînin.”

“Em nikarin wê bibexşînin.”

“Hetanî hûn wê dikujin, bizewcînin çêtir e.”

Camêrê extiyar axaftina min birî û got: “Yeka bê qirêjkirin kî pê re dizewice kurê min?”

“Ez wê ji we bixwazim hûnê bidin min? Hetanî hûn dikujin bidin min. Ez ê pê re bizewicim.” Min vê biryarê bê fikrandin dabû. Ji bo ez qîzikê ji recmê xilasbikim tu çareseriyeke bidînim tune bû. Ez dizanibûm, ger min qîzikê di destê wan de bihiştana dê wê bikujtana.

Camêrê extiyar got: “Tu bi rastî dibêjî?

“Erê. Ez bi rastî dibêjim.”

“Qîza min ducanî ye.”

“Dizanim, dengê we hat, min li we guhdarî kir.”

“Yanê tu zewaca bi yeka di vê rewşê de qebûl dikî?”

“Erê, qebûl dikim.”

Yek ji ciwanan ê herî biçûk got: “Qey tu dîn î?”

Yê extiyar li zarokên xwe nihêrî û got: “Şaşwaz bûm.” Bi destê xwe yê rastê baranê di ser û çavên wî de dikirin xwarê paqij kir. “ Hûn dibêjin çi kurê min?”

***

“Bavo, ev xortê hanê şaş bûye.”

“Nizanim çi bêjim, ez jî şaş bûm bavo.”

“Em bidin bavo.”

“Hetanî em dikujin, em bidin.”

“Em vî xortî nasnakin la? Kî ye? Ji ku ye, çi karî dike?”

Extiyar: “Ev tişt zêde ne girîngin kurê min.”

“Ji xwe me wê dikuştin. Em jê vegerin bila ev xortê hanê wê bigre bibe. Kî ye, kî nîne, ji ku tê, ku de diçe zêde ne muhîm e. Ev jî çarenûs û qedera qîza min e. Mûcîzeya Yezdanî ye, di vê şeva qer û tarî de li ev cihê sape di bin dijwariya baranê de ev tişt ne tesadufî ye. Gunehê Yezdan bi qîza min hat, xwest ku bijî, lewra ev xortê hanê derxist pêşiya me. Divê em li dijî ev fermana Yezdan dernekevin.”

“La heke ev xortê hanê însanekî xirab be bavo?”

“Çiqas xirab be jî, hey dê ji me çêtir be kurê min.”

“Em bidin bavo.”

“Tu çi dibêjî Omer?”

“Em bidin bavo.”

“Başe, dest û lingê xwişka xwe vekin. Tu me bibexşînî Yezdanê mezin, ewqas bêçare me ku nizanim ez çi bikim. Tu gunehê me efû bikî.”

Xortên ciwan dest û lingê qîzikê yên bi werîs girêdayî vekirin. Yê extiyar bi destê girt ew rakir piya. Ji her derê qîzikê av dihatin xwarê. Qîzîkek dirêj û bejnzirav bû. Ji jêr de şalwarekî xwînî yê di çamûrê de lewitî, ji jor de jî fistanek tenik li xwe kiribû. Di tariyê de min rûçikê wê nedidît lê carna ku ewr birûsk diavêtin dibûn ronahî weka xeyalan min rûyê keçikê yê werimandî, şipşîn ê nedihat naskirin dît. Ew jî weke min hê ciwan bû, kevir biteqe hivdeh hijdeh salî hebû tunebû.

Extiyar. “Here qîza min, bi vî xortî re here. Yezdan li te hate rehmê ev xortê hanê şand.

***

Pê ra here, hêvî dikim ciwanekî baş be. Hêvîdarim tê bextewar bî qîza min a xweşik a bextreş.”

Zêdetir nikaribû biaxive, qirika wî bi nigrîska tije bûbû. Rondikên çavên wî tevlî ava baranê bûbû di sûreta wî de dihatin xwarê. Ewr brûskek avêt, dengê wî di nav şeva qer û xir û xalî de dirêj dirêj olan da; şev, kêliyekî ronî bû û piştre dîsa tarî bû. Camêrê extiyar bi destê qîzikê girt û wê ber bi min ve anî. Tam li hember min sekinî, li rûyê min mêze kir û got:

“Ha ji te re kurê min. Li qisûrê me mêze neke, qîza min xweşik e û yeka baş e. Hêvî dikim hûnê bextewar bin. Ez rûyê te baş nadînim, te nasnakim, tu kî yî, çi yî nizanim, lê ev tevgera te min hestiyar kir. Tu ciwanekî başî kurê min. Hêvî dikim bextewar bijî. Li qîza min baş mêze ke. Ew can û kezeba min e!”

Zêdetir nikaribû biaxive, ser û çavê xwe kir nav destê xwe û bi dengekî bilind giriya, xwe avêt nav çamûrê û axa ji erdê topdikir bi ser serê xwe de dikirin. Zarokên wî dor jê girtin.

“Sekan be bavo!”

“Bavo wisa neke!”

“Bila ez bimirama, min van rojan nedîtana!”

Min ev camêrê extiyar fêm nedikirin û tênedigîştim. Piştî ku ewqas ji qîza xwe hesdika gelo çima bi keviran wê recm dikirin? Divê em gavek zûtir ji vêderê biçûna. La heke ji biryara xwe vegere û hewl bide qîzikê bikuje? Çavê min li ser ciwanan bû. Ez ji wan ditirisiyam. Her gavê îhtîmal hebû ku keysê li min bînin dê lodê ser min bibin, çeka min bigirin û min bêbandor bikin.

Min kir pistepist û got: “Hadê em biçin” û meşiyam. Gotin bi devê qîzikê neket û da dû min hat. Demekê dirêj me dengê camêrê extiyar ku weke hirçekî birîndar dinaliyan û axê bi serê xwe de dikirin bihîst.


***

Ez di pêşî da, qîzik li dû min, di bin barana weke devê meşkê dibariyan de zêdetirî seetekî bênavber em bêdeng meşiyan û me li dû xwe mêze nekir. Baran hêç bûbû. Weke ezman biqelişe tofanên nedîtî li rûyê erdê çêkiribû. Her çiqas em dûrî çem û rûbaran dimeşiyan jî heta çokê em ketibûm avê. Çiya û zinar bûbûn av û diherikiyan, bi dengê avê nalenala şevê bû. Bi min pir sar bûn. Bawer dikim ji min bêtir bi qîzikê sar bû. Car caran vedigeriyam dû xwe, min li qîzikê mêze dikir, bi girtina vê biryara bê wext, di aliyê bawerkirinê de min zehmetî dikêşandin. Qey ez niha zewicandî bûm? Niha ez bi keçikekê nenaskirî ya bi çavên xewan min nedîtibû re zewicandî bûm, bi ser de jî duncanî bû? Gelo, min çawa ev tişt kiribû? Di xewn û xeyal û fenteziyê min de zewacekî wisa tune bû. Ez şaşwaz bûm. Ez nizanibûm nirxandina ev bûyera jiyanê derxistibû pêşiya min çawa bikim. Halbûkî ez ji bo kuştina Şêx Seîd hatibûm vêderê, lê bi jinek ducanî re zewicandî vedigeriyam. Di girtina vê biryarê de poşman bûm na, ne poşman bûm. Wijdana min rehet bûn. Tenê ditirsiyam. Ji bo zewacê hê ez biçûk bûm, di derbarê zewacê de tu fikrek min tune bû. Bi ser de jî bi jineka nenas a qet min rûçikê wê nedîtibû re zewicî bûn. Min ferq kir ku qîzik westiya ye, di tarîtiya şevê de, min li bin qurmê dara mazî ya ku weke dêwê bi sedsalan li dû xwe hiştibû; min pişta xwe spart qurmê wê yê bi qasî nava pêlê du mêran fireh û sekinîm. Li binê darê, du bûst pelên hişk ketibû serhev; di nav pelan de berûyê gayan ê bi qasî hêkê hebûn. Qîzik jî bê deng hat li kêleka min rûnişt û weke min pişta xwe spart dara mazî û bi destên xwe porê xwe esirand. Hewl didan li min mêze bike.

***


Ez jî ditirsiyam li qîzikê mêze bikim. Milê wê yê çepê li yê min ê rastê diketin. Min ji qîzikê bêhn û germahiya jinê digirtin û hîsdikirin; te digot qey milê min ê rastê di nav pêtên agir de dişewitiya. Germahiyê ji milê min destpê kiribû weke agirekî xweş li hemû laşê min belav bûbû. Biskek ji porê wê yê reş ê dirêj ku li ber baranê kemitî bû bi ser mil û stûyê min de belav bûbû. Min çavên xwe girt û hewl da ji cihê xwe bileqim. Çimkî hestên niha li ser min çêbûbûn hestên xweş û derasayî bûn. Heta ebediyê qayîl bûm wisa bimînim.

Ewr brûskek avêt, dara mazî ya qirase ku em li binê wê bûn hejiya, lerizî, keçik bi metirsî veciniqî, miremir kir, bêhemdî be jî zêdetir xwe nêzîkê min da. Cara ewilî bû ewqas nêzîkê jinekî dibûm, hestên wisa germ û xweş dijiyam. Dara mazî, bi guliyên xwe yê qirase me ji xezeba baranê diparastin, lê bayê, baranê bi ser me de direşandin. Çawa bû nizanim, min serê xwe dabû ser milê qîzikê û wisa di xwe de çûbûm.

Bi razanê re min xewekî pir pîs dît. Ez hê deh donzdeh salî me. Li malê tenê me. Bi hîsiyata ku sedra li ser razayî me dilerize û xanî weke însanekî birîndar dinale ji xewê şiyar dibim; ode tariyekî zilamat e. Ji nav cihê xwe radibim û li lembeya qazaxiyê digerim, lê nabînim. Nalînî zêde dibin, rewşeke nedîtî çêdibe. Wê çaxê deriyê odeyê vedibe, bi gulbazeke ronahî ya biriqandî canê wan perçe perçe, miriyên çîpuryan êrişê odeyê dikin; li herî pêş bavê min, ez wî baş dibînim; bi herdû destan bi serê xwe yê ku bi guleyan perçeperçe bûbû girtî ye û dinale. Ew jî weke miriyên din weke ji dayîk bibe çîpuryan bû. Jineke porê wê yê dirêj ê di xwînê de lewitîbû, tevî qaqotika serê xwe kiriye bêrika xwe û bi bavê min re kete hundir. Piştre jineke din dikeve odeyê, weke qîr û komirê ripîreş... ez wê nasnakim; ev dêya min e!

***

Gelo dêya min kengê miribû? Ji tirsan dibêjim "Ay dayê" û bi aliyê derî ve xwe davêjim, mirî min paşve diqewirînin. Mêze dikim Şîrîn jî li wir e; ew jî weke dêya min parçeyekî weke qîr ripîreş e.

Dema min çavê xwe vekir, min dît qîzikê bi herdû destan bi destên min girtibû. Bi qîzikê re çav bi çav em li hev nihêrîn. Cara ewilî bû min rûçavên wê ewqas ji nêzîk ve didîtin. Di nav rûçavên wê yê xweşik de çavên wê yê gir ê heşîniyê behrê, weke moriya nezerê şewq didan. Pêtekî şeyda ya ji ew çavên hêşînî rijiya, ji çavên min ber bi dilê min ve herikî; agirekî germ û xweş ket dilê min germ kir. Ya Star, ew keçika ku ji tirsa nexweşikiyê newêrabûm li sûreta wê binêrim bi qasî dinyayekî rind û xweşik bû.

Qîzik: “Çima tu diqîriyan?”

Ez: “Min xew dît. Xeweke berbad û tirsnak bû”

Ji bo qîzik biaxive ez sekinim; lê neaxivî, tenê li sûreta min nihêrî. Di wê kêliyê de min dît ku werîsê pê destê hatibû girêdan herdû qevdê destê wê post kiribû hencilandibû. Agir bi dilê min ket. Min ferq kir ku ewqas rê bi lingê tazî û pêxas meşiya ye ez şaşwaz bûm, dilê min pê şewitî.

“Qey pêlavê te tune ne?”

Bi awayekî pistepistî got: “Dema birayê min di nav devî û pincan de min kerekaşo kiribûn ji lingê min derketibûn.”

Min qondereyê xwe yê çerm ê li bazara Çebexçûrê sandibû ji lingê xwe derxist û kir lingê keçikê; rêneda têxim lingê wê, lê min guhdariya wê nekir; min qondereyan bi zorê kir lingê wê yê tazî ku di nav xwînê de post bûbûn. Ew şewqa bextewarî û evîndariyê ku di çavên wê yê hêşînî de bû, minê tu carî ji bîr nekirana. Ew nêrîn, nêrînê însanekî ku di kêliyekê hêviya wê ya jiyanê nemabû de bi mûcîzeyek nedîtî li jiyanê mabû. Wisa xuya bû, sekanbûn û seknandina baranê tunebû; laserên ji çiyayên Çebexçûrê yên bi berfê pêçayî diherikiyan newal û rûbaran dikirin xuşînî, gurînî, dioriya, dinaliya, bi dengên tirsnak şeva tarî didan welweleyê.

***

Bi min sar bûn. Birçî bûm, bê xew bûm. Ev du şevin ez ranezabûm, lewra jî çavê min venedibûn; min serê xwe da ser milê qîzikê û wisa di xewê de çûbûm.

“Rabe, rabe!” Min çavên xwe vekir li qîzikê mêze kir. Destê xwe bi aliyekî ve kir û hirçekî bi du çêlikê xwe ve bi qasî pênc deh metre dûrî me bû nîşanî min da û kir miremir: “Hirç” Çavê hirçan di tariyê de weke lembeyê diçirisiyan. Hirç, li ser herdû lingê xwe rabûbû ser piya, li me dinêriyan û ji çêlikên di derdora wê de digeriyan re weke tiştekî bêje himehim û gumegum dikirin. Min tifinga xwe ya spartibû darê girt û li hirçan rast kir.

Keçikê bi lûleya tifinga min girt û got: “Neteqîn e!”

Min guhdariya wê kir û tifingê neteqand; ez li bendê sekinîm ku êrişa ewilî hirç bikin. Ez şaşwaz bûm, ji ber tirs û kelecanê, weke dîkekî stûyê wî bê jêkirin diricifiyam, lê keçik heta bêjî sekan bû. Ev wêrekiya keçikê min şaşomaşo kir. Demekê bi hirç û çêlikê wê re rûbirû me li hevdû mêze kir; êrişê me nekirin. Piştî hirç ji me dûr ketin em rabûn dîsa ketin rê meşiyan. Meşa bi pênê pêxwas zehmet bû lê min dev li diranê xwe dikirin û êşa xwe bi keçikê nedida hîskirin. Piştî rêwîtiyeke zor û zehmet rojek şûnda nîvroyekî em gihaştin mala xwe; beriya em biçin malê ewilî min bi dûrbînê mêze kir tu tevgerekî tune bû. Ne min dêya xwe, ne jî xwişka xwe dît. Dihat fêmdikirin hê jî di destê Hesen Axa û leşkeran de rehîn girtî bûn. Vê rewşê bêhna min çikand. Gelo dê ji min bawer bikirana ku Şêx Seîd nehatiye gund? Ji vê ne bawer bûm. Dema gihaştim ber erdê xwe yê ku min nîvê wî ajotîbûn, bi awayekî dirêj ez fîkiyam. Keçikê li min nihêrî, weke bêje tu çima difîkînî serê xwe leqand.
Bi devkenîbûn min got: “Sebir bike.”

***
Min pariyekî çaqa xwe ya rastê firikand. Pir pîs diêşiyan.  Li diyarê dara gûzê ya li jêrê erd ku weke çadirê bi guliyan derdora xwe girtibû, sê hep pilûr hevdû digerandin, çend heb qijikên ku li diyarê dara hirmiyê ya guliyên wê tevlî guliyên gûzê bûbû jî li pilûran temaşe dikirin. Dîsa min fîkand; zêde derbas nebû kevokên min li ezman peyda bûn. Bi dîtina kevokan kêfxweş bûm. Çend qor li dora min geriyan û piştre li ser dest û serê û milê min lîs bûn. Min ew jimartin; temam bûn. Min yekî ji nav wan girt dirêjî keçikê kir: “Ha bigir, bila te nas bikin.”

Keçikê kevokê girt nav destê xwe, baskê wê firikand û kir miremir:

“Tu kî yî?”

Bi devlikenî min got: “Însanek.”

Ber bi malê ve em meşiyan. Ji belatê kûçikê min weke bermahî tenê çend heb hestî mabûn; heywanên çolê kûçik xwaribû qedandibûn. Li ser hestiyan jî kirmorî kom bûbûn. Dema em nêzîkê malê bûn, di şibaka axurê de du heb rûvî derketin der û reviyan. Wisa dihat fêmkirin, rûviyan malê bêxwedî dîtibûn û hatibûn li tiştekî xwarinê digeriyan. Dê û xwişka min ne li malê bûn; piştî guhertina ser û cilên xwe, divê biçûma min rewşê ji Hesen Axa re rave bikiran û dê û xwişka xwe ji destê wan xilas bikirana. Piştî min cilê ser xwe guherand, min fistan, şalwar û pêlavên dayîka xwe anî da keçikê. Şalwar kevn bû û bi çend ciyan pînekirî bû, lê fistan hê nû bû.

“Ha bigire, ser û cilên xwe biguherîne, dê nexweş bikevî”

Dema keçikê cilan ji destê min girt got: “Tu tenê dijî?”

“Na. Dê û xwişka min jî hene.”

“Bavê te tune?”

“Na tune, bavê min xwe kuşt.”

“Çima?”

“Çîrokek dirêj e, ez ê paşê ji te re behs bikim.”

“Başe, dê û xwişka te li kuderê ne?”

“Min wan danî kir gund. Ez ê niha herim wan werînim; tu li malê bisekine, du seet şûnda ez ê werim.” Hê min gotina xwe xilas nekiribû weke teyrek dirrinde firiyam û derketim der.

***

Du heb teyr, li ser belatê wehşê ku min beriya rojekê kuştibû bi awayekî dijwar şer dikir, li hevdû dixistin. Carna li erdê, carna li hewa şerê xwe didomandin; herdû jî di nav xwînê de; pûrtê wan bi ezman ketibûn. Keçik jî, li ba min li ser piya sekinî bû, şerê teyran temaşe dikir.

Min jê re got: “Here kincê xwe bigûherîne û pêlavê min jî bide min.”

Keçikê pêçiya xwe bi aliyê bostan ve kir û got: “Çi li wê derê heye.”

“Belatê beraz”

“Yaa!”

Herî dawî yek ji teyran pes kir û reviya, teyrê din jî li dû bi ezman ket hey çû hey çû.

Dema di derî de ketim hundir min jê pirsî: “Navê te çi ye?”

Keçik zivirî li rûyê min nihêrî û got: “Navê min Zel e.” û dewam kir: “Min digot qey tu yê navê min qet nepirsî.”

Min çend caran navê Zel dubare kir û piştre min got: “Navê min jî Cem e.”

“Çima te çend caran navê min dubare kir, qey te neeciband?”

“Na, navê te pir xweş e, ji bo heta hetayê ji bîr nekim û di hişê min de bimîne min dubare kir.”

Zel'ê “Yaa!” got û bi awayekî şaşwaz li rûçavên min mêze kir. Ew çavên wê yê xweşik, bi awayekî şeyda biçûk bûn. Dixwestin tiştekî bêje, lê negot, ji bona guhertina kincê xwe derbasî odeyê bû; ez derketim der; min pişta xwe spart derî û beytikên li ser dara hewrê bi hev digirtin temaşe kir. Bîstek şûnda, Zel, bi şalwar û fistanê dayîka min li xwe kiribû hat û solên min da min. Beriya bikevim rê, min Zel'ê bir ber deriyê odeya ku ew sindoqa tifinga bavê min tê de ye.

“Nebe tu bikevî vê odeyê Zel!”

“Çima?”

***

“Di odeyê de, cin û perî hene.”

Zel'ê bi awayekî tirsnak li rûçavên min nihêrî û got: “Ji bona tu min bitirsînî, henekê xwe dikî?”

“Heneka nakim Zel.”

“Ji dil dibêjî?”

“Erê.”

“Tu li ku dizanî di odeyê de cin û perî hene Cem?”

“Min gelek caran wan dîtiye.”

"Yaa!"

Zel tirsiya û xwe da pey min. Bi devlikenî got: Ez hê jî bawer nakim, tu henekê xwe dikî?”

“Divê tu bawer bikî. Di ev odeyê de tifingekî xwînî ya canê bi sedan însanên bêsûc û bêguneh girtiye veşartî ye.”

Zel'ê destê xwe rakir hewa û got: “Min bawer kir, heta tu werî ez ê nekevim odeyê.”

Bi derketina min a derve re, min hew dît çeqelekî ji bona veşartinê dixwest xwe bike bin sêncê bostan; min çend kevira ji erdê berhev kir û tê de wer kir; weke pîrebokê çeqel di nav bostan de ji ber çavê min wenda bû; demekê lê geriyam feqet min ew nedît. Te digot qey erd qelişî tê de çû.

***
Hesen Axa, pişta xwe dabû dara hirmiyê û li rûçavên min mêze kir, got: “Ez li benda te bûm.” Ji bona ez pê re rûbirû nemînim min serê xwe kir ber xwe, li benda xezeba Hesen Axa sekinîm. Ez dizanibûm dê ji min bawer neke û bixwaze min ceza bike.

“Nehat.”

Devê Hesen Axa beş bû, ji guliyê dara hirmiyê qîjikekî çirpand kir ber diranê xwe yê zingarî pê kola û got: “Ez dizanibûm” “Sê çar seet piştî çûyîna te agahî ji me re hat ku Şêx Seîd plansaziya xwe guherandî ye û neçûye ew gundê gotibû ez ê biçim.

***

Her gavê wisa dike; mirovek aqilî ye, weke rûviyê qurnaz e, lê her çiqas qurnaz û aqilî be jî dê rojekê bikeve kemîna me.” Piştî ev axaftinê qijikekî di nav guliyên dara hêjîrê ya nêzîkê me bû de kir çîveçîv û li qijikê mêze kir. Sûreta xwe ya qemer a deqdeqokî çiqirand û got: “Hela kevirekî bavêje wê qijika bêyom, cih nema hat di bexçeyê min de qîjeqîj dike.”

Min yek du keviran avêt qijikê; qijik firiya çû. Her çiqas min li Hesen Axa guhdar dikir jî hişê min li ser Zel'ê bû. Divê min Zel'ê tenê li malê nehiştana. Gelo ji Hesen Axa re behsa Zel'ê bikim? Hesen Axa dê çi bertek nîşan bidana? Piştî çend deqe min hişê xwe da hev û min biryar da ku jê re behs nekim. Divê demildest min dê û xwişka bigirtana û vegeriyam malê. Zel tenê li malê bû; di dilê min de xemgînî û tengezariyek hebûn. Du milîsên çekdar ku ber bi me ve hatin, min li Hesen Axa mêze kir. Yek ji milîsan kulek bû.

“Ez dikarim biçim?”

Hesen Axa got: “Here, lê bi cihekî de wenda nebe, li benda agahiya me be. Ez ê ji re ragihînim tu çi bikî!”

Ev gotinên Hesen Axa min xemgîn kirin, ez pê hêrs bûm lê min tiştek negot. Wisa dihat fêmkirinê dê ev camêr weke bavê min dev ji pêsîla min jî bernedana. Ez nizanim bê ka çi bikim, serê xwe hilînim ji van deran biçim jî nabe, çimkî dê û xwişka min û Zel hebûn.

“Dê û xwişka min çawa ne?”

“Ew baş in.”

“Ez dikarim wan bibim malê?”

“Erê, tu dikarî.”

Min kir miremir û got: “Sax bî!”

Min tifinga di destê xwe de, dûrbîna li stûyê xwe, rextê fişekan ê li nav min girêdayî bû derxist da Hesen Axa. “Keremke bigir.”

“Ew yê te ne, mîralay da te.”

***

“Ez naxwazim bigrim.”

Hesen Axa qîriya û got: “Rextê xwe girê bide! Careke din wan gotinan nebihîzim!”

Ji tirsa rûçavê Hesen Axa yê kirêt ê firewnî ku weke agir jê dibariyan bêdeng bûm. Dema hatim ber deriyê bexçe, min dît pênc heb milîs yekî navser ê kinik çîpuryan kirine û lê dixin. Min ev camêr nas dikirin; Cemîl bû. Ji dûr ve mervatiya wî û dêya min hebû. Laşê Cemîl ê estî û post mabû di nav xwînê de bû. Jina wî ya weke wî kinik digiriya û diqîriya xwe li erdê dixist digot: “Mêrê min rihet berdin!”

Min got: “Hûn çima li xalê Cemîl dixin?” yek ji milîsan çova destê xwe ya ji dara biyê ji min re leqand û bi ser min de qîriya.

“Kera wî ketiye erdê Hesen Axa”

Cemîl, bi girînî dest bi axaftinê kir: “Kerê min çend rêsî nefelê xwariye ez du qatî didim.”

Milîsekî got: “Hiş be!” û pêna xwe li ser dilê Cemîl xist. Cemîl, bi qasî du metre dûr bi ser piştê li erdê ket.

Bi êşa xwe naliya “Ûy!” înî jê çû; min li ber xwe neda zêdetir li ev dîmen temaşe bikim û bi bayê bezê ji wir dûr ketim.

Min dê û xwişka xwe, bizin, mange, hesp û mirişkê xwe girt û vegeriyam. Heta em ji gund derneketin gotin bi devê dêya min neket, lê di rûçavê wê de min ezmanê ku tûfanê bibarîne didîtin û ji tirsana dileriziyam. Dema em derketin derveyî gund mafdariya min hat fêmkirin; dêya min weke dîn û har bibe kevirên ji erdê berhev kiribû di min de wer dikir, dijmînên nedîtî didan min û êrişê min kir; ez reviyam, wê berda min. “Kurê kûçik! Kurê kujer! Ew Hesê Kûçik te şande kuderê? Wê tifingê ji bona çi dane te? Te kî kuşt lawê kûçik? Te şandin ji bo kuştina kî, bêje?”

***

Gava dêya min bersiva van pirsan ji min negirt bêtir hêrs bû. Dîsa nobeta dînîtiyê wê girtibû. Di demên wisa de ez pê dizanibûm nizane çi dike.

Her çiqas min got: “Min tiştekî xirab nekiriye dayê, min yekî nekuştiye! jî dengê min neçû dêya min; gilêz bi devê ketibû, bênavber çêrî min dikir û dixwestin min bigire. Xwedê nîşan nede, di demên wisa de, heta biketama destê dêya xwe ji hendefekî de xwe bavêjim xwarê hindiktirîn min ê êşê bikêşanda û bimirama. Ji aliyekî de min xwe ji kevirên ku dêya min weke baranê bi ser min de dibarandin diparastin, ji aliyekî de jî bi teyrê ku ji bo mirîşkekî ji me bigire di ser me digeriyan ve girîftar bûm. Lewra jî kevirek dêya min avêt li serê min ket û serê min pê şikiya. Ser û çavê min di xwînê de lewitiyan. Heke xwişka min dêya min sekan nekirana halê min xirab bû. Dêya min li ber hêstirê xwişka min li ber xwe nedida. Bi têketina nav erd û zeviyên me re, dêya min ji lêdana min bihûrî û weke zarokek kûr kûr dest bi girînê kir. Ji tirsana newêrabûm nêzîkê wê bibim, xwişka min jî nikaribû dil bide kê û wê hedar bike. Dema em nêzîkê malê bûn, ewrê ku ji serê sibehê de di ser hev de diçû dihat, kir xirînî û hûr hûr baranê lê kir. Ji dûr ve min tîrêjê brûskê didîtin ku ber bi rojava ve davêtin, lê dengê şêrqîniya wê bi zorê min dibihstin. Erd şil bûn; ji her derê av dihatin. Ji destpêka rê ve ew teyrê bi ser me de bilind û nizim dibû hê jî li dû me bûn; wisa xuya bû niyeta wî tune bû pes bike. Bi hemû hêza xwe ez bi ser de qîriyam ku dev ji mirîşkan berde, lê qet min nebihîst. A rastî ez dikaribûm bi guleyekî teyr ji ezman bînim xwarê, lê min nedixwestin vê bikim. Ez ditirsiyam ku carekî berê lûleya tifingê rast bikim, ez ê bibim girtiyê çekê. Min nedixwestin tu zindiyekî bikujim.

***

Min nedixwestin bibim kesekî wek bavê xwe. Min dixwestin li ev mezre ya yek malî ku lê hatibûm dinê, jiyaneke ji rêzê bijîm û bimrim. Her ku gotina Hesen Axa ya “Li benda fermandayîna min be!” dihat bîra min hundirê min dibûn weke bûzê, pûrtê canê min weke stiriyê jîjoyê gij dibû. Dayîka min mafdar bû. Hesen Axa, weke benîştê ecem bi min girtibûn û min kiribû nav destê xwe. Dê dawiya min jî weke ya bavê min bûna. Bi dorjêgirtina kevokan re Zel ket bîra min. Qasek min Zel'ê ji bîr ve kiribû. Min xwe û aqil da hev, gelo ji dêya xwe re behsa Zel'ê bikim. Bi bihîstina zewaca min, dê dêya min şaşwaz bibana û dîsa berê keviran bidana min. Ez fikirim, çêtir ew e bêdeng bim. De ka em ê binêrin dêya min Zel'ê li malê bidîne dê çi bike? A rastî min bawer nedikir û ez ditirsiyam dêya min zewaca min qebûl neke; ev jina dîn dê hemû hêrsa xwe di serê Zel'ê de derxîne. Dema min heywanan dibirin axurê, dê û xwişka min çûn malê. Min heywanan kir axurê, hesp girê da hinek giya kir ber û vegeriyam malê. Dêya min a li ber Zel'ê rûniştî, bi destê xwe rûçavên Zel'ê yên werimandî û mor bûbû dimistiyan hel firî ser xwe.

“Ev keçik kî ye?”

“Navê wê Zel e dayê.”

“Zel li mala me çi digere?”

Hema cîda min got: “Zel hevjina min e dayê. Ez zewiciyam.” Qet nefikirîbûm dê ev gotin ewqas bi hêsanî ji devê min derkevin.
“Tu kengê zewicî?”

“Em doh êvarê zewicîn dayê.”

Dêya min kir mirinî û li Zel'ê mêze kir: “Yaa!”

Ji min bawer nekiribû. “Tu heneka dikî ne wisa?”

“Na dayê rast dibêjim, ez zewicîm.”

Dêya min bi ser Zel'ê ve zivirî û got: “Ez ji gotinên vî kurê kûçikê bêbav bawer nakim. Tu bêje qîza min, tiştê Cem dibêje rast e?

Zel, bi awayekî pispisand û got: “Erê, rast e.”


Bi miremir got: “Yaa!” û bi awayekî şaşwaz li ser û çavê min nihêrî. Xwişka min bi kêfxweşî hemêza xwe vekir û min ko kir. Ez jî bi herdû qolê xwe li xwişka xwe lefiyam û min têr û tijî wê maç kir, porê wê firikand.

“Te qîzikê bi zorê revand?”

“Na dayê, min wê bi zorê nerevand.”

“Kurê kûçik, heke te bi zorê nerevandî ev çi halê qîzikê ye? Te lê xist û bi zorê wê ji malê revand ne? Çiqas mezin dibî dişibî bavê xwe îblîs! Gava tu biçûk bûn çima min te nefetisand kî! Vê carê xilasiya te ji destê min tune!” Bi van gotinan re dest avêt kursiya ji dara mazî ya li ber kuçikê û di min de wer kir. Min xwest birevim lê bi ser neketim. Kursî, ewilî li dîwarê pey derî ket, piştre zivirî hat li serê min ket. Xwîna ji serê min hat di ser û çavên min de ket devê min. Êşekê pîs ket serê min, çavê min tarî bûn; gavek mabû bikevim erdê. Her çiqas xwişka min bi qîrînî got: “Wiha neke dayê!” jî, deng neçû dêya min. Qotekê êzingê ji ber kuçikê girt û pê êrişê min kir. Ez reviyam, lê min çend derbe li ser hev xwar. Min li ber xwe neda û min xwe spart pay Zel'ê. Zel'ê herdû qolê xwe vekir û min parast.

“Berde qîza min! Berde ez vî kurê kûçik geber bikim! Tu nabînî, piriya li te xistiye te kiriye çi halî!”

Zel'ê bi darê destê dêya min girt û got: “Cem li min nexist dayê. Sekan be.”

“Başe, nexwe kî li te xist qîza min?”

“Bi şevê tarî bû, baraneke dijwar dibariya, ji bona min pêşiya xwe nedidîtin ji hendefekî de ketim û xilolo bûm, heke Cem bi min re negîştana vêga ez mirî bûm.”

Dêya min got: “Yaa!” û darê di destê xwe de danî.

“Te dît dayê, min li Zel'ê nexistî û bi zorê nerevandî ye. Bi dilê xwe bi min re hat. Çima tu ji min bawer nakî?”

***

“Rast dibêje qîza min?”

“Erê, rast dibêje dayê.”

Dêya min got: “Wê çaxê were ez te maçî kim bûka min!” û darê di destê xwe de danî ber kuçikê û Zel'ê maç û hembêz kir. Piştre sûreta Zel'ê kir nav destên xwe û lê mêze kir; “Tu çi rindî Zel. Ez xawliyê germ bikim bidim ser rûyê te. Şîrîn, bazde here ji kaniyê satilekî av werîn.”

Şîrînê got: “Temam dayê.” Satila paxir girt û derket der.

Pir bi kêf bû.

Bi derketina Şîrînê re min ji ber kuçikê kulmek xwelî girt û da ser serê xwe yê şikandî. Zel'ê bi destê xwe xwîna di eniya min de dihat xwarê paqij kir. Çavên wê wek tîrêjên rojê dibiriqiyan.

“Diêşe?”

“Erê!”

Dayîka min got: “Bi erzanî ji destê min xilas bû.” Li ber xwe neda, hat li serê min ê şikandî nihêrî. Baran zêdetir dijwar bûbû. Bin qatiyê odeyê bi çend cih dilop dikir. Min xwest biçim ser xanî lox bikim, lê dêya min xwest ez bizinan bibim çolê. Ez westiyayî bûm, bê xew bûm, lê dîsa jî min dilê dêya xwe nehişt û min bizin û mêşinan ji axurê deranî bir çolê. Ji bo baran dibariyan min çêlekê bi xwe re nebir. Zêde derbas nebû min heywanan paşve anî; baran pir dijwar bûbû. Rojekê ecêb bû; her çiqas ji avabûna rojê re du seet bimîne jî tariyekî zilamet girtibû ser xwezayê û çav çavan nedidîtin. Ewrê ku li ezman reş û tarî bûbû, xwe berdabû ser çiya û rûyê erdê kiribû weke gola avê. Ji her derê av diherikiyan, avên diherikiyan dibûn laser û gelî û newalan tije kiribû. Lasera bi rengê axê lîşo diherikan dabû ser çend erdan. Dema ketim hundir min dît ku Zel li ber şibakê sekinî ye û barîna baranê temaşe dikir. Ketîbûn kûrahiya xeyalan. Têketina min a odeyê qet ferq jî nekir.

***

Çîta xwişka min a avêtibû serê xwe, bi ser milê wê de hatibû xwarê ser û çavên wê girtibûn. Min wê ji kûrahiya xeyalan ranekir û min kursiyekî girt li ber agirê kuçikê rûniştim. Ji her derê min av dihat xwarê, diricifiyam. Min li Zel'ê mêze kir; gelo niha çi difikiriyan, gelo bêriya mala xwe kiribû, an ew heskiriyê xwe yê jê ducanî mabû û lê xwedî derneketibû difikiriyan? Dê û xwişka min go çûn axurê ez û Zel'ê bi tenê man. Zel di dinyaya xwe de bûn; ji hebûna min bêxeber bûn. Hem dilê min pê şewitî, hem min hesûdiyan kir. Gelo ew kesê Zel jê ducanî bûn, însanekî çawa bûn? Gelo Zel'ê jê heskiribû? Van pirsan bêhna min teng dikirin, li dijî ew kesê nenas min kîndar dikirin. Bi ber diketim ku di derbarê Zel'ê de zêdetir tiştek nizanibûm. Min dixwestin bi zewq û xeyal û daxwazên jina pê re zewicîbûm bizanibim. Gelo zewaca bi jineke ku di derbarê wê de tiştek nizanibûm şaş bû? Gelo dê min û Zel'ê ji hev hezbikirana? Bi mehrêniya karikekî li axurê ewr birûsk avêt û erd û ezman lerizî; gulbazek ronahiya ku şewq dida çavan odeya ku bi ronahiya agirê kuçikê ronîkirî bûn bêtir ronak kir. Dengê ewr, demekê çingînî ji guhê min anî, camên şibakê lerizand, çûçik û çivîkên ser daran ji tirsan bi hewa ketin. Epeyî şûnda Zel vegeriya li min nihêrî. Werm û morbûna sûreta wê parî da hatibûn. Di nav lêvan de keniya. Wisa xuya bû, tedawiya dêya min encamekî erênî li dû xwe hiştibû. Niha nexşên sûreta wê baştir dixuyabû. Rûyekî wê yê xweşik ê xwerû, dirêj, hestiyê hinarikên wê werimandî, pozek wê ya dûz a serê wê piçek bi hewa de hebûn. Te digot qey, di ev rû de hêzeke efsûnî heye mirov dikêşîne xwe. Bi lêmêzekirinê re agirekî pêtî diket nav damarê min, dilê min germ dikir. Bextewar dibûm ku ev jina xweşik hevjina min e. Hela hela ew nêrînên wê yê deryayî ne nêrîn bûn, te digot qey bi çavê xwe dilê min digirtin ji cihê wî derdixistin.

Her çiqas Zel li hemberî min sekinandî be jî, min bawer nedikir û bi xwe nedidan qebûlkirin ku jineke wisa rind û bedew li rûyê dinê hebe. Car caran jî min diqot qey di nav xew û xeyalan de me, an jî yek ji wan xeyalên bi zanatî min di serê xwe de çêdikirin. Zel çi jineke xweşik bû. Hema wisa bi salan min li rûçavên wê mêze bikira têr nedibûm. Herhalde ew zilamê ku wê ducanî hiştibû û lê xwedî derneketibû, ji jina xas fêm nedikir. Nexwe meriv jineke weka Zel'ê çawa berdide? Dême merivekî bê hest bû ye. Miheqeq li dijî bûyerên bi vî rengî qatîbûna civakê û tiştên tirsnak ên bêne serê Zel'ê dizanibû. Bi fêmkirina hestên ku niha li ser min çêbûbûn û min hîsdikirin min zehmetî dikêşandin. Ev germahiya ku bi mêzekirina li Zel'ê dilê min pê dixistin çi bûn gelo? Çima, min vê germahiyê berê qet hîsnekiribû?

Zel'ê di ber xwe de kir miremir û got: “Dibare”

Ez rabûm ser piya û derbasî ber Zel'ê bûm. “Erê”

“Tu çi difikiriyan Zel?”

Miremir kir: “Jiyanê”

Çavên wê yê heşînî ku min del û dîn dikir şil bûn. Rondikên wê yê bi qasî heba nokê di dav bijangê wê de asê mabûn. Têr têr li rûçavên min nihêrî. Te digot qey tê de ronahiyeke bi şewq û şemal heye. Ew şewq û şemaleka ku min di jineke din de nedîtibû... Ji çavên wê ber bi çavên min re, ji wir jî dilopê dilê min kir. Te digot qey li hemberî min ne jineke hîvdeh hijdeh salî, jineke sedsalî ya temendirêj a xwedî tercube û têgihîştî heye.

“Çi bû ye bi jiyanê?”

“Min ji jiyanê tiştek fêm nekir Cem. Hetanî doh jî di jiyana min de, di xewn û xeyalên min de tu tune bûn. Min te nasnedikirin. Niha jî bi te re zewicandî me. Divê ev çawa bê şîrovekirin; tiştê ku jê re qeder dibêjin ev e gelo? Gava bav û birayên min doh êvarê min ji malê girtin birin derveyî gund, ez dizanibûm dê min recm bikin û bi keviran bikujin. Tu bi ew êşa tirsnak a li ser canê min nizanî Cem. Hêviyên min ê jiyanê qediyan. Ez dizanibûm dê min bikujin. Kesekî min ji destê wan derxîne û xilas bike tune bûn. Ez li benda mirineke kêm êşkişandinê bûm xwedê te da. Te digot qey tu ji bo xilaskirina min ji heft diwêlên dûr hatibû şandin. Ev jî çarenûsa min bû.”

***

“Dibe tu mafdar bî Zel.”

“Ew ê şevê, tu li wê derê li çi digeriyan Cem?”

“Ez nikarim vê ji te re bêjim Zel. Lê viya jî bizanibe, ew ê şevê ez bi zorê ber bi wê derê ve hatibûm şandin. Ji bo min bişînin wê derê, dê û xwişka min rehîn girtibûn.”

“Xuya ye tu ji bo karekî xirab hatî şandin.”

“Erê, wisa ye, lê ji vê jî bawer be, ew xirabiya ku xwestin bi min bidin kirin min nekir. Niha ez nikarim behsa vê mijarê bikim lê di demên pêşda ez ê behs bikim.”

“Cem.”

“Bêje Zel.”

Hêstir di ser sûretên wê de hatin xwarê û weke çivika beytikê ya di bin berfê de ji serman biricife lerizî û got: “Tu xortekî pir hêja yî.”

“Ez ne însanekî başim Zel.”

“Tu însanekî başî Cem.”

Çênd deqeyan me qet xeber neda û li hevdû mêze kir. Germahiya Zel'ê, awirên wê, bêhna wê, weke gulên biharê min dikişandin xwe.

Tam min ê bigotana “Evîndarê…” te kesekî çawa bû, Zel'ê destê xwe da ser devê min.

“Soz bide min Cem. Sozê ne pirskirina jiyana min a borî. Naxwazim jiyana xwe ya borî bibîrbînim. Dixwazim ji bîr bikim.”

Min bi destê wê girt û got: “Temam Zel. Mereq neke. Soz, careke din ez ê pirseke têkildarî jiyana te ya borî de nekim.”

Weke beytikek biçûk a bikeve destê însanan diricifiyan, hêstirê wê weke şirikê baranê di sûretên wê de dihatin xwarê. Ji bo min dilê wê şikand, ez bi xwe re xeyîdîm. Min êşa wê ji kûr ve hîs kir. Çavên min jî tije bûn. Ji bo girîniya min nedîne ji ber şibakê derbasî ser sedrê bûm û min rûnişt.

***

Ewê şeva qer a tarî ku min Zel'ê dîtibû hate bîra min, ez veciniqîm. Çend deqeyan bi derengî biketama dê Zel'ê bi keviran bikuştana. Her tişt girêdayî çend deqeyan bû. Bi têketina hundir re, dêya min dît ku Zel digirî, satila paxir a tije şîr ji destê xwe danî nav şibakê û bi ser min de qîriya û êriş kir: "Dîsa te çi kir bi bûka min kurê wehşî?" Ji ser sedrê rabûm û li kunekî geriyam ku bikevimê. Vê jinê bi lêdanê dê min bikuje. Nizanim ez ê çi bikim?

Zel'ê herdû qolê xwe vekir û xwe da pêşiya dêya min û got:
“Cem tiştekî nekir dayê.”

“Başe, wê çaxê tu çima digrî qîza min? Te bêriya mala xwe kiriye?

Zel'ê hêstirê xwe paqij kir û got: “Erê dayê. Min beriya malê kiriye.”

Dêya min ko li Zel'ê anî û got: “Êdî ev der mala te ye qîza min.” Zel'ê serê xwe da ser singê dêya min û kûr kûr giriya. Min wan wisa hişt û derbasî odeya din bûm. Li ber şibakê sekinîm û min çavên xwe hişk girt, her çiqas min çavê xwe hişk girtibû jî dîmenên girîna Zel'ê ji ber çavê min nediçûn. Li ser kursiyekî ji daran çêkirî bû rûniştim û min li dengê ewr û baranê temaşe û guhdarî kir. Bi seetan ji cihê xwe tevnegeriyam û fikirîm; hem rojên xwe yê borî, hem siberoja xwe fikirîm, hem jî tu tiştekî nefikirîm. Digeriyam diziviriyam dihatim heman cih û nuqteyê. Dîmenên Şêx Seîd ê ku du salan berî niha li hala Çepexçûrê min dîtibû di tarîtiya şevê de li bin baranê ji min ve xuya dikir. Tenê ne Şêx Seîd, min halê xwe yê du sal berê jî didîtin. Şêx Seîd nêzîkê min dibe, destê xwe di serê min de dide û dibêje "Navê te çi ye kurê min?" Ez jî, serê xwe dikim ber xwe û dibêjim navê min Cem ezbenî." Şêx Seîd ji min re dibêje, "Tu xortekî hêja yî." Tevî bi sedan însanên derdora xwe dûr dikevin diçin. Ez jî li dû wan zîq mêze dikim. Niha jî, ji min dixwestin ez vî camêrî bikujim. Gelo ez ê dikaribama wî bikujim?

***

Ji bo kuştina Şêx Seîd bi xwe bidim rahênandin, min wî dikirin kirasê kesekî zilimkar û bi kuştina wî min xwe weke karekî baş dikim difikiriyam. Lê bêhûde bû; min çi dikir çi nedikir, min xwe nedida xapandinê û kuştina Şêx Seîd bi xwe nedida qebûlkirin; ew kesê duyem ê di hundirê min de digot "Şêx Seîd nekuje!Mafê te tune bibî sebebê bidawîkirina jiyana kesekî. Ji mafê jiyandina hemû însan û zindiyan re rêzdar be." Ez nikaribûm ew însanê duyem ê di hundirê min de bû bikim kontrola xwe û îkna bikim.

Gava ji bo şîva êvarê xwişka min bang li min kir, bi xwe hesiyam ku ez li cihê rûniştî bûm di xwe ve çûme. Bi têketina odeyê re min dît ku siya dêya min û Zel'ê li ber şewqa agir dabû ser dîwarê odeyê û dilîstin. Dêya min lembeya qazaxiyê pênexistibû. Çimkî qazaxî pir buha bû, nedihat peyda kirin. Heta rewşekî awarte çênebûna pênedixistin û li ber ronahiya agirê kuçikê îdare dikirin. Dêya min, Şîrîn û Zel li derdora textê xwarinê çarmêrkî rûniştîbûn şîv dixwarin. Şîva wan şorbeşîr bû; bêhna sîrima ku kiribûn nav şorbeşîrê bi ser odeyê ketibû. Dêya min bi awayekî bêdeng dikir miremir û ji Zel'ê ya ku loqme di qirika wê de mabûn re digotin "Bi xwe qîza min bi xwe..." Di nav bêdengiyê de derbasî ser sifreyê bûm û min li kêleka Zel'ê rûnişt. Hê min loqmeya ewilî nekiribû devê xwe, dêya min got: "Em daweta we kengê bikin Cem?" Loqme ji destê min ket ser sifreyê. Zipziwa bûm. Min li Zel'ê mêz kir. Ew ji min bêtir şaşwaz bû.
“Daweta çi dayê?”

“Pirsa daweta we dikim lawê min. Çima tu ewqas şaş mayî?”

Nizanibûm çi bêjim. Dêya min mafdar bû, çimkî ez zewicî bûm. Divê weke ya her ciwana daweta min jî bibana.

Şîrînê bi kêfxweşî got: “Em bangî Simoyê zirnevan bikin!”

“Mistê zirnevan baş lê naxe.”

***

“Simoyê zirnevan jî pir extiyar bû qîza min.”

“Bilaqe, Simoyê zirnevan baş lê dixe dayê. Ne wisa Cem? Li gor te jî Simoyê zirnevan baştir lê naxe?”

Min kir miremir û got: “Erê. Simo baştir lê dixe.”

Min li dêya xwe mêze kir. “Em dawetê nekin dayê. Ji xwe em feqîr in, heke ji bo dawetê em ew çend bizinên xwe jî serjêkin bikin em ê ji birçîna bimirin.”

Dêya min bi awirên xwe yê tûj bi ser min ve sekinî: “Tu qet vê nefikire Cem! Ez ê daweta we çêkim!"

“Başe dayê, tu bêjî çi bila wek ya te be.”

“Bi revandina qîzikê te tiştekî baş nekiriye. Ji bo telafîkirina vê şaşiya we divê em biçin dilê dê û bavê Zel'ê bigrin. Em ê bi îzna xwedê û qewlê pêxember raziya malbata Zel'ê bigrin û roja xwe ya dawetê danî kin. Zêde dema me tune la... Zivistanê girte ber derî.”

“Dayê, em neçin hevdîtina malbata Zel'ê.”

“Çima Cem?”

“Ez ne bawerim me qebûl nikin.”

“Çi zirara ceribandinê heye. Ez dixwazim bûka xwe ya xweşik bi malbata wê re li hev nînim.”

Niha me yê çi bikirana? Bi pêbehskirina mijarê ez nizanibûm dê dêya min çi bertek nîşan bide. La heke Zel'ê qebûl neke? Ez bawer bûm dê qebûl neke, çimkî di urf û adetên me Elewîyan de zewaca bi jinebiyekê re bi hêsanî nedihat qebûlkirin. Hela hela zewaca bi yeka di rewşa Zel'ê de qet nedihat qebûlkirin; kî dizane heke ji aliyê civakê ve bihata bihîstin dibe ku min bikirana qûça nehletê. Ji bona dêya min bi fanatîkî girêdayî baweriya Elewîtiyê bû îşê min pir zor bû. Zel'ê serê xwe kiribû ber xwe, porê wê yê dirêj weşiya bû ser sifreyê. Her çiqas hewa sar be jî, Zel, weke di tenûrê de be xwêdanê didan.

“Dê û bavê te xweşin qîza min?”

***

Zel'ê serê ji ber xwe ranekir û got: “Erê, herdû jî sax in.”

“Xwişkên te hene?”

“Sê heb birayê min hene.”

Şîrînê got: “Çend xwişkê te hene?”

“Xwişkê min tunene. Ez tenê me.”

“Wê gavê te bi nazdarî mezin kirine.”

Zel'ê kire pistapist û got: “Erê.” Gotin di qirika wê de girê bûbûn. Her çiqas birçî bûm jî, ji ser sifreyê rabûm li sedrê min xwe dirêj kir; Şîrînê balgîfekî danîkir bin serê min, lihifê avêt ser min û piştre çû eynika di nav têdana dîwar de bû bi potekê reş nixumand. Çimkî di çanda me de, piştî qerbûna şevê mêzekirina li eynikê weke guneh dihatin hesibandin; dibe ku însan di eynikê de cin û perî û pîrebokên li nav malê digerin bidîne. Ev tevgera Şîrînê min da kenînê. Tam weke jineke extiyar tevdigeriyan. Xwişka min a delal, her ku mezin dibû dişibiyan dêya min. Brûskekê ket; mala me weka hêlekanê hejiya. Barana dibariyan weke çîniqro li darê bixe, dikirin teparep û dilopê ser xaniyê ji heriyê çêkirî dikirin. Dengê zûrezûra guran û qîreqîra beqan di nav dengê baranê de wenda dibûn bi zehmetî dihatin bihîstin. Bi vî hawî di nav hezar xewn û xeyal û kul û keseran de di xwe ve çûbûm û raketibûm.


“Cem rabe!”

Ji ser nivînan firqizîm; ya bang dikir dêya min bû.

“Rabe. Me doşeka te li odeyê raxist. Here raze.”

“Ez dixwazim li vir razim.”

“Li vir tu nikarî razî.”

“Çima?”

“Hetanî mara we neyê birîn tu nikarî bi Zel'ê re di heman odeyê de razî. Guneh e. Zarokên we yê çêbin dê bibin weledên zinayê, pîç bêne hesibandin. Heta mara we bê birîn divê hun di odeyên cuda de bimînin û destê we negî hevdû.”

***

Min bi miremir got “Yaa!” û ji ser doşekê rabûm. Min li Zel'ê mêze kir. Zel, li ser mîndera ku li kêleka kuçikê li ser palasê raxistî bû rûniştîbûn. Doşeka dêya min jî, li kêleka ya Zel'ê bûn.

“Haydê Cem, rast here odeya xwe, hetanî mara we neyê birandin destê te bi Zel'ê nabe!”

Min tiştekî negot û ji odeyê derketim. Tevahiya şevê weke marekê birîndar di nav nivînan de min xwe bir û anî û raneketim. Bi ser ewqas bela û nisûbetiyan de vê carê jî belaya marê li serê min zêde bûbû. Ev belaya ser belayan bûn. Destê sibehê di xewê ve çûbûm. Bi xwe hesiyam ku Şîrîn li îwanê di meşka ji çermê bizinê de dew dikeyîne. Xwedan dabû. Ez derbasî hember wê bûm û min dew keyand. Bi halê min keniya.

“Li bejna te nayê.”

Baranê hê jî lêdikirin; bi qasî şevê dijwar nebû; hûrik hûrik dibariya. Di şibaka îwanê de min li derve mêze kir. Her der şil bû. Dar û devî û erd têra xwe hatibû avdan. Bayê payîzê yê cemidî ku hêdî hêdî dihat pelên rengoreng ê daran dikir xwarê, li hewa dizivirandin û bi ezman de dibirin.

“Dayîka min li ku ye?”

“Wayê li hundir.”

“Li hundir çi dike?”

“Li Zel'ê mêze dike.”

“Çima?”

“Zel nimêjê dike. Qey Zel sunnî ye?”

“Te got Zel nimêjê dike?”

“Erê. Qey tu nizanibûn ku Zel sunnî ye û nimêjê dike?”

Min li Şîrînê mêze kir. Nizanibûm çi bêjim. Nedibû ji Şîrînê re bêjim ez Zel'ê nasnakim. Ez qet nefikirîbûm bê ka Zel Elewî an Sunnî ye; jixwe ji bo min zêde ne girîng bû, lê ji bona dêya min sunnîbûna Zel'ê girîng bû.

***

Dêya min Elewiyeka fanatîk bû, zewaca min a bi keçikeka Sunnî re dê qebûl nekirana. Ez vê dizanibûm. Serê min bi awayekî sosret di belayê de bûn. Ez ê çawa ji nav vê meseleyê derketama? Şaşwaz mabûm.

Min ji Şîrînê re got: “Ez dizanibûm Zel Sunnî ye”

“Sunnîbûna Zel'ê zêde jî ne girîng bû.”

“Ji bo min jî zêde ne girînge kekê. Min ji Zel'ê pir hezkir. La dêya me, la civaka Elewîtiyê, ew jî zewaca te ya bi keçikeka Sunnî re dê qebûl bikin? Qey tu nizanibûn ku zewaca Elewî û Sunniyan bi dînî hatiye qedexekirin?”

“Te weka pîrekî xeber da.”

“Rastî ev e…”

“Dev ji meseleyên dînî berde, tu bi zewaca min û Zel'ê qayîlî an na?”

“Ez ji serî de razî me. Zel qîzekî pir xweşik û baş e; di dîtina ewilî de min jê heskir.”

“La dayê?”

“Wê jî ji Zel'ê heskir. Lê niha ne bawerim ji Zel'ê hesbika. Jinikê dît ku Zel nimêj dika hilweşiya.”

“Ka hela binêrim, di çi halî de ye?”

Zel'ê kurkê ji postê xizalê li erdê raxistibûn û li ser nimêjê dikirin. Dêya min jî xwe dabû ber şibakê û li ser piya li derve temaşe dikirin. Reng û rûçik li jinikê zer bûbûn. Biskekê ji porê wê yê ku hê nû tayê spî ketibûnê di bin kofiya wê de bi ser û çavê ve hatibû xwarê. Gava ez çûm rex wê zivirî li rûçavê min nihêrî. Li bendê bûm ku hêrs bibe, del û dîn bibe, bi ser min de biqîre û li min bixe. Lê dayîka min vê carê miradê min di ber min de hişt. Ne hêrs bû, ne qîriya, ne jî dîn û har bû. Bêdeng û stembarî li rûçavên min nihêrî û got: “Zel Sunnî ye?”

“Erê dayê, Zel sunnî ye.”

“Tu dizanibû li gor baweriyê zewaca Elewî û Sunniyan qedexe ye?”

***

“Ez dizanibûm.”

“Başe, wê çaxê te çima Zel'ê revand?”

Min got: “Ji Zel’ê hesdikim dayê!” Bi rastî jî, min ji Zel'ê hesdikirin nedikirin, nizanim. Min xwest bi destê dêya xwe yê rastê bigirim, destê xwe kişand. Sûreta xwe tirş kir çiqirand û li min nihêrî.

“Pîrê ku mara we bibire tune.”

“Çima?”

“Pirsên xêvokî ji min neke Cem. Ji ber ku di baweriya Elewîtiyê de zewaca bi Sunniyan re ne caîz e.”

“Ez ê jî, şêxekê ji gundê Sunniyan bînim bila mara me bibire.”

“Şêx jî mara we nabire kurê min.”

“Çima?”

“Çimkî li gor baweriya şêxan jî, Sunniyekî nikare bi Elewiyan re bizewice.”

Ez qîriyam û min got: “Ez ê di cihnema pîr û şêxan kim! Em ê jî qet marê nebirin.”

“Nabe Cem! Bêmar hûn nikarin bi hev şa bibin. Zarokên we yê ku bêmar çêbin, zarokên pîç in, heram in. Teqez divê hûn mara xwe bibirin.”

Piştî ku Zel'ê nimêja xwe xilas kir, kurkê nimêjê qat kir da ser sedrê.

Dêya min got: “Yezdan îbadeta te qebûl bike qîza min.” Lê, hem min, hem Zel'ê fêm kir ku ne ji dil got.

Zel'ê got “saxbî dayê” û hat ba me.

“Tu Sunnî yî qîza min?”

Zel'ê bi awayekî şaşwaz û matmayî li sûreta min û dêya min mêze kir: “Erê, qey hûn ne Sunnî ne?”

“Em ne Sunnî ne qîza min.”

“La hûn çi ne?”

“Em Elewî ne qîza min. Qey Cem ji te re negotibû em Elewî ne?”

Awirên Zel'ê bi ser min ve bûn, nizanibû çi bêje.

***

Ez bi hewariya Zel'ê ve gihîştim û min got: “Min jê re negotibû ku em Elewî ne dayê.”

“Çima te jê re negot em Elewî ne Cem?”

“Ez tirsiyam ku pê bihese ez Elewî me dê ji zewaca bi min re biboriyan.”

Dêya bi qîrînî got: “Di mijareke ewqas girîng de meriv qîzikê dixapîne Cem?”

Zel'ê got: “Tu bîlesebe tirsiyayî Cem. Ez ji te hesdikim. Te bigotana ez Elewî me jî ez ê bi te re bireviyam. Başe te negotî ye, bavê min şêxekî pir kevneperest e. Heke bizanibûna tu Elewî yî, min bikuştana jî nedida te.”

Bi gotina xwe ya dawî ferq kir ku pot şikandî. Sorûsorçiko bû.

Dêya min, gava ji odeyê derket Zel'ê li kêleka min pişta xwe da dîwar.

“Qey Sunnîbûna min pirsgirêkê derxist Cem? Tu bixwazî ez dikarim biçim. Çêya te li ser min heye, te min ji mirinê xilas kir. Naxwazim di rûçikê min de tu êşê bikêşînî.”

“Zel, ji bona min tu Sunnî yî, Xirîstiyan î, bê dîn î, qet ferq nake, lê ji bona dêya min pirsgirêk e. Dêya min jî, weka bavê te kevneperest e. Dê qebûlkirina te pê giran be, lê ew ê qebûl bika. Çimkî dêya min însaneke pir baş e. Ji bo me pirsgirêka girîng ne dêya min e; em mecbûrin şêx an pîrekî bidînin ku mara me bibire.”

“Li gor min, pîr ji şêxan bêtir xwedî xweşbînî û xwedî xweş rêbiwarî ne.”

“Sî û sê meseleyên qijikê hene hemû li ser dara tihokê ne. Di cihnema hemûya de birîm!”

“Em ê çawa bikin Zel. Rewşa me ji texmînî bêtir zor û zehmet e.”

“Bi ber nekeve Zel. Em ê çareseriyeke bidînin.”

Bizin û mêşinan di axurê de dest bi mehremehrê kiribû.

Dêya min ku tevî Şîrînê li îwanê dew dikeyandin qîriya got: “Cem, were bi qasî çend seetan wan heywanan bibe çolê.”

***

Şîrînê got: “Baran dibare dayê!”

“Tiştek nabe. Dê heywan di axurê de ji birçîna bimrin.”

“Wayê ez ê bêm dayê.”

Zel'ê got: “Tu yê taştê nekî Cem?”

“Dilê min naçe tiştekî Zel.”
Piştî ku gur paşve reviyan min çova xwe ji erdê rakir û êrişê guran kir, lê zêde dûr neketim. Bi bihîstina dengê min re, dê û xwişka min û Zel jî derketibûn ser xanî û diqîriyan. Bi qewirandina guran min êrişa ewilî li valahiyê derxist û pêşwendiyeke erênî bi dest xist, bizin û mî li derdora min kom bûn. Newêrabûn xwe bidin ser min, lê ji birçîna dîn û har bûbûn û bê tirs dikirin zûrazûr û di derdora min de diçûn û dihatin. Têgihîştim ku gur dev ji min bernadin, min heywanan da pêşiya xwe û wan ber bi malê ve ajot. Her çiqas nêzîkê malê dibûm gur bêtir nêzîkê min dibûn. Gava Zel û Şîrîn di nav erdên çandî de gihaştin min, gur paşve kişiyan. Şîrînê gava bazdabû ketibû cûyekî û ji serî heta binî di çamûrê de mabû, bûbû weke peyker. Ew şev hetanî serê sibehê gur di dora mala me de çûn û hatin û zûriyan, baran jî bê navber barî. Dema serê sibehê rabûm, parçeyek ewr li ezman tune bû. Xweza di bin tîrêjên roja ku di lûtkeya çiyayên Çebexçûrê de zirîq dabû de diçirisiyan. Gava ji xewê rabûm, min mêze kir dêya min, Şîrîn û Zel karê xwe yê nav malê qedandine û li ser sifreya rûniştî ne.
Dêya min ji min re got: “Xurîniya xwe bike, em biçin nav erd.”

“Erd çamûr e dayê.”

“Erdê aliyê newalê qûm e, vêga tam wexta wî ye. Em îro wê derê bajonin.”

Min got: “Tu mafdar î,” dayê. A rastî min xwe pir bêhal û westiyayî hîsdikirin. Lê niha dema ajotina erd bûn. Dema min tune bû aciziyê bifikirim. Gava min hesp girêda û pûlix pê xist, dêya min jî beriya destpêkirina kar, nanê palxaçê ku di sêniya paxir de, serê sibehê zû di kuçukê de pijandîbûn û bi xwe re anîbû ser erd dirêjî Zel'ê kir. A rastî divê me çend roj berê ku cara ewilî alet li erdê xistibû nanê palxaçê çêbikirana, lê ew roj dêya min nerihet bûn lewra çêkirina nanê palxaçê mabû îro.

***

Dêya min got: “Were qîza min. Tu palxaçê felq bike.”

Zel, çend deqeyan bêbiryar ma û piştre çû rex dêya min.

“Tu dizanî dia bikî qîza min?”

“Erê. Lê tu dia bike. Tu ji min mezintir î.”

Dêya min got: “Başe, qîza min”
Gotinên Zel'ê li hisabê dêya min hatibû. Dema nanê palxaçê di navê de kir du qet, min dît ku çavên wê bi awayekî şîrîn biriqîn, rûçikê wê pembeyî bû. Dêya min, nanê palxaçê di navê de kir çend wesle û berê xwe bi rojê de kir û lava kir: “Em îro toximê salê nû davêjin erdê. Bereketa vî toximî ne tenê aydê me ye. Tevî me, heqê kurm, çûçik, kirmori û kêzikan jî tê de heye. Axa pîroz, mehsûlekî têr bikî para me, xwarina bi xêr û xweşî bikî qismetê me! Tu me ji hestên parvekirina vî mehsûlê bidî bêpar nekî! Amîn!”

“Amîn!”

Dêya min, loqmeya ewilî da beytikên di derdora me de diçûn û dihatin; bi dehan beytik ketin ser loqmikên ku dêya min diavêt erdê. Kevokên min ê bi min re hatibûn, li ser darên derdora erd lîs bûbûn jî tevlî wan bûn. Bizin û mêşinên me bi xwe re anîbû jî li derdora erd belav bûbûn û pelê darê şeqoqan dixwarin. Derdora erd bi darên qirase yên şeqoqan honandî bû. Piştî ku min erd bi çar alî xet kir û dest bi avêtina toxim kir, tevî bi sedan çûkên beytik, qijik, reşçêle kevokên min jî êrişê toximê min reşandibû kirin. Lîstikeke dêya min û Şîrînê ya nexweş bi çûkan re destpê kir. Zel'ê bi rişmeyên bergîrê cirnexweş bûbû girtibû. Min bizehmetî pûlix zeft dikirin. Vê jî min hêrsok dikirin.

***

Piştî nîvroyê baraneke dijwar destpê kir; gava bayê pelê darên şiqoqan û pûş û palaxê derdorê kom kir bi hewa xist ji neçarî me dev ji kar berda. Min pûlix dêya min toxim kir pişta xwe, Zel û Şîrînê jî heywanan ajotin. Dema em hatim ber malê li hesp sîwar bûm û min destê xwe dirêjî Zel'ê kir û jê re got: "Were"

Zel'ê ji aliyekî de, bi awayekî bêbiryar li min mêze kir, li aliyekî jî li dêya min a ku li ser sekûya ber malê rûniştî bûn û bi çîta serê xwe xwêdana xwe paqij dikirin mêze kir.


Dêya min weke gule lê bikeve ji cihê xwe firqizî “Nebe tu pê re li hesp siwar bî! Hetanî mara we neyê birîn pê re li hesp siwar nebe, guneh e."

“Were Zel. Dev ji gunehê berde. Bi destê min bigre.”

“Nebe nebe qîza min, tu siwarê hesp nebî!”

Min bi lava û tikan got: “Were Zel!” Bi destdayîna Zel'ê re min bi destê wê girt û wê li ser qorika hesp siwar kir.

Dêya min bi qîrînî ber min ve bazda û got: “Qîzikê deyne, guneh e!” Lê bi derengî ketibû. Min hesp rakir çargavê. Dêya min demekê li dû me bazda û çêrî me kir. Bi dijwariya bayê re pelê daran bi hewa ketibû li ezman digeriyan. Te digot qey li ezman tofana pelan rabûye. Di nav ewrê pelan de min hespê xwe ajot. Pir bextewar bûm. Zel qîriya û got: “Zû zû bajo!” Zel ji min jî bêtir del û dîn bû.

***

Bi nêzîkbûna mala Pîr Elî re kelecana min zêdetir bû; çokê min dileriziyan. Ditirisiyam. La heke Pîr Elî nexwaze mara min û Zel'ê bibire ez ê çi xwelî li serê xwe kim? Hetanî mara dînî nehata birîn dêya min nedihiştin nêzîke Zel'ê bibim. Jinikê dev ji karê û barê xwe berdabû weke nobedaran bi dû şopa min û Zel'ê ketibû. Ji bo tengezariya ser min rabe, ez xwe bi xwe difikiriyam û min digot, pîr Elî însanekî baş e, xweşbînî ye, dê ji halê min fêm bike û ji min re alîkar bibe; hema hema ez ê bifetisiyam.

***

Heke bi awayekî em mara xwe nedin birandinê dê ne dêya min, ne jî em ê rihet bikin. Dêya min, mijara marê kiribû weke nexweşiyê, ku ve diçûn Zel'ê jî bi xwe re dibirin, ji bo ez û Zel neyên gel hev çi ji destê bihata dikirin. Êdî ji bilî sifreya xwarinê ez û Zel nikaribûn werin ba hevdû. Ev hewldana dêya min zêdetir min hewesdarî dikirin û dilê min bêtir li Zel'ê dikeliya. Meqsûdê cîranê Pîr Elî yê ku rûyê wî spî bi ser singê wî de hatibû xwarê, digel temendirijiya xwe derketibû ser xaniyê du qatî yê ji axê û weke zarokan dilîstin û diqîriyan: "Ox, ox! Şîva te doh jî şor bû, îro jî şor e!" Û hevjina xwe ya gir a gilover ku ji hêrsa rûçavê wê gewrî bûbûn dibehcandin. Dema jinikê hewl didan di silimê de bi diyar bikeve ku xwe bigîne Meqsûd û lê bixe, Meqsûd dev ji lîstikê berdidan, bi serê silimê digirt bilind dikirin û hevjina wî ji derketina jor dibihûriyan û digotin: “Ûy ez ketim!”

“Xwedê te bistîne Meqsûd! Aax ax! Ji xêra xwedê re tu bikevî destê min, ez ê estiyê te bişkînim bavêjim ber kûçikan.”

“Ev bû pêncî salin ji tirsan min nedigotin. Ez ê niha bêjim. Xwarinên te şor in. Ox ox! Biteqe!”

“Qey tu yê heta gorê li ser banê nemînî la? Çawa be tu yê ji min re werî xwarê!”

“Xwarinên te şor in.”

“Heke tu bikevî destê min, ez ê di devê te de birîm.”

“Tu zehmet min bigirî.”

“Çû ji te de Meqsûd!”

Neh deh zarok li derdora malê kom bûbûn temaşeyê şerê navbera Meqsûd û hevjina wî dikirin. Yek ji zarokan hêrs bû. Porê wê yê reş ê qirêj heta pehnaya wê dirêj bûn. Tevî zarokan min jî qasekî temaşeya Meqsûd û hevjina wî kir. Ji kêfa Meqsûdê kalepîr ê hişkobiringo yê weke qirş biçûçik bû re gotin tune bû mirov bêje.

***

Fersenda bi dest xistibû baş bikardianiyan û jina xwe ya weke defê werimî bû hêrs dikir û hişê wê ji serê dibirin.

“Ox ox! Xwarinên te şor in! Kêf kêfa min e, ji kêfa min re gotin tune!”

Kef bi devê jinikê ketibû, porê xwe kaş dikir diqîriya û digot: “Tu wisa li qarşî min bilîze! Bîstek şûnda dev ji silimê û derketina ser xanî berda û berê keviran da Meqsûd. Meqsûd ji ber parastina keviran weke meymûnê xwe bilind davêtin û virda wêda bazdidan. Bîstek şûnda li derdora malê bi dehan mêr û jin kom bûn. Her diçû xirecir mezin dibû. Gundiyan hevjina Meqsûd weke hirçekî mê ya birîndar bikeve destê însanan dîn û har dikirin; jinik ji kontrolê derketibû; hişê xwe xwaribû; weke perperoka di dora lembeya qazaxiyê de bigere di derdora xanî de diçûn û dihatin, kef ji devê wê difiriyan, diqîriyan, dijmînên negotî dikirin, keviran davêtin mêrê xwe yê li ser xanî weke çêlika meymûnê xwe bilind davêtin, bi vê jî dilê rihet nedibûn porê xwe dikişandin, çêrî însanên li dora wê civiya bûn û dikeniyan dikirin û heb ji hebê nediqetandin. Ji her serî dengekî derdiketin. Di nav vê hengameyê de ku min Pîr Elî dît ez çûm şûna wî. Min xwe xwarê destê wî kir ku maç bikim, nehişt. Sûreta min maçî kir. Bêhna xwedanê û titûnê jê dihat.

“Tu çawa yî kurê min?”

“Başim saxbî Pîro.”

“Dêya te û xwişka te çawa ne?”

“Saxbî, başin.”

Pîr Elî got: “Wê rojê ez pê hesiyam Hesen Axa tevî dê û xwişka te we bi lez û bez anîbûn gund, min mereq kir, yêzîd çi ji we dixwaze. Peyva yêzîd ewqas hêdî got ku bi zehmetî min bihîst.

“Tiştekî pir girîng tune bû Pîro.”

Pîr Elî bi awayekî pistepistî got: “Ji wî merivî xwe dûr bide kurê min!”

Ji bo sihêtiyê bê ka kes guhdariya wî dike an na li derdora xwe mêze kir.

***

“Heke tu naxwazî weke bavê xwe bibî ji Hesen Axa xwe dûr bide. Dev ji şerê wî berde, çêya wî jî xirabî ye.”

“Ez vana dizanim Pîro.”

“Hêvîdarim tu dizanî kurê min. Ez pê hesiyam Hesen Axa û mîralay çek û rext û dûrbînê dane te.”

Min bi derewînî got: “Tifingê min ji Hesen Axa xwest.”

“Çima Cem? Tu yê çi bikî bi tifingê?”

“Qey tu pê nehesiyayî Pîrê min?”

“Bi çi nehesiyam?”

“Min jin revand Pîro. Lewra min tifingê jê xwest.”

Pîr Elî, bi awayekî şaşwaz li rûçavê min nihêrî û got: “Yaa! Tu hê zarokî Cem.”

“Carekê bû Pîro.”

“Başe. Bi rastî ez şaş mam. Xwedê miradê we bike.”

“Saxbî. Spas dikim Pîro.”

Meqsûd qîriya: “Wişş! Vê jinê min dikuje!” Serê wî şikiya bû, xwînê rûçavê wî girtibû. Lê kêfa Meqsûd li cih bû. Bi awayekî hêja govenda Qereçolê girt.

Pîr Elî di nav lêvan de keniya û got: “Ev herdû jî dîn in.”

“Ka hela bêje, te yê bi min re çi xeber bidana kurê min?”

“Dêya min dixwaze bi te re biaxive. Min weke elçî şand ba te.”

“Lezgîn e?”

“Erê lezgîn e.”

“Ez sibê werim mala we dibe?”

“Na. Dêya min xwest tu îro werî.”

“Dême ewqas lezgîn e. Îro hin karê min hebûn.”

“Erê lezgîn e.”

“Gelo tiştê ewqas lezgîn be çi ye? Bi rastî jî min mereq kir? Ka bise ez kincê xwe biguherînim em herin.”

“Kincê te başin Pîrê min.”

Li ser û piyê xwe nihêrî û got: “Bi rastî jî tu mafdarî, hewce nake biguherînim.”

***

Bi destê xwe çîka sergînê ya li şalwarê wî yê reş bûbû paqij kir. Di wê kêliyê de yek ji nav qelebalixa însanan bi awayekî dûdirêj qîriya û bang kir: “Cendirme û tehsîldar tên!”

Te digot qey teqemeniyekî avêtine nav ew qelebalixa li dora xaniyê Meqsûd kom bûbûn û weke aqilê xwe wenda bikin qîjînî bi wan ket û li malên xwe belav bûn.

“Dewarê gund li ku ne?”

“Jinê bazde hesp vêşêre!”

“Dê mirîşkan bidînin!”

“Way liminê dayê, dê dest bidin ser ardê me.”

“Dayê!”

“Harûn bazde here qantirê bibe li daristanê berşêde!”

“Genim çûn!”

Hevjina Maqsûd a ku ev zêdetirî seetekî ye girîftarê Meqsûd û gotina wî ya "Xwarina te şor e!" dibû dev jê berda û çû mirîşkên xwe yê li ser sergoyê bûn girt ku veşêre. Ew kêfa ku bîstek berê li ser Maqsûd bûn firî çû. Ji tirsana weke kevirê bû teht, newêrabû bê xwarê û ji ser xanî bi qîrînî bang dikirin digotin: “Mirîşkan veşêre!”

Lê di ev roja dê weledê xwe diavêtin de tu kesê wî nebihîst. Te digot qey karesatekî an erdhejekî pêkhatî ye, tevahiya însanan weke aqil bifirînin bi çep û rastê ve lihev diçûn û dihatin, hacet û heywanê bidîyan direvandin dibirin nav daristanê vedişartin. Di navbera çend deqeyan de agahiya hatina cendermeyan û tehsîldaran li gund belav bû; li gund qiyamet rabû; ji bona xwe ji vêrgûya xilas bikin gundiyan, xwarin û vexwarinên xwe, heywan, her çi hebûn digirtin û ber bi daristana jorê gund ve bazdidan. Vêrgû ewqas zêde bûn ku hemî tev û tal û heywanên xwe bifroşî jî têrê nedikirin. Şensekî mezin bû ku di vê seetê de keriya pez û mêşinan û garana dewaran li gund nebûn. Tevahiya gundiyan ji ber tirsa canê xwe li hev diçûn û dihatin lê balkêş bûn xema Pîr Elî nebûn û pir rihet bûn.

***


Dê bidome...

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Pîrozgeha Efsanewî û Serdema Deqyanûs

TAYBETMENDIYA KEVIRA KIR

KELEŞO NÛ BI DARO