Kayıtlar

Kasım, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

LORÊYA FÎSTAN SOR

Resim
LORÊYA FÎSTAN SOR Di derbarê strana "Lorê" an bi navekî din "Fîstan Sorê-Kiras Sorê" de gelek tişt hene bêne gotin, lê ez ê bi kurtegotareke çend gotinan li ser vê stranê bêjim.. Di dîroka hunera kurdan de hin stran hene heta çerxa dinyayê bizivire dê ji aliyê hunermend û stranbêjan ve bêne gotin. Lorê jî yek ji ew stranên vê çêrxê ye.. Strana Lorê, weke bi sedan stranên folklorê gelerî tê zanîn. Di gotinên stranê de jî kifşe stran aydê herêma Wêranşarê û derdora wê ye. Bi raya min ji salên 90'î vir de kirasê hunera kurdan ewqas li stranekê xweş nehatiye.. Wekî tê zanîn folklora Kurdan di dinyayê de bi nav û deng e. Folklora Amedê li gor herêmên din bêtir pirrengîn e. Lê govenda herî zêde tê lîstin bêguman giranî ye. Her wiha li Mêrdînê milanî û cîda, li Botanê şêxanî, li Serhedê eyşokê û şemamê, li Dersîmê jî qereçol û sê ling zêdetir têne lîstin. Li herêma Wêranşar, Girê Sor, Qerecdax, Dêrikê, Erxenî û derdora Rihayê jî govenda Şewqo navdar e....

KELEHA RIBATÊ

Resim
KELEHA RIBATÊ Ribat, ango Rabat navê sê kelehên dîrokî û kevnare yên li herêmên Mêrdîn, Êlih û Dersîmê yên bakurê Kurdistanê ne. Di derbarê wateya navê van kelehan de çavkaniyeke zelal tune, lê, di lîteratora zimanê kurdî de peyva Ribat heye. Ribat, ji bo kewên xweş dixwînin tê gotin. Di vê çarçoveyê de meriv dikare bêje îhtîmala herî zêde ev e ku navê rastî Ribat be. (KELEHA RIBATÊ (DÊRIK/MÊRDÎN) Keleh, ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî 14 kîlometre dûr, li bakurê rojavayê gundê Beyrokê, li jorê gundê Ribatê li ser girekî çarstêla tîk hatiye avakirin. Keleh, bi kevirên gewrik û buxreyên herêmê hatiye çêkirin. Bi heybetiya xwe ji kelehê bêtir dişibe bajarekî kevnar û dîrokî. Keleh weke sê beş ji hevdû hatiye veqetandin. Navbera her beşên kelehê bi qasî 15 metreyî bilind û fireh çiya ji hevdû hatiye birîn. Ji veqatandinê bêtir dişibe neqebekî borandinê. Li kelehê 15 heb birc û 4 heb qûleyên nobedariyê yên bi qasî panzdeh metreyî bilind hene. Ji aliyê rojhilat û rojava ve du d...