EM Ê TEŞIYA WÊJEYA KURD HETA HETAYÊ BIRÊSIN (NÛÇE)
EM Ê TEŞIYA WÊJAYA KURD HETA HETAYÊ BIRÊSIN Koma Helbestê ya Amedê piştî mehekî şûnda dest bi rêzebernameyên xwe yên demsala payîzê û zivistanê kir. Mêvanê bernameya yekem a demsala payîzê yek ji sembolên welatparêziyê rêzdar Şêx Mîsbahê Silîvî bû. Bername bi beşdarbûna endamên Koma Helbestê ya Amedê û wêjehezên kurd li şaxa Med Derê ya li taxa Ofîsê ya Amedê hat lidarxistin. Di bernameyê de, pirtûka helbestkar û nivîskar Mahabad Felat a bi ser navê "Pêtî" jî hat nirxandin û rêzdar Şêx Mîsbahê Silîvî ji beşdaran re behsa xebatên xwe û wêjeya kurd kir. Di destpêka bernameyê de moderator Siltan Yaray ji beşdaran re behsa xebatên Koma Helbestê ya Amedê yên demên borî kir û got; Armanca me ew e ku em weke Koma Helbestê ya Amedê heta hetayî di xizmeta ziman û wêjeya kurd de bin û em ê teşiya wêjeyê tim birêsin û alaya Herîrî û Seydayê Cegerxwînan tim bilind bikin. Rêzdar Şêx Mîsbahê Silîvî jî, di derbarê wêjeya kurd û cîhanê de hin mînakên berçav da û got; wêje ne ka...