ŞEVA LAWÊ QERS
Her welat, her netew, her civak bi rengên xwe hene. Tiştên ku civakan dikin civak, bêguman bawerî, urf û adet, kevneşopî û gelek taybetmendîyên axî û erdnîgarî ne. Li Kurdistanê, di nav civakan da ji hev cuda li gor erdnîgarî û avhewayê gelek taybetmendîyên balkêş hene ku pêwiste kesên zanist û nivîskar li ser wan lêkolîn bikin û bi awayeke nivîskî û dîmen bigînin nivşên dû xwe. Bi vî hawî ew ê taybetmendîyên civakî tune nebin û tim bêne jiyandin. Di vê çarçoveyê da, ez ê behsa yek ji van taybetmendî û tercubeyên mijara behsê çîroka Lawê Qers bikim. Lawê Qers, ji navçeya Licê ya Amedê kesekê bazirgan bûye. Licê, di dîrokê da, ji aliyê çanda bazirganiyê ve ciheke xwe yê girîng digire. Du rêyên bazirganiyê ango rêyên karwanan, xeta Erzirom-Heleb û Serhed-Amed di Licê da derbas dibin. Lewra jî çanda karwanîyê li Licê zêde hebûye. Çîroka Lawê Qers jî di rêwîtîyeke navbera Licê û Qersê da diqewime. Çîrok, qaşo bi qedandina Zivistanê û destpêka Biharê destpê dike. Di heman d...