Kayıtlar

Mart, 2022 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Hevaltî û Îxanet

HEVALTÎ  Û ÎXANET Berê di nav mîr û began da, taybetmendiyek hebû, jê ra ceribandina xulaman digotin.. Mijara ez pê behs bikin ji bo gelek tiştan mînakeke watedar e. Bawer dikim gelek kes bi çîrok û serpêhatiya Sêvdîn Begê Hezroyî û waliyê Amedê dizane. Ji bo kesên ji mijarê ne hayîdar bin, ez ê ewilî behsa serboriya wî bikim.. Sêvdîn, beriya salên 1900 begê Hezroyê bû. Têkiliyeke dostanî ya Sêvdîn û waliyê Amedê Reşîd hebû. Walî gelek caran bi mêvanî diçû mêvaniya Sêvdîn û li qonaxa wî dîwan girê dida. Du jinên Sêvdîn Beg hebû, jina wî ya ewilî ji ber zewaca duyem li hember Sêvdîn xwedî seknekî sûrettehliyê bû. Walî jî bi vê dizanibû û di her hatin û çûyînê da çav bi jina Sêvdîn dixist. Ji berê da destdirêjiya li hember jina kurd hebû û hê jî ev hişmendî di meriyetê da ye. Waliyê Amedê, ji bo bidestxistina jina Sêvdîn fermana Sêvdîn derdixe. Sêvdîn ewilî jê bawer nake, çawa dostê meriv fermana meriv derdixîne! Piştra Sêvdîn Beg hewl dide hin kesên xwedî sekneke mezi...