Kayıtlar

Ekim, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

HUNER Û HUNERMENDÎ

Resim
HUNER Û HUNERMENDÎ Ev bû çend rojin li Amedê, pêşangeheke bi navê "Hafiza Odasi" tê pêşandan! Bi pêşandana pêşangehê ra hin aktîvîteyên hatin kirin, di nav civakê da bûn sebebê berteknîşandanê û nîqaşan. Ji parlamenter, şaredar û siyasetmedaran bigir hetanî hunermend, rewşenbîr, nivîskar, parêzer, şanoger, rojnamevan û kesên ji rêzê gelek kes bûn parçeyekî ji van nîqaş û bertekan. Hin jê li ber darbestên boyaxkirî bi kêşana selfîeyê, hin kes li pêşiya sol û pêlavan bi lingavêtina serhev, hin kes li pêşiya qaqotikên temsîlî ketin rêzê û bi awayekî mizicî poz dan qadrajan. Hin kesan jî vê bêhurmetiyê bi awayekî şovmenî domandin û dîlan gerandin li ber stranên kurdî. Ji ku ve mijarê bigrî dest ew ê di dest da bimîne. Beriya her tiştî divê însan her gav û wext hayî ji tevgera xwe hebe û bi hed û hisab tevbigere. Tevgerên bê hisab encamên hisabdayînê derdixin pêşiya însan. Tevlîbûneke aqilçeliqandinê ya pêşangehê însanan poşman kir ku ji dayîka xwe bûn e. Hisabê ev dîmenên pêşange...