Kayıtlar

Eylül, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

KESKESOR

  Keskesorekî tîpîk, ji rêzerengên sor, zer, firteqalî, hêşînî, lacîwerdî û mor pêk tê. Keskesora herî zêde meriv rastî wê tê jî cûreya seretayî ye. Aliyê navendî yê vê cûreyê li dora 42° yan e û rengê sor bi derve, yê mor jî teqabûlê aliyê navê dike. Carna meriv rastê keskesora duyem a kevnare ku şewqa wê bi aliyê navendî ve bêtir lawaze jî tê. Hege bilindiya rojê, li gor asoyê 52 dirinceyan derbas bike keskesor çênabe. Hege bi ser 42,5 dirinceyan ve be keskesor nayê xuyakirin. Di vê da, rêzerengî berevajiyê ya din e. Ji bilî vana xeta şîşên tenê ji rengên sor ê tarî ango sor û kesk ên bihevketîyên biçûk jî tên dîtin û vana di aliyê hundirîn ê keskesora sereteyî û derveyî ya duyemîn da peyda dibin. Keskesor;  bi dilopên baranê û hebikên mijê ve şewq û şemal tê şikandin, şewq dide û belav dibe û derdikeve holê. Şiftên ku herî zêde rengînin û li berçav in, bi dilopên herî mezin çêdibin. Şiftên ku zirav û firehin bi dilopên baranê yên herî biçûk çêdibin. Mînaka herî li berçav, ...