TAYBETMENDIYA EFSANEYAN - MORDEM ZEL
TATBETMENDIYA EFSANEYAN Efsane, destan ango rîwayet, ji çîrokên devkî yên derasayî ra têne gotin. Her çiqas çavkaniyên pêbehskirinê yên ji serdemên berê û vegotinên yekem neyên zanîn jî, bi hezar salane di nav gel da qebûl têne dîtin û neqlê nifşên nûjen têne kirin; bi gelemperî ji bûyerên derasayî û mijarên di nav xwe da çêkirî, yanê ji çêkirina çîrokên xeyalî ra efsane tê gotin. Ev pênasekirin, di nav xwe da taybetmendiyên efsaneyan bi awayekî berfireh dihewînin. Di pêbehskirinê da jî tê fêmkirin ku yek ji berhemên wêjeya devkî yên çavkaniya wan ne diyar efsane ne. Efsane, ji devan neqlê devan hatine kirin û hetanî roja me ya îro hatine. Taybetmendiya herî berbiçav a efsaneyan ev e. Di nav xwe da berhemên xeyalî, mijar û kesên derasayî dihewînin. Ji serdemên berê da ku mirovahî di sehneya dîrokê da hatiye dîtin û virda, li erdnîgariyên cuda, bûyergeh ango bûyîn û pêşketinên nav qewmî; bi demê ra bawerî, urf û adet, kevneşopî û di dirûvpêketina merasîman da hindik zêde rola...