TEYRÊ BAZ Û HIN CÛREYÊN TEYRAN
TEYRÊ BAZ Û HIN CÛREYÊN TEYRAN Teyr, cûreyekî firinde yê ji famîleya Başokan e. Cûreyên teyran, di nav dorhêleke berfireh da, firindeyên dirinde di nav xwe da dihewînin. Li Kurdistanê bi piranî li herêmên çiyayî dijîn. Li dinyayê 50 cûreyên teyran hene. Teyr, bi gelemperî ji hemû firindeyan bêtir xişin û hêzdar in. Serê wan bêtir mezin e. Wekî hemû firindeyên dirinde, nikula wan jî xwar e. Çaqên wan bi masûlke, pencikê wan hêzdar in. Şiklê nikula wan a xwar, di jêkirina goştê nêçîrê da rihetî dide wan. Ji xêra çaqên xwe yên bi masûlke û pencikên xwe yên têne qufilandin, dikarin ji xwe girantir nêçîrekî hilbigirin. Dîtbariya teyran pir pêşketî ye. Bi hêsanî dikarin ji ezman, bi çavdêrî nêçîra xwe, bi xwe nehesînin û bi cih bikin. Gozikên çavên wan li gor qaqotika serê wan bêtir mezin in. Lewra jî ev wek kilîtê qabîliyeta wan tê hesibandin. Ji bilî vê, teyr li gor hemû firindeyan yê ku herî bilind difire ye. Firindeyên ku herî zêde bilind difirin, teyr in. Bi gelemperî, jîngeha...