BET - MORDEM ZEL
Ji destpêka jiyanê hetanî roja me ya îro, di nav milyar salan de li ser rûyê erdê gelek guherînên jiyanî yên cihêreng çêbûne. Van guherînan bi xwe re pêşketinên derasayî anîne û raberî zindîyan kirin e. Di vê pêvajoya milyar salan de pêşketina herî girîng bêguman zanistîya mirovahiyê ye.. Li gor lêkolîneke zanistî ku Bernameya Parastina Jîngehî ya Neteweyên Yekbûyî daye nîşan, li cîhanê 8 milyon û 700 hezar cûre zindî dijîn, lê tenê navê bi qasî 2 milyon cûreyî tê zanîn. Yek ji wan jî Bet e... Bet, cûreyekî ji malbata çirgan e. Çirg, yek ji cûreyên Qanzên lingdirêj e ku bi Latînî jê re Bustrad dibêjin. Li hin deverên Kurdistanê ji wan re Mêşesî û Çêrg jî tê gotin. Dişibin Mirîşka Çiyayî. Ji bo tevlihevî çênebe lazime behsa yek ji firindeyên cûreyê kewan Çîrr jî bê kirin. Çîrr û Çirg ango Çêrg ne yek in. Çîrr cûreyekê kewan e ku ref bi ref digerin û diçerin. Lê Çirg zêde xwedî refên mezin nînin. Bet jî weke destpêkê min got cûreyekê ji malbata Çirgan e û yek ji firindeyê...